Ji Romayê heta Stenbolê, ji bo têgihîştina cîhanê, fikirîna li ser împaratorîyê
Wexta ku di bin giranîya hêzên bazarê de û bigewdebûna jeopolîtîk qidûma dewlet-neteweyan li bin giraniya hêzên bazarê û dîsa li demeke bigewdebûna jeopolîtîk ya ji piştî şer mîras maye, qidûma dewletên neteweyî dişkên, rêvebir xeyala aramîyê dikin. Hal bû ku formên hikûmetên li şûna împaratoran bi cih bûyî, bi berxwedana xwe ya hilpekînî ya dîrokê, bi vezelînîya xwe, bi kapasîteya xwe ya lihevgihandina sêniyên cihêreng, pir balê dikşînin. Gelo ma êdî ew ê karibin çi fêrî me bikin?
Di 2011ê de em dê çima qala împaratorîyan bikin? Hawê ku ji me re hatiye gotin em di serdema netewe-dewletan de dijîn: zêdeyî 200 netewe-dewlet hene, ku her yek ji wan li cem Neteweyên Yekgirtî xwedî kursîyekê, pûlên posteyê û dezgehên hikûmetî ye. Dîsa jî netewe-dewlet îdealeke van demên nû ye û siberoja wê nedîyar e. Herweha, ji bo gelekan jî xwedî encamên xerapker e. Li dû hilweşîna împaratorîyên Osmanî, Avustûrya- Macaristan, Romanov [Çarîtîya Rûsyayê] û Almanan a piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û di navbera salên 1940 û 1970yê de dekolonîzasyona Fransa, Brîtanya, Hollanda, Belçîka û Portekîzê, împaratorîyan rê li ber cîhaneke ewle ya neteweyan venekir. Sedema gelek xwînrijî û pevçûnên bêîstîqrarîyê yên li Rûanda, Iraq, Îsraîl/Filistîn, Afganistan, Yûgoslavyaya berê, Srî Lanka, Kongo, Qafqasya, Lîbya û gelek deverên din, ew bû ku li van deran piştî 1918, 1945 û î 1989ê ji bo rejîmên împaratorîyê alternatîvên pêkan nehatin dîtin. Dewletên ku li ser axên kolonîyên berê hatin damezirandin, nikarîn bigihîjin wan armancên xwe, ku dihatin hêvî kirin ku bi serxwebûnekê pêk bên. Hêzên mezin, cîhaneke neteweyên yeksan û jêneger îdîa dikin û her weha hêza leşkerî û aborî ji bo têkbirina desthilatdarîya dewletên qels bi kar tînin.
Nostaljîya împaratorî û bibîranînên hestyar ên cîhana wenda ya Raca Brîtanya û Îndoçîna Fransayê nikarin xitabî roja me ya îroyîn bikin. Herweha ji bo neheq nîşandana mudaxeleyên Amerîka, Fransa û hikûmetên din binavkirina wan a wekî peyvên nostaljîk ên "împaratorî" û "kolonyalîzm" jî di nirxandin û pêşdebirina cîhana me ya îro de bi kêr nayê. Lê belê, lêkolîneke li ser dîroka împaratorîyên hem ên qedîm û hem jî yên demên nêzîktir, di warê berfirehkirina têgihîştina me de dikare alîkarîya me bike, da ku em fêm bikin çawa wer li cîhanê hat û perspektîveke firehtir a li rêxistina îqtîdara siyasî ya rabuhurî, îro û belkî ya dahatûyê jî bi dest bixin.
Demeke dîrej, kiryar û bandorkirina li ser hevdu ya împaratorîyan teşe da naveroka tevger û ramanên mirovan. Lêkolîna li ser împaratorîyan alîkarîya me dike ku em li serê bifikirin ka çi kir ku têkilîyên dîyarkirî di warê qad û dem de pêk werin û nehişt ku têkilîyên din pêk werin. Li cîhanê, împaratorî teşedayên bixwebawer ên berhem, ragihandin û çandê bûn, lê belê diviya ku ew jî bi sînordarîyên xwe re mijûl bûbûn, nemaze jî di warê bikaranîna hêza xwe ya li deverên dûr û li ser gelheyên cur bi cur, piranî jî di demeke weha de, ku împaratorîyên din jî hebûn. Dema ku em li birêveçûna împaratorîyan binihêrin, pêkhatin, şer û pevçûn, reqabet, serkeftin û têkçûnên wan tiştekî tîne bîra me, ku di çend dehsalên çûyî de hatiye ji bîr kirin: Ev yek jî ew e, ku desthilatdarî dema berê û li gelek qadên cuda roja îro tevlihev e, parçe bûye, tebeqe bi tebeqe ye û li ser yelpazeyeke prensîp û kiryarên avaker de teşe girtiye.
"Qiralên daristanan"
Çi hêz da împaratorîyan, ku karibin dirûvê bidin cîhanê? Yek ji wan, ku em jî di pirtûka xwe ya bi navê Empires de la Chine ancienne à nos jours [Heta roja îro împaratorîyên qedîm ên Çînê] (Payot-Rivages, 2011) de nîqaş dikin, ew e ku împaratorî teşeya domdar a hikûmkirinê bûn.
Dezgehên berbelav ên siyasî, împa-ratorîyên fireh, yan xwedî bîrhatinên firehbûnê, herçend ew bi darê zorê tev li wan dibin jî, cudabûn û hîyerarşîya navbera gelan berdewam dikin. Her çiqas împaratorî pirrengîya navbera tebayên xwe nas dikin û divê serî pê derxin, teşedayîna netewe-dewlet homojenî ye: "Yek gel, yek war, yek hikûmet". Împaratorî bi gelên cuda reftarê cuda dikin. Stratejîyên ji hev cudatir ên hikûmkirinê, ku împaratorîyan bi kar anîn, hişt ku ew karibin di mesafe û demên dirêj de çavkanîyan kontrol bikin û wan bihewînin. Li hember temendirêjîya Împaratorîya Osmanî ya 600 salî, ne hewce ye ku em desthilatdarîya du hezar salî ya wan xelefên xanedarîya çînî bi bîr bînin jî, netewe-dewelet di asoyên dîrokê de bi tenê xaleke piçûk e.
Heta ku serekên siyasî xwedî daxwaza berfirehtirkirina kontrola xwe bin û heta ku gel di warê civakî û çandî de ji hev cudatir bijîn, cazîbeya avakirina împaratorî yan jî belavtir kirina wê hîna jî berdewam e. Lê belê, ji ber ku împaratorî dihêle ku cudatîyên navbera gelan bidomin, hêmanên wan xwedî wê potensîyelê ne, ku ji împaratorîyê veqetin. Her ji ber vê yekê împaratorî di dîrokê de gelek zêde peyda bûn û disa ji ber vê yekê ew tûşî parçebûn, sînorên xwe guhertin û jihevketinê bûn. Teşeya împaratorîyê wekî şewbê vegir û têger bû. Mirov dikarin li ser gelek teşeyên dewletan bifikirin, lê belê heta ku împaratorî hebin, heta ku birêvebirina wan a mirovan û çavkanîyan, ku ji yek war û yek gelî wêdetir in di destê wan de be, ji bo fikrên siyasî pêk werin, divê li împaratorîyan û li derfeta avakirina yekê bifikirîn.
Hemû împaratorî bi pirsgirêkên wek hev re rû bi rû man, an gelên ku ji komên cur bi cur pêk hatine çawa bi rê ve bibin, hikûmkirina ji mesafeyeke dûr, bin-komên ji hev cuda çawa kontrol bikin. Dîsa jî ji bo birêvebirina împaratorîyan rêyeke tenê tunebû: împaratorî bi "komeke hêzên" cur bi cur ve dihatin bi rê ve birin.
Ew hin stratejîyên xwe ji xelef yan jî raqîbên xwe hîn bûn. Wekî mînak Împaratorîya Osmanî karî kelepûrên tirkî, bîzansî, ereb, mongol û faris tev li hev ke. Da ku bikaribin hikûmdarîya xwe ya pir-bawerî bi rê ve bibin, osmanî bi serekên her civateke olî ewle bûn û wan hewl neda ku wan komên olî asîmîle bikin, yan ji holê rakin.
Împaratorîya Brîtanyayê bi demê re ji xwe re domînyon, kolonî, manda peyda kirin, Hindistan ji alîyê xizmeteke din a sîvîl ve hat bi rê ve birin, mandayeke nepenî li Misirê hebû û herweha li her cihê ku Brîtanya bi rêya "împeryalîzma bazirganîya serbest" beşdar bûbû li wê derê "herêmên bandorkirinê" peyda bûn. Împaratorîyeke xwedî repertûwareke pir rengî ya birêvebirinê dikarî taktîkên xwe bi baldarî biguherîne, bêyî ku bi pirsgirêka asîmîlasyonê û hikûmkirina hemû deveran a li gor yek modelê re rû bi rû bimîne.
Mirov dikare di warê birêvebirina gelheyên ji hev cudatir a împaratorîyan de hin şablonên bingehîn û nakok bibînin. "Siyaseta ferqan" li cem hin împaratorîyan dihat wateya naskirina curbicurîya gelan û erf û adetên wan ên wekî rastîyên jîyana rojane. Li cem hin împaratorîyên din jî ev yek dihat wateya kişandina xeteke tûj a navbera yên ji hundir û yên ji derve an ku "barbaran". Di sedsalên 13 û 14emîn de ji bo desthilatdarên mongolî cudatî hem tiştekî asayî û hem jî tiştekî bikêrhatî bû. Împaratorîyên mongolî berevanîya olên Budîzm, Konfîçyîanîzm, Xirîstîyanî, Daoîzîm û Îslamê kirin û herweha huner û zanistîya ereb, faris û şaristanîyên çînî pêş ve birin. Împaratorîya Romayîyan bêhtir xwedî meyla homojenkirinê bû, ku li ser lihevkirinê dihat ava kirin, lê belê tê de çanda roma, têgeha cazîb a hevwelatîya roma û di talîyê de xirîstîyanî jî wekî ola dewletê aşkere bûn.
Li ser van herdû şiklên îdeolojîk varyantên împaratorîyan hatin ava kirin û hin împaratorîyan, weke Împa-ratorîyên Osmanî û Rûsyayê, ev herdû şikil bi kar anîn. Împaratorîyên ewropî yên li Afrîkayê yên sedsalên 19 û 20emîn di navbera meyla pişavtinê, ku li ser ewlebûna wan a ji berztirbûna şaristanîya rojavayî bilind dibû û meyla hikûmkirina ne-rasterast, an ku birêvebirina bi rêya elîtên civakên fethkirî, dudil man. Di sedsala 19emîn de împaratorîyên ewropî mîsyoneke şarezakirinê ragihand, ku tê de tengezarîya teorîyên nîjadî jî hebû.
Herçend desthilatdarîyên împaratorî gel û çandên wan wekî "yên din" didîtin jî fatihên van deran nikaribûn împaratorîyê bi tena serê xwe bi rê ve bibin. Hewcedarîya wan bi "qasidan/navberkaran" hebû. Desthilatdarên împaratorî pirî caran fêris, zanebûn û otorîteya hin kesên ji civaka fethkirî bi kar anîn, an ku ya elîtên ku ji tevkarîyê sûd werdigirt yan jî ya kesên din, ku ji berê de marjînal bûn û avantajên xizmetkirina hêza serkeftî didîtin. Qasidîyeke cureyekî din jî kesên ji niştiman bûn, ku wekî koçber yan jî karmend dihatin herêmê. Herdu stratejîyan jî xwe dispart ser têkilîyên civakî yên qasidan, da ku tevkarîyeke bikêrhatî were ewle kirin. Taktîkeke din berevajî wan bû: Kole û kesên din, ku ji civakên xwe yên resen veqetîyane û ji bo refah û zindîmayînê muhtacî efendîyên împaratorî ne, dianîn payeyên otorîteyê. Ev stratejî bi awayekî serkeftî ji alîyê xelîfeyên Ebbasîyan ve û paşê jî ji alîyê Osmanîyan ve hat bi kar anîn, ku birêveber û fermandarên wan ên payebilind di dema zarokîyê de ji malbatên wan dihatin stendin û di hîmayeya Sultan de dihatin mezin kirin.
Di teorîyê de, divîya ku împaratorîyên ewropî yên vê dawîyê, şûna teşeya qasidîya şexsî bi burokrasîyê ve guhertibûya, lê belê ev yek bi piranî li ser kaxizan pêk hat, ne di jîyanê de. Di piranîya Afrîkayê de birêveber xwe wekî "le roi de la brousse" (qralên qirşikan) didîtin. Pêwîstîya karmendên herêmî bi şef, berevan, wergêran hebû, ku wan hemûyan jî hewl didan ku ji xwe re sûdê werbigirin. Di dîroka împaratorîyan de qasidî xwedî roleke girîng bû, lê belê herweha xeternak jî bû. Koçber, elîtên xwecih û rayedarên bin-kom dibû ku xwedî xeyala birêveberîya şova xwe bi xwe bûn. Dema ku em li ser qasidan hûr dibin, em têkilîyên vertîkal ên navbera desthilatdar, karmendên wan û tebayan bin xêz dikin, ev jî têkiliyên siyasî ne ku îroj weke kevnar tên dîtin û li şûna wan têkilîyên horîzontal ên navbera çîn, nîjad yan jî etnîsîteyê tên tercîhkirin. Tahayyulên siyasî ji kiryar û bandora împaratorîyan girîng bûn.
Serokên împaratorîyan di rewşên dîyarkirî de derfetên xwe û dijwarîyên li pêşîya xwe dîtin, xeyalên wan ne bi fikrekê sînorkirî bûn, ne jî bêdawî bûn. Elîtên herêmî û tebayên din ên împaratorîyê jî xwedî xeyalên xwe bûn. Divê em wan di rewşa wan bi xwe de fêm bikin, ne di ya xwe de. Wekî mînak, monoteîzm ji alîyê împaratorê Romayê Constantine ve hatibû pejirandin û paşê jî ji alîyê Muhammed ve: Fikra yek împaratorî, yek Xwedê û yek împarator fikrên hêzdar bûn. Lê belê rûyê din ê monoteîzmê hîzbî ye, an ku argumana ku dibêje împaratorê niha ne berevanê rêkûpêk ê bawerîya rast e.
Împaratorîyan hewl da ku xwe bi fikrên edalet û exlaqê ve girê bidin. Lê belê, rexne dikarîn wan fikran li dij wan biguherînin, wekî di sedsala 16emîn de Bartolomé de las Casas yan jî di destpêka sedsala 19emîn de li Împaratorîya Brîtanyayê tevgera li dijî koledarîyê, (1) yan jî ew asyayî û afrîkî, ku wan îdîayên 'şarezakirinê' ya ewropîyan veguherandin wê îddîayê, ku digot demokrasî nabe ku bi tenê li parzemînekê were bin karantîna kirin.
Têgeha "guzergahê" dikare alîkarî-ya me bike, ku em veguherîn û rengdayîna (hevdubandorkirina) nav-bera împaratorîyan lêbikolin, bêyî ku em tekerurkirinê ya dîrokê ya wekî xelefê serdeman îzah bikin, ku her yek xwedî taybetmendîyekê ye, ku xwe ji selefên xwe cuda dike.
Tiştê ku ji sedsala 15emîn û pê ve jê re carna "Firehbûna Ewropayê" tê gotin, ne dozîna berbelavbûnê ya gelên ewropî, ku ji wan re wekî mîrat mabû, lê belê bandora kanjonktureke dîyarkirî bû. Dewlemendîya ku li împaratorîya hêzdar a Çîn û Asyaya Başûr pêk hatibû, ji bo bazirganên welatên dûr wekî dawetkirineke cazîb bû, lê belê Împaratorîya Osmanî, ku împaratorîya herî mezin, hêzdar bû û ji dezgehên parçebûyî yên Ewropaya Rojava bêhtir ewle bû, di navbera Ewropa û Çînê de bû. Qiralên Îspanya û Portekîzê û paşê jî yên Hollanda û Îngîltereyê hewl dan ku ji bo xwegîhandina welatên dûr rêyeke din bibînin, ku dora osmanîyan bigerin û xwe ji bexta karsazên xwe yên herêmî rizgar bikin. Encama ku ne dihat guman kirin ew bû, piştî ku Columbus da ku here Asyayê ber bi rojavayê ve derket deryayê û ew der kifş kirin, ku dê bibûna Amerîka, gelên herdu alîyên Atlantîkê bi hev ve hatin girêdan.
Dema ku li têkilîyên navbera împaratorîyan were nihêrtin, konjonk-tureke din a krîtîk a dîroka cîhanê bi awayekî din xuya dike: Şoreşên ewropî û amerîkî, yên sedsala 18emîn û ya destpêka sedsala 19emîn. Şoreşên li Saint Dominque a fransiz, Amerîkaya Bakur a brîtanî û Amerîkaya Başûr a îspanî di nav împaratorîyan bi xwe de li ser hêzên hikûmetên herêmî, koçberên ji niştiman û bin-koman de bûn û mebesta veqetîna ji împaratorîyan nebûn.
Ji Împaratorîya Romayê bigirin, heta Meliktîya Brîtanî, ji serdestîya Portugalî ya wêdetirî deryayê bigirin, heta kolonîyên Fransî û Meliktîya Alman, împaratorîyên ewropî li gor xwe şeklûşemalek dan cîhanê. Helbet ew ne bi tenê bûn.
Împaratorîya Çînê
Împaratorîyên ku Çîna îro li ser mîrasên wan bi gewde bûye, pêvajoya zêdetirî sê hezar salan, bi buhran û parçebûnên curbicur ên serdemên serdestîya mutleq, dane dû hev. Xanedana dawî ya Qing a di 1664ê de ava bû, di 1911ê de hildiweşe û di pey re jî Sun Yat-sen Komarê îlan dike.
Împaratorîyên ereb-misilman
Piştî mirina Hezretê Muhemmed, di 632yê de ereban ji başûrê Fransayê ta kevîyên Hindistanê, gelek welat kirin bin destên xwe. Du xanedan derdikevin holê: Ya emewîyan a ku Şam ji xwe re kiribû paytext, heta sala 750yê hebûna xwe dewam kir; dûre ya ebasîyan a ku Bexda ji bo xwe kiribû paytext, di sedsala IX. de gihîşt serdema xwe ya zêrîn, berî ku bikeve pêvajoya lawazbûn û parçebûnê û herî dawî jî di 1258ê de dema Bexda ji alîyê mongolan ve hat îstila kirin, xanedan bi temamî hilweşîya.
Împaratoriyên mongol
Di sedsala XIII. de mongolîyên li pey Cengîz Xan hatin, Împaratoriya herî mezin a dîroka cîhanê ava kir. Teknolojîyên eskerî û siyasî yên koçberan hiştin ku ew civakên curbicur dagîr bikin û wan bigihînin hev. Herçendî Împaratorî pişt çend nifşan ji hev belav jî dibûn, stratejîyên mongolî yên birêvebirinê tesîr li gelek Împaratoriyên ewroasyayî kirin.
Împaratorîya Osmanî
Ev împaratorîya misilman a ji hêla tirkan ve hat ava kirin, dê di sedsalên XV. û XVI. de bibe hêza sereke ya ewropî. Pêvajoya hilweşîna wê bi têkçûna wê ya di şerê yekem ê cîhanê de bi dawî hat û erdê wê ji alîyê serkeftîyên şer ve hat parve kirin. Mustafa Kemal encax karî li ser parçeyeke axa wê, Komara tirk saz bike.
Wergera ji fransî: Baran Nebar
Dewlet-netewe û qirkirinên etnîk
Dema em bi lez li guherîna aqûbetên rejîmên împaratorî yên li Ewropayê ya ji sedsala 19emîn heta naverasta sedsala 20emîn binihêrin, em dê bibînin ku dinya bi projeyên avakirina împaratorîyên nû yên Almanya, Japonya û Yekîtîya Sovyetan ji hev belav dibû, ku li hember wan hêzên din gel mobîlîze kirin û çavkanîyên qada xwe ya împaratorîyê bi kar anîn. Di naverasta sedsala 20emîn de derbasbûna ji împaratorîyan a ber bi netewe-dewletan, ku dihat pêşguman kirin, ewqas aşkere nebû. Gelheyên tevlihev ên Ewropaya başûr û navendî, ku li jêr desthilatdarîya gelek împaratorîyên cuda jîyabûn, ku di nav wan de osmanî û Habsburg jî hebûn, bûn qurbanîyên pêla paqijîyeke etnîkî, ku mebesta wan paqijîyan ewlekirina dewleta her neteweyekî bû: Di şêrê Balkanan ên 1870 û 1912-1913ê de û piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, ku hêzên serkeftî împaratorîyên têkçûyî nav xwe de par ve kirin û piştî Şerê Cîhanê yê Duyem alman ji hin welatan hatin derxistin û beranberî wan jî ukranyayî û polonyayî jî ji hin deverên din hatin qewirandin. Rewş herçend weha bû jî, dewletan xwe bi neteweyekê ve girê nedidan; paqijîya etnîk a kujer di destpêka salên 1990ê de dest pê kirin.
Li Afrîkayê, nîjadkujîya Rûandayê ya 1994ê di serdema piştî-împaratorîyan de hewldaneke bi mebesta afirandina gelekî bi tenê bû, ku dê xwe bi xwe bi rê ve bibiraya. Li Rojhilatê Navîn, jihevbelabûna Împaratorîya Osmanî ya 1918ê hîna jî nehatiye ferikandin: Neteweperestên dijber Îsraîl-Filistînê li ser heman herêmê doza mafan dikin, herweha li Iraq, Misir, Lîbya û deverên din komên cuda ji bo desthilatdarîyê pev diçinin.
Guzergeha împaratorîyan teşe da welatên herî hêzdar ên roja me ya îro. Mînak Çîn. Çilmisîna hêza Çînê ya ji destpêka sedsala 19emîn heta dawîya sedsala 20emîn, di dîroka du hezar salî ya malbatên împaratorîya Çînê de gelek serdemên bê desthilatdar de serdema herî kurt bû. Di serdemên komar û komunîzmê de, Namzedên desthilatdarîyê difikirîn ku sînorên berî wan hatibûn danîn, yên ku ji alîyê Yûan (sedsala 13emîn) û Qing (sedala 17emîn) ve hatibûn danîn, wê tim wiha bimînin.
Serokên Çînê van malbatên împaratorî û kelepûra împaratorî tînin rojevê. Çînê berê xwe daye Rojava, digel hevrîşim û porselenê hilberînên sanayîyê îxrac dike, hevkêşîyeke mezin a bazirganîyê dimeşîne û dibe kredîtora Dewletên Yekgirtî. Daxwazên serxwebûnê yên tîbetîyan û siyaseta cudaxwazîyê ya herêma musulman a Xinjiang (2) pirsgirêkên klasîk ên împaratorîya Çînê pêk tînin. Berê, divîyabû ku desthilatdarên Çînê baronên aborîyê kontrol bikin û çavdêrîya gelheyên cuda bikin, lê belê desthilatdar tecrûbeyên xwe yên îdareya dewletê bi kar tînin da ku bi van pirsgirêkan re serî derxin û di warê guherandina erdnîgarîya hêzan de vegerin ser cihê xwe yê sereke.
Ji Şarlmanyayê heta Yekîtîya Ewropî
Hem damezirandin û hem jî hilweşîna Yekîtîya Sovyetan dikarin di çarçoveya împaratorîyê de werin fam kirin. Stratejîya Sovyetan a piştgirî dayîna komarên neteweyî, ku ji alîyê qasidên komunîst û pêbawerên herêmî ve hat meşandin, nexşerêyek e ji bo cudabûnan û herweha zimanekî hevpar afirand, ku pê desthilatdarîyên nû nîqaş bikin. Dewleta herî mezin a xelef, Federasyona Rûsyayê, pir-etnîkî ye. Destûra sala 1993ê ya Rûsyayê hişt ku komarên ku federasyonê pêk tînin, dikarin zimanên xwe yên fermî hilbijêrin, lê herweha zimanê rûsî wekî "bi giştî zimanê fermî yê Federasyona Rûsyayê" ma. Piştî demeke tengezarîyê, Viladimir Putin kelepûrên împaratorîya saltanatî vejandin. Piştî ku wî û kesên ku di hîmayeya wî de bûn, karsaz bi dewletê ve girê dan, kontrola li ser dezgehên olî hişktir kir, çapemenî anî emanê, pêvajoya hilbijartinan guherand û pergala yek partî, ku ji alîyê 'demo-krasîya deshilatdar' ve tê piştgirî dan, bi zorê dilsozîya hikûmetên fede-rasyonê wergirt, li deverên rûs bi neteweperestîyê re flort kir, li deverên sînorê yên Rûsyayê dîsa ket pêşbirkê û di qada navneteweyî de bi awayekî serkeftî çeka sereke ya Rûsyayê an ku enerjî bi kar anî, Împaratorîya Rûsyayê di qada xwe ya Ewrasyayê de dest bi veguherîneke din kir.
Hêza herî mezin ku pêş dikeve îro Yekîtîya Ewropî ye. Ewropa ji sedsala 5emîn heta sedsala 20emîn ji ber mebestên hin elîtan, ku dixwest împaratorîyeke nû ya Roma ava bikin û herweha ji ber biryardarîya hinekên din, ku dixwestin pêşî li vê yekê bigirin, gelek bêzar bû. Şerê ji bo û li dijî împaratorîya Ewropayê ji Charlemagne heta Charles V û Napoleon heta Hitler berdewam kir. Piştî wêrankirina hevpar a Ewropayê ya dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn û herweha ji ber ku ewropî êdî nikarîn kolonîyên xwe di destê xwe de bigirin, bi awayekî daîmî dawî li şerê kujer ê ji bo împaratorîya ewropî hat. Hêzên ewropî dîsa jî hewl da teşeyeke nû bidin împaratorîyên xwe da ku wan berhemdartir bikin û meşrû derxin û encax di dawîya salên 1950yê de Brîtanya û Fransayê dev ji van hewldanên xwe berdan. Wekî Japonyayê, Almanya jî xwe ji lîstîka împaratorîyê xilas kir; herdu welat jî wekî netewe-dewlet perweşîyan, ku herdu jî wekî împaratorî nikaribûn bi ser kevin.
Di navbera 1950 û 1990ê de dewletên ewropî azadbûna xwe ya ji împaratorîyan danîn û di nav xwe de dest bi xebatên konfederal kirin. Ev avabûn herî bi bandor di warê sînordarkirina îdare û zagondanînê de meşîya. Lê belê her kesê ku ji xalên gumrikê yên vala hiştî derbas dibin, ku lê bi mîlyonan mirov di dema şerên dubarebûyî de mirin, dikarin pesnê serkeftina welatên Schengen bidin. Yek ji taybetmendîyên herî sereke yên desthilatdarîyê, an ku kontrolkirina wan kesan, ku ji sînoran derbas dibin, di asta sînorên Ewropayê hat bilind kirin. (3) Derbasbûna Ewropayê ya ji projeyên lêkdanî yên avakirina împaratorîyan ber bi dewletên neteweyî, ku dev ji kolonîyên xwe berda û ber bi konfedarasyona neteweyan ve çû, dijwarîya rêkûpêkkirinên li ser desthilatdarîyê bin xêz dike û dest nîşan dike ku konseptên neteweyî yên dewletan hîna di van demên dawî de xwe ji yên împaratorîyan cuda kirine.
Derbasbûneke bêwijdan?
Piştî 2001ê di navbera aliman de mode bû ku Dewletên Yekgirtî wekî 'împaratorîyekê' bi nav bikin. Mebesta wan yan şermezarkirina pozbilîndîya wê derbarê tevgerên wê yên li derveyî welat, yan jî pîrozkirina hewldanên wê yên ji bo ewlekarî û demokratîzekirina cîhanê bûn. Pirsa ''weha ye? yan ma ne weha ye?'' dûr e ku repertûwara hêzan a Amerîkayê dîyar bike, ku ev hêz li ser bikaranîna stratejîyên hilbijartî yên împaratorîyan bilind dibin. Di sedsala 20emîn de, çendîn caran zor bi kar anî, ku pê desthilatdarîyên welatên din bin pê kirin; dagîrkerîyê dike, lê gelek kêm kolonî ava kirin. Lê belê hesta neteweyî ya DYAyê jî ji rabuhurîya wê ya împaratorîyê peyda dibe: Di sala 1776ê de Thomas Jefferson îdîa kir, ku wilayetên ku li dij împaratorîya Brîtanyayê serî radikin, dê ''împaratorîyeke azadîyan'' damezirînin. Îdareya nû ji wê yekê peyda bû, ku em dikarin navê siyaseta ferqan a Romayê bi nav bikin: Li ser esasê mafên wekhev û mafê mulkîyetê yê wan mirovan, ku wekî hevwelatî dihatin dîtin û li derve hiştina amerîkîyên xwecih û koleyan bilind dibû. Belavbûna li seranserî parzemînê talîyê çavkanîyên dewlemend da destê ewro-amerîkîyan û paşê jî koledarî hilweşîya, serokên amerîkî hêz bi dest xist ku bikaribin di warê dem û mercên mudaxelekirina cîhana mayî de biryarê bidin.
Di warê teşeyên din ên têkilîyên li ser qad û herweha di warê tengezarîyên bi wê yekê re girêdayî de, împarato-rîyan hebûna xwe berdewam kir; împaratorîyê hem derfet da û hem jî çûnûhatina hilberînên sanayîyê, sermîyan, mirov û fikran sînordar kir. Avakirina împaratorîyan pêvajoyeke bi şidet bû û piştî fethkirinan piranî kolonyalîzm hat, ew ne be jî bi xwe re pişavtina bi darê zorê û piçûkxistin anîn. Împaratorîyan dezgehên hêzdar ên siyasî ava kirin; wan herweha şopên êş û jana mirovan hiştin. Lê belê fikra neteweyî, bixwe di kontekseke împaratorîyê de bi pêş ket û derket holê ku dermanê pozbilindîya împaratorîyê nîne: Nemaze dema ku em li pevçûnên neçaresekirî yên îro yên li Rojhilatê Navîn û Afrîkayê binihêrin.
Em niha encamên rêyên belavelabûyî û xerab ên împaratorîyan dijîn, digel xeyala hevnirxîya fikra desthilatdarîyê û rastîya newekhevîya nav û navbera dewletan. Fikirîna li ser împaratorîyan nayê wateya vejandina împaratorîyên brîtanî, osmanî yan romayî. Fikirîna li ser dihêle ku em bibînin, ka îqtîdar li seranserî cîhanê bi kîjan dirûvan tê bi kar anîn. Eger em karibin dîrokê weke veguherîneke dest jê nabe ya împaratoriyan ber bi netewe-dewletan nenirxînin. Belkî em dikarin bi dîtineke firehtir li dahatûyê bifikirin. Gelo em dikarin li teşeyên desthilatdarîyê bifikirin, ku ji împaratorî û netewe-dewletan çêtir bikaribe li meseleyên newekhevî û cudabûnên gelên cîhanê mijûl bibe?
Frederick Cooper:
Profesorên dîrokê li zanîngeha New York û nivîskarê Împaratoriyan. Ji çîna berê ta roja me, Payot, Parîs, 2011.
- Domînîkiyê spanyol (1474-1566). Ji ber desnîsankirina sertên dijwar ên xwecihên li nava mêtingehên Qraliyeta spanî, ew hat sûcdarkirin ku dixwaze bi rûposeke "mirovî" deshilati- yeke emperyal berdewam bike
- Binêrin li nivîsa Martine Bulard, "Gava tav hildikisiya Wêde- tirî Rojavayê çîn", Le Monde diplomatique, tebax 2009
- Binêrin li jivîsa Alain Morice û Claire Rodier, ya bi navê "Yekîtiya ewrûpî cînarên xwe çawa hepis dike", Le Monde diplomatique, hezîran 2010
Wergera ji îngilizî: Celîl Kaya


