Li Lîbyayê di şer de kî bi ser ket?
Konseya Neteweyî ya Derbasbûnê (CNT), a ku weke deshilata navendî ya Libyayê tevdigere, ji alîyê gel ve zêde nayê qebûl kirin. Konseya ku ne xwedîya rewatîya rêvebirina tevgera hilweşandina dîktatorîyê ye, ti hêza wê ya çekan jî tine, vê gavê çek hemû di destên mîlîsan de ne. Ji nû ve avakirina dewleteke hiqûqê bi mîlîtarîzasyona civakê, bi çeperên nasnameyên eşîrî û olî û herwiha bi desttêwerdanên hêzên bîyanî re rû bi rû dimîne.
Di 5ê vê mijdarê, erefeya cejna El-Edha (Cejna Qurbanê) de, niştecihên Trablûsê berî her tiştî bi lêgerîna li gor kevneşopîya îslamîyên wê bên qurban kirin ve mijûl in. Kîloyek bi 25 dînarên lîbyayî (nêzî 20 euroyan) e, ango du qatê fiyeta berî şer; ji ber vê yekê gelek malbatan karî ancax sewaleke ji Tirkiyeyê îtxalkirî ya zêde nayê ecibandin bi fiyeteke erzantir peyde bikin. Tevî ku rojane jîyan asayî xuya bike jî, ji ber bûyerên ku bênavber di nav komên çekdar de rû didin, bi şev hertişt pir bilivûtevgertir e.
Van rojên dawîyê, di navbera niştecihên çekdar ên hin taxan û throuwarên (1) bajarê Zîntanê de şerûpevçûnên çekdarî rû didin. Hêjayî gotinê ye ku yekîneyên yên dawîyê, li tenişt yên Mîsrata, û bajarên din ên Rojavayê Lîbyayê (Yefren, Jadû, Rûjban) di "rizgarkirina" paytext de bi roleke dîyarker rabûne. Bi 1200 zilamên xwe yên çekdar li Trablûsê, Zîntanî –ji dema veguhestina yekîneyên Mîsrata li enîyên Benî Welîd (2) û Sîrteyê, û vegera yekîneyên din ên eskerî ber bi bajarên jê hatibûn– hêza eskerî ya herî girîng a paytext e. Zîntanîyên ku piştî sê rojên bi şer û pevçûnê, di meha tebaxê de avêtin ser derûdora balafirgeha navneteweyî ya Trablûsê û qesra herî fireh a Mûemmer Qeddafî û baregeha yekîneyên wî yên ewlekarîyê, ji alîyê Konseya Neteweyî ya Derbasbûnê ve hatin wezîfedar kirin da ku ewlekarîya herêmeke bi qasî 25 km derûdora balafirgehê dide ber xwe, pêk bînin.
Şefê wan, Muxtar el-Exder, kesaye-tîyeke manewî û pêşeng ê serhildana Cebel Nefûsa ye. Ji dawîya meha adarê ve wî di hemû şeran de cih girt. Ew, berî destpêkirina şer, di şirketeke piçûk a erebeyan a ji bo şirketên petrolê, midûr bû û ji bilî dema xizmeta xwe ya eskerî, ti tecrubeya wî ya şervanîyê tinebû. Di salên 1980ê de wî jî weke gelek ciwanên lîbyayî yên ji nifşê xwe li bakurê Çadê di nav yekîneyên eskerî de hatibûn bi cih kirin, wezîfa xwe ya eskerî bi cih anîbû. El-Exder wezîfa xwe ji dilûcan bi cih tîne û bi serbilindî îzah dike ku serokê Konseya Neteweyî ya Derbasbûnê CNTê Mustefa Ebdulcelîl ê ku berî çendekê li Trablûsê li nav taxên zanîngeha berê ya Banga Îslamî ya li herêma wî ya jê berpirsîyar e, bi cih bûye, ev wezîfa ewlekarîya derve ya vê wargehê spartiye wî.
Eger 7ê mijdarê ji bo wî rojeke girîng e, ji ber vekirina yekemîn xeta rêyên hewayî ya bazirganî, ku şirketa Turkish Airlines bû, yekemîn wergira rêwîyan ji bo firîneke ji Stenbolê bû. Bûyerên şeva berê jî ji bo wî têra xwe girîng bûn, ji bo ku bi wan ve mijûl bibe. Gengeşîyeke navbera thouwarên zîntanî û ciwanên taxa Hay el-Endelûs, bi carekê ji kontrolê derket û hêzên her du alîyan bi desteka kamyonet û çekên giran ji bo şerekî mezin hatin pêşberî hev û dawîya dawî ji bo pêşîlêgirtina şerekî dijwar ew bi xwe neçar ma li cem berpirsyarên konseyên eskerî (3) yên taxê dest werde vê rewşê.
Gunehên xwe bi şkestîyan neynin
Bûyerên bi vî rengî ku hin ji wan bûn sedemên mirin û birîndarbûnê (bi taybetî di navbera mîlîsên fermandarê eskerî yê Trabslûsê û cîhadgerê berê Ebdulhekîm Bilhac de), di hefteyên dawîyê de pir zêdetir bûn. Thouwarên Zîntanî êdî dibin sedemê tundbûna nerazîbûnên gelek Trablûsîyên ku wan weke diz û serserîyan dibînin û dixwazin ku ew bajêr terk bikin. El-Exder qebûl dike ku hin ji zilamên wî şaşîyan dikin: "Thouwarên min ne melaîket in. Hin serserîyên ku zêde alkolê vedixwin jî, dibin sedemên hin bûyerên ne xweş ên ku li bajêr zêde bûne". Ew dide zanîn, dike ku wî ferman daye fermandarên di bin emrê xwe de da ku cezayên pêwist bide sûcdaran û eger pêwist be hin ji serkêşên bûyeran ji yekîneyên xwe bavêjin.
Piştî çend saetên din, ew li parka mezin a ku qesr –ji alîyê NATOyê ve bombebarankirî– û konên Qeddafî dorpêç dike, diçe cejneke Rêxistina Lihevhatina Neteweyî, ya ku di dawîya tebaxê de ji alîyê eşrafekî bajêr ve hat ava kirin. (4) Jin û zarokên bi eslê xwe ji Tawurgha, Maşaşiya û Gawalîş a ku bi hilweşîna rejîmê re, neçar man ji bajar û gundên xwe yên ku destek dabûn Qeddafî, reviyan, ji bo çend seatên vehesîn û bêhnvedanê dawetî vê derê hatine kirin. Li derdora sifreyên xwarinên cejna kevneşop, nêrînên endamên rêxistina dilovanî û xêran, ên ji bajarên cihêreng ên peravan û yên thouwaran berevajîyên hev in. Yên pêşî destekê didin fikra ku êdî wext hatiye ku thouwar Trablûsê terk bikin û tevlî artêşa neteweyî bibin. Yên duyem jî difikirin ku thouwar ji bo "pêkanîna ewlekarîya" bajêr pir pêwist in û wisa bawer dikin ku propagandaya li dijî thouwaran ji alîyê Ebdulhekîm Bilhac ve tê meşandin.
Madem ku ew bixwe di şer de bi ser ketine, ti sedemê nabînin ka ew ê çima bikevin bin fermana generalên artêşa neteweyî ku generalên berê yên rejîma Qeddafî, an jî dijberên bîyanî ne. Li gor El-Exder, divê her tişt were guftugo kirin: Rutbe, heqdest, berdêla heşt mehên xizmetê, ji bo kesên ku naxwazin di nav artêşê de eskerîyê bikin kar an jî bûrsên perwerdê. Ew dixwaze bi parêzvanên berjewendîyên zilamên xwe û yên eşîra xwe ya ku ketiye nav pêşbazîya ji bo bidestxistina deshilatê; nav daxwaza zêdekirina tesîra xwe û bidestxistina çavkanîyên (nemaze petrolê) ku îro li welêt sedema dek û dolabên dijberan e.
Wekî din destberdana ji Trablûsê û spartina wê bo Bilhac (ê tê gotin ku hejmara mîlîsên wî ji sê sed kesan ne zêdetir e) ne mijara gotinê ye. Ev mijara dawîyê dibe xala lihevkirinê ji bo hemû vexwendîyan ku li gor wan Bilhac cîhadgerekî bengîyê deshilatîya siyasî ye û ji desteka hundir bi temamî bêpar e. Ew weke "zilamê mohrê" tê bi nav kirin, lewre tê gotin ku ew bêyî ku tevlî şerê li dijî rejîmê bibe, bi mohra xwe ya walîyê eskerî yê Trablûsê, li gel ekîba El-Cezîre hatiye Trablûsê. Ji nêrîna wî ya tûj a Îslamê, ya ku ji bo adet û kevneşopîyên bajêr pir bîyanî ye û ji hîmayekarê wî, Emîrê Qadarê yê ku bi desttêwerdana nav karûbarên navxweyî tê sûcbar kirin, ti kes ne razî ye. Beramberî wî, Ebdulcelîl bixwe bi serwextî, xweşbînî û vîna xwe ya ji bo parastina nasnameya kevneşopî û îslamî raxistiye pêş çavan, li gor nêrîna gelemperî, mirovekî adil e.
Li gel vê yekê jî lihevkirineke neteweyî ji bo demeke nêz xuya nake. Kêm kes serê xwe bi rewş û aqûbeta rûniştivanên gund û bajarên ku ji ber desteka dabûn rejîma niha hilweşiyayî, diêşînin û halêhazir bûne mexdûrên êrişên tolhildanê. Li ser rêyan, li nav bajaran, nêçîra erebeyên bi plakayên Sîrte an jî Benî Welîd, bûye karûbarekî berdewam û birêkûpêk, rêwîyên di wan erebeyan de di kontroleke tund û dijwar re tên derbas kirin û carna tên şelandin û hemû tiştên wan tên desteser kirin. Penaberbûyî li ba hin xizmên xwe yên li taxeke Başûr-Rojhilatê Trablûsê ku niştecihên wê bi piranî ji eşîra Werfella ne û li wê derê her şev li ser dîwarên xanîyan sloganên ji bo dilsozîya Qeddafî tên nivîsandin-, endamekî eşîra Werfella ya Benî Welîd di cotmehê de bûye şahidê talankirina mala xwe ji alîyê thouwarên Mîsrata ve û wiha diaxive: "Em ê ti caran ji bîr nekin. Em ji bo hildana tola xwe li benda fersend û wextê ne". Bêyî liberçavgirtina êş û azarên têkçûyîyan û ne jî wergirtina tedbîrên ji bo parastina wan, pir zehmet e ku mirov bi pêkanîneke dema nêz a "lihevhatina neteweyî" bawerîyê bîne ya ku li ser zarê berpirsîyarên siyasî yên CNT bûye benişt, ku ti hêza wê ya kontrolkirinê li ser yekîneyên thouwar tineye.
Em ji hêla başûr ber bi Zîntanayê ve diçin. Yekemîn bajarê em tê re derbas dibin, El-Ezîziye, keleheke eşîra mezin Werşefane ye. Werşefaneyîyên kêm an jî zêde, bi awayekî aktîf heta nîvê meha tebaxê destek dan rejîma Qeddafî, ji ber vê yekê weke serhildêrên saeta dawîyê tên dîtin. (5) Li Cebel Nefûsa, rê zêde ne dûrî du gundên Riyaynayê ye. Ev her du gund bi awayekî bûne sembola xeta jihevqutbûneke kûr a di dema şerê navxweyî de pêk hatiye: Gundê El-Riyayna El-Şerqiye (Riyayna Rojhilat) pir zû û hê ji destpêkê ve tevlî serhildanê bûye, gundê El-Riyayne El- Xerbiye (Riyayna Rojava) jî heta dawîyê destek daye Qeddafî. Ev gundê dawîyê îro êdî bûye mîna wargeheke xeyaletan -xanîyên şewitandî, derîyên şikandî, dikanên talankirî-, gundê cînar jî tam berevajîyê wî, ji niha ve vegeriyaye jîyana xwe ya asayî. Sloganên serbilindîyê yên zîntanîyan li her derê ne û bi lezûbez tên nivîsandin ji bo ku gelek caran sloganên serbilindîyê yên eşîrên îro êdî şkestî, binixumînin.
Bajarê Zîntan axirî weke bajarekî serdest ê herêmê xuya dike. Ew bûye wargeha biryargeha Konseya Eskerî ya Herêma Rojava, ku ji bo lidarxistina operasyonên li Cebel Nefûsa û amadekirina êrişên li hemberî paytext, bûye xwedî rola sereke. Ji bo nifûseke bi qasî 35 kesî, li bajêr 3 hezar thouwar hene. Bi hejmara thouwaran ev der bajarê herî eskerî yê Lîbyayê ye. Hûn ji El-Exder bipirsin, bi qasî 1 800 thouwarên zîntanîyî hene û li heft wargehên girîng ên petrolî yên herêmê û wekî din li Oubarî, devera ku halêhazir ew bêçekkirina Touaregsê guftugo dikin, hatine bi cih kirin. "Em nikarin li hemberî Mîsratayê bikevin nav pêşbazîyê, ku bi 300 000 niştecihên xwe, 12 hezar thouwarên wê hene, lê belê, karûbarên me yên cihêreng hene. Ji ber vê yekê me dil nekir ku em ji bo desthilatê hevalbendîya zilamên wî bikin û êrişê bibin ser Benî Welîd. Em dixwazin têkilîyên xwe yên baş li gel werfellayîyan biparêzin ku kevneşopîyeke demdirêj a hevalbendî û cîranîya baş me bi wan ve girê dide. Ji bo niştecihên Mîsratayê, berî her tiştî, ya girîng ew bû ku tola bajarê xwe yê dorpêçkirî ji warfallayîyan hilînin; yên ku li himberî wan demeke dirêj e di nav reqabetê de ne. Her çi parastina bîrên petrolê ye, em yên herî baş bûn ji bo misogerkirina vê yekê, lewre em jî xwedî adet û kevneşopîyên bedewî ne û em herêmên çolter heta Oubarîyê baş nas dikin. Niştecihên din ên Trablûsê van herêman nas nakin, li wir wê nekevin nav serpêhatîyan".
Dema mirov van vegotinan dibihîse, bivê nevê dikeve nav fikirîna li ser kevneşopîya cihêkarîya ku dîrokzan Îbn-Xaldûn (1332–1406) di navbera nirxên bedewî (badou) û yên bajarîyan (hedar) de kiriye. Ji ber vê yekê zîntanîn trablûsîyan weke kesên îtaatkar, durû û firsetbaz (6) dibînin û xwe jî weke kesên azad, wêrek û dilsoz tarîf dikin. Her çi trablûsî ne, ew jî rêzê ji wêrekî û dilsozîya wan re digirin, lê belê wisa bawer dikin ku dema aştî vegere welêt, nirx û adetên wan wê li jîyana bajêr neguncin.
Herî hindik bi qasî liherderbûna çekan, mîlîtarîzekirina ferasetan û vegera li nasnameyên kevnare (7) jî çavkanîya zêdebûna şerûpevçûnên çekdarî ne. Berpirsîyarên xwecihî bêguman red dikin ku vê yekê weke pevçûnên eşîrî binirxînin û ew tercîh dikin ku rewşê bêhtir weke bûyerên takekesî bi nav bikin û wan bixin stûyê "stûna pêncemîn" a bi sir an jî "şanên di xew re çûyî yên qeddafîgiran" ên ku dixwazin tovê veqetînê (fitne) bixin nav "gelê libyayî". Vegotina fermî a di slogana "ji eşîrîyê re na, ji herêmgirîyê re na" bi awayê herî kurt hatiye gotin, ev demek e ku li ser gelek afîş û panoyên paytext xuya dikin, di eslê xwe de ji xwezîyeke xwexapandinê ya xeyalan bêhtir ne tiştekî din e. (8)
Parastina sîvîlan, wisa digotin
Li paytext Trablûsê, Bilhacê ku xwe dispêre Qatarê û destekê ji El-Cezîreyê werdigire û zilamên wî yên bi eslê xwe ji Trablûsê, di asta îdeolojîk de hatine perwerde kirin û dîsîplîne kirin, dibe ku hewlê bide xwe li hemberî bedewîyên "bêdîsîplîn" weke alternatîfekê bide pêş û bibe sedemê nerazîbûna bedewîyan û herwiha bigewdebûna pêleke şidetê. Daxwaza tolhildana eşîr û herêmên ji alîyê serhildêran ve têkçûyî û biçûkxistî, ji ber ku destek dabûn rejîma Qeddafî, dibe ku dîsa veguhere şerûpevçûnên gav bi gav dijwartir.
Piştî derbasbûna heşt mehên bi şer û pevçûnan, berpirsyarên rojavayî hê jî napejirînin ku şerekî navxweyî ne dûr e û "parastina gel", ku NATOyê weke sedema rewakirina desttêwerdana xwe ya li Lîbyayê dertîne pêş, hê jî pir dûrî misogerkirinê ye. Serxweşîya serkeftinê ya pêşengên koalîsyonê yên ku êvara têkşikandina Sîrte û mirina Qeddafî weke "serkeftina xwe" pîroz dikin, îşareteke berbiçav e ji bo xemsarîya wan a têkildarî vî "gelê libyayî" ku wan bênavber îdîa dikirin ku ew dixwazin bi bombeyên xwe biparêzin. Bêserûberbûna rewşa ewlekarîyê û zêdebûna pevçûnên çekdarî li Trablûsê, li gel vê yekê dikarin bi carekê bînîn bîra wan ku serkeftineke eskerî di şerekî navxweyî de bi serê xwe ne tiştekî pir bêwate ye û ji bo "parastina şênîyên sîvîl" bi ti awayî ti rewşeke misoger saz nake.
Patrick Haimzadeh:
Dîplomatê berê yê fransî li Trablûsê (2001-2004), nivîskarê berhema Li Dilê Lîbyaya Qeddafî, Jean-Claude Lattès, Paris, 2011.
- Thouwar pirhejmara thaïr, a ku tê wateya "şoreşger" e. Ew hertiha tê wateya endamên yekîneya gundan (katiba) a ku li dijî rejîma Qeddafî şer kir
- Bani Walid peyayekî eşîra Warfala ye. Vê êşîra herî mezin a Trablûsê, bi piranî destek da Qeddafî
- Halêhazir bi awayekî fermî 53 şewirmendên eskerî yên taxan li Trablûsê hene
- Ev weqif ji niha ve xwedî zêdetirî 5 hezar endaman e
- Ji 10 heta 12ê mijdarê, warşafanîyan û milîsên bajarê peravê Zawiye, bi çekên giran şerê hev kirin û di encamê de 17 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn
- Peyva erebî ya hatiye bi kar anîn muhtemelen tê wateya "yê bi kesekî din ve dizeliqe û hildikşe" (moutasalliq)
- Bajarên girîng ên şoreşê ji niha û şûn ve her yek ji wan xwedî rojname û kanalên xwe yên televîzyonê (14 kanal ji bo tevahîya welêt) ne. Herwiha eşîrên mezin jî, her yek ji wan rûpeleke wan a Facebookê heye
- Yek ji armancên sereke ya sûbayên ciwan ên azad ku piştî şoreşa 1969ê ji alîyê Qeddafî ve dihatin bi rê ve birin, jiholêrakirina fermî ya eşîrtîyê bû. Tedbîrên berbiçav ji bo wê yekê hatibûn wergirtin. Ji ber ku pir ne bi tesîr bûn, tenê çend salan berdewam bûn, berî ku Qeddafî ji nû ve eşîran ji bo deshilata xwe bike paldank. Nivîsa bi sernavê "Lîbya, şertûmercên yekîtîya neteweyî" bixwînin, Le Monde diplomatique, îlon 2011
Wergera ji fransî: Baran Nebar


