Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Ji perestroykayeke gellekî kurt ber bi putinîzmeke bêdawî ve

Yûsiv Bekir: Şêrê sar, 100 cm x 100 cm, boyaxa rûnî ya ser tûwalê


Şewatên daristanan yên mezin ku di havîna 2010’an pêk hatin qelsiyên rejîmê derxistin holê. Lê belê, sîstema ku Vladimir Pûtîn bi cîh kiriye zêde naşibe sîstema dema sovyetê.
Peymaneke civakî ya nû hatiye sazkirin û azadiya takesekî û desthilatdariya otorîter li hev bar kirine. Lê, Rûsya kêmaniyeke ciddî ya çîna rewşenbîran dijî ku bikare rêyê li ber nûbûnan veke. Gelo serokê nuha dê reformên rasteqîn bide destpêkirin?

Analîzên vê dawiyê pirrî caran di navbera Rûsyaya heyî û Yekîtiya Sovyetan de paralelekê datînin: burokrasiyeke ku di çînên ku dest li wan nabe de ji nû ve hatin birêxistinkirin, sîstema yek partiyê, prensîbên demokratîk ên ku ketine rewşeke weha ku kenê mirov bi wan bê, hiqûqa "alakart" û ji vê û wê de vejîna "împeryalîzma rûs". Serdema Pûtîn hê dûrî wê qonaxê ye ku bişibe xitimîna aboriya sovyetan a dema desthilatdariya Brejnev.

Rûsyaya salên 2010’an ne Yekîtiya Sovyet a dawiya salên 1970’î ye. Hemin gellek xalên hevpar ên herduyan hene: li cîhê ku "ji jor ber bi jêr ve" Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyet desthilatdar bû, nuha ya partiya "Rûsyaya Yekbûyî" ku Vladîmîr Pûtîn serokatiya wê dike heye û % 46’ê wê ji karmendên dewletê yên payeyên cihê pêk tê. Ji Sovyetên mezin Dûma ma ku parlemanter ji lîsteyên partiyên ku Kremlîn wan qebûl dike, tên hilbijartin – partiyên Kremlîn kontrol neke nikarin bikevin hilbijartinan. Xwepêşandanên muxalefetê hemû tên tepisandin, televizyon tên sansûrkirin. Dadgeh, bi awayekî giştî, biryarên ji hêza desthilatdar re baş yan jî bi kêrî tên, didin. Di aboriyê de ya guncav "neo-sovyetîzm" e: di dema desthilatdariya Brejnev de petrol, gaza xwezayî û maddeyên xam % 55’ê îxracatê pêk dianîn; ew îroj % 80’yê îxracata Rûsyayê pêk tînin. Hejmara karmendên dewletê, personelê polîs û saziyên ewlekariyê zêde bû, tevî ku serjimara serdema Sovyetan 287 milyon bû û serjimara Rûsyaya heyî 142 milyon e. Şîrketên mezin di kontrola dewletê de ne. Di warê siyaseta derve de nemana Yekîtiya Sovyet li gorî Pûtîn (1) weke "felaketa herî mezin a jeopolîtîk a sedsala 20’an" tê dîtin…

Lê belê Rûsyaya heyî di heman demê ji Yekîtiya Sovyet bi awayekî radîkal cihê ye. Ji gellek aliyan ve cinawarane be jî, rejîma heyî dîsa jî welatekî bi awayekî nakokane azad bi rê ve dibe. Yên ku derfetên wan heyî kêm jî bin, rûs ji welatê xwe derdikevin û kengî dixwazin hingê vedigerinê. Bêhtirî 5 milyon Rûsî li derveyî welêt dimînin û welatîbûna xwe jî diparêzin. Aboriya welêt li dunyayê vekiriye (di 2009’an de hecma bazirganiya bi derve re % 40.7’ê HNB’ya wê pêk dianî, heman salê ev rêje li DYA’yê % 18.3 bû). Çanda wê û tevnên wê yên agahdarkirinê bi weşanên xwe ji sînorên wê dibihurin. Li welêt rojnameyên rojavayî peyda dibin û li bajarên mezin kanalên televizyonê yên biyanî dikarin bên temaşekirin.

Berovajî Çînê, Rûsya înternetê sansûr nake. Tevî kuştina gellek rojnamevanan a dengvedayî jî hin rojname bi awayekî aşkere rexneyan li rejîma siyasî ya heyî digirin. Birêvebirina karûbarên bazirganiyê serbest e (li welêt 1.5 milyon şîrketên piçûk û mezinahiya navî hene). Welatî hê dikarin bibin xwediyê daîre yan jî xaniyên xwe yên şexsî û dikarin bibin miştiriyê erdekî bêyî ku sînorekî ferehiya vî erdî hebe. Bankeyên taybet û şîrketên pîşesaziyê derketin holê. Sîstema heyî bi rengê xwe yekane ye. Tevliheviyeke ji "hema bêje sovyetî" û ji "rojavayîbûna qaşo" pêk tê rewşeke weha afirand ku bi gotinên dîrokzanê rûs Aleksey Miller "li Rûsyayeke ku bi awayekî radîkal bi standartên demokratîk re li hev nake, ji mirovan tê ku şexsî xwe azad hîs bikin (2)". Modela Putin ji modela Brejnev qet nebe ji du aliyan ve bêyî ku cîh ji nîqaşan re bihêle, serketîtir e.

Di warê siyasî de di dema Yekîtiya Sovyetê de hêza desthilatdariya siyasî bi tenê ji dunyaya derve qut dihat meşandin û ev yek di nava sînorên asê û bi desteka mezin a îdeolojiyeke ku rojava wê weke çort û nezan bi nav dike, lê belê îroj jî gellek rûs alîgirê wê ne. Di vê çarçoveyê de Partiyê otorîteya xwe ya "desthilatdariya ji jor ber bi jêr ve" parast û li dijî tevahiya fikrên alternatîf û înîsiyatîfên ku guman ji rola rêberiya wê kirin, şer kir. Ev îdeolojî hilweşiya û hilweşîna wê bi kêra kapîtalîzmeke ku ji her şêwaz prensîbî qut, hat. Sînor vekirî ne, rûs dikarin ji welatê xwe derkevin, dikarin rexneyan li desthilatdariyê bigirin, agahdariyên dixwazin biweşînin û bigihîjin wan. Lê dîsa jî di deh salên dawî de gellek prensîbên otorîter ên serdema Brejnev ji nû ve xwe dan der, bêyî ku bibe sedema berxwedaneke gel a aşkere.

Di warê civakî û aborî de sîstema Sovyet li ser hîmê xizaniyê û dabeşkirina mal û berhemên sereke hatibû danîn. Reformvanên perestroyka û rojavayiyan şîret li yekemîn hukumeta demokratîk a rûs a razîbûyî kirin ku dawîanîna li kêmbûna mêl û destûra milkiyeta taybet wê rê li ber vegera desthilatdariyeke otorîter bigirin. Lê belê ya qewimî ne ev bû. Mezinbûna aboriyê ya salên 2000’î – encama konjuktureke global a bikêrhatî – kir ku gellek welatî dewlemend bibin û bi heman awayî dilsozî rejîma heyî bibin. Çînên navî û jor pêhisiyan ku ev rejîm misêwabûna halê wan misoger dike. Bi vî rengî li ser bazareke heta hingê nedîtî li hev hat kirin: li hemberî dewlemendiya aborî îstîqrara siyasî.

Serokdewletê berê û serokwezîrê nuha Putin hê jî bi vê serfiraz e, bawer dike ku bi vê yekê wî xizmeta herî sereke ji welêt re kiriye. Ji bo ku piştgiriyê bide vê îstîqrarê hukumet bi tedbîrên parastinê hilberîna neteweyî diparêze û ji bi dehan hezar şîrketan re rewşekê diafirîne ku wan hema bêje dike yekdestdar. Bilindkirina zêde ya mesrefan(3) dike ku buhayên kiryariyê heta li bazara ewropî jî bilind bibin. Belê, bi rêya ku beşek ji para karê ji petrolê ji bo kesên herî zêde bêpar tê veqetandin, ev bilindbûna buha li Rûsyayê tê bêtesîrkirin.

Bi vî awayî ji rayedarên rûs hat ku sîstemeke desthilatdariyê bi cîh bikin ku komunîstên beriya wan nediwêriyan xeyala wê jî bikin. Wan asta jiyana karmendên dewletê baştir kir. Wan de facto hilbijartinên azad paş ve xistin, mafê grevê û xwepêşandanan jî ji holê rakir. Wan dadgerî ji burokrasiya heyî re kire tebaya û civakeke ji gel qut afirandin ku li qadên cihê dimîne.

Encam civakeke azad di kontrola desthilatdaryeke otorîter de ye, ev yek sîmbiyozek e ku li gorî pîvanên sosyolojîk ên rojavayî ne mumkin e pêk bê. Heger civaka rûs dikare qebûl bike ku azadiya wê ya ku di dema perestroyka de ewqasî bi dildarî hat parastin, bi vî rengî bê birîn, sedema vê ew e ku bawerî bi fikra kirina kolektîf gellekî nemaye. Sirra Rûsyaya Putin bi carekê mezinbûna qada civakî ye ku welatî tê de weha bawer dikin ku dikarin bi awayekî ferdî nakokiyên sîstemî çareser bikin.

Ber û hêza perestroykaya sala 1985’an mirov dikare bi binyada civakî ya pirrcure a alîgirên wê rave bike ku li derveyî van şert û mercên taybet, van alîgiran wê nikarîbûna hev temamker tev bigeriyana. Sîstema Sovyet xwe li peydabûna gellek komên civakî ranedigirt. Wê fikrên bi wê re li hev nedikirin sansûr dikirin, çanda alternatîf difetisand, jiyana dînî ditepisand; Rûsan nedikarî bigihêjin çavkaniyên dîroka welatê xwe ya otantîk û mafê wan nebû aîdiyeta xwe ya neteweyî nîşan bidin. Sedemên nerazîbûna ji sîstemê yên profesorekî zanîngehê yê ji xwedê bawer nedikir û gundiyekî ortodoks ê bawermend weke hev bûn. "Bersivên ferdî" ji bo pirsgirêkên heyî ne mumkin bûn. Aboriyeke bêhn lê çikiyayî li vê zêde dibû ku pêdiviyên pîşesaziya eskerî li pêşiya pêdiviyên sereke yên welatiyan digirtin. Ev aborî ji aliyê sîstemeke burokratîk ve dihat kontrolkirin ku bi xwe partiyê dor lê teng kiribû.

Kar û gendelî

Gava Michail Gorbachov fikra guherînê da destpêkirin, wî bi milyonan sempatîzan anîn cem hev. Hinan doza reforman û nermkirina sîstemê dikir, hinan dixwast sîstem bi tevahî hilweşe; her çawa be hemûyan dizanî çareseriya ferdî ya pirsgirêkan di şikandina çarçoveya giştî re derbas dibe. Welatiyên alîgirê perestroykayê ji kîjan derdoran dihatin: karkerên kanan (ku îroj ji ber ku birêvebirên wan qebûl nakin pereyan li ewlekariyê razînin bi sedan ji wan di kan û çalan de dimirin) tevî karsazên taybet ê pêşî bi heman dildariyê ji bo guhertinên radikal têdikoşiyan, burokratên herêmî ku tu rêya din li ber wan nebû jî derbasî aliyê wan bûn, kartên xwe yên endametiya Partiya Komunîst paş ve dan û serxwebûna komarên serbixwe îlan kirin. Ev sîstem hat mehkûmkirin, lewre bi kêra tu kesî nedihat û ne li gora tu kesî bû. Sîstema nuha şaşiyên sîstema beriya xwe dubare nake. Wê di dema xwe de, xwe ji welatiyên zêde çalak xilas kir – van welatiyan salên 1990’î welatê xwe terikandin – ku pozîsyonên wan wê bêguman rê li ber îxtîlafeke fikrî ya nû vekira. Bi xêra pêşketina bazirganiyê, derfetên guherbariya civakî ya hem bi aliyan ve û hem jî di navbera jêr û jor de û helbet bi xêra mafê qevastina di ser sînoran re, ji sîstemê herweha hat ku derfeta gihiştina şêwazên cihê yên dewlemendbûn û xweseriyê bide pirraniyeke mezin a welatiyan. Jê herweha hat ku mêzîneke aqilane di navbera berjewendiyan û potansiyelê de peyda bike: wê di dunya karsaziyê de karên têrpere pêşkêşî mirovên jêhatî û biryardar kirin û di burokrasiyeke ji ber bertîlê kangrenbûyî de karek da yê mayî. Heta ku hîmên sîstemê nehejînin, çavên xwe li dek dolabên karmendên dewletê yên piçûk girtin.

Sîstema Sovyet enerjiyeke ecêb zêde xerc dikir daku baweriya welatiyan pê bîne ku di her qadê de serdest e. Êdî ev yek navê. Civaka rûs civakeke "bê welatî ye": çawa dikarî kiras biguhere û kirasê vê struktura lawaz û pûçbûyî li xwe bike? Bêguman, di nava taybetmendiyên elîta wê û "asansorên civakî" yên ku wê pêk tînin de, divê mirov li bersivê bigere. Di pirraniya civakan de ku xwe modern dikin, gellek şêwazên elîtan hene – elîta polîtîk, a karsaz, a întellektuel, a eskerî … –, lê belê li Rûsyayê di pêvajoya derbasbûna sîstema kapîtalîst de ev cihêbûn ji holê hatin rakirin. Elîtên zanîngehan û ên eskerî weke bêkêr hatin îlankirin; perepêdana karê wan rawestiya. Qada maddî di heman demê de tevahiya nirxên civakî daqurtand. Elîtên siyasî û xelkê welêt rûbirûyî hev man, xelkê daxwaza dewlemendiyan li elîta siyasî dikir, û derfetên elîta siyasî nebûn vê dewlemendiyê bide xelkê. Cîhana bazirganiyê dest pê kir ku nirxên civakî destnîşan bike û hedî hêdî li gorî berferehbûna xwe kete nav strukturên desthilatdariyê. Di vê gava pêşî de – heta destpêka salên 2000’î – mekanîzmaya dewletê para bêhtir girêdayî cîhana bazirganiyê bû, lê belê hê dûrî bû ku tevahiya prensîbên îdeolojîk jê bigire.

Rewş di van deh salên dawiyê de xirabtir bû. Hatina desthilatdariyê ya Putin bi xwe re hatina kategoriyeke nû ya şexsiyetên ku bêhtir ciwan in anî, ji bilî dewlemendbûna wan a şexsî tu armanca van mirovan nebû û derfetên gellekî baş ên ku birêvebirên siyasî pêşkêşî wan dikirin fahm dikirin. Karsazên beriya vê demê bûn desthilat, di demeke kurt de weke kesên nayên xwastin hatin îlankirin. Dewletê hêdî hêdî weke şîrketeke di asta neteweyî de xwe birêkxistin kir (di salên destpêkê de hejmareke baş a şîrketên mezin ji nû ve ketin kontrola desthilatdariyê) û karmendên dewletê yên di asta herêmî û federal de ketin cîhana bazirganiyê.

Di salên 1990’î de kes matmayî nedima ku waliyekî herêmê herweha li serê komeke bankeyan yan jî holdîngeke pîşesaziyê be. Di 2000’an de ji bo her kesî normal e ku wezîfedarkirina berpirsiyarekî nû yê heremê yan jî wezîrekî, bi xwe re hebûna xizm û dostên wî yên di birêvebiriya karûbarên bazirganiyê yên herêmê de tîne. Nûnerên hêza dewletê (karên hundir, parastin, ewlekarî) silovîkî jî bi heman senaryoyê hêzdar bûn. Piştî ku taybetkirina mal û milkê pîşesaziya eskerî kir ku karmendên wezareta parastinê milyonan bi dest bixin – van deh salên dawiyê buhayê ekîpmanên eskerî 8 heta 9 caran li berê zêde bû - rê li ber bertîl û kurtêlxwuriyeke asta herî jor vekirin.

Ber bi dawiya salên 2000’î ve hîmên rastiya nû ya rûs bi îstîqrar bûn: desthiltdarî bi awayekî serbest dikare bi pere, mal û milk bê dayîn û pere, mal û milk jî bi desthilatdariyê. Elîta zexmbûyî karûbarên xwe ne weke xizmeta ji netewe re, lê belê weke şewazekî taybet ê bazirganiyê dibîne.
Bi awayekî nakokane ew têra xwe vekirî ye: bi awayekî bi rêkûpêk hevkariya bi navên nû re, derfetê dide yên ku dixwazin bi tevahî veqetin daku bi tenê bazirganiyê bikin. Rojavayî şaş difikirin dema dibêjin burokrasiya rûs berdar nîne: berovajî, ew berdar e – bi tenê pîvanên berdariya wê û vîzyona erkên wê guhertî ne.

Rûsyaya di vê rewşa berê nedîtî de li gorî qanûn û rêzikên ku yên wê bi xwe ne, dixebite. Welat ne teqlîdeke bêreng a demokrasiya ewropî ye. Ew ne dîktatoriyeke rojhilatî ye, bi xêra peywendiyên tebaayên wê bi dîroka ewropî re ji nû ve di ber çavan re hatiye derbaskirin û sererastkirin. Ew ne Yekîtiya Sovyetan e ku di îdeolojiya xwe ya mutleq-desthilat de ji nû ve ruh pê tê, ne jî modeleke "guherîneke otorîter" e, lewre aboriya wê ne bi komkirina ber bi piştî pîşesaziyê bi pêş dikeve, lê belê li gorî şemaya berovajiyê vê.

Di dunyayekê de ku motîvasyonên materyalîst lê serdest in, îroj Rûsya sîstemek e ku encama felaketeke bi carekê ya tevahiya meyilên exlaqî û tevahiya fikrên civakekê ye. Wê rêya xwe bi xwe kudand. Heke ewropiyan qebûl nekira petrolê ji şîrketên nîv-sûcdar bikirin, heke birêvebirên wan di karûbarên Gasprom’ê de alî negirta, heke karsaz li borsayan û bazarên milkan ên rûs ne li pey karê spekulatîf bûna, ev sîstema Rûsyayê dê nebûya. Bêyî şîrketên biyanî ku bi rêya navbênkariya wan karsaz bi awayekî eşkere– û karmendên rûs bi awayekî veşartî – xwediyê % 70’ê pîşesaziya mezin a welêt in, ev sîstema Rûsyayê dê nebûya.

Pêdiviya berbiçav ya bi rewşenbîran ve

Modela rûs li gorî pêşketineke mentiqî tev geriya. Ew dikare hê demeke dirêj dewam bike lewre nerazîbûna civakî hê ne xwediyê tu hêzê ye. Welatiyên jê nerazî azad in ku ji bilî qada siyasî vê nerazîbûna xwe bînin ziman; yê ku dixwazin heramsîkeriyê bikin jî nayên astengkirin: bi tenê kesî guh bide wan nîne û nikarin tu kesî seferber bikin...
Ango bêedebiya ku bi şêwazekî neberbiçavtir herweha pêşengiya xebitîna civakên rojavayî dike, civaka rûs jî ew întegre kiriye: îmtiyaza pere û berxwuriyê, wekhevkirina nirxên çandî, sernermiya xelkê welêt, belavkirina pirr zêde ya teknolojiyên mirovan ji hev dûr û biyanî dikin…Yekane pirsgirêka vê sîstemê ew e ku çîneke întellektuel pêk bîne û bi vî rengî zanînên, mirov nikare di wan bibihure, hilberîne. Întellektuel hê jî li welatekî ku xwe daye mêhtina çavkaniyên xwe yên xwezayî nehewce ne, lê belê heger hevrikiya aboriyên dunyayê zeximtir bibe, dibe ku bi kêr bên. Serokdewlet Dmitri Medvedev ev yek baş fahm kiriye. Dîsa jî niyeta wî nîne ku rejîma heyî ji hev de bixe, lê belê ew dizane ku ev rejîm bi pêşketina teknolojîk re li hev nake. Gelo ew ê reformên bi rastî bide destpêkirin? Heke wê vê bike, hingê gelo ev reform dibe ku sîstemê bêyî ku ji hev de bixin, biguherînin? Lîberal û demokratan aciz jî bikin, guhertinê wê pêk bên di Rûsyaya îroj de mezintir in ji yên demên dawiya Yekîtiya Sovyet.

Çavkanî: 

Vladislav Inozemtsev:
Midûrê Navenda Lêkolînên li ser civaka piştî pîşesaziyê û sernivîskarê kovara Svobodnaîa Mysl e

  1. Axaftina li Parlamentoya Neteweyî, 25’ê nîsana 2005’an, http://achive.kremlin.ru
  2. Alekseï Miller, "Ot demokratii 19 veka k demokratii 21-go: kakov sleduïuchtchi chag?" (Ji demokrasiya sedsala 19’an ber bi ya sedsala 21’ê ve: lê bi dû re?), in Vladislav Inozemtsev, Demokrasî û modernîzasyon: nîqaşa li ser siberoja sedsala 21’ê (bi rûsî), Evropa, Moskowa, 2010, r. 101
  3. Li Rûsyayê, buhayê metalan û hacetên avakirinê ji bazara cîhanî bilindtir e. Buhayê derxistina gazê di nava salên 2000 û 2009’an de heft qatan zêde bûye (Vedomosti, Moskova, 14’ê tebaxa 2009’an, 14’ê nîsanê, 31’ê gulanê û 1’ê hezîrana 2010’an

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê