Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Lênûskên karkirên çînê yên gazindan


Ez di vê kargehê de, ji 5’ê hezîrana 2006’an û bi vir ve dixebitim. Meaşê min mehane li dora 1400 yenî [158 euro] ye, ev jî ji meaşê yên ku nû dikevin kar bi tenê bi sed yenekî zêdetir e. Li gorî we, ma ev yek heqrewa ye? Gelo ne neheqî ye ku mehaneya min di sala duwem de bi tenê 28, di sala sêyem de 29 û di ya çarem de 40 yen zêde bibe ? Ma heq heye ku % 40’ê kesên ku li vira dixebitin stajerên bin ku pirr hindik mehane distînin, û ev jî bandora xwe li mehaneya herkesî bike? Aya ji Xwedê heqrewa ye ku pênc derence hebin û her derenceyek jî ji panzdeh pêlikan pêk bê, ew jî tê wateya ku ez hertiştî weke ku ji min tê xwastin bikim jî, ji ber ku ez ê karibim salê bi tenê pêlikekê derbas bikim, ji min re şêst û pênc sal divên heta ku ez bigihêm derenceya herî bilind? Ev çawa heqî ye, ku mirov ewqas bixebite û nikaribe mehê ji xwe re du sed, sê sed yenan bide aliyekî? Pirr sozên dayî ku nehatine girtin hene, gellek newekhevî û bêdadiyeke dijwar heye. Ger em van tiştan hemûyan qebûl bikin, ma em çi ne, li ber çi ne? Ji me re rêyeke din nemaye: Ev grev, ji bo me meseleya rûmetê ye (1).» Karkirekî kargeha perçeyên jihevkirî ya hilbera otomobîlan Hondaya Japonî, li Foshana wilayeta Guangdongê ya Çînê ku di meha gulana 2010’an de lê grev çêbûbû, rewşa xwe bi hevokên li jorê rave dikir.

Hertiştî, di 17’yê mehê de, gava ku nêzîkî sed karkiran ji bo protestokirina biryareke birêvebiriyê ya neheq dev ji kar berda, dest pê kir. Di vê kargehê de, bi rastî, tezmînat weke biserhevdana gellek hêmanan tê hesibandin: ji bo karkirên xeşîm yên pêlika yekem, weke mînak, bi mehaneya asgarî (675 yen = 75 euro) li gorî vatiniyê li mehaneya wan (340 yen = 37 euro) zêde dibe, herweha tezmînatên cuda, ji bo lojmanê yan veguhestinê, ku bi saya wan mehane li ser hev digihê 1 510 yenî (168 euro) (2). Lê, di dawiya meha nîsanê de, şaredariya Foshanê diyar kir ku, ji 1’ê gulanê û pê ve, mehaneya asgarî a herêmî dê ji 770’yî derkeve 920 yenan (ji 85’an derkeve 102 euroyan). Birêvebiriya kargehê li hemberî vê yekê bêdeng nema û biryara xwe da ku vê zêdebûnê ji tezmînata asgarî kêm bike, lê di heman demê de, wê ya girêdayî vatiniyê jî kêm kir û zêdekirineke girîng a mehaneyê jî ku diviya bikira nekir. Ji bo vê jî, piştî lihevkirineke bi şanzdeh nûnerên karkiran re ku ji derveyî sendîkayên fermî hatibûn destnîşankirin, birêvebiriyê soza zêdekirina 500 yenî (55 euro) ya li hemû mehaneyan da û grev di 4’ê hezîranê de bi dawî hat.

Bi vê minasebetê, karkiran nameyeke vekirî nivîsî û tê de ji kardarê xwe xwast ku «ji bo ku ew durustiya xwe îspat bike, divê gotûbêjên durust qebûl bike û gûh bide daxwazên wan ên maqûl». Ev belge diyar dike ku têkoşîna wan ne bi tenê ji bo karmendên kargeha wan e, herweha ji bo hemû karkirên Çînê ye. Belge di heman demê de lîsteyeke daxwazên di derbarê derenceya mehaneyan de, nûnerayetiya karmendan, awayên nirxandina kar û pîvanên terfîkirinê de jî destnîşan dike.

Piştî ku grev bi dawî hat, bala xelkê bi rojan ma li ser xwekujiyên li Foxconn Technologya li Shenzhenê. Di pênc mehan de, sêzdeh karkirên ciwan ên vê fîrmaya Taywanî, ku pêkhatên elektronîk ji bo markayên biyanî çêdikirin, xwastin xwe bikujin û deh ji wan mirin. Di 20’ê tîrmehê de, li Foshanê, karkirekî fîrmayeke havalbenda Foxconnê, ku 18 salî bû, dawî li jiyana xwe anî (3). Piştî vê, Şîrketê diyar kir ku wê mehaneya bingehîn a karkirên çînî zêde bike û qaîdeyên ku li karkiran ferz dike jî biguhere.

Lê divê mirov herdû fîrmayan bi bayê bezê tev li hev neke. Li Foxconnê, mehaneyên kêm ên bingehîn karkiran mecbûr dikin ku ji dema ku bi qanûnê hatiye diyarkirin zêdetir bixebitin. Ev jî dibe sedema îzolebûneke mezin, him ji hevkarên xwe yên li atolye û nivînxaneyan, him jî ji cîhana derve qut dibin. Li fîrmaya Hondayê, diyar dibe ku têkilî ji aliyekî ve di navbera karmendên ji herêmekê de pêk tên û ji aliyê din ve jî di navbera stajerên ji heman dibistanê de pêk tên.

Ji aliyê din ve, ji cerga ku Foxconn, li Çînê bi cîh bûye, him wexta kar him jî wexta bêhnvedanê, disiplîneke weha bi kar tîne ku ji ya leşkeriyê jî tûndtir e. Ew pişta xwe dide hemû hêza mirovên ewlekariyê ku dikarin heta bi darê zorê jî karmendan ceza bikin. Sedema xwekuştina yekem a karkirekî ji ber wê bû ku, ji ber ku bi diziyê hatibû tawanbarkirin, lê geriyabûn û ew girtibûn û heta ku li sûcê ku wî xwe nekiribû jî mikur hatibû. Karkirên Hondayê û yên Foxconnê, li hemberî bûyerên weha ku di mijar û radeyên cihê de pêk dihatin û ji bo wan nedihatin qebûlkirin, bêdeng neman. Bûyereke din bû sedem ku karkirên Hondayê rasterast bi sendîkayên fermî re bikevin pêsîra hev: 31’ê gulanê, nûnerên wan yên ku ji uniformayên xwe dihatin nas kirin, li hemû kargehê belav bûn, bi zorê êrîşî gellek karkiran kirin û bi awayekî fermî ji wan xwastin ku ew dest bi karê xwe bikin. Grevîst dibêjin ku heta nuha kesekî ji wan nexwastiye ku ew wan weke nûnerên xwe hilbijêrin û ew ji pêkanîna rola ku dema grevê ji wan dihate hêvîkirin bi dûr in.

Ev herdû bûyer, bi awayekî qismî jî be, diyar dikin ku ev zêdebûna mehaneya asgarî ya pirr ku heta nuha nedîtî bû, li gellek bajar an şaredariyan bi awayên cuda pêk hatiye (960 yen li Pekînê, 1 120 yen li Şangayê). Bê şik, anketa ku di hezîrana 2010’an de, ji aliyê karbidestên Shenzhenê ve li gel pênc hezar koçberên ku temenê wan di navbera 18 û 35 salan de bû hatibû kirin jî, divê ji wan re ne xerîb be: em dibînin ku ev koçber mehê li dora 1800 yenî qezenc dikin, ji pêncan yekê vî pereyî dişînin ji malbatên xwe re, û nîvê wan gellek saetên zêde yên neqanûnî jî dixebitin (4). Wan herweha birêvebirekî çînî, Zhou Yongkang di 15’ê tîrmeha 2010’an de şand birêvebiriya name û seredanan ji bo ku ji wan re bibêje ku divê hertiştî bikin, da ku pirsgirêkên civakî çareser bikin û bersiva giliyên di derbarê cîhê kar de bidin (5). Zhou dizane ku tevî kêmbûna hejmara giliyan (bi taybetî jî yên bi komelî), tansiyonên civakî yên girêdayî giştîkirina zeviyan, hilweşandina neguhêzbaran û îstîhdama bihêzmaye ye; ew «ji desthilatên mistewayên cihê dixwaze ji bo bêtir han bidin ku pirsgirêkên kar çareser bikin û daxwazên karmendan ên maqûl jî bigirin ber çavan».

Serîhildanên weha bi taybetî ne bi tenê bi herêma endustriyel ya deşta rûbarê Perlesê ve sînorkirî ne. Hîn ji destpêka gulana 2010’an ve, bi rastî jî grevên girîng wîlayetên weke Shandong, Jiangsu û Yunnanê, herweha bajarên Nankin, Pekîn, Chongqing û Lanzhouyê hejandin. Grûba Toyotayê jî, di navbera 1 û 15’ê gulanê de, bû qada nêzîkî deh grevan ji wan. Li Changchunê, 1’ê tîrmehê, hivdeh hezar ajovanên teqsiyan ên bajêr, ji bo protestokirina baceke nû dev ji kar berda. Ev bûyer beşek ji tevgereke hîn mezintir a gurbûna grevan e, ku serê du salan e weke li fîrmayên biyanî li yên Çînî jî hatiye dîtin; bi dirêjiya vê pêvajoya ku ji nîveka salên 1990’î de dest pê kiriye, ev geremola civakî geş dibe: rawestandina karî, nameyên hevbeş ên ji birêvebirên herêmî û Parlamentoya netewî ya gelerî re rêkirî, seredanên organên birêvebiriyê, giliyên bi rêka înternetê belavkirî û hwd.

Bi gotineke din, karkirên çînî yên koçber hergîz sernerm nebûne. Ger komeke yekbûyî pêk bînin jî, mirovan bi ceribandinê û bi projeyên gellekî ji hev cihê li hev dicivînin û ew ji “herêmîtiyê” bêtir rewşa nelibar a kesên saziyekê tercîh dikin. Wan tucarî dev ji dijayetiya newekheviyên girêdayî sîstema belgeya îkametê (yan hukou), protestokirina bêdesthilatkirin û stuxwarkirina bi zorê ku li fîrmayan duçar dibin bernedaye. Ji aliyê din ve, mirov dikare têkiliyeke rastarast di navbera kiryarên ku ew pêk tînin û pêşketinên di warê hiqûqa karî de, deyne ku weke mînak derketina qanûneke li ser peymanên karî ku di sala 2008’an de hatiye nîgarkirin.

Rewşa koçberan bi xwe jî vê têkoşînê teşwîq dike. Ber bi başiyê ve çûyina hatiniya gundiyan, bi rastî jimara berendamên çûyinê ango koçberiyê kêm kir. Koçber dixwazin formasyonan wergirin ku pê derfeta mercên baş ên îstihdamê û jiyaneke li gorî ya yên pêşiyên xwe bêtir mirov karibe qebûl bike bi dest bixin. Ji xeynî vê, hatina bazara kar a zarokên koçberan ku tim li bajaran jiyane, lê bi awayekî fermî weke «biyanî» tên hesêb û bi yên ku bi hev re mezin bûne re heman reftarê nabînin, dibe sedema hin hestên din ên bêdadiyê. Ji ber ku wan heta nuha ji grevê bêtir, derdê xwe bi wasîteya birêvebiriyeke nihênî, xwedêgiravî «bi name û bi seredanan» îfade dikir, kesî guh nedida daxwazên wan. Ji herêmê heta pîleya herî bilind a Dewletê, ev sîstem, di 1951’ê de li ser bingeha buroyên bi pêşwazîkirin û pêşkêşkirina pêşniyazan, daxwazên alîkariyê, bangên ji bo ji nû ve darizandina tawanên siyasî û îdarî yên ku neheq hatine dîtin, rexne û tawanbarkirinê hatine wezîfedarkirin hatiye avakirin. Ev serê şêst salan e ku ew qadeke axavtinê meşrû dike ku ew jî bêrawestan ji alî van gundî, bajarî, serbaz an jî xwediyên malên neguhêzbar ku ew bi destxistine ve diguhere. Di navbera 1993 û 2005’an de, gilî salê % 10 zêde bûne û seredan –bi taybetî jî seredanên komkî, ku carinan bi hezaran mirovan bi serê rêyan dixin- ji nameyan zûtir digihên armanca xwe. Ya herî girîng, herweha kesên ku tim bala hukumetê dikişînin ser pirsgirêkan, gazindan dikin ku pirsên herêmî êdî sînorên herêman derbas dikin, digel ku ev pirsgirêk diviya di cihê xwe de bihatana çareserkirin.

Herçend hiqûq, dîn, rêxistina kiryarên komkî, karibin hîsên neheqiyê îfade bikin jî, birêvebiriya name û seredanan bûye cîhekî tecrubeyên yê weha ku Çînî li wira ji demeke dirêj ve ye ku kapasîteya xwe a girtina însiyatîfê, stendina biryaran, ravekirina serpêhatiyên xwe ya ku weke bi xwe re dipeyivin, lê di heman demê de, derdê wan dibe derdê xelkê jî û weke ku li ser navê kesine din jî ku heman rewş jiyane, dipeyivin. Ew cîhekî weha ye ku lêpirsîna nûnerên Partiya komunîst û Dewletê, têkiliyên desthilat û qanûnên rewa, bi şahidiya kesên sêyem lê pêk tên. Ji derveyî hemû çarçoveya wê ya demokratîk, mirov lê bi xîret wekheviya mercan dixwaze û bi zor cudahiyên hiyerarşîk ku weke tiştekî xwezayî tên hesêb red dike.

Ji hêla aborî, bi temamî, tiştê ku bi rastî jî karmendên Honda û Foxconnê dixwazin ev in. Ji ber vê jî, bi rastî jî diyar e ku ew mîratxwirên van koçberan in, ku di sala 1996’an de, weha nivîsîne (6): «Serê perçe heqê me didin me, lê, ji ber ku ev serê çar mehan e ku em hîn nizanin buhayê perçeyekî çi ye, em ê çawa zanibin ka mehaneya me temam yan netemam e? Me weke gamêşan, koleyan, weke robotan dihesibînin… Ma ji Xwedê heq rewa ye ku piçek azadiya me jî tunebe? Gelo gunehê me çi ye, ku bi qasî serê derziyê jî ewlehiya me tunebe? Ev çawa adalet e ku mirov belaş bixebite? Em êdî nema karin stuyê xwe li ber vê bêdadiya malqambax xwar bikin.»

Mirov bi tenê bi çavekî aborî, an jî pirr demkî li van tevgeran binihere dê bibe şaşiyeke mezin. Berevajiya vê, divê mirov wê weke beşekî ji pêvajoya dûrûdirêj a fêrbûnê, li gorî ravekirina Claude Lefort, «avakirina rastiyê» bibîne. Lê ew herweha jî mehareta nû ya protestokiran derdixe holê, ku çawa bi her awayî dixebitin ji bo desthilata navendî bixin bin destê xwe. Grevkerên ku ji bo şîrketên biyanî dixebitin, li argumantên neteweyî yên resmî vedigerin –ji bo wan daxwazên civakî hêza çînê kêm dikin û divê ji bo rojên pêş bên hiştin- ku bergeha xwe ya manevrayê firehtir bikin: meşrûiyeta hêza ku Çîniyên keda wan ji alî patronên biyanî vê tê xwarin bipelixîne dê çi be gelo? Li Changchunê, şifêrên teqsiyan bêtir prensîbên ku ji bo jiyana wan bingehîn in derxistin pêş. Wan herweha greveke serketî ya bihara 2010’an a li bajarekî wîlayeta Sichuanê ji xwe re kir model (danûstendina tecrubeyan her ku diçe hîn bêtir dibe) da ku greveke sê rojî, -maweyê pêdivî ji bo bala karbidestên navendî bikişînin ser pirsgirêkê ku ew jî mudaxele bikin- îlan bikin. Di encamê de, tevgera xwe li bin banê sê sloganan civandin: em rêberên naskirî naxwazin, em rêxistinên fermî naxwazin, em şîddetê naxwazin.

Ev tevgerên ku ji piştgiriya hukumeta çînî bêpar in (grev ji bo handana zêdekirina mehaneyê û berfirehkirina berxwarina hindurî rêyeke pirr xeternak e), bi rastî jî karbidestên navendî dixin tengasiyê. Ev pêvajoyeke weha ye ku nayê zeftê lê hingî bi rik e, têkiliyên desthilatê yên di navbera birêvebiran û yên tên birêvebirin de diguhere.

Çavkanî: 

Isabelle Thireau:
Birêvebira lêkolînan li Navenda neteweyî ya lêkolînên Zanyarî (CNRS) ya Fransayê, birêvebira xebatê li Dibistana Lêkolînên bilind ên di Warê Zanyariyên Civakî de (EHESS). Berhema wê ya dawîn a çapbûyî : Les ruses de la démocratie. Protester en Chine contemporaine (Hileyên demokrasiyê. Protesto li Çîna hemdem) (bi Hua Linshan re), Seuil, Paris, 2010.

  1. Hevpeyvîn ji alî He Meichuan, lêkolînerê li Unîversîteya Zhongshanê (wîlayet) ve hatiye
    kirin, Foshan, 29’ê gulana 2010’an. Em spasî wî dikin ji bo ku ev belge pêşkêşî me kiriye
  2. Gellek karkiran mesrefên xwe bi texmînî diyar kirin: sîgortaya xanenişîniyê (132 yen), sîgortaya tendurustiyê (41 yen), lojman (126 yen), beşdariya sendîkayê ya mecbûrî (5 yen). Herweha, hatiniya wan a mehane ya
    net bi tenê 207 yen e. Mesrefên jiyana rojane mehane kêm zêde digihên 500 yenî. Heger karmend li kargehê nemîne ango ji xwe re li derve xaniyekî bigire bi kêmanî divê 250 yenên din bixe ser. Li gor texmîna
    Banqeya Cîhanî divê hatiniya mehane ya karmendekî çînî yê ku zarokên wî hebin bi kêmanî 1684 yen be ku bikare aboriya xwe bi awayekî normal bike
  3. Bixwîne: “South China Morning Postê”, Hongkong, 22’yê tîrmeha 2010’an
  4. Bixwîne: “South China Morning Posê”, 16’ê tîrmeha 2010’an
  5. Xinhua News Agency, Pekîn, 16’ê tîrmeha 2010’an
  6. “Les ruses de la démocratie. Protester en Chine”, r. 267

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr