Li Cocoyoc, Başûr temsîla ekolojî û yeksanîyê dikir
Di 1974ê de, li Cocoyoc, li Meksîkayê, konferanseke Rêxistina Neteweyên Yek-girtî (RNY) "pêşveçûn" û modela pevguhêzkarîya ser-best û têkilîyên Bakur-Başûr, bi zimanekî dijwar rexne dikir. Encam bi lezûbez hatin veşartin…
Du hevdîtinên navne-teweyî yên li ser jîngehê li pey hev bi çend mehan programkirî salnameya dîplomatîk meşxûl dikin: Konferansa li Durbanê (Afrîkaya Başûr) ya li ser guherîna îklimê, ya ji 28ê çirîya paşîn heta 9ê çileya pêşîn a 2011ê û zîrweya ji bo Dinyayê ya li Riyoyê, ya ji 4 heta 6ê hezîrana 2012ê. Di van randevuyên dema krîzeke aborî de, kesek zêde nikare îdiaya pêşketineke erênî ya gotûbêjan bike. Piştî zîrweya Kopenhag (2009) û ya Cancunê (2010), mijara guherîna îklimê û kêmkirina gazên xwedî taybetmendîya civînê, di refên mijûlîyên talî de hatine hilanîn. Heke em bên ser zîrweyên ji bo dinyayê, ku ji her deh salan carekê pêk tên, ya Stockholmê, ku di 1972yê de pêk hat, bûbû sedemê hêvîya kiryareke bi hev re ji bo parastina dinyaya me; ya Nairobiyê, ku di 1982yê de pêk hat, têkçûna bitevayî ya civata navneteweyî dest nîşan kir, yên li Rio di 1992yê û Johannesburgê di 2002ê de xwestin ji nû ve bi wasiteya pirneteweyîtîyê dest bavêjin jîngehê. Bêguman, koroyeke pesindayinê ya arasteyî kapîtalîzma "kesk" bûyî, bi tempoyeke versîyona 2012ê, dê ji nû ve ji alîyê Brezîlyayê ve bê pêşwazî kirin.
Tevî vê jî, xezîneyên jibîrkirî di nav arşîvên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) de radizên. Her wiha, ragihandina herî radîkal a li ser dorûberê ku ji alîyê vê sazîyê ve hatibû belav kirin, ji dîroka fermî hate jê birin û derxistin. Ev daxuyanîya ku di çirîya pêşîn a 1974ê de li bajarê meksîkî Cocoyocê hatibû nivîsîn, çarçoveya nîzameke nû ya navneteweyî ya bitevayî ji ya ku îro li ser me hatiye ferz kirin cihê bû, pêk dianî.
Her tiştî bi civîna di 1971ê ya li bajarê siwîsrî Founexê, yê nêzîkî Cenevreyê, ku RNY lê kesayetîyên berpirsîyar ên ku dê zîrweya Cîhanî ya Stockholmê (1972) amade bikirana, civandibû dest pê kir: Ev kesên ku ji welatên Bakur û Başûr hatibûn, bisporên ku ji ber bisporîya xwe ya di warê jîngehê, aborîyê, zanistên civatî û pêşketinê de hatibûn hilbijartin, bûn. Di destê wan de tu wekaletên hikûmetên wan tunebûn û raporeke nefermî amade kiribûn, ku tevî vê jî wan derfeta rêvekirina gotûbêjên navdewletî dida.
Kurtebirîya xebatên pêşîn, "Rapora Founexê", dest nîşan dike ku "hejarî qirêja herî xirab e" û divê ku mirov berîya hertiştî li dijî wê têbikoşe. Endamên "Koma Founexê" yên ku di bin bandora Lihevkirina Giştî ya li ser Bihayên Gumrikê (GATT) de mane, mafên endustrîyalîzekirina welatên hejar diparêzin û difikirin ku guhastina azad stratejîyeke baş e ji bo ku xwe bigihînin vê armancê. Piştî vê bi çend mehan, zîrweya Stockholmê bi efareya van fikr û mijûlîyan ket. Welatên beşdar ji alîyekî ve xwestin ku fêdeya guhastina azad piştrast bikin û ji alîyê din ve jî gîhaştin qenaeta ku divê li ser pirsa jîngehê di gel problemên pêşketinê israr bikin û bi vî awayî bingeha mafê navneteweyî yê parastina jîngehê danîn. Hin welatên Başûr ên ku ji vê lihevkirinê nerazî bûn, daxwaza avakirina "nîzameke navneteweyî ya aborî ya nû" kirin ku dawîyê li serdestîya hêzên rojavayî bînin.
Îtîrazkarên pêşveçûna berî nameyê
Ji 8 heta 12ê çirîya pêşîn a 1974ê, konferanseke nû ya RNY bi beşdarîya bisporên navneteweyî bi armanca gotûbêjkirina "bikaranîna jêderan, jîngeh û stratejîyên pêşketinê" li Cocoyocê pêk hat. Ev bûyer ji alîyê mirovê karsaz ê kanadayî Maurice Strong, bireveberê îcrayê yê Bernameyên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo Jîngehê (UNEP), û ji alî aborînas û diplomatê srî-lankayî Gamani Corea, sekreterê giştî yê Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya li ser Bazirganî û Pêşketinê (UNCTAD) ve hate koordîne kirin. Ji alîyê raportoran ve, kesên weke Barbara Ward –aborînasa birîtanî– ji bo pirsên girêdayî jêderên xwezayî û Johan Galtung –siyasetmedar û civatnasê norvecî yê eşkere li dijî kapîtalîzmê û amerîkîyan e– ji bo pirsên girêdayî pêşketinê ne, hebûn.
Di nav rewşenbîrên li Cocoyocê kombûyî de, gelekên ku meyla wan li ser sosyalîzmê bû xwe beli dikirin. Gamani Corea weke sekreterê daîmî yê wezareta plankirinê û karên aborî yê Srî Lankayê, di hikûmeta ku şirketên petrolê, yên ewlekarîyê, banka, dibistan û hwd neteweyî dikir û xwe nêzîkî bloka komunîst dikir, amade bû. Hevserokayetîya civînê ya meksîkî ji du kesayetîyên ji welatên li ser riya pêşketinê ne re ma. Kesê yekê, doktor Wilbert K. Chagula, wezîrê karûbarê aborîyê û plankirina pêşketinê yê Tanzanîyayê ye, ku di bin serokayetîya mamosteyê seretayî Julius Kambarage Nyerereyî de, piştî 1967ê, senaîyên serekî û şirketên xizmetguzarîyê netewî kirin, ji bo fînansekirina siyaseta civatî û destpêkirina reformeke kiştûkalîyê bac zêde kirin. Yê duyê, Rodolfo Stavenhagen, civatnasê meksîkî, serokê projeya lêkolînê ya kiştûkalîyê li welatê xwe, berê xebatên xwe da ser têkoşîna çîn û tuwêjên cîhana kiştûkalîyê.
Meksîkaya, ku tam jî pêşwazîya konferansê dikir û ji 1970yê ve di bin serokayetîya Luis Echeveria Alvarez de bû, ku wî jî kangeh û enerjî netewî kiribûn, ax li gundîyan belav kiribû û siyaseteke civatî ya pêşverû (herçend şoreşger nebe jî) xistibû dewrê. Nêzîkayîya xwe bi Salvador Allendeyê li Şîlîyê û Kubaya şoreşger re nîşan dida. (1) Serok Echeveria bi şexsê xwe beşdarî semînera Cocoyocê bû.
Daxuyanîya encamê ya, di 23yê çirîya pêşîn de, îdianameyeke rasteqîn a li dijî siyasetmedarên rojavayî bû. Paragrafa wê ya yekê bal dikişand ser biserneketina Neteweyên Yekbûyî, ku peyrewa wê di 1945ê de amade bûbû û digot ku wê sazûmaneke navneteweyî ya neheq afirandiye. "Kesên birçî, bêmal û bêcî û nexwendî îro ji yên dema damezirandina Neteweyên Yekbûyî pirtir in" Têkilîyên hêzên ji "pênc sedsal kontrola kolonîyalîzmê dizane ku bigirseyî desthilata aborî di nav destê komeke piçûk a neteweyan de kom kirine" hatine guhertin. Li gor raportoran, pirs ne girêdayî kêmbûneke dewlemendîyên afirandî ye, lê girêdayî "parvekirina wan a xirab û bikaranîna [wan a] xirab e".
Di raporeke ku astengên li pêş mezinbûna salên 2000ê înkar nake de, Heyeta Cocoyocê bi awayekî vekirî dîktatorîyê weke sedema bilindbûna hatinîya nesafî ya navxweyî dibîne: "Pêvajoyeke mezinbûnê ya ku tenê kêmayetîyeke pir piçûk jê îstifade bike û ku imtiyazên navdewletî û navxweyî mezin bike, ne pêşketin e. Ew bi tenê çewsandin e. (...) Di encamê de, em fikra ku berî mezinbûnê û paşê parvekirineke adil a fêdeyên wê biparêze red dikin."
Modêla pêşketinê ya li Cocoyocê hatibû parastin, li ser pirsên aborî ranaweste. Ew awayên jîyanê, nirx, azadî û serxwebûna gelan, mafên kesayetî û yên hevpar derdixe pêş. Ew, "mafê xebatê, yê ku bi tenê nayê wateya xwedîkarekîbûnê, lê yê xurtbûna kesayetîya mirov, mafê li derveyî pêvajoyên berhênanê yên ku mirov weke amuran bi kar tînin, nemanê" jî digire nav xwe.
Efsaneyên aborîya bazarê ji holê rabûn, li ber melkesan çûn. "Çareserkirina van pirsan nikare ji ber xwebixwerêkxistina mekanîzmayên bazarê be, rapor dinivîse. Bazarên klasîk, ji kesên pêdivîya wan pê heye bêtir rê didin kesên ku karibin zû perên wan bidin, xwe bighînin jêderan; her wiha telebeke nexwezayî teşwîq dikin û di pêvajoya berhênanê de berhemên avêtinê giştî dikin. Hin jêder di bin kapasîteya xwe de tên bi kar anîn."
Berevajîya vegotinên serdest ên GATTyê, gunehê xirabûna jîngehê dimîne li ser têkilîyên aborî yên nerewa û bihayê pir erzan ê madeyên xam li bazaran. Bispor difikirin ku divê welatên Başûr peymanên weke nimûneya Rêxistina Welatên Îxracker ên Petrolê (OPEC) pêk bînin ku bihayekî baş ji bo hemî madeyên xam li ser bazaran ferz bikin. Li gel ve jî, ew pêşnîyaz dikin ku bi saya serê sazkirineke hiqûqî ya saxlem birêveberîyeke navneteweyî ya "malû milkên hevpar" bê ava kirin. Armanca vê yekê ew e ku bêyî bikevin xefika xwe bi îmkanên xwe îdarekirinê derfeta hukmêzatî jî ji bo miletan hebe. Ji bo gîhaştina vê qonaxê jî, raportor "alîkari"yekê ji welatên dewlemend naxwazin, lê dixwazin ku ew hew bi tenê bedelê rasteqîn ê madeyên xam bidin.
Handana serxwebûna aborî
Li şûna tawanbarkirina takekesan -weke tomarkirina ku van salên dawîn bûye mode-, Daxuyanîya Cocoyocê dibêje "mafê herkesî heye ku weke berhênerekî, berxwerekî û bi taybetî jî yek ji bimilyaran xwecihên dinyayê ji qerekterê sazûmana ku ew jî beşekî wê ye bitevayî têbigihê. Mafê wî heye ku bizanibe bê kî ji xebata wî menfaetê bidest dixe, kî fêdê ji kirîn û firotina wî dibîne û bê çawa ev yek bermayê cîhanî dewlemend an hejar dike." Perwerdeya dorûberê divê cîyê xwe di projeya perwerdekirina herî berfireh de bigire, ku têkilîyên serdestîyê ji navê raneke lê berevajîya wê, wan rave bike.
Di encamê de, berevajîya "Raporên Founexê" yên ji bo amadekarîya konferansa Stockholmê, ku guhastina azad diparast û rola hakemtîya bazirganîyê ya di destê GATTyê de, Daxuyanîya Cocoyocê cîyê navendî yê Neteweyên Yekbûyî û prensîba "ji bo her dewletekê dengekî" qebûl dike. "Em ji dil bawer dikin ku, piştî mijarên pêşketinê, yên jîngehê û bikaranîna jêderan pirsên global ango giştî yên bingehî ne, ku pêwendîya wan bi halxweşîya hemî mirovayetîyê heye, hikûmet divê mekanîzmayên Neteweyên Yekbûyî heta bi dawîyê bi kar bînin ku wan çareser bikin û ku divê sazûmana Neteweyên Yekbûyî bê nû kirin û bi hêz kirin da ku karibe bi berpirsîyarîyên xwe yên nû rabe."
Daxuyanîya Cocoyocê bi perspek-tîfên xwe yên polîtîk ên ku rave dike, mirov di bin bandora xwe de dihêle. Ew paşdemayinê ne weke "derengmayin"eke pêşketinê, lê weke berhema pêşketina welatên dewlemend şirove dike. Belavbûna kapîtalîzmê bi rastî di riya destserdanîna şirketên pirneteweyî ya li ser madeyên xam ên welatên Başûr, bi awayê ku dê her çewsêner û yên tên çewisandin hebin re derbas dibe. Ev aborîya bazarê ye ku hatiye tesbît kirin û bi kûrahîya xwe, guhastina azad e. Banga devjêberdana wê pir vekirî ye. Mesele ne pirsa bi tenê rêkûpêkirina sazûmanê ye, lê ya xwe jê daweşandina wê bitevayî ye: "Otonomîya di warê neteweyî de her wiha veqetiyana katî ya ji sazûmana aborî ya heyî ferz dike. Di sazûmaneke ku ji alîyê aborî ve girêdayîbûna wê berdewam be, avakirina otonomîyeke bi beşdarîyeke tam û bê kêmasî ne mimkun e." Dîsa li gor daxuyanîyê, divê dewlet bi vî awayî li dijî ketina bin nîrê girêdayîbûneke derveyî derkevin, bi taybetî jî ji bo birêvebirina mal û milkên hevpişk, otonomîyeke hevparî û hevkarîyê bi rêk bixin.
Ji bo wê jî daxuyanî, bi perspektifeke înternasyonalîst, banga avakirina sosyalîzmeke jîngehparêz li welatên serdest dike. Nivîskar ewinde pêşde diçin û bi henekî heta pêşnîyara pêşkêşkirina xizmeta xwe ji welatên dewlemend re dikin ku alîkarîya wan bikin da ku wan ji berxwerîya pir zêde û jîyana wan a xirab rizgar bikin. Ew dest nîşan dikin ku, "her diçe pirkirina berhênan û berxwarinê dibe sedemê zêdebûna bêtir bikaranîna antîdepresyonan û nexweşxaneyên psîkyatrîk."
Yekser piştî çapkirina tekstê, serokên konferansê têlgrafeke dûvdirêj ji Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Henry Kissinger digirin, ku tê de hemî deklarasîyonê red dike. Hêzên mezin ên aborî dê biçin her tiştî bigirin bin destê xwe û krîza aborî ya 1973yê derfeta xwe jinûve disîplînekirin an marjînalîzebûnê dide dewletên rewşa wan pir krîtîk, yên ku dikevin nav hejarîyê dibînin ku bihayê îtxalata wan weke tîrê berjor radibe.
Ji bo berdewamkirina gotûbêjan di warê "sazûmana nû ya aborî ya navneteweyî" de, welatên dewlemend cîyê minaqeşeyan pir kirin ku bandora RNYê, ku tê de piranî welatên Başûr hene, kêmtir bikin. Di çileya pêşîn a 1975ê de, Konferansa li ser Hevkarîya Aborî ya Navneteweyî ku li Parîsê pêk hat, karibû bi tenê bîst û heft dewletan bîne ba hev: Heşt welatên dewlemend, endamên serekî yên OPECê, lê ne welatekî bi tenê ku li dijî bingehên kapîtalîzmê yan parvekirina navneteweyî ya kar derkeve - ku wê hîn navê "cîhanîbûnê" ji xwe re nedîbû û li xwe nekiribû. Hin welatên mezin ên Başûr ketin nav lîstika Dewletên Yekbûyî, Ewropa û Japonyaya ku di nav aborîya cîhanî de cîyê herî mezin dixwestin, ewinde jî nexwestin qaîdeyan xera bikin.
Reçeteyên jibîrkirî
Bi vî awayî, tevî îmzekirina pey-maneke dostanî, aştî û hevkarîya bi Yekîtîya Sovyetan re jî, di 9ê tebaxa 1971ê de, Hindistana ji alî Indira Gandhî ve dihate bi rê ve birin, siyaseteke aborî ya ne zelal meşand, cûre "riyeke sisêyan" di navbera sosyalîzm û kapîtalîzmê de; li Brezîlyayê, dîktatoryaya leşkerî ya li ser kar, bi saya serê herikîna sermîyanên rojavayî nisbetekî mezinbûnê yê rekor bi dest xist. Di destpêka salên 1980yê de, dij-şoreşa neolîberal bi tevayî tiştên ku ji ber daxwazên Cocoyocê mabûn jî li ber xwe birin.
Îro, lêkolîneke li ser malpera Neteweyên Yekbûyî bi tenê rê dide çend rêzên ku sempozyûma çirîya pêşîn a 1974ê bi bîr tînin. Mirov tê de jêgirtineke kurt a daxuyanîya encamê dibîne: "Riya ku divê mirov bide ser di bêhêvîtîyê re derbas nabe, ango ne dawîya dinyayê ye û ne jî divê xweşbînîyeke saf a li hember çareserîyên teknolojîyê yên li pey hev be. Berevajîya vê ev rê di qîmetdaneke bi kitekit, bêxwîngermî, ya "sînorên derveyî" [parastina dorûbereke bimêzên], di lêkolîneke hevpar a navgînên gîhaştina "sînorên navxweyî" [têrkirina pêdivîyên bingehîn ên mirovî] ya mafên bingehîn, di bi sazîkirina avasazîya civatî ya ku van mafan rave bike û di hemî sebra xebata bê tawîz a pêşxistina teknîk û stîlên pêşketinê ku bermayê me yê cîhanî diparêze û pêşve dibe re derbas dibe." Gelo mirov dikare ji alîyekî ve xebatên Cocoyocê bi bîr bîne û ji alîyê din ve jî bi awayekî ewinde sîstematîk serûbinkirin û perspektîfên siyasî yên teksta orîjînal jê bibe, ji navê rake?
Philippe Baque:
Nivîskarê Désobéissons à l’Union européenne !/Em Rêza Yekîtîya Ewrûpî Negirin!, Fayard, Paris, 2011.
- Çiqas xwe nêzîkî Navenda ajansa Saloxdariyê (CIA)yê kiribû, wê paşî derketa holê. Binêrin li nivîsa françois Boyer, a bi navê "Û Meksîka êdî ne serbixwe ye", Le Monde diplomatique, adar 2011
Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr

