Îsraîl xwe vedikişîne pişt mertalekî dij-fuzeyan
Ji bo xweparastina ji roketên dijmin, "berbaraneke" dij-fuze? Projeya Îsraîlê ya bi navê "Kembera Hesinî" "Kîpat Barzel" bi vî rengî ye; ev proje divê di destpêkê de bi du bataryayan ji îsal û pê ve operasyonel be. Ev "Kembera Hesinî" divê pêşîyê li roketên menzîlkurt weke yên ku komên filistînî ji Xezayê û Hîzbullahê ji Libnanê avêtin, bigire.
Kembera Hesinî" ji alîyê şîrketa îsraîlî Rafael Advanced Defence System-sê ve hatiye pêş xistin. Projeya mertalê dij-fuze ya îsraîlî xwe dispêre fuzeyên piçûk ên ku bi radarê ve girêdayî dixebitin, ne bi tenê roketên menzîla wan gelekî kurt, menzîleke ji çar kîlometre heta bi heftê kîlometreyî, herweha topên obus û hawanan jî hê li hewayê tine dikin. Ev sîstem li dijî fuzeyên katyûşa yên ku menzîla wan ji 30 kîlometreyan hindiktir e, mezinahîya wan 122 mm ye û ji Hîzbullahê hatine bi dest xistin, bi awayekî serkeftî hatiye ceribandin.
Li gor wezareta parastinê her du bataryayên pêşî wê li ser kamyonan werin bi cih kirin û bi hêsanî li ser sînorekî Îsraîlê werin bi kar anîn. Piştî tesbîtkirina fuzeyên dikarin bigihêjin erdên Îsraîlê, sîstem dikare di heman demê de rê li ber gelek fuze yan jî roketan bigire. Bataryayeke bi serê xwe, wê têrê bike ku bajarekî başûrê Îsraîlê yê mîna Aşkelonê (hejmara şêniyan 100 000 e) bi awayekî bikêrhatî biparêze. Armanca sereke: bikaranîna tesîsê nêzî Xezaya ku Hamas lê desthilatdar e. Paşê bicihkirina tesîsê li hemberî Libnanê, cihê ku li gor texmînên îstîxbarata eskerî ya Îsraîlê, Hîzbullahê lê di cebilxaneyên xwe de çil hezar roket kom kirine.
Ev bikaranîn di nava karûbarekî parastinê ya "pirsinifî" de pêk tê. Li gor peymaneke îlona sala 2010ê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê de hat mohr kirin, sîstemeke bi navê "çovê efsûnî" û herweha fuzeya wê ya bi navê "Mencenîqa Dawid" ("Kala David") wê werin bi pêş xistin, ev bersivek e li dijî fuzeyên menzîlkurt (ji 70 kîlometreyî bêhtir û ji 250 kîlometreyî hindiktir), li dijî roketên menzîldirêj û kalîbre mezin (giranîya yên herî giran wê bigihêje nîv tonê) û li dijî fuzeyên ku ji keştîyan tên avêtin. Eyarkirina tesbîtkarê fuzeyan "Stunner" jî dikeve nav vê peymanê. "Stunner" ji alîyê Rafael a îsraîlî û Raytheon a amerîkî bi hev re tê sêwirandin.
Sîstema Arrow ("tîr" yan jî bi îbranî "Hetz") a ku ji sala 2000ê ve operasyonel e, Îsraîlê ji fuzeyên balîstîk ên ku menzîla wan di ser 250 kîlometreyî re ye, diparêze. Waşhington nîvê lêçûnên salane dide. Bernameya Arrow-II ji alîyê Boeing û Israel Aerospace Industries (IAI) ve ji sala 1995ê û pê ve hat pêş xistin, ji bo ku fuzeyên balîstîk ên menzîla wan dirêjtir, nexasim yên îranî (menzîla wan ji 1 600 kîlometreyî dibihure) bê tesîr bike. Di dawîyê de Tel-Avîv a ji êrîşeke nukleer a Tehranê ditirse, hewl da ku fuzeşkêneke li bilindtir û menzîldirêjtir bi kêr tê, bi pêş bixe: Arrow-III. Di çirîya pêşî ya sala 2007ê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê komîteyeke têkel saz kirin da ku konsepsîyona sipartî Israel Aerospace Industries û Boeingê misoger bike. Arrow-III ya ku sala 2008ê dest pê kir, ji bo şûna bikaranîna sala 2014ê, dikare îsal were ceribandin. Bi bernameyên din ên cur bi cur re Pentagon wê bi giştî 422,7 mîlyon dolaran bi pergalên cihê yên dij-fuze yên Îsraîlê (1) bide. Ev mîqdar li 3 mîlyar dolarên salane ya alîkarîya eskerî ya amerîkî zêde dibe.
Şerê havîna sala 2006ê yê li dijî Hizbullahê û yê di salên 2008-2009ê de li Xezayê li dijî Hemasê, rewabûneke pêkanîna van mertalan bi taybetî jî yê "Kembera Hesinî", xist destê rayedarên îsraîlî. Di dema van şeran de hin bajarên Îsraîlê bi barandina roketan re rû bi rû mabûn. Di havîna 2006ê de şervanên şîî yên Hizbullahê nêzî çar hezar roket avêtin bakurê Îsraîlê û kirin ku milyonek şênîyên deverê bitirsin, yan xwe li stargehan biparêzin yan jî ber bi başûr ve birevin. Para wan a bêhtir roketên tîpa Qessam û Katyûşa yên ku bi destan bi malzemeyên besîd –nîtrata potasyûmê, şekir, zibil ...– di dezgehên qaç de têne çêkirin, di 2008-2009ê de ji Xezayê bi hezaran roket hatin avêtin.
Dîsa jî gelo sîstemeke parastinê ya bi vî rengî wê bikêrhatî be? Di salên 1980yê de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî di çarçoveya Înîsiyatîva Parastinê ya Stratejîk (ÎPS) de ya ku hê bêhtir bi navê "şerê stêrkan" (2) navdar e, ev pirs hatibû kirin. Bersiv dikare heman bersiv be: sîstemên bi tevahî bêqisûr, nînin.
Di serî de yên îsraîlî, gelek bispor weha hizir dikin ku kêmasîyeke mezin a zirxê "Kembera Hesinî" heye: nêzîkbûna sînor a bajarên mîna Sderotê. Bisporê fuzeyên balîstîk ê îsraîlî Reuven Pedazur ji me re weha rave dike "Tevî ku Qessamên avêtî Sderotê nisbî hêdî ne jî, Hemasê bi taybetî jî di dema operasyona ‘risasa darijandî’ [şerê ku Îsraîlê di navbera kanûna 2008 û çileyê 2009ê de li dijî Xezayê bi rê ve birî] de roketên Qessam ên nifşê sêyem û Grad avêtin. Ev du yan jî sê caran ji modelên kevin bileztir in".
Bi çil hezar roketên ku wê bi Hizbullah re hebin, tehlûkeya ku parastina Îsraîlê pê re negihîne jî, ne derveyî îhtîmalan e. Serredaktorê kovara parastinê DSIyê ya ku di parastina dij-fuze de bispor e, Joseph Henrotin vê îdîayê dike "Ev îhtîmaleke rastî ye û ev pirsgirêka sîstemên dij-fuze/dij-roket hemûyan e. Tevî performansê jî hejmar bi serê xwe avantajek e û parastina bi fuzeşkêna, serê fuzeyekê buha ye, belê çi yên Hizbullahê û çi jî yên komên şervanên filistînî bin, roket erzan in û bi hêsanî tên peyda kirin". Buhayê her fuzeya Tamir li ser Îsraîlê 100 000 dolaran dibe mal, li hemberî vê çend sed dolar li roketeke Qessam diçin.
Weke ku rojnameya îsraîlî Haaretz (3) radigihîne "biryara pêşxistina 'Kembera Hesinî' weha xuya ye ji destpêkê ve hewldanek e, da ku karê zanyarên Rafaelê were parastin û da ku wê valahîyê dagire ya ku ji ber rawestandina lêkolîn û pêşxistina ji bo sîstema Arrowê ya şîrketa Israel Aerospace Industries bi pêş xistî, derket holê. Ravekirineke din dibêje ku şîrketa parastinê Rafael nikarîbû pereyan li L&P [Lêkolîn û Pêşxistinê] razîne, lewra qismî ji alîyê welatekî asyayî ve yê ku navê wê nayê eşkerekirin, tê fînans kirin". Li gor malpera bispor Intelligence Online ev welat Sîngapûr e.
Lê belê argumana ji bo pêşxistina sîstemeke bi vî rengî, çiqasî eskerî be, ewqasî jî siyasî ye. Wezîrê parastinê Ehûd Barak weha hizir dikir ku di rewşa vekişîna ji Şerîa Rojavayê de, di çarçoveya peymaneke aştîyê ya bi filistînîyan re, "Kembera Hesinî" dikare weke garantîyeke bawerîyê bide wan, were nîşan dan. Joseph Henrotin weha îşaret bi vê dike "van salên dawîyê avêtina roketan li Îsraîlê veguherî mijareke rastî ya nîqaşên siyasî û sîstemên behsa wan tê kirin jî nûnerîya bersiveke xwezayî dikin (...). Sîstem ne ji bo "dorgirtina" li Îsraîlê ye, belê ji bo ku karibe wê bixe pozîsyoneke xurttir e. ‘Binihêrin, bi vê sîstemê û bi yên din [blokada deryayî, dîwarê ewlekarîyê, kontrola bi kamerayan û hwd.] hûn êdî nikarin tiştekî bi me bikin. Êdî şertên me qebûl bikin’ awayê vê xurtbûnê ye".
Bispor van peyvên jêr li gotinên xwe zêde dike: "Bi her halî, nabe ku Barak weke generalekî baş, ya ku general Desportes weke ‘qanûna lidorgeranê’ bi nav dike, nebîne: dema ku hûn dorê li dijberê xwe digrin da ku nikaribe amûrên xwe bi awayekî bikêrhatî bi kar bîne –weke mînak roket– ew hingî awayên din ên çalakîyan dibîne. Şer dîalektîkek e û him filistînîyan û him jî Hizbullahê, jêhatîbûna xwe ya adaptasyona taktîk, operasyonel û stratejîk, nîşan dane. Bi tenê heke çareserîyeke siyasî pêk were pirsgirêk hingî wê li devereke din aktuel be...".
Destpêka meha kanûna pêşî ya bihurî, di dema guftûgoyeke li zanîngeha Hayfa de berpirsiyarekî artêşa Îsraîlê Gadi Eizenkot dida zanîn ku ev "sîstem ji bo parastina baregehên eskerî hatine sêwirandin, maneya vê ew be jî ku di rojên pêşî yê şer de welatî wê bi rewşên zehmet re rû bi rû bibin. (4)
Li alîyê din, stratejîya parêzer a "kemberê" li bin guhê meyileke artêşa Îsraîlê dikeve, lewma artêş timî hewl dide kapasîteyên xwe yên êrişê xurt bike, bi taybetî jî êrişên ku armanca wan ew e bi bombeyên gelekî hesas, fuze û roketên menzîldirêj ên dijminê xwe –bi mezinahîya wan yan jî di dema pêvajoya avêtinê de tesbît bike– tune bike. Der barê roketên menzîlkurt de jî Fermandarîya Giştî alternatîva êrişê tercîh dike; vê jî bi operasyonên bejahîyê dike ku armanca wan devera avêtina roketan e. (5)
Bicihkirina "Kembera Hesinî" na-kokîyên siyaseta Waşîngtonê jî pişt-rast dike. Tevî ku hevnegirtinên di navbera herdu paytextan de zêde dibin jî, serokê DYAyê Barack Obama ji Kongreyê xwest ku 205 milyon dolaran serbest berde da ku destekê bide avakirina tesîsê. Meclîsa Nûneran 8ê kanûna pêşî ya 2010ê roja çarşemê qebûla vê alîkarîya ji bo bernameyeke ku ji sala 2007ê de 210 milyon dolar lê çûne, erê kir.
Awayê alîkarîya qet kêmnebûyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dayî avakirina parastina dij-fuze ya Îsraîlê: bicihkirina radarên banda X AN/TPY-2 ya ji alîyê Raytheonê ve dawîya sala 2008ê li Îsraîlê hatî çêkirin. Ev radar ne ku bi tenê ji radarên herêmî di tesbîtkirina fuzeyên dijminan de xurttir e, lê belê ew herweha girêdayî tevna global a satelîtan a Defense Support Program e. Ev bername, hêmanê sereke yê sîstema amerîkî ya tesbîtkirina pêşketî ya avêtina fuzeyan e.
Kokên vê hevkarîyê xwe berdidin heta bi sala 1996ê. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê bi hev re bernameyeke dij-roketan a bi navê "Tactical High Energy Laser (THEL)" fînanse kirin. Lê piştî pererazandinan ku texmînî di navbera 300 û 400 milyon dolaran de lê çû, proje nîvçe hat hiştin. Pedazur dîsa jî texmîn dike ku tîreke lazerê wê ji fuzeyeke ji alîyê "Kembera Hesinî" hatî avêtin, erzantir bûya: ango bi tenê 3 000 dolar wê lê biçûna. Herçend şîrketa amerîkî Northrop Grummanê versîyoneke pêşdebirî ya THELê ya bi navê "Skyguard" çêkir jî, bername sala 2005ê bi awayekî vebirî nîvçe hat hiştin. Li gor rayedarên Îsraîlê tesîs hê jî têra xwe bikêrhatî nebû. (6)
Encamên siyasî yên "herêmî" û navneteweyî yên vê projeyê çi ne? Henrotin îşaret pê dike û dibêje "Ya rastî, ji bilî çend îstîsnayan, welatên ereb ên cîran pêşxistina kapasîteyên bi vî rengî weke hindiktir bi tehlûke dibînin, lewra ji bo parastinê ne." Dîsa jî ev ê bes nebe ku bike dijberên Îsraîlê êdî roketan neavêjin bajarên li bakur ên mîna Hayfayê û bajarên li başûr ên mîna Sderotê. Divê bi giringî îşaret pê were kirin ku aştî ne li ser hîmê teknolojîya eskerî ava ye, bila ev teknolojî weke ya "Kembera Hesinî" gelekî pêşketî jî be. Aştî encama biryar û peymanên siyasî ye. Weha xuya ye ku bi dewamkirina avakirina wargehên cihûyan ango kolonîyan, Îsraîl hewl nade bikeve ser vê riyê.
Edouard Pflimlin: Rojnamevan
- Israel Valley, www.israelvalley.com/news/2010/09/29/28769
- Bixwînin "La 'guerre des étoiles' descend sur terre", Le Monde diplomatique, tîrmeh1986
- Yossi Melman, "Robbing Sderot of defense from rockets", Haaretz, Jérusalem, 4ê sibata 2010
- Jerusalem Post, 1ê çileya pêşîn 2010
- Ron Ben-Yishai, "Missile shield: Is Israel safe?", Y-net, Jérusalem, 22 tîrmeh 2010
- "U.S. and Israel Shelved Laser As a Defense", New York Times, 30 tîrmeh 2006; et le rapport du Congressional Resarch Service de Jeremy M. Sharp, U.S. Foreign Aid to Israel, 4ê çileya pêşîn 2009
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê


