Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Li Kurdistanê Setrenca Nabuccoyê

Gökhan Aslan: Bajarvaniya Şeftûl,  boyaxa rûnî li ser tûwalê, 100 x 150 cm
Nabucco - Kurdistan

Di 9ê adara 1849ê de li bajarê Îtalya Mîlanoyê operayeke bestekarê navdar Giuseppe Verdi hat pêşkeş kirin. Navê lîstikê "Nabucco" bû. Verdi di vê lîstikê de ku ji Încil û Tewratê sûd wergirtiye, qala şahê navdar ê babîlî Nebukednezzar dikir. Jixwe navê orjînala berhema Verdi ku bi vê navdar bû, "Nabucodonosor" e. Lehêngê dîrokê, avakarê "baxçeyên mêwê" ku berhema sereke ya mirovahîyê ye, cihûyan ji Babîlê derdixe û wan sirgûn dike. Ne tenê ev, herwiha heya Jerusalem, di lîstikê de wekî Yeruşalimê tê bi nav kirin, diçe cihûyan dîl digire.

Nebukadnezzarê zalim ku di çavkanîyên ereban de wekî "Bextûnesir" tê zanîn, Jerusalemê dide ber agir, kevir li ser kevir nahêle. Pîrozgeha nebî Silêman jî para xwe ji agirê babîlîyan digire û dişewite. Nebukadnezzarê ku berî zayînê 500 salan jiyabû, dema vedigere welatê xwe Babîlistanê malbatên cihû yên dewlemend jî li gel xwe dibe. Li gor Ehdê Qedîm, Xweda bi destê babîlîyan şahê îsraîlîyên ku ji rê derketibûn ceza kiriye û ew avêtine nav agirê Nebukadnezzar. Lê belê ew cihûyên diçin Mezopotamyayê tevlî çanda babîlîyan dibin, aborîyê xurt dikin û ne wekî "dîlên şer" jiyana xwe didomînin. Jixwe Babîlistana wê demê wekî navenda pêşketina mirovahîyê tê nas kirin.

Piştî 153 salan, 10-10-2002, li paytextê Awûsturya Wîyanayê operaya "Nabucco" careke din hate pêşkêş kirin. Jixwe roja 10ê Cotmehê ne tesaduf bû, ji ber ku ev roj rojbûna bestekarê binavûdeng Verdi ye. Di salona operaya dîrokî de rêveberên şirketên BOTAŞ (Tirkiye), Bulgargaz (Bulgaristan), Transgaz (Romanya), MOL (Macaristan) û OMV Erdgas (Avûsturya) hebûn. Dotira rojê patronên şirkêtên gazê yên herî mezin ên ewropî piştî temaşekirina lîstika "Nabucco"yê peymaneke dîrokî ya hevkarîyê îmze kirin û navê wê danîn "Nabucco".

Şirketan di 2004ê de gaveke din avêtin û "Nabucco International Company" ava kirin. Projê heya şeva sersala 2006ê bêdeng kar û barên xwe dimeşandin. Ewropî piştî pîrozbahîyen sersalê yên bi coş, serê sibê dema şiyar bûn rastî surprîzekê hatin; Rûsya vanaya(kanî/lûle) xeta gazê ya ku dihat Ewropayê badabû. Ukranya deynê xwe yê gazê ku nêzî 2,5 milyar dolar bû nedabû û cezayê vê jî welatên ewropî yên çara yekê gazê di ser Ukranyayê re werdigirin, dikişand.

Piştî çend rojan, piştî hevdîtinên lezgîn careke din vanayên gazê vebûn. Ewropa ji vê alozîya ku dikaribû parzemînê hemûyê bê enerjî bihêle, filitîbû. Lê belê tirsê dewam dikir. Ewropayê nedixwest ku dest û piyên wê bi welatekî "bêewle" mîna Rûsyayê ve were girêdan û pêdivî bi korîdoreke nû ya enerjîyê hebû. Ji ber vê jî, ewropî careke din dest avêtin Nabuccoyê û lez dan xebatên vê projeya ku dê parzemîna ewropî ji gaza Rusyayê rizgar bikira. (1)

Di sibata 2008ê de şirîkeke şeşemîn a Nabuccoyê çêbû; RWE. Şirketa Alman jî tevlî kompanyayê bû. Êdî qezenca gazê ku dê ji Xezarê û ji Başûrê Kurdistanê bihata, dê li ser şeş şirîkan bihata parve kirin. Piştre kevnewezîrê karûbarên derve yê Almanyayê Joschka Fischer jî bû şêwîrmendê RWEyê. Fischer, Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Tirkîye baş nas dikir û dê li ser mijara ewlekarîya Nabuccoyê mijûl bibûya. (2)

Di demekî kin de Fischer dest bi xebatên lobîyê kir û berê xwe da welatên Asyayê. Dema bû yek ji rêveberên Nabuccoyê ji Handelsblattê, ji rojnameya herî navdar a aborîyê re got; "Ez dê azmûnên xwe yên wezîrtîyê ku min salên dûr û dirêj bi dest xistin, niha ji bo koordînekirina Nabuccoyê bi kar bînim."

Piştî demekê rojnameya almanî Handelsblattê da zanîn ku Fischer bi serketî kar û barên xwe dimeşîne û di hevdîtinên bi Herêma Kurdistana Federal û Azarbeycanê re encamên girîng bi dest dixe. Herwiha reqîbê Fischer jî hevkarê wî yê berê Gerhard Schröder e ku di navbera salên1998-2005an de serokwezîr bû. Schröder jî şêwirmendê projeya Herikîna Bakûr (Nord Stream) e ku di navbera Rûsya û Almanyayê de hatibû imza kirin.

Lê belê ihtimaleke mezin heye ku Rûsya dê di demên pêş de vekirî dijberîya Nabuccoyê bike. Ji ber ku ekîba Putin ku desthilatdarîya welat di destê wan de ye, piştî hilweşandina Sovyetê, hêza Rûs anîn ser hev, welatê xwe careke din kirin "hêzekî super" ya navneteweyî. Ew dê gazê jî ji bo xurtkirinê bi kar bînin. Jixwe di vir de jî faktora Ewropayê dikeve dewrê ku her tim li dijî Rûsyayê di nava bê bawerîyeke kûr de ye.

Li gor Fischer ku yek ji bisporên têkilîyên navnetewî ye û rêveberîya Moskovayê ji nêz ve nas dike, bi pêşketina projeya Nabuccoyê ve girêdayî dê Rûsya zextê li welatên Sovyeta kevin, Ukranya, Azerbaycan û Turkmenistanê bike. Fischerê alman ji bo vê, Ewropayê hişyar dike û dibejê "Ji bo ev proje bi ser keve ku ji bo me tê wateyeke mezin, divê Ewropa xwedî helwesteke xurt be û guh nede gefên Kremlînê. Ne tenê Ewropa, Amerîka jî dizane ku Rusyayê di warê enerjîyê de zend û bendên xwe badane. Ji bo ku Rûsya xwe bide ser hev û careke din diranên xwe nîşan bide, Putin baş dizane ku alava herî giring enerjî ye. Ji ber van hemû sedeman divê xeta başûr a gazê têkeve jiyanê." (3)

Ji ber van hemû sedeman ji bo ku proje bi selametî û lezgînî bimeşe, pêwîstîya ewropîyan bi "erêkirina" hikûmetan hebû. Dem: 13ê Tîrmeha 2009ê. Cih: Enqere. Serokkomarê Gurcistanê Mikheil Saakashvili, Serokwezîrê Romanyayê Emil Boc, Serokwezîrê Avûsturyayê Werner Faymann, Serok-wezîrê Bulgaristanê Sergei Stanishev, Serokwezîrê Macaristanê Gordon Bajnai, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serokwezîrê Iraqê Nuri El-Maliki proje mor kirin. Serokê Komîsyona Yekîtîya Ewropayê Jose Manuel Barroso jî peymanê îmze dike, êdî proje bû operasyoneke girîng ya Ewropayê.

Misogerîya hikûmatan pêwîst bû. Jixwe ev gava ku li Enqereyê hatibû avêtin di projeyê de wekî pêngaveke dîrokî tê bi nav kirin. Mazûvanîya Enqereyê jî, ji alîyê ewropîyan ve bi zanebûn hatibû hilbijartin. Tevahîya dirêjîya xeta lûleyan ji 3300 kilometreyan pêk tê û 2 hezarên wan di erdê Tirkiyê re derbas dibe. Barê giran yê Tirkîyeyê ne tenê ev e. Xeta ku berhema wê di salê de 30 mîlyar metrekub gaz e, dê ji du milan ve bê: Kafkasya û Herêma Federal a Kurdistanê. Dê her du lûleyên gazê li xaka Tirkîyeyê bibin yek û di ser Balkanan re berê xwe bidin Ewropayê. Bi awayekî dî, "dilê Nabuccoyê" dê li coxrafyaya kurdnişîn, ango dê li Kurdistanê be. (4)

Yanî Nabuccoya ku dê bi 8 mîlyar dolaran pêk were û di sala 2015ê de temam bibe, ji gelek alîyan ve girîngîya stratejîk a Kurdistanê zedê dike. Him ji Başûrê Kurdistanê û him jî ji Bakûrê Kurdistanê ve. Lê eger aramîya Kurdistanê tunebe, dê miheqeq lûleyên gazê jî ji şer û pevçûnan ziyanê bibînin. Ji ber vê jî, divê berî her tiştî ji bo korîdora enerjîyê ku dê ji "welatê Nebukadnezzar" dest pê bike, Kurdistaneke ewle were saz kirin. Jixwe ewropî bi taybetî jî şêwirmendê projeyê yê alman Fischer û serkêşê Nabucco yê Avûsturyayê vê yekê baş dizanin. Her du welat jî ne xerîbên pirsgirêka kurdan in û gelek caran (carna vekirî) jî bi awayekî dîplomatîk Tirkîyeyê hişyar dikin.

Heta îhtimal heye; Erdoganê ku hêdî hêdî ji Ewropayê bi dûr dikeve Nabuccoyê jî li dijî Ewropayê wekî "çekekî" bi kar bîne. Jixwe serokwezîrê tirk çend caran sînyalên vê yekê dan. Erdogan biheq e ku xwe giran bike. Lewra beşê herî nazik di Tirkîyeyê re derbas dibe. Xeta ji Gurcistanê tê Erdexan û Qersê û ya ji Îraqê jî tê Şirnex û Mêrdinê. Anku dê di destê hikûmeta tirk de du vanayên Nabuccoyê hebin.

Li gor bisporan nêzîkbûna hikûmeta tirk û Herêma Kurdistana Federal rûyekî din yê vê projeyê ye. Heta tê gotin ku her du alî bi daxwaza ewropî û amerîkîyan tên cem hev û sarbûna di navbera xwe de bi mebesta Nabuccoyê germ dikin. Ji alîyekî din ve jî ev proje di navbera hikûmeta merkezî ya Bexdayê û ya Hewlêrê de dibe sedemê guftûgo û gazindan. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Berhem Salih ragihand ku ewê jî bi rêya Nabucoyê gaza xwe derbasî Ewropayê bikin. Lê belê Wezareta Petrolê ya Iraqê ev yek wekî tevgerek li dijî destûra Îraqê bi nav kir. (5)

Di trafîka Bexda-Hewlêr-Enqereyê de divê rola Washingtonê neyê ji bîr kirin. Ji ber ku rêveberîya Washingtonê dikare roleke sereke di nêzikkirina van her sê paytextan de bileyze. Ji bo wê, sefîrê berê yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Marc Grossman ku salên dûr û direj li Enqereyê bû bang li Washingtonê kir ku ji bo zelalkirina rewşa Naboccoyê zextê li serokwezîrê Iraqê El Malikî bike. Li gorî Grossman, çavkanîyên gazê yên welatê Kafkasyayê têra Naboccoyê nakin û bal kişand ser herêma Federal a Kurdistanê û Îraqê. Grossman ku niha ji bo Cohen Groupê dixebite, ji ber vê jî dest nîşan dike ku divê Washington, girîngîyê bide Naboccoyê. Ew didomîne û wiha dibêje: "Li gorî agahîyên ku rêveberên Naboccoyê didin, mirov dikare rêjeyeke mezin a gazê li herêma kurdan a li bakûrê Îraqê peyda bike. Ev jî dikare bibe bingeha aştîya di navbera tirk û kurdan de." (6) Di vê xalê de divê rewşa çekdarên PKKê jî, ku di herêmê de bi cih bûne, neyê ji bîr kirin. Heya niha rayedarên PKKê bi awayekî fermî di der barê Nabuccoyê de ne bi erênî, ne jî bi neyînî daxuyanîyek nedaye. Lê belê şiroveyên di der barê ewlekarîya Nabuccoyê de tên kirin, balê dikşînin ser PKKê. (7)

Ligel hemû alozî û helwêstên nedîyar, di dawîya sala 2010ê de dest bi bicihkirina lûleyan hat kirin. Di meha cotmehê de xeta 50 kilometreyî ya di navbera sînorê Bulgaristan û Macaristanê temam bû. Lê belê wisa dixuyê dê guzergehên dî, dê ne bi hêsanî temam bibin. Herwiha di hefteya duyemîn a sala nû de Serokê Komîsyona Yekîtîya Ewropayê Jose Manuel Barroso bi serokdewletê Azerbeycanê Aliyev re peymaneke giring a Nabuccoyê mor kir. Bi vê peymanê re piyekî girîng a Nabuccoyê ku wekî "Deryaya Şah-II" tê bi nav kirin, hate diyar kirin. Heyeta YEyê piştî Bakûyê çû Turkmenistanê ku di heman demê de gazê dide Çînê jî. Li gor hin çavkanîyan dîplomatên ewropî ji Turkmenistanê re wiha gotiye: "Em ê ji bo gazê pereyekî baş bidin we." Wisa xuya dibe ku piştî Rûsyayê, dê Çîn jî, ji Nabuccoyê re astengan derxe. (8)

Ji bilî diplomat û siyasetmedaran, endazyarên ewropî jî di bin kar û barekî giran de ne. Endazyarên Nabuccoyê girîngîyê didin van xalan: Ziyanê nedin xwezayê, çiqas ji dest bê bila di çolê re derbas bibe, ji wargehan dûr be û bila bi butçeyeke kêm li ser şirketan bibe mal. Bêguman zor e ku ev hemû pêk werin. Jixwe şefê Nabuccoyê Reinhard Mitschek ku li Wiyanayê rûniştiye, dibêje: "Ji Nabuccoyê re sêhrbazîyeke mezin lazim e." (9)

Aşkere ye ku "cindarîya tund" dê li Kurdistanê were ser dikê. Anku Kurdistan dê bibe qada leyîstina setrenceke mezin. Şer an aştî? Yek ji van dê encama vê leyîstikê diyar bike. Jixwe bihuşta Nebukadnezzar di Qûr´ana pîroz de bi navê "Îrem" derbas dibe û pesnê wê tê kirin. Çavkanîyên îslamî jî dibêjin ku Xweda ev buhişt ji insanan veşartiye. Hegel, feylesofê navdar ê elman, wiha dibêje: "Di dîrokê de her tişt bi kêmanî du caran dubare dibe..."

Çavkanî: 

Perwer Yaş: Rojnamevan

  1. Weşana Koma Zanîstî ya Meclîsa Federal a Alman, Nr: 22/07, 21.06.2006
  2. Rojnameya aborî ya almanî Handelsblatt, 09.09.2010
  3. Malpera înternetê ku 150 welatan û 350 rojnameyan digihîne hev ‘Project Syndicate’, 26.07.2010
  4. Malpera fermî ya Nabuccoyê, "nabucco-pipeline.com"
  5. Aknews, 29.08.2010
  6. Analîza Marc Grossman û bisporê enerjîyê yê Enstituya Washingtonê Simon Henderson, The Dallas Morning News, 21.07.2010
  7. Emre Uslu, rojnameya Taraf, 18.07.2009
  8. Wiener Zeitung, 11.01.2011
  9. Rojnameya aborî ya avusturyayî Profil, 06.11.2010