Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Kurd li ser bircên Newroz’ê

Rustem Aghale - Efekt LMD kurdî

Newroz belav dibe li dilê me. Tav rûyê xakê dagir dike, li dilê me hil tê. Şev li ber hîvê, li hember rûhîvan berxwenade. Tarî perçedibe, tarîstan dibiriqe. Jiyan diweje. Welatê nav dû çeman ber bi tav û hîvê ve diherike. Şêxsiwar li dilê însan hildide.
Ji roja ku cîhan afiriye ve careke din çerxa felekê berbi 21’ê Adarê ve digere. Careke din roj û şev dibin yek, careke din serma cîhê xwe dide germê, careke din tarî reşistana xwe ji rohaniyê re dihêle… Careke din Newroz silav dide me. Newroz a cîhanê pîroz be!

Di van rojên ku em şahidiya wan dikin de li Kurdistan’ê gelek pêşveçûnên girîng diqewimin. Hilbijartinên 7’ê Adar a sala 2010’an yên İraq’ê, bi neheqiyên li dijî kurdan destpêkir. Beriya hilbijartinê ji bo ku hêza kurdan li beramber ereban bê kêmkirin, hin yasa hatin guhertin. Li gor van guherînan hejmara parlamenterên Meclîsa İraq’ê ji 275’an derxistin 325’an. Hejmara parlamenterên ku ji bajarên Kurdistan’ê derdikevin wek xwe man. Yanê di meclîsa Bexda’yê de 50 parlamenterên ereb hatin zêdekirin. Balkêş e partiyên Sunî û Şîa bi yekdengî vê yekê pejirandin.
Helwest û taktîka siyaseta erebên İraq’ê di sala 2010’an de jî neguheriye. Xwedanê Bexda’yê hîn jî lewazkirin û xapandina kurdan difikirin. Ji ber vê yekê jî di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kerkûk û deverên nakok de hikûmeta navendî heta niha gavekî navêje. Wiha xuyadike ku herçende partiyên Sunî û Şîa nêzî hevdibin, li dijî maf û daxwazên kurdan xeşimtir û xetertir dibin.
Bersiva, pirsa ‘Kurd wê bi 70 kursiyên ku bidest xistin di parlamena Bexda’yê de bikaribin di nav yekîtiya İraq’ê de bimînin’ ne hêsan e. Malîkî, Elawî û siyasetmedarên din yên ereb hîn jî ji taktîkên Saddam Husên yên lewazkirin û perçekirina kurdan nehatine xwarê. Ew bi texîrkirin û jibîrkirina pirsgirêka Kerkûk’ê heman awayê sala 1970’an yên rejima Baas didomînin. Siyasetmedarên Bexda’yê herçiqas çavkorê xwendina dîrokê bin jî, divê jibîrnekin ku hêzên pergala 1970’an serûbino kir, îro cîhaneke din û İraq’eke din dîzayn dikin.
Herwiha yek ji encamên heremî yên hilbijartinên İraq’ê teyîdkirina muxalefeta Goran bû. Goran ku cara dûyem de tevlî hilbijartinan dibe, êdî li ser asasekî zexm yên dengdêran rûdine. Bi vî awayî li Kurdistan’ê dîmeneke nû rûdide. Kurdistan êdî ne fîft fiftî ye, bileks ger partiyên desthilata Kurdistan’ê di demeke zûtir de guherinên pêwîst yên ku gel li bendê ye pêk neynin, wê refleksa demokratîk ya gel xanedanan hilweşîne.

Di 4’ê Adarê de serdegirtina hêzên ewlekariya dewleta Belçîka’yê ya ser saziyên kurd ku di nav wan de çend şîrket û studyoyên hevkarên ROJ TV’yê jî hebûn, di derbarê hêviyên tevlîbûna Ewrûpa’yê ya proseya çareseriya aştiyane û demokratîk ya pirsgirêka Bakurê Kurdistan’ê de dîmenek pesîmîst afirand.
Di dema ku li Tirkiye’yê hikûmeta AKP’ê li dijî desthilata milîtarîst têdikoşe, rêvebiriya Obama ji bo demokratîzekirina dîroka Tirkiye’yê ber li pêşyasa ya Komkujiya Ermeniyan vedike, ajotina ser saziyên ragehandina kurdî û saziyên dîasporaya kurd li Belçîka, Îtalya û Fransa’yê di derbarê nirx û têgihiştinên alema Rojava de hin gumanan peyda dike.
Ew dewletên ku yasa û mafê mirovan li jor hemû nirxan dihesibînin bi awayên ku demokrasiya wan dixe bin sîberê li dijî kurdan tevdigerin. Ew dîmenên ku ji operasyona tîmên dij-terorê yên dewleta Belçîka’yê hatin ser ekran û rûpelan di derbarê rola Ewrûpa ya tevlîbûna çareseriya aştiyane ji bo pirsgirêka Bakurê Kurdistan’ê hêviyan lewaz dike.
Ji provakekirina kurdên dîasporayê, yek encam derdikeve holê ku ew jî pirsgirêkê ber bi kolan û korîdorên siyaseta Ewrûpa’yê berfirehtir dike. Ev yek jî ji bilî mezintirkirin û tevlîhevkirina pirsgirêkê tû encam nade.
Ji tecrûbeyên dîrokê diyar e ku ji bo sivikkirina tirsa tirkan, ji bo palpiştiya hewldanên hikûmeta AKP’ê ya li dijî pergala Kemalîst û milîtarîst, ajotina ser kurdan, berewajiyê encamên bendewar derdixwe holê. Demokrasiya Ewrûpa ji bo teşwîkkirina damezrandina pergala demokratîk ya li Tirkiye’yê nikare stûyê kurdan bide ber kêrê. Lewra heta kurd xwe di nav ewlebûn û hevpariya demokrasiyê de nebînin li Tirkiye’yê ne aştî ne jî demokrasî mimkûn e.
Li aliyê din rêvebiriya Obama, bi heman fahm û ferasetî nêzîkî pirsgirêkê dibe. Di roja ku pêşyasa ya Komkujiya Ermeniyan ji komîsyonê derbasdibe, li çend peytextên Ewrûpa li dijî sazî û siyaseta kurdan operasyonên navnetewî tên lidarxistin. Mirov ev helwest nikare tenê wek hewldanên li dijî ‘’PKK’ê an jî kurdên radîkal’’ binirxîne.
Ev yek di carekî de nirxên demokrasiya alema Rojava tîne ser maseya nîqaşê. Li aliyekî Obama, dixwaze heyf û neheqiya dîrokê paqij bike, lê bi neheqiyeke din encamên vê helwesta xwe sivik dike.
Obama’yê reşik ku bi hilbijartina xwe hîmên dîroka jiberkirî ya mirovahiyê hejand, bi vekirina deriyê naskirina Komkujiya Ermeniyan gavekî mezin avêt. Sergirtina Komkujiya Ermeniyan, neqûbûlkirina wê leqeya dîroka mirovahiyê, dûrsekna mutefîkên NATO’yê ji vê neheqiyê, ji damezrandina Komara Tirk vir ve, bûbû yek ji sedemên domandina wê rejima şedîd û faşîzan.
Beriya herkesî raya giştî ya Ewrûpa baş dizane ku faşîzm ji bo bibe strûktûreke domdar ya dewletî dîrokeke taybet diafirîne. Eger warîsên dewleta tirk AKP jî di nav de di sala 2010’an de hîn jî komkujiya dijî netewa ermenî înkar dikin, û demokrasiya Rojava ji bo tevlî vê helwesta wan ya faşîzan bibin, wan bi jeostratejîya xwe, bi hevkariya xwe ya NATO’yê an jî bi amilên din tehdîd dikin û ewçend wext jî biserdikevin, hingê di nirxên demokrasiya Rojava de jî mirov dikare bahsa xeletiyên erjeng bike.
Obama niha bi vê helwesta xwe kulmeke xurt li rûyê dîroka faşîzan ya rejima tirk dide. Lê bi xeletiyeke din! Kulma Obama ne tenê dixwaze neheqiyekî sererast bike, herwiha di rûyê kurdan de jî dibe sedemê êşeke neheq…
Divê stratejên Rojavayî baş nasbikin ku terapiya rejim, têgihîştin û pergala tirk û Tirkiye’yê bi vî awayî naçe serî. Dema ku xezeba demokrasiya Rojava bi ser rejimên kevneperest û statukoparêz ve dibare, nabe ku qurbanê wan rejiman jî mexdûr bike.
Gelek balkêş e, dema hikûmeta AKP li Tirkiye’yê li dijî leşkerên darbexwaz an jî ergenekoniyên kujêr rêyên yasayî bikartîne û wan derdixîne ber dadgehan, di heman demê de berê xwe dide kurdan. Roja ku generalekî sûcdar tê girtin an jî çend kujerên ergenekonê derdikevin pêşberê dadgehan, an partiyên kurdan tên girtin, an siyasetmedarên bijartî yên kurdan tên kelepçekirin an jî zarokên kurd li kolanan tên kuştin. AKP qaşo bi vî awayî balansekî siyasî dide Tirkiye’yê. Balans ji bo çi? Ji bo ku kolanan, ji bo dengderan ji xwe nede xeyidandin an jî ji bo hêrsa li dijî xwe hinekî kêm bike!
Rojava dema ku dixwaze sûcekî rejima tirk an jî dîroka tirk darezîne heman tişt tîne serê kurdan! Diyar e ku fêrî awayê hevûdû bûne. Di herdû rewşan de jî yê dibe bi kurdan dibe. Yanê sîleyekî li tirkan kulmekî li kurdan dixin. Ev jî dibe edalet!
Ger rojavayî dixwazin rejima hov ya ku xaka Tirkiye û Kurdistan’ê dîl girtiye ehil û terbiye bikin, nabe ku aliyekî vê rejimê mizdin û aliyê din bitepisînin.
Li aliyê din kurdan îsbat kirine ku êdî çi ji xeletiya siyaset û siyasetmedarên wan, çi ji zext û hêza dijberê maf û destkeftiyên wan, ew naxwazin heta hetayê wek zarokên mexdûr yên dîrokê bimînin!

Xwînerên hêja, di Newroz a sala 2010’an de em dixwazin çend mizgîniyan jî bidin we. Ji vê hejmarê pêve Le Monde Diplomatique kurdî êdî ji aliyê İndepent Kurdish Media Group GmbH (İKMG) ve tê weşandin. İKMG, bi armanca deng û rengek nû yê serbixwe di ragehandina kurdî de biafirîne, ji aliyê karmend û rojnamevanên kurd ve hatiye damezirandin. Armanca sereke ya İKMG ew e ku weşanên navneteweyî yên di asta Le Monde Diplomatique de bi zimanê kurdî bigîjîne ber destê xwînerên kurdîaxêf.
Di demên pêş de wê çend govarên paşgo yên Le Monde Diplomatique jî ji aliyê me vê bi zimanê kurdî bên weşandin.
Herwiha wê malpera Le Monde Diplomatique kurdî ji nûh ve bê dîzaynkirin û ji vê hejmarê pêve xwînerên rojnama me li ser malperek ciwantir rojnameya xwe bişopînin.
Weşana Le Monde Diplomatique kurdî ya bi zarava soranî li Başûrê Kurdistan’ê jî wê bidome. Hevkarên me yên li Kurdistan’ê ji bo rojnameyeke gurtir hewlên xwe didomînin.
Herwiha em ji niha ve mizgîniya weşana Le Monde Diplomatique kurdî ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistan’ê jî radegehînin. Di demekî nêzîk de wê rojnama me bigîje destê xwînerên li Bakurê Kurdistan’ê jî.
Em hêvîdarin ku hemû xwîner, dost û aboneyên me ji bo geşkirin û pêşvebirina Le Monde Diplomatique kurdî alîkarî û piştevaniyê bidomînin.
Newroz a we pîroz be, hemû rojên we Newroz bin!