Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Kubayî bi vî awayî dijîn

Xelkê Kubayê dizanî ku Fidel Castro serokatîya welêt daye destê birayê xwe Raúl. Birayê piçûk bi vî rengî dikeve kongreya 6ê ya partiyê ku divê, di rewşa ferzkirina "pragmatîzma" xwe ya aborî de dawîya nîsanê pêk were.

Gefa serekî ya ku tesîra wê li me dibe, ne topên amerîkî ne, xetera mezin fasûlî ne. Fasûlîyên ku kubayî naxwin". Sal 1994 e û fersend masî ye, hergav çênabe: Wezîrê Parastinê, Raul Castro, hemfikirnebûna xwe ya bi birayê xwe, Fîdel re weha dest nîşan dike. (1) Fîdel li hemberî lîberalîzekirina bazarên kiştûkalî derdikeve –hinek "bazar" dê hilberîna xwarinê zêde bike. Ji ber ku, ji dema hilweşîna Bloka Sovyetê û bi vir de, Kuba cefaya "perîyodên taybet ên dema aşitîyê" dikişîne: Berhema Nesafî ya Navxweyî (BNN) % 35 kêm bû, Dewletên Yekbûyî zorê didin embargoyê ku ew jî aborîya giravê dixeniqîne û dibe sedem ku xelkê giravê bi kêmadanîyê (nebaşxwarinê) bihese. Raúl Castro ji vê yekê gumanê nake: "Ger em tiştekî neguherin, ji xeynî ku ez tankan derxim pê ve, li ber min rêyeke din namîne" Û bi vî awayî di dawîya salê de, destûra bazarên serbest ên gundîyan hate dayin.

Laboratuara guhertinê, hêzên çekdar

Weke şeva din, şeva berî wê û roja berî şeva berîya wê, rojnamevanê bi min re bi rêya telefon dipeyive: "Ez ji bo daxwaza xwe ya hevpeyvîneke bi nûnerekî hêzên çekdar re..." Bersiv naguhere: "Erê, min baş not girt, lê bawer dikim ev yek dê ne hêsan be". Artêş li Kubayê di quncika xwe de ye, li tu deran xuya nake. Û ev yek ne bi tenê ji dema ku general Raúl Castro ji 1959ê heta 2006ê wezîrê parastinê bû, hatiye ser desthilatê, weha ye.

Heta destpêka salên 1990ê, Kubayê ji bo techîzata artêşê hesabê xwe li ser Yekîtîya Sovyetan dikir. Bi carekê re, artêş mecbûr ma ku xwebixwe xwe fînanse bike. Ji bo ku karibe bi ser keve jî, çalakîyên xwe yên cihêreng pir kirin: Ji birêvebirina otelan, heta tûrîzmê, sanaîyê, avakirinê, kirîn û frotina erd û avahîyan, bankeyan, xizmeta diravî, rêzedikanên cihêreng, hilberîna puroyê, kirêkirina erebeyan...

Artêş ji alî eskerî ve lawaz dibe –jimara eskeran dadikeve; di destpêka salên 1960ê de, jimara ku li dora 300 000 eskeran bû, di destpêka salên 2000ê de daketiye 45 000 eskeran. (1) Li hemberî vê jî îro giranîya xwe dide warê aborî û siyasî. Raúl Castro çi bigire li şûna hemî wezîrên ku ji alî birayê wî yê mezin ve hatibûn wezîfedar kirin, merivên xwe bi cî kirine; bi awayekî giştî ew yan eskerên kevin yan jî yên veqetîyayî tercîh dike. Ew li siyaseta derve pir miqate ye, artêş berî her tiştî ji nêzîkbûneke siyasî ya weke dema Yekîtîya Sovyetan a ku bibe sedema rewşeke çavê wê li destê Venezuelayê be, ditirse. Ji bo îdeolojîyeke berfireh divê hevalbend jî bên zêde kirin: Brezîlya, Çîn an jî Rûsya.

Her çend tu jimarên fermî tunebin jî, Wezareta Parastinê (MINFAR) kêm an zêde divê yekser % 50yê aborîya Kubayê kontrol bike. Bêyî ku ji bikaranîna teknîkên birêveberîyê yên hevdem ên şîrketên mezin ên rojavayî dudilîyê bike, MINFARê modela xwe ya birêveberîyê nûjen kiriye –perfeccionamiento empresarial an jî mezinkirina kapasîteya karê xwe– bi encamdaneke çi bigire bê kêmasî pêk tîne.

Hêzên çekdar weke "pêşengên modêla kapîtalîzma kubayî" ji alîyê kovara The Economist ve hatin pîroz kirin (2), ew xwe weke laboratuareke "modernîzekirin"a civata kubayî derdixin pêş. Di 29ê çileya paşîn a 2011ê de, sernivîseke rojnameya Granmayê careke din gilîyan ji brokrasîyê dike. Lê, herwiha dibêje jî ku, çare heye: "Şansê me kubayîyan pir hebûye ku hêzên me yên çekdar zanibûne dermanekî ji bo vê nexweşîyê bibînin ku me nikaribû ji nav civatê derxista".

1 Li gor Enstîtuya Navneteweyî ya Lêkolînên Stratejîk ku di "Paymaster generals" de jî behsa wê hatiye kirin,
The Economist, London, 13ê çileya pêşîn a 2001ê

2 "Fading away (jibîrbûn)", The Economist, London, 3ê tebaxa 2006ê

Piştî şanzdeh salan, birayê biçûk ji bo serokatîya welêt şûna yê mezin girt (2) û li gor wî, girav "hê jî ji dema serdema taybetî derneketîye, xelas nebûye ". (3) Di 2008ê de, sê bagerên li pey hev, jêrxane serûbinî hev kir: 10 milyar dolar zirar li giravê kir ku dike % 20ê BNNê. Ya çarê, krîza diravî ya navneteweyî bû, ku sektorên herî dînamîk ên aborîyê li ber xwe birin (bitaybetî, tûrîzm û nîkel). Kubaya ku, êdî nema dikare vatinîyên xwe bi cî bîne, hebûna şirketên bîyanî û beşekê ji îtxalata xwe dicemidîne, zêdetir dev ji hêdîkirina çalakîyan berdide. Ji nû ve, fasûlî tehdîd dikin: Di 2009ê de, hilberîna kiştûkalî % 7.3 dadikeve. Di navbera 2004 û 2010ê de, para xurekê ku ji derve tê bi carekê re ji % 50yê hildipeke heta %80yê.

18ê çileya pêşîn a 2010ê, Raul Castro êdî nema berê xwe dide birayê xwe lê, dide xelkî. Li hemberî Parlamentoya Netewî li ser armanca kongreya şeşem a Partîya Komunîst a Kubayê (PKK) –ku piştî ya dawîn bi çardeh salan ji bo dawîya meha nîsanê hatibû pêşbînî kirin–, diaxive û sozê dide: "Yan divê em rewşa heyî rast bikin, yan jî dê wexta me ya em ji ber felaketa ku nêzîk dibe, rizgar bibin nemîne". Lê belê heta bi ku derê mirov rast bike?

Asrex ji ber ava ku tê diçizire, qelişîye, li ser dîwaran şûnên terkan xwiya dikin, raxer jî bi vegotineke herî basît weke nobedarê ewlehîya koşkekê westiyaye: Ji hola ku serokê Parlamentoya Neteweyî, M. Ricardo Alarcón lê pêşwazîya me dike, bîna desthilatê nayê. Dîsa jî, ev pênc sal bûn, "paşgotinî" dixwaze ku Alarcón bibe yek ji her du namzedên serekî yên piştî Fidel Castro: "Çarenivîs"ê diyar e bi awayekî din biryara xwe daye. Jixweberbûna muxatabê me belkî ji ber vê bû.

"Erê, helbet dê rêvekirineke ber bi bazarê ve, rêvekirineke ber bi kapîta-lîzmê ve jî be". Ji welatê şoreşê qetiyan? Serokê Parlamentoya Neteweyî vê fikrê pûç dike: "Ji bo rizgarkirina sosyalîzmê, em ê her tiştê ku ji destê me bê bikin. Belê ne "sosyalîzma mikemel", ku herkes xeyala wê dike. Na, sosyalîzma li Kubayê mimkun e, helbet di mercên ku em bixwazin de. Û di encamê de, hûn dizanin, mekanîzmayên bazarê jixwe di civata kubayî de hene".

Navenda bajarê Havanayê, taxa Vedado. Selikeke piçûk a vala di bin milê wê de, Miriam ji mala xwe ya li ser kolana 23yê derdikeve. Tam li jêra cadeyê, li çepê wê, pêgeha Malecón heye. Seyrana li ser asfalta heft kîlometreyan dirêj, êrişa pêlan dike ewrên giran ên weke xubarê û ew jî peravên deryayê ku xwêyê ew xeritandine, dide ber qamçîyan. Hinekî ji wê dûrtir, her di wê rêzê de: Key West û Florida hene. Serê din ê dinyayê, bi kêmanî sed û pêncî kîlometre dirêj e.

Gava ku ew, tam di ber lampeyeke sor, ya di ser rê re derbas dibe, Miriam, zaroka bi cilên pertelî, serçavên wê ji qirêja reş nabîne ku bixwaze hesteyekê, pakêteke şekir an jî bilêteke lotoyê bifiroşe şofêrekî lê rasthatî. Tu afîş wê venaxwînin ku hînikayîya bêdawî ya filan vexwarina bi gazoz –"sifir calorî" misoger– an nermahîya tîr a jeleyeke dûşê ya "şoreşger" hîs bike. Îstisnayeke herêmî, kubayî nizanin parsekîya zarokan çi ye. Îstisnayeke cîhanî, giravê xwe ji panoyên reklaman xilas kiriye.

Tu çi dixwazî, birincê?

Lê Miriam saniyekê jî li vê yekê nafikire. Weke ji sedî heftê ew piştî 1959ê hatiye dinyayê, tarîxa "serketina şoreşê" –weke ku li Kubayê dibêjin. Ev jîngeh, ya wê bixwe ye. Ew yeke bitenê ye. Tevî vê jî, ew ji daxwaza "fethên civakî" ku gelê vir pê kêfxweş dibe, bi şûn de namîne. Hemî tiştên ku dewlet belaş pêşkêşî wê dike, û ku ji bo wê mafekî xwezayî ye: Perwerde, tenduristî, werziş, çand, kar, û xurek, bi saya libreta (defterê), karneya xurekîyê dibe ku dê sala bê pêncî salîya xwe pîroz bike.

Gava digihê bodega (dikanê), Miriam belgeya xwe ya pir biqîmet dirêj dike: Bi dirêjkî, tabloyên neh stûnên li pey hev tê de hene. Li çepê, lîsteya berhemên ku libreta dest dide: 1.20 livre (453,5 gram) fasûlîyên bi 0,80 pesoyan; nîv lîtir rûnê xwarinê yê bi 0,20 pesoyan, kîloyek şîrê tirole (rûn jêgirtî) ê bi 2 pesoyan; 3 livre şekirê bi 0,15 pesoyan, 400 gram meqarnaya bi 0,90 pesoyan, 115 gram qehweya bi 5 pesoyan... Li rastê, stûneke ji bo ji 8 hefteyan 1ê, perîyoda du mehî heye ku rûpelê hemûyê digire. Di her xaneyekê de, tayîna ji bo xwedîya/ê karneyê dabeşkirî heye.

"Tu çi dixwazî? –Birincê". Miriam selika xwe dirêj dike. Weke hemî kubayîyan, mafê wê yê 5 lîvre bi 0,25 pesoyan û 2 livreyên zêde bi 0,90 pesoyan heye– ku li ser hev dikin sê kîlo.

Miriam li wezaretekê kar dike, bi mehaneyeke navincî ku mehê dike 450 peso. "Ango kêm zêde, dike bîst CUC". CUC çi ye? Convertible unit currency yan jî "pesoyê ku tê guhartin", ku bihayê wê dike 24 pesoyên gelêrî. Ev pereyê duwem di sala 2004ê de derket piyasê, da ku şûna dolarê bigire. Tawîzeke ji bo "realîzma aborî" ku birêveberên kubayî mecbûr kir di 1993yê de destûrê bidin dolarê.

Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyetan, karbidestan texmîn dikir bêyî ku bibin sedemên guherînên radîkal di warê hundirîn de, dê karibin reforman di sektora derve de bikin: "parastina kapîtalîzmê li derve û ya sosyalîzmê li mala xwe", dîroknas Richard Gott bikurtebirî dibêje(4). Lê belê "bazar" di her qulikê re difna xwe dixe nav karê wan. Erda îzole ya veberhênan û tûrîzmê, divê dovîzê ji bo parastina skeleta civakî –bêyî ku wê biguhere– ya welatî pêwîst peyda bike. Ev erda îzole bazarê di bin banknotên kesk de dihêle. Bexşîş, beşekî mehaneyan weke dovîz dan, lê her wiha jî ji derve û bi taybetî jî ji bazara reş pere transfer kirin: Portreya George Washington di nêzîk de çi bigire weke yên "birîh" ên Sierra Maestrayê dê bi mirovan nas be.

Karbidest buroyên dovîzan vedikin

Karbidest dev ji têkoşînê berdidin. Ew êdî buroyên dovîzan vedikin û ji bo ji nû ve berê dovîza biha banknotê kesk ber bi kaseya dewletê ve biguherin –shopping /kirîn û firotinê– dikin. Du cûre bazar derdikevin holê, ku yek serdestîya diravî ya welatî dide dest pê kirin û ya din karaktera prensîpa wekhevîyê ya Şoreşê tehdîd dike: Bi tenê ji sisiyan duyê kubayîyan dikarin bi awayekî legal xwe bigihînin dolaran (her wiha jî CUC). Ferqa di navbera mehaneyan de, ku di 1987ê de ji 1ê heta 4ê bû, derketîye ji 1ê heta 25ê. (5)

Ji nuha û pê ve, êdî hemî kubayî dikarin pesoyên xwe bi CUCê bigu-herin: Îmtiyazên vî mafî ji holê hatin rakirin. Îmtiyazên fiîlî man. "Yê min, dewlet her bi peso mehaneya min dide, Miriam bi ken dibêje û li îbreya mêzînê dinêre. Te fîyatên li firoşgehê dîtin?" Coca-Colaya (ji Meksîkayê îtxalkirî): 1 CUC (dike 24 peso); pakêta sabûnê (ku kalîteya wê ji bo ewropîyekî normal e): 1,5 CUC (dike 36 peso); seta Hi-Fi: nêzîkî 400 CUCan (dike 9 600 peso); komputer: Li dor 500 CUCan (dike 12 000 peso).

Selika Miriamê êdî tije ye. Lê ne ewende giran e. Libreta têr dike ku mirov pê bijî? "Erê, lê herî zêde ji 10 heta 15 rojan". Li bodegayê, herkes bi şef re hemfikir e. "Bêyî hisab bike ku hîn divê tiştên din jî bikire". Sewze, heqê rê, elektrîk û ya xirabtir, cilûberg. Heta ku tu dev ji tiştên moda jî berdî, lixwekirin her dem tercîhekê dixwaze. Pantalonek? Li dor 130 pesoyan e. Tîşortek? Divê tu 90an bidî. Derpêyek (bi rastî ne tiştekî ku dilê mirov bibijîne xwe jî) bi 10 pesoyan e.

Landi, temîrkerê tirimbêlan li Matanzasê mehê bi 350 pesoyan kar dike; José, şofêrê kemyonê li Santa Clarayê, li dor 250 pesoyan qezenc dike; Marilyn, rojnamevana ciwan li Cienfuegosê, 380 pesoyan. Karmendên asta bilind? Rojnamevanê British broadcasting corporation (BBC) Fernando Ravsbergê li Havanayê dijî, texmin dike ku, "mehane kêm zêde 800 pesoyan digirin". Ger mehaneya navincî di navbera salên 1989 û 2009ê de, ji 188 heta 427 pesoyan zêde bûbe jî, qîmeta wê ya rastîn –ango ku mirov bi enflasyona heyî re bide ber hev– ji 188 heta 48 pesoyan daketiye.

Ji bodegayê heta dikana tekstîlê, bêyî ku di shopingê re derbas be, bikir hisabê xwe pir zû dike. Bivê nevê dipirse: Gelo kubayî çawa dikarin debara xwe bikin? Tu bixwazî nexwazî, bersiv ev e: "Hay que resolver". Resolver? "Çareser bike" –ku kubayî weke lêkereke netêper bi kar tînin, ji ber ku pirsa çareserkirinê ji alî herkesî ve tê zanîn.

Tûrîstek li şaneşîna oteleke mezin bîrayekê dixwaze: 3 CUCan dide. Garson hergav ji stokên otêlê nade, lê belê carinan jî ji yên xwe dide ku hema li kêlekê veşartî ne: Bi 1 CUCê kirîye, bi 3yan difiroşe, ev bîra derfeta ku mehaneya xwe ya rastî, pêncî caran zêde û şefê xwe jî "razî" bike, didiyê.

Karkerê otêlekê ji ber êşa diranê xwe debar nake. Doktorê diranan berî ku problema wî "çareser" bike, jê re dibêje ku divê tu du hefteyan li benda dora xwe bimînî: "Tu dikarî îşev jî bêyî; lê wê gavê tu yê 5 CUCan bidî". Weke ku tiştekî normal be. Îcar dora karkerê otêlê ye ku bazareke bêbingeh bike: "Min niha bigire û ez ê jî îşev te û hemî malbata te berdim ku hûn ji bufeya otêla ku ez lê dixebitim, bixwin."

Mehaneya asgarî nema têra pêdivîyên bingehîn dike

Firotina daîreyên apartmanan qedexe ye. Lê dîsa jî, hin malbat mezin dibin, tevî ku yên din piçûk dibin. Sîmsar, bi komisyoneke dema lihevkirinê ango kirînûfrotinê, li ser bingeha "bihayekî bazarê" ku ji herkesî ve malûm e, têkilîdanîna di navbera her du alîyan –yê dikire û yê difroşe– de digire ser xwe. Studyoyek li taxeke piçekî berbiçav a Vedadoyê? "Bi 15 000 CUCan tê frotin." Ji bo daîreyeke apartmanê ya pênc odeyî hinekî ji navenda bajêr dûr? "Bi kêmanî 80 000 CUC divên".

Li welatê "yan sosyalîzm yan neman", langust/kêzikên deryayî ji bo tûrîzmê û îxracatê tên hilanîn. Nêçîrvanên wan dixwazin bi rêya bazara reş li hemberî vê neheqîyê derkevin –hatinîya xwe ya mehane bi 700 dolaran misoger bikin. Ji alîyê din ve, akademîsyenên ku koda wan ê ji bo bikevin înternetê heye, koda xwe êvarî, piştî saeta kar bi kirê didin; Mamoste li nav malan dersê didin, her weha hemşîre bêhed û hesab li malan xizmeta tenduristîyê dikin. Şofêrên otobus û kamyonan benzînê ji depoyan dikşînin. Ji bo piranîya wan, karê ji bo Dewleta Sosyalîst derfetê dide wan ku bazara reş xweş bikin: Qelem, kursî, alet, malzemeyên avasazîyê û hwd. Hin laşê xwe jî difiroşin.

Dupereyî, lojman, xwarin: bi salan e ku kubayî hînî avakirina "mekanîzmayên bazarê" bûne û pê jîyana xwe ya rojane bi rê ve dibin. Rewşek e ku vegotina resmî, heta hatina ser desthilatê ya Raúl Castro, herkes mecbûr kiribû ku bi dizî bijî. Çi bigire bi awayekî saf, weke serok (ê demî) ji axaftina xwe ya yekem îstifade dike û di 26ê tîrmeha 2007ê de weha dibêje: "Mehaneya asgarî, pir aşkere, êdî nema têra pêdivîyên bingehîn dike (...) ev yek fenomena bêdisîplînîya civakî teşwîq dike". Gelo ev detayek e? Berevajîya wê.

Fidel Castro, di 26ê gulana 2003yê de, dibêje: "Tiştên ku kalîteya jîyanê ya rastî pêk tînin, ji xwarin, ji xanî an jî ji cilûbergan bêtir, raman in.". Ji bo têkoşîna li dijî alozîyên li pêşîya welêt –bi taybetî jî li dijî gendelîyê–, ev serê çend salan e wî "şerê fikrî" îlan kiribû. Armanc: Bawerîya şoreşgerî ya kubayîyan, bi taybetî jî ya yên herî ciwan, bi kardayina wan, bi hêz bike. Weke mînak xwendekar ji bo çavdêrîya stasyonên benzînê hatibûn wezîfedar kirin. Ji bo demekê, tesîra van fikran çêbû, paşê "ji armanca xwe bi dûr ketin" û dîsa hatin ji bîr kirin. Çapemenî (her fermî ye li Kubayê) hîn niha pê dihese ku Wezareta Avakirinê heşt hezar karker û hosteyên dîwaran, her weha jî duwanzdeh hezar zêrevan wezîfedar kiribûn da ku rê li ber dizîyê bigirin.

Piştî "minaqeşeyeke mezin a neteweyî" ku sala2007ê dest pê kiribû, Raúl Castro, têgihîşt ku kubayî li benda hin reformên bi awayekî din in. Tiştê bû sedema ku ew bigihê encameke weha çi bû gelo? Bi rastî kesek jî nizane: Tu rapor, bîlanço yan encameke "minaqeşeya" navbihurî ji rayagiştî re nehate aşkere kirin. Piştî her tiştî, Landî bi kurtî weha dibêje: "Li vir yê ku biryarê dide Dewlet e. Ne gel e".

Ji îro pê ve, mesele ne pirsa sererast-kirina kêmasîyên civakî ye, yên ku bi zahmetîyên îdeolojîk re li hev nakin, lê pirsa lêgerîna sosyalîzmeke ji "fikrên me yên çewt û cîbicîkirina wan nemimkin" pakbûyî ye. Ji bo vê, tevî rîskên xwe jî divê mirov "ji tecrûbeyên erênî yên kapîtalîstan dersê bigir". (6) Hîle û ji heq xwe derketinê, gelo ji niha ve beşek kubayî ewqas kirine teşebûskarên piçûk? Serokê niha, bi rêya xebata serbixwe bihêzkirina teşebusa taybetî hilbijart.

"Ma bi rastî jî pêdivî ye ku dewlet biryarê li ser heqê kurkirina por jî bide"

Di jîyana rojane de, weşana lîsteya sed û heftê û heşt pîşeyên ji kesên serbixwe re vekirî ji îlona 2010ê bi vir de, bi rastî jî zêde tiştek neguhert. Hosteyê dîwaran, necar, hosteyê elektrîkê, saetçêker, temîrker an jî dagirkerê çeqmaqan: Di resmîyetê de tiştekî weha tuneye. Lê ji demeke dirêj ve ye, herkes wan bi kar tîne. Û bi munasebeteke baş: "Tiştek ji tamîrkirina çizirîna avê bi riya teşebusên Dewletê [yên tamîrkirina avayîyan] zortir tuneye, Ricardo dibêje. Piştî demekê, herkes hîn bû bi rêya cîranêkî xwe yê ku di vî karî digihe pirsgirêka xwe çareser bike.

Êdî ev cîran bacê dide: Baceke ji 20 CUCan hinekî kêmtir ji bo ku lîsansa xwe tomar bike, yeke din ji bo (% 25)ê karê ku kiriye, prîmek ji bo ewleyîya civakî (ji % 25ê dahatê) û baceke biqedeme li ser hatinîya salê ji 5000 pesoyan pê ve (heta ji % 50 ji bo hatinîya salê qasî yan bêtirî 50 000 pesoyan). "Karkerekî serbixwe dikare heta kubayîyên din jî bigire kar", Ricardo gotina xwe didomîne. Destûr vê yekê qebûl nake û weke cûreyekî çewisandinê dibîne. Daîreya bacê hez dike: Cîranê bûye "patron", bacekê li ser ji % 25ê mehaneyan dide.

Jîyana rojane hinek diguhere. Vegotin berevajî wê dibin… Di adara 1968ê de, Fidel Castro li hemberî vê yekê derdikeve û weha dibêje: "Ev beşê piçûk ê nifûsê ku li ser pişta yên din dijî, (...) ev çavbelên siheta wan li cî ku xwe didin paş dezgeyekê, yan karekî piçûk dikin da ku rojê pêncî pesoyan qezenc bikin)" (7) Hîn du roj di ser vê axaftinê re derbas nebûn, kargehên taybetî –bar, market, tamîrxane her weha necartî, hostên dîwaran û temîrkerê tesîsatên avê– çi bigire hemî wenda bûn. Di çirîya paşîn a 2010ê de, vegotina resmî hate guhertin. Teşebusên taybetî ?, Granma bi kelecan dinivîse: "Teşebuskerên bi niyeta baş", "bi nifûzeke etîk", serketina wan "dê bibe beşeke girîng a serketina nûjenkirina modela aborî ya kubayî" (8)

Sala 1995ê, diviyabû hemî hewesa zengînbûnê bi kêmkirinê bihata sar kirin, weke mînak, xwaringehên piçûk ên taybetî bi duwanzdeh maseyan bi sînor kirin. Piştî panzdeh salan, "daneserhev" êdî birastî jî nema kesî ditirsîne. "Divê mirov durist be; ger, piştî ku hemî mesrefên xwe derxe, karkirekî serbixwe bi hatinîyeke mehane ya di ser mehaneya navincî ya îro re kar dike, gelo di vê de bi rastî tiştekî nelirê heye?", rojnameya Partîya Komunîst a Kubayê dipirse. Piştî hertiştî, "sermîyanek, bi xebatê tê civandin, hêdî hêdî, bi tecrûbeyê, roj bi roj bi baştirkirina kalîteya xizmetê, heta bi bişirîna ku dilê mişterî xweş bike". Di çileya paşîn a 2011ê de, kovareke katolîk ji xwe re payekê derdixe ku Kuba êdî "bêyî ku ji dewlemendîyê bitirse" bi siberoja xwe dilebike. (9)

Lê armanca reformên ku ji alî Raúl Castro ve hatine dest pê kirin, ne bi tenê serbestkirina wî tiştî ye ku doh qedexe bû. Ev yek herweha, weke Alfredo Guevara, yek ji întelektuelên kubayî yên herî bi navûdeng, li seranserê welêt dubare dike, aborîyeke bi rêbaz û kontrolê êdî nikare kesî razî bike, divê ew bê "bêdewletkirin". Nimûneyek: Beşekî mezin ê firingîyên (tomat) berhevkirî yên 2009ê di cihên xwe de xera bûn: Ji ber fermana divê ku vala neçin li ser wan hebû, kamyonên dewletê di wextê xwe de nehatin. Van firingîyan bişînin kargehan, li ber pozê wan da ku wan bikin ava bacanan? Ne mumkin e: Ji ber ku tiştekî wiha di rêznama têşebusê de nehatibû pêş dîtin.
"Ma bi rastî jî pêdivî ye, ku Dewlet biryarê li ser heqê jêkirina por jî bide?", Jorge Luis Valdès li ber çavên me, ji Rêxistina Aborînas û Bisporên Mihasebê yên Kubayê pirsî, bêyî ku bi rastî jî li benda bersivekê bimîne. Berîya reformên nîsana 2010ê, her vê teşebûsê hemî kuaforên welatî gîhandin hev. Bi hisabê herî piçûk guhastina sektorê bi ya taybetî, ne bi tenê qazanceke 630 milyon pesoyî di neh mehan de bi xwe re anî, lê herwiha hatinîyeke zêde ya 660 milyon pesoyan pêk anî".

Ji bo ku patikekê di dema herî kurt a pêwîst de kurt bike, Jorge deftera xwe ya piçûk derxist, qehweyek anî û cixareyek vêxist. "Berîya nîsana 2010ê, bihayê resmî yê kurkirinê 80 santîm bû. Lê vê yekê rê li ber kuaforan nedigirt, ku ji mêrekî ji 5 heta 20 û ji jinekê heta 100 pesoyan bixwazin. Dewletê servîsa av, elektrik û telefonê dikir, ku herkes karibe jê îstifade bike û li hemberî vê xizmetê dixwest ku hevwelatî pesoyekê bide salonê. Ji bo çar kuaforan, bikêmanî du nobedar, jineke ku paqijîyê bike, muhasibek, birêveberek û her weha yek an jî du kes ji bo diwarê navberîyê bigirin, tayin dikirin. Hemiyan jî mehaneya xwe ji dewletê distand".

Jorge qehweya xwe vexwar û çend hilmên baş li cixara xwe dan. Li benda mixatebên xwe ma, heta ku têra xwe kuxîya, paşê dîsa dest bi karê xwe kir: "Êdî her tişt hatiye guhertin. Kuafor serbixwe ne û her yek ji wan mehê 990 pesoyan hewaleyî qaseya dewletê dikin: 330 peso ji bo kirêya dikanê, 330 peso ji bo ewleyîya civakî û 330 peso jî baca li ser hêza kar didin. Paşê, ew bi kêfa xwe, kê ku bixwazin digirin û heqê wan jî li gor dilê xwe didin: bi awayekî giştî, jimara xebatkaran kêm dibe". Hemî ji kuaforan heta bi nobedarên jimara wan pir û karmendên dîwarê navberê, ji niha û heta 2020ê (halê hazir, % 90ê nifûsê ji bo dewletê dixebite) divê % 40ê nifûsa aktîf ji sektora dewletê derbasî ya taybet bibe. Jorge cixara xwe dipelixîne û axaftina xwe weha diqedîne: "Maliyeta hindik, hatinîya pir e, ev tişt hemî li gor berjewendîya dewletê ne.

Kartêkerî, berhemdêrî, aborî: Ev nîqaş ne nû ye, heta li welatên ku peyva "sosyalîzmê" ji sîmaya Che Guevara bêtir ya Dominique Strauss-Kahn têne bîra mirov jî, her eynî tişt tê gotin. "Çima em ê ji gelên din ên cîhanê cihê bin?", Jorge li dij derdikeve. Divê em hemî belaşîyên li welatê xwe ji holê rakin". Belaşî? "Her tiştê ku dewlet belaş ji bûyîna wan heta mirina wan li kubayîyan belav dike, ji bo wekhevîya wan misoger bike".

Bi kêmkirina rola hatinîya diravî di gîhaştina refahê de, ev belaşbûn dê motîvasyonê kêm bike û bibe asteng li pêşîya pêşketina aborî. Sosyalîzma kubayî jî, bêyî ku vekirî behsa bidûrketina ji prensîpê "wekhevîyê" bike, êdî pir kêm ji wekhevîyê xeber dide. Çareserî: Jinavbirina "belaşî"yan û weke ku Raúl Castro jî, di 27ê çileya paşîn a 2008ê de dibêje "divê qîmetê rasteqîn ê mehaneyan bê dayin". Bi ser ve zêde dike: "Alternatîfa vê yekê tuneye".

500 000 karker ji kar tên derxistin

Di 27ê îlona 2009ê de, cîgirê serokê Konseya Wezîran, Ramiro Valdés, ji kubayîyan re got "divê em her tiştî ji diya xwe dewletê hêvî nekin". (10) Êdî, pasteyên zewacê û heqê otelê yê ji bo meha hinguv yên ji alîyê dewletê ve hatin dayin, bi dawî bûn. Her weha, kantînên (belaş) ên çar wezaretan li Havanayê neman: Karker li şûna wê rojê 15 pesoyan heqê xwarinê distînin (halê hazir, têrê dike). Û belbî di demeke nêzîk de libretaya ku ji bo wê pêşniyara bi dokumanê jimara 165ê pêşkêşî Kongreyê hatiye kirin û pêşniyar dike ku li şûna wê "alîkarîya civakî ya biarmanc" ji bo "kesên ku birastî jî pêdivîya wan pê heye" hatiye cî bî cî kirin  jî nemîne –weke ya ku êdî li welatên din ên Amerîka Latînî tê bi cih anîn.

Ji alîyê din ve, sendîkayê bi tenê daye ser xwe ku di mehên li pêşîya me de, jikarderxistina 500 000 karkerên dewletê îlan bike. Ev karker dê piştî jikarderxistinê bi mehekê jî mehaneya xwe bistînin, piştî wê bi mehekê jî, yên ku ji nozdeh salan kêmtir xizmeta wan hebe, dê % 60ê tezmînata xwe, yên ku ji bîst û şeş heta sî salî xebitîbin sê mehan, yên ji sih salan zêdetir xebitîbin, pênc mehan, dê bistînin. (11) Îhtimaleke mezin, ev yek ji bo motîvekirina wan e, da ku bêyî dereng bimînin ji xwe re ji nû ve di sektora taybet de karekî bibînin.

Lê keseke/î ku deh sal di wezaretekê de derbas kiribin, gelo dê karibe di nav du mehan de bibe cotkar, berber an hosteyê dîwaran? Em dizanin ku yekî ev tarîx derbas kiribe, tu sîstema ewlehîyê dê mesrefên wî yên tenduristîyê negire ser xwe. Ji vegotinên îlahî û wê de, ekonomîst Omar Everleny Pérez –ku bêtir weke yek ji bavên fikrî ê reformên pêk tên e – wiha dibêje: "Erê, mirovên ku ev reform wê zirarê li wan bikin jî dê hebin. Erê, dê mirovên ku bi carekê xwe di nav bêkarîyê de bibînin jî wê hebin. Erê, dê newekhevî zêde bibin". Jixwe ev rewş, dê wer dewam bike, "ew ji berê de heye, ne nû ye; îro, wekhevîya me ya heyî, wekhevîyeke sexte ye. Tiştê ku divê em wê yekê ji niha ve dest nîşan bikin, ev e: "kî bi rastî jî hêja ye li jor be".

Di 9ê sibatê de, xebatkarên klînîkeke navenda bajêr li hev civiyan ku lineamientosanê minaqeşe bikin, belgeya vê minaqeşeyê pêşkêşî kongreyê hat kirin. Tam sî û du rûpelên ku 291pêşniyarên ku hin ji wan siberoja hemî kubayîyan dixist bin bêr de: Mehaneya hêjabûnê, bi qanûnê tayinkirina "fîyata bazarê", sererastkirina bernameyên civakî. Ev hemî di çend deqeyan de, bi yekdengî hatin qebûl kirin. Lê beşdaran ji bo piştgirîya xwe bo sîstema perwerde û tenduristîyê ya kubayî dest nîşan bikin, qet ecele nekirin. Guhertin, erê; lê ne bi vî rengî. Sekreterê rûniştinê, berpirsê beşa sendîkayî, balkişandinan not dike –bêyî ku kesek bi rastî jî zanibe bê çawa û bi çi awayî ew ê li ber çavan bên girtin.

Tevî vê jî, gelo tu xetereke ku reformek yeke din bikşîne, paşê yeke din, yeke din, berpirsên kubayî dê di encamê de tênegihên ku texmîn bikin bê "rojanekirin"a "fethên civakî" yên welêt pêdivî ne, yan na? Mînakên dîrokî, ji rêvekirina aborî ya çînî ya reformên xizmetên giştî li Fransayê kêm nabin, ku fikra senaryoyeke wiha nîşan didin. Ew weke mînak Parlamentoya Neteweyî, ku ew bixwe serokê wê ye nîşan dide: "Pir bi hêsanî mirov dikare rikeberîyekê bi reformekê re bike ku xwe wiha nîşan dide û gava dema wê bê, dengê xwe li dijî wê bide". Dê desthilatên rikeber her bijîn wê gavê? Sala 1976ê, ji her ku ava bûye bi vir de, Parlamentoya Neteweyî dengdaneke wiha tu caran tomar nekiriye ku dengekî mixalif jî li dijî deqeke ji alî hikumetê ve hatibe pêşkêş kirin, derkeve...

Di 10ê adara 2011ê de, resmek di Granma "yek"ê de: Xortekî bişewqe ku pişta xwe daye stûna lempeyeke kolanê, ji kalekî re ku di rê re derbas dibe, dibêje: "Hinek pere, bapîro?" Ji "pere" re, bi spanyolî, cambio tê gotin –ku her wiha jî tê mana "guhertin"ê. Û "bapîr" bersiva wî dide: "Helbet, kurê min! Bêgûman, lawo! Bi rastî jî niha wexta guhertinê û bi duristî xebatê ye!"

Çavkanî: 

Renaud Lambert: Rojnamevan

  1. Her çend peyveke bi tenê ji bo guhertinê tunebe jî, peyvê dîsa jî cîyê xwe girtiye
  2. Ji 24ê sibata 2008ê bi vir de, piştî ku ji ber nexweşîya birayê xwe, di 31ê tîrmeha 2006ê de ji bo demekê weke serok hate bi nav kirin
  3. Axaftina 26ê tîrmeha 2007ê
  4. Cuba. A new history (Kuba. Dîrokeke nû), Yale university press, New Have, 2004
  5. "Fidel, the church and capitalism  (Fidel, dêr û kapîtalîzm)", The Economist, London, 14ê tebaxa1997ê
  6. Axaftina 18ê çileya paşîn a 2010ê
  7. Ji ber Richard Gott hat girtin, Cuba., pirtûka li jor behsa wê hat kirin
  8. Félix López,  "Opinión por cuenta propia", Granma, Havana, 18ê çirîya paşîn a 2010ê
  9. Olando Márquez, "Sin miedo a la riqueza", Palabra nueva, hejmar 203, Havana, çileya paşîn a 2011ê
  10. "Gobierno pide a los cubanos "no esperar que papá Estado venga a resolverles todo"", 27ê îlona 2009ê, noticias24.com
  11. Janette Habel, "Changement de cap à Cuba ? (Li Kubayê guherîna rêgehê)" bixwîne, Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn a 2010ê

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr