Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Japonya di nava Şerê Cîhanê yê Yekem de

Rustem Aghale - Efekt LMD kurdî

Vekirina deriyên Japonya’yê ku di sala 1854’an de bi zora keştiyên reş yên amîralê amerîkî Matthew Calbrait Perry pêk hat, berê Japonya’yê da pêşbirkeyeke mordenîzasyonê. Heta wê demê, bi tenê lengergeheke japonî ji bo bazirganiya navneteweyî hebû. Perry’ê ku fermanderê hêzeke deryayî ya weha bû ku jê re digotin “keştiyên reş” û ji amerîkî, brîtanî, fransî, hollandî û rûsan pêk dihat, peymana bazirganiyê ya yekem li ser Japonya’yê ferz kir.i “Dîplomasiya bi topan” (gunboat diplomacy) ku bû sedema piçûkxistin û êşandina Japonya’yê, herweha bû sedem ku ev welat ji nû ve berê xwe bide hêza çekdariyê. “Welatê dewlemend, artêşa xurt” êdî bû yek ji sloganên dema Meiji. Ji ber ku li gora Rojava’yê gellekî li paş mabû, Japonya’yê ji binî ve berê xwe da dibistana Rojava’yê û zanîna wê ya di hemû waran de ji xwe re bi kar anî.

Piştî du sedsalên ku xwe ji dinyayê îzole kiribû, êdî bi tenê fikreke wê hebû: Bibe împaratoriyeke koloniyal. Ev projeyên xwefirehkirina ber bi dinyayê ve ku yek ji bingehên îdeolojiya Meiji’yî ye, ji berê de hene. Hê di sedsala 17’an de, Toyotomi Hideyoshi ku şogun’ek bû, ketibû nava maceraya weha ku Çîn’ê werbigire û tu paşeroja wê tunebû. Japonya ya ku dev ji ya xwe berneda, di navbera deh salan de kete nava du şerran: Berê li dijî Çîn’ê (1894-1895), bi dû re li dijî Rûsya’yê (1904-1905) ku serkeftineke gellekî mezin bi dest xist û bû serkeftina yekem ya li dijî neteweyeke ji “nijada spî.” Wê Kore bi dest xist, Formos bi dest xist, Başûrê Sahalîn’ê bi dest xist û li Başûrê Mandşûrî’yê herêmeke ji hêla aborî ve gellekî balkêş xist bin parastina xwe. Yanî, hertişt ji bo vejandina wê maceraya mezin ya sedsala 1’an amade bû û ew jî vegirtina Împaratoriya Navîn bû. Berî Şerê Cîhanê yê Yekem, hêzên rojavayî jî fahm kir ku divê hesabê vî welatî jî bikin.

Armanca japoniyan erda Kiao-Tcheou bû, yanî lengergeha Tsing-Tao (îroj navê wê Qingdao ye) û derdora wê ya herêma Shangtoung ku li Çîn’ê ye. Wê demê ew herêm di destê almanan de bû û almanan ew sala 1898’an ji bo nodûneh salan ji berpirsên çînî kirrîbû. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de derfeta bidestxistina vê herêmê peyda dibe. Ji ber wê, Brîtanya’yê sala 1902’an teva Japonya’yê hevkariyeke êrîşa vê deverê pêk anî. Peymana wan di 1907’an û 1911’an de hate nûkirin û li gora wê, hevbendiyeke xurt li dijî îhtîmala êrîşeke li ser herdu aliyan hate avakirin.

Herweha, gava ku di 7’ê Tebaxa 1914’an de London’ê ji Tokyo’yê xwest ku hayê wê ji hêzên almanan yên deryayî yên li Pasîfîk’ê hebe, desthilatdariya japonî ji rewşê îstifade kir û ultîmatomek şand ji Berlîn’ê re û jê xwast ku keştiyên xwe ji nav ava Çîn û Japonya’yê vekişîne. Digel ku Kayserê Almanya ev daxwaz qebûl nekir û brîtaniyan jî ji nişka ve xwe nerm kir, japoniyan bi dorpêçkirineke bejayî û deryayî û bi operasyoneke kirt Tsing-Tao bi dest xist. Digel ku hevkariya hêzên deryayî ya brîtaniyan re gellekî piçûk jî bû, berpirsên japonî guh nedanê û êrîşî welatekî weha kir ku hiqûqa wê destûrî û bingehê doktrîna wê ya milîter danîbû. Encama vê serkeftina meha çiriya pêşîn ya 1914’an: Nêzî pênc hezar girtiyên alman, herweha awusturî, macar û polonî di kampên Japonya’yê de hatin bicihkirin.

Di destpêkê de girtî li deverên gellekî bi qiymet û parastî diman ku bi awayekî ecele di nava perestgehên Bûdîst de an jî di nava avahiyên fermî yên şaredariyan de hatibûn avakirin. Nêzî duwazdeh avahiyên demkî li Başûrê Girava Honşû’yê û herweha li herdu giravên beranber Şîkokû û Kiyûşû’yê ji bo van girtiyên hatin avakirin. Meha Nîsan û Gulana 1915’an, nûnerekî alman N. Drenckhahn li ser vexwendina wezîrê japonî yê deryayan çû kampan sax bike. Vî nûnerî nivîsandiye ku du sed girtiyên Tokuşîma’yê rojnameyek û orkestrayek damezirandiye û hejmara vê rojnameyê ya yekem jî di nîsana 1915’an de derketiyeii.

Gellek ji van girtiyan ne leşker in û ji bêtir pispor in ku ji bo pêşketina erda kolonyal Almanya’yê ew şandine Tsing-Tao’yê: Teknîsyen, endezer, karkerên cotkariyê, yên înşaatan û gellek bazirgan. Herweha rewşenbîrên wek rojnameger û weşanger, hiqûqnas û mamoste û yên din jî di nava wan de ne. Ji ber ku li gora peymanên navneteweyî girtî nikarin bi zorê werin xebitandin, hingê ew jî ji xwe re meşgaleyan ava dikin. Bê guman, qet pêdivî pê tune ye ku mirov bibêje ku tu peywendiya van kampan û kampên dema Şerê Cîhanê yê Duyem bi hev re tune ye.

Balyozxane ya Awusturya’yê ya Tokyo’yê, bi mebesta salvegera peymana Versailles’ê, li kampa Aonogahara’yê ku sala 1915’an ji bo du sed û pêncî alman û du sed û sîh awusturiyên (awusturî-macarî) hatiye avakirin, pêşengeheke dîmenên wê demê vekir. Di dîmenan de tê dîtin ku girtî di çewlik û febrîqeyan de dixebitin, ji bo ku abora xwe baştir bikin berazan xwedî dikin an jî baxçeyê wan heye. Girtî, bi xelkê deverê re di peywnediyê de ne, bi xwendekaran re bi topê dilîzin û konseran didin.

Bê guman, hertişt ne pembe reng e. Mirov dikare bifikire ku ev zilam li wê devera ku nas nakin bi saw in, devera ku zabit û leşker ji hev cuda ne; mirov dikare li pevçûnên di navbera van welatparêzên ku bê cih û warê taybetî dijîn bifikire; wê devera ku şerê navbera alman û poloniyan lê heye û hêviya dawiya şerrî gellekî dûr xuya ye. Pêşengeh herweha dide zanîn ku Alzas’ekî ji ber ku hemwelatiyên wî yên alman gellekî tahde li wî kiriye, çûye û xwe xeniqandiye jî. Destpêka sala 1916’an, li ser daxwaza almanan, şandeyeke balyozxaneya Amerîka ya ku wê demê hê di pevçûnên navneteweyî de bêalî bû, diçe kampê û lê dinihere ku di derbarê hîjyenê de şertên jiyînê ne ewqasî baş in. Şande gazindên girtiyan jî ku ji rewşa xwe nerazî ne dinivîsîne.

Ji sala 1917’an û bi şûn de, berpirsên japonî hewl didin ku şertên jiyana girtiyan baştir bikin û bi xema maqûlbûnê, wan li şeş kampan belav dikin û heta serbestberdana wan ya sala 1920’an jî li wira dimînin. Hezar girtiyên ku li girava Şîkoku, Matsuyama, Marugama û Tokuşîma’yê diman, sala 1917’an li bakurê giravê, li kampa Bando’yê, ku li ser erdeke pênc hektarî ava bûbû ku berê garnîzonên artêşê lê bûn.

Weke kampên din, li Bando’yê jî rojnameyek heye û hema li nava kampê sê sed mînakên wê tên çapkirin û behsa çalakiyên navxweyî dike: Perwerdehiya laşî, futbola ku ew bi xwe dibin wê deverê, avjêniya nava çemê nêzîk, konferansên curbecur li ser şaristaniya çînî, û herweha li ser mijarên dîrokî, li ser jeolojiyê, li ser sosyolojiyê, lê herweha temaşaya şanoyê û weke hemû kampên din konser jî. girtî herweha dikarin alîkariya cotkarên herêmê jî bikin û bibin şêwirmendên wan jî. Ew dikarin teknîkên amadekirina goştê berazan li nava xelkê belav bikin, amadekirina alkolê nîşanî wan bidin û çêkirina penêr fêrî wan bikin, lê herweha wan fêrî çandina frîngiyan, petatan û lehanayan jî bikin.

Cara yekem li vê deverê orkestraya kampê teva koroyeke weha ku bi tenê ji zilaman pêk dihat Senfoniya Nehemîna Beethoven lêxistiye û li Japonya’yê bi xwe jî ev beste weha navdar bûye. Îroj bi xwe jî, zivistanan, li seranserê welêt, çi li bajarên mezin û çi li yên piçûk, di dema sersalê de li her deverê ew senfonî hevaltiya derbasbûna sale dike û êdî ewqasî belav bûye ku Michel Wasserman nivîsandiye ku ev sîrûd êdî bi awayekî bûye weke “ciwanokeke hemdemiya japonîiii.”

Sala 1970’ê, sala dusedemîn salvegera jidayikbûna Beethovenî, rexnegirê muzîkê Hidekazu Yoshida, di rojnameya Asahi de bal dikişand ser ku sirûda kêfxweşiyê êdî weha bûbû ku bûbû sirûda neteweyî ya duyemiv.

Hezîrana sala 1919’an, Peymana Versailles’ê rewşa girtîbûnê baştir dike; sala piştî wê jî girtî serbest tên berdan. Hin ji wan dîsa vedigerin Çîn’ê, hinên din ji xwe re li Japonya’yê bi cih dibin, weke Hermann Bohner’ê ku wê bingehên japonolojiya alman daniye. Îroj, bajarê Naruto yê kampa Bando’yê ya balkêş veguherandiye û kiriye sîteyeke dîrokî û tûrîstîk ku japonî gellekî jê hez dikin. Di vê sîteyê de navendeke lêkolînên li ser jiyana li kampê heye ku li “Mala Almanya’yê” ye û herweha parqek jî heye ku navê wê “Gundê Alman” e. Li muzeyê, Senfoniya Nehemîn bi dengê koroyeke zilaman hey lêdixe. Dostaniya Japonya’yê û Almanya’yê li her deverê bi pêş hatiye derxistin. Herweha, biratiya di navbera girtiyan û xelkê herêmê û gardiyanên wan jî û atmosfera kampê ya nedîtî di bin birêvebiriya berpirsê wê yê humanist jî li her deverê eşkere dibe… Nêrîneke balkêş ku bi awayekî zêde mubalaxakirî û bi vî awayê xwe, weke ku Wasserman jî bi mafdarî bale dikişîne ser, dîrokê jî piçekî diguherîne. Bi awayê pêşkêşkirina van kampên gellekî baş, nîherîna wan hewil dide ku rewşa kampên dema Şerê Cîhanê yê Duyem ku li gora van kampan “qezayeke dîrokê ya weha ku mirov li ber dikevev” bide jibîrkirin.

Ji dema Şerê Cîhanê yê Yekem de bûyereke din ku nayê naskirin, peywendiyên wan yên bi Fransa’yê re ne. Herdu welat ji sala 1907’an ve bi du peymanên yek bazirganî û yek diplomatîk bi hev girêdayî ne. Peymana dîplomatîk rêzê li deskeftiyên herdu aliyan yên li herêmê digire ku ev jî li ser navê wê polîtîkayê hate kirin ku jê re digotin “break-up of China”, yanî dabeşkirina Împaratoriya Navîn. Tokyo herêma bandora Parîs’ê ya li hersê herêmên Başûrê Çîn’ê (Guangdong, Guanksi, Yunnan) nas dike û sozê dide ku li dijî berjewendiyên Fransa yên Hîndûçîn’ê tevnegere. Fransa jî li dijî herêmên bin destê Japonya’yê tev nagerre, bi taybetî li Başûrê Mandşûrî’yê û li Moxolistan’ê. Ji bilî vê daxwaza birrîna baskên çînî, ev peyman ji bo Parîs’ê awantaja dortengkirina Almanya’yê bû. Weke ku bi dû re diyar bû, sebebên wê jî hebûn.

Ya jê balkêştir jî ew e ku Fransa ya ku bi awayekî eşkere li hêza japonî ya nû heyirîbû, weke ku Raymond Poincar’é di bîranînên xwe de radigihîne, kete nava hewldanekê ku di hefteyên şerrî yên pêşîn de alîkariyeke Japonya’yê ya leşkerî wergirta û ev alîkarî wê bi şiklê şandina yekîneyan ya ber bi eniya ewrûpî ve pêk bihatavi. Bi vî awayî, berpirsê leşkerî yê li Tokyo’yê, fermandar Lerond, bi Serokê Konseyê René Viviani dide fahmkirin ku Japonya amade ye ku “gellek yekîneyan” bişîne. Viviani hema di cih de vê agahiyê digihîne Konseya Wezîran.

Balyoz Eugène Régnault ji Serokwezîr Shigenobu Okuma re behsa heman mijarê dike û jê dipirse; hayê Viviani jî pêdixe ku Okuma “qet şaş nemaye û bişiri ye.” Li gora Poincaré, Viviani’yê ku ji ber nûçeyên nexweş yên ku ji eniya rûs dihatin ketibû taswasan, sere çileya pêşîn li hember Konseya Wezîran dibêje ku dive; “Bihayê çi be jî bang li japoniyan bê kirin ku werin Ewrûpa’yê û em heqê vê alîkariya wan jî bidin, heqê wê çi be jî û ew hema çi bixwazin: Hîndûçîn’ê jî bixwazin, bila be.”

Di rojnivîska xwe ya bi navê L’homme libre (Mirovê Azad) de, Georges Clemanceau bêtir bi tedbîr e: “Gava ku mirov hesabê îhtimala hatineke artêşa japonî ya eniya me dike, mirov dibêje qey xeyal evii.” Û dibêje; “lê dîsa jî, yekî ku ji aş û baş napeyive ji min re dibêje ku sê sed hezar japonî amade ne ku di du mehan de werin peravên me.” Clemanceau bawer dikir ku ewê hêsantir û bikêrtir bûya ku Japonya di rêya Transîbîrya’yê re bihataya alîkariya Rûsya’yê.

Axir, Wezîrê Karên Derve Théophile Delcassé wê heyecan piçekî aşt bikirana û wî yê bal bikişanda ser ku bazara bi berpirsên japonî re ne ewqasî hêsan e û di vê mijarê de dudil in. Wî yê bida zanîn ku “dilê Japonya’yê qet nine ku Hîndûçîn’ê bi dest bixe, lê belê dixwaze ku danûstandinên wê yên gumrukî yên bi koloniya me re weke peymana bi Fransa’yê re were diyarkirinviii. Konsey destûrê dide Delcassé ku soza vê tawîzê bideix.” Digel hemû hewldanan jî herdu alî nikarin li hev bikin. Tu yekîneyên japonî wê neyên Fransa’yê. Herçî pirsgirêka mafên gumrukê ye, ewê bigihije serî… Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, gava ku hêzên japonî gulana 1941’ê ketin Hîndûçîn’ê, û dû re jî bi êrîşa 9’ê Adara 1945’an -Japoniyan êrîşî garnîzonên fransî kir- ya ku wê bibûya dawiya desthilatdariya Fransa’yê.

Ev banga Parîs’ê ya ji bo Japonya’yê, ji bilî naîfiya xwe, herwiha nîşan dide bê hin endamên hikûmeta fransî li hember bûyerên ku karîbû di destpêka şer de, piştî pevçûnên bi Almanya’yê re derketana holê çiqasî bêhêvîbûn. Japonya’yê berî hertiştî hewl dida ku beyî ku tev lê bibûya ji vê rewşê îstifade bikira. Bi ser ket jî. Wê ne bi tenê Senfoniya Nehemîn bi dest bixista: Peymana Versailles’ê wê destkeftiyên alman yên li Çîn’ê jî bidana wê.

Werger ji fransî
İbrahîm Seydo Aydoğan

Çavkanî: 

Christian Kessler *
* Dîroknas, profesorê Athénée Français ya Tokyo’yê, mamosteyê zanîngehê.