Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

JI ÇAPEMENÎYÊ(25)

Tirkîye li Sûrîyeyê cihê xwe xweş dike

Rojnameya brîtanî The Guardian di 16ê sermawezê de gotarek li ser biryara rawestandina endametîya Sûrîyeyê ya Cem'ata Ereban û rista Tirkîyeyê weşand. Di gotarê de, ku ji alîyê Simon Tisdall ve hatiye nivîsandin, tê dîyar kirin ku "Digel karbidestên Sûudî û piştgirîya aşkere ya melikê Urdunê ji bo raperînan, Erdoğan û wezîrê wî yê kar û barên derve Ahmet Davutoğlu, ku ev demeke dirêj e xwedî arezûyên serokatîya herêmî ne, weha xuya dike ku ji bo serdema piştî-Esed cihê xwe çêdikin."

Rojname herweha balê dikişîne ser komployeke gumankirî ya Amerîkayê ji bo hilweşîna bi darê zorê ya rejîma Sûrîyeyê, sedema dijberîya ku niha Tirkîye li dij Sûrîyeyê nîşan dide, ew e ku Enqere dixwaze di vê krîzê de rola serokatîyê bilîze. Rojname wekî din gotinên serokwezîrê tirk Erdoğan ên li dij rejîma Sûrîyeyê bi bîr tîne ku Erdoğan, Esed bi gotinên "xwe bi xwînê têr dike û li ser xwîn û zextê dahatûyek nikare were ava kirin" tewanbar dikir.

Her weha, gotar dîyar dike, ku li dij welatên wekî Rûsya ku piştgirîya rejîma Sûrîyeyê dike, Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê jî di dijberîyê de piştgirîyê dide Tirkîyeyê, herçend Tirkîye û Amerîka di meseleyên pevçûna Îsraîl-Filistîn û şerê Iraqê de bi hev nekirin jî.
Di dawîya gotarê de tê îdîa kirin, ku Tirkîyeyê berê xwe dayê Rojava û hevgira NATOyê ye û piranîya xelkê Sûrîyeyê, ku musulmanên sunnî ne, Tirkîye ji xwe re wekî modelekê dibînin.

Petrola Başûrê Kurdistanê

Rojnameya amerîkî The New York Times di 16ê sermawezê de ragihand ku cîgirê serokwezîrê Iraqê, ji nefta welêt berpirsîyar e, rexne li şirketa neftê ya amerîkî ya bi navê Exxon Mobil girt, ji ber ku wê şirketê digel Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê peymaneke lêgerîna neftê danîye. Rojname ji devê wezîrê enerjîyê yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî radigihîne, ku destûr bo Exxonê hatiye dayîn ku li Kurdistanê li şeş cihan, li petrolê bigere. Şirove tê kirin ku Exxon guh nade gefên cezakirinê yên hikûmeta Iraqê, ji ber ku ew dizane ku projeyên wan ên din ên li seranserî welêt ji bo Iraqê gelek girîng in. Her weha, rojname balê dikişîne ser wê yekê; tevî gefan jî hikûmeta Iraqê heta niha serî li tu mueyyîdeyan nedaye.

Nûçe weha bi dawî tê: "Amerîka û artêşa wê hewlê dide ku dijmintîya di navbera Kurdistan û hikûmeta navendî de bi dawî bîne. Leşkerên amerîkî di parastina sînorê navxweyî yê welêt de canê xwe dane. Fikar tê kirin ku piştî vekişîna Amerîkayê, tengezarîyên etnîkî dikarin seqemgîrîya li welêt xerab bikin."

Gelo Erdogan ji ber Dêrsimê daxwaza lêborînê kir?

Piştî ku serokwezîrê tirk Erdoğan û serokê partîya muxalefetê ya sereke Kılıçdaroğlu ji ber kuştina bi hezaran kurdan li Dêrsimê di navbera 1936 û 1939ê de, avêtin hev dû û talîyê Erdoğan got: "Heger hewce be ez dê li ser navê dewletê lêborînê bixwazim, û dixwazim jî." Rojnameya The New York Times di 23ê sermawezê de piştî ku ew gotinên serokwezîrê tirk ragihandin, weha berdewam kir: "Piştî daxuyanîya Erdoğan a li ser televîzyonê bi hezaran çalakvanên kurd hatin destgîr kirin, ku di nav wan de akademîsyen, nivîskar, parêzer, kesên navdar hene. Ev kes bi sûcên terorê tên tawanbar kirin û hikûmeta tirk dixwaze bi vî awayî hewlê bide ku serî bi raperîna kurdan derxe. Li Dêrsimê dora 14 hezar kurd di encama êrişên artêşê de hatibûn kuştin û navê bajêr niha bûye Tunceli."

Erdogan û Mafên Mirovan Li Tirkîyeyê

Kovara navdar a amerîkî The Times vê mehê serokwezîrê tirk Recep Tayyip kir mijara berga xwe. The Times dîyar dike ku ji ber seredan û axaftinên xwe, Erdoğan di çavê ereban de bûye lehengek û weha dirêjahî pê dide: "Rast e ku Erdoğan carna wekî otokratekî tevdigere, li dij raqîbên xwe yên siyasî bêrêzîyê dike, dijminên xwe dişîne zindanê û çapemenîyê diçewisîne. Gelek bisporên li Tirkîyeyê û li derveyî welêt guman dikin, ku li paş mebesta wî ya ji bo guherandina destûrê azwerîya wî heye, ku hêza hikûmeta xwe mezintir bike. Lê belê, li gor alîgirên wî ev tişt li hember serkeftinên wî ne tu tişt in. Tirkîye êdî welatekî demokratîk e, aborîya wê bi ser dikeve û di qada navneteweyî de pesnê wê tê dayîn. Li gor îslamîyên ereb Tirkîye isbata wî tiştî ye ku welatek dikare bêyî ku dev ji rehên xwe yên îslamî berde, bibe welatekî modern. Li gor hevdilên wî yên ewropî jî Tirkîye nîşan dide ku îslama siyasî ne dijmina modernîteyê ye."

Sebaret bi mijara mafên mirovan ên li Tirkîyeyê jî kovara Financial Times di 26ê sermawezê de gotareke berfireh weşand. Kovar bi bîr dixe ku niha 76 rojnameger li Tirkîyeyê di zindanê de ne û ev hejmar ji ya Çînê jî bilindtir e û li Tirkîyeyê rojnameger bi sûcên terorê tên tewanbar kirin. Herweha 47 parêzer jî hatin girtin ku di nav wan de parêzerên serokê zindanîkirî yê PKKyê Abdullah Öcalan jî hene. Gotar weha berdewam dike: "Her ku Edoğan pesnê reformên xwe dide, weha jî tundtir dibe. Wî şerê artêşê ya li dij PKKyê berfirehtir kir û bi hezaran hevdilên PKKyê jî da destgîr kirin."

Gotar radigihîne ku hejmara destgîrkirên doza KCKyê gihiştiye 3.500 kesan û dibêje "Qanûna li dij terorê ya Tirkîyeyê tije bi îfadeyên şolî ye, ku hin ji wan ne bi rêkûpêk in, hin ji wan jî tewş û nelirê ne." Kovar wekî mînak tawanên li dij rojnamegerê kurd Cengiz Doğan nîşan dide, ku ji 2009ê û vir ve di girtîgehê de ye. Lê belê li dijî wî dozeke din hatiye vekirin ku Doğan di nîsana îsal de, an ku dema ku di zîndanê de bûye, di çalakîyeke PKKyê de cih girtiye.

Derbarê girtina akademîsyen Büşra Ersanlı de gotar dîyar dike, ku Ersanlı derbarê otonomîya Baskê de semîner dane endamên BDPyê, lê belê wezîrê karûbarên navxweyî yê tirk İdris Naim, pê bawer e ku xanim Ersanlı sûcdar e û di nav têkilîyên tarî de ye.

Gotar rexne li helwêsta cîhana rojava digire û weha bi dawî tê: "Rojava guh nade binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkîyeyê. Di şûna wê de wekî modelekê ji bo Bihara Ereban pesnê Tirkîyeyê dide. Balyozekî ewropî yê li Enqereyê dibêje 'Ewropa niha ketiye derdê xwe û ji bo ewlekarîya herêmî hewcedarîya Amerîkayê bi Tirkîyeyê heye.' Ev yek barek e li ser milên tirkan, ku doza mafên xwe bikin- helbet heger karibin nekevin zindanê."