Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Li Başûrê Sûdanê kronîka serxwebûnekê

Fewzî Bîlge: Montaj V,  Boyaxa rûnî li ser tûwalê, 30 x 30 cm

Serhildana Başûrê Sûdanê, berî danezana serxwebûna welêt a 1ê çileya 1956ê, tîrmeha 1955ê dest pê kir. Tabûra ku garnîzona bajarê Toritê stend, li ber sûbayên xwe rabû. Vê yekê bi vî rengî reda başûrê ku şênîyên wê anîmîst û xirîstîyan in, jî derbirî, lewma wan dît ku kilîtên welêt ketin destê elîteke bakurparêz a ku hevgira dagîrkeran bû û dixwest nasnameyeke bi tenê ereb û misilman li ser tevahîya Sûdanê ferz bike.

Şerî bi navê tevgera Anyanya ("jehra mêr") dest pê kir û heta bi sala 1972ê dewam kir. Di çarçoveya şerê sar û şerê di navbera welatên ereb û Îsraîlê de Dêr, Etyopyaya Negus (meliktîyê) û Tel Avîvê destek dida vê tevgerê. Serxwebûnxwazîya başûr weke îfadeya xetê qelşa di navbera Rojhilat û Rojava, cîhana ereb û Afrîkaya reş, Xirîstîyanî û Îslamê de hat dîtin. Xirîstîyanên hê nû di encama xebatên mîsyonên katolîk û protestan ên li deverê ji sedsala 20ê bi cih bûyî de qulipî, bi zorê %20ê serjimara başûr pêk dianîn û li beramberî vê piranîya serjimara herêmê ji bawermendên dînên ji rê û resmê pêk tê û hindikahîyeke misilman (nêzî % 5ê tevahîya serjimarê) heye. Vê dubendîya dawî, tevî vê rastîyê jî xwe îfade dikir. Li gor partîzanên wê yên li derve, serxwebûna Başûrê Sûdanê diviyabû yan bike ku pêşketina Îslamê li Afrîkaya reş were asteng kirin, yan jî bibe sedem ku cîhana ereb û nexasim Misira nasirî ya ku pişta bêalîbûnê û berxwedana filistînî digirt, berepaş biçe. Ew herweha ji Afrîka û ji kolonîyên Brîtanyayê yên li rojhilatê Afrîkayê, dûrgirtina Yekîtîya Sovyetan weke navgînekê dihat dîtin. Ev kolonîyên behsa wan hat kirin, di destpêka salên 1960î de serbixwe bûn.

Lê belê, di rastîyê de, armancên tevgera Anyanya – newekhev û birêvebirîyeke wê ya siyasî ya xurt nîne – yekdeng nebûn. Başûrê Sûdanê erdekî fireh ê 650 000 km2 ye û ji gelek herêman pêk tê û bi peywendîyên xwe yên bi du qutbên cazîbeyê ango bakurê Sûdanê û Rojhilatê Afrîkayê re ji hev cihê dibin.

Rêlibergirtina erebkirinê

Ya darîçav ev e:
- "Başûrê Başûr" ango Ekwatorîya ya ku seranserê sînorê ji Komara Navenda Afrîkayê (KNA) heta bi Etyopyayê dirêj dibe. Li vê herêma daristanên tropîkal yan jî deştên têr dar, bi piranî komên piçûk ên cotkaran dijîn. Li vê herêmê gelên serjimara wan pir ên mîna Zandêyan (nêzî 2 milyon mirovan) jî hene ku li ser xetê di navbera KNA û Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK, berê Zaîre bû) de li her du alîyan in. Mirov dikare koçerên sewalan xwedî dikin yên ku li deverên herî hişk û zuwa yên mîna Toposa ya li rojhilat diçin û tên jî li wan zêde bike. Dora vê herêmê nexasim beşa wê ya navendî, ji alîyê dagirkerî ve gelekî hatibû girtin: hebûna mîsyoneran, li wir perwerde û peywendîyên bi kolonîyên brîtanî yên Kenya û Ûgandayê re hêsan dikir. Kadroyên tevgera Anyanya jî ji vê elîta ku encama kolonîzekirinê ye, peyda bûn. Vê tevgerê ewqasî berê xwe dabû rojhilatê Afrîkayê ku siyaseta brîtanî ya "closed districts" (wilayetên girtî) tevahîya danûstandin û çûnûhatina di navbera bakur û başûr de heta sala 1947ê qedexe kir. Londonê dixwest, ji alîyê bazirgan û waizên ji bakur tên ve, erebkirin û misilmankirina başûr asteng bike;

- Li bakurtir, herêmên Nîla Jor û Bahr el-Xezal hene, her du herêmên li dora deşta kûr a çiravî ya Nîla Jor ji alîyê Nîla Spî û çem û rûbarên wê ve têne avdan. Ji destpêka sedsala 19ê ve têkilîya wan bi Xartûmê re heye.Xartûm bixwe sala 1824ê li cihê ku çemên Nîla Şîn û Nîla Spî digihin hev hat damezirandin. Fatihên misirî di çêm re ji bendên gîyayên diherikin ango suddan derbas bûn, sala 1840ê gihîştin Gondokoroyê û ev herêm li bazirganîyê vekir ku ev bazirganî jî bi tîcaretxaneyên osmanî û ewropî zindî dibûn. Li rojava, di deştên Bahr el-Xezalê de, heta bi salên 1870yê nêçîra koleyan a ji bo bazarên Misirê û Stenbolê gihîşte asta xwe ya herî jor. Li dora paytextê herêmî Wauyê û navendên din ê bajarî yên çêdibûn, xelkekî soryaz ê ji kole, koleyên azadkirî û eskerên dînê îslamê û zimanê erebî ya cihoka xwe di nav wan de çêkirî, bi pêş diket. Ev cîhana nû her çû bêhtir di nav qada aborî, çandî ya bakurê Sûdanê de bi cih bû. Paşê, sala 1960ê ji navbera brîtanî avakirina riyeke hesinî ya ji Wauyê heta bi Xartûmê, vê girêdana bi navikê ve zexmtir dike.

Hêvîya di çarçoveya dewleteke yekpare de, mafê wekhevîya tevahîya sûdanîyan, mir?

Bi giştî, başûr di warê dîrokî û aborî de bi peywendîyên xwe yên bi bakur re –ji nêzîkbûna çandî bêhtir ji ber sedemên cografîk– ne wekhev xuya dikir. Ev yek bê guman rave dike ka ji bo çi peymana aştîyê ya li Addîs Abedayê sala 1972ê hatî mohrkirin, bi xweserîyeke fireh a ji bo başûr bi encam dibû, lê belê erkên desthilatdarîyê yên navendî di destê bakur de diman.

Vê tecrûbeya xweserîyê ya bi parlemanek û birêvebirîyeke li Jubayê bicihbûyî, bi kelecanê dest pê kir, lê belê wê di demeke kurt de ji ber daxwaza Xartûmê ya "parçe bike û bi rê ve bibe" vemirî. Ji sala 1977ê û pê ve li dijî tawîzên dayî başûrîyan, gelek tedbîr hatin girtin: dabeşkirina başûr li ser sê herêman (Ekwatorîya, Bahr el-Xezal û Nîla Jor), îndekskirina "dinkakratîyê" (1) ya dît ku ji herêmên karmendên bi eslê xwe dînka, bêparhiştina başûr ji kar û hatina ji petrolê û hwd.

Dema ku gulana 1983yê albay John Garang –kevnepartîzanê Anyanyayê yê di artêşa nîzamî de bicihbûyî– pêşengîya serhildaneke nû kir, manîfestoya damezirîner a Tevgera ji bo Azadîya Gelên Sûdanê (SPLM, li gorî tîpên destpêkê yên navê bi Ingilîzî) slogana cihêbûnê bi kar neanî. Daxwaza xwe dispart di çarçoveya dewleteke yekpare de, mafê wekhevîya tevahîya sûdanîyan, bêyî ku di navbera dîn û nijadên wan de cihêkarî were kirin. Vê jinûvedamezirandina Sûdanê li ser hîmên nû ku navê "New Soudan" (Sûdana Nû) wê lê bihata kirin, çi li bakur û çi li başûr, bang li tevahîya gelên marjînalkirî yê welêt dikir û wê herweha bang li tevahîya ferdên li ber yekdestdarîya eşîrên erebbûyî û misilmanbûyî yên gelîyê Nîlê ya li ser desthilatdarîya siyasî, aborî û civakî-çandî ya Sûdanê radibin jî, dikir. Li başûr, wê para bêhtir nûnerîya pozîsyona gelên mezin ên nîlî yên Nîla Jor û Bahr el-Xezalê ango Dînka, Nuer û Şîlûkan dikir û ne ya gelên piçûk ên Ekwatorîyayê ku şerê pêşî yê azadîyê dabûn dest pê kirin.

Gelo, tebaxa 2005ê di qezayeke helîkopterê de bi mirina Grang re peyama Sûdana Nû jî vemirî? Bawerîya wê ya bi yekparebûna Sûdanê ku îro li başûr qet behsa wê nayê kirin, li herêmên marjînalkirî yên li bakur û li navendên bajarî ango cihê di bin bandora şer û dewlemendîya petrolê de tevlihevbûn bi lez e, hêvîyeke mezin jî bi mirovan re çêkiribû.

Sê herêmên xwedî statuyeke taybet, deverên derbasbûnê yên di navbera bakur û başûr de jî ji wan xalan in ku di siberojê de mumkin e bibin sedema pirsgirêkan: Nîla Şîn, wîlayeta Abyey û çîyayên Nûbayê. Xelkê van deveran tevlihev e, û tevî berdêlên gelekî giran jî SPLMê ji nîvê salên 1980yê ve xwe li ser komên xwecihî yên li van deveran kiribû. Cihêbûna başûr a misoger e, bi rengekî dijwar pirsa paşeroja van gelên li bakur derdixe pêş.

Çavkanî: 

Marc Lavergne:
Birêvebirê Lêkolînan li Navenda Lêkolîna Zanistî ya Neteweyî (CNRS) û li Navenda Lêkolîn û Belgekirinên Aborî, Hiqûqî û Civakî (CEDEJ), Qahîre/Xartûm.

Jêrenota wergêr: Ev peyvek e ku ji Dînka (navê etnîsîteyekê) û kratiyê (desthilatdarî) hatiye çêkirin û balê dikşîne ser desthilatdarîya Dînkayan. John Garang pişta vê dînkakratiyê digirt.

  1. Di bin kontrola Misirê de ji 1821’ê heta bi 1885’ê, di bin birêveberiya lîderekî dînî Muhemed ibn Ebdellah ê jêre Mehdî tê gotin, Sûdanê serxwebûna xwe bi dest xist. Sala 1898’ê ji nû ve hat dagirkirin û kete bin nîrê desthilatdariya hevpar a ingilîz û misirî. Armanca Misirê ew bû Sûdanê bi tevahî li erdên xwe zêde bike û desthilatdariya reel bi xwe di destê Brîtanyayê de bû
  2. Bixwîne Alain Gérard, "Faux-fuyants au Soudan (Leylan û serabên li Sûdanê)", Le Monde diplomatique, tîrmeha 1984’ê

Wergera ji fransî: Lokman Guldivê