Karê zêdetir û derfetên hindiktir li Afganistan’ê
Ya ku dike di “lîstika mezin” ya ku li Afganistan’ê pêk tê de bi ser bikeve, ne Hindistan e, lê belê Çîn e. Digel ku New Delhî’yê îsal alîkariyeke ji yek milyon dolarî zêdetir gihandiye Kabûl’ê û herdu welat ji pênc sed salan û bi ve ye ku dîrokeke hevpar par ve dikin, Pekîn gavên polîtîk yên giringtir diavêje û serkevtinên ji yên Hindistan’ê xurttir li Afganistan’ê û herêmê bi dest dixe.
Ji dêlva şandina alîkariyê, Çîn bala xwe dide ser bazirganiyê û karsaziya biyanî ya rasterast (KBY) ku meha nîsana 2009’an hemû rekorên dîroka afgan şikandin: Şîrketa Dewletê China Metallurgical Construction Corporation 3.5 milyar dolar dane – du qatê wê jî xerc kirine- da ku kana zîvan ya Aynak’ê bi dest bixe. Ev kan pêncî kilometer li başûrê Kabûl’ê di nava bajarê Logarê de ye ku ev dever di destê Talîban’ê de ye.
K. Bhadrakumar ku kevne dîplomatê hindî ye dide zanîn ku, “hebûna Çîn’ê ya li herêmê çiqasî weke işareta rêzeserkevtinên wê yên diplomatîk bin, ya Hindistan’ê jî ewqasî çîroka têkçûyinên dubarekirî ye.” Li gora wî, Çîn bi ser ket, ji ber ku wê bala xwe ji armancên xwe qet neda alî û bi tiştekî din nebiliya. Di vê navê de, Hindistan’ê sere xwe bi muxalefeta bi Pakistan’ê re êşand ku vê yekê jî rê li ber girt ku nêzîktirî Kabûl’ê bibe, lewre ditirsiya ku peywendiyên wê bi tenê bi kêrî Afganistan’ê werin.
Mînaka herî berbiçav, ya gazoduka navbera Îran, Pakistan û Hindistan’ê ye ku New Delhî digel pêdiviyên xwe yên mezin jî guh nadiyê. Vê projeya gellekî giring karîbû derfet bidaya wê ku kêmaniya wê ya enerjiyê çareser bikiraya û peywendiyên wê yên herêmê jî saxlem bikirana. Bi derbasbûyina seranserê Afganistan’ê re, wê ê bikariya bi hezaran kar ji bo karkerên afgan bidaya peydakirin û şiyana teknîkî ya ku li Afganistan’ê sedema qelsiyê ye li wira bi pêş de bixistaya. Lê, New Delhî ditirse pişta xwe bispêre cîranê xwe, lewre ev gazoduk ji xaka Pakistan’ê re derbas dibe.
Digel ku berpirsên hindistanî bawer dikin ku Afganistan ew dever e ku muxalefta wan ya bi Îslamabad’ê re ê dewam dike, Pekin weke çavkaniyeke dewlemendiyên petrolê, yên gazê û yên mîneralan lê dinihere û wê weke hevkareke bazirganiyê ya siberojê dihesibîne. Stratejiyeke pragmatîk xuya dibe, lê belê saxlemtir û maqûltir e. Teva piştgiriya hêzeke fînansî ya xurt, ev stratejî herweha alîkariyê dike ku baweriya herêmî jî çêbibe.
Naveroka bernameyên ku ew piştgiriyê didinê, -ji hêza bernameyên wan zêdetir- cudahiya di navbera hikumetên çînî û hindî jî eşkere dike. Pekîn’ê hêza xwe da Aynak’ê ku li cîhanê duyem mezintirîn çavkaniya sifirê ye (ji 11 milyon tonan zêdetir). Ji bilî heşt hezar karên ku rasterast dikarin jê ben, Çîn’ê herweha soz da ku santraleke elektirîk ya 400 megawatî, febrîqeyeke helandina sifirê ya li cihê wê, rêhesineke heta Tacikistan’ê ava bike û di ber re jî alîkariya bipêşxistina perwerdehî, avakirina xaniyan û sîstema tendurustiyê bike.
Ev bername ji xwe bernameyeke weha ya pêşketinê ye ku Çîn’ê li navenda Asya’yê jî û li Afrîka’yê jî daye ber xwe. Çîn ji xwe avakirina karan û bipêşketina aboriya herêmê bi hev re dimeşîne, da ku herêm li ser lingan bisekine û di ber re jî li kara xwe ya têrkirina pêdiviyên xwe yên çavkaniyên xwezayî digere. Çavkaniyên çînî yên diplomatîk yên Kabûl’ê balê dikişînin ser ku ev karên ku Çîn li Afganistan’ê dike nîşan didin ku baweriya Çîn’ê ya bi sererastbûyina siberoja Afganistan’ê heye. Ji wê zêdetir jî, li gora wan, alîkariya Çîn’ê ya bi welatên cîran ku di nava dijwariyan de ne herweha bi armanca ewlekariya siberojê ve ye û bi taybetî jî ewlekariya bazirganiyê ku herdu welat jî dê jê îstifade bikin.
Niklas Norling’ê ku li Enstîtuya Stockholm’ê di warê ewlekarî û pêşketinê de pisporê Çîn û Asyaya Navîn ei, dide zanîn ku; “Divê mirov van tercîhan di nava bernameya çînî ya pêşketina “rojhilata mezin” de binirxîne ku bi xêra wê, li herêmên rojavayê Çîn’ê û li derveyî sînorên wê, li Asya ya Navîn, li Asya ya Başûr û li Îran’ê gellek kar hatin kirin.” Ew çend mînakan jî ji karên çîniyan dide: Li Pakistan’ê otobana Karakorum’ê, li Karaçî’yê lengergeha Gwadar’ê, gazoduka ku Turkmenistan’ê bi Xinjiang’ê ve girê dide û herweha bi Îran’ê re peymana enerjiyê ya bi 100 milyon dolarî ye ku ji bo bîst û pênc salan hatiye kirin.
Lê belê, ya ku xetên veguheztina elektirîkê saz kirin jî Hindistan e ku bi xêra wan rojê heft saetan elektirîk digîje Kabûl’ê û êdî weke berê ceryan li wan deran nayê û naçe –bê guman ev kar li cem afganan gellekî navdar e. Elektirîk bi xêra xetên nû ve rasterast ji Ozbekistan’ê tê û bihayê wan xetan gellekî bilind e lewre di çiyayên Salang’ê re derbas dibin ku bilindahiya wan 4000 metre ye. New Delhî yê herweha hin projeyên piçûk yên pêşketinê jî pêk anîn ku bi pirranî li wê herêma ne ewle ya Bakurê Afganistan’ê ku di navbera wê û Pakistan’ê de ye. Ew herweha pereyekî mezin jî dixe nava bernameyên tendurustiyê û yên xwarinê ku bi xizmeteke weha tên kirin ku ji xizmeta ku xelkê Hindistan’ê dibîne jî bilindtir e.
Lê, vê hemû tahba ku da xwe bi kêrî tiştekî nehat. 8’ê Çiriya Pêşîna 2009’an, bombeyeke ku di nava erebeyeke xwekujer de hatibû veşartin li hember Balyozxaneya Hindistan’ê ya li Kabûl’ê teqiya ku di nava salekê de, bû êrîşa duyem. Van herdu êrîşên ku li ser navê rêxistina Haqqînî ya ku bi El Qaîde’yê ve girêdayî ye hate hesibandin, ji sed û pênciyî zêdetir kes kuştin û bi sedan kes jî birîndar kirin. Ew weke reaksiyoneke li dijî zêdebûna hebûna Hindistan’ê ya li Afganistan’ê tên nirxandin, lewre Pakistan vî welatî weke mala xwe dihesibîne.
Digel ku Hindistan hebûna xwe ya dîplomatîk bi balyozxaneyeke mezin û berbiçav ya li paytextê ve û bi çar konsulxaneyên xwe yên li seranserê welêt dide zanîn, Çîn’ê berê xwe da rêya dijber: Balyozxaneyeke nefspiçûk ku hejmara karmendên wê ne zêde be û li paş deriyekî sor yê kêmvekirî de baş veşartî be. Bi karên ku dike jî, tercîh dike ku zêde balê nekişîne. Mezintirîn bernameya wê bi bihayê 25 milyon dolaran e û bi xêra wê, Nexweşxane ya Komarê ya Kabûl’ê hatiye avakirin ku sê sed pêncî cih tê de hene û meha tebaxa bihurî vebûye û niha baştirîn û bipêşdetirîn nexweşxaneya welêt e. Lê, wê hêza xwe bêtir daye ser bernameyên ku dê kara wan ya ji bo Pakîn’ê bi derengî nekeve û dê derfeta bipêşxistina aboriya herêmê jî bi xwe re bînin.
Ji niha û bi şûn de, şîrketên hindî dikevin reqabeta çîniyan. Hin çavkaniyên nû hatin kişfkirin ku du ji wan yên sifirê ne û gellekên din jî di nava wan de sifir û zêr hene. Bêguman, divê neyê jibîrkirin ku çavkaniyên hesinî yên Hajîrak’ê jî hene ku sed û sîh kîlometre li rojavayê Kabûl’ê ne û 1.8 milyar ton rezervên wan hene û îhaleya wan jî nuh dest pê kiriye. Pênc şîrketên hindî reqabetê bi şîrketeke Çîn’ê ya fermî re dikin. Kabûl li hemberî vî karî, febrîqeyeke polayan, xetteke rêhesinî û febrîqeyeke gubreyên çandiniyê dixwaze – yanî bi qasî wan karan jî bernameyan dixwaze ku dê hejmara karan zêdetir bike. Li gora çavkaniyên afgan, çînî favorî ne, lewre tecrubeya karê wan yê Aynak’ê hatiye kirin. Gava ku mirov hesabê hejmara karkerên ku dê kar peyda bikin jî dixe navê, mirov dizane ku welatê ku îhaleyê bi dest bixe dê karê xwe yê wira berfirehtir bike, karê li welatekî weha ku hê zêdetir ji sed hezar leşkerên welatên rojavayî lê hene.
Ka îcar gelo dê Çîn an Hindistan ji peywendiyên xwe yên bi Afganistan’ê re baştir îstifade bike, ew jî ancax dê li gora pêşketinên polîtîk yên li herêmê diyar bibe. Lê weha diyar e ku Çîn ji niha ve kareke baş ji bernameyên xwe yên Afganistan’ê dike.
Sarah Davison *
*Rojnameger li Kabûl’ê. Ev tekst ji ber nivîsekê hatiye girtin ku di Far Eastern Economic Review di meha Çiriya Paşîna 2009’an de hatiye çapkirin.

