Jinbûn li Çînê…
Li Çînê, lîberaliya aborî ya van sê dehsalên dawîn bi xwe re lîberalîzasyoneke civakî jî anî. Şexs, mêr û jin, êdî karîbûn pîçek xwe ji wê kontrola giran a dewlet û saziyên mîrî rizgar bikirana ku heta wê demê li ser jiyana wan a taybet zal bû. Lê belê, di heman demê de, pêvajoyek bi rê ve diçe ku tê de vegera bo urf û adetan û vejîna wan pirêzeyên rabirdûyê diyar in ku li jêr rejîma Mao Zedong de hatibûne lawazkirin : wekî neyeksaniya navbera cinsan di perwerde û qada kar û kasibiyê de, laşfiroşiya jinan, cudakariya beramber keçikên temenpiçûk (tenduristî, mafê xwendina li dibistanê, hwd.) Isabelle Attane (1), di vê bareyê de dibêje ku "di gellek waran de statuya jinê bi paş ve ket, û mecbûr man ku careke din bi derdoreke mêrane re li hev bikin, ya ku wan di rewşeke hessas û tirsnak de digire".
Çîniyeke ciwan ne xwedanê heman nirxî ye bi çîniyekî ciwan re, lawik xwediyê awantajên zêdetir in û bêguman bergehê tercîh û hilbijartinan ji wan re gellekî firehtir e. Di encama van pêşhukmiyan de, ku, çendan di nav xelkê bajarî de ber bi nemanê ve biguherin jî, li herêmên gundewar baw û belave ne, rêjeya zarokên ji cinsê jinane ku di temenekî piçûk de dimirin, ji rêjeya zarokên ji cinsê mêrane gellekî bilindtir e. Bi rêya hilbijartineke dayik û bavan a berî zayînê, ku bi saya ekografiyê çêdibe û qedexe ye, lê belê ji ber gendeliya hindek doktoran rê û dirbên wê peyda dibin, salane qederê 500 000 keç bi vî rengî ji holê têne rakirin.
Berevajî tekamûla demografîk a li deverên din ên dunyayê, ev çil sal in di civaka çînî de rêjeya hevwelatiyên mêr bi rengekî zelal zêdetir dibe: sala 2005’an, beramberî her 122 mêran 100 jin hebûn li Çînê. Heman meyl û taybetî li welatên Asyayê yên wekî Hindistan, Pakistan, Bangladeş, Endonezya û Taywanê jî zal e. Heta wê dereceyê ku zanyar ketine fikara wê ihtimalê ku ev pêvajo –ku pirr rohn û aşkere ye li Çîn û Hindistanê, du welatên herî qerebalix ên cîhanê– di dahatûyeke wêdetir de hevsengiyên civakî û demografîk ên cîhanê xerab bike.
Li aliyê din, Leslie Chang (2) a rojnamegera amerîkî û bi regez çînî, kevne nûçegîhana Wall Street Journal’ê li Pekînê, bo maweyê sê salan da pey du keçên bi navên Min û Chun Ming, ku ji gundê xwe derketibûn da ku biçin li Dongguanê bixebitin, ku Dongguan bajarekî pirr mezin ê kar û kargehan e li deltaya rûbarê Mirwariyan (Zhu Jiang), di navbera Canton û Hong Kongê de. Nivîskar me diavêje nav rastiya jiyana rojane ya van jinên karker ku, mîna gelek jinên gundî yên çînî, ber û bextê xwe dane bajaran da ku li gundên xwe bêkar û emel nemînin, ku ji xwe li pirraniya wan gundan mêrên di temenê karkirinê de nemane û bi tenê kal û pîr û zarok lê ne.
Ev belgenameya ku di heman demê de weke roportaj û rojnivîskeke taybet e, wan pêwendiyên dostane û hevgirtinê aşkere dike ku di wê seqaya endustriyel a sar de bere bere reng û dirûv digirin. Chang, şertên req û sext ên jiyan û xebata li van "bajar-kargeh"ên hûtane teswîr dike û ezmûna van karkeran bi hostahî û bi req û rûtî vesaz dike: rojên ku ji bo mehê çend yuanan (anku pîçek kêmtir ji 11 euroyan) mirovî şeqî û şerpeze dikin, tenêtî, bêhêvîtî. Lê belê, digel zehmetiyan, ev jin di cîhana bajarî de asoyên nû keşf dikin û xwe digihînine ezmûnên wisa ku jiyana li gundan dê nekiraya nisîbê wan. Ev "koçberên navxweyî", ku têhn û arezûyeke tîr a azadiyê wan dehf dide, dawiyê deftera çarenivîsa xwe bi dest dixin. Ev lêkolîna girîng herweha me têdigihîne ku jinên çînî hêj milên xwe nedane ber "nîvê esmanî", weke ku slogana maoîst dixwast, lê belê qet nebe bi awayekî dilêrane nîvê erdê zer temsîl dikin.
- Isabelle Attané, En espérant un fils… La masculinisation de la population chinoise, (bi hêviya kurekî… nêrkirina civaka çînî), Weşana l’Institut national d’études démographiques, Paris, 2010, 225 rûpel, 25 euro
- Leslie Chang, La Fabrique des femmes Du village à l’usine: deux jeunes chinoises racontent, (Febrîqeya jinan, ji gundan heta febrîqeyê), wergera ji îngilîzî (amerîkayî) Florence La Bruyère, Belfond, Paris, 2010, 460 rûpel, 22 euro
Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn
Redaksîyon: Îbrahîm Seydo Aydogan


