Lêgerîna kurdan ji bo stratejîyeke nû
Di nav çend hefteyan de, zêdetirî 100 000 kurdên Iraqê, yên ji bombebaran û çekên kîmyayî revîyan, xwe li Tirkiyeyê girtin. Ev pêla ji nişkave ya koçberîyê dikare têkilîyên nazik ên Enqereyê bi Bexda û Tehranê re jî dijwar bike. Ev yek herwiha dikare bibe zemîna teşwîq û destekê ji bo serhildêrên kurd ên ji tebaxa 1984ê ve li herêma Rojhilata Tirkiyeyê çalakîyan li dar dixin û ji ber vê ev rewş dikare dengeya navxweyî ya Tirkiyeyê xira bike.
Dawîya nîsana 1987ê, rêxistinên kurdên iraqî lîsteya gundên kurdan ên ku hukûmeta Bexdayê biryara hilweşandin û valakirina wan dabû, radestî sefaretên hêzên mezin ên li Şamê dikirin. Wan herwiha bal dikişand ser îhtîmala bikaranîna çekên kîmyayî di çarçoveya bici-hanîna plana ku di serê nîsanê de dest pê kir. Di dema geryaneke xwe ya Ewropa (1) û Dewletên Yekbûyî de, bihara 1988ê, serokê partîya Yekîtî Niştimanî Kurdistan Talabanî jî bi gilî û sitem, bal dikişand "tevkujîya ku bi mehan e li ser gelê (wî) tê meşandin" û ev tevkujî dişiband qirkirina ermenîyan ya di pêvajoya şerê yekemîn ê cîhanê de.
Tevî ku ji aliyê dîplomatên xwe û gelek rêxistinên mafên mirovan ve hatine hişyar kirin, hem hukûmetên Rojhilat hem jî yên Rojava dîsa jî xwe li kerr û korîtîyê danîn û nexwestin dengê xwe derînin. Medyayan jî, bi temamî bala xwe didan ser rewş û çarenûsa şerên li enîya başûr ên navbera artêşa Komara Îslamî û ya rejîma baas û qet cih nedan bûyerên kambax ên li bakur rû didan.
Ji agirbesta tebaxa 1988ê ve ku ji bo vê gavê dawî li şerê Kendavê anî û der barê qedera Iraqê de hin paytext rihet kirin, û piştî êrişên dawî yên ku Iraqê li gel çekên kîmyayî birin ser Kurdistanê, civata navneteweyî kete nav livûtevgerekê. 7ê îlonê, êdî serok François Mitterrand "endîşeya" xwe dianî ziman; 8ê îlonê, sekreterê Amerîkayê George Shultz jî, îlan dikir ku bikaranîna amûrên "dilxelîner û nemafdar" dikarin têkilîyên Amerîkayê yên bi Bexdayê re xira bikin.
Arşîva bîra Kurdan
Pêvejoya heta qirkirina Helepçeyê mijara vê nivîsê ye. Kurtedîroka têkoşîna hêzên kurd li Iraqê û piştî hatina Xomeynî ya ser hikumdarîyê rewşa tevgera kurd li Îranê bi mînakên gav bi gav polîtîka û dîplomasîya girift ku ber bi komkujîya kurdan ya bi çekên kîmyayî ve dibe, di kîjan pêpelîkan re derbas bûye, tên ziman. Îran û Iraq ji alîyekî ve li dijî hev şer dikin, ji alîye din jî her yek bi kurdên parçeyekî re li dijî parçeyê din şer dike. Bêçaretîya kurdan jî bi navê têkilîyê bi kar tînin û ew dixin rewşên têkbar û dijber. Derbasî sînorên xwe yên fermî dibin û dikevin pey nêçîra şervanên kurd, bombeyên kîmyayî dibarînin û ev rewş heta Helepçe dewam dike; li Helepçeyê hedef komkujîyeke sîvîl e, Sedam dest bi komkujîya sîvîlan dike ku bingeha hêzên kurd ya girseyî ji holê rake. Ne tenê Bexda û Tehran, herwiha Şam û Enqere jî di nav van têkilîyan de dijberîya hêzên kurd dikin. Gava kurd ji bombebarana kîmyayî xwe dispêrin welatên derdor jî, ew di destpêkê de vê yekê tenê ji bo xwe bi kar tînin û di rastîyê de alîkarîya gelê sîvîl nayê kirin. Sedam rê li ber ereban vedike ku li Kerkûkê bi cî bibin û gelek zêde pereyan dide erebên ku bi cî dibin, lê nahêlê kurd dakevin bajarê Kerkûkê, bi ser de kurdên niştecî jî bê mal û milk dikin û nahêlin ew li wê dere bijîn.
Ev helwêstnîşandan êdî hêsantir dibûn, bi taybetî bi rawestîna şerên li bereyên Îranê û bi vemayîna nepayî ya rejîma baas a ku li dijî Tehranê, nêzî tevahîya civata navneteweyî destek dabûyê. Fransayê çekên pêşketî tedarîk kiribûn; gelek welatan -Fransa, Îtalya, Qralîyeta Yekbûyî, Hollanda jî di nav de- rasterast an jî nerasterast destek dabûn bigewdebûna kargehên hil-berîna çekên kîmyayî; Amerîkayê qût û xwurek tedarîk dikirin; Komara Federal a Almanyayê nav-gînên pîşesazîyê; Çînê jî di warê karûbarên mezin de hevkarî dikir... Lê belê peydekara bingehîn a çekên kevneşop ji bo Bexdayê, YKSS bû û vê dewletê bi eyarkirina têkilîyên xwe yên baş bi her du alîyên şer re, di heman demê de îtîbara xwe li cem kurdan jî diparast û winda nedikir. Rejîma baas îro êdî xwe wisa bi çekûrext kiriye ku dikare ji bo pirsgirêka kurd "çareserîya hetahetayî"yê bixe dewrê.
Rejîma baas a ji serkeftina xwe serxweşbûyî û heta qiriqa xwe biçekûrextbûyî, ji bo ku li dijî "ecemê dijmin" pê re bibin hevalbend, xwe nêzî kurdan dike. Berdêla hevalbendiya partîyên kurdên Iraqê li gel rêveberên Tehranê, careke din ji alîyê gelê sîvîl ve tê dayîn. Dîsa weke 1975ê, gava Peymana Cezayîrê ya di navbera Sedam Hussein û şahê Îranê de 6ê adarê hatibû îmze kirin: Ji bo berdêla rawestandina alîkarîya Tehranê ji bo serhildana Mistefa Barzanî ya li Kurdistana Iraqê, Bexdayê qebûl dikir ku sînorê başûr ê navbera her du welatan weke newala Şat El Ereb were dest nîşan kirin. Otonomîstên kurd ên bêparmayî ji alîkarîya ku bi temamî pê ve hatibûn girêdan, pir zû şikestin û rastî pelişîneke dilsotîner hatin.
Dîrok, herçendî detayên wê cihêreng jî bin, weke ku xwe dubare dike. Kurdên bi temamî dorpêçkirî û parçekirî bi taybetî di navbera sê welatan de –Iraq, Îran, Tirkiye-, hertim ketine pey alîkarî û pişgtirîya dijminên hukûmetên xwe û balkêş e ku her yek ji wan hukûmetan welatîyên xwe yên kurd diperçiqandin. (2)
Hêzên derve jî bêguman ne li derveyî vê lîstikê ne. Piştî şerê yekemîn ê cîhanê, wan bi kûrahî mohra xwe li dîroka Kurdistana nûjen da: Qralîyeta Yekbûyî, pêşî bi siyaseta xwe ya petrolê ji 1920ê ta şoreşa 1958ê û dûre jî heta neteweyîkirina petrola Iraqê di 1972yê de; Fransa, ji bo dijberîkirina li himberî "Albionê bêbext"; Yekîtîya Sovyetê, di 1946ê de bi alîkirina yekemîn Komara kurd a Mehabadê an jî bi desteka carcaran a ji bo têkoşîna Mustafa Barzanî li Kurdistana Iraqê di navbera 1961 û 1975ê de.
Tevî vê yekê, bi pêşserdestîya tesîra amerîkî li ser Îran û Tirkiyeyê ya salên navbera 60 û 70yê, rêzikên lîstikê guherîn. Ji bo rejîma Bexdayê ya ku ji 1972yê ve bi Yekîtîya Koma-rên Sovyeta Sosyalîst (YKSS) re bi peymaneke dostanî û hevkarîyê ve hatibû girêdan, armancên stratejîk ketin pêşîya yên aborî.
Rapora veşartî ya Pike (3) a 1975ê, bi ronahîyeke balkêş vê vedora dîrokê zelal dike: Bi şandina çekan ji bo tevgera Barzanî, Waşîngton-eynî weke ya Tehranê – ne li pey serkevtina serhilêdaran bû; Waşingtonê ji bo ku rejîma baas qels bike û nehêle bikeve nav ti macerayeke navneteweyî, dixwest "radeya hêza dijminên wê rejîmê di asteke têra xwe bilind de" ragire. Di dema şerê cotmeha 1973yê de, li ser pêşnîyarên îsraîlîyan, kurd amade bûn ku li dijî artêşa Iraqê êrişekê bidin dest pê kirin, lê belê Henry Kissinger ew yekcar ji vê armancê vegerandin û pêşmergeyan bi ya wî kir. Bi wî awayî wan ew firset ji destê xwe revand.. Di adara 1974ê de, dîsa di bin tesîra nêrîna Dewletên Yekbûyî û Îranê de, Barzanî pêşnîyareke lihevkirinê ya Bexdayê red kir. Piştî pelişîna 1975ê, 200 000 kurd xwe li Îranê girtin û li wir bûn penaber. Dema carekê li ser encamên siyaseta wî jê hat pirsîn, Kissinger ev bersiv dida: "Nabe ku livûtevgerên îlegal bi karûberên misyonerîyê re bên tevlîhev kirin." (4)
"Ceribandina hemû rê û rêbazan"
Ji destpêkirina şerê Kendavê yê îlona 1980yê û vir ve, tevgera neteweyî ya kurd, hem li Iraqê hem jî li Îranê, nefeseke nû stand. Li gel vê yekê jî, careke din, hevalbendên wê li gor şertûmercan guherîn. Li himberî rûdana ji nîşka ve ya êrişên Îranê di 1983yê de, rejîma baas ket nav danûstandinan li gel YNKê û rêveberê wê birêz Talabani, ku hevalbendîya xwe ya bi Komara Îslamî re ji bo demekê bi dawî anîbû.
Bi navbeynkarîya sekreterê giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê Abdul Rahman Qasemlo ku hevalbendê Bexdayê bû, YNKya ku Îranê ji bo kurdan ji Iraqê jî xetertir dinirxîne, agirbesteke bi rejîma baas re qebûl kir. Hêza din a mezin a muxelefeta kurd Partîya Demokrat a Kurdistana Iraqê ya kurê Mustafa Berzanîyê binavûdeng, Mesûd Barzanî jî dima weke hevalbendê rejîma îslamî.
Têkçûna muzakereyan a bêtir ji ber zextên Dewletên Yekbûyî û Tirkiyeyê –tevî ku Parîs û Moskovayê berevajîya wan alîgirîya lihevhatinekê dikirin- bû sedem ku YNK careke din vegere himbêza Îranê û hevalbendîya xwe bi PDKya Iraqê û PKIyê re nû vebike. Û bi wî awayî careke din her tişt vedigeriya rewşeke ji berê jî adetîtir:Ji her du tevgerên neteweyî yên kurd ên rojhilat û başûr, her yek jê careke din bi dijminên hukûmeta xwe re, xwe di nav hevalbendîyê de didît.
Rêveberên YNKê, serwextbûyî ji şaşîyên Mustafa Barzanî yên 1975ê, tevî vê yekê îqna bûn ku Ayetûllah Xomeynî wê ti caran bi "xayîn Sedam Husseyn" re li hev nekira. Helbet wan, bi piçûkdîtina desteka navneteweyî ya ku Iraqê jê sûd werdigirt, tercîheke şaş kir.
Bi tamdana Tehranê, Talabanî di destpêka 1988ê de bi Enqerê re kete nav danûstandinan; lê belê rayedarên tirk ên ku hertim red kirine ku kurdan li dijî cîranên xwe bi kar bînin, xwe nedan ber daxwazên wî. YNK îca vegeriya ba Partîya Karkerên Kurdistan-PKK ya ku li rojhilataTirkiyeyê şerê çekdarî dimeşîne. Di navbera her du rêxistinan de 1ê gulana 1988ê li Şamê peymanek hat îmze kirin.
Bexdayê jî bersiveke zêde dijwar da lihevhatina kurd û îranîyan a ku li dijî tesîsên petrolê yên Kerkûkê dibû tehdîdek. Di nîsana 1987ê de, artêşê gelek êriş dibirin ser bakur; yên kîmyayî jî di nav de, bombe dibarandin ser kurdan û ev rewşa kambax dibû sedemê koçberîyeke girseyî a kurdan. Ev pratîka koçberîyê ne tiştekî nû bû, lê belê vê carê êdî gihîşt asteke ji ya hemû demên berê dijwartir û sîstematîktir: Bexdayê hem têkilîyên "pêşmergeyan " ji gel qut dikirin, hem jî lez dida erebkirina Kurdistanê. Bi wî awayî, gundîyên kurd ên ji gundên xwe dihatin avêtin, nikaribûn li Kerkûkê bi cih bibin, lê belê her erebekî ku bi armanca bicihbûnê dihat Kerkûkê, di îlona 1987ê de, alîkarîyeke bi qasî 600 000 frank distand da ku bikaribe ji xwe re xanîyekî jî çêke.
Raya giştî ya navneteweyî dest pê kir dengê xwe yê dijber deranî, gava ku di adara 1988ê de li bajarê Helepçeyê zêdetirî pênc hezar kes, jin, mêr, zarok, hatin kuştin –ê ku berî demeke kin ji alîyê "pêşmergeyan" û hevalbendên wan ên îranî ve hatibû vegirtin– bi bikaranîna gaza girsekuj. Bexdayê hingê da xuya kirin ku ew xwedî "maf û biryardarîyê ye ku li dijî dagîrkerîya Îranê û heta li dijî welatîyên xwe jî, her cure derfet û amêrên di destê xwe de bixe dewrê ", welew welatîyên wê bi xwe jî bibin hedef.
Di îlona 1988ê de, li gel vê yekê jî, rejîma baas bikaranîna çekên kîmyewî yekcar înkar kir û li pêşîya sefareta amerîkî ji bo şermezarkirina tehdîdên ambargoya aborî ya ku hukûmet û senatoya amerîkî xwe amade dikirin li dijî Iraqê bixin dewrê, xwepêşandanên mezin dan li dar xistin. Û di vê navberê de şer jî dewam dike: Di nîvê meha îlonê de, artêşa Iraqê piranîya "deverên azadkirî " yên kurdan careke din vergirtibûn û sînorê bi Tirkiyeyê re jî ji nû ve xistibûn bin kontrola xwe.
Paşeroja muxelefeta kurd a Iraqê tarî xuya dike; bêhtir, bi her halî, ji ya PDKya Îranê. Tevgera Qasemlo, ya ku li dijî şoreşa îslamî şer dike, berevajîyê tevgera Mucahidîn a Mesûd Racavî, hertim red kiriye çalakîyên xwe bi hevkarîya artêşa Iraqê bi rê ve bibe: Dibe ku bi îxanetê jî were sûcbar kirin, lê belê bi pêkanîna hevgirtineke siyasî bi Sedam Huseyn re, hewl da bibe xwedî otonomîyeke ku derfetê bidê ku karibe xwe li himberî peymaneke navbera rejîmên Tehran û Bexdayê biparêze û li ser lingan bimîne.
Zêdetirî sed hezar kurdên Iraqê ji niha ve li Tirkiyeyê bûne penaber û ew li vî welatî xwe digihînin gelek îranîyên ku ji ber rejîma ayetûllah Xomeynî reviyane. Serokwezîr Turgut Ozal, tevî vê yekê dîyar kir ku ew ê nikaribin heta dawîyê himbêza xwe ji pêla koçberîyê re vekin û da zanîn ku "Tirkiye wê nikaribe zêdetirî hejmareke dîyarkirî penaberan pêşwazî bike". Rayedarên vî welatî ji encamên vê koçberîyê endîşeyan dikin: Her çendî gelek kurdên Tirkiyeyê çalakîyên PKKê yên şidetê neecibînin jî bi sempatî nêzî armancên wê yên siyasî dibin û bi danûstandinên li gel birayên xwe yên ji Iraqê hatine, dikarin radîkaltir bibin (5) hê germtir bibin li çandeke ku Enqereyê pêvajoyeke dirêj hebûna wê înkar kiriye.
- Hikûmeta Jacques Chirac tevî vê yekê jî wê hatina nav xaka fransî qedexe bike
- "Gelê kurd, kozeke jibîrkirî li Rojhilata Navîn", le Monde diplomatique, cotmeh 1986
- Bi piranî di Village Voiceyê de eşkere bû, New-York, 16 û 23 sibat 1976. Binêrin William Blum, The CIA. The Forgotten History, Zed, Londres, 1986
- Voir William Blum, op. cit, rûpel 278
- "Kurdistan: Pirsgirêkeke bêhempa", le Monde diplomatique, mijdar 1987
Wergera ji fransî: Baran Nebar


