Li gorî elîtan şerrê çînan
Almanyaya derdar vê pêlê pê mijûl e ku îmaja neteweya ku di warê aborî de dewlemend e, xurt bike. Belê, aliyê veşartî yê dewlemendî û refaha wê ji aliyê cîranên wê ve baş nayê zanîn. Bi taybetî jî li Fransayê, welatê ku anket û lêkolîn gellek caran fikra “taybetmendiyeke” neteweyî piştrast dikin: di nava welatên pêşketî de, ya ku têkiliyên nava kar lê herî zêde dijminane ne, Fransa ye. Bêguman di dema nêz a bihurî de, xwekuştinên karmend û karkiran, yên li pey hev, bi taybetî yên şîrketa France Télécomê (1), hebûna dunyayeke bi rastî jî bi nexweşiyê ketî, piştrast dike (2). Dîsa jî Fransa ne “îstîsna” ye: Li gorî rojnamevan Günter Wallraff (3), neewlebûna kar, xirabbûna şert û mercên kar û muameleya xirab a bi karkir û karmendan re hemû “stratejiyeke rastî ya şerrê çînan a ku bi destê elîtan tê birêvebirin” pêk tînin.
Wallraff ê ku bi rêbazên xwe yên lêkolînê ve navdar e, heyşt lêkolîn weşadin ku li seranserê Almanyayê hatine meşandin. Pirraniya caran, wî xwe xistiye kirasê endamekî komên civakî ku mijara lêkolîna wî bûn û bi xwe rasîzma rojane ya asta jor a ji aliyê hemwelatiyên xwe ve ceribandiye. Wî herweha rewşa mirovên ku xaniyekî wan yê diyar nîne û di marjînalîteyeke weha de ne ku ji aliyê birêvebiriyê ve ecêb tê kontrolkirin, cerribandiye û dîtiye bê ka çawa tên redkirin û li rastî gellek hevrêyên xwe yên bextreş hatiye ku demekê gellek ji wan karmend an jî karkir bûn û bûbûn mexdûrê qezayeke kar. Wî şahidiyên li ser mêhtina keda karkirên di nanpêjekî îndustriyel de, di xwaringehên dewlemendan de û di kafeyên Starbucks de kom kirine. Di navendeke bersivdayîna telefonan de kar dibîne, “çanda birêvebiriya şîrketan a mafyawarî” rave dike ku xwe bi “xelekeke dek û dolaban[…] ku veguheriye çaleke bê binî” xwedî dikin. Herweha karmendên Deutsche Bahn’ê yên ku li dijî taybetkirina rêyên hesinî yên alman rabûbûn, bi çi tacîz û zextan re rûbirû mane, Wallraff behsa wan dike. “Parêzerên terorê” dide axaftin, yên ku di “jikarderxistina ku nabe bibe” de pispor in û ji tacîza ku li gorî wan baş li stratejiyên “qanûnî” hatiye anîn û ji jikarderxistina neqanûnî jî gellekî hez dikin. Berevajî “mûcîzeya aborî” ya alman, panoramayeke fikaran bi mirovan re çêdike…
Dibe ku ev tablo ne îstîsnayek be ku qaîdeyê bipeyitîne, lê belê dibe ku qaîdeyek be ku li ser rêya normalbûnê be. Qaîdeya rejîmeke seferberiya karkiran e ku li ser keviya qanûnîbûnê – yan jî neqanûnîbûnê – ye û tê de qanûna yê herî xurt neewlebûna yê herî lawaz bi sazî dike. Alav, tevn û prosedurên ku bi kêrî wê tên ku ji nû ve reng bide mafên civakî û siyasetê û li gorî kategoriyên exlaqî û “dilpêvebûnê”, wan ji nû ve şîrove bike: şaş, bi xêr û ber, ceza, xelat. Sébastien Chauvin lêkolîneke etnografîk a hêja li ser ajansên karê rojane yên li Chicagoyê pêk aniye (4). Ya rastî, yek ji encamên vê lêkolînê û encama ku me li jorê behs kir heman tişt in. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi destê van ajansan normalkirina neqanûnîbûna karkirên rewşa wan neqanûnî û cihêkariya li dijî afro-amerîkiyan, armanca wê ew e ku şêwazeke “sîgorteya neqanûnîbûnê” bide şîrketên ku mişteriyên van ajansan e; û di heman demê de hêzeke kar a ji mirovên kêmî-welatiyan pêk tê, ji bo van şîrketan bi awayekî biîstîqrar ewle bike. Mirovên kêmî-welatiyan bêguman li gorî rewşê dikarin xwe eyar bikin, lê belê di statuyeke weha de ne ku li ser hîmê bêkariyê hatiye danîn û nikarin xwe tev jî bidin. Ev statu ji bilî derfeteke neewle ya ketina bazara kar a karkirên nekalîfiye, tiştekî din nade. Ev derfet jî bi şertên delîlên baş ên sebrê, heqkirinê û niyeta baş ve girêdayî ye.
- Binêre li malpera Observatoire du stress a li ser France Télécomê (www.observatoiredustressft.org) û pirtûka dawî ku karmendekî şîrketê jî di nava nivîs- karên wê de ye: Marin Ledun û Brigitte Font Le Bret, Pendant qu’ils comptent les morts. Entretien entre un ancien salarié de France Télécom et une médecin psychia- tre (Dema wan mirî dijimartin. Hevdîtina di navbera karmendekî berê yê France Télé- comê û doktorekî Psîkyatriyê de), weşanên La Tengo, Parîs, 2010, 15 €
- Bixwîne; Yves Clot, Le Travail à cœur. Pour en finir avec les risques psycho- sociaux (Karê bi dilê xwe. Ji bo dawîanîna li rîskên psîko-sosyal), La Découverte, Parîs, 2010, 14.50 €
- Günter Wallraff, Parmi les perdants du meilleur des mondes (di nava yên herî baş têk diçin yên dunyayê de), La Découverte, Parîs, 2010, 19 €
- Sébastien Chauvin, Les Agences de la précarité. Journaliers à Chicago (Ajansên xizaniyê. Li Chicagoyê karkirên bi yewmiye), Seuil, Parîs, 2010
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê


