Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Medya, pêşeroj, mirovahî û kurd

Riza Topal - Reya Astiye 2

Mirovahî tevî rojgerena me ya kevn berbi nava dilê sedsala nûh ve dimeşe. Hevkarî têne tezekirin, berjewendî jihev dikevin, ref diyardibin. Hakimên cîhanê ji nûh ve şekil didin dinyayê.

Di sedsala derbasbûyî de em bûn şahidê têkçûna sîstemên ramyarî û dîktatorî. Di encama valahiya ku derket de, berjewendiyên aborî di jiyana ciwakî û dewletî de wek sîstemên nûh ê ramyariyê derketin holê. Edî li piyasa dîplomasî û siyasetê nirxên bilind ê mirovahiyê hijmarên panoyên borsaya ne, globalîzm wek hespên serxweş li hemû sînoran didin. Sînorên nû bêsînorî ye.

Li gor pêşveçûnan wê motora sedsala me û sedsalên li pêş me qudreta maddî ya netewan be.

Şêniya cîhanê bilez zêdetir dibe, lê çavkaniyên jiyanê yê rojgerena me jî bi heman lezî kêmtir dibin. Dewlemendên cîhanê dewlemendtir, xizan jî xizantir dibin. Însan ji bo ku ji refaha cîhanê zêdetir par bigrin an jî ji bo ku bijîn wê bikevin nav têkoşîneke xedartir. Wiha xuyaye ku wê ev têkoşîn ne nêzî rêbazên dadmendî û edaletê be.

Teoriya Maltûs a kêmkirina nifûsa cîhanê belkî careke din were bîra hin kesan. Kî kare bêjê, piştî ev gengeşiyên li ser çavkaniyên petrol û madenên stratejîk wê pêşeroja mirovahî û rojgerena me di sedsalên pêş de wek kehanetên hin fîlmên fantastîk nebe.

Li aliyekî dewletên xewdî qudreta atomîk yên wek Pakistan û Hindistan ku piraniya nifûsa wan alfabeyê nasnake, li aliyekî din karesata ekolojîk ku hawîrdorê û jiyana xwezayî tehdît dike û di van rojan de li lûtkeyên Danîmarkayê jê re li çareyekî tê gerîn, li aliyê din îtîfaqên pîroz ê wek DYA/Ewrûpa ku ji bo berjewendiyên xwe li Afxanîstan, İraq û deverên din yên cîhanê diselimîne.

Helbet li pişt van hemû weneyan, li piştperda van hemû bûyer, ‘dijminî û dostaniyan’ de qudreta daringî û bidestxistin an jî kontrolkirina çavkaniyên dewlemendî û firsendên jeostratejîk û jeopolîtîk hene.

Hin netew û dewletên ku xwedî jeostratejiya bilind in -ku ev nirx ji alî xwezayê ve ji wan re hatiye bexşkirin-, wê ev awantaja xwe bikarbînin. An jî wê di bin barê van awantajan de bibetilin, wek kurdan... Bûyerên li Kurdistanê careke din pirsa bêbersîv tîne bîra mirov: Di nav ev teşqele û pozberiyên cîhan û mirovahiyê de kurd çiqas hesabên pêşeroja dûr dikin?

Pirsgirêka Kurdistanê wek tariya li ber zayinê di pêvajoya çareserkirinê de ketiya reştariyê. Rewşa kurdan ya sûbjektîf çi dibe bila bibe, herçiqas ew di rewşeke kambax de jî derbasdibin û bedelên giran dabin jî, şevtariya ku li ser welatê wan bariyaye, niha li ber zayinê ye. Çemê reş yê qedera Kurdistanê jî wek mînakên beriya xwe, ber bi dawiya serpêhatiya reş ve diherike.

Dengeyên nûh ê cîhanê, hêzên kurd yên netewî, rewşa welatê wan û ya heremê û îhtîmalên pêşketinên nûh ê sedsala me, ji kurdan re pêşerojeke nûh amade dike. Ger kurd xeletiyên întîxarî nekin, îşaretên vê pêvajoyê ji niha ve diyar bûne. Di demên pêş de li ser rê û rêgezên çareseriyê wê gelek tişt bên axaftin. Helbet alternatifên hemû pêşniyazan wê hebin. Dewletên serdest êdî li gor cîhana nû, li gor nîzama nû nikarin li ser kurdan hukum bajon. Ne dengeyên cîhanê, ne jî hêza kurdan destûr nade vê yekê. Lêbelê ji bo kurd û welatê wan ji forma kolonîbûna klasîk derkevin û nebin koloniyeke nû divê li gor rêbazan bilîzin. Divê neyê jibîrkirin, kurd çiqas bi adab û rêbazan ji bo demokrasiyê bixebitin wê çareseriya bi dilê wan jî ewqas bilez bide pêşiya wan.

Yek ji bingeha tevlîbûna pêvajoya global, medyayeke bibandor e. Li roja me medya êdî rola dîplomasî, nasandin, têkiliyên civakî û bandorên psîkolojîk yanê endezeriya civakî û global dilîze. Medya êdî li gor binavkirinên qirna borî ne ‘’quweta 5’em e’’ belkî di gelek waran de quweta yekem heta ya bê rakîb e jî.

Medya kurd heta niha di bin siya siyaset û siyasiyan de mabû. Ev rewşa ku wek nexweşiyeke zarokatiyê bû, divê êdî ji laşê medya kurd derkeve. Asta rojnamevan û burjûwaziya kurd gihîştiye wê yekê ku êdî ew jî dikarin medyayeke netewî biafirînin û gav bavêjin nav cîhana medya navnetewî.

Herwiha desthilatdarên kurd jî divê êdî dev ji qirika rojnamegeriya kurd berdin da ku medya kurd bikaribe di geşbûna civakî û asta navdewletî de rola xwe bilîze.

Le Monde diplomatique yek ji van şansê kurda ye, ku medya wan bikaribe bibe xelekek ji zincîra global û di projeyên mezintir û serkeftîtir de rêya wan vala bike. Bi hêviya cîhaneke tijî aşîtî, wekhevî û demokrasî, bi hêviya saleke bextewar û tendurist…

Çavkanî: 

Xwînerên hêja! Li ser navê edîtoriya û xebatkarên Le Monde dîplomatique kurdî we silav dikin. Em gelek şanaz in ku vê rojnama navnetewî bi zimanê kurdî digihînin destên we. Herwiha ji bo jiyandin û pêşvebirina Le Monde diplomatique kurdî, em ji we hêviya piştgiriyê û daxwaza abonetiyê dikin.

Mirovahî tevî rojgerena me ya kevn berbi nava dilê sedsala nûh ve dimeşe. Hevkarî têne tezekirin, berjewendî jihev dikevin, ref diyardibin. Hakimên cîhanê ji nûh ve şekil didin dinyayê. Di sedsala derbasbûyî de em bûn şahidê têkçûna sîstemên ramyarî û dîktatorî. Di encama valahiya ku derket de, berjewendiyên aborî di jiyana ciwakî û dewletî de wek sîstemên nûh ê ramyariyê derketin holê.