"Karkerên berdest" ên Koreya Başûr
29ê cotmeha 2010ê, gava Servîsên Karê Koçberan li Seûlê bi ser atolyeyekê de girt, karkerekî vîyetnamî yê 35 salî û bêdokument, xwest bireve û xwe di pencereyekê re avêt xwarê û piştî pênc rojan, li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da. Ew, jineke wekî xwe bêdokument û kurekî çar mehî li dûv xwe dihêle. Wî ji 2002ê û vir de li Koreya Başûr kar dikir.
Ji 2008ê ve biryara Wezareta Edaletê ya ku ew ê, di pênc salan de, hejmara koçberên qaçax 220 000 heta 150 000an kêm bike, ev cûre operasyon di nav xemsarîyeke nisbî de zêde bûn. Wezaret jixwe hema bêje gihîşt armanca xwe: Dawîya 2010ê, bi tenê 168 500 ji wan mabûn. (1)
Jixwe Amnesty Internationalê sala 2009ê, raporeke rûreşkir derêxist (2), ku alozîya biserdegirtina kargeh û nivîngehan, rêzlênegirtina ji bo rêbazên girtinê, şertên xirab ên girtîmayînê û jêpirsînên li gor rû û rûçikên kesan, şermezar dike. Mînak hene ku di dema girtinê de hin kes bi giranî birîndar bûne û heta mirine jî.
Ji bo karên zehmet vizeyên taybet
Raffe yê bêdokument, ku ji Bangladeşê hatiye û bi şevê di kargeheke berhemên kîmyewî de dixebite, dibêje "Bi rojê, ez ji ber tirsa biserdegirtinê newêrim biçim bazaran."
Tuya, karkera tekstîlê ya ji Mongolistanê, pitika xwe hemêz dike û dibêje: "Ez her dem bi tirs im". Piranîya van qaçaxan ji Çînê an jî ji Asyaya Başûr-Rojhilat hatine; û ew jî di bin metirsîya girtin û dersînorkirinê de dijîn. Ew bixwe pereyê vê dersînorkirinê jî didin: Heta ku diravê pêwîst ê ji bo bîleta vegerê bê kom kirin, carinan çend mehan li girtîgehê dimînin. Pirî caran, kes û karên van mirovan pereyî didin, hin caran jî kardêr li şûna meaşê karker ê lê mayî, vî pereyî xerc dikin. Bi tenê ji bo mînakên taybet (dersînorkirina bi lez û bez a birêveberên sendîkayî yên zêde çalak), hikûmet heqê bilêtê dide.
Paradoks ev e: Tevî ku hin kes pêşî bi xêra vîzeya turîzmê hatine Koreya Başûr jî, gelek ji wan bi awayekî qanûnî û bi saya vîzeyeke taybet a karkera/ê ne bispor ketine vî welatî. Sala 2004ê, Wezareta Kar xwest çûn û hatinên karkerên koçber bi sînor bike û ji ber vê yekê, Employment Permit System (Pergala Destûra Kar, EPS) bi cih kir (3). Karkerên EPSê di van îşên zehmet, xeternak û kêmmeaş de dixebitin ku koreyîyên Başûr bixwe êdî naxwazin bikin. Li 2008ê, ew % 77ê hêza xebatê ya pîşesazî û nebispor a van şirketan (Şirketên Piçûk û Navincî ku kêmtirî 30 kesan lê dixebitin) bûn.
Neçar mane îllegal bijîn
Lee Boo-Younga alîkara birêveberê wezaretê dide diyar kirin ku: "Pergala EPSê zelal e û mafên karkerên biyanî misoger dike". Bi rastî jî, ev bername li nav hemû welatên asyayî, Japonya jî tê de, yek ji yên herî pêşverû ye: Wek prensîp koçber weke koreyîyên başûrî nemaze di warê qezayên xebatê de, xwedîyên heman parastina qanûnî ne. Lê belê, sînorên bernameyê teng dimînin: Anîna malbatê qedexe ye û temenê herî zêde 35 sal in. Mirov bi tenê dikare ji bo çar kardêrên li pey hev bixebite û bi tenê heke kardêrê berê destûrê bide, karker dikare şirketa lê kar dike, biguherîne. Vîze ji bo pênc salan e, ev jixwe îmkana daxwazên welatîbûnê ji holê radike.
Amnesty International di rapora xwe de, mînakên kardêrên bêwijdan jî dide: Meaşên nedayî, seetên zêde yên ferzkirî û bêheqdest û li ser karkeran êrişên devkî, fîzîkî an jî cinsî. Zehmetîya muraceatên hiqûqî jî pêşî li van rûreşîyan vedike. Parêzerê rêxistina ne hikûmetî Gongamê, ya ku alîkarîya qanûnî ya belaş dide karkerên biyanî, Hwang Pill-Kyu îşaret pê dike: "Koçber naxwazin dozê vekin, ji ber ku zehmet e bedkarîyê bi delîlan piştrast bikin. Hin kesan mafê xwe yê manê bi pey vekirina dozeke weha re winda kir". Digel ku piştî xilasbûna vîzeya EPSê, perspektîvên wan ên qanûnî tunene û hin ji wan rû bi rûyî patronekî sûîstîmalkar dibin ku nikarin bi riyên qanûnî jê bifilitin jî, hejmareke mezin a koçberan biryara mayînê didin û dikevin rewşeke îlegal.
Piştî ku bêdokument dimînin, pirsgirêkên wan zêde dibin. Ji bo dozên muhtemel, tu îmkana wan a muraceatê nîne. Rêyên çaredîtinê bixwe jî vediguherin pirsgirêkên nû. Pir kes ji wan ji tirsa girtinê, zarokên xwe jî naşînin dibistanan. Liem Wolsan, lêkolînera Alternative Workers' Movements (Tevgerên Karkeran ên Alternatîv, AWM) li Seûlê vedibêje "Hin ji wan ji deh an panzdeh salan ve li vir in. Gelekan jî malbatek ji xwe re çêkir, kardêr ji ber statûya wan û hêsanîya çavdêrîya wan, dixwazin van karkerên êdî bisporbûyî û koreyîaxêv li cem wan bimînin". Elektronîk, înşaat, otomobîl: Ew di hemû beşên kilît ên mezinbûna heybet a başûr-koreyî (2010ê % 6,1) de cih digrin.
Ev çend sal in ku Seûl dixwaze civakeke "pirçandî" bi pêş bixe. Ew di rastîyê de siyaseteke pişaftinê ye ku bi piranî jinên ji Çînê û başûrê rojhilatê Asyayê hatî û bi koreyîyên gundî re zewicî, dide ber xwe. (4) Ev siyaset karkerên EPSê li derve dihêle: Ji wan tê xwestin ku kar bikin û paşê welat biterikînin.
Koreya Başûr di warê demografîk de pir li xwe kêm dike, rêjeya zarokanînê serê jinê 1,2 zarok e; ji ber vê jî Koreya Başûr hewceyî koçberan e. Lê belê, ew aniha di nav meyla xwe ya vekirina ber bi cîhanê û refleksên xwe yên kevin û tecrîdkar de dudilî ye; weha xuya ye ku welat ne amade ye encamên koçberîyê bipejirîne.
Frédéric Ojardias*: Nûçevanê taybet.
- Sala 2009ê, sî hezar kes hatin dersînor kirin. Ji bo miqayeseyê, Fransayê heman salê bîst û neh hezar kes kirin der. Ji nifûsa Koreya Başûr a 50 mîlyon kesî, koçberên qaçax jî di nav de, 1,3 mîlyon kes biyanî ne
- Disposable Labour [Karê berdest], Amnesty International, cotmeha 2009ê
- Bangladeş, Kamboçya, Çîn, Îndonezya, Kirgizistan, Mongolistan, Burma, Nepal, Pakistan, Fîlîpîn, Srî Lanka, Tayland, Tîmora Rojhilat, Ozbekistan, Vîyetnam
- Rêje 107 mêr ji bo 100 jinan e. Mirov bi taybetî li gundan bi vê nehevsengîyê dihese
Wergera ji fransî: Simko Destan


