Li kevîya şer, Kurd asta daxwazên xwe bilind dikin!
Piştî îmzekirina peymana Cezaîrê ya navbera Iraq û Îranê ya di 6ê adara 1975ê, çend hefteyan têrê kiribû ku artêşa baasî a serok Sedam Husên dawî li tevgera neteweyî ya kurd a general Mustafa Barzanî bîne, ya ku êdî ji desteka Tehranê jî bêpar mabû. Barzanîyê ku berî salekê qanûna derbarê muxtarîyetê de li Bexdayê red kiribû, niha bû penaber. Zêdetirî sed û pêncî hezar kurd (ji du mîlyon û pênc sed hezar kurdan, ku ji sedî 25ê nifûsa Iraqê ye) li Îranê bûne penaber. Hinên din, ku hejmara van jî herî hindik bi qasî yên navbihurî bû, li herêmên lîtav û avzêl hatin bi cih kirin û di heman demê de hewldana hikûmetê ya erebkirina bi darê zorê ya Sincar, Xaneqîn û Kerkûkê jî dewam dikir.
Celal Talebanî di dawîya 1975ê de li Şamê bi cih dibe û YNKê ava dike
Ya hê xirabtir, tevgera berxwedanê di nav xwe de parçe dibû. Beşek ji wan dibin hevkarên baasîyan û dikevin nav sazîyên xwecîhî yên nû, ew dilsozên Mele Mustafa Barzanî ne ku difikirin dev ji têkoşînê berdin û beşekî din jî ji muxelîfên di nav Partîya Demokrat a Kurdistanê de pêk tê û destekê didin van muxalîfên ku biryara ji nû ve despêkirina şer dane: Celal Talebanî di dawîya 1975ê de biryarê dide li Şamê bi cih bibe û li vir desteka serok Hafiz El Esad distîne û Yekîtîya Niştimanî Kurdistan (YNK)ê ava dike.
Arşîva bîra Kurdan
Elisabeth Picard, di vê nivîsa xwe ya li ser têkoşîna hêzên kurd yên bi taybetî li Iraqê li dijî rejîma Sedam Huseyin şer dikin û dixwazin wê biguherînin dike û belawelabûna rêxistinên kurd tîne ziman. Ji alîyekî YNK ku di nav têkilîyên hevpeymanan de ye û dixwaze bi rejîma Iraqê re li hev bê, li alîyê din PDK-Iraq ku şerekî dijwar li dijî rejîma Sedam Husên dide lê di nav lêgerîna alîkarîya Îranê de ye ku di heman demê de PDK-Iran bi hêzên Îranê re di nav şer de ye. Hêzên kurd li Iraqê xurt dibin û asta daxwazên xwe bilind dikin, YNK jî, xwe ji hevdîtinan bi paş ve dikişîne, lê dorpêçbarîya kurdan bi vê yekê naqede, faktora Enqereyê dikeve dewrê û her sê welat hewl didin ku hêzên kurdan parçe bikin daku têkoşîna wan bê encam bimîne. Kurd bi têkoşîneke berhemdar li hember vê yekê radiwestin û dev ji berxwedanê bernadin.
Di sala 1978ê de Fakulteya Kurdî ya Bexdayê tê girtin
Tevger hêdî hêdî xwe bi awayekî nepenî bi rêk dixe: "pêşmergeyên" ji bazara Lubnanê çekên sivik ji xwe re tedarîk kirine, ji ber qanûna otonomîyê ya ku pêkanîna wê eger ne xeyalî be jî zêde zehmet e, berê xwe didin çîyayên ku her meh dibe warê xwelêgirtina zêdetir kesên xeyalşikestî: Sala 1978ê, Fakulteya Kurdî ya Bexdayê tê girtin; hikûmeta herêmî ya Hewlêrê ne xwedî erka kontrolkirina çavkanîyên xwe ye; "hilbijartîyên" herêmê li jêr kontrola dijwar a rejîma baasî ne. Li gel vê yekê, heta du salên destpêkê yên şerê Kendavê (cotmeh 1980- havîn 1982), derfetên diravî yên ku rejîma Sedam Husên jê sûd werdigire, rê didinê ku rexneyan nerm bike û hetta, ji nav hin kurdan, ji bo siyaseta xwe ya dagirkerîyê "mişterîyên" alîgir bibîne. Rejîma Sedam di ser de jî, hejmareke mezin a mîlîsên bi çekûrextên modern techîzkirî, dixe bin xizmeta xwe. Ev artêşa ku ji xelkê herêmê hatiye saz kirin, li her gundê Bakurê Iraqê xwe dispêre hevkarên bi meaş yên bi navên Cahş ku weke eşîrekê birêkxistî ne. Û nexasim, reqabeta navbera PDKya ku li hêla bakur li ser sînorê Tirkiyeyê bi cih bûye û YNKê ku bêhtir li rojhilatê Silêmanîyê, li ser sînorê Îranê tevdigere, gelek caran vediguhere şer û pevçûnên bi çekan.
Partîya Komunîst (PCI) a ku têkilîyên wê di 1978ê de bi rejîma Baasê re qut dibin, nafîle hewl dide li gel birayên dijmin ên li du enîyên dijber ên Şamê bicih bûne, lihevhatinekê pêk bîne: Enîya Welatperwer, li derdora YNKê (12 mijdar 1980) û Enîya Neteweyî ya Demokratîk (28 mijdar 1980). Lîbya jî hewl dide nozdeh partî û rêxistinên li herêmên bakurê Iraqê têdikoşiyan, li gor qanûneke Trablusê ya di 6ê sibata 1983yê de mohrkirî, di çarçoveya du têgehên girîng de li hev kom bike: Hilweşandina rejîma zordar a Sedam Husên û bidestxistina xweserîyeke têkûz. Şer û pevçûn dîsa bi dijwarî dewam dikin, mesela yekê gulanê hêzên Talebanî li gelîyê Piştaşan êrişên dijwar dibin ser navendên Partîya Komunîst a Iraqê û Partîya Sosyalîst a Kurd û di encamê de gelek kesan dikujin û birîndar dikin.
Lê belê, ji 1983yê ve, xitimîna dijberan di şerê Kendavê de dibe sedemê dilbijîna ji bo guherîneke kalîtatîf û pênaseke nû ya têkoşîna kurdên Iraqê. Berdêla "Şerê Seddam" bere bere girantir dibe; ew rejîmê neçar dihêle ku dev ji gelek projeyên civakî berde û zexteke dijwartir li gel bike, bi taybetî jî li herêma xweser. Ji ber vê yekê her diçe dijberên rejîmê zêdetir dibin.
Armanc diguherin
Gelek ciwanên kurd - li gor Latîf Casim, wezîrê ragihandinê, di tîrmeha 1984ê de di nav artêşa îraqî de pêncî hezar in, -êdî ji eskerîyê direvin, pir caran tevî çekên xwe, xwe digihînin sînorê Îranê, li vir dikevin nav refên pêşmergeyên Juwd (Enîya Neteweyî ya Demokratîk). Juwd a ku ji alîyê du kurên Mustafa Barzanî -di sibata 1979ê de li Dewletên Yekbûyî wefat kir- ve tê bi rê ve birin, destekê ji Tehranê distîne. Hêjayî gotinê ye ku hêzên artêşa Îranê di tîrmeh û cotmeha 1983yê de du caran êriş birin ser xaka Iraqê. Mesûd Barzanî li gelîyê Şûman ku li vê derê fermandarîya sê hezar şervanan dike, RPG û çend çekên wî yên DCA hene. Zilamên wî bi şev dikevin bajaran û êrişan dibin ser artêşa gel, avahîyên hikûmetê û avahîyên servîsên saloxdarîyê. Di adara vê salê de, ew li gel yekîneyên Partîya Komunîst a Iraqê tên heta Hewlêrê û gelek kesan weke rehîne bi xwe re dibin.
Tundbûna têkoşînê revîzyona armancên şervanên kurd jî bi xwe re tîne. Pêşmergeyên ku ji 1978ê ve bi PCIyê re hevalbendîyê dikin, niha bi muxelîfên şiî yên başûrê Iraqê yên ku reveberên wê li Îranê bûne penaber re, bi Al Da’wa bi taybetî û bi Îmam Bakr Hakim ê Qûmê re di nav danûstandinan de ne. Berpirsiyarên Juwd, bi taybetî jî yên PDK, PSK û PCIyê sloganên serxwebûnxwaz û yên têkildarî yekparebûna neteweya kurd a ku belavî pênc dewletan bûye, (Îran, Iraq, YRSS, Tirkiye û Suriye), ji bo demekê be jî bi kar naynin, pêşekîyê bêhtir didin hilweşandina rejîma Sedam Husên û sazkirina rejîmeke demokratîk li Iraqê û di heman demê de jî, weke ku Mesûd Barzanî di 14ê cotmeha 1984ê de diyar dike, bi çavdêrîyeke nepenî, bala xwe didin ser projeyên "xweserîya îslamî" yên ji alîyê Konseya Bilind a Tevgera Şiî ve hatine amade kirin. Neteweya kurd a ku ji neçarî dikeve vê rewşa paradoksal, lê bi awayekî taktîkî têgihîştbar, vediqete ser du tevgerên otonomîst, ku her du jî weke Partîya Demokrat a Kurdistan tên bi nav kirin û her yek jê li dijî hikûmeta navendî ya welatê xwe têdikoşe, ango yek jê li dijî Îranê li tenişt û bi desteka Iraqê, ya din jî li dijî Iraqê li tenişt û bi desteka Îranê. Ji ber vê yekê Îdrîs Barzanî li kevîya Tehranê li Kerecê bi cih bû û bi sedan pêşmergeyan bi hevkarîya artêşa Îranê operasyon li dar xistin.
Mesûd Barzanî mesafeyê dixe navbera xwe û îmam Xumeynî
Ev taktîk ne bi tenê zirarê dide îmaja PDK ya ku êrişên wê dikarin ji alîyê gel ve bi yên Îrana dijmin re bên tevlîhev kirin, herwiha ew, felaketa berê ya dema şerê 1974-75ê a ku hingê neteweperwerên kurd ên Iraqê xwe spartibûn hevalbendîya Şah, tîne bîra mirov. Haydarbûyî ji vê pirsgirêkê, Mesûd Barzanî li herêmên ku gelek alîkarî pêşkêşî wî tê kirin, yên weke Behdînan û herêma bakur a ser sînorê Tirkiyê, çalakîyên çekdarî yên PDKê zêde kirin; ew mesafeyê dixe navbera xwe û îmam Xumeynî û rêveberîya partîyê vediguhezîne Şamê û li gel Qedafîyê ku soza alîkarîya cebilxaneyî didê, di 1985ê de têkilîyan girêdide.
Di "şerê axayan" yê ku tevgera kurd a Iraqê ji hev perçe dike, Talebanî tercîh dike ku ji 1982yê û şûn ve li tenişt PDKya Îranê ya Qasimlo li dijî artêşa Îranê û rejîma Xumeynî şer bike. Sedam Husênê ku bi derbeyên artêşa dijmin û yên muxalîfên hundir dişewişe, di payîza 1983yê de zêdetir tawîzan dide û tenê YNK di 10ê kanûnê de bersiveke erênî dide pêşniyarên wî. Gelek gotegotên bi nakok derbarê muzakereyan bi qasî sêzde mehan dewam kirin, belav bûn û di encamê de YNK di 15ê çileya 1985ê de xwe ji hevdîtinan vedikşîne û biryara şer dide. Ji şeş pêşniyarên YNKê, dudu jê ne mumkin bû ji alîyê rejîma Bexdayê ve bên qebûl kirin: Yek ji pêşniyaran ew bû ku erka birêvebirina hêzên çekdar ên Kurdistanê radestî hikûmeta herêmî bihata kirin ku navenda vê hêzê wê ji çil hezar zilamên Talebanî pêk bihatana û di heman demê de sazîya cehşîyê jî wê hatibûya ji hev xistin; pêşniyara din jî ew bû ku Kerkûk û rezervên wê yên petrolê tevlî nav herêma xweser bihatana kirin û bi wî awayî hatina aborî ya petrola vê wîlayetê wê biketa xezîneya hikûmeta herêma kurd. Lê belê li Iraqê gelo kîjan desthilatê wê qebûl bikira ku van her du mifteyên sereke yên serxwebûnê, radestî Kurdistanê bike?
Partîyên muxalîf ên kurd, ên demokrat û şiî pêşniyarên efûyê yên Sedam Husên red dikin
Dema ku muzakere pêk dihatin, nerazîbûnên gel li bakurê welêt heta keleha Talebanîyan herêma Silêmanîyê jî, berdewam bûn. Bi rasthatina Newroza (cejna biharê) 1984ê û bîranîna komkujîya xwendekarên ku di nîsana 1974ê de ji alîyê rejîmê ve li Qela Dizê hatibûn qetil kirin, gundîyan meşek li dar xist, merşên neteweyî gotin û bi ser hêzên hukûmetê de nalet barandin. Tengezarî di tîrmehê de zêdetir bû, gava ku Bexdayê ji nîşka ve li ser xwendekarên herêma xweser ji bo mehên havînê çûna eskerîyê ferz kir. Fakultaya Hunerên Bedew dest bi grevê kir û roja din, tevahîya zanîngeha Silêmanîye û hetta, xwendekarên Musilê jî beşdarî grevê bûn. Di dema pevçûnên bi polîsan re, bi dehan kes hatin kuştin an jî birîndar bûn û pêşmergeyan jî xwendekar parastin. Pêvajoya wê havînê, artêşa gel tevî desteka heşt hezar cahşan, şikesteke mezin xwar li hemberî berxwedana deh hezar zilamên PDKê û hevalbêndên wê yên Juwd û bi hezaran endamên YNK yên li dijî muzakereyên bi Bexdayê re.
Dewleta Îraqê di demeke nêzîk de wê neçar bimîne ku li ser pergala xweser a ji Kurdistanê re hatiye nasîn, careke din bifikire
Li mehên pêşî yên sala 1985ê, têkoşîna kurdan li dijî rejîma Iraqê li tevahîya herêmê, ji Zaxoyê bigire heta bi Silêmanîyê û heta bigihe Kerkûkê, berbelav bû. Partîyên muxelîf ên kurd, ên demokrat û şiî di 13ê sibatê de pêşniyarên nû yên efûyê yên Sedam Husên red kirin û careke din daxwaza xwe ya guherandina rejîmê anîn ziman. Herçendî, bi desteka navneteweyî, rejîma baasê, bêyî ku serî li ber daxwazên îmam Xumeynî bitewîne, karî dawî li şer bîne jî, niha li hundir belayeke din li hêvîya wê bû: muxalefeta ku her diçû mezin dibû û daxwazên wê radîkaltir dibûn, bi têkoşîna xwe jî berê xwe heta Bexdayê fireh dikir. Derîyê derve yê şerê Kendavê kîjan be bila bibe, dewleta îraq di demeke nêz de wê neçar bimîne ku li ser pergala xweser a ji Kurdistanê re hatiye nasîn, careke din bifikire.
Di asta herêmî de, dîsa jî, têkoşîna kurdên Iraqê dikare rastî xetereke din were: xetera dijberîya têra xwe dijwar a rejîma Enqerê ya li himberî tevgera wan a neteweyî. Di gulana 1983yê de nêzîkî bîst hezar eskerên tirk sînor derbas kirin û bi dehan kîlometre bi kûrahî li nav axa Iraqê, bi desteka helîkopteran, derketin nêçîra şervanên PKKê û PDKê. 17ê cotmeha 1984ê eşkere kir ku wê li gel Bexdayê îmze daniye ser peymana "tevgera koordîne" li deverên ser sînor, ku vê lihevhatinê li dijî mîlîtanên neteweyî yên kurd destûr dida artêşa tirk ku bikeve herêmê û dest tê werde. Gelo ev tê çi wateyê? Ev tenê tê wateya dewrkirina hêzê ji alîyê baasîstan ve ku bi Îranê re di nav şerê Kendavê de ye? An jî dibe venasîna Tirkiyeyê ku weke jandarmayê herêmê daxwazên xwe yên li ser Musilê ji bîr nekirine? Gava mirov dinêre ka rejîma tirk li ser erdê nav sînorê xwe çawa nêzîkî neteweparêzên kurd dibe, hingê mirov tê derdixe ku li pêşîya kurdên Iraqê hê salên dûrûdirêj ên têkoşîneke bi êş hene.
* Lêkolînera Weqfa Neteweyî ya Zanistên Siyasî. Nivîskara gotarê Elisabeth Picard, polîtîkzaneke fransî ye û bisporîya wê li ser têkilîyên Rojhilata Navîn bi taybetî welatên ereban e. Bi salan li Rojhilata Navîn jîyaye û birêveberîya rêxistinên mîna IREMAM, CERMOC (Navenda Xwendin û Lêkolînên Hemdem ya Rojhilata Navîn) kiriye û li Beyrûd û Parîsê di zanîngehan de xebitiye. Di vê derbarê de gelek pirtûkên wê hene; yek ji wan bi navê Pirsa Kurd ya Komplex e ku bi hin kesên din re derxistiye.
Wergera ji fransî: Baran Nebar


