Li Belçîkayê nesîmetrîbûnên rasta nasnameyî
Li Belçîkayê rastgira radîkal -nexasim rastgira radîkal a nasnameyî- li gorî herêmên meliktîyê, rûyên ji hev cuda nîşan dide: Bakur, navend yan jî başûr.
Li welatê Flamanan daxwaza wê otonomîya miletekî flaman e yê ku li gor wê dewleta Belçîkayê ji nêzî du sed salan û vir ve taybetbûna wê û heta hebûna wê înkar dike. Li herêmên hilbijartinan ên flaman, serketineke nisbî bi dest xist: di hezîrana 2010ê de partîya herî mezin a rastgira radîkal Vlaams Belangê li vir hinekî bêhtirî %12ê dengan bi dest xist û ji 150 kursîyên Parlemana Federal jî 12 bi dest xistin. Berîya vê, heman partîyê di bin navê Vlaams Blokê de di hilbijartinên herêmî yên flaman ên sala 2004ê de gihîştibû rêjeya xwe ya dengan a herî bilind û zêdetirî % 24ê dengan bi dest xistibû. Serketina wê para bêhtir dikare bi bicihbûna wê ya di nav tevgereke azadîya siyasî de were ravekirin, tevgereke ku bi qasî Belçîkayê kevin e: tevgera flaman.
Li Brukselê –paytextê ku şênîyên wê para bêhtir fransîaxêv in yan jî qet nebe zimanê fransî weke zimanê danûstandinê bi kar tînin– û li Walonyayê rastgira radîkal ne xwedîya heman doza nasnameyî ye. Fransî demeke dirêj zimanê serdest ê meliktîyê bû û her du herêm jî –nisbî be jî– stareke dewlemendîya aborî bûn: ji destpêkê ve tu sedem nîne ku doza otonomîya siyasî bikin. Ji pêncî salan û vir ve rewş guherî, lê belê hisa girêdana bi Belçîkayeke yekbûyî re dewam dike. Ji xwe bi tenê beşeke marjînal a tevgera walon kete ser rêya sîyaseta rastgir.
Lê belê li gorî xisletên hilbijartinê, li du (yan jî sê) beşan dabeşkirina welêt bi xwe, di pêşketina rastgira radîkal û ya rastgira populîst a belçîkî de xwedî roleke dîyarker e.
Li alîyê fransîaxêv (Bruksel jî di nav de), di hilbijartinên dawî yên federal ên hezîrana 2010ê de, piştî ku di dengdayînên herêmî yên hezîrana 2009ê de ji Parlemana Walon û ya Brukselê hatin maliştin, rastgira radîkal ji parlemanê derket. Em behsa Partîya Gel a ku sala 2009ê ji alîyê parêzerê kar Mischaël Modrikamen ve hat damezrandin, bikin. Vê partîyê di hilbijartinên 10ê hezîrana 2010ê de ango di hilbijartinên xwe yên pêşî de encameke hêja bi dest xist. Bi tenê yek parlamenter şand meclîsa federal û pirsgirêkên navxweyî ji niha ve wê ji hev dixin, yek ji van pirsgirêkan niqaşa li ser pirsa angajmana "belçîkî" yan jî "fransîaxêv" a partîyê ye.
Li alîyê flaman, ji ber îzolasyona xwe ya sîyasî –partîyên din wê li derveyî koalîsyonan dihêlin- û ji ber hevrikîya Nieuw-Vlaamse Alliantie (N-VA), Vlaams Belangê bandora xwe ji dest da. Ev partîya din a neteweperest a flaman N-VA bi awayekî zelal li baskê rastê yê siyasetê ye, belê xwe weke dijmina bîyanîyan nîşan nade. Ew hem fikrên sabît yên li dijî misilmanan yên Vlaams Belangê parve nake, hem jî di nav parlamenterên wê yên di meclîsa federal de hilbijartîyên bi eslê xwe ne ewropayî jî hene.
Ya rastî, li Belçîkayeke ku –bi zehmetîyên her diçe zêde dibin– du "gelan" ango belçîkî û flamanan tîne cem hev, rastgira radîkal jî bi awayekî mantîqî vê doza nasnameyî ya dualî dihewîne. Belê, navenda giranîya hilbijartinan a welatê flamanan li milê rastê yê sîyasetê ye, ya Walonyayê bêhtir li navend-çepê ye. Em behsa dengdarên Brukselê bikin. Dengdarên Brukselê hema hema bi rengekî wekhev di navbera van herdu alîyan de belav dibin. Pêşketinên sazûmanî yên darayî yek bi yek ji alîyê tevgera flaman ve bi zor û zehmetî hatin bidestxistin (1) bi krîza ku derb li Walonyayê û paşê paytextê xistî re, rastî hev hatin. Nexasim, piştî girtina kanên komirê û îflasa sektora hesin, krîzê tesîr li Walonyayê kir. Du dîyarde –pêşketinên li welatê flaman û krîza li Walonyayê– ku mumkin e ne bê peywendî bin.
Ev jî sedema helwêstên dijberî hev e, yên li ser dosyayên mîna mafê dengdana bîyanîyên ne ewropayî di hilbijartinên herêmî de (bi zorê sala 2006ê hat bi dest xistin) yan jî qebûlkirin û legalkirina biyanîyên ku kaxizên wan ên fermî nînin. Xeta wan ji hev cuda dike jî mutleq nîne: rastgira lîberal a fransîaxêv weke mînak dixwaze ku sergirtina jinê were qedexekirin. Ya ku cudatîyên bandora rastgirên radîkal ên belçîkî rave dike, ji hebûna du rayên giştî yên ku weke ku ne mumkin e li hev bikin tên nîşandan bêhtir dîrokeke hevpar e: dîroka Belçîkayeke di krîzê de, ya ku her diçe bêhtir zehmet e mirov xwe pê îfade bike.
Serge Govaert:
Birêveberê Navenda Lêkolîn û Agahîyên Civakî-Sîyasî (CRISP, Bruksel).
- Di dawiya sererastkirinên li ser hev a destûra bingehîn a Belçîkayê de, gelek erk û hêzên dewletê derbasî herêm û şaredariyên (welatê flamanan jî di nav de) welêt pêk tînin, bûn. Ev erk û hêz di qadên di warê siyasî de girîng yan jî nazik de ne; yên mîna kar, aborî, jîngeh– belê her weha istîhdama ziman yan jî serwerîsiya şaredariyan
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

