Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Li rojhilatê giraniya rabirdûyê

Li Ewropaya Rojhilat, partîyên rastgirên radîkal bi qasî ku li dijî nîzama nû ya lîberal ewqas jî li dijî sosyalîzma dewletî ya hema hema berîya wê hatîye, bi gewde dibin û tev digerin. Û ji xwe di vê dîyardeyê de rewşeke ecêb jî tune: hin bispor ji bo hemû civakên di nav nûjenbûneke bilez de hatine girêdan, vê rewşê herweha weke "patolojîyeke asayî" dinirxînin. Balkêşîya vê dîyardeyê bêhtir taybetmendîyên wê yên herêmî ye.

Rastgira radîkal li Rojhilatê, bi rastî jî bi gelek alîyên xwe ji hemdozên xwe yên li Rojavayê vediqete. Ji dema guherîna rejîmê û vir ve, ew di hilbijartinan de gelek caran encamên pir giring bi dest dixe, lê belê ev encam li gorî cih û deman pir zêde bilind an jî nizm dibin (çarçoveya li jêr bixwînin).

Taybetmendîyeke din a girêdayî îdeolojîyê di warê demokratîk de bi awayekî vekirî xeşîm an jî dij-demokratîkîya van tevgeran e: berevajîya hemdozên xwe yên xerbî, bi têgihîştineke qewmî û erdnîgarî ya "nasnameya" neteweyî ya ku berê serdest bû, ew di asteke bilind û xurt de hesreta xwe ya ji bo rejîmên zordar ên berê tînin ziman. Ev netewegirîya hêç li gel vê yekê jî hembêza xwe ji hin guhertoyan re vedike: li alîyekî, rastgirekeke faşîst û otokratîk a ku îlhama xwe ji zordestîyên serdema navbera her du şerên cîhanê distîne, bi taybetî li Rûsya, Romanya û heta berî demeke nêz jî li Bulgaristanê pir zexm bû, û ji "netewegir-komunîstên" li nav kavilên Împeratorîya Sovyetê bi gewde bûn, ne serbixwe ye; li alîyê din, rastgireke zêdetir etnosantrîk û nijadperest ku ew jî alîgira revîzyoneke erdnîgarî ye, bi taybetî li Macaristan û Komara Çek konê xwe vegirtîye û bi cih bûye.

Herçendî li Rûsyayê netewegir ji sedsala XIXan ve xeyal dikin ku xwe bigihînin benderên deryayên germ ên Okyanûsa Hindî, dilbijîna ji nû ve destnîşankirina sînoran ne xusûsîyeteke vî welatî tenê ye. "Komargirên" çekî, bo nimûne, dil dibijin ku welatê wan vegere sînorên xwe yên Çekoslovakyaya berê, ku di navê de tenê şênîyekî "homojen" karibe bibe xwedî mafên welatîbûnê. Li Romanyayê, Partîya Romanyaya Mezin (PRM) doza bi destxistina sînorên dema navbera du şerên cîhanê dike, daku bikaribe Moldavyayê jî tev li nav axa welêt bike. Lê belê dilbijokîyên ji bo feth û vegirtinê herî zêde li Macarîstanê har dibin. Partîya ji bo Dad û Jîyanê (MIÉP) û Tevgera ji bo Macarîstaneke Baştir (Jobbik) her du jî doza revîzyona peymana Trianonê (1) dikin û dixwazin sînorên monarşîya Habsbourgê werin fireh kirin (çarçoveya li jêr bixwînin). Ev partî giş ji remzên tevger û rejîmên faşîst ên salên 1930î sûdê werdigrin û bi kar tînin. Bo nimûne, Xaçên sertîr ên Macarîstanê û Parêzvanên hesinî yên Romanyayê.

Li Polonyayê, fundamentalîzma olî mohra xwe li rastgira radîkal daye. Li destpêka sedsala XXemîn, teorîsyenê "nasyonal-demokrasîyê" Roman Dmowskî, digot tenê katolîk dikarin bibin polonîyên qenc. Bi heman bîrbirinê, Yekîtîya Neteweyî ya Xirîstîyan (ZChN), di salên 1990î de destnîşan dikir ku ji bo parastina berjewendîyên hemû polonîyên "etnîk" ên li Ewropaya Rojhilat belav bûne, divê dogmaya katolîk li welêt weke baregehekê were bi kar anîn. Niha jî Lîga Malbatan a Polonî (LPR) vê rolê dide ser milên xwe. Li gorî berjewendîya xwe bi zindîkirina tevna tevgerên vemirî yên berî xwe (ZChN, Tevgera Jinûvesazkirina Polonyayê [ROP], Platforma Medenî [SO]), wê piştgirîya Radio Maryjayê bi dest xist. Bi milyonan guhdarên vê radyoyê bi rêkûpêk li gotarên kevneşop, dijbîyanî û dijcihû guhdarî dikin.

Hevnegirîya navbera Rojava û Rojhilatê herweha di qada rêxistinî de jî xwe nîşan dide. Ev rêxistinên ku pir caran alîgirên tundrewî û dijwarîyê ne, ji serekî parzemînê ta serê wê yê din, li her derê wê, kêm an jî zêde xwedî heman helwêstê ne. Ew hilbijartinan û siyaseta sazîyî piçûk dibînin, bi hemûyan re meyleke nijadperest heye û mirovê bihêz û xurt ji xwe re dikin pût û senem. Li Polonyayê bi sedan çalakger her carê li bajarekî cuda birêkûpêk li hev kom dibin û dîwaran bi grafîtîyên faşîst û dijcihû dilewitînin. Ciwanên polonî yên heta 2006ê di nav Lîga Malbatan a Polonî (LPR) de bûn, bi şidetkarîya xwe navdar bûn. Li Komara Çek "şanoyeke" radîkal a li gorî kêfa xwe êriş dibe ser romanîyan heye û sirf ji ber vê yekê, dikare xwe bi beşekî ahalîyê bide hezkirin. Li Macarîstanê, di salên 1990î de dihat texmînkirin ku 4 000 endamên tevgera serzelûtan hebûn. Li Rûsyayê, hejmara wan digihîje herî kêm 50 hezar kesan û komên din ên tundrew ên weke endamên Ultra-Ortodoks ên Alexandre Douguine an jî mîlîtanên dijbîyanî yên Tevgera li Dijî Penaberîya Qaçax (MCII), li wan zêde dibin.

Rastgira tundrew li gel vê yekê jî li van welatan nispet bi cîranên wan ên Rojavayê, kêmtir xwedî demûdezgeh e, lê belê mirov dikare bibêje ku ji bo piranîya partîyên siyasî heman rewş mijara gotinê ye. Ji ber hilkişîn û daketinên wan ên mîna devê birekê di hilbijartinan de û ji ber bêîstiqrarîya wan a di berdewamîyê de, rastgirên radîkal ên Rojhilatê nikarin bibin xwedî liv û tevgereke rewan û ev rewş xeta veqetînê ya navbera partîyan û tevgerên rastgira radîkal û her weha ya navbera van ên dawî û rastgira kevineparêz jî şîlo dike. Ev damarê cihêreng ê endamên nû yên Yekîtîya Ewropayê hem bi guherîna rejîmên wan, hem jî bi dîroka xweser a herêmê ve tê ravekirin. Xwedîyên van mîrateyan di qadeke demokratîk de bi awayekî wisa xwe dane ser hev ku, eger em bixwazin diyardeyê bi nimûneyeke berbiçav bi nav bikin, dişibin qaşilên pîvazekê ku divê tew bi tew bên rakirin.

Tewa pêşî ji ber encamên jinişkave yên pêvajoya parçebûna Yekîtîya Komarên Sovyeta Sosyalîst (YKSS) a 1989ê pêk hatîye. Ji vê dîrokê û vir ve bi awayekî xweber pêvajoyek ber bi demokrasî û aborîya bazarê ve dest pê kir û di heman demê de jî, hewldanên mezin ên adaptasyona ku endamên berê yên Pakta Varşovayê tev li Yekîtîya Ewropayî bên kirin, hatin bi lez kirin. Van hejîn û guherînên kokdar û mezin ên bendeke heta hingê nenas, xist navbera dewlemend û xizanan û dengeya navbera pêdivîyên gel û kêmasîya sermayeya liberdest - her weha sermayeya ewlehîyê xira kir, tevna civakê yekcar serûbin kir. Tundrewên rastgir jî ji vê rewş û tevlîhevîyê sûd wergirt û ew kêfnexweşîya civakê ya ji ber guherîna kokdar derket holê, baş bikar anî.

Dû re tewa duyemîn a pîvazê, ku ew jî mîrateya rejîmên berê yên komunîst e, derdikeve pêşîya me: burokrasîyeke sergêjker, çandeke siyasî ya dûrî xweşbînîyê, bijarteyên ji pergala nû re pir biyanî, partîyên ku rehên wan zêde li nav civakê negerîyane, aborîyeke ji berî 50 salan a serdema otorîteya navendî maye. Ev encama dijwar, dibe sedemê mezinbûna hêrseke ku li qadeke sîyasî ya xwedî demûdezgehên qels, bi kêrî rastgirên tundrew tê. Penaberên biyanî yên bê guneh ên li Ewropaya Rojava weke serkanîya gunehan tên dîtin, zêde naçin li Ewropaya Rojhilat û xwe lê nagrin. Ev rola gunehkar a penaberên biyanî ji ber vê yekê li Rojhilatê dikeve ser milê hindikahîyên xwecîhî û welatên hevsînor -ku ev yek di demeke dirêj de dikare têkilîyên navbera dewletan jî xira bike.

Tewa sêyemîn a pîvazê ji yên din jî stûrtir e: ev jî ji nebûna tecrubeya demokratîk pêk tê. Hemû welatên vê herêmê (ji bilî Çekoslovakyayê) ji dema serxwebûna xwe ya neteweyî ve vê êşê dikşînin. Ji ber vê yekê bijarteyên van welatan, berevajîya yên ku piştî 1945ê Almanya û Avustûrya bi rê ve birine, pir zehmetî dîtine, dema ku xwestine bikevin nav kirasên nû yên nûjenîyê pêrgî gelek dijwarîyan bûne –bi rastî jî karûbarekî pir dijwar e ji bo wan, ji ber ku nikarin xwe bispêrin tu kevneşopîyeke demokratîk a berê, bi taybetî jî kevneşopîya pêvajoya di navbera her du şerên mezin ên cîhanê de.

Li Rojhilatê rehên geşedana bilez a rastgira radîkal digihîjin dîrokeke kûrtir: dîroka neteweyên ku vî beşê parzemînê pêk tînin. Bigewdebûna wan, ku di sedsala XIXê de dest pê dike û di pêvajoya sedsala XXê de pir caran dest lê tê werdan, îro hê jî bi temamî bi dawî nehatîye. Berevajîya Ewropaya Rojava, hema bêje hemû welatên ku di dema Hilweşîna Dîwar de gihîştibûn serbixwebûna xwe, heta şerê yekemîn ê cîhanê jî di destê împeratorîyên pirnetewe de bûn -rûs, avusturya-macar, osmanî-. Ji ber nebûna dewleteke şertên wê musaît, li van welatan di sedsala XIXê de hişmendîya neteweyî ya çêkirî xwe dispart têgeheke netewî ya qewmî. Ji ber vê yekê berdewamîya dewletê û ya sînorên wê îro hê jî di xetereyê de ye. Ji sala 1918ê ve bigewdebûna sêgoşe ya van welatan hema bêje qet neguherîye: dewlet–neteweyek, li gel hindikahîyên "biyanî" yên di nav sînorên wê de û li gel şênîya wê ya xwecîhî ya berbelavî derve bûye û kêm an jî zêde dixwaze xwe careke din bigihîne "dayika niştiman". Pêvajoya serdema sosyalîzma sovyetî, enternasyonalîzmeke nepixandî karî van tansîyon û tengezarîyan binixumîne ku ji 1989ê û vir ve jî ultranasyonalîst dikarin xirab bikar bînin û har bikin. (2)

Zexta dij-komunîst a ku ji serhildana 1989ê derket holê, dawîya dawî li welatên Rojhilatê veguherî rehabîlîtasyona têgeha dewlet-neteweyê. Ji ber vê yekê vegotina netewegir û etnosantrîk li vir qet ne dîyardeyeke marjînal e, lê nemaze li nav şertên postkomunîst ên ku cihê piçûktirîn didin civaka sîvîl dingilê sazkar ê jîyana gelemperî û sîyasî ye. Dema reda bijarteyan û hêvîşikestina di warê siyasî de jî bi ser van şertan ve zêde dibin, bi her halî êdî ne pir ecêb e ku civak gav bi gav ber bi rasgirîyê ve xwar bibe.

Çavkanî: 

Michael Minkenberg:
Profesorê Unîversîteya Viadrinayê (Frankfurt an der Oder)

  1. Peymana aştîyê ya Trianonê, ku bi zexta Dewletên Hevpeyman di 4ê Hezîrana 1920î de pêk hat, parçekirina Macaristanê dide ber xwe û wê neçar dike ku Slovakya û Ruthenîyayê bide Çekoslovakyayê, Xirwatistanê bide Yugoslavyayê û Transîlvanyayê jî bide Romanyayê
  2. Binihêrin, Yves Plasseraud: "Jibîrbûna dîroka otonomîya çandî"

Wergera ji fransî: Baran Nebar