Lawazîya berxwedaneke parçebûyî (2)
Neteweya qedîm a tarûmarkirî li hemberî dewletan, ketiye nav hewldaneke mezin a parastina nasnameya xwe. Lê belê xewna "Kurdistana Mezin" nebû çîmen-toya têkoşînê.
Avakirina Kurdistaneke serbixwe, di 1920ê de, bi peymana Sevrê hatibû rojevê. Piştî şêst salan, gelê kurd hê jî di navbera pênc welatan de parçekirî ne: Li Tirkiyeyê (6- 8 mîlyon, li Îranê (5,5 mîlyon), li Iraqê (2,5- 3 mîlyon) û bi hejmara herî hindik jî, li Sûrîye û li Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîstê, (li yekê 500 000- 800 000 û li ya din jî 300 000) (1). Ji hingê ve kurdan ji bo parastina nasnameya xwe ya neteweyî qet navber neda têkoşînê. Lê belê, eynî mîna xaka wan, tevgera wan a neteweyî jî parçe parçe ye.
Şerên birakujîyê li Iraqê
6ê adara 1975ê, li Cezayîrê, bi rasthatina civîna OPECê, Îran û Iraqê îmze diavêtin ser peymana lihevkirinê û pê, şah bi taybetî qebûl dikir ku ew ê nema alîkarîyê bide otonomîstên kurd ên başûr. Ev yek di nav kurdên penaber ên Iraqê de ku xwe li Nexedeyê (Îran) digirin, bû sedema alozîyeke mezin, ji ber ku wan wisa bawer dikir ku ew peyman dihat wateya hilweşîna tevgera kurdî. Di vê navberê de, ji 22yê gulanê ve hejmarek mîlîtanên çepê PDKya başûr, li hotela Mahabad civîyayî, Tevgera Sosyal Demokrat a Kurdistana Iraqê ava dikir û ew tevger wê pir bilez veguheriya ser Tevgera Sosyalîst a Kurdistanê. Di nav avakaran de: Elî Eskerî, Umer Debabe û Dr Xalid, ji 1964ê ve bi baskekî PDKê re bûn û serkêşîya vî baskî Celal Talabani û Ibrahim Ahmed dikir; û hin kesayetîyên hindiktir nas jî Taher Ali Wali û Resûl Mamend bûn.
Hema hema di heman demê de mîlîtanên çepê tundrew Komîteya Marksîst Lenînîst a Kurdistanê, bi gotineke din "Komala" ava dikir, "demokratên", weke Celal Talabani, Kemal Xoşnav û Kemal Fûad jî, lihevcivîyayî, li nav rêxistineke siyem a bi navê Liqa Gelemperî, Komîteya Amadekar a Yekîtî Niştîmanî Kurdistan bi gewde dikir. Vê komîteyê jî amadekirina bernameyekê û lihevgihandina hemû rêxistinên demokrat û sosyalîst ên Kurdistana Iraqê ji xwe re dikir wezîfe. Gava ku 1ê hezîrana 1976ê, bi qasî çil mîlîtanên Komalayê yên ji Sûriyê dihatin, bi armanca jinûve dandestpêkirina şerê çekdarî li bakur-rojavayê Kurdistana Iraqê, ketin herêma Behdînan, yekîtîya van rêxistinên cihêreng hê saz nebûbû. Wisa xuya bû ku ev mîlîtan pir bêtedbîr û bilezûbez hatibûn şandin: Mehekê piştî hatina wan a Kurdistanê, fermandarê koma wan, Îbrahîm Azû hat girtin û înfaz kirin.
Arşîva bîra Kurdan
Beşê yekem yê nivîsa Chris Kutschera di hejmara Adarê ya Le Monde diplomatique kurdî de derketibû. Em niha jî bêşê duyem ya nivîsê diweşînin. Kutchera lîstikên dewletên derdor û yên dagirkerên Kurdistanê û bi vê yeke ve girêdayî şerê kurdan li dijî hev, parçebûn û belavbûna wan anîbûn zimên.
Di berdewamîya nivîsa xwe de bi heman awayî rewşa serek û rêxistinên kurdan yên wê demê tîne zimên û rewşa belav û parçebûna wan bi kûrahî dest nîşan dike û şanî dide ku kurd ne tenê ji alîyê dijmin û ji alîyê şerê navxweyî lê her weha ji alîyê dostên xwe jî tên berdest, parçe û belavkirin; her kesek çawa di nav hewldanekê de ye ku sûd ji têkçûn û tevlîhevîya wan bigire û `dost´ çawa di rojekê de dikarin vegerin aliyê din û bikevin pey mafên xwe.
Dewletên derdor bi taybetî gelek dewlet û rêxistinên ereban, gelek komikên çep jî di nav de, hîç mafekî ji bo dîplomasî û têkilîyan nadin yên kurd û wan hertim bi sîxurî û berdevkiyên dewletên Amerîka û Îsraîl tewanbar dikin.
Belawelabûna rewşa hêz û rêxistinên kurd dibû sedema hêriş û bikaranînên wan û bêhêzketina têkoşîna gele kurd. Lê di rewşeke wiha de jî, çawa kurd di nav hewldanên xwekomkirina ber hev de bûne û çawa gelê kurd têkoşîna xwe ya jiyanê dewam kiriye û bi hemû lîstîkên kirêt re jî têk neçûye, di berdewamîya vê nivîsê de zelal diyar dibe.
Piştî çend mehên din, rêveberên Tevgera Sosyalîst a Kurdistanê, Elî Eskerî û Dr. Xalid jî ketin nav xaka başûrê Kurdistanê; lê belê evên dawîyê li baregeheke xwe ya herêma ku wan baş nas dikir, li başûr-rojhilatê Kurdistana Iraqê, li qada Qeladiza Koysancaxê bi cih dibin. Di demeke pir kin de, bi qasî hezar pêşmerge li derdora Elî Eskerî kom dibin. Salekê piştî jinûve destpêkirina şerê çekdarî, rewş, ji alîyê eskerî ve, têra xwe lihevhatî ye ji bo di navbera 30ê tebaxê û 12ê îlona 1979ê de kongreya avakar a Yekîtîya Niştimanî Kurdistan li hev kom bibe. Celal Talabanî jî di nav de 63 delege tevlî kongreyê dibin. Talabanîyê ji Şamê hatî, piştî demeke pir nêz, bi wî awayî, weke sekreterê giştî yê rêxistina nû tê dest nîşan kirin.
Celal Talabanîyê di 1933yê de li Koysancaxê hatî dinê û ji fakulteya huqûqê ya Bexdayê mezûnbûyî, weke yek ji "ciwanên radîkal" ên PDKa başûr pir zû bal kişand ser xwe. Di 1961ê de, li demeke ku piranîya rêveberên PDKê, muhtemelen hinek jî di bin bandora Partîya Komunîst a Iraqê de, ji bo şerê çekdarî her didin paş, Talabanî di nav partîyê de digihîje komeke piçûk a ku endamên wê pir dixwazin zûtirîn dem şer bidin dest pê kirin.
Celal Talabani hingê bi general Barzanî -ku îro êdî tine- re dikeve nav danûstandinên wisa nêz ku general jê re digot,"kurê min". Lê belê piştî agirbesta 10ê sibata 1964ê, ew dibe yek ji rêveberên PDK yên ku li gel Îbrahîm Ahmed, Omar Debabe û Elî Eskerî, navbera wan bi Barzanî re xira dibe û êdî wî weke "kesayetîyeke eşîrî " bi nav dikin û hetta, wî ji bo şoreşa kurd weke "kesê herî xeter" dinirxînin. Piştî berxwedaneke kurt, ew neçar dimînin li Îranê bibin penaber. Korbûyî, ji ber kîna xwe ya li dijî Barzanî, talabanîgir di destpêka 1966ê de bi Baasê re li hev dikin, yekîneyên ji du hezar mîlîsan "cahşan" pêk tên, saz dikin û heta îmzekirina peymana lihevkirinê ya 11ê adara 1970yê, ew ê şerê li dijî peşmergeyên general Barzanî bidomînin.
Celal Talabanîyê ku ji alîyê hevalên xwe ve weke "teorîsyenekî jîr û pêşengekî zîrek" tê dîtin, bi ehlîkêfî û xweşbêjîya xwe tê teqdîr kirin. Lê belê ji alîyê kesayetîya xwe ya siyasî ve serê mirovan tevlihev dike: Wî general Barzanî ji ber hevgirtina wî ya bi şahê Îranê re rexne dikir, lê belê ew bixwe jî, li gel kesekî din ê zilm li kurdan dikir, li gel serokwezîrê Suriyê general Hafiz Esad di nav danûstandinan de bû. Û Hafiz Esad dixwest wî ji bo bêîstîqrarkirina Iraqê bi kar bîne, wekî ku şahê Îranê jî Barzanî bi heman armancê bi kar anîbû. Bi rastî jî di 1976ê de, Şam bi çek û pereyên ku dide, ji bo tevgera kurd a başûr dibe navendeke girîng. Kongreya YNK ya îlona 1977ê buroyeke siyasî û komîteyeke navendî ya nûnerên sê tevgerên sazûmankar hilbijartin û ev slogan da pêş: "Xweserî ji bo Kurdistanê, demokrasî ji bo Iraqê." Ev formul û ya PDKya Îranê eynî ne. Sekreterê wê yê giştî ji bo me pozîsyona YNK ya der barê otonomîyê de wiha îzah kir: "... Ez natirsim ku weke cidaxwaz werim bi nav kirin. Gelê kurd li welatekî bi awayekî sûnî parçekirî dijî. Em ne hindikahîyek, lê neteweyek in. Li gel vê yekê jî, em ji bo xweserîyê têkoşînê dimeşînin. Nifşê min bi qasî ku xuya dike, wê serxwebûna Kurdistanê nebîne."
Partîya wî giranîyê dide stratejîya pêkanîna "lihevkombûna neteweyî ya Iraqê" bi gotineke din, komîteya koordînasyona dijberîya iraqî ku di nav de li tenişt YNKê, herwiha rêxistinên siyasî yên ereb ên weke Tevgera Sosyalîst a Ereb (ji nav Tevgera Neteweyî ya Ereb derket), Baasa çepgir (baskê alîgirê Sûriyê di nav Baasa Îraqî de), Fermandarîya Navendî ya Partîya Komunîst a Îraqê (ji nav PKIyê derket) û hin tevgerên xwe dispêrin îlhama nasirî: Partîya Kongreya Ayat Said Thabet, ku li Lîbyayê penaber e; Partîya Sosyalîst a Reşîd Mûhsîn, şefê berê yê Servîsên Saloxdarîyê yên Aref ku li Qahîreyê penaber e û Partîya Yekbûnê.
Celal Talabanî vê stratejîyê wiha îzah dike:"Bi vî awayî, ti kes nikare me bi alîgirîya sîyonîzmê û ya emperyalîzmê tewanbar bike." Tevî gumanbarîya li ser YNKê ya ji ber hebûna rêxistinên balkêş ên di nav "lihevkombûna neteweyî" de, divê ev jî neyê ji bîr kirin ku Celal Talabanî karibû li gel Şamê (bi rêya Baasa Çep) û Adenê (bi rêya Tevgera Sosyalîst a Ereb) danûstaninên pir baş bihûne û ji ber vê yekê techîza tevgera xwe misoger dike.
YNK bi qasî 3000-3500 pêşmergeyan di bin fermandarîya Elî Eskerî de kontrolê dike. Ji 1977ê û vir ve, di navbera wan û Yekîneyên Hewayî yên artêşa Iraqê de şerên giran rû didin. Lê belê sê mehan piştî kongreya wê salê, YNK li gel rejîma Bexdayê ketiye nav danûstandinan li bin tesîra filistînîyên ku, ji dema gera Sedat a Qudusê û vir ve, hêvî dikin ku Iraq jî xwe bigihîne enîya biryardarîyê. Elî Eskerî 23yê mijdarê li Bexdayê bi Sadam Huseyîn re rûdine. Hevdîtin li ser sê xalên esasî tên kirin: Pêkanîna statuya xweserîyê; rakirina qedexeyên li ser partîyan; nirxandina rewşa şerîda sînor a 20 km fireh ya ku gundên li ser giş hatine xira kirin û ji mirovan hatine vala kirin, gundî jî ji neçarî koçber bûne.
Serokê Iraqê di hevdîtinê de dibêje ku pêkanîna statuyekê wê bi xwe re gelek pirsgirêkan biafirîne, rakirina qedexeya li ser partîyan jî ancax dikare di çarçoveya enîya neteweyî de pêk were, ji bo xala der barê şerîda sînor de jî, îdîa dike ku derfeta guftûgokirina mijarê tuneye: Heman tedbîr li herêmên ereban jî hatin standin. Bi kurtî hevdîtin bi ser nakeve û çawa Elî Eskerî vedigere Kurdistanê, operasyon jî dîsa dest pê dikin.
Ji alîyê çepê kurd ve jinûve destpêkirina şerê li Kurdistana başûr, wê bi xwe re encamên nepayî bîne. PDK ya ku ji alîyê kesên nêzî general Barzanî ve jinûve biserûberkirî, dest bi berxwedanê dike. Çend hefteyan piştî peyamana Cezayîrê ya 6ê adara 1975ê, yek ji hevkarên nêzî general Barzanî, "serokwezîrê" keleha kurd, Samî, qebûl kiribû ku "tevgera çekdarî ya kurd qediyaye... Bi awayekî siyasî, ev ekîba rêveberan qediyaye ". Ekîba general Barzanî bi rastî jî bi awayekî ji awayan ji hev belav bûbû, hin ji wan li Îranê mabûn, hin ji wan xwe li Ewropa û Dewletên Yekbûyî girtibûn û bûbûn penaber, hinên din ên weke Hebîb Kerîm, ku sekreterê berê yê giştî yê PDK bû, ji bo ji efûyê sûdê wergire vegeriyabûn Bexdayê.
Lê belê general bixwe, çawa ku yekemîn komandoyên YNKê gihîştin Kurdistanê, bêyî ku dereng bimîne careke din zendûbendên xwe badan. General, di bihara 1976ê de ji kurê xwe Îdrîs dixwaze çar fermandarên berê yên eskerî yên Barzanî ji wan zehf piştrast bû, bişîne Kurdistanê: Arif Yasîn, Hemîd Efendî, Mulazim Yûnis û Mustafa Nerweyî bi wî awayî wê ji nû ve têkoşîna çekdarî bida dest pê kirin.
Di heman demê de, kurekî din ê general, Mesûd Barzanî, "reveberîyeke wextî " ya PDK saz dike û di nav de hin giregirên berê yên partîyê yên weke Sami, Alî Abdulla û Nûrî Şawes hene, lê belê bi taybetî kesayetîyên di plana duyemîn de û kadroyên berê yên Parastinê, servîsa saloxdarîyên veşarî, ku serokatîya wê Mesûd dikir, di nav rêveberîyê de zêdetir cih digirin.
Li pêşîya partîzanên general ên ku ji nû ve dest bi şerê çekdarî bikin, şert û mercên pir dijwar hene: Ji bo kurdên li Îranê di nav wargehên penaberîyê de dijîn, rewş pir xirab e, ji ber ku ew pir ji nêz ve ji alîyê SAVAKê ve tên kontrol kirin. Eger ew karibin ji wir birevin û bikevin nav xaka Iraqê jî, qasidên general, ên ji alîyê artêşa Iraqê ve tên şopandin, nikarin zêdetirî 24 saetan li heman gundî li benda wan bimînin.... Lê belê rejîma Baas siyaseteke wisa dijwar û sîstematîk a perçiqandin, erebkirin û surgunkirinê li ser gel dimeşîne ku ev yek şaşîyên general Barzanî yên berê bi kurdan pir zû dide ji bîr kirin –bi taybetî jî li Behdînanê, herêma ku şênîya lê dijî bi piranî û giranî ji eşîran pêk tê. Wekî din, bi xêra alîkarîya eşîrên kurd ên Tirkiyeyê û PDK ya Tirkiyeyê, zilamên Barzanî wê karibin di demeke pir nêz de bibin xwedî hêzeke ji sê hezar pêşmergeyî pêk hatî û ji deverên ku lê ne, ew ê karibin ji baregehên xwe yên li ser sînorê Tirkiye û Îraqê xwe bigihînin enîyên şer.
Nakokîya di navbera talabanîgir û barzanîgiran de êdî li ber derî bû: Bi kontrolkirina riyên Behdînan, mîlîtanên Mesûd Barzanî li pêşîya pêwendîyên mîlîtanên Talabanî yên bi Sûriyê re dibûn astengên dijwar û rê li ber anîna çekan digirtin.
Di bihara 1978ê de, Celal Talabani di bin fermandarîya Alî Askerî û Doktor Xalid de bi sedan pêşmergeyan dişîne seferê ji bo ku "Behdînanê paqij bikin" û ji Sûriyê çekan bi xwe re bînin. Destpêka hezîranê, li ser axa ku dikeve nav sînorê Tirkiyeyê şerekî mezin ê kujer di navbera hêzên YNKê û PDKê de rû dide. YNKyî tarûmar dibin: Alî Askerî, doktor Xalid û serokekî êzîdîyan, Şêx Huseyin, tên girtin û ji alîyê barzanîgiran ve tên înfaz kirin; bi qasî pêncî pêşmergeyên YNKê tên kuştin û du sed-sê sed pêşmergeyên wê yên din jî weke êsîr dikevin destê PDK û bi dehan pêşmergeyên din jî ji serma dimirin.
Di encama vî şerê giran de, Tevgera Sosyalîst a Kurdistanê dipelişe. Vemayîyên tevgerê ji Celal Talabanî vediqetin û dikevin nav komîteya amadekar a PDKê ya Dr. Mahmûd Osman, ê ku general Barzanî bi ti awayî nekarîbû kedî bike. Di tebaxa 1979ê de, Dr. Mahmûd Osman bi Resûl Mamend û Tahir Eli Welî re Partîya Sosyalîst a Yekbûyî ya Kurdistana Iraqê ava dike û bêyî ku bi YNKê re bikeve nav hevgirtinekê, hewl dide li nav baskê çepê yê PDKê de riyeke sêyem veke. Bêyî ti derfetan, bi tenê bi hevalbendîya çend kesên lawaz, Dr. Mahmûd Osman neçar dimîne ku hem li dijî eskerên artêşa Iraqê, hem jî li dijî mîlîtanên Celal Talabanî, bikeve nava şerekî dijwar tevî ku bi vê yê dawî re heta 21ê adara 1979ê di binê heman konî de jiyabû... Dema dora wî tê, ew jî ji bo guftûgokirina li ser naskirina statuya xweserîyê, destpêka cotmeha 1979ê, diçe Bexdayê û bi Sadam Huseyîn re dikeve nav danûstandinan. Lê belê hewldanên wî nagihîjin ti encamê.
Heman salê, du bûyerên hê jî girîngtir wê qada têkoşînê ya doza kurdên Iraqê yekcar serûbin bikin: Veqetîna Partîya Komunîst a Iraqê ji rejîma Sadam Huseyîn û şoreşa Îranê.
Sirra demeke dirêj parastî li cem komunîstên Iraqî, yên hewl didan îmtiyazên partîya xwe biparêzin –hebûneke hiqûqî, li gel du wezîrên di nav hikûmetê de, buro û rojname, -xirabûna têkilîyên navbera Partîya Komunîst û Baas, piştî weşandina raporeke komîteya navendî ya PKI li ser van têkilîyan, eşkere dibe: Di gulana 1978ê de, bi qasî sî kadroyên partîyê tên înfaz kirin. Piştî çend mehan, pevçûn mezintir û dijwartir dibe: 13yê gulana 1979ê, polîsê baasî dest datîne ser weşan û çapxaneya rojnameya Partîya Komunîst, Terîq el Şaab û çend rojan bi şûn de jî davêje ser navenda Partîya Komunîst û wê digire. Di tebaxa 1979ê de, rojnameya Terîq el Şaab bi dizî careke din derdikeve, hema piştî civîna komîteya navendî ya Partîya Komunîst ku biryarê dide hemû têkilîyên xwe yên bi Baasê re biqedîne, her cure guftûgo û danûstandinên li gel rejîma Sadam Huseyîn red bike û ji hemû endamên partîyê dixwaze ku heta Sadam hilweşînin li dijî wî şer bikin.
"Bere"yek li dijî Baasê
Di dawîya sala bihurî de, gelek endamên polîtburo û yên komîteya navendî ya PKI biryargeha xwe ya bingehîn li "Gelîyê Partîyan" saz kir, hem jî tam li tenişt ya Celal Talabanî, ku ji wê derê şerên xwe yên çekdarî li dijî rejîma baasê bi rê ve dibirin. Li alîyê din, PKI ji bo sazkirina "bereyeke demokratîk" bang li hemû rêxistinên iraqî dikir. Ji wir û şûn ve Baas wê êdî bi temamî bi tenê bihata hiştin.
Lê belê sazkirina "bere"yekê bi xwe re gelek pirsgirêkên hesas ên siyasî tîne. Ji ber ku bi vê banga xwe Partîya Komunîst di eslê xwe de di nav heman enîyê de PSYK ya Dr. Mahmûd, YNK ya Celal Talabanî û PDK ya Mesûd Barzanî ku hê jî li dijî hev di nav şerekî dijwar de ne, li hev kom bike.
Şoreşa Îranê di vê navberê de wê bi xwe re encamên pir dijwartir bianîna. Heta rojên dawî yên şah, pêşmergeyên YNKê neçar mabûn li du enîyan şer bikin: Dema, di mijdara 1978ê de artêşa Îraqê êrişeke pir mezin dibe ser biryargeha giştî ya Celal Talabanî ya li "Gelîyê Partîyan", artêşa Îranê li alîyê din ê çem dikeve pozîsyona şer û hikûmeta Tehranê bixwe destûrê dide kolonelekî îraqî ku li xaka Îranê, li navsera yek ji çîyayên ku jê Gelî tê dîtin, ji bo ku operasyonan bi rê ve bibe: Baş bû ku berfa ji nîşka ve dest pê kir û bê navber bariya, bû sedemê rizgarbûna şervanên kurd û felçbûna helîkopterên artêşa Iraqê û ji ber sermayê mirina bi dehan eskeran. Ji şoreşa Îranê û vir ve, xaka Îranê bû starteha pêşmergeyên YNKê.
Xweragirîya li dijî desthilata îslamî ya li Îranê
Li Îranê, şoreş ji bo PDKê wê bibûya firseteke bêhempa da ku bikare du armancên xwe bi cih bîne: Xweserî li Kurdistana Îranê û demokrasî li Îranê. Lê belê rêveberên wê bixwe jî li xwe mikur tên ku bûyer bi lezeke zêde zû rû didin: Di demeke pir kin de, partîyeke îlegal a ku lava dikir ku ji her hezar rûniştevanan bi tenê kesekî ji xwe re bike endam (ango li seranserî Kurdistana Îranê pênc hezar endam), ji nişka ve neçar ma ku birêveberîya xakeke bi qasî ji pêncan yekê Fransayê, bixe destê xwe.
Di nav çend mehan de, rêveberên kurd êdî neçar bûn ku bi heqîqeta dijwar re rû bi rû bimînin: Hilweşîna desthilata şah demokrasîya ku wan hêvî dikir neanîbû Îranê û ji meha tebaxa 1979ê û pê ve, pêrgî êrişeke pir bêwijdan hatin. Careke din, her du lingên wan ketibûn solekê: Gava ku artêşê êrişa mezin da dest pê kirin, piranîya wan hê li Mahabadê li navenda giştî ya PDKê bûn û bi hewldaneke bêhempa vekişîyan çîyayan û li biryargeha xwe ya li "Gelîyê Partîyan " bi cih bûn. Gelek hefteyan sekreterê giştî yê PDKê, Ebdurehman Qasimlo, xwe spart stargeheke li quntarê çîyayekî asê yê ku berîya wî bûbû stara gelek şivanan....
Piştî saleke din, li pey bêhnvedaneke şer a zivistanî ya bi muzakereyan derbas bû, dîsa êrişeke nû dest pê kir. Li bin çavên heyretmayî yên gelek derdoran, derket holê ku, tevî êrişên topan û bombebaranên balafirên îranî jî, kurdên Îranê nehatin perçiqandin.
Berpirsiyar der barê birêxistina xwe ya eskerî de zêde bi tedbîr in û ti tiştî eşkere nakin, lê belê ew dîsa jî li xwe mikur tên ku wan pênc hezar esker şandibûne seferê. Biçekbûna wan? Gelek G-3; Çekên otomatîk ên malê amerîkî; Kalaşînkof; çend tivingên Brno; RPG-7, ku çekên dijwar ên dijtank in; mîtrayozên Uzî (bi lîsansa îsraîlî li Îranê tên çêkirin). Hema hema ev çek giş li ser artêşa Îranê qeydkirî ne û gelek ji wan û li ser piranîya çekan bixwe ev dest nîşankirî ye.
Demeke pir hindik piştî şoreşê, kurdan garnîzona Mahabadê dorpêç kiribû; dû re, dawîya tebaxa 1979ê ya Serdeştê ku tê de dinyayek çek hebûn. Li Mehabadê, zêdetirî sê hezar tivingan û gelek çekên giran: RPG-7, "doçka" (mîtrayoz) lê belê topên 86 mîlîmetre û yên 105 mîlîmetre û hetta fuzeyên TOW. Heman tişt li Serdeşt jî ku li wir şervanên kurd dest danîn ser kewarên pir mezin ên qût û muhîmatên şer.
Qasimlo piştî demekê wê bi van gotinan li xwe mikur bê: "Me dinyayek mesref kir, ji bo em bi kamyonan wan pêdivî û muhîmatan bibin cîyên bi ewle..." Eger were zanîn ku li bazara reş a Îranê fiyeta Kalaşînkofekê ne kêmî 15 000 frankên fransî ye û guleyek jî 15 frank e, hingê mirov wê bi hêsanî bikaribe têbigihe ka desteserkirina wan her du garnîzonên îranî ji bo kurdan dihat çi wateyê. Kêfa Qasimlo ji dubarekirina vê hevokê re tê: "ew têra me û pênc salan dikin." Tevî vê yekê jî pirsgirêkên wan ên muhîmatê hene, ew ji çekên dijhewayî bêpar in, ji bilî îstîsnaya "doçkayan" û li hemberî êrişên balafirên şopajo û bi taybetî jî yên helîkopterên artêşa Îranê, bi temamî bêparastin dimînin.
Lîstika Bexdayê
PDKya Îranê gelek caran guman jê tê kirin ku ji Iraqê alîkarîyeke mezin a diravî û çekî werdigire. Sekreterê wê yê giştî bixwe tîne ziman ku ew alîkarîyeke bi sînor distînin. Qasimlo vê alîkarîya Iraqê wiha vedibêje: Vehewandina penaberên ku di dema êrişên hêzên iranî yên havîna 1979ê de ji bajarên kurdan reviyabûn û herwiha li nexweşxanên Iraqê dermankirina birîndarên giran ên li herêmên şer, kewandina birînên wan zehmet e. Qasimlo wiha dewam dike: "Heta niha, me ji Iraqê ti çek nestandine. Eger di paşerojê de em alîkarîyeke Îraqê qebûl bikin, ev ê bi tenê di çarçoveya van şertûmercan de be:
"Divê, di encama vê alîkarîyê de, ne gelê kurd ê îraqî ne jî gelên din ên iraqê zirarê bibînin –ev jî tê wateya ku em ê wek berdêla alîkarîyê ti êrişeke li dijî talabanîyan an jî barzanîyan qebûl nekin".
"Divê em hertim xwedî derfeta redkirina vê alîkarîyê bin; bi ti awayî divê em nekevin rewşa rêxistineke girêdayî".
Qasimlo vê jî li gotinên xwe zêde dike: "Vê gavê, îraqî modeleke Brno ya bi navê "paraşut" ji me re teklîf dikin; pêdivîya me pê tuneye; em SAM-7, "doçka" yên malê Sovyetê dixwazin, da ku em bikaribin li dijî helîkopteran şer bikin…, lê belê ez bawer nakim ku îraqî wan bidin me.."
Bi rastî, tiştê ku Iraq îro li rojhilatê Kurdistanê dike, berîya peymana 6ê adara 1975ê şahê Îranê heman tişt li başûrê Kurdisanê dikir: Tiştê Sadam Huseyin dixwaze bike, bêhtir tevdan û alozkirina Îranê ye, nexwe armanca wî ne ew e ku alîkarîyê bide kurdan da ku xweserîyê bi dest ve bînin. Ew dîsa bi armanca xurtkirina hêmanên derkontrolê, çekan dide giregirên eşîrên kurdên Caf ên li herêma Qesrîşîrîn. Wekî din, ew destekê dide general Oveîsî yê ku ji Bexdayê hewl dide eşîrên kurd bi çek bike û bixe nav tevgereke dijşoreşî ya ji alîyê derdora şahê berê ve tê fînanse kirin.
Herçendî rêveberên wê li pêşberî bûyerên rû didin hinek şaş û gêj bibin jî, PDK ji hemû rêxistinên kurd bêhtir xwedî pirojeyeke siyasî ya biserûber e. Mîlîtanên Komalaya Îranê (rêxistina maoîst, a bi taybetî xwe li herêma Merîwan û Senendej digire) gelek caran lîderên partîyê bi "demokrat" bûn û xwegirtina li welatên din ên weke Iraq û Ewropayê rexne dikin, li demekê ku ew bixwe li ser xaka welêt li dijî zextên şah têdikoşin.
Tevî vê çendê, endamekî polîtburoya PDKê, Xanî Bilûryan ku bîst û pênc salên xwe yên berîya jitextketina şah, li girtîgehan derbas kirin; sekreterê giştî Qasimlo jî di 1954ê de bû yek ji avakarên "Komîteya Mahabadê" ku bi awayekî jêdera partîya îroyîn e û di 1956ê de di yekemîn redaksîyona bernama partîyê de cih girt.
Ebdurehman Qasimlo ku bi kesayetî û çanda xwe ya siyasî di nav tevgera kurd a çaryeka dawî ya vê sedsalê de pir xuyayî û serdest e. Ji 1971ê ve sekreterê giştî ye, di 1930ê de li gundekî piçûk ê bavê xwe yê feodal ku li rojavayê gola Ûrmîyê ye, hate dinê. Di salên xwe yên pir ciwan de kete nav ‘jîyaneke mîstîk’ û wê demê Quran bi awayekî pir têkûz xetim kir û zimanê erebî jî baş nas kir. Lê belê wî dê xwe pir zû bida xwendina berhemên marksîst ên wê demê li Îranê di bin mantoyê xwe de bi xwe re digerandin û gava ew di 1949ê de ji bo perwerdeya xwe ya li zanîngehê tê Fransayê, serê wî bi ramanên şoreşgerî dagirtî ye. Ji ber tevlibûna civînên li dijî şah, hew dibîne ku ew ji bûrsa ku konsolosîyê didayê bêpar maye. Wî dê perwerdeya xwe li Çekoslovakyayê bidomanda.
Di nav jîyana xwe ya penaberîyê de sê serpêhatîyan mohra xwe li ramana wî ya siyasî da:
Sala 1953yê, di heyama Mûsadeq de, Qasimlo li Tehranê pir çalak e û li nav refên PDKya bi Tûdehê re ye. Ew ji neçarî, di hilweşandina tevgera Mûsadeq de dibe alîkar û piştî demekê ji ber ku ev rêxistin ji biryara berxwedanê vedigere; dawî li danûstandinên li gel Tûdehê tîne. Sala 1968ê, ew li Pragê ye û piştî bidestxistina doktoraya zanistên aborî, li zanîngeha Saint-Charlesê dersan dide. 20ê tebaxê, ew dibe şahidê ji alîyê tankên pakta Varşovayê ve perçiqandina "sosyalîzma rûçik mirovî" ya Dûbçek; Û herî dawîyê jî, ji sala 1970yê heta 1974ê, ew li Baxdayê ye û weke bisporekî li wezareta plansazîyê kar dike. Piştî îmzeya peymana 11ê adara 1970yê, ya ku pê ji kurdên Îraqê re xweserî tê nas kirin, ew dibe çavdêrê sistbûn û dûre jî xirabûna têkilîyên general Barzanî yên bi hikûmeta Bexdayê re; ew herwiha muzakereyên dawî yên têkildarî statuya xweserîyê yên berîya destpêkirina şerê adara 1974ê, pir ji nêz ve dişopîne. Bêhtirî hemû rêveberên neteweyî, ew dizane ku kurd dizanin şer bikin, lê nizanin di muzakereyan de qezenc bikin.
Dîsa di wê heyamê de, ew ji Bexdayê bi alîkarîya îraqîyan, hewl dide rêxistina xwe bi rê ve bibe û wê li Îranê ji nû ve bi rêk bixe. Ew şexsen rêveberên baasî nas dike û xwe bi xeyalên pir mezin jî naxapîne. Gava, di 1974ê de, Sadam Huseyîn jê dixwaze ku di rojnameya Kurdistan a PDKya Îranê de Barzanî şermezar bike, Qasimlo daxwaza wî red dike; ji ber vê yekê, Baas hingê weşandina vê rojnameyê qedexe dike. Qasimlo jî ji Iraqê vediqete.
Bi zanîna şeş an jî heft zimanan, hişekî xurt û qebîliyeta xwe ya mîzahî ya di her rewşê de bala mirov dikşîne. Ebdurehman Qasimlo wê têra xwe xwedî tecrubeya siyasî be jî, heta ku karibe ji welatekî weke Îranê mezin, xweserîyê ji bo herêmeke wê bixwaze. Dijberên wî çi dibêjin bila bibêjin, hê jî marksîst maye, ew dixwaze li Kurdistanê "sosyalîzmeke demokratîk" saz bike. Ew nêrîna tevgera xwe wiha tîne ziman: "Em naşibin sosyalîstên mîna Kreisky, yê ku kapîtalîstîyê dike. Em sosyalîzmê dixwazin, eynî weke li Çekoslovakyayê, lê belê pê re jî demokrasîyê".
Xweserî û cudaxwazî
Ji rojên pêşî yên bihara 1979ê ve, muzakereyên di navbera PDKya Îranê û Îmam Xumeynî de dîsa der barê xweserîyê de ne. Gava, di meha adara 1979ê de, heyeteke kurd memorandomeke biserûber a der barê "daxwazên gelê kurd" de didinê, Îmam bi awayê xwe yê şîlo bahaneyeke wiha dertîne pêş: "Em hemû misilman in, divê em yekîtîya xwe biparêzin; di vê çarçoveyê de, em hemû em ê bibin xwedîyên heman mafan."
Dema delegeya kurd îzaha van mafan jê xwest, Îmam Xumeynî, ev gotinên han li axaftina xwe zêde kirin: "Ne pirsgirêk e, hûn ê bibin xwedî rê, dibistan, nexweşxane."
Delege careke din israr dike: "Lê belê em mafên siyasî dixwazin, em xweserîyê dixwazin."
Îmam jî hingê dipirse: "Tiştekî wisa ne li dijî yekîtîya Îranê ye, ne wisa? Madem wisa ye, biçin vê rewşê li gel Bazargan" (serokwezîrê wê demê) bipeyivin".
Lê belê gava delegeya kurd çû projeya xwe ya xweserîyê pêşkêşî serokwezîr kir, Bazargan wiha qîrîya: "Tiştên hûn dixwazin, cidaxwazî ye".
Baş e kurdên Îranê çi dixwazin? Yekê adara 1980yê, PDKê teksteke ku bi şeş xalan daxwazên kurdan bi kurtî derdibirî, radestî qasidekî serok Benî Sadr dikir:
1) Divê mafên neteweyî yên gelê kurd, di bin forma xweserîyê de di destûra bingehîn de bên nivîsandin;
2) Dema sînorên erdnîgarî yên Kurdistanê bên dest nîşan kirin, divê faktorên dîrokî û erdnîgarî û biryara piranîya şênîyên herêmên eleqedar li ber çavan bên girtin;
3) Kurdistana xweser wê bi rêya hilbijartinan konseyeke giştî tesbît bike;
4) Konseya Giştî ya Kurdistana xweser ji bo birêvebirina karûbarên aborî, çandî û îdarî komîsyonekê hilbijêre;
5) Zimanê kurdî jî li tenişt yê farisî li Kurdistanê wê weke zimanê fermî were qebûl kirin;
6) Yên ewlekarîyê jî di nav de hemû karûbarên hundirîn, wê girêdayî dezgehên xweser ên xwecîhî bin.
Tiştê ku serok Benî Sadr red dike, eynî weke Bazarganê berîya xwe, avakirina demûdezgehên xweser ên Kurdistanê ne: Lihevgihandina çar bajarên Kurdistanê weke yekpareyek, hilbijartina konseya giştî (ku kurd wê weke "Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê bi nav dikin ") û sazkirina komîsyoneke îcrakar (an jî "hikûmeta xweser a Kurdistanê"). Li himberî vê yekê, Sadr amade ye hin tawîzên civakî-aborî û desantralîzasyoneke firehtir bide.
Lewre pêkanîna yekparetîya xweser a kurd, li gor rêveberên niha yên Îranê, dibe ku derî li cidaxwazîyê veke. Wekî din, weke ku ew bawer dikin ku pêşengên tevgera kurd bi xeyala Kurdistana mezin dijîn û tiştekî wisa dikare sînorên li herêmê careke din bixe nav xeterê.
Tevî vê yekê jî, sekreterê giştî yê PDKa Îranê, di tevahîya karîyera xwe de, îspat kiriye ku daxwaza wî bi xweserîya Kurdisana Îranê sînorkirî ye.
1958ê, di vegera Bexdayê de, piştî şoreşa Iraqê, general Barzanî rojekê ji Qasimlo re gotibû: "Ji bo min, sînor tunene" û jê re pêşniyar kiribû ji bo kurdên Îran, Iraq û Tirkiyeyê partîyekê saz bike û bibe sekreterê giştî yê partîyê. Qasimlo pêşniyarê napejirîne. Piştî bîst salên din, di nivîsareke xwe ya der barê Kurdistana Îranê de (2), Qasimlo wê wiha binivîsanda: "Herçendî li hemû parçeyên Kurdistanê pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî yên dişibin hev hene û "rengekî hevpar" didin hemûyan, lê dîsa jî divê ev taybetmendîyên hevpar neyên mubalexe kirin, ne tenê sînor in yên ku kurdên Tirkiye, Îran û Iraqê ji hev vediqetînin, lewre pêvajoya bi dehan salan, kurdên her parçeyekê li nav sînorên welatê ku dijîn, bi encamên cihêreng re rû bi rû mane." Bi van nêrînên xwe Qasimlo bi awayekî tezên rêxistina Ozgurluk a li Tirkiyeyê parve dike.
Li stargeha xwe ya li "Gelîyê Partîyan" sekreterê giştî yê PDK balê dikşîne ser karîgerîya demûdezgehên paşerojê yên Kurdistaneke serbixwe û wiha dibêje: "Hikûmeta navendî wê ji bo xwe beşek ji hatinên petrolê veqetîne: % 30 heta % 40ê. Divê beşê mayî yê hatinên petrolê li gor rêjeya nifûsê li hemû herêman bê belav kirin. Eger hikûmeta navendî vê yekê red bike? Eger ew dixwaze Kurdistan di nav sînorê Îranê de bimîne, divê beşekê ji hatina petrolê bide me.."
Di axaftineke de wê li ser hîpoteza têkoşîneke demdirêjkirî wiha bibêje: "Eger mirov demeke dirêj şer bike, mirov ji bo armanceke wêdetirî xweserîyê şer dike". Hasan El Hasan (yê ku peyameke PDK gihandibû Ayetullah) ev îqaz dayê: Di despêkê de me filistînîyan, ji bo ku em bikaribin li ser xaka xwe bimînin, me şer dikir. Dûre hejmara şehîdan zêde bû û êdî me yê doza desantralîzasyoneke îdarî bikira. Paşê, me daxwaza xweserîyê kir. Niha em serxwebûnê dixwazin..." Li gel vê yekê jî sekreterê giştî wê gotinên xwe wiha bidomînda: "Eger hikûmeta Îranê statuya xweserîyê ya ku Iraqê di 1974ê de nas kiribû, bide me -tevî hikûmet û parlemaneke xwecihî- em ê vê yekê derhal qebûl bikin…Helbet ne bi awayê ku ew li Iraqê hat pêk anîn."
Nakokîyên dijwar
Fersendeke dîrokî ya nepayî ji bo tevgera neteweyî ya kurd, şoreşa Îranê nakokîyên di navbera hin rêxistinan de hê dijwartir kirin.
Di nav hewldana peydakirina destek û alîkarîyan de, Celal Talabanî, berîya têkilîdanîna li gel zavayekî Îmam Xumeynî, berî hertiştî destek da biçekkirina mîlîtanên Komala Îraqê. Dema artêşa Îranê êriş dibe ser pêşmergeyên kurd ên Îranê, ew weke navbeynkar derdikeve pêş. Berdêla vê navbeynkarîya ku li PDKya Îranê tê birîn: Li Libnan û Suriyê, qedereke mezin çek -bi taybetî çekên giran ên li dijî tank û helîkopteran- li benda anînê bûn û anîna wan di ser Tirkiyeyê re wê pir zehmet bûya. Çareya îdeal ew bû ku ji Îmam Xumeynî destûr bihata wergirtin û bi balafirê rasterast bihatana anîn. Dema li ser mijarê jê tê pirsîn, Celal Talabanî bi bişirîneke bi tesîr li xwe mikur tê: "Çima na? Ev wê bibûya berdêla navbeynkarîya min."
Her çi barzanîgir in, ew jî ketin nav lezûbeza sûdwergirtina ji derfetên ku hilweşîna textê şah pêşkêşî wan kirin: Piştî du hevdîtinên li gel Îmam Xumeynî, Mesûd Barzanî ji bo bi dehan hezar kurdên Îraqê yên hê jî li Îranê penaber bûn, destûra azadîyeke tam a liv û tevgerê stand. Xumeynî herwiha bi qasî 30 mîlyon frankên fransî, û du hezar jî çek dan wan -çekên ku pêşmergergeyên iraqî dema piştî peymana 6ê adara 1975ê derbasî alîyê din ên sînor bûbûn, radestî artêşa Îranê kiribûn...
Lê belê berdêla van danûstandinên nû yên ku Mesûd Barzanî li gel Îmam datanîn, pir diyar bû: Mîlîtanên wî wê bibûna "jandarmayên Kurdistanê ". Rêzeke bûyeran, vê rewşê radixin pêş çavan. Li Şinoyê, par di dema xwepêşandanekê de, pêşmergeyên PDK Îraqê gule reşandin ser gireseyê û şeş kes kuştin. Di dema sefera artêşa Îranê ya havîna 1979ê de, yek ji pêşengên kurdên Îranê, kurê Simko, Tahir Xan, ji bo kêmkirina zexta artêşa Îranê li ser Mehabadê, wê tevî eşîra xwe êriş bibe ser Rezaîyê (Ûrmîye). Mesûd Barzanî ji bo pêşî li vê êrişê bigire, hemû bandor û giranîya xwe bi kar tîne. Li Paweyê jî, pêşmergeyên PDKya Îranê dor li wezîrê parastinê yê Îranê girtin û dema bi hewldaneke dawî xwestin wezîr bigirin, muhîmatên wan qediyan: Partîzanên Mesûd Barzanî rêya muhîmat tê re dihatin, girt û nehiştin alîkarî bigihîje pêşmergeyên Qasimlo. Bi bîrxistina van bûyeran, Qasimlo gotinên xwe nacû û kurt û kurmancî dibêje: Mesûd Barzanî û partîzanên wî cahş in, bazirgan in û ji bo Îmam Xumeynî kar dikin. Di kongreya PDK ya Iraqê ya par di navbera 4 û 9ê mijdarê de li ser xaka Îranê, li nêzî Ziwayê pêk hat, Mesûd Barzanîyê ku tê de weke serok hat hilbijartin, wê hebûna danûstandinên taybet ên navbera tevgera xwe û rejîma Îslamê piştrast bikira.
Kurdên rojhilat êdî nikarin ti hêvîyê ji alîkarîya rêxistinên başûr bikin, lê belê yên bakur bixwe, ku doza serxwebûnê dikin, heta radeyekê destekê didin PDKya rojhilat. Tevî vê yekê bergeha teng a îdeolojîk a ku di nav de xwe asê dikin, nahêle ku ev rêxistin bikaribin bi nêrîneke berfirehtir li bûyerên dîrokî yên li ber derîyên wan rû didin, binêrin û têbigihîjin. Qasimloyê ji van xirûcir û pevçûnên wan haydar, xwe nade ber pêşniyara van rêxistinên bakur ên ku dixwazin şervanên xwe bişînin enîya şerê li dijî artêşa Îranê.
Baş e tevgera neteweyî wê nikaribe xwe ji vê rewşa kambax rizgar bike? Serhildana Kurdistana Îranê jî mehkûmî şkestin û têkçûnê ye, eynî weke ya general Barzanî ku berî pênc salan li Kurdistana Iraqê têk çû? Û siberojê wê çi bê serê Kurdistana Bakur eger ew jî dest bi şerê çekdarî bike?
Niha li Kurdistana Bakur em dibin şahidên hişmendîyeke ku çepê tirk û deshilata Enqerêyê ji ber heman korîtîyê nikarin bibînin. Û ji alîyê rayedarên Tehranê ve redkirina venasîna xweserîyê ji bo kurdên rojhilat delîlek e ku têkoşîna vî parçeyî wê bidome. Û ji ber vê yekê, ev helwestên redkirinê dikarin bibin sedemên vêketina çirûskekê ku bibe destpêka meşeke ber bi yekkirina tevgera neteweyî ya kurd.
Chris Kutschera*: Rojnamevan
- Bi tevahî, 15-17 mîlyon. Gava statîstîk tunebin, ev reqem weke texmînên muhtemel ên kêmî ya rastîn, dimînin. Li Suriyê, kurd tenê ji % 10ê nifûsê pêk tînin û bi giranî li Cizîrê, Kurdagî ("çîyayê kurdan"), nêzî Helebê û li bajarên mezin in. Bi rêjeya xwe pir hindik in, ji ber vê yekê bi rola ku lîstine hertim li kevîyê mane; li gel vê yekê jî wan bi awayekî kevneşopî hertimkiriye ku kurdên Tirkiye, Iraq û yên Îranê ji "fedekarîya" Suriyê sûdê wergirin. Der barê kurdên Yekîtîya Sovyetê de, bala xwe bidin ser lêkolîna hêja ya Kendal Nezan a di nav berhema kollektîf, Kurd û Kurdistan de ku ji alîyê Mapero ve hat weşandin (Paris, 1978)
- A.R. Ghassemlou, Kurdistana Îranê, 1976, 36 rûpel, weşanvan û cîyê weşandinê di berhemê de nehatine dest nîşan kirin)
Jêder
Kurd û Kurdistan. Berhema kollektîf ya ku bi hevkarîya Kendal, A.R. Ghassemlou, Ismet Chériff Vanly û Mustafa Nazdar pêk hatiye. Maspero, Paris, 1978, 354 rûpel.
Tevgera Neteweyî ya Kurd. Chris Kutschera. Flammarion, Paris, 1979, 393 rûpel.
Axa, Şêx û Dewlet. M. M. van Bruinessen. Rijksuniversitte, Utrech, Hollande, 1978, Chris Kutschera
Herwiha li van berheman binêrin:
▪ Guftugoya Mezin li ser Berxwedana li Y.K.S.S
▪ Îdeolojî û Rêxistina Berxwedana Afgan, Chris Kutschera
Wergera ji fransî: Baran Nebar

