Jinên başûrî û vejîna femînîzmê
Vegera ser dîroka femînîzmê mora xwe li sala 2010ê da, lewra li Fransayê çilsalîya Mouvement de Libération des Femmes (MLF) [Tevgera Azadîya Jinan] bû. Lê belê girîng e ku ev berçavî têkoşîn û tevkarîya jinên başûrî ya di nûkirina femînîzmê de nede jibîrkirin. Gelek caran destnîşankirina qurbanîyan gelek hêsan e, lê belê ew hergav li dijî pergala heyî û li dijî hindek gerdîşên ku dibine sedemê derhatina neheqî û neyeksanîyan di halê serhildanê de bûne.
Gelo tê zanîn ku Ruwanda li sertanserê dinyayê tenya dewlet e ku di parlementoya wê de jin piranî ne? Ji hilbijartinên giştî yên 2008ê û vir ve, jin % 56,3ê parlementeran pêk tînin: rekorek ku dewletên skandînavî yên serkêşên wekhevîya cinsî li Ewrûpayê jî lê bihesidin. Halbukî jinên ruwandayî heta sala serxwebûna dewleta xwe, anku sala 1961ê, mafê dengdanê nebû. Sala 1965ê, yekemîn jina hilbijartî ket parlementoyê, lê belê heta salên 1990ê, jin di meydana siyasetê de ne xwedanên huzûreke berbiçav bûn. Rûdawa ku nîzama heyî serûbin kir, di sala 1994ê de jenosîda tutsîyan bû. Immaculée Ingabire, koordînatora Hevpeymanîya Neteweyî li dijî tundûtîjîya li jinê dîyar dike ku "di demekê de ku piranîya mêran miribûn an jî ne di halê hereketkirinê de bûn, jinan berpirsyarî girt ser milên xwe û nîşan da ku dikarin karîger bin. Herçend bi awayekî berfireh tûşî zulm û tecawizê bûbin jî, dîsa her jinên Ruwandayê bûn ku welat ji şêlûbêlê derxistin. Vê yekê pergala kevin û edetî şikand."
Bi dirêjîya heyama piştî jenosîdê, jin malxwêyîya nêzîkî sêkîyê [ji sêyan yek] malbatan dikin, di karên wek avahîsazî û tehmîrkerîyê de dixebitin ku berê bi tenê mêran dikir û bi hejmarên mezin dibine endamên partîyên sîyasî. Di dariştina destûra 2001ê de beşdarîyê dikin û dikarin sîstemeke kotayê tê de bi cih bikin ku %30yê postên di hemû organ û qedemeyên biryargirtinê de bo jinan, bêne terxankirin û herweha mafê pişkdarîya ji mîratê jî bi dest xistin. Herweha pêdagirî kirin ku wezareta cins û rewşa jinê bê damezrandin, û karîn lijneyên neteweyî yên jinan bi kar bixin ku ev lijne ji bo temsîla jinê di hemû qedemeyên desthilatê de numûne ne (ji taxê bigire heta digihe asta herî bilind a dewletê). Li hukûmetê, wezaretên endustrîyê, karûbarên derekî û wezareta enerjîyê hatine spartin bo wezîrên jin.
Lê belê, hê jî gelek kêmasî li meydanê mane. Li gor raporeke wezaretê, di rêveberîya merkezî de, "%74ê sekreterên giştî yên wezaretan mêr in, herweha %81ê midûran û %67ê profesyonelan. Jin bi taybetî di postên asîstanî û sekreterîyê de zêde ne." Dîsa di sektora taybet de, "jin hê jî bêhtir di karên muweqet û kêm-meaş ên sektora xeyrîresmî de piranî ne [...]. Jin bi tenê xwedîyên %18ê şirketên meydana resmî ne". Heçî warê curm û tundûtîjîyê ye, tablo her tarîtir e: Xatûn Ingabire dibêje ku "vîneke sîyasî ya qewî heye, lê belê divê têgihiştina xelkî hê zêdetir bê guhartin û bê nîşandan ku çand ne tiştekî wisa ye ku qet nayê guhartin, ku hemû civak xwedanên wê şîyanê ne ku irf û edetên xwe ber bi şêwazên baştir ve biguherin. Îro, çavê min li neslên nû ye."
Rewşa li Efxanistanê bi temamî cuda ye. Li welatê di bin serokatîya Hemîd Karzaî de, tundûtîjîya navmalê, kuştin, tecawiz, êrîşên bi asîd her ku diçe zêdetir dibin. Tevî her tiştî, jin xwe di nav dîwarên bêdengîyê de kerr nakin. Berdevkeke wan heye, bi navê Malalaî Joya, ku sala 2005ê di 27 salîya xwe de hate hilbijartin bo parlementoyê hate hilbijartin -bi vî rengî bû ciwantirîn hilbijartîya Meclisê.
Xatûn Joyayê pareke zarokatîya xwe û heyameke ciwanîya xwe li Pakistanê di kampeke mihaciran de derbas kir, paşê îmkana xwendin û fêrbûna îngilîzîyê bi dest xist. Piştî ku vegerîya gundê xwe yê eslî li Farahê, di dema hukmê Talîbanê de, Joyayê berê xwe da binkeyeke tenduristîyê û bi nihênî ji bo jinan dersên fêrkirina xwendewarîyê bi rêk xistin. Lê belê, wekî ku Carol Mann dîyar dike, "ji cerga ku wê pêngava xwe avête meydana sîyasetê, xezeba wan hevpîşeyên wê yên parlementer kêşaye ser xwe ku bi her helkeftekê rexneyan li wan digire û tîne bîra wan ku berê pêşengên şerî bûn, qaçaxçîtîya tiryakê dikirin û bê şert û qeyd mîlîtanên îslamgerîya tundrew bûn. Her zêdetir pêdagirîyê dike û sîyaseta dewletê şermezar û mehkûm dike ku rêzê li mafên mirovan, bi taybetî yên jinan nagire."
Xatûn Joya çend caran ji kuştinê filitî. Dijminên wê yên serekî partîyên dijber û îslamîyên tundrew bûn. Li Kabûlê parlementeran êrîşî wê kir. Sala 2007ê got ku "Ew dikarin min bikujin, lê belê ew nikarin dengê jina efxanî bikujin. Ez ne bi tenê me". Li Farahê, li Celalabadê û li Kabûlê jinên bi çarşefan dapoşayî, bi pankartên xwe hatin û bo piştgirîya wê meşîyan. Hingê, piştî ku wê di gotûbêjeke televîzyonî de meclisa Efxanistanê şibande baxçê heywanan, ew ji parlementoyê hate derxistin.
Şukrîya Hayde ya seroka Negarê, ku yek ji girîngtirîn komeleyên jinan e li welatî, şikê lê dibe ku talîban vegerine ser desthilatê piştî ku serok Karzaî, çileya 2010ê, di çarçoveya Konferansa Londrayê de, sîyaseta xwe ya meslehetê ji hêz û desthilatdarên rojavayî re aşkera kir. Meha hezîranê, Karzaî hezar û şeş sed nûnerên eşîran di Loya Jirga de ("meclisa mezin") berhev kirin. Fikara wê ew bû ku şertê wekhevîya jin û mêran, ku ew piştî ketina Talîbanê ji bo wî şertî du salan ketibû nav hewl û têkoşînê, bê hilweşandin û ji destûrê bê derxistin. Dawîyê, deqên esasî wek xwe man, lê belê, her weku Human Rights Watch’ê jî destnîşan kir, "hukûmeta efxanî û alîgirên wê yên navneteweyî, pêwîstîya parastina jinan di bernameyên vegerandina şervanên yaxî de li ber çavan negirt û herweha ser guhê xwe re avêtin ku parastina mafên jinan di guftûgoyên muhtemel ên digel talîbanan teqez bikin. "
Hal û haletekî din: Hindistan. Dewletê qaîdeya wekhevîya di navbera cinsan de pejirand û têgeha cinsîyeta civakî di qanûnê de jî bi cih kir. Urvaşî Butalia, ya ku ev bîst sal in li New Delhîyê rêveberîya weşanxaneyeke femînîst dike, dîyar dike ku "Îro jinên Hindistanê îstifadeyê ji nimetên sazkarîyên sîyasî yên pir pêşketî dikin. Di planên pêncsalî de, cihekî wan ê taybet û dîyarkirî heye. Heyamên dawî, dewleta Hindistanê, bi merema alîkarîya xelkê bêderfet, bi taybetî jinan, ji bo karûbarên berjewendîya giştî, wek serûberkirina cadeyan û paqijkirina kolanan, me´aşekî rojane yê esxerî durist kir" Herweha, qanûnek li dijî tundûtîjîya li jinê, ku bi ya Xatûn Butalîya, "yek ji baştirînên li dinyayê" ye, di sala 2005’an de hate pesendkirin.
Ev qanûn jinan ne tenê beramber tundûtîjîya mêr û/yan jî kurên wan diparêze, belkî di heman demê de tedbîran digire daku malbata xwezûr û xwesûyên wan jî nikaribin neheqîyê li wan bikin. Digel vê jî, dîyardeya dilsoj a dowery deaths ("kuştinên li ser nextê ku jin dide mala mêrê xwe") hê jî nehatîye binbirkirin. Bi pey texmînên xeyrî-resmî, her sal qederê bîst û pênc hezar jin têne kuştin ji ber ku malbabên wan nekarîbûne daxwazên bê dawî yên malbatên xwezûran bi cih bînin. Herçend ji sala 1961ê ve hatibe qedexekirin jî, edeta nextstandinê ber bi dawîya salên 1980’ê ve bi berbelavî dîsa hate meydana civakî. Lêkolîner Max-Jean Zins dîyar dike ku "îro, ji kîjan çîna civakî an kastê dibin bila bibin, herkes nextî distîne: Parlementer, karsaz, rojnameger… Salên 1970’ê, next wek edetekî xerab dihate qebûlkirin, lê belê, dû re bû nîşaneya dewlemendî û hêzê. Li ba xelkê ji çîn û statûyên nizim, nextstandin rêya herî kurtebir e ji bo bidestxistina îmkana mezaxtinê, ku mezaxtin îro di navenda sîstema aborî û civakî ya Hindistana modern de ye. Jina hindî bûye tişteyek ji bo bidestxistina tişteyên din. Ji her tiştî zêdetir ev dîyardeya next û encamên wê ne ku jinê dixe rewşeke hesas."
Herweha, li Hindistanê kêmasîya nêzîkî 40 milyon jinan heye. Ev hejmara jinan nisbet bi mêran kêm heta dereceyeke bilind vedigere ser dîyardeya berbelav a fetûskujîyê (jinavbirina fetûsa zaroka mezintir ji dumehî di malzarokê de ku bi ekografîyê cinsê wan tê destnîşankirin), lê herweha, ji ber xemsarîya beramber zarokên keç e ku li Hindistanê keç bi qasî birayên xwe elaqe û îmkanan peyda nakin. Zins destnîşan dike ku "bi tenê ji 34 salî pê de rêjeyên jîyana jinan digihin yên mêran".
Tevî vê jî li meydana sîyasî jinên hindî bi hêz in. Mezintirîn demokrasîya cihanê di sala 1992yê de kotaya jinê danî di hilbijartinên mehelî de. Xatûn Butalia diçespîne ku "ev yek di asta herêmî de bû sebeb û bingehê guhartinên mezin. Herweha piştî vê serkeftinê, sîyasetvanên mêr li dijî danîna sîstemeke wisa ji bo hilbijartinên giştî derketin".
Li welatên başûr ku piranîya wan kolonî an jî manda bûn, pêşengên femînîzma modern her wekî li Ewropayê ji derdorên marksîst derketine. Lê belê, wan bi dijatîya kolonyalîzmê, bi rêya têkoşînên bo serxwebûnê mîlîtanîya xwe piştrast kir. Martine van Woerkens balê dikêşe ser şervanên hindî û dîyar dike: "Wan derbarê neteweya dahatûyê de, têgihiştineke berfireh û berketî hebû, lewre ji bo wan azadîya sîyasî rêya azadîya jinê jî bû. "Li Misirê, ji salên 1920ê ve Huda Şarawî Yekîtîya Femînîst a misirî dadimezirîne û beşdarî têkoşîna millî dibe. Sala 1929ê, li gara Qahireyê bê destmal ji trênê dadikeve û dibe sebebê qewimîna skandalekê; ev hereketa wê bû nimûne û çend mehan paşê jî hejmareke mezin a jinên misirî di xwepêşandaneke li dijî mandaya Brîtanyayê de bê destmal meşîyan.
Li Împeratorîya Hindistana Brîtanî, kesa ku ev endîşe û çalakvanîya dulayenî ya femînîst û nasyonalîst temsîl dikir, Kamaladevi Chattopadhay bû. Van Woerkens di derbareyê wê de dibêje ku "Kamaladevi endama esîlzadeyên brahman bû, dewlemend û xwenda bû û di nav refên têkoşîna millî û reformîst de cih digirt, herweha di têkoşînên berî û piştî serxwebûnê de digel Gandhi û Nehru bûye. Jixwe wê Ghandi qanih kir ku bihêle jin jî digel mêran biçine Bazara xwê, û Bazara xwê li sertaserê welatî li dijî desthilata Brîtanyayê çalakvanîya aştîyane bû.
Li Asyayê, li Mexrebê û li welatên din ên Afrîqayê, ev yekemîn tevgerên femînîst ji têkoşînên neteweparêz derhatine û taybetmendîya wan a serekî ew e ku xwedanên nirxên laîk û gerdûnî ne. Jin têne handan da ku di karûbarên zanko, şirket, sazî û rêkxirawên sîyasî de cih bigrin. Lê belê, meydanek heye ku hê jî nehatîye safîkirin: malbat. Bi ya Margot Badranê, lêkolînera li Navenda ji bo têkgihiştina misilman û mesihîyan ya mîrê Suûdîyê El Welîd bîn Talal, li zankoya amerîkayî ya Georgetownê, li welatên misilman, "yên ku dawîya sedsala 20êev wezîfe girtine ser xwe, femînîstên îslamî bûn".
Ev şêwaza femînîzma dîndar, ku salên 1980yê xuya bû û bi tecrûbeya Îranê şiklê xwe girt, îro hê jî di qonaxeke munaqeşebar de ye. Alîgirên herî hişk ên laîkîyê ji vê tevger û têgihiştinê nerazî ne; lewre ku bi ya wan, di têkoşîna jinan de destkarîyeke neyînî ye, ku xizmetê li menfa´etên îslama sîyasî ya tundrew dike. Digel vê jî, Badran pê de diçe "femînîzma îslamî di navenda wê veguherînê de ye ku hewl dide di nava îslamê de xwe biçespîne û hebûna xwe derxe mexderê. Ev hewl û çalakvanîya doza veguherînê dike, ne doza reformeke berfireh, lewre ku mayê xwe di fikir û edetên babsalar ên di nav îslamîyetê de bicihbûyî nake, lê bêhtir dixwaze dakeve nav kûratîyên Quranê, daku peyama wê ya wekhevîya cinsan û edaleta civakî peyda bike […], û bi werçerxaneke binyadî, îslama ku me heta niha nas dikir, digel van peyaman sazgar û hevaheng bike." Ev tevgera ku gelek kelk ji destkeftên têkoşînên femînîst ên berî xwe wergirt, nîvê salên 1980yê derhat û gava ku jinên ji navîn îmkana xwendina bilind bi dest xist û ji bo karkirinê ji malê derketin, xwe bi rêk xist. Bo cara ewil hingî endîşe û fikir li dora rola malxwêtîya malê berhev bûn û têgeh bi xwe kete jêr pirsîyaran. Di heman demê de, têgeha cinsê civakî, ku li DYA yê hatibû dariştin, di nav destên teologên misilman de ji bo pêdaçûnên li ser deqên pîroz bû amrazek.
Li dorûbera sala 2005ê, "mîlîtanên xwenda", wekî Badran nav lê dike, bi rengekî ku serxwebûna tefekura xwe hê jî zêdetir biçespînin, ketine nav hewldana cudakirina pirêze û huqûqa musulmanan a li ser nirxên pîroz, û nîşan dan ku ev pîrozî avakirin û berhemeke mirovî ye û rewa ye destkarî û guhartin tê de bêne kirin. Bi rêya pêkanîna torên navneteweyî, hêz û çalakvanîya xwe dane ser tetbîqkirina van fikiran. Badran balê dikêşe ser di nav kultûra îslamî de levqelibîna femînîzma laîk û îslamî ku "berî her tiştî ji ber armancên hevpar pêk tê, anku armancên wek paqijkirina îslamê ji serdestîya mêrî û bi taybetî di nava malbatê de pêşxistina hedefa îslama yeksanîparêz".
Li Fasê reforma qanûna di derbareyê malbatê de –Mudawana-, ku 2004ê hate pesendkirin, bêyî hevpeymanîyeke wisa dê nehataya qebûlkirin: "Ev reform vedigere gengeşe û guftûgoyên bîst salan yên di navbera hêza sîyasî, femînîstên lîberal û femînîstên îslamî de, ku Mohammedê VI di sala 2003yê de hakemek tayîn kir daku daxwaz û dawakarîyên hemû terefan bigire û bi vî rengî dawî li munaqeşeyan anî". Ev pêşxistina mafên jinan di qada malbatî de bi xêra hejmareke hokaran hate bidestxistin. Ji wan, levqelibîn û yekdengîya çalakvanîya femînîst a dûvdirêj, ku rêkxirawên laîk dabûn dest pê kirin; destkeft û lêzêdekirinên rewşenbîrî yên femînîstên îslamî; û dawîyê, vîn û boçûna qralê ciwan ku ev pirs ji xwe re bi kar anî daku pê civaka fasî modernîze bike û bi taybetî piştî êrîşên gulana 2003yê li Casablancayê, rêyê li ber tundrewbûna îslamê bigire.
Îhtîmal heye ku eynî pêdaçûn û pêvajo di meseleya kûrtajê de jî biqewime. Lêkolîner Souad Eddouada dîyar dike, "êdî ev mesele jî bi awayekî aşkera tê munaqeşekirin. Bi navê şeref û heysîyeta jinê, ku îslam girîngîyeke mezin didîyê, di hindek rewşan de dibe ku kûrtaj tenya çareserî be, lewma dibe ku ev yek jî bibe bingeha rewa ya qanûnîkirina wê". Li nîvcezîreya erebî jî, hevkarîya laîk û dîndaran bû sebeb ku jin di sala 2002yê de li Behreynê û di 2005ê de li Kuweytê mafê dengdanê bi dest bixin.
Camille Sarret:
Rojnameger
- "Genre et marché de l’emploi", raport ku wezareta memûrîyet û kar a Ruwandayê di sala 2008an de belav kir
- Carol Mann, "Malalai Joya et le courage de la vérité", Sisyphe.org, 18 çirîya paşîn 2007
- "Afghanistan approves amnesty for warlords", Guardian Unlimited, 1 reşem 2007
- Human Rights Watch, "The Ten-Dollar Talib and Women’s right", 13 hezîran 2010
- Stéphanie Tawa Lama-Rewal, "Les femmes en Inde", Rayonnement du CNRS, n° 47, adar 2008
- Martine van Woerkens, Nous ne sommes pas des fleurs. Deux siècles de combats féministes en Inde, Albin Michel, Paris, 2010, r. 95
- hb [heman berhem], r. 95
- Margot Badran, "Où en est le féminisme islamique?", "Le féminisme islamique aujourd’hui", Critique internationale, Les Presses de Sciences Po, n° 46, çile-adar 2010, r. 29
- hb, r. 25
- hb, r. 43
- Souad Eddouada et Renata Pepicelli, "Maroc, vers un islamisme d’Etat", "Le féminisme islamique aujourd’hui", Critique internationale, Les Presses de Sciences Po, n° 46, çile-adar 2010, r. 87
Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn

