Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

JI ÇAPEMENIYÊ

TEQAWÎT

Çapa tîrmehê ya Left Business Observer (LBO), li gorî xwe, niqaşên di derbarê girîngiya bipêşxistina « teqawîtiya ji aliyê darayî ve » ku li Fransayê tim tê rojevê, zelal dike. Li Amerîkayê, Borsa nebû xwediyê cihekî maqûl ku mirov pişta xwe pê girê bide, digel ku demeke dirêj herkesî pesnê wê dida:
Di nava sed û çil salên dawîn de, hilberîneke Borsayê ya berbiçav pêk nehatiye, ew pirr li dawiya hilberîna welêt ya brut (HWB) maye. Pêşketina HWB’yê a salane gihîştiye % 3,5’an. Ya Borsayê jî %1,9 e. Û dîsa: ev hejmar li gorî tespîta Borsayê ye, ne li gorî hejmara qezenca rast ya xebata çalak e. Ev tê wateya sînoreke bilind. Di rastiyê de, em nuha dizanin ku, kesên ku di Borsayê de dileyzin, ji ber bac, komîsyon û xercên cur be cur, û biryarên razandinê yên xirab, tim ji diyardeyên teorîk kêmtir bi ser dikevin.

KUBA

Bi awayekî ku jê nedihate hêvîkirin, kovara amerîkî Foreign Affairs di derbarê hêviyên ji bo vekirineke aborî ya sîstema tendurustiya Kubayê de, tirsa xwe nîşan daye (tîrmeh-tebax 2010):
Hemû tevdîrên li dijî tûndkirina bazirganiyê û hatin û çûyina di navbera Kuba û Amerîkayê de, bê guman dibin sedema xirabkirina endustriya tendurustiya Kubayê. Heger rayedarên her du aliyên kendava Florîdayê hay jê nebin, neteweya piçûk ya Karayîbê dikare zirareke mezin bibîne. Beriya her tiştî, ji ber koçberkirina bi hezaran bijîşk û hemşîreyên ji Kubayê, ku pirr baş hatine perwerdekirin, sîstema wê ya tendurustiyê dikare pûç bibe. Li aliyê din, fîrmayên amerîkî yên ku armanca wan qezenckirina darayî nîne, dikarin sîstema mayî veguherînin ya tûrîzma tendurustiyê.

FILISTÎN

Di The New York Review of Books (19 tebax 2010) de, nivîskar û dîroknas Malise Ruthven konsepta «islamofaşîzmê», ku ji aliyê nivîskarên weke Paul Berman ve tê parastin (û herweha li Fransayê jî ji aliyê Bernard-Henri Lévy ve hatiye dubarekirin), rexne dike. Ew dibêje ku armanca van nêrînan ew e ku bi komên weke Hamasê re tu guftugoh neyên dest pê kirin. Û ew hin bûyerên dema bihurî bi bîr tîne:
Di meha çileya pêşîna 1948’an de, komkujiya du sed û çil Filistîniyan ya li gundê Deir Yassinê pêk hat, ku ji aliyê tevgera Irgoun ve hate kirin û ev tevger wê demê ji aliyê Menahem Begin ve dihate birêvebirin. Menahem Begin jî dê bi dû re bibûya serokwezîrê Îsraîlê. Piştî vê komkujiyê, bi hejmareke mezin yahudiyên naskirî, ên weke Albert Einstein û Hannah Arendt, di New York Timesê de nivîsandin. Wan serdaneke Begin a ji bo Amerîkayê şermezar dikir û partiya wî ya bi navê Heroun bi faşîzmê ve tawanbar kir û got « partiyeke faşist ku terorîzm (a lidijî Cihûyan, Ereban û Îngilîzan) û xirabkarî ji xwe re weke derfet diyar kirine û hemû kiryarên xwe bi armanca ji bo Dewleta-Rêzan ve meşrû dikin.» (...) Di nava leystoka siyasî ya Îsraîlê de, ev komên ji rêxistinên nijadperest ên weke Irgoun û koma Stern, ji demekê û bi şûn de ketine xizmeta siyaseta demokratîk. Berman dîsa jî naxwaze bipejirîneku Birayên Musulman û yên ku dê di pey wê re bên, rojekê bikarin bibin xwediyê şiyaneke weha ku xwe li gorî rewşa guherî bi pêş ve bixin.

AMERÎKA

Di ber amadekariyên hilbijartinên giştî yên di 2’yê çiriya paşîn a 2010’an re, kovara hefteyî The Economist (24 tîrmeh 2010), guherînên ku ji sîh mehî vir ve di jiyana rojane ya Amerîkiyan de pêk hatine, bi bîr dixe:
Ji xebatkaran, ji nîvê zêdetir dema bêkariyê nas kiriye, an heqê wan hatiye kêmkirin an jî ew neçar mane ku rojê tenê çend saetan kar bikin. Bêkarê tîpîk ew e ku ji sîh mehî û bi vir ve nikare kar peyda bike. Ketina buhayê senedên borsayê û ya xaniyan bû sedem ku her ji pênc malbatan yek hebûna xwe wenda bike. Nêzîkî %60’ê Amerîkiyan gerrên xwe yên tûrîstîk, an betal kirine an jî kurt kirine. Ji pêncan yek parçeyê gel nikare deynê xwe yê îpotekkirî bide. Çarîkek ji ciwanên 18-29 salî neçar mane ku biçin ligel bav û dayikên xwe bijîn. Di nava mezinan de, ji nêvî hindiktir hêvî dikin ku wê zarokên wan ji wan zêdetir qezenc bikin, ji çarîkekê zêdetirê wan jî bawer dikin ku zarokên wan dê kêmtir qezenc bikin.

MEKSÎKA

Kovara şîliyî América Economía, di hejmara xwe de ya ku ji bo rewşa pênc sed fîrmayên Amerîkaya Latîn veqetandiye, ji xwe dipirse: «Fîrmayên meksîkî li kû ne gelo?» (tîrmeh 2010):
Di 2002’an de, 241 fîrmayên meksîkî di nava 500 fîrmayên Amerîkaya Latîn de hebûn (...) ; hejmara fîrmayên brezîlî bi tenê 136 bû. Îro, hejmar, bi awayekî pratîk berovajî bûne : 226 fîrmayên brezîlî û 119 fîrmayên meksîkî di nava wan de xuya dibin (...) Ev tê wateya ku, 226 fîrmayên brezîlî asta xebatên xwe % 42 bilindtir kirine [di 2009’an de], 274 fîrmayên din ên Amerîkaya Latîn, bi tenê % 4,5 hilberîn pêk anîne.

Çavkanî: 

Wergera ji fransî: Ahmet Dere