Li Ewropayê, lîstika sê malbatan
Hemin rasta tundrew êdî ya berê nîne. Kulta şovenîst a "zilamê xurt"? Bêguman wê rojekê jinek bibe seroka Bereya Neteweyî (FN), rast e ku ew keça damezrênerê wê ye jî... Papa Benedict ê XVI. dêr û tundrewên dînî li hev tîne? Sazîyên ku demeke dirêj xwe dispartin exlaqê xrîstîyanîyê mafên homoseksuelan diparêzin û li ser serê wan birêvebirên ku xwe weke nêremo nîşan didin, hene... Çi bi rêbiwarîya li gorî rêûresmê ya li beramberî dij-semîtîzmê û înkarkerîyê hat? Piranîya tevgerên rasta tundrew êdî destekeke hemin didin hikûmeta heyî ya Îsraîlê, pêşengîya Rojavayê.
Sedema wê jî dîyar e: aşkerekirina "dagirkerîya misilman" vediguhere çîmentoya sereke ya yekkirina sazîyên ku wekî din li ser mijarên globalbûn, dewlet-netewe, Ewropa, proteksîyonîzm (nota wergêr: sîyaseta parastina bazirganîyê), Welfare State (nota wergêr: dewleta civakî), xizmetên gelemperîyê, têkilîyên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ... li hev nakin. Ji hingê ve gelo em dikarin behsa "rasta tundrew a nû ya ewropî" bikin? Çavdêrên herî baş –çawa ku dibêjin, cezwît jî dikin– bi pirsekê bersivê didin: gelo her yek bi şertên xwe ne xefkek in?
Gelo ev bizav "nû" ne? Profesorê zanista siyasetê li Zanîngeha Bolonyayê Piero Ignazi (1) bawerîyê dide û dibêje "Ji bilî Partîya (holandî) ji bo Azadîyê (PVV) ya Geert Wilders, yên din hemû pêkhatinên kevin ên rasta tundrew in. Tevgera siyasî ya wan partîyan ku hewl didin bi rêzdarbûyînê bikevin nav pergalê, li rêûresma nûfaşîst dikeve ku ya wan bixwe ye. (2)" Orjînalîteya bi rastî ji paradîgmayên serdemê tê: jiholêrabûna dijminê komunîst, yê ku ji 11ê îlonê ve dijminê îslamî –heta bi serê xwe misilman– ketîye şûna wî.
Weke vegereke ber bi filozofê alman Oswald Spengler ve, ku pirtûka wî Jihevketina Rojavayê (3) salên 1918ê û 1922ê hate weşandin, çekên entelektuel dide dest şagirtên dîktator ên li dijî Komara Weimar. Bi tenê hêza rêjeya dengan a van mîratgirên ji dûr ve yên hêzên tarî ber bi rasta qada sîyasî ya ewropî ve dişemite, tu hêza din a alternatîf ji krîza hegemonîya kapîtalîzma fînansê sûdê wernagire.
Heta bi binavkirina "rasta tundrew" jî lêkolînerê Înstîtûta Têkilîyên Navneteweyî û Stratejîk (IRIS) sîyasetnasê Jean-Yves Camus (4) aciz dike. Ew tercîh dike van pêkhatinan weha bi nav bike "tundrew, dijminê bîyanîyan û gelperest". Gelo ev rengdêra dawîyê bi her fersendê bi kar neyînin? Camus weha dewam dike "Ez jî pê xweş nînim, bi tenê heke em wê weke meyla li şûna demokrasîya bi nûnerîyê, bicihkirina demokrasîya yekser tarîf bikin, ‘hîsa rast a gel wê timî li hemberî elîtên hemin jirêderketî mafdar be". Li hemberî vê, Eric Woerthê dîyar ê ku qanûna teqawitbûnê reforme kir, ji xwe razî dibêje "rojek wê bê ku hûn ê malavahîya me bikin (5)": gelo %70yê fransîyan yên li ber vê reformê rabûn tev de wê ehmeq bin? Sîyazetnasê Camus digihîje vê encamê "Elîtperestî û gelperestî birayên hev ên cêwî ne".
Camus van birêveberên bi carekê mirov nizane ji ku peyda bûn, li ber "UFO"yan digire: Wilhelmus Simon Petrus Fortuijn ê holandî, kevnesosyalîst û homoseksuelê li xwe aşkerekirî û veguherî dijminê îslamê –wî xwe dispart tepisandina hemin rastîn a nêremoyên li Rojhilata Nêzîk û herweha weke yên din binpêkirina mafên jinan-, 6ê gulana 2002ê hat kuştin, ango sêzdeh rojan berîya ku lîsteya wî dengekî zêde (% 17) bistîne; Christoph Blocher ê swîsrî û partîya wî Yekîtîya Demokratîk a Navendê (UDC), partîya kevin a cotkarîyê, bi rengê tundrewbûyî sala 2009ê %29ê dengan bi dest xist; partîya ecêb û xerîb a Fînlandîyên bi Rastî, ecêbeke mutasyonê ya anti-establishment (nota wergêr: dijbera prensîpên li gor rêûresmên serdest yên civakê) û dijberî koçberan a pêkhatineke kevin e ku serokê wê Tîmo Soini niha li Parlemana Ewropayê canbazîya peyvan dike...
Gelo ji bo tarîfkirina rasta radîkal a parzemîna pîr (Ewropa), bikaranîna yekhejmar yan jî pirhejmar baştir e? Ignazi û Camus her du jî behsa "tevgereke têkilhev" dikin, ya ku li gor partî, taybetmendîyên dewletan, rêûresmên wan û qada wan a sîyasî, xetên wê diguherin. Ji hingê ve, binavkirina neteweperestîya rast a tundrew weke "ewropî" wê nakokane be, lewma ew li dijî avahîya Robert Schuman û Jean Monnet berîya şêst salan dest pê kirî, timî pir alerjîk bûn.
Bi vê tabloya xwendinê ya weke xercerê, rojnamevan-lêkolîner dikare ya jê re pêwîst ji Rojhilat heta Rojavayê bixwîne û kom bike, da ku tîpolojîyeke ewropî, pragmatîk bi ser hev de bîne, û dema vê dike, sê hêmanên mezin ên wê pêk tînin ji hev derdixe:
•
Komên nûfaşîst ên marjînal ên ku zehmetîyê dikişînin xwe ji nostaljîya rîyên reş yan jî qehweyî qut bikin û heta ji yekîneyên SSyê yên ku bavkalên wan di nav wan de şerê "bolşevîzma cihû" kiribû jî. Yên herî tîpîk soza "tunekirineke bîyolojîk" didin: republikaner ên alman, Phalange ya spanî, Tevgera Civakî ya Îtalî Agirê Sêreng (MSIFT) yan jî Hişyarkirina Gel a Ortodoks (çawa ku % 98ê yewnanan jî ortodoks in) û hwd;
•
Partîyên dijpergalê yên ku ji salên 1990ê û vir ve her yekî bi awayê xwe hewl dide siyaseta lidervehiştinê ya ku pê rasta jê re komarxwaz tê gotin wan tecrîd dike, bişkînin da ku cihekî girîng ji xwe re peyda bikin, bi ser kevin;
•
Herî dawîyê, li ser vî erdê "ji mirovên hêjayî rêzdarîyê xalî" derketina holê – sîyaseta di cewherê wê de tirsnakîya valahîyê heye – ya UFOyên li jor behsa wan hate kirin.
Bandora pêkhatinên hêmana pêkhêner a pêşî sînordar bimîne jî (di navbera %0.1 û %7ê de diguhere), partîyên ku bêhtir dikevin nav her du hêmanên pêkhêner ên din, di hilbijartinên ewropî yên 2009ê de yan jî di hilbijartinên din ên berîya demeke kurt de li yanzdeh welatan bi giştî bêhtirî %10ê dengan bi dest xistin: Awûstûrya (%12.7), Belçîka (%10.9), Bulgarîstan (% 12), Danîmarka (%14.8), Fransa (%10), Macarîstan (%16.7), Îtalya (%10.2), Lîtwanya (%12.2), Norwêc (%22.9), Holanda (%17) û Swîsre (%29). Ev lîste pêkhatineke din a mezin li derve dihêle – sedem ev e: Hevgirtina Neteweyî ya Îtalî yekane partî ye ku bi rengekî tundrew navika xwe birî (li jêr li gotara Laurent Bonelli û Raffaele Laudani binihêre).
Ji bo Ignazi "pîvana sereke ew e mirov pê zanibe ka gelo partî dixwaze li derveyî pergalê bimîne – bi hêvîya ku wê birûxîne – yan jî gelo ew dixwaze kursîyan bi dest bixe da ku wê ji hundir ve biguherîne". Bi şertê ku karibin ango heke "rasta nerm wan li derve nehêle". Profesor bi bîr dixe çawa Kombûna Ji bo Komarê (RPR) û Yekîtîya ji bo Demokrasîya Fransî (UDF) di dawîyê de, hemin ne bê êş û jan – ji bilî çend îstîsnayên dengdayî (6) - dev ji hevgirtina bi FNyê re berda. Li gorî Ignazi "tundrewbûn para bêhtir bi tenê nerazîbûneke ji vê lidervehiştinê ye. Berevajî vê, yên ku dengê xwe nakin û pir tiştan dadiqurtînin jî wisa dikin ji ber pê dizanin ku rast wê wan qebûl bike."
Nêzî 770 kîlometroyan li bakur Jorg Haider bawer kiribû ku weke hevpîşeyê xwe yê îtalî, ew ê bikaribe lîstika xwe bi ser bixe, lê belê bêyî ku li nasnameya xwe binihe û tawîzan jê bide. Haider ji 1986ê û vir ve serokê Partîya Awistûryayî ya Azadîyê (FPÖ) bû. Wî helwêsta partîya xwe li dijî hikûmeta Vîyanayê hişktir kir, wî hukûmet gunehbar kir ku di mijara sîyaseta kar û îstîhdamê de sîyaseta wê ji ya Împaretorîya Sêyem (nota wergêr: Almanyaya Nazî) bêkêrtir e! Bi rêjeya dengan a % 27ê nêzî sosyalîstan bû û da pêşîya muhafezekaran – muhafezekarên ku serokê wan Wolfgang Schlüssel mewkî û erk pêşnîyarî hin endamên FPÖyê kiribû. Haider bixwe vekişîya keleha xwe ya lê xurt, eyaleta Kerntenê. Û "serîhildana li bêv" a ku tu çare tê de nîne, sala 2005ê kir ku ew partîya pir nûfaşîst Yekîtîya ji bo Siberoja Awûstûryayê (BZÖ) damezirîne û bi vî rengî rasta tundrew jî kir du parçe – ji sê paran pareke piçûk li wî vegerîya, du parên mezin bi pergalê re bûn yek. Haider 2008ê piştî ku ji klûbeke şevê ya nêremoyan derket û bi serxweşî BMWya xwe ajot, di encama qezayekê de mir.
Saeta ku hewl bide bikeve şûna bavê xwe, weke Haider bi dilê Marine Le Penê ye jî ku weke Fini parkûrekê bi ser bixe, lê belê her weha dilsozê nirxên xwe bimîne – divê mirov ferazî bifikire ku "ji sûretê şeytên rizgarkirina" FNyê wê mumkin be, bêyî ku partîya pîr ji binî ve heta bi navê were guherandin. Lê belê mirov çawa xwe jê vede ku mertalên nostaljîk ên Vichy (nota wergêr: hevgirê nazîyan ê hukûmeta fransî ya demê) û împaratorîya dagirker a "nazdar" hilnede? Talibên din yên di kemînê de ne, bi hêsanî îşaret bi nakokîyên dijberê wê dikin: ji bo Bruno Gollnisch polemîka bi rengekî lihevçêkirî tê mezin kirin ya li ser "dagirkirina" misilman "heke pêdivî pê hebe, îşaret bi sînorên stratejîya ‘ji sûretê şeytên rizgarkirinê" dike. Pergala sîyasî-medyatîk wê nizanibe bi wa´edên em didinê, razî bibe. Ew timî bêhtir dixwazin (...), ew ferz dikin ku mirov serê xwe bitewîne, pişt re pişta xwe, paşê jî çok ji wan re deyne erdê (7)".
Weke yê awistûryayî, ji bo ku dersekê bigire, zêde jîr e: dûrî ku weke wî Waffen SSê weke "partîya artêşa alman a ku divê mirov rêzê jê re bigire" bi nav bike (8), ew dixwaze bi temamî rûpelê Şerê Cîhanê yê Duyemîn û provokasyonên li ber dilê bavê wê yên weke binavkirina odeyên gazê mîna "kitekitên dîrokê" biqulibîne û bigire.
Ya ji vê jî girîngtir: ew qet dudilî nîne ku bi rengekî civakî ji karkeran re bipeyive. FNyê têra xwe dengên karkeran girtin, lewra bi dorê çepê û paşê sarkozîsmê hêvîyên wan li ber avê berdan. Weke Le Penê ku 1ê gulana 2010ê ji bîr kir ku berê ew ultralîberal bû û berdevkê fikrên Ronald Reagan bû, bi carekê hêza kiryarîyê, parastina civakî û teqawitbûyîyan parastin – da ku "berxwarinê ji nû ve bide dest pê kirin û bi ser rîya mezinbûna aborî ve bibin", bi tenê ev mezinbûna aborî dikare mumkin bike ku "ji herkesî re û ji her tiştî re karek were peydakirin (9)". Û wî doza parastina sînorên aborî, reformeke adil a bacê, piştgirîya cotkarîyê û herweha ya şîrket an pîşesazîyên piçûk û navîn (PME-PMI), û hwd. kir. Encama bêv bi rengê bernameyê ji bo keça wî: "ji deh salan û vir ve, parvekirin bi awayekî ku bi kêrî sermayeya fînansî were, diberide. […] Mirov li vê tedbîrên betalkirina vegerandina pereyan ji alîyê sîgortayan ve, bi tedbîrên pergala franşîzan di mijara tenduristîyê de û daxwaza guherandina pergala teqawitbûnê zêde bike, hingê ev tercîhkirina rîyeke ultralîberal e ku bi awayekî hişk bi doz û rêûresmên welatê me re li hev nake û nakok e."
Piero Ignazi bi israr dibêje, avantaja partîyên neberpirsîyar ew e ku bi hev re sozên "em ê riha xwe sibe belaş kur bikin (10) û êdî bacê nedin" didin. Bi şertê ku "dewleta civakî bi tercîhên neteweyî re li hev bike" – hem li başûr û rojhilatê Ewropayê ku xizanîyê ew pûç kirî, hem jî li bakurê Ewropayê ku xwe li ber xizanîyê girtî. Heta ku gêjîyeke giştî ser pirsgirêkên bi rastî bigire. Mînakeke din: rasta tundrew xwe weha nîşan dide weke ku alîyê dewletan digire da ku li dijî fînansa transneteweyî li ber xwe bidin, lê belê va ye Liga Bakur û Vlaams Belang doza qutbûna Padanyayê ji Îtalyayê û welatê flamanan ji Belçîkayê dikin. Gelo kulta nasnameya herêmî wê bikeve şûna nasnameya neteweyî?
Ji bilî ya Fransayê, xaleke hevpar derdikeve pêş: piştgirîya Îsraîlê. Destpêka meha kanûnê nêzî sîh birêveberên rasta tundrew – di nav wan de Geert Wilders (11) ê holandî, Filip De Winter ê Belçîkî û xelîfê Jörg Haider Heinz-Christian Strache yê awûstûryayî jî – li Îsraîlê man, bi rûmeta hêjayî mêvanên nirxbilind hatin pêşwazî kirin. Yên ku dişibin hev tên cem hev: cîgirê serokwezîr û wezîrê karê derve yê Îsraîlê Avigdor Lieberman – biryardar e ku ji dewleta ew dixwaze cihû be, Filistînîyan bike der – bi dilgermî bi Gert Wilders ê holandî re peyivî, ku ew bixwe xeyal dike Qur´anê qedexe bike.
Vê şandeyê navê Hevgirtina Azadîya Ewropî (EFA) li xwe kir û baskê ewropî yê komeleya amerîkî ya bi heman navî ye. Çil û duyemîn dewlemendê Los Anglesê (xwedîyê nêzî 750 milyon dolaran e) Aubrey Chernick li dijî vê "tehlûkeya nû ya dunyayî û totalîter: îslamperest" pesnê "Danezana Qudsê" weke hevgirtineke demokratîk, dide. Li hemberî vê li Ewropayê gelek ji van tûrîstên cinsê nû, li Parîsê tev li Komcivînên Îslamkirinê bûn ku ji alîyê komikên Bersiva Laîk (Riposte Laïque) û Bloka Nasnameyî (Bloc Identitaire) – yên ku "apéros saucisson pinard (şeraba berî xwarina sosîsan)" û germîyên gel ên bi goştê berêz li hev çêkirin – ve bi desteka malpera ultrasîyonîst û ultra-atlantîst Drzz.frê tên organîzekirin. Ango mijar êdî tolhildanên ebedî yên şerê dagirker nîne – sala 1967ê sedema kombûna beşek ji rastên tundrew ji bo tev li şerê Îsraîlê bibin –, lê belê destekkirina kesên li bereya pêşî li dijî "îslamkirina Rojavayê" şer dikin e.
Mirov wê bêje çi sosret û sosirmet e: bîst û pênc milyon misilman wê çawa şerîetê li ser pênc sed milyon welatîyên Yekîtîya Ewropayê ferz bikin? Heke wisa be, hingê em bikêrîya manîpulasyoneke nedîtî a fikran a piçûk dibînin, bi taybetî jî dema ku xeyala "şoka şaristanîyan" li ber çavên me bi gewde dibe. Wextê ku îslamperest piçûkxistin û dilêşîyên dunyaya ereb-misilman bi kar tînin, nûmuhafezekar tirsa ji Îslamê bi kar tînin û dema vê dikin tilîya xwe bi antîsemîtîzmeke carinan xedar lê belê di warê îdeolojîk de marjînal ve dikin (12).
Marine Le Pen 10ê kanûnê li Lyonê "ji bîr kir" ku mizgeft li ewqas bajaran kêm in, nimêjên li kolanan ên misilmanan weke "dagirkerîya" bê "tank" û "eskeran" bi nav kir. Gelo hema ji xwe re welê li hev hat? Heke ev kokteyla nû ya tal û tûj – îsraîlhezîyeke di dawîya dawî de dij-semîtî, kîna ji koçberan veguherî nefreteke ji Îslamê – delîla herî baş a vê êrîşa ji vê nebûlaya li rasta rastê bi cîh bûyî pêk anîbe?
Hemin, tu xalên wekhev ên piştî 1939-1945ê bi piştî 1914-1918ê re nînin. Lê belê tehlûke xwe bi rengekî din nîşan bide, dîsa jî bi qasî wan tatêl û mitaleyan bi mirovan re çêdike: mîrasgirên faşîzmê ji nişka ve dethilatdarî negirtine destê xwe, lê belê hêdî hêdî bidestxistina hegemonîyê di nav civaka me ya sîvîl de dimeşînin. Weke Gramsciyê berevajîkirî.
Di nivîsên xwe yên girtîgehê (13) de, bîrdozvanê marksîst ê sardî dinivîsî ku dewlet xwe diparêze bi "pergaleke beregehan (dezgehên dewletê yên kontrol, çand, agahdarî, dibistan, awayên rêûresmê) yên ku derfeta stratejîyeke êrîşa topyekun li derve dihêlin, lewra divê hemû bi carekê werin bi dest xistin. Lewma şerekî pozîsyonan pêwîst e, ango stratejîyeke ku armanca wê bidestxistina qonaxên cihê û li pey hev ên civaka sivîl pêwîst e"...
Dominique Vidal:
Dîroknas û rojnamevan, bi Bertrand Badie re nivîsîna pirtûka L'Etat du monde 2011: la fin du monde unique [Rewşa Dunyaya 2011an: Dawîya Dunyaya Tekane] bi rê ve bir (La Découverte, Parîs, 2010).
- Nivîskarê gelek pirtûkan, di nav van de La Fattoria degli Italiani. I rischi della seduzione populista [Kargeha Îtaliyan. Rîskên heyraniya gelperest], Rizzoli, Mîlan, 2009, Partiti politici in Italia [Partiyên siyasî li Îtalyayê], Il Mulino, Bolonya, 2008, û L´estrema destra in Europa [Rasta tundrew li Ewropayê], Il Mulino, Bolonya, 2000 hene
- Heke wekî din nehatibin dest nîşan kirin, jibergirtinên di gotarê de ji hevpeyvînên nivîskarî pêkanîne, hatine girtin
- Weşanên Gallimard ev pirtûk ji nû ve sere- rast kir û bi navê fransî Déclin de l’Occident [Tekçûna Rojavayê] weşand, Parîs, 1948
- Hevnivîskarê Dictionnaire de l’extrême droite [Ferhenga rasta tundrew], Larousse, Parîs, 2007
- Li Senatoyê, 23’ê çiriya pêşî ya 2010’ê
- 16’ê adara 1986’ê RPR û UDF ketin hilbijartinên giştî û yên herêmî, ji bîst û didu herêmên Fransaya metropolîtanî serokatiya bîstan bi dest xist – pênc ji wan bi desteka FN’yê ya ku di encamê de li şeş herêman kursiyên birêvebiriyê kirin destê xwe
- Danezana ji raya giştî re ya 12’ê kanûna 2010’ê
- Le Point, 11’ê tebaxa 2008’ê
- Ew beşeke mezin a axaftina xwe ji Jeanne d’Arcê re vediqetîne, li www.frontnational. com binihêrin
- Jêrenota wergêr: Ev biwêjek e ku ji bo sozên îro tên dayîn û sibe wê neyên girtin, tê bi kar anîn. Di sedsala 18’êde berberekî li Parîsê ev peyv li ser dikana xwe nivîsiye û ji bo mişteriyên ku xwestine belaş riha xwe kur bikin yan jî pora xwe biqusînin gotiye, em ê sibe rihê belaş kur bikin
- Li gora AFP’yê "Wilders anî zimên ku ew naxwaze ku di berdêla aştiya bi filistîniyan re erd paş ve werin dayîn û pêşniyar kir ku filistînî ‘bi dilê xwe’ li Urdinê werin b icîh kirin (…)". "Pirsgirêka li vir, li Rojhilata Navîn, ne li ser erd û sînoran e, li ser dijbe- riya cîhadîzma îslamî û azadiya rojavayî ye." Mirov "şaş in dema difikirin ku dev ji Yehuda-Samariyê (nota redaksiyonê: Şerîa Rojava), û rojhilatê Qudsê berdin û bidin Filistîniyan, ev yek wê dawiyê li pirsgirêka di navbera Îsraîl û ´Ereban de bîne" (…). Wî wargehên cihûyan ên li Şerîaya Rojava weke "kelehên piçûk ên azadiyê, yên ku li dijî hêzên îdeolojîk in yên ku ne bi tenê li Îsraîlê belê li tevahiya Rojavayê mafê jiyana aştiyane, birûmet û azad ´heram dikin" parastin
- Rapora Komîsyona Neteweyî ya Şêwrê di mijara mafê mirovan de (CNDH, www. cncdh.fr) sal bi sal îşaret bi vê yekê dike
- Bi fransî bi navê Carnets de prison [Rojnivîsên ji zîndanê] hatin weşandin, Gallimard, Parîs, 1996
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

