Ji bo bîranîna daner, kedkar û dengbêjên wê
Sedsala 20ê jî, wekî sedsalên berî xwe ji bo kurdan xêr û bêrek neanî. Di nîvê sifte yê sedsala 20ê de, kurdan salên xeter û biêş li pey xwe hiştibûn. Bi destê dewletên dagîrker, -hemûyan gotina xwe kiribû yek- her deh salan carekê, komkujîyek hatibû serê kurdan. Dawîya salên 1920ê Serhildana Agirîyê, dawîya salên 1930ê Serhildana Dersîmê û disa van salan bi destê Stalin sirgûnkirina kurdên Kafkasê, ber bi Asyaya Navîn ve, dawîya salên 1940ê Serhildana Barzanî û disa van salan, nemana Komara Mahabadê, kurd bi komkujîyên mezin re rû bi rû man. Di dawîya van salên perîşantîyê de, bêdengîyekê esmanê kurdan girtibû.
Serokkomarê Ermenistanê Sver Tomasyan, sala 1954ê bi mezinên kurdan re li Yêrêvanê civînekê çêdikê. Piştî vê civînê kurd gelek mafan bi dest dixin û yek ji wan jî; rê li ber Radyoya Yêrêvanê vedibe.
Di pey mirina Stalîn re, serokkomarê Ermenistanê Sver Tomasyan, sala 1954ê bi mezinên kurdan re li Yêrêvanê civînekê çêdikê. Dixwaze guhdarîya daxwazên kurdan bike û wan daxwazan bi cih bîne. Piştî vê civînê kurd gelek mafan bi dest dixin û yek ji wan jî; rê li ber Radyoya Yêrêvanê vedibe.
Sala 1955ê bi damezrênerîya Casîmê Celîl, Radyoya Yêrêvanê bi anonsa “Yêrêvan xeber dide, guhdaren êzîz, naha bibîsin deng û behsên teze" ve dest bi weşana xwe dike. Dema sifte bi tenê 15 deqe mafê weşanê heye. Di pey hevdîtina Mistefa Barzanî re -wê demê li Sovyetistanê li sirgûnê ye- û Kremlînê, ev weşan dibe saet û nîvek û li her çar parçeyên Kurdistanê jî tê guhdarî kirin. Di pey wan salên xeter re, dengê Radyoya Yêrêvanê wek mizgînîya serxwebûn û azadîyê tê fêm kirin.
Radyoya Yêrêvanê, li paytextê Ermenistanê Yêrêvanê, tevî zimanê kurdî, tirkî û farisî, bi 12 zimanan weşan dikir. Piştî Casîmê Celîl, bi rêzê Xelîlê Çaçan û Ehmedê Gogê serokatîya Radyoya Yêrêvanê ya beşa kurdî kir. Niha jî nêzî sî salan e Keremê Seyad serokatîyê dike. Herweha di van salan de gelek kesên din, wekî Nûrê Polatov, Zeyneva Îvo, Ordîxanê Celîl, Şamîlê Beko, Xelîlê Abdullah, Egîdê Cimo, Karapêtê Xaço, Aram Tîgran, Nûra Cewarî, Cemîleya Celîl, Zarê Seyad Tîtal û Leyla li Radyoyê xebitîn. Ev kes hemû jî stêrkên esmanê Kurdistanê ne. Heya jîyan hebe, wê kurd van egîd û nemiran hertim bi qedirgiranî bi bîr bînin.
Dema Radyoya Yêrêvanê weşan dikir, li Iraqê Radyoya Bexdayê û li Îranê jî Radyoya Ûrmîyê bi kurdî weşan dikirin. Lê belê van her du radyoyan wek Radyoya Yêrêvanê, li her çar parçên Kurdistanê di nav kurdan de cih negirt û lê nehat guhdarî kirin.
Heya salên 1990ê, vebûna kanalên televîzyonê yên kurdan, guhdarîya Radyoya Yêrêvanê, di nav kurdan de wekî nexweşîyekê bû. Frekans û saeta wê ya weşanê, wek mîxa di hişan da cih girtibû. Nêzî nîvsedsalê, kurdan bi wê, nefes hildan û dan. Ew welatê çar parçe, saya serê wê hay ji hevdû dibûn; bi şahî û şînên hev kêfxweş û xemgîn dibûn. Vê radyoyê, ew sînorên dagirkeran yên ku kurd ji hev veqetandibûn, nas nedikir. Ew ji bo kurdan wek pireyekê bû.
Dema Radyoya Yêrêvanê weşan dikir, li Iraqê Radyoya Bexdayê û li Îranê jî Radyoya Ûrmîyê bi kurdî weşan dikirin. Lê belê van her du radyoyan wek Radyoya Yêrêvanê, li her çar parçên Kurdistanê di nav kurdan de cih negirt û lê nehat guhdarî kirin. Mixabin di van radyoyan de, zimanê kurdî, di bin bandora zimanê erebî û farisî de dima, zimanê Radyoya Yêrêvanê kurmancîyeke zelal bû.
Arşîva herî mezin ya muzîka kurdî, niha jî di destê Radyoya Yêrêvanê da ye
Radyoya Yêrêvanê ji bo nêzîkkirina kurdan roleke mezin dît. Li gund û bajaran, wan salên tuneyîyê, hejmara radyoyan bi qasî pêçîkên destekî bû, ji bo wê jî, xelk di wê saeta weşanê da dihatin cem hev, li her malekê 40-50 kes, wek îbadetekê xelkê guhdarîya radyoyê dikir, li ber dengê radyoyê digriyan, dikeniyan, xeber û gotin şirove dikirin.
Arşîva herî mezin ya muzîka kurdî, niha jî di destê Radyoya Yêrêva-nê da ye. Li gor gotinan, nêzî 1500 qeydên wan hene. Ev bi serê xwe bi tenê xizmeteke herî mezin e. Xe-batkarên radyoyê, ji bo vê xizmetê gund bi gund û mal bi mal geriyane.
Miho, Apo,
Temo Lawo,
Lawikê Metînî,
Bişarê Çeto,
Mîrzikê Zaza,
Emê Gozê,
Filîtê Quto,
Xozan Daxê,
Derwêşê Evdî,
Mem û Zîn,
Siyabend û Xecê,
Salih û Nûrê,
Huso û Nazê
û bi hezaran stranên din jî wek kulîlkên keda radyoyê, hê hene û dijîn.
Radyo demekê di pey vekirina xwe re û bi şûn de, wek cihekî weşa-nê zêdetir, bi rola konservatuara dengbêjîyê jî rabû. Dengbêjan çav dan hev û xwe pêş da birin. Bi sedan gotinên cuda keşf kirin. Ku meriv bêje her dengbêjek stîleke xwe hebû, ne şaş e. Tenê klam û stran na, xebatkarên wê jî,wek xebatkarên enstîtûyê, wek şoreşgerê çandê, çanda Kurdîya devkî, hemû hildan bin qeydê û ji mirinê jî xelaskirin.
Wan salên ku radyoyê weşan dikir, li Kurdistanê agir bi ser kurdan de dibarî
Radyo ji bo kurdan dibistan jî bû. Wan salên radyoyê weşan dikir, li Kurdistanê agir bi ser kurdan de dibarî. Li başûrê piçûk, kurd ji welatîtîyê hatibûn derxistin, li bakûr zimanê kurdî qedexe bû, kesên bi kurdî dipeyivîn, bi cezayên pere rû bi rû diman. Heya salên 1990ê jî, muzîka kurdî qedexe bû; kesên ku kaseteke bi kurdî li mala wan bihata girtin, dihatin ceza kirin. Li dijî asîmîlasyonê jî Radyoya Yêrêvanê, sînor nas nekirin; gotibêjên dîrokî, xeber, şanoyên radyoyê, klam û stran, tax bi tax, mal bi mal dibistana zimanê kurdî bû. Bi xêra wê haya kurdan ji pêşeroj û paşeroja xwe, ji gelê xwe, ji parçeyên dinê çêdibû û wan keyfa çîrok, stran û klamên xwe derdixistin.
Di Şerê cîhane yê yekemîn de, Kurdistan serûbin bû, bi peymanan sînorên sedsalane li ser wê, hatin kişandin û hin kurdan cih guherandin û malbatan hev winda kirin. Radyoyê ji bo hevdîtinê jî rolek dît; kesên merivên xwe winda kiribûn, dem dem di radyoyê da navê gund, bavik, êl û eşîrên xwe digotin û li merivên xwe digeriyan.
Ez van navan nebêjim, ez ê gunehkar bim. Min hemû roja sifte bihîstine, dengê wan hê jî di guhên min da û cîhê wan bi wê germîyê va li ser dilê min e: Şiblîya Çaçan, Werda Şemo, Asa Evdîle, Xana Zazê, Begîya Qadîr, Sûsika Simo, Eyşe Şan, Fatma Îsa, Meyrem Xan, Aslîka Qadîr, Zadîna Şakir, Karapetê Xaço, Şeroyê Biro, Efoyê Esed, Ahmê Çolo, Egîdê Cimo, Aramê Tîgran, M. Arîfê Cizîrî, Seyadê Şamê, Hêmidê Mecîd, Feyzoyê Rizo û gelek dengbêjên din, dengê xwe, bi riya Radyoya Yêrêvanê gihand hemû kurdan û di dilê wan da cihekî mezin girt.
Min ev nivîs ji bo bi bîranîna guhdarîya stranên Radyoya Yêrêvanê nivîsî, ew deng û muzîk nebûna, ev nivîs jî nedibû.
*Radyoya Yêrêvanê; hin kurd dibêjin, “Radyoya Rewanê”
**Şaredarê Bazarcixa Qersê


