Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Kultur - Polîtîk

Adetên Kurdan bi zimanê

Mela Mehmûdê Bazîdî


Eger ew mirî mêr e û xweyî hesp û çek û taxim be, hespêd wî dixemlînin û çek û sîlahêd li ser hespan girê didin, ewan hespan li berayîka cenazeyê dikêşin û ew jin keç û da û xwehêd wî delo û lawij dibêjin. Mirov ji vê pirtûkê ne haydar be, dê bibêje qey ev metagraf ji pirtûkekê hatiye wergirtin ku li ser merasîmên miriyên Çermsoran hatiye nivîsandin. Lê ne weha ye, ev metagraf ji pirtûka Mela Mahmûdê Bazîdî ya bi navê Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye hatiye wergirtin. Ev pirtûk nexşeya tevîneka civaka wê demê heya bi movikên adetan derdixîne ku bi xêra vê derxistinê mirov fahm dike bê di bingeha xwe de civatên qedîm çiqasî nêzîkî hev in.

Çi jinên ku di civata zilaman de rûdinên û qelûnên xwe dikişînin, çi jinên ku leçeka serê xwe di nava şerran diavêjin erdê, çi jinên ku sosretekê bi xwe de tînin û tên kuştin, çi ekradên ku pezekî xwe ji bo xwe serjê nakin lê ji bo mêvanan serjê dikin, çi xwediyê xwîniyên ku bi pêy dijminê xwe dikevin û heke keysê bi wan nexînin jî, zirarê digihînin malên wan û êgir berdidinê, çi feqehên ku ji aliyê gundiyan ve tên xwedîkirin, çi mêvanên ku li camiyan radizên, çi şêniyên ku êvara çarşeman serê xwe naşon û hwd. Ev pirtûka ku weneyên arketîpa adetên civaka Kurdan nîşan dide, herweha bi me dide zanîn ku hê jî ji gellekê wan adetan di nava civaka îroyîn ya kurd de jîndar in. Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye wê derfetê dide Kurdan ku di nava civaka modern ya îroyîn de derhişîn û binhişîna livbaziyên xwe bi dê û bav bikin.

Ev pirtûka Mela Mehmûdê Bazîdî di sala 1857-1858’an de hatiye nivîsandin. Dîroka ku tê de hatiye nivîsandin ji bo tarîxa kurmanciya nivîskî jî qonaxeke girîng e. Digel ku Mela Mehmûdê Bazîdî, bi erebî, farisî û turkî jî zanîbû, wî ji bo nivîsandinê zimanê kurdî hilbijartiye- ku wê hingê zimanê împeretoriyê yê nivîsê osmanî û farisî bû.- Ev kurdiya ku pirtûk pê hatiye nivîsandin ewqasî zelal e ku ji aliyê nifşên nû ve jî dikare bi hêsanî bê fahmkirin û ew zelalbûn dê bersiveke xweş bide zimanzanên serdest ku dibêjin ku şêniyên du gundên Kurdan ên cîran ji zimanê hev fahm nakin.


Dîsîplînên weke sosyolojî, psîkolojî, etnografya û wêje dikarin zêde sûdê ji vêhibra nivîskêr bigirin lê oryantalîzm jî tê de. Ji ber ku di xwendina pirtûkê de xwendevan ji çend rûpelan carekê li rastî hevokên weha tên. “Û Ekrad tebî’et cahil in, hîn bi fal û munnecîm se’d û hindekan şûm dizanin û nûsxeyan bawerî diken.” Ev deq dike ku em lensên xwe biguherînin û şikebariyên xwe yên derheqê oryantalîzma Aleksandar Jaba de ku ew metodolojî daye ber Mela Mehmûdê Bazîdî li jêra rûpelên pirtûkê binivîsînin.

Lê mezin hertim mezin in…

Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye, Amadekar: Ziya Avci, kurdî (latinî – erebî) & rûsî, Weşanxaneya Lîsê: Diyarbekir, 202 rûpel, çapa yekem: tîrmeh 2010

Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Amadekar: Jan Dost, Weşanxaneya Nûbiharê: Stenbol, 394 rûpel, 2010

Barbar tên


Nivîskarê Afrîkaya Başûr, xwediyê xelata Nobelê, J. M. Coetzee di berhema xwe ya bi navê Waiting for the Barbarians (Li bende Barbaran) de, ji devê dadgerekî silhê ku di biniya fermendariya Şahînşahiyekê de karmendiyê dike, barbarî û hovitiya Şahînşahiyê ya ku wê bi xwe li ser “barbaran” pêk aniye dike.

Dadgerê silhê ku beriya ku şerr dest pê bike jiyaneke aram dijiya û tenê li kêfxweşiya xwe mitale dikir, piştî ku li ser gotegotên ku êl û qebîleyên başûr û rojavayê Şahînşahiyê li dijî Şahînşahiyê ketine tevgera pêkanîna yekitiyekê û ew ê êrîşê bibin ser Şahînşahiyê û Şahînşahiyê jî dest bi bergirtiyên hovane kiriye, jiyana dadgerê silhê bi tevahî diguhere.

Bi destpêkirina şerr re, dadger dil dide ser keçeke dîl û li ser şopên birînên ku bi îşkenceyê di bedena keçikê de hatine pêkanîn, li ser nêzîkatiya xwe ya şîlo ya li hemberî keçika dîl ku bi îşkenceyê çavê wê hatiye korkirin, dadger têgînên barbarî û şarezayiyê li ser kevaleke şerr li ber me datîne, me ji wateyên van têgînên ku bi destê desthilatdaran wate li wan hatiye danîn dixe gumanê û dike ku em bi hişekî nû careke din li ser wateya barbarî û şarezatiyê biramin.

Di Waiting for the Barbarians de em tim li bende “barbar”ên ku wê êrîşî Şahînşahiyê bikin dimînin. Lê tiştekî weha pêk nayê. Tu caran “barbar” êrişî devereke Şahînşahiyê nakin. Kesî ji wan nakujin, kesekî îşkence nakin. Lewma rastiyeke ku wê “barbar” êrîşê bînin ser Şahînşehiyê bikin jî, ji binî ve nîne. Lê di tevahiya pirtûkê de em rastî hovitî û barbariya Şahînşahiyê tên ku li ser kesên ku wekî “barbar” têne nasandin tê kirin. Gundên wan têne kavilkirin, dîl têne girtin, îşkence li wan tê kirin. Bi vî awayî, di Waiting for the Barbarians de Coetzee, di bendewariya barbaran de barbariya ku ji ber çavan wenda dibe radixe ber çavan.

“Zemanê dîrokê Şahînşahiyê afirand. Şahînşahiya ku hebûna wê ne di dewrên asê yên kişwerên ku vedijin de lê di berjor û berjorbûnê de, di destpêkirin û bidawîbûnê de, di bobelatên zemanên bi diran de dibîne. Şahînşahî xwe mehkûmî jiyana di dîrokê de û li dijî dirokê di pêkanîna komployan de dibîne. Tenê ramanek hişê Şahînşahiyê yê veşartî mijûl dike: wê çawa dawî lê neyê, çawa nemir bibe, dewra xwe wê çawa dirêj bike. Bi roj berra dû dijminan dide. Kûçikên nêçîrê yên kone û dirinde ku bêvilên wan hessas in, dişîne her deverê. Şevan, xwe bi dîmenên bobelatan têr dike: bi bajarên talankirî, gelên ku tecawiz li wan hatiye kirin, bi pîramîtên ji hestiyan, bi kavilên ku bi kilometreyan dirêj dibin.”

Dadgerê silhê digel ku ji keçika dîl hatiye girtin, ya ku di îşkence de çavên wê hatiye korkirin, hez nake jî wê vedihewîne cem xwe, wê dişo, laşê wê mist dide. Dadger tim dixwaze hîn bibe ka gelo çima digel ku jê hez nake jî, alikariyê bi keçikê dike. Çima dilê wî pê dişewite? Çima dixwaze nêzî wê be? Çima digel ku dizanî ku dê were girtin û îşkence li wî bê kirin, keçikê radestî malbata wê dike? Heger em guh bidin dadger, em ê bikarin bersiva pirsên wî bibînin:
“Hezkirina me şopê li dû xwe nahêle. Ew keçika dî ya kor wê kê bi bîr bîne: wê min yê ku bi bincilkên min î hevrîşimî, di odeya min ya kêmronî de, yê parfûm bi xwe de kirî, ketiyê rûn, yê ku li dû azweriyên neşad e bi bîr bîne, yan jî wê zilamê dî yê sar î çav bi rûpoş, yê fermandar ku dengê wî yê êşa mahremê di hişê xwe de wezinandiye? Di vê dunyayê de rûyê herî dawî yê ku bi awayekî herî zelal dîtî ma ne ew rû bû ku li pişta wî hesinê ron dîtibû? Nuha li vira ji fedîkirinê bipirsim jî, dema xwe bi xwe min xwe pal dida ser pêyên wê, dema ku min pêyên wê yên şikestî maçî dikirin bi axînekê ji ber ku min şopeke wilo lê nehişt divê ji xwe bipirsim ka gelo ez li ber vê yekê dikevim yan na.”

Di Waiting for the Barbarians de kirinên Şahînşahiya barbar wê bi me Kurdan gellekî nas xuya bibe. Gund, çiya û deviyên şewitî, “zimanê ku nayê nasîn” yên êl û qebileyên ku di îşkence, kuştin û talanan re derbas dibin wê bi Kurdan gelkekî nas xuya bibin.

Di Waiting for the Barbarians de em ê pevşibîna çarenûsa gelên bindest û pevşibîna barbariya serdestan bibînin.
Navê xweser:

Waiting for the Barbarians
Nivîskar: J. M. Coetzee

Kulliyata Kurmanciyê


Li cem Papuayiyan ziman zêde xizan e. Her qebîle xwedî zimanekî ye û her diçe peyvên wî zimanî kêm dibin. Ji ber ku wexta ji wê qebîleyê yek dimire ji bo şînê çend peyv ji zimanî tên paqijkirin û êdî ew peyv nema tên bi kar anîn.”

Ji salên 70 yî û vir ve li bakurê Kurdistanê, rêxistinên kurd ji bo ku nexşeya welatekî çarparçe bi şîrêzê bigihînin hev, di warê teorîk de û di serhildanên pratîk de zêde têkoşiyane û hê jî têdikoşin. Serhildan ji malê bû lê mejî ji derve bû. Wî mejiyê ku dersînor em li şoreşan sor kirin. Lê her ku çû em bi dûrî zimanê xwe ketin, her ku em dibûn çepgir me ji hêla hundirê xwe yê çep ser çend peyvên xwe xêz dikir. Çûyina ber bi bajaran ve serê ferhengên me yên devkî jî dixwar.

Di havîna 1987’an de Ensîtuya Kurdî ya Parîsê dest bi weşana kovara Kurmancî dike. Ev kovar ji her serê demsalekê bi vê peyva Ehmedê Xanî ya ku weke niviştekê li ser hejamarê heye derdikeve: ’’Min ev nivîsî ne ji bo sahibrewacan, belkî ji bo biçûkêd Kurmancan’’. Kovara Kurmancî rahiştiye şîrêza xwe û tîpên kurmancî, peyvên kurmancî, ew peyv bi hevokên Kurmancî û ew hevok jî bi jêrzemîna deqên kurmancî ve zeliqandine. Kovarê her xwastiye devokên zaravayê kurmancî yê bişkuvî bi kêlavêtinikê nêzîkî hev bike. Nivîskar û zimanzanên ku di kovarê de cih girtine - ku her yek ji derekê ne - rahiştine kulingê xwe û kolane, her ku rastî peyvekê hatine axa dora wê paqij kirine, pif kirine toza ser wê, bi paçikan ew biriqandine û derbasî ser pelên kovarê kirine. Bi nava zimanên zimanên cîran ketine û peyvên bi deyn dane li xwediyan vegerandine, yê ku bi deyn stendine li xwediyan vegerandine û di ferhengê de li hember nivîsandine da ku mêzina peyvê pêk bînin. Bi nava deqên Cegerxwîn, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî ketine û bêjeyên ku di tariyê de mane bêtir ber bi ronahiyê ve anîne. Ji bo rastnivîsa kurmanciyê cama berçavkên xwe qalindtir kirine.

Her ku jiyana bajarvaniyê bi pêş ve dikeve çahlên ku di nexşeya kurmancî jî bêtir vedibin û heke ew çahl bê pişt û bê dewlet be, dagirtina wê jî dijwartir dibe. Kovarê ne bi tenê lêkolînên xwe yê li ser gotinên pêşiyan û îdiyoman, ên li ser kûzan û lewnên wê, ên li ser alavên cot û çanda pezxwedîkirinê ew çahl dagirtiye, herweha bi xebatên xwe yên li termên zanistî,matematîk, kompîtur , futbol, trafîk, rojnemavanî, flora û kozmetîkê û hwd. jî ew hewl daye ku wê çahlê bi murekkeba sekuler ve dagire.

Heke îro hinek rabin û bixwazin ferhnegekê amade bikin- çi warî dibe bila bibe- ne hewce ye ku li ji bo asas li peyvên ewil bigerin. Kovara Kurmancî li dîasporayekê ku peyvên Celadet Bedirxan di Hawarê de li pişta xwe kiribû, bar dike û li dîasporayeke din piştiyên xwe girantir dike. Em bi kurt û kurmancî bibêjin, kovara Kurmancî çend mirî û çend peyvên me ji mezel rakirine.

Ev 23 sal in ku her ji şeş mehan bi carekê bi dehan zanayên kurd li diyasporayê û bi dû re jî parçeyê Kurdistanê yê azad civiyane û her carê hefteyekê behsa zimanê kurdî kirine. Encamên van civînên wan jî her carê di kovara Kurmancî de hatine çapkirin. Îsal 40 hejmarên vê kovarê bi cildekî xweşik ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin.

Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku Grûba Kurmancî ya ku xebatên wê yên 23 salan kulliyata kurmancî ava kir û bi xebatên li ser termînolojiyê ve rê destnîşan kir, da ku nifşên nû bikarin bi serbilindî siberoja wê ava bikin.

Belê, kurmanciyê peyvên mirî ji mezelan rakiriye.