Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Kurd careke din hatin ji bîr kirin

Dara Aram: Roja sor 07, boyaxa akrîl li ser tûwalê 36 x 36 cm

Çileya 1989ê, li Parîsê, civîna navneteweyî ya der barê silehên kîmyewî de, xwe nedabû ber ku Iraqê ji ber bikaranîna gazên kîmyewî li dijî kurdan, nexasim jî li bajarê Helebceyê, şermezar bike. Di çirîya pêşî ya heman salê de di dema konferanseke li ser nasnameya kurdî de, ya ku ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Fondation France-Libertés (Weqfa Fransa-Azadî) ve li paytexta Franseyê hate organîze kirin, tu berpirsyarê partîyên kurd nikarîbû pêwendîyên fermî deyne. Li hemberî vê, di çirîya pêşî ya sala 1990ê de, wezîra karê derve ya Franseyê Edwige Avice û cîgirê wezîrê, wezîrê ji mijara mafê mirovan berpirsyar Bernard Kouchner şandeyeke Bereya Kurdi-stanê ya Îraqî qebûl kirin. Krîzê 2ê tebaxa 1990ê ji alîyê Iraqê ve dagîrkirina Kuweytê dest pê kir, gelo ev krîz wê helwesta rojavahîyan li hemberî drama miletekî nifûsa wî bîst milyon û bê dewlet, biguhere? Helbet, endamekî bereyê Mahmûd Osman îşaret bi "şemitîna helwêsta Rojavayê kir", lê belê ew hişyar weha li gotinên xwe zêde dike: "ev têrê nake. Halê hazir kurdan tu tiştê berdest û berçav bi dest nexistiye". (1)

Tevî ku tekrara bûyerên salên 1970yê zêde muhtemel xuya nake jî; hingê pêşmergeyên Mela Mustefa Barzanî ji alîyê şahê Îranê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê ve hatin çekdarkirin û fînanskirin da ku li dijî "şoreşgerên baesîst" ên Bexdayê şer bikin (berîya ku li ser mîhraba lihevhatina iraqî-îranî werin qurban kirin). (2) Di nav bereya dijminê Sedam Huseyin de bicihkirina kurdan, wê xisleta taybet a pirsgirêka kurdî ya îro li ber çavan negire –nexasim jî alîyê wê yê li Tirkiyeyê– ku şax û rîşên xwe berdane nav dîrokeke tevlîhev a parçekirin û dildarîyan.

Di xefka dîrokê de

Arşîva bîra Kurdan

Christiane More Fakulteya Hiquqê ya Grenoble temam kiriye, naskirina wê ya kurdan di 1974ê de gava Barzanî li dijî zagona otonomîyê rawestiyaye, çêbûye. Li INALCOyê li ser kurdan xwendiye û gelek caran çûye herêmên cûrbicûr yên Kurdistanê, bi rêvebirên rêxistin û partîyên wan re hevdîtin kirine. Pirtûkeke wê li ser kurdan bi navê "Kurd Îro, Tevgereke Netewî û Partîyên Politîk" di nav weşanên L'Harmattan de derketiye.

More di vê gotara xwe de dipirse: Ji bo bîst milyon kurdan paşerojeke çawa? Ev yek ji wan pirsan e ku çavkanîya wan krîza li Kendavê ye. Dema ku mirov dosyaya sînorên Rojhilata Navîn vedike, ev yek "birînên ji berê de yên disojin ên dabeşkirina kolonyal" vedijîne. Gelê kurd ê ku li Iraq û Îranê hat perçiqandin, li Tirkiyeyê di bin zexta xedar a desthilatdarîya navendî de ye; Tirkiyeyê li herêmên rojhilat rewşa awarte ragihandiye. Lê belê beşdarîya çalak a Enqerê ya nav refên koalîsyona dijberî Iraqê rojavahîyan ditevizîne, wan ji liv û tevgerê dixe, halê hazir ew naxwazin dest bavêjin vê pirsgirêka bi kelem.

Kurdistana ku demeke dirêj di navbera împeretorîyên safewî û osmanîyan de qada şer bû, tu caran nebûye xwedîya hêzeke yekbûyî. Sala 1639ê peymaneke di navbera Stenbol û Îsfehanê de sînor bi îstîqrar kirin; mîrên kurdan li dijî daxwaza navendîkirinê ya herdu împaratorîyan, gelek caran serî hildan, nexasim jî di sedsala 19ê de. Ji bo ku vê muxalefetê ji holê rake Dewleta Alî Osmanî tercîh kir ku gelek malmezinên kurd bi payeyên bilind wezîfedar bike.

Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de û li gor siyaseta wan a teşwîqkirina serhildana ereban li dijî siltanê osmanî, brîtanîyan di nav kurdan de jî kampanyayeke dij-tirk da dest pê kirin. Ajanên ku bi zimanê wan dipeyivîn û eşîr nas dikirin, şandin herêmê ji bo ku han bidin gel da ku li dijî desthilatdarîya navendî serî hilde, di berdêla sozên serxwebûnê yan jî qet nebe xweserîya navxweyî de.

Di dawîya şerî de London angajmanên xwe dixe dewrê: Sala 1920ê peymana Sevrê (Sèvres) di du xalên xwe de cih dida avakirina dewleteke kurdî. (3) Vê dewletê kurdên Îranê û yên Sûrîyeyê yên ku hejmara wan kêmtir e, nedigirt nav xwe; û serxwebûna wê jî sînordar bû, çawa ku hêzeke kolonyal komên din ên Rojhilata Navîn desteser kiribûn. Tevî vê jî, ev peyman ji bo neteweperestan îro jî referansek e: Ew di vê peymanê de bi huqûqa navneteweyî rewabûna daxwazên xwe dibînin.

Lê belê peymana Sevrê tu caran nehat pêk anîn. Serhildana Mustafa Kemal a li dijî neheqîya pûçkirina Împaratorîya Osmanî û serketinên wê di şerê ji bo serxwebûna Tirkîyeyê de, wê bi mohrkirina peymaneke nû ya li Lozanê (Lausanne) 24ê tîrmeha 1923yê hate nivîsîn, bi dawî bibûya: Vê peymanê tevahîya Anadolyayê dida welatê wî. "Dewleta kurdî" berîya ku ji dayik bibe, wê biketa xefka dîrokê, beşek ji erdên wê bi Tirkîyeyê ve hat girêdan, li alîyê din dîyarkirina paşeroja wilayeta Mûsilê hê "parastî" bû. Kanûna sala 1925ê Cemiyeta Miletan li gor daxwaza Londonê ev herêma Mûsilê bi Iraqê ve girê da. Xaleke taybet qebûlkirina cihêbûna kurdan di zimanê wan de, di mafê wan ê bi roleke dîyarker rabûna di birêveberîya herêma xwe de, pêş didît. Van ferzan ji bo vê hindikahîyê rewşeke nisbî biîmtiyaz diafirand ku pêşî li gelek serhildanan, nexasim jî piştî serxwebûna Iraqê ya sala 1932yê negirt; ev serhildan bi alîkarîya Hêzên Hewayî yên Meliktîyê hatin tepisandin.

Brîtanyaya Mezin kurd pir bi hêsanî ji destê xwe berdan, lewra wê hem bawerî bi milletên wê yên pir bi liv û tevger nedianî û hem jî ji ber ku îmkana liserxwemana Iraqê girêdayî petrolên wilayeta Mûsilê bû, li başûr hê tu rezerv nehatibûn dîtin. Ya rastî, Iraqeke mezin di kontrola brîtanî de rêya ber bi Hindistanê ve çêtir misoger dikir, nexasim jî li dijî tehlûkeya bolşewîk, daxwazên almanan û îredantîzma tirk. Di encama vê devjêberdanê de, kurdan hew nêrî ku di navbera sê dewletan de ango Tirkîye, Iraq û Îranê de hatine parçe kirin û civakên piçûktir li Sûrîyeyê û Yekîtîya Sovyetî jî djîyan.

"Rojhilatê Anadolê û tirkên çîyayî"

Erê li Îranê rewşa nû ji alîyê desthilatdarîya navendî ve demeke dirêj hat kontrolkirin –zimanê kurdan zimanekî hindo-ewropî yê têra xwe nêzî farisî ye– lê belê encama rewşê li dewletên cîran teqînên li pey hev bû. Li Iraqê serhildanan heta bi sala 1945ê dewam kir. Li Tirkiyeyê li hemberî dewleta navendperest a ku Atatürk li dijî hewldanên parçekirinê yên Dewletên Hevgir ew damezirand, serhildan wê dijwartir bûna, nexasim piştî qebûlkirina qanûna dij-dîndaran a sala 1924ê, ku di encama wê de weşan û komeleyên kurdan hatin qedexe kirin. Gulana 1932yê desthilatdarîya tirk beşek ji kurdan bi darê zorê koçber kir û biryar da wan asîmîle bike, navê herêmê –ku heta sala 1946ê wê bi qanûna şer bihata birêvebirin– wê êdî bibûya "Rojhilatê Anadolê" û navê xelkê wê jî wê bibûya "tirkên çîyayî".

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn heta bi destpêka salên 60ê "nîzameke" nisbî li Kurdistana tirkan hakim bû. Lê belê demên demokratîkbûna nisbî yên pir caran bi darbeyên eskerî hatin birîn, wê destûr bidana tekra-reke xweîfadekirina neteweperest, nexasim jî di bin bandora tevgera çekdarî de ku Mustefa Barzanî salên 60û 70yê li Iraqê bi rê ve dibir.

Dema îlona 1980yê eskeran li Enqerê hefsarê desthilatdarîyê girtin destê xwe, tevahîya azadîyan hatin betal kirin, redkirina bi israr a naskirina herî piçûk a cihêbûna kurdan (berevajîyê li Iraqê ku destûra bingehîn qebûl dike ku welat ji du neteweyan pêk tê, yek jê ya kurd e û ya din a ereb) û xizanîya herêmên başûrojhilatê Tirkiyeyê kirin ku radîkalbûneke bi lêz pêk were û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) wê bibûya berdevkê wê.

Piştî damezirandina PKK (1978)ê, PKKê xwe ji rêxistinên xweserîparêz ên kurdî yên welatên cîran cihê kir, pêşî bi eslê birêveberên xwe –para bêtir ji derdorên xizan û mexdûr in, lê belê lîderên kurd ên Iraqê yan jî Îranê bi eslê xwe feodal in; bi sloganên xwe yên li dijî malmezin û axayan (xwedîyên erdan) yên ku "ji bo parastina îmtiyazên xwe bi desthilatdarîya navendî re li dijî gelê xwe hevkarîyê dikin"; bi îdeolojîya xwe ya marksîst-lenînîst û a alîgirê dinyaya sêyem a bêtawîz; bi bikaranîna terorîzmê bêyî cihê bike –ji 15ê tebaxa 1984ê û pê ve– ya ku wê di destpêkê de sempatî jê dûr bixista.

Şerê di navbera Iraq û Îranê de herêm dabû ber xwe. Kurdên Îranê yên ku rewşa xwe piştî şoreşa îslamî xurt kiribûn, li ser sînor kom bûn. Kurdên Iraqê ji lawazbûna hukûmeta Bexdayê sûd wergirtin da ku gerîla xurt bikin û hin erdan rizgar bikin û PKKê wê xwe bispartiba wan, ev yek wê bibûya sedema destwerdanên artêşa tirk ên li ser erdên Iraqê yên ku hukûmeta baesî destûra wan dabû.

Sala 1988ê dawîya şerê kendavê wê rê li ber jinûve dîyarkirina rewşê vekira, her dewletê wê derfet bidîta xwe ji kelema kurdî rizgar bike. Sedam Huseyin eskerên xwe şandin bakur, di nav çend hefteyan de bi alîkarîya sîlehên kîmyewî, wî berxwedana kurdan ji holê rakir a ku ji ber hevkarîya xwe ya bi rejîma îslamî re zirar lê bûbû. Wî ew "pasîfkirin" bi gelek koçberîyên bi darê zorê temam kir.

Li Îranê, Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ya Dr. Qasimlo jî di rewşa bergirîyê de ye û dikeve nav hevdîtinên bi desthilatdarîya navendî re; di dema hevdîtineke bi qasidên îranî re di tîrmeha sala 1989ê de li Vîyanayê ew hate kuştin, bi vî awayî PDKÎyê serokê xwe yê herî bi prestîj ji dest da. Bi tenê PKK bi silametî ji vê lîstikê difilite, bi xêra alîkarîya nexasim Şamê.

Şerê avê, şerê Dîcle û Firatê

Hevrikîya di navbera Sûrîye û Tirkîyeyê de nû nîne, Sûrîye ji mêj ve biryar daye cihê xwe di kampa dij-rojava de bigire, li hemberî vê Tirkiye endameke çalak a NATOyê ye. Dîrokên cihê jî wan ji hev cuda dike, weke mînak der barê herêma Skenderûnê ya ku Franseyê sala 1939ê da Tirkiyeyê û Şam doza wê dike. Di dawîyê de piştî pêkanîna bernameyeke bi îhtîras a pêşketina aborî ya Başûrojavayê Anadolê û avakirina bendava Atatürk li ser çemê Firatê (4), di warê çavkanîyên xwe yên avê de Sûrîyeyê xwe di tehlûkeyê de his kir. Di navbera herdu welatan de 17ê tîrmeha sala 1987ê hat mohr kirin "da ku dawîyê li bûyerên sînorî bîne" –pê re jî angajmana dabeşkirina avê,- lê belê tesîra wê dê kêm bûya. Erê kampên PKKê li deşta libnanî ya Bekayê ne, lê belê buroyên wê li Şamê vekirî dimînin û derfetên xwe yên derbaskirina sînor jî diparêze. Di çileyê sala 1990ê de ava çemê Firatê mehekê hate qut kirin da ku Bendava Atatürkê were dagirtin; ev yek hem ji alîyê Bexdayê (5) ve û hem jî ji alîyê Şamê ve weke zexteke bi tehlûke hat dîtin.

Rewşa awarte li "Rojhilata Anadolê"

Alîkarîya Sûrîyeyê bi herhalî bi tenê yek ji sedemên harbûna çalakîyên PKKê yên sala 1990ê ye. PKK berîya her tiştî berê axaftinên xwe diguhere: Birêveberê wê Abdullah Ocalan ê heta îro partîzanê Kurdistaneke serbixwe, dide zanîn: "Em nikarin herî kêm berîya çil salan ji Tirkiyê qut bibin, lewre pêdivîya me pê heye. (6) " Paşê, bêyî ku dev ji şideta terorîst berde, ew hêza xwe dide ser propagandayê da ku gel bîne alîyê xwe. Ya dawîyê jî, ew sûdê ji alîkarîya "objektîf" a hukûmeta Enqerê werdigire: Piştî pêvajoyeke lîberalîzasyona nisbî ya nîvê salên 80yê, ku qebûla fermî ya etnîsîteya kurd –ji 55 milyon nifûsê 10 milyon kes – mohra xwe lê xist û nîqaşeke berfireh ya der barê pirsgirêkê de, dewletê destpêka sala 1990ê zor û zexta bêhedef derxiste pêş ku para bêtir ji alîyê hêzên taybet ve tê bi rê ve birin. PKKya ku doh ji ber rêbazên xwe yên terorîst dihat rexne kirin, her diçe bêtir ji alîyê tebeqeyên xizan ve weke rizgarker tê dîtin. Bi vî rengî ew bi hêz dibe û hêzên din ên kurd lawaz dibin, ev hêz weke yên îteeta îslamî pesnê têkoşîna siyasî didin.

Çileyê 1990ê çapemenîya tirk valakirina 112 gundan ragihand –paşê wê behsa 400an bihata kirin– da ku qadeke ewlekarîyê ya li ser sînorên bi Iraq û Sûriyê re ava bikin. Piştî weşana du pirtûkên li ser kurdan, bi îdîaya "propagandaya cudakarîyê kiriye û hestên neteweyî lawaz kirine" 12ê adarê sosyolog Îsmail Beşikçi hat girtin; ew ê di tîrmehê de di encama zexta navneteweyî de bihata berdan. Lê belê dema dîyarker adara 1990ê ye: 13ê mehê, di şerekî dijwar ê bi PKKê re, artêşê sêzdeh partîzan kuştin. Rayedaran red kir ku cenazeyan bidin malbatan û ev yek bû sedem ku raperîneke bi rastî ya sivîl rû bide, ya ku bi lez û bez nûçeya wê belav bû.

Xwepêşandan, grev û pevçûnan, wê xisleta vê "Întîfadayê" -li gor binavkirina çapemenîya herêmî - dîyar bikira. Êdî rayedarên ku timî tesîra PKKê red dikirin, behsa komployekê kirin ku armanca wê xirakirina yekparebûna erdên Tirkiyê ye. 9ê nîsanê hukûmetê biryarnameya 413ê qebûl kir ku hêzên awarte dide walîyê super yê herêmên başûrojhilat –ev wezîfe tîrmeha 1987ê hatibû afirandin– ev hêzên awarte mehekê paşê bi biryarnameya 424ê hatin berfireh kirin, nexasim jî hêza cihguhertina dadger, dozger û eskerên tetmînkar nînin.

Zordarîya Enqerê ne xema Rojavayê ye

Azadîya çapemenîyê xurttir hat asteng kirin. 28ê hezîranê çapxaneya du kovarên heftane 2000’e Dogru û Halk Gerçegi bi tevahî hat girtin; di nava 3 salan de kovara 2000’e Dogru bîst û du caran hat desteserkirin û pêncîh doz lê hatin vekirin. (7)Hemin, rewşê herî zêde li wilayetên başûrojhilat ên bi rewşa awarte tên bi rê ve birin, fikar bi mirovan re çêdikirin, lewre hêzên ewlekarîyê gelek binpêkirinên mafan pêk dianîn, êşkence bi kar dianîn, sivîlên ku weke alîgirên serhildêran dibînin, bi darê zorê ji cih û warên wan dikin.

Berîya 2yê tebaxê zextên dijwar ên Enqere pêk tîne li Rojava nebûn sedema nerazîbûnên cidî. Piştî ku Iraqê Kuweyt dagîr kir û serokkomar Turgut Ozal bi tevahî ket nav hevgirtina mezin a li dijî Sedam Huseyin, rexne hê jî kêmtir bûn. Bi navê realîzmê, êdî bîlançoya Tirkîyeyê ya li Kurdistanê jî nakeve ber gumanan, ne jî ya Sûrîyeyê li Libnanê yan jî ya Îsraîlê li erdên dagîrkirî. Huqûqa pirî caran bawerî pê tê anîn, li vir sînorên xwe yên bi rastî nîşan dide.

Tehlûke heye ku "miletê xwedayan ji bîr kirî" kurd li Rojhilata Navîn careke din bibin alîyê bi bin ketî. Heta parçebûneke Iraqê ya ku carinan behsa wê tê kirin, bi îhtîmaleke mezin wê bi îlhaqkirina herêma Mûsilê ji alîyê Enqereyê ve bi dawî bibe û ne bi damezirandina dewleteke kurd.

Her weha binêre: Li Lêgerîna bêhêvî ya li çareserîyeke dîplomatîk

Çavkanî: 

  1. Jeune Afrique , 17-23 çirîya pêşî ya 1990î
  2. Bixwîne, Christiane More, "Les Kurdes à la recherche d'une nouvelle stratégie (kurd li stratejîyeke nû digerin)", le Monde diplomatique, çirîya pêşî ya 1988ê
  3. "Les frontières, brûlantes cicatrices du partage colonial (sînor, birînên disojin ên dabeşkirina kolonyal)", le Monde diplomatique, çirîya paşî ya 1990ê
  4. Armanca vê projeyê ew e ku herêma başûrojhilat a ku heta hingî paşve hatibû hiştin di warê aborî de bi pêş bixe û bi vî awayî "çîyayîyên serî natewînin" entegre bike
  5. Ji bo %80 ta %90ê pêdivîyên xwe, Iraq girêdayîyê ava çemên Dîcle û Firatê ye. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hin deng bilind dibin û dibêjin bila ava welêt were birîn. Weke mînak bixwîne, Peter Schweizer, "By Water: Close the Taps (Bi avê: henîfeyan bigirin)", International Herald Tribune, 12ê çirîya paşî ya 1990î
  6. Hürriyet, 1ê nîsana 1990î
  7. Rapora misyona CIMADEyê ya li ser Tirkiyê ya ku di navbera 25ê tîrmehê û 5ê tebaxa 1990ê de hatiye nivîsandin bixwîne

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê