Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Li neynikan bifikirin

Rêdî Seîd Toprak: Xanîyên xirbe, li ser tuwalê teknîka tevlîhev, 27 x 43 cm

Şidet kengî rewa dibe? Ev pirs li nivîskar-rojnamevan William T. Vollmann, bisporê başûrêrojava yê Asyayê bû rik. Wî heta ku mimkun bû ew di hevpeyvînên xwe de ji her kesî pirsî. (1) Ev, Vollmann jî mirovekî seyr e. Mirovekî wiha ye ku, gava serekekî Yakuza (tevgereke kriminal a Japonyayê) yê nîvtehdîdkar û nîvdesthilatdar Zenî bi dilfirehî jê dipirse: "Hûn di jîyanê de dixwazin çi bikin"; bi mêranî bersivê dide: "Ez dixwazim mirovekî baş bim. Ez dixwazim qencîyê bikim". Her bi vî awayî, "di şeveke xunavî ku serma wê dev li canê mirovî dike û xeter li vî alî û wî alî weke stirîyên tûj yên liçiyeke lerzok dilewizîn de" ji bo keçikeke di kerxaneyên taylandî de zindankirî rizgar bike, rîskên mezin digire. Tiştekî wiha bi rastî jî hêja ye. Lê, ji alîyekî din ve, pesinandina xweparastinê digel fikrên ewinde qebe yên weke: "Dibe ku laşfiroşên bidilê xwe (...) ji pîşeyê xwe hez nekin; divê ji bo piranîya dergevanan, gelaşavêjan û daktîlonivîsan jî wiha be" tên dîtin, mirov ji xwe re dibêje ku ev zilam belkî hêjayê dîplomayeke birûmetbûnê jî nebe. Ev fikra takeke-sayetîyê ya nezelal xwe dispêre kîjan sîstema nirxan?

Vollmann pirsê ji kirdar an jî ji qurbanê/a zordarîyan dike (ew bi şideta ku mirov li hemberî xwe bixwe bikar tîne eleqedar nabe, weke xwekujî yan tawanbarîyê) di cudabûna wan bixwe de jî. Ev tişt dibe sedema ku ew (kirdar û qurban) ji mirovên ku qedera wan a danûstandinê ya bêhtir weke mirovên ku hertiştî qebûl dikin bên dîtin.

Wê gavê şaş têgihîştin ango bişaşî yek li şûna yê din bi kar anîn an şaş lihevkirin serdestî şirovekirinê dibe. Ku mirov bixwaze heqê kiyarekê bidiyê, çi bi şîdet û çi bê şîdet, gelo em dikarin bibêjin ku mirov vê şîdetê fam dike? "Di derheqê zext û zorê de agahdarbûn û dîtina delîlên wê pir hêsan e, weke ku gelek kesên seredana Phnom Penhê kirine qoqên serîyan li ser refan dîtine û heta ji wan tirsiyane, lê ev nayê maneya ku ew di vê zulm û şidetê gihîştine." Ji bo bikeve navê (psîkolojiya şîdetê), Vollmann jidervebûna biyaniyan (kesên ku hatine serdanê) bi kar tîne. Ev yek destûrê dide ku mirov eynikeke rastiyê biguhere, li her deverê bigerîne û dema nîqaşkirinê bide sekinandin.

Vollmann bi hêzeke mezin Asyaya Başûrê rojhilat bi hemû pirsgirêkên xwe ve rave dike –ya kujerên sondxwarî yan nexwarî, bi totemên xwe yên weke Pol Pot û qralê afyonê yê bîrmanî Khun Sa ve– bi bêşermîya nivîseke ku navbera rastîbêjî û komîk de ye (di derbarê malulên li Kamboçyayê de: "Ku hemî piyên plastîkî dixwazin; ji ber ku yên darînî pir ava zevîyên birincê hiltînin"). Vollmann naxwaze bersivan ji pirsên xwe re bibîne "ji bo mirovekî xwedî mejîyekî fireh, hemû pirs vekirî /bê bersiv dimînin". lê ew dixwaze bigihîje kîjan bersivê?
Lêpirsîna di derbarê şidetê de her wiha di pirtûka hosteyê li xwe mukir hatinê de jî heye ku tê de Douche, serekê îşkencekerê Kimerên Sor dike. Ew portreya cidî û bêhevta, bi rengê belgeyeke dîrokî hatiye nivîsîn; pê re mirovê durist ku dilê wî bi komkujîyan diêşe, wê fêrî pir tiştan jî bibe. Lê belê nivîsa klînîk a rojnamevan Thierry Cruvellier (2), bisporê hiqûqa cezayî ya navneteweyî, li ser nezelalbûna Douche disekine. Nivîskar ku rasyonalîstekî mezin e, li paş camên naşikên dadgeha Phnom Penhê bicîhbûyî û li paş perdeya mêjî ve ku wî ji dinyayê diqetîne, dinivîse.

Li alîyekî din jî, di heman herêma erdnîgarîyê de, siyasetmedar Eric Frécon, analîzeke ciddî çêkir ku ji ber bikarneanîna giranîya zanistî bûye berhemeke sivik li ser rêbirên Îndonezyayê (3) û wiha dibêje: ("Silav li te pîreboko, silav li te darayîyo, silav li we jî gîyanên pîroz û hemî şevgêrîyên şevê"). Gelo çi dibe sedem ku xeyala me ya ewinde rojavayî bi dilê xwe bi nêçîrvanîyên serfirên re tevbigere? "Ne terorîst, ne gerîla, ne mafyayîyên bazirganîya herêmî bixin bin xeterê, ne gernasê herêmî yê bi hêzeke nexwezayî, rêbirê revok ê peravên giravên hindî (...) gemara globalbûnê ya ku di bin pencereyên wî re diherike radike û diavêje". Destûrdayina encameke wiha ber bi dîmenên siyasî ve berfireh dibe, ku balkişandina ser fîgurê bîyanî dikare bi awayekî paradoksî wê bide ji bîr kirin. Gelo, ramanên hinekan li ser jîyana hinên din, di navbera nekûr û kûrahîyê de, birastî berpirsîyarîyan sist nake? Divê em ji Vollmann bipirsin: Ji Odysseysên wiha, gelo mirov baştir vedigerin?

Çavkanî: 

  1. William T. Vollmann, Le Roi de l’opium et autres enquêtes en Asie du Sud-Est (Qralê afyonê û lêkolînên din ên li başûrê rojhilat ê Asyayê), Tristram, Auch, 2011, 400 rûpel, 24 euro
  2. Thierry Cruvellier, Le Maître des aveux (Hosteyê îtirafan), dê di îlona 2011yê de di nav weşanên Gallimardê (Paris) de derkeve
  3. Eric Frécon, Chez les pirates d’Indonésie (Li bal rêbirên Endonezyayî), Fayard, Paris, 2011, 384 rûpel, 20 euro

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr