Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Lêgerîna li polîteîzman

Rêdî Seîd Toprak: Xwezarijik I, li ser tuwalê teknîka tevlîhev, 100 x 140 cm

Em bidin zanîn ku ji sê paran diduyê mirovahiya îroyîn bi rengekî xwezayî polîteîst in (yanî doktrîna hebûna gelek xwedeyan qebûl dikin), hingî zêde aqilane nîne ku em neyînin bîra xwe ka îdîaya bi carekê ya "yek xwedayî bi tenê" di kîjan şert û mercan de weha kir ku qebûlkirina pir xwedayan û xwedayê pirhejmar derkeve holê. Ji bo mirov bibihîze û bifikire ka maneya "polîteîzmê" çi ye, divê li Ewropayê û li deverên ji wê peydabûne, bi rengekî dîrokî em vedîtina wê monoteîzmê yan jî wan monoteîzman (baweriya bi yek xwedayî bi tenê) raxin ber çavan, yên ku xuya ye di navbera Roma, Mekke û Qudsê de fikrên gelek belav û xurt in. (1)

Peyva polîteîzmê ji peyva yewnanî polîthêos tê, bi wateya " yê/ya ku pir xwedayan derdixe pêş"; weha xuya ye ku Eskûlus di trajediyeke xwe de ev peyv li hev siwar kiriye, daku çîtekî li dora deriyên Argosê bi nav bike, ku şeş an jî heft xweda lê kom dibûn û bi awayekî nediyar bi cih bûne. Ango bi tenê baxçeyekî piçûk ê polîteîst e, jixwe li welatê yewnanan bi dehan baxçeyên weha hebûn. Hê nû bi ronesansê re, peyva "polîteîzmê" kete nava zimên, bû fikirek û pirsgirêkek: vê peyvê wê deqek li pûtperestiyê bidaya û ew bi awayekî kolektîf muxalifê xirîstiyaniyê bidîta, ew xirîstiyanîzma ku fîgurekî serdest ê monoteîzmeke dogmatîk bû.

Dîroka dînan, bi rengê ku şikil da sedsala 19’ê, hîbrîdek e ku ji gelek hêmanan pêk hatiye. Ew ji du nifşên cihê pêk tê: teolojiya xirîstiyan li aliyekî; dîroka ku îdîa dike zanistî û pozîtîf e, li aliyê din. Pirsa polîteîzmê (yan jî polîteîzman) ji ber hizirîna (fîlozof, civaknas, antropolog û îlahiyatnasan) li ser "kokên dînî yên mirovahiyê" derket holê. Ev "kokên dînî yên mirovahiyê", ji bo naskirina Rojavayê weke bivênevê dihatin dîtin û ew, her weha, weke garantiya îmtiyaza Rojavayê ya bigewedekirina şaristaniyê jî dihatin dîtin. Em tê digihîjin ka ji bo çi analîzeke liberhevgir û ezmûnker a polîteîzmê – cins, nifş, reng, stîl – hê jî, di piraniya zanîngehan de, ne´adetî û heta qedexe ye jî, li wan deran ku pirs û pirsgirêk ji dehsalan û vir ve bi kategoriyên monoteîzmê bi xwe tên xwedî kirin û di serî de ji her sêyan, bi ya herî "katolîk". (2)

Ya rastî, dîroknivîsîna ji Incîlê heta bi Tewradê, nîşan dide ku bi çi awayî monoteîzma pêşî ya weke incîlî tê binavkirin, xistine nav dîrokeke têr şer û qutbûnê. Tewrad, ango Incîla ibrî, ji Incîlê – bi aramî û yewnanî, Mizgînî jê re tê gotin - bi çend sedsalan kevintir e. Jinûveavakirina me ya rabirdûya Rojhilata Nêzîk dike ku em bawer bikin ku destpêka peydabûna yek xwedayî ku yên din hemûyan red dike, mumkin e heta bi sedsala şeşan ya B.Z.’ ê biçe. Li vir, ji bo çavdêrên roja me ya îroj ên ku pê dizanin ku beriya milyonek û heftsedsalan li parzemîna Efrîqayê zindiyekî bi rengê mirovan yên li ser piyên xwe disekinî hebû, tiştekî taybet heye. Ji dema ku pêşketina mejiyî destûr dayê "zimanî" bi kar bîne, şik û guman têde nîne ku zindiyê evqasî nazik dest pê kir kopiyên piçûk ên her şêwaz diyardeyên em navê derxwezayî li wan dikin, xeyal bike; çavkaniya van xeyalan xewn bûn ku bixwe ji bo manûnemana roj bi roj û şev bi şev dildariyeke bivênevê ye.
Dibe ku yek ji van zindiyên li ser du piyan yên dûrî roja me ya îroj fikira dahiyekî afirandibe, ku xewna wî ev e ku dahiyên din hemûyan li derve bihêle. Ji bo niha, divê em qîma xwe bi taybetiyeke di nav eşîreke koçer a Rojhilata Nêzîk de bînin. Dema ku komek keşeyî di navbera du qonaxan de dest pê kir, bawer kir ku Elohîmê wî, ango xwedayê wî yê piçûk ê "neteweyî" dixwaze ku mirov weke ku ew yekane Elohîm be, wî bihebînin, ku navê wî Yahwê ye û ku wî biryar daye "benî-îsraîlan" cihê bike daku wan bike "gelê xwe yê hilbijartî", ev eşîr li derdoreke sûroyo-kena´anî bû.

Bi awirê pêşî tiştê mirov dibîne, bûyereke bêencam e. Ne xema asûriyan, ne ya yewnanan, ne jî ya afrîqiyan bû; jixwe hîç xema çîniyan jî nebû. Yên ku em ê bi reaksiyona wan bihesiyana, Farisên serdema mirovên Yehûdayê bûn, piştî mişextkirina cihûyan a ber bi Babîlonê ve; van Farsên wê serdemê tercîh dikir ku xweseriya gelên di bin nîrê desthilatdariya wan de bûn, bidin wan, û her weha xwedawendên mîna Yahwê jî bêyî nîşanên maddî, perestgeh, yan jî peyker, qebûl dikirin. Bisporên Incilê çi protestan çi jî katolîk, li ser vê tesbîtê li hev dikin; heke li Rojhilata Nêzîk û Navîn, rabirdûyeke hezar salî ya polîteîst meydan û perestgehên nûneriyên ku bi hêza kêm û zêde xwedayî pêk hatin, tijî nekira, tu sedama megalomaniya çavnebar a xwedayê piçûk ê Îsraîlê wê nebûya.

Hê nû di sedsala Voltaireyî de, ango bêhtirî du hezar salan piştî tesniyê û Zulkif , Davîd Hume bîr bir ku pêşiyên tiştê ku hin mirovên serdema wî hez dikir navê " polîteîzmê " lê bikin, bide qebûlkirin. Hêza monoteîzma xirîstiyan ewqasî mezin bû û hê jî li gelek welatan bi hêz e, ku ji bo polîteîzm hêdî hêdî li Rojavayê werin analîzkirin, diviyabû demeke dirêj derbas bibe.

Li Bogazkoyê (Tirkiye), li vî "cihê kombûna xwedayan" ku dişibe paytexta împaratoriyan, arkeolog, zimannas û dîroknasan beriya demeke kurt înventera panteona hitîtiyan da zanîn. Polîteîzmeke zêde navendîbûyî, bi îdareya xwe ya katib, efser û wezîran yên ku pê daketine ku li ser kevalan serjimareke xwedayan a ku bi pêş dikeve, li çînan dabeş bikin; divê "bedenê" van xwedayan, bi hebûna ruhekî ji hesin ê ku bi maddeyên nirxbuha kiraskirî ye, bi baldarî were parastin. Di heman demê de, bisporên şaristaniya Sumeriyan û yekemîn xanedana Babîlê hê jî nîşan dida ka ehlê zanînê – xwedayî û katib – bi baldariyeke çawa ketine nav karê organîzekirina bi sedan xwedayan daku navên wan binivîsin, li malbatan, cotan û komên ji sisiyan dabeş bikin.

Li devereke din û carinan li gelekî nêzîk, xweda şopa piyekî ne li ser xîzê, textekî vala ne, neynikeke metal in, bêhnek in, bêdengiyek in. Li Japonyayê bêhed û hesab in: her tişt, her zindî, libeke birincê, navê deverekê, guliyek, kevirek. Demeke dirêj, Rojavayê bi hezaran netiştên xwe yên ku rojane li hev çêdikirin di nav beşê "anîmîzmê" de bi cih kirin. Dema ev dikir jî lê difikirî ku bi kerema wan kesên ku ruhê xwe bi rengekî pir xiristiyanî tijî kirin, hêviyê bide bi milyonan mirovan ku rojekê wateya bi rastî ya "anîmayê" (3) nas bikin. Afrîkanîst (bisporên Afrîkayê) guh didin kesên ku li gorî bikaranîna xwe şikil didin "fetîşan" û van fetîşan analîz dikin. Bi vî rengî, di tişt û objeyên ku ji wan re tê gotin "fetîş" de, rîtûelên piçûk ên kehaneta rojane, yan jî hezar rêyên ku mirov divê di navbera jidayikbûn û mirinê de bikudîne, ku li cem gelek xelkên pêşî yên cihêreng hene, analîz dikin.

Heke li her deverî û li her parçeyê dinyayê xweda hene, sedema vê ne ew e ku em bi fikirên ruhên xwedî hêz yan jî xwedayên mezin ji dayik dibin. Ev fikir bi texmînî weha peyda dibin: bi guhdarîkirina kesên ku behsa wan dikin, bi temaşekirina merasîmên ku ji bo bigewdekirin û carinan ji bo rengdayîna "hêmanên derxwezayê" hatine fikirîn, yên ku hatine neqandin yan ji bo yekser desttêwerdana jiyana mirovan, yan jî ji bo xurtkirina spekulasyonên li ser kirasguherînan yan jî danûstandina bêyî bikaranîna ziman ya di navbera ruhan de, di navbera melekan de.

Mala xwedê gelekî ava ku li vir û li wir, nobetdarên nifşê mirov roniya şevçirayekê didin şevê. Bi vî rengî yekî ji wan, di nava hesta vedîtina Dunya Nû peydakirî de, weha kir ku were dîtin ku li her deverî û her demî "fikirên gelêrî" hene. Ev fikirên gelêrî carinan nas û - eger yên xerîban bin - carinan cinawirane tên nîşandan. Û Michel de Montaigne – ev ew e – bi dengekî nizim pêşniyaz dike ku divê "karkerê mezin ê mûcîzeyan" ango mejiyê mirovî ji hebûna van baweriyan berpirsiyar were girtin, lewma bi tenê ji wî tê ku baweriyên "bi heman rengî" û her weha "absurd" –tewş- li dever û demên pir dûrî hev çêbike. Û heke bawerî "weke lana mozan" lê derdibin, kîjan ji wan dikarin îdîa bikin ku xwediyê "otorîteyeke fermandêr" in? Nobetdarê hêjayî qedirgirtinê, bê deng, bê guman, ev peyv li gotinên xwe zêde kirin: xwedayên pirhejmar, çi fikir û çi dahî bin, weke çeteyan û taxan şerê hev nakin. Tu daneya birincê heta îroj xeyal nake ku tevahiya zindiyên li ser rûyê erdê bike koleyên xwe, "erda" "kesên baweriya mirovan diguherin".
Ev tesbîteke hêsan e, monoteîzm, qet nebe yên ku hez dikin hewasdarên belavkirina baweriya xwe bin, li dijî herkesî şer dikin û beriya her tiştî li hemberî hev şer dikin. Rastiya banal: çawa ku xwe weke şahidên Wa´hiya Rastî ya mirov li ber rabûn, qebûl kirin, xirîstiyanî û îslam ketin nav komkujiyên mezin ên li dijî hev. Dîrokeke nexweş e, heta mirov bêje bes xwînrij û îroj bûye xwedî stîlekî holywoodî yê "şerê şaristaniyan".

Heke Rastî hebe, hingê baweriyên din şaş in. Di serdema desthilatdariya Augustusî de, pêxemberekî piçûk ê Filistînê bi peyama xwe ya evînê, bi mirineke di çarmixê de, bi çendek bawermendên dildarê karîzmaya "xwedayekî" ji bo her ruhî yek bi yek fikaran dike. Ev taybetmendiyek ji taybetmendiyên wî ye. Bi malbatî bawerkirina vejîna pêxemberekî mirov heyranê wî, ango; li "meclisê" (4) bawerî pêanîna ku Îsa ji bo ku dinyayê xilas bike hatiye, bi tenê yek ji baweriyên bi Mesîh e. Ya herî kêm zerarê dike ji bo damezrînerê baweriyên nû, ew e ku bide bawerkirin ku ew tiştekî weke "dînekî çêtir" tîne. Çima wa´hiya projeyeke mezin a ji bo rizgarkirina mirovan ji dinyayeke ku ji ber gunehekî ne yê wan e, bi rengekî xirab ketine ser rûyê wê, li quncikeke wenda ya Celîleyê wê nehatibe? Bê guman, hêjayî pesindayînê ye mirov bi dost û cîranên xwe bide zanîn, ku hê jî "maneya her tiştî heye"!

Ev yek vê nahewîne: di binê dareke çinarê de xeyalkirina çalakiyeke mezin a lidervehiştina gerdûnî ya "şaşiyê" ku baweriyên din nûneriya wê dikin. Dîsa jî, ya ku ber bi sala 320’ê ve li Rojavayê qewimî ev bû: dema welatiyekî romayî ku ne weke yên din asayî bû, lewra ew împarator bû – ji yên berî xwe ne xirabtir û ne jî çêtir bû – biryar da ku dînê xwe biguhere û dînê "Mizginiyê" qebûl bike. Konstantin karîbû tercîheke ku bi tevahî şexsî bû, bike. Mixabin! Di despêka sedsala 4’ê de, dilsozên rebenê li çarmixê xistî, li dora peyva seydayê xwe ku êdî "pirtûk" (5) bû, li "meclisan" kom bûn, ya ku wê paşê navê Dêrê, Meclisê lê bihata kirin, damezirandin. Ji bo ku koka xwe berdin û bi cih bibin jî, paytextê împaratoriyê, bajarê Romulus û Rêmus hilbijart. Çawa ku vê dêrê dikarî xwe bispêre hêz û otorîteya prensî, pê re jî misoger bû ku Wa´hiya Rastiyê ya şîroveyên Nivîsan bi tenê ji wê re hatiye û ew ê bi lez û bez bi lidervehiştina "baweriyên" din hemûyan, baweriya bi amenaya xwe ferz bike û baweriyên din hemûyan veguherîne ser putperestî û xurafeyê. Çîneke dîndaran a hiyerarşîzekirî bi vî rengî mezin bû ku hêza wê bi sedsalan tevahiya "karmendên xwedayan" ên din ji rûyê dinyayê birin. "Şaristaniya Rojavayê" dimeşe, ji bo ku gelên biyanî bîne ser dînê xwe, erdên anîmîstên hov dagir bike, bi xaçê şerên adil yên navê şerên "dînî" li wan tê kirin bi rê ve bibe, li her deverî otorîteya Rastî û Başiyê bide qebûlkirin.

Va ye, bi vî rengî di nav şekeke ruhên bi êş û bi jan de hilgirtî, em bûn "polîteîst" ... Hinek dixwazin dîroka kûr a monoteîzmeke di cewherê xwe de totalîter e, bi zanîn netolerans e û rewa ye, rexne bikin. Ev nêrîna rexnegir di cih de avantajek e : piştî ku carekê mirov fikira "dîn nabe şaş be" deyne aliyekî, bi mezinahiya çavkaniyên xeyala mirovî dihese.

Bisporekî şareza di guhên min de dibêje: "xuya ye, polîteîzm wê bibe bazareke baş!"

Çavkanî: 

Marcel Detienne: Zanyarê olî û antropolog

  1. Francis Schmidt (di bin birêvebiriya wî de), L’impensable polythéisme. Etudes d’historiographie religieuse [Polîteîzma mirov nikare lê bifikire : Lêkolînên li ser dîroknivîsina dînî], Editions des archives contemporaines, Parîs, 1998
  2. Peyva "Katolîk" ji peyva yewnanî katholîkos tê, û wateya wê "gerdûnî" ye
  3. Peyveke bi latînî ye ku wateya wê ruh, giyan e
  4. Ango Ecclesia, bi yewnanî – ji cîhê dêrê
  5. Bi yewnanî navê bîblîon [navê Incîlê, bi zimanên ewropî ji vê peyvê tê] li pirtûkê tê kirin

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê