Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Kurdistan: Piştî sê salên dîktatorîyê

Mîrê Hêkan: Kurdistan, min bêrîya te kiriye! (1992) Teknîka şexsî ya li ser tabloyê, 90 x 190 x 8 cm
Mîrê Hêkan:  6 û 6 lûfikên fedîbûne, (1993) Teknîka şexsî ya li ser tabloyê, 120 x 60 x 19 cm

Ji derbeya eskerî ya 12ê îlona 1980yê û vir ve, li zêdetirî du sed hezar kesên pêşverû, demokrat û welatparêz ên kurd û tirk îşkencê hat kirin. Bîst û sê kes ji şervan û kadroyên rêxistina ku xwe weke pêşenga tevgera rizgarîya neteweyî dibîne, Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê, bi tevahî sed û pêncî kesan di îşkencê de jîyana xwe ji dest da. Wekî din, ji sed û heftê û sê cezayên mirinê, pêncî û pênc jê dîsa li endamên PKKê hatin birîn. Cuntaya eskerî hê jî "mehkemeya" nêzî şeş hezar "terorîstan" didomîne û li dijî wan ji niha ve cezayên mirinê hatine amade kirin. Herwiha divê neyê ji bîr kirin ku pênc sed û nod û sê kes hatin gulebaran kirin û qurban tenê yên ku bi awayekî fermî eşkerekirî ne, lewre hejmara zilam û jinên li gund û warên Kurdistanê hatine qetil kirin, ne mumkin e bê zanîn.

Ji ber ku cunta siyaseta bicihkirina nîzama xwe bi taybetî li Kurdistanê pêk tîne ji çend nifşan û vir ve ye ku dagîrkerên tirk, erdên kurdan geh bi darê zorê, geh bi kirîna bi fiyeteke pêkenokî dixe bin destên xwe. Berhemên erdê an jî yên sewalvanîya kurdan jî dîsa bi heman awayî hatin desteser kirin. Ev awayê desteserkirinê îro êdî gihi-ştiye asteke sînornenas ku ji ber vê yekê xelk nema dikare zikê xwe têr bike.

Ji ber rola ku di çarçoveya stratejîya amerîkî de para Tirkiyeyê dikeve, divê cunta li derve, ber bi Rojhilata Navîn, wezîfa ku kirêdarên wê yên çek û fonan danê, bi cih bîne. Û va careke din Kurdistan raguherî navendeke berfireh ji bo "hêzên desttêwerdana bilez" ên malûm... Li başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî li herêma Hekarîyê operasyonên berfireh hatin dest pê kirin. Cot-armanca cuntayê, ji alîyekî ve perçiqandina tevgera rizgarîya neteweyî û ji alîyê din ve jî dana destekeke vekirî ji bo hêzên jihalketî yên rejîma Iraqê ya Sedam Husên (1) bû.

Arşîva bîra Kurdan

Huseyin Yildirim, parêzerê kurd, li Amedê di dozeke girseyî de, sê hezar ji endamên Partîya Karkerên Kurdistanê, parastina pênc hezar welatîyên xwe kir. Piştî ku wî gelek caran pêkanîna sîstematîk a îşkenceyê û gerandina kêfî ya vê dozê şermezar kir, di cotmeha 1981ê de ew jî hat girtin û îşkence lê hat kirin. Protestoyên girseyî, çi yên li Tirkiyeyê (Baroya Parêzerên Tirk) çi jî yên li derve, cuntaya eskerî neçar hişt ku di tîrmeha 1982yê de wî berde. Lê belê êdî nehiştin ew karûbarên xwe yên parastina muwekîlên xwe bidomîne û piştî ku çend hewldanên kuştina wî neçûn serî, wî xwe gihand Swêdê û li vî welatî mafê penaberîya siyasî bi dest xist. Îro navê wî ji bo serlêdana gilîyê li dijî Tirkiyeyê ya ji alîyê pênc dewletên ewropî ve li cem Komîsyona Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê hatiye kirin, weke şahidê bingehîn derbas dibe. Di nivîsara jêr de, Huseyin Yildirim, behsa şahidîya xwe ya zordarîyê dike û bi taybetî balê dikşîne ser çavdêrîyên xwe yên têkildarî çarenûsa Kurdi-stanê li vê Tirkiyeya eskeran ku hevalbenda NATOyê ye. Û ev parêzer bi awayekî dibe berdevkê kesên ku, di bereya xwe bixwe de, bêrîya têkûzbûna yekîtîya neteweya kurd dikin.

Yek ji sedemên desteser-kirina desthilatê ji alîyê generelan ve, pêşketina têkoşîna rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê bû û medyayên rojava bi piranî cih nedida nûçeyên girêdayî vê têkoşîna ku hîmê hebûna dewleta tirk dihejand.

Li vir ya behsa wê tê kirin ne tenê şikandina berxwedana çend rêxistinên şoreşger an jî pêşengên wan e, lê belê dîsa weke berê, qirkirin û jiholêrakirina bi tevahî ya gelê kurd e. Bi vê armancê, ji îlona 1980yê ve artêşa tirk berê Kurdistan dagîr kir.

Beşê herî mezin ê artêşa tirk, ku ji heft sed hezar eskeran pêk tê, tevî amûr û teknîkên herî modern, li Kurdistanê hat bi cih kirin; tankên wê û kamyonên wê yên bizirx seranserî Kurdistanê vegirtin û xwe gihandin heta deverên herî dûr û gundek bi tenê jî li derveyî vê sefera dagîrker nema.

Di van operasyonên hûr û kûr de, artêş, emniyet û MÎT (Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) her sê dezgehên tirk bi hevkarîyeke temam tevdigeriyan. Wan mirov li meydanan an jî li ser rêyên sereke yên gundan kom dikirin û bêyî ku li temen û cinsê wan binêrin, li ser hin ji wan -ên ku gelek caran bi tesadufî dihatin hilbijartin- awayên ecêb ên îşkenceyên fizîkî û psîkolojîk diceribandin.

"Pasîfkirin" ji hingaftina ketûber a gundîyên li meydanê komkirî pêk tê: Bi dar û çoyan, li wan dixin; piştî ku wan li ber çavê alemê tazî dikin, jinan û kalan dibezînin; elektrîkê didin hin deverên bedenên wan; li ber çavên bav û mêrên wan, dest davêjin keç û jinan; mil û lingên wan dişkênin, devên wan tije xwê dikin û carna bi vê yekê jî têr nabin; li meydanê wan didin ber guleyan.

Li alîyê din, îşkenceyên ku li zindanan, li girtîyan dikin hene. Ji ber wan îşkenceyan hê jî nayê zanîn ka çend kes mirine û çend kes ji bo hetahetayî seqet hatine hiştin. Çawa dest danîn ser deshilatê, generalan fermana girtina bi hezaran kurdan da. Hemû, bêîstîsna, di çerxa îşkenceyê re hatin derbas kirin -ji bo ku sûcên ecêb bi wan bidin îtîraf kirin û dûre jî dema çavên wan girtî, "îtîrafnameyên li wir îcatkirî " bi wan bidin îmze kirin. Mirovên ku ji welatparêzîya wan guman tê kirin, bi riya îtîrafkarên veşarî tên girtin û li kampên eskerî, îşkenceyên herî hovane li wan tên kirin. Deverên herî kambax kampên Diyarbekir, Elezîz û Erzeromê ne.

Ev kirinên ku qet jî ne kêmî yên rejîma Hîtler in, bûn sedema mirina hejmareke mezin a muxalîfên rejîmê û sempatîzanên Partîya Karkerên Kurdistanê. Endamên komîteya navendî yên vê partîyê, yên weke Mazlum Dogan, Ferhat Kurtay û hin mîlîtanên karker ên weke Eşref Anyik di adara 1982yê de xwe daleqandin an jî bedenên xwe dan ber agir. Du endamên din ên komîteya navendî Hayri Durmuş û Kemal Pir, tevî Akif Yilmaz li zindana Amedê ketin rojîya mirinê û tê de jîyana xwe ji dest dan. Bi dehan mîlîtanên din û welatparêzên kurd ku li vir em nikarin navên wan hemûyan binivîsin, dîsa bi îşkenceyê an jî di greva birçîbûnê de hatine kuştin.

Di vê navberê de li himberî vê "pasîfkirin"a ku bêhtir nêzî hewldaneke qirkirinê ye, tevahîya gelê kurd biryardarîya xwe ya berxwedana bi awayên cur be cur, li hemû warên jîyanê, li serê çîyayan, li gundan û hetta li zindanan, tîne ziman. Bi gewdekirina tevahîya berxwedan û têkoşînên xwe, çi yên pasîf çi jî yên aktîv, bi dirûşmeya "hebûn, serxwebûn", gelê me ketiye nav hewldana misogerkirina jîyaneke azad û bi rûmet û amade ye berdêla vê yekê bide.

Dewletên Yekbûyî destekeke diyarker da zemîna amadekirina cuntaya tirk, a ku tê zanîn bêyî haya Waşîngtonê jê çêbe, bi çend saetan zûtir hat îlan kirin. Ji alîyê generalên Enqerê ve bidestxistina deshilatê dibe encameke rasterast a stratejîya amerîkî li Rojhilata Navîn. Ji bo bersivdana rewşa nebaş a li Efxanistan û Îranê, Dewletên Yekbûyî neçar man li ser derfetên din bifikirin ji bo hebûna xwe li herêmê zexim bikin û bikaribin riyên deverên ji alîyê rezervên petrolê ve dewlemend di bin destê xwe de bigirin. Cendirmeyê tirk ji bo vê yekê muasît bû û hat bi kar anîn.

Ya ku berî hertiştî Amerîkayê dixwest bike, bicihkirina "Hêza desttêwerdana bilez" bû. Ji bo pêkanîna palpiştekê li ser axa kurd, balefirgehên nû û depoyên cebilxaneyên eskerî li her derî, li çîyayan, li Wan û Batmanê saz kirin û weke baregehên sereke bi kar anîn.

Ji tirsa ku tevgera berdewam a neteweyî ya kurd wê pêşî li van projeyên wan bigire, cuntayê di 25ê gulana 1983yê de êriş bir ser başûrê Kurdistanê. Artêşa tirk pêşî gund û gundik bi balafirên şer û topan dan ber bombe û mîtralyozan, dûre bi qasî çil hezar esker şandin ji bo ku herêmê dagîr bikin. Armanca vê operasyonê ne tenê perçiqandina tevgera çekdarî, lê herwiha bi taybetî jiholêrakirin an jî, qet nebe, tehcîrkirina girseyî ya xelkên çîyayî bû. Wêdetirî van tesbîtan, mirov dikare di vê seferê de bibe şahidê yekemîn gava ber bi bicihanîna paş-ramaneke kevnare ya zordarên Enqerê: Ji bo xwe gihandina petrolê îlhaqkirina herêmên Iraqê yên weke Kerkûk û Musilê

Vê êrişkarîyê serkeftina ku dihat hêvî kirin bi xwe re neanî. Artêşên cuntayê li berxwedaneke mezin a gel qelibîn. Wekî din, vê operasyonê radeyeke mezin hestên neteweyî yên kurdên li du alîyên sînor sor kirin û hetta tesîr li kurdên Îranê jî kir. Ji bo hemûyan, bi giranî pirsgirêka sereke yekîtîya neteweyî ye.

Ji Şerê Birakujîyê ber bi Yekîtîya Neteweyî

Dîroka gelê Kurdistanê berî hertiştî tê wateya li ser hev dagîrkirina Kurdistanê ji alîyê hêzên bîyanî ve û di heman demê de tê wateya berxwedana bi israr a gelê kurd ji bo xwe rizgarkirina ji dagirkerîyê. Serdemên ku kurdan serî li ber bîyanîyan tewand, teslîmîyeta bi şert tercîh kirin, di heman demê de bûn serdemên xetimîn û berdewamîya paşketina civakî.. Serdestên bîyanî jî ji ber vê hilweşîna nasnameya kurd hêza xwe mezintir dikir. Diyardeyeke wisa di dema deshilatên ereb, ecem, osmanî û herî dawîyê jî di dema şah de pir zelal tê dîtin. Li himberî vê yekê, li her serdema ku li dijî dagirkerîyê berxwedana gel xurt dibe, nasnameya neteweyî jî bi biryardarî tê parastin, nirxên gelêrî gur û geş dibin û ji alîyê civakî û siyasî ve jî civak bi pêş dikeve.

Bo nimûne, ancax bi şerkirina li dijî hêzên muxtelîf ên dagîrker, kurdan karî pêşî xwe ji koletîya dema antîk dûre jî ji forma wê ya çaxa navîn rizgar bikin, ji ber ku diviyabû wan hem dagîrkerên bîyanî hem jî axayên xwecîhî yên bi dagîrkeran re hevkarî dikirin, têk bibin: Û eger heta îro jî gelek tevgerên rizgarîya neteweyî bi temamî bi ser neketine, ji ber ku pêşengên kurd nekarîne hêzên xwe bikin yek an jî ji ber ku hin "axayên şer" pir caran rêya teslîmbûna bişert tercîh kiriye. Ev siyaseta hevkarîya bi hêzên bîyanî re û ya perçekirina yekîtîya neteweyî di tevahîya dîroka wî de hertim bûye bela serê gelê kurd.

Pelişîna yekîtîyê û parçebûna Kurdistanê xwedî egerên dîrokî, civakî û siyasî ye ku têra xwe nayên nasîn. Ji ber dagîrkerîya tedrîcî ya di dîrokê de, parvekirî li ser çar parçeyan, neteweya kurd neçarî veguherîneke civakî û aborî ya pir cihêreng bû. Bo nimûne, tevî berdewamîya giştî ya tevnesazîyeke bi giranî eşîr û feodal, beşê ku di bin destê Tirkiyeyê de bi pêşketina sermayedarîya endustrîyel ji beşên din zêdetir dest tê hatiye werdan. Li vê Kurdistana "tirk", bi xuyabûna berberîyên nû yên ber bi gewdebûna "sinifan" û kategorîyên civakî "yên terza xerbî", civaka eşîrî ya kevneşop jî bi kûrahî hatiye veguhertin. Têkoşîna rizgarîyê bi şikandina çarçoveyên dijwar ên eşîrî û parastinî, bi pêş dikeve û di nav dînamîkeke xweser de rûyê xwe daye armancên ku mirov dikare weke tercîhê "demokratîk", "pêşverû" an jî "nûjen" bi nav bike.

Rewş li parçeyên din ên Kurdistanê cudatir e; li Iraqê û Îranê, feodalîzm pir xurt e û veguherîna ber bi çînên civakî di bin bandora kapîtalîzmê de hê pir nû dest pê kiriye. Pêşengên tevgeran bawer dikin ku divê xwe bispêrin hêzên bîyanî, yên bi dilekî pak, bibin rênîşandêr û ji pereyan bigirin heta çek û rextan bersivê bidin her cure pêdivîyên kurdan. Vê têgihîştinê tevgerên kurd daxistin asteke alîkarîwergirên ku li ser hesabê kesekî din şer dikin û her cure pêşniyarên lihevhatinê qebûl dikin, yên ku ti feydeya wan ji bo Kurdistanê tunene.

Di van demên dawîyê de şerên birakujîyê yên zirarên pir mezin didin doza neteweyî rû dan. Li Iraqê, bi taybetî, bi sedan şervanên kurd xwîna hev rijandin û bi dehan gund ji ber vê yekê wêran bûn. Gelo ev berdêlek e ku her neteweyek divê bide, dema ku hewl dide xwe ji ben û bendên xwe yên rojane û dîrokê rizgar bike? Lê belê dijminên sereke yên yekîtîya kurdan her yekî ji wan ji van pevçûnên navxweyî yên kurdan sûd wergirt. Bi vî awayî, havîna dawî, tevî dijberîyên xwe yên dijwar jî, rejîmên tirk û îraqî îmze danîn ser peymanekê ku destûrê dide tirkan ku li ser navê "mafê şopandinê" derkevin nêçîra serhildêrên kurd ên li ser xaka Iraqê.

Zehmetîyeke din a têkoşînê ji ber helwestên pir dişibin hev ên derdorên pêşverû yên tirk e. Ev derdor hê jî xwedî meyleke înkarkirina hebûna pirsgirêka kurd in û nakevin nav hewldana peydakirina hevgirtinekê li gel hêzeke çareserîyê. Li Kurdistanê ji ber vê yekê gelek tengezarîyên dikarin bên bi kar anîn, hene.

Li himberî ewçend giranîyên ji rabirdû ve mane, li hemberî ewçend şaşfêmkirinên ku wan dewletên sînorên wan neteweya me ji hev veqetandine, bi awayekî aktîf bûne sedem û wekî din li himberî her cure xwedîderketin û alîkarîya çekan a hêzên mezin ji bo van dewletan, bivê nevê lihevnêzîkbûneke neteweyî ya kurdan pêk tê. Çawa dibe bila bibe, ev forma "lihevkirina" neteweyî, bi her halî wê veguhere yekîtîya kurdan. Û dewletên ku sînorên wan xwe dispêrin dagîrkerîyê û herwiha hin stratejîyên mezin ên cîhanê, qet jî ne kêfxweş in bi vê rewşa ku ji navê yekîtîyeke kurdan bi gewde dibe.

Gelek kes têgihîştine, ku ji dema pelişîna tevgera filistînî- ya ku bêyî ku heq bike, li vê herêma Rojhilata Navîn xwe weke nûnereke hêzên pêşverû û dijfeodal nîşan dida- warê şerûcengê ber bi bakur, ber bi xaka kurd vediguheze. Vê cengê ji niha ve dest pê kiriye. Herçendî cîhan bi xemsarî lê mêze bike jî.

Yekane bersiva me wê ev "kongra neteweyî" ya navdar be ku welatparêzên kurd ên Îran, Iraq û Tirkiyeyê pê dadikevin. Danûstandin û muzakereyên ji bo vê yekê niha dest pê kirine, hem jî di navbera fraksîyonên dijber de ku heta doh jî li dijî hev şer dikirin. Eger hê jî "axayên şer" bi dudilî xwe nêzî vê lihevkirina neteweyî bikin jî, piranîya kurdan êdî pir baş fêm kiriye ku, kongreyeke neteweyî wê bibe vejîna giştî ya neteweya kurd û ev yek hêja ye ku rêxistinên kurd li himberî hev dev ji quretîyan berdin, li hev bibûrin û bigihîjin lihevhatineke neteweyî.

Çavkanî: 

  1. Bi awayekî fermî, hatibe red kirin jî, beşdarîya şewirmendên eskerî yên amerîkî di nav van opersyonên "paqijkirinê" de ji alîyê gelek şahidên li cihê bûyerê, hate piştrast kirin

Wergera ji fransî: Baran Nebar