Mezintirîn pirsgirêka li pêşiya siyaseta navneteweyî ya sedsala 21
Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên li pêşiya siyaseta navneteweyî ya sedsala 21. çareserkirina “pirsgirêka kurd” e. Ev pirsgirêk beriya nêzî bi sedsalan dîsa xwe nîşandabû. Dema Împaretoriya Osmanî sala 1918’an de hilweşiya, erdên wê ji nû ve hatin parvekirin. Ji bilî Îran’a ku dewletbûna heta bi sedsala 16. diçe, kurd li dewletên nû çêbûyî parçe bûn – çawa ku xwe bi ezmûna dehsalan nîşan da, kurd li van dewletan welatiyên sinifê duyem bûn. Bi tenê carcaran mirov tê derdixist ku pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin, weke mînak li Îran’ê bi Komara Mahabad’ê, li İraq’ê bi serhildanên Mistefa Barzanî pêşengiya wan kirî û li Tirkiye’yê bi çalakiyên milîtanên PKKê vê yekê xwe dida der.
Gelo “pirsgirêka kurd” pirsgirêka Filistîn’ê ya sedsala 21. e? Ango gelo wê afirandina statuyeke siyasî ya gelê kurd mumkin be, ku hem bersivê bide daxwaza naskirina nasnameya neteweyî û hem jî sîstemên dewletan ên heyî ji binî ve neguhere? Aramiya herêmê wê têkildarî bersiva mirov bide vê pirsê be, ku dewletên Tirkiye, Îran, İraq û Sûriye reng didinê. Wexta li piştperdeyê mirov girîngiya stratejîk a vê herêmê, ango bi kêmanî tedarîkkirina pêdiviya bi petrol û gaza xwezayî ya dinyayê, li ber çavan bigire, çareserkirina pirsgirêka kurd ji bo siyaseta navneteweyî jî xwedî giranî ye.
Ji dema hilweşandina rejîma Saddam û vir ve, li Bexda’yê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li her qadê perspektîfên nû derketin holê; di nava kurdan bi xwe de, li derdora herêmî û di helwesta civaka navneteweyî de.
Di tevahiya sedsala 20. de kurdan nîşan da ku daxwaza wan a neteweyî bi tedbîrên zor û zextê nayê tepisandin. Hê di salên 90’î de di nava şertên ambargoya li dijî Bexda’yê de li bakurê İraq’ê (Başûrê Kurdistan’ê) siyasetvanên kurd ên herdu komên mezin ên siyasî, karîbûn dest pê bikin struktûrên rêveberiyeke xweser ava bikin. Ev pêvajo piştî hilweşîna rejîma Baas’ê ya xwe disipart desthilatdariya neteweperestiya ereb jî dewam kir. Hikûmeteke bi îstîqrar a Kurdistana İraq’ê (Başûrê Kurdistan’ê) heye û her weha sîstemeke bi îstîqrar a parlamenteriyê ku hê mirov nikare weke standartên ewrûpî pêşketî bibîne, dîsa jî weke ku hilbijartinên herî dawî nîşan dan, derfetê dide beşdariyeke fereh a gel. Struktûrên rêvebirinê û perwerdeyê hê tên avakirin û hatina pereyên ji petrolê bingehekî rêveberiyê ji bo van pêk bîne, çêdike. Girêdana bi tevna çûnûhatina navneteweyî ve û rêze konsolosxaneyên tên vekirin, nîşana asta naskirina navneteweyî ya zêde dibe û asta têkilîdanîna rêveberiya otonom a kurd li bakurê İraq’ê (Başûrê Kurdistan’ê) ye. Têkiliyên yekser ên lîderên kurd li welatên cîran, beriya hemûyan li Enqere û Tehran’ê kirin ku mirov pê derxe ku rêya kurdan a ber bi hebûna siyasî ve ku derfetê dide wan nasnameya xwe ya kurdî bînin ziman, Tirkiye û Îran jî weke prensîp asê nakin.
Ka divê avakirina İraq’eke Federal weke dewlet çawa bibe û gelo bi vê wê derfeta gelê kurd çêbibe nasnameya xwe ya neteweyî bi awayekî ferehtir bîne ziman, bi awayekî hilbijartinên Adara 2010’an wê bersivê bide van pirsan. Bûyerên li Kurdistana İraq’ê (Başûrê Kurdistan’ê) li welatên cîran jî ji nêz ve tên şopandin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiye’yê van salên dawiyê bûyerên girîng diqewimin. Hê di salên 90’î de tirsa jihevdeketin û parçebûna İraq’ê ber dida siyaseta Enqerê ya beramberî İraq’ê. Li gorî vê tirsê wê valatiyek peyde bibûya, ku bi xêra vê valatiyê hêzên dijtirk çalakiyên eskerî li dijî Tirkiye’yê pêk bianiya. Siyaseta Tirkiye’yê ya beramberî İraq’ê di serî de bi fikarên der barê ewlekariyê de dihat diyarkirin. Bi dagirkirina İraq’ê ji aliyê DYE’yê û hilweşîna rejîmê re ev tirs û fikar zêde bûn. Ti tiştî Enqere ji pêkhatina dewleteke kurd li Bakurê İraq’ê (Başûrê Kurdistan’ê), bêhtir neditirsand. Filmê tirkan “Geliyê Guran (Kurtlar Vadisi)” têkelbûna têgihiştina tirk a neteweperest, dij-kurd û dij-emerîkî bi awayekî bi bandor nîşan dide.
Di salên dawiyê de helwesta aliyê tirk ango hikûmeta tirk ku Erdoğan Serokwezîrê wê ye û Serokkomar (wezîrê karê derve yê berê) Abdullah Gül nerm bû. Serdanên dualî di navbera Enqerê û Hewlêr’ê û her weha Silêmaniyê de pêk hatin. Karsazên tirk gelekî xurt angaje ne li Kurdistana İraq’ê (Başûrê Kurdistan’ê). Bi vê nermbûnê re li Tirkiye’yê hewldanên ji bo çareserkirina “pirsgirêka kurd” jî hene. Hikûmetê kampanyayeke xurt da destpêkirin ku pê bi naskirina nasnameya çandî û mafên siyasî yên berfereh di çarçoveya berferehkirina sîstema demokratîk a Tirkiye’yê de bersivê bide daxwazên kurdan.
Bûyerên vê dawiyê yên li Tirkiye’yê dîsa nîşan dan ku hikûmet ji çareserkirina “pirsgirêka kurd” gelekî dûr e. Di şerê desthilatdariyê yê di navbera elîta dewletê –çi eskerî, çi sivîl – ya kemalîst û AKP’ê de pirsgirêka kurd li herdu aliyan jî weke amûrekî tê bikaranîn. Elîta kemalîst a kevneparêz konsepta yekparebûna dewleta tirk datînê hemberî siyaseta hikûmetê ango siyaseta li ser riya demokratîkbûyînê ber bi civakeke nû ya li Tirkiye’yê ve ya ku têde pirrengiya siyasî û çandî tê qebûlkirin. Ango pirsgirêka kurd tînin ser ‘’têkoşîna li dijî terora PKK’ê.’’
Bernameyeke bi vî rengî ku çarçoveya wê ji sala 2005’an û vir ve xwe dida der, dike ku artêş ji nû ve bi rola navendî rabe. Ji dema ku AKP bûye desthilatdar û vir ve rolê artêşê di dewletê de kêm bûbû. Bi destpêka doza bi navê “Ergenekon’ê” re zexteke mezin li ser eskeriyê peyde bû. Gav bi gav tevlîbûna eskeriyê ya nav planên darbeyê, hewldanên afirandina bêramiya civakî û siyasî heta bi planên reşkujiyê yekoyeko tên eşkerekirin. Ya li Tirkiye’yê îro diqewime ne kêmtirî jinûveavakirina sîstema dewletê di sêgoşeya dewlet – artêş (û elîta dewletê ya sivîl) – civakê de ye. Vê dema dawiyê qedexekirina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) careke din mêzîna hêz û desthilatdariyê bi awayekî bel û dîq raxist ber çavan. Qerqeşûn û aloziya piştî vê û tepisandina çalakgerên kurd nîşan da ku aliyê tirk xwe ne bitenê dide ber bêaramiya siyaseta hundir, heta ev yek parçeyekî stratejiyê ye. Bi şerê ‘’li dijî terorîstan û cudaxwazan’’ ji artêşê (û muxalefeta siyasî) mafê destwerdana eskerî li dijî Kurdistana İraq’ê (Başûrê Kurdistan’ê) tê stendin.
Divê pêşketina pirsgirêka kurd li Tirkiye’yê, di çarçoveyeke ferehtir a herêmî de were dîtin. Ne mumkin e mirov nebîne ku Hikûmeta AKP’ê zend û bend badana ku di qada herêmî de siyaseteke lihevkirin û navbênkariya di pirsgirêkan de bişopîne. Formulên Wezîrê Karê Derve Ahmet Davutoğlu ji bo vê dîtî, carcaran navê “kûrbûna stratejîk” û carinan navê “siyaseta pirsgirêk tine” li wan tê kirin. Ev siyaset tevahiya Rojhilata Nêzîk û welat û pirsgirêkên Qafqasan di nava xwe de dihewîne. Serketina herî dawî ya hêja ye mirov bibîne lihevkirina bi Ermenîstan’ê re ya Cotmeh’a 2009’an bû. Ev serketin jî li Tirkiye’yê rastî berxwdaneke mezin a netewperestên radîkal tê. Ev siyaseta derve ya xwe dispêre lihevkirinê û bêhtir demokratîkbûyîn û pirrengbûyîna li hundir, li hev dikin. Di siyaseta hundir a Tirkiye’yê de serketineke elîtên berê yên desthilatdariyê wê bike ku dîwarên berê – her weha ji awirê li kurdên Bakurê İraq’ê (Başûrê Kurdistan’ê) ve – ji nû ve werin lêkirin.
Li Tirkiye’yê pirsgirêka kurd bi rastî jî xwe xistiye rojevê, li hemberî vê li Îran’ê ti liv û tevger nîne (jixwe qet navê em behsa Sûriye’yê bikin). Li Îran’ê sîstem navendî dimîne; ji dema tepisandina daxwazên kurdan piştî Şoreşa Îslam’ê ya sala 1979’an û vir ve, ti gav ji bo dana mafên siyasî û çandî nehatiye avêtin. Li navenda “siyaseta kurd” a Tehran’ê, li Kurdistana Îran’ê (Rojhilatê Kurdistan’ê) tepisandina hêzên muxalif ên bi rastî û yên zen jiwan tê birin muxalif in, heye. Di vî karî de jî muhafizên şoreşê û eskeriya Îran’ê bi hêzên eskerî yên Tirkiye’yê re hevkariyê dikin.
Ji dema dawîlêhatina Împeratoriya Osmaniyan û vir ve pirsgirêka kurd her meseleyeke siyaseta navneteweyî bû. Ev yek roja me ya îro jî bi vî rengî ye û bi du awayan e: Ya li pêş xuya dike ew e ku pirsgirêkên etnîk îstîqrara tevahiya herêmê dixin tehlûkê; dema ku mirov berjewendiyên aborî yên pêwendî enerjiyê yên civaka navneteweyî li ber çavan bigire, ev îstîqrar xwedî girîgiryeke mezin e. Li aliyekî pirsgirêka gelekî bingehîn a gelê kurd a maf û diyarkirina çarenûsa xwe bi xwe û li aliyê din jî desthilatdariya li ser erdên xwe ya dewletên heyî, bi kêmanî di heman astê de girîng in. Şer û pirsgirêkên li Yugoslavya’ya berê û îlankirina serxwebûnê ya Kosova’yê dikin ku civaka navneteweyî bibîne ka ev pirsgirêk heta bi ku derê dikare biçe.
Mirov çawa dikare bike ku daxwaza kurdan ya dewleta xwe “Kurdistan’ê”, ku di dehsalên dawî de herî xurttir tê ziman û mafê desthilatdariya li ser erdên xwe ya dewletên piştî şerê cîhanê yê yekemîn pêk hatin (û Îran’a ku dewletbûna wê gelekî kevintir e) li hev bikin? Divê civaka navnetweyî di çareserkirina vê pirsgirêkê de cihê xwe bigire: Neteweyên Yekgirtî, DYE û Yekîtiya Ewrûpa’yê. Paşeroja İraq’ê divê xwe bisipêre statuyeke huqûqa dewletan, ku bi hev re jiyana ereb û kurdan li ser hîmê nasnameyên wan bi xwe, mumkin bike. Gelê kurd divê bibîne ku di vê statuyê de daxwaz û hîsên wî yên neteweyî li ber çavan hatine girtin. Di heman demê de divê li dewletên cîran jî kurd bibin xwediyê statuyekê ku pêkanîna mafên wan ên siyasî û çandî misoger dike.
Awira me li ser Tirkiye’yê be, rolekî kilît dikeve ser milê YE’yê. Bruksel divê bi awayekî eşkere û xurt destekê bide demokratîkbûyîneke reh û rîşên xwe kûr diçin ya Tirkiye’yê ku Serokwezîr Erdoğan weke rê daniye ber xwe – bi taybetî jî li dijî dijberên vê pêvajoyê.- Bi perspektîveke endametiya YE’yê û bi pêkanîna tevahiya mafên hindikahiyan ku li YE’yê tên qebûlkirin, tirk û kurd wê hîmekî nû yê bi hev re jiyaneke aştiyane peyde bikin.
Divê berjewendiyeke Almanya’yê jî di vê yekê de hebe. Ji çar paran yekê koçberên ji Tirkiye’yê kurd in. Di van salên dawiyê de di nava penaberan de ku ji bo mafê penaberiya siyasî serî li Almanya’yê didin, di statîstikan de hejmara yên ji Tirkiye’yê ya herî zêde ye. Di salên 90’î de pirsgirêka di navbera kurd û tirkan de bi awayê şîddetê xwe li ser kuçe û riyên Almanya’yê da xuyakirin. Vê yekê zirar li her kesî kir: Îmaja tirkan, kurdan û ya Tirkiye’yê bi tevahî li ber çavên raya giştî ya Alman neyênî bû. Li aliyê din gelek têkiliyên siyaseta Alman bi aliyan hemûyan re hene, di serî de li Tirkiye’yê, belê her weha li Bakurê İraq’ê (Başûrê Kurdistan’ê). Hikûmeta Berlîn’ê divê vê yekê ji berê bêhtir bi kar bîne da ku para wê jî di çareserkirina “pirsgirka kurd” û bi vê ve girêdayî bi îstîqrarkirina herêmekê de hebe ku di warê siyasî û aborî de di sîstema navneteweyî de xwediyê girîngiyeke mezin e. Piştî jihevketina Împeratoriya Osmaniya, ev cara pêşî ye ku helwestên sereke yên realîst yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd xwe nîşan didin. Pêkanîna vê her weha di destê kurdan de ye. Ji bo pêkanîna van di navbera vîzyon û rastiyê de divê ji lihevkirinê re amade bin.
Çavkanî:
Udo Steinbach
Profesorê zanistiya siyasî, kevneserokê Enstituya Lêklolînên Rojhilatnasiyê
Ev nivîs ji bo LMD kurdî hatiye nivîsandin


