Meksîkayê weha dev ji serxwebûna xwe berda
Li dora meseleya Florence Cassezê, welatîya fransî ku edaleta meksîkî ew bi şêst salên girtîgehê mehkûm kir, ji bo hevkarîya revandinê, Parîs li cihê xwe nasekine. Li ser vê meseleyê, Meksîka ji ya xwe danakeve û ser-xwebûna xwe derdixîne pêş. Lê belê, li hember DYAyê, ew pir nermtir xuya dibe.
Ji sala 2006ê ve ango ji dema ku serokdewlet Calderón bû desthilatdar û vir ve, dîplomasîya meksîkî alîyê Waşîngtonê digire. Ev yek bi xurtî berevajîyê serxwebûna ku Brezîlya beramberî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nîşan dide, ye.
Di kanûna 2009ê de, piştî ji desthilatdarîyê xistina serokdewletê Hondurasê Manuel Zelayayî, Meksî-kayê jî weke Waşîngtonê rewabûna hilbijartinên Porfirio Lobo kir desthi-latdar, pejirand. Brezîlya û Yekîtîya Ewropayê ev hilbijartin ne rewa îlan kir.
Gulana 2010ê, sibetira însîyatîva tirk û brezîlî ya ku alternatîvek pêşniyazî gefên Neteweyên Yekbûyî yên li Îranê dikir –li ser peymaneke bihevguherîna sotemenîya nukleer– Meksîkayê dengê xwe ji bo cezayên nû yên li dijî Tehranê bi kar anî, ango li alîyê pênc endamên daîmî yên Konseya Ewlekarîyê ku Waşîngton serkêşîya wan dike. Mehek paşê, di dema nîqaşên li Konseya Ewlekarîyê yên li ser ji alîyê Îsraîlê ve biserdegirtina fîloya insanî ya ber bi Xezzeyê ve, Meksîkayê destek da biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêşniyaz kirî, ya ku ji ber bûyeran "xemgînî" derdibirî, lê êriş şermezar nedikir. Brezîlya banga şermezarkirina aşkere ya operasyona Îsraîlê dike.
Gelo Meksîkayê dev ji azadîya xweîfadekirinê; ya ku ji 1945ê heta 1982ê rengê siyaseta wê ya derve diyar dikir; û ya ku xwe –li gor birêveberan– disparte serbixwebûna neteweyî, desttênewerdana karê hundir ê dewletan û rêzgirtina ji mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan, berda?
Ka em berê xwe bidinê û bi bîr bînin...
Sala 1954ê, Meksîkaya Adolfo Ruiz Cortines, serokdewletê Guatemalayê Jacobo Arbenz hewand. Arbenz di encama darbeyeke eskerî ya CIAyê organîzekirî de ji desthilatdarîyê hatibû xistin. Warisê Cortines, Adolfo López Mateos (1958-1964) xwe nêzî tevgera bêalîyan kir û çû serdana serokkomarê Misirê Cemal Abdel Nasir û serokwezîrê Hindistanê Jawaharlal Nehrû. Her du jî nûnerên herî darîçav ên tevgera bêalîyan bûn. Sala 1962ê, ji ber ku Waşîngtonê kir ku Kubaya şoreşger li derveyî Rêxistina Dewletên Amerîkî (OAS) bê hiştin, López Mateos li ber DYAyê rabû. Paşê, Luis Echeverria (1970-1976) wê destek bidaya Salvador Allende, derîyê xwe li penaberên ji ber dîktatorîyên eskerî yên Amerîkaya Başûr reviyan, vekira û têkilîyên bi bêalîyan û Kubayê re jî xurt bikirana. José López Portill yê piştî wî hatî, destek da şoreşa sandînîst û gulana 1978ê çû Moskovayê, li wir jî bi Leonîd Brejnev re rûnişt. Brejnev piştî hevdîtinê weha peyivîbû: "li ser mijarên herî girîng em her du welat jî xwedîyên pozîsyon û fikrên wekehev yan jî dişibin hev in. (1)"
Lê belê bîra mirovî dikare yekî bixapîne jî: Ji bilî daxuyanîyên cîran û yên wêdetir provoke dikin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di çarçoveya şerê sar de di mijara herî heyatî ya ewlekarîya împaratorîyê de bi piştgirîya Meksîkayê bawer bû. López Mateos ê ku nêzîkbûna ber bi bê alîyan ve da dest pê kirin, di heman demê de bi Waşîngtonê re jî têkilîyeke dostane datanî: Di nav çar salan de ew şeş caran bi hempîşeyên xwe Dwight D. Eisenhower, John F. Kennedy û Lyndon B. Johnson re rûnişt, ev rekorek e. Wekî din, wî hay ji xwe hebû ku xeta sor a cîranê xwe yê hêzdar derbas neke: Meksîkaya ku tu caran nabe endameke tam a tevgera bêalîyan, qîma xwe bi kursîyeke çavdêrîyê tînê. Çirîya pêşî ya 1962ê, di dema krîza fuzeyên sovyetî yên li Kubayê de, Meksîkayê di civîna OASê de li cem Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cih girt, bicihkirina fuzeyan li ser erdên Kubayê şermezar kir û xwest ev pergal werin ji hev xistin.
Piştî hingê, Meksîkayê wê ambargoya aborî li dijî giravê bi rengekî hişk pêk bianiya û CIA ji trafîka transît ya welatîyên dewletên bakûrê Amerîkayê û şoreşgerên latîno-amerîkî ya di ser balafirgehên meksîkî re diçin Kubayê, bi rêk û pêk agahdar bikiraya. Echeverrîa bixwe jî îstîsna nîne.
Li gor dîroknas Lorenzo Meyer, stratejîya Echeverria ya dijberîya ji derve ve xuya ya bi "cîranê li bakûr" re –weke yên berî xwe– ji bo hikûmeteke "ku nikarîbû pişta xwe bi rewabûna demokrasîyekê rast bike ku di bin desthilatdarîya otorîter a PRIyê de ji heftê salî û vir ve nîne." berîya hertiştî "çavkanîyeke destjênabe ya rewabûnê" ye (2) Ya rastî, peywendîya Echeverria bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re bi tevahî bi rengekî din bû. Em ê paşê fêr bibûna ku CIAyê serokdewlet, di dema desthilatdarîya şeş salan a serokdewletê berî wî Dîaz Ordaz de, kiriye endamê xwe. Di çarçoveya bernameyeke bi navê Litempo de ya ji bo aşkere kirina çalakîyên çepê şoreşger ya li Amerîkaya Latîn, Echeverria ji CIAyê re dixebitî. (3) Di dema şeş salên desthilatdarîya xwe de jî, ew ê biketa "şerê qirêj", ango tepisandineke hovane ya li dijî tevgerên gerîla yên herêmî.
Dîsa jî navbera Meksîka û Waşîngtonê wê di derbareyê mijara Amerîkaya Navîn de nexweş bibûya. Serokdewletê Meksîkayê López Portillo (1976-1982) ji bo pîrozkirina serkeftina Bereya Sandînîst ya Azadîya Neteweyî, 14ê tîrmeha 1979ê çû Managuayê û alîkarîyeke malî ya mezin da dewleta nû. Wî dê petrola meksîkî bi taybetî bi buhayekî erzan bifirota Nîkaraguaya şoreşger. 28ê tebaxa 1981ê, Meksîka û Fransayê daxuyanîyek mohr kir û pê du bereyên şoreşger ên salvadorî (FMLN û FDR) weke "hêzên nûner" ên welêt qebûl kirin.
Lê belê, gava sala 1981ê Ronald Reagan bû serokê DYAyê, Nîkaraguaya sandînîst weha gunehbar dikir: "hevgireke Yekîtîya Sovyetan a ku bi balafiran du saetan ji sînorên me dûr e (4)". Waşîngtonê hingê zext li Meksîkayê kir. Wê jî hêdî hêdî bi anîna ser heman maseyê ya Waşîngton û Managuayê, dev ji fikra xwe ya rewakirina şoreşa sandînîst berda. Portillo wê di vê navê de desteka xwe ya ji bo çareserîyeke pirsgirêkan a di encama hevdîtinan de dewam bikira û vê yekê di nav koma Contadora de bandor li Salvador û Guatemalayê jî kir (5).
Ji hev cihê bûn wê tu carî pêk nehata. Tim di bin zexta Waşîngtonê de, Miguel de La Madrid (1982-1989) wê destûr bida polêsê xwe yê siyasî ku bêyî balê bikîşîne ser xwe, bi CIAyê re hevkarîyê bike û destûr da kartelên meksîkî ku "kontrayên" nîkaraguayî li ser erdên Meksîkayê perwerde bikin û çalakîyên xwe bi bazirganîya narkotîkê fînanse bikin. (6)
Em neçar in bibêjin ku xweserîya meksîkî nisbî ye: Bi awayekî "serxwebûneke di nav girêdanê de" ye. Li gorî Meyer, ev yek xwe dispêre peymaneke nepenî, nenivîsandî, lê belê ferzker ya ku heta bi dawîya şoreşa meksîkî ya sala 1924ê diçe: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê destek bidaya hikûmetên meksîkî û dest têwernedana karên hundir, bi şertê ku ev hikûmet aştî û ewlekarîya li ser sînorê hevpar –ê bêhtirî 3000 kîlometreyan– û îstîqrara siyasî ya nav welêt misoger bikin. (7)
Di navbera salên 1960 û 1982ê de, tercîhên aborî yên serokdewletên demê -siyaseta pîşesazîyê, xurtkirina şîrketên neteweyî (nexasim yên bankeyî) û pêşxistina bazara hundir- destûra vê rehetîya manovrayên dîplomatîk dabû. Ev model di serî de bi xêra kara ji petrolê dikarîbû were fînanse kirin: Ji 1963ê heta 1972ê kolana bîrên nû yên petrolê yên beramberî Tampîko û Kampeş ku di deryayê de kirin, Meksîka bibe yek ji dewletên hêza petrolê (8). Wê ji kanîya deyndarîya navneteweyî jî vedixwar.
Sala 1982ê, dema ku krîza deynan da der, her tişt ser û binî hev bû. Welat bi carekê di bin barê angajmanên xwe de tewiya. Alîkarîya malî ya bakûrê Amerîkayê û ji nû ve bazarkirina deynan bi şertê pêkanîna sererastkirineke tevnî hatin girêdan. Vê yekê serokdewletên nû yên nûlîberal yên ji Partîya Şoreşger a Sazûmanî (PRI) hîç aciz nekir: Pêşî De La Madrid, paşê Carlos Salinas De Gortari. Kêmkirina lihevderneketina bacê, serbestkirina buhayan, taybetkirineke bi lez a şîrketên dewletê û bankeyan... Hewldanên meksîkî bi ketina welêt a nav Peymana Giştî ya li ser Buha û Bazirganîyê (GATT, 1986) hatin tezmîn kirin. Sala 1993ê, mohrkirina NAFTAyê (Peymana Bihevguherîna Serbest a Bakûrê Amerîkayê) di nav sê welatên bakûrê Amerîkayê de bi awayekî nihayî çarenûsa Meksîkayê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve girêda. Mezinbûna welêt wê êdî girêdayî mîqdara bihevguherîna bi cîranê li bakûr û sermayedana bakûr-amerîkî yên di beşa pîşesazîyê û taşeronîyê ve be. (Nivîsa di çarçoveyê de bixwînin).
Ji mehên pêşî yên şeş salên desthilatdarîya Ernesto Zedillo (1994-2000), krîzeke nû ya aborî ev sertewandina Meksîkayê zexmtir kir. Waşîngtonê careke din cîrana xwe ya li başûr bi riya organîzekirina alîkarîyeke lezgîn a mezin ji îflasê xilas kir: Reservên Federal, Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), Bankeya Peredanên Navneteweyî, Bankaya Dinyayê û Bankeya Navamerîkî ya Jêrxaneyê bêhtirî 40 milyar dolaran dan Meksîkayê.
Analîzvanê aborîyê Rogelio Ramirez De La O vê tesbîtê dike, ji hingê ve "ev girêdana malî ya beşên bakûr-amerîkî yên herî muhafezekar, di mijara siyaseta derve de gem li devê hikûmetê xistin. Ji bo ku komên pîşesazîyê û malî yên ku aborîya meksîkî li ser piyan digrin, nekin dijberê xwe, hikûmet her tiştî dikin" (9). Kevnewezîrê karê derve yê hikûmeta Vicente Fox, Jorge Castañeda di van şertan de weha dinirxîne: "ne pêwîst e ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gefan li Meksîkayê bixwe da ku dev ji hin pozîsyonên xwe berde. Lewma ji 1982ê û vir ve, her serê pênc yan jî şeş salan carekê welat dikeve krîzê, tê ber îflasê û para bêhtir jî yên ku me dixin vê rewşê amerîkî ne....(10)".
Sala 2000ê, şkestina PRIyê û hilbijartina karsazekî xirîstîyan demokrat, kevne-midûrê giştî yê Coca Colayê li Meksî-kayê, serokê Partîya Çalakîya Neteweyî Vicente Fox wê bi awayekî nihayî dawî li îradeya qels a bêalîbûnê bianiya.
Fox têkilîyeke dostane bi George W. Bush re danî. Piştî êrişên 11ê Îlona 2001ê, hikûmeta meksîkî hêzên xwe yên ewlekarîyê xistin xizmeta parastina sînorê bi DYAyê re û ew li dij e ku xalên NAFTAyê yên herî zêde zirarê li aborîya Meksîkayê dikin, ji nû ve werin nîqaş kirin –ku çep û neteweperestên PRIyê doza wê dikin. Di nav çend salan de, bankeyên sereke yên taybet ên meksîkî ketin destê biyaniyan: Citygroup, HSBC, Santander û hwd. Di dîroka têkilîyên dualî yên ligel Kubayê de, Meksîkayê yekem car sala 2003ê li Komîsyona Mafê Mirovan a NYyê li dijî Kubayê dengê xwe bi kar anî.
Di berdêla vê de, Meksîka hêvî dike ku di qanûnên DYAyê de reformeke mezin di derbareyê koçberîyê de pêk were ku wê rewşa qaçaxan qanûnî bike û di navbera her du welatan de destûrê bide çûn û hatina serbest a karkerên meksîkî; ev çareserîya pirsgirêka sereke ya aborîya wê ye: Bêkarîya ku girêdayî nebûna siyaseteke neteweyî ya pêşxistina pîşesazîyê ye. Vekişîna ji ber ewlekarîyê ya bi sedema êrişên 11ê îlona 2001ê ev proje bin erd kir.
Mîratgirê vê veguherîna hêdî ya ber bi hevgirtineke tam a bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re Felipe Calderón e.
Wî biryar da ku vê hevgirtinê zexmtir bike. Ji bo ku di şerê wî navê "şerê li dijî bazirganîya narkotîka û sûcdarîya birêxistî" lê kirî –bertîlxurîya li welêt bi cih bûyî û kêmbûna beşên gel herduyan xwedî dikin– de bi ser keve, pêdivîya wî bi piştgirîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heye: Îstixbarat, guhdarîya telefonan, şerê li dijî paqijkirina pereyên qaçax û hwd. Berî çend salan ne mumkin bû ku mirov lê bifikire, belê îroj dengê rewşenbîrên mîna Jorge Castañeda yan jî Hector Aguilar Camin li başûrê Rio Bravoyê bilind dibe da ku doza desttêwerdaneke amerîkî li ser erdên meksîkî bikin ku wê di çarçoveya Planeke Colombia ya dubare (11) de pêk were û berdêla wê ji bo welêt jî wê hinekî din jidestdana serxwebûnê be.
Dîsgotineke navdar dibêje "Meksîkaya reben, çiqasî dûrî Xwedê yî, çiqasî nêzî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yî..."
Jean-François Boyer: Rojnamevan
- Ilya Prizel di Latin America through Soviet eyes [Bi çavên Sovyetan Amerîkaya Latîn] de ji ber girtiye, Cambridge University press, Cambridge, 1990
- Hevpeyvîna bi nivîskar re, 17ê hezîrana 2010ê. PRI: Partîya Şoreşger a Sazûmanî, di navbera 1929ê û 2000ê de desthilatdar bû
- Binihêre li Jefferson Morley: Litempo: The CIA eyes on Tlatelolco [Litempo: CIAyê Çavên Xwe Berdane Tlatelolco], National Security Archive Electronic Briefing Book [Pirtûka Brîfînga Elektronîk a Arşîva Ewlekarîya Neteweyî], hejmar 204, 18ê çirîya pêşî ya 2006ê. Dosyayên CIAyê yên ku hatine aşkere kirin îsbat dikin ku Winston Scottê ji 1956ê heta 1968ê şefê buroya CIAyê ya li Meksîkayê, ev plan çêkiriye
- Nîqaşa 16ê adara 1986ê
- Kolombîya, Meksîka, Panama, Venezuela
- Bixwîne nexasim; Anabel Hernandez, Los Señores del Narco, Meksîko, Grijalbo, 2010
- Binihêre: Lorenzo Meyer Las raíces históricas del nacionalismo petrolero mexicano, Océano, Meksîko, 2009
- Bi her halî, ji bo ku cîrana xwe neqeherîne, Meksîka wê tu carî nebe endama Rêxistina Welatên Petrolfiroş (OPEC)
- Yek ji şêwirmendên sereke yên meksîkî yên şîrketên bakûr-amerîkî li Meksîkoyê bi cih bûye. Di hilbijartinên serokdewletîyê yên 2006ê de, kevneşêwirmendê namzetê
- serokdewletîyê yê çepê (zapatîst ne di nav de) Andres Manuel López Obrador bû. Hevpeyvîna bi nivîskar re, tîrmeha 2010ê
- Hevpeyvîna bi nivîskar re, tîrmeha 2010ê
- Plana Colombia peymaneke dualî ye ku hikûmeta Kolom- bîyayê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re mohr kir. Ew destûrê dide 1000 alîkarên dozgerên eskerî yên ji bakûrê Amerîkayê biçin baregeha herî mezin a welêt. Di pratîkê de, alîkarîya amerîkî di esasê xwe de di şerê li dijî Hêzên Çekdarî yên Şoreşger ên Kolombîyayê (FARC) de bi kêrî xurtkirina artêşa kolombî hat
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

