Îslam û çanda ciwanên li bajaran
Ciwanên ji malbatên penaber yên di nav civakên ewrûpî de parçeyek ji veguherîna civakî û çandî ne ku bi kirina muzîka hip hop, pêkanîna çeteyên ciwanan û di asta herêmî de bi tevlîbûna nav pêvajoya vejîna Îslamê, dide der. Ji bo ciwanên ji dê û bavên kurd û tirk ên piştî nîvê salên 1960’î weke karkerên mêvan (Gastarbeiter*) çûn Almanyayê, misilmantî bi tenê qadake muhtemel a nasnameyê ye1. Mislimantî nasnameyek e ku ji aliyê çapemenî, dibistan û siyasetvanên Alman û carinan jî ji aliyê wê bavên ciwanan bi xwe ve tê nîqaşkirin. Lêkolînvanên civakî yên ku bi ciwanên misilman - ên ku ji wan re nifşê diduyan yan jî sisiyan2 tê gotin – re mijûl dibin, pirrî caran mijarê weha rave dikin; ev ciwan nasnameyeke dînî ya ferdî bi maneya lawazbûna dewra otorîteyê pêk tînin û ew ji Îslamê tişta herî zêde li gorî wan e dineqînin3. Hin lêkolîner îdîaya taybetkirin yan jî ferdîkirina Îslamê tînin rojevê, ji vê û wêde ciwan di gera xwe ya li bersivan de berê xwe didin otorîteyên nû yên dînî. Tevî ku, heke mirov li ber nifşê wê û bavên wan bigire, ciwan bi awayekî zelal û darî çav di guherîneke nasnameya misilmantiyê re derbas dibin jî, xebata min a lêkolîna li cihê cih ya li ser ciwanên wê û bavên wan kurd, tirk û misrî yên li Berlînê, digihêje wê encamê ku ciwan hê jî dîndariya xwe di nîqaşên komê de û di tefekkura dînî de bi cih dikin û di heman demê de çandeke dînî ya ciwanan diafirînin4. Valahiya neqeba di navbera nifşan de divê ji nêzîktir ve were lêkolînkirin da ku em nasmameya misilmantiyê ya van ciwanan çêtir fêm bikin.
Nifşekî nû yê misilmanan
Cihêtiyên navxweyî yên xwe îfadekirina dînî di navbera nifşê diduyan û sisiyan yê ciwanên misilman ên li Almanyayê de, mirov dikare bi gereke li kolana Oranienstrasse ya li Kreuzbergê darî çav bike. Kreuzberg taxeke serjimara wê gelek û ji mirovan himhimî ya Berlînê ye. Di koşeya xwaringeheke ‘suşî’ de dibe ku hûn rasta keçeke ji bîst salan ciwantir bên ku li gorî modeyê berê, herweha bi awayekî nefspiçûk cil û berg li xwe kirine û serê xwe jî bi awayekî lê were nixumandiye. Heman keçik li cem dayika xwe ye ku kirasekî dirêj ê li gorî xwenixumandina îslamî –teseturê- li xwe dike û serê xwe jî bi çefiyeke rengên qehweyî digire. Komek ciwanên jin di ber we re dibihurin, hinan jê tayt, cil û bergên seksî li xwe kirine, makyajeke zêde kirine û bi çefiyên beriqandî yên avorî yan jî kesk serê xwe girtine, yên din şalên jeans, sakoyên dirêj li xwe kirine û porên xwe yên reş û dirêj berdane. Cihêtiyên di pêkanîna dînî de û xwepêîfadekirinê nabe ku hema bi hêsanî, bi nîşanên madî yên ji derve yên weke sembolên cil û bergan werin tespîtkirin. Dîsa jî modeya cil û bergan nîşanek e ku mirov pê derdixe ka kî dixwaze nûneriya wan bike û kî xwe bi wan îfade dike.
Rewşa heyî weha ye; Li hemberî Îslama jêre dibêjin, li gorî ‘çandê’ yan jî ‘rêûresmê’ hûnayî ye, ya dê û bavan û li dijî ya jêre dibêjin ‘xwe îfadekirina dînî ya sembolîk’ a hevsalên xwe yên cil û bergên ‘seksî’ li xwe dikin, gelek ciwanên misilman ji malbatên kurd, tirk û herweha misrî li Îslameke ‘xwerû5’ yan jî ‘objektîf’6 digerin. Tevî guhertinên piçûk ên navxweyî di dawiya salên 1990’î de, ji berdêla girêdayî civaka îslamî ya cîhanê –umetê- be, pêkhatina rêxistinî ya pirraniya mizgeftan ji aliyê koka etnîk ve diyar dibû. Ev pêkhatin bi pêwendiyên netewî yan jî etnîkî girêdayî welatê cemeeta wan jê tê ye. Jineke, min pêre kar kir, Fatîma (31 salî) bi bîr tîne ku di nîvê salên 1990’î de dema ew ciwan bû, ew û hevalên wê li mizgeftan aciz dibûn, û gelek ji wan bi tenê ji bo ku dilê wê û bavên xwe xweş bikin diçûn mizgeftan. Dersên dînî bi zimanê wê û bavê wan dihatin dayîn, lê belê ciwanan hemûyan bi vî zimanî baş nizanîbû. Bersivên îmamê** ji derve hatî anîn jî, li rewşa Almanyayê nedihat. Fatîma û ciwanên din ên ku di qada dînî de çalak, tirsiyan ku ev yek bandoreke neerênî li dîndariya ferdî ya nifşê wan bi xwe bike. Ew hiseke xwe tîne ziman ku perwerdeya dînî di nava saziya malbatê de bi bin ketiye û li gorî wê sedema vê jî hinekî ew bû ku nifşê hatî Almanyayê nifşê ‘Atatürk’ bû ku li Tirkiyê ‘di warê dînî de bi awayekî tekûz nehatibû perwerdekirin.’ Li gorî fikra wê, nifşê kaltir ne xwediyê jêhatîbûna pedagojîk e, lewra ew nehatine perwerdekirin û meyila wan a tevlîhevkirina dîn û rêûresmên kevneşopî yên ji gundên wan heye.
Otorîteyên nû yên dînî
Komên nû yên dîndar, yên mîna Muslimische Jugend Deutschland (Ciwanên Misilman ên Almanyayê) yên ku di nava gelek civakên ewrûpî de hene, ji aliyê ciwanên li Ewrûpayê perwerdebûyî ve hatine damezrandin û nûneriya qadên civakî dikin ya ku girêdana etnîk û netewî têde wenda dibe û şûna wê nasnameyeke ‘gerdûnî’ ya misilmantiyê digire. Îslama di qadên bi vî rengî de ciwan didin dûv, gelek caran Îslameke ‘xwerû’ yan jî ‘rast’ e; ev kar jî bi riya bikaranîna pirtûkan tê kirin. Di nava van de pirtûka pîroz Quran û herweha sinet (rêbaz û şêwazê jiyanê yê ku ji aliyê pêxember ve hîmê wê hatî danîn) jî hene.
Fîgurên nû (û kaltir) yên otorîteyê, yên weke navdarê televizyonê yê misrî Amr Xalid, ulemayê li Qetarê yê gelekî li ser nîqaş tên kirin Yûsif el-Qeredawî û fikirkarê swîsrî yê li ser tê nîqaşkirin Tariq Remezan, di ser televizyona kabloyî, tevna înternetê û komên nîqaşê re ciwan digihêjin wan7. Ew bi taybetî berê axaftinên xwe didin ciwanên ku li jiyanke gelemper a dîndar digerin û di heman demê de naxwazin dev ji ‘modernîteya’ xwe û ‘ciwantiya’ xwe berdin. Navdarên muzîka popê, stranbêjên hîphopê û fîgurên ciwan yên mîna hosteyê hunandina malperên li ser tevna înternetê Elî Ardekanî (weke ‘Babe Elî’ navdar e) yê ku şowên bi yek mirovî di ser bloga xwe ya dîmenan a li ser YouTube a bi navê ‘Ummah films’ nîşan dide û Yûsif Îslam (berê navê wî Cat Stevens bû) bandorê li têgihana ciwanan a li ser Îslamê dikin8. Ev fîgur gelek caran mijara ‘sergirtinê’ dixine nav mijarên sereke yên stranên xwe, bernameyên xwe yên televizyonê û semînerên xwe yên li raya giştî vekirî. Di straneke Samî Yûsif de piştî gotina ‘Free (Azad)’, ku behsa jinên sergirtî dike, ev gotin tên: “So don’t you see? (Ma tu nabînî)/ That I’m truly free (ku ez bi rastî azad im)/ This piece of scarf on me (ev parçe çarika li ser sere min)/ I wear so proudly (ez wê vê çêndê bi serfirazî li sere xwe dikim)/ To preserve my dignity (da ku ez rûmeta xwe biparêzim)….” Gotinên straneke din a di nav ciwanên misilman ên li Almanyayê de tê hezkirin a bi navê Xwîşka delal (Liebe Schwester) ya hîphopvanê Alman ê misilmanbûyî Ammar 114 ku di malbata wî de kesên ji Hebeşîstanê jî hene, weha ne: “Dev jê (ji sergirtinê) bernede. Buhişt li pêşiya lingê te ye.” Hîphopvanê ku gotinên stranên xwe bi xwe dinivîse, cesaretê dide jinan da ku li dijî pirsgirêkên ew ê ji ber sergirtinê di nava civaka Alman de bi wan re rûbirû bimînin, li ber xwe bidin, lewra di jiyana axretî de wê werin xelatkirin. Hêja ye mirov li ber civakê rabe (lewra, formên vê yên siyasî jî hene), ji ber ku di dawiya têkoşînê de wê buhişt hebe. Stran her wiha têkoşîna (dînî ya) ferdî ya jinên serê xwe dinixumînin jî weke parçeyekî ji berxwedana têde jinên sergirtî ‘hemû’ cihê xwe digirin, derdixe pêş. Tevî ku siyasetvan û rojnamevan gelek caran sergirtinê weke ji aliyê malbata bavik ve tê ferzkirin, dibînin û lêkolîner jî niha meyila wan ew e ku bêjin, sergirtin tercîheke ferdî ye jî, li gorî min tevî ku gelek jin bi îradeya xwe biryara nixumandina serê xwe didin jî, ev biryar yan jî tercîh bi awayekî xurt di bin bandora pêkhatina civaka, otorîteyên dînî û rol-modelên wan de ne. Di nava van otorîte û rol-modelan de hunermendên îslamî yên li jor navbihurî jî hene. Bi hev re, yan jî bi serê xwe guhdarîkirina stranên bi vî rengî, dike ku jineke sergirtî weke ferd xwe bi jinên din ên sergirtî îfade bike, yên ku bûyerên (civakî û dînî) yên mîna yên wê, di ser wan re bihurîne. Ev yek hisa civakbûnê xurttir dike. Bi awayekî zelal sergirtin sembolek yan jî nîşanek e û di roniya rewşa civakî-siyasî de bû parçeyek ji danûstendin û ragihandina kolektîfbûn yan jî nasnameya kolektîf.
Çanda ciwanan a dînî
Mode bi awayekî giştî mijareke ciwanan eleqedar dike ye û ciwanên misilman jî di vî warî de ne îstîsna ne. Bi tenê çendek ji wan xwe bi dikanên cil û bergan ên misilman ên ‘kurd’, ‘tirk’ yan jî ‘ereb’ ên li Berlînê yan jî dikanên li ser tevna înternetê yên mîna ‘Takbir Fashion Clothes’, sînordar dikin. Ji berdêla wê gelek jinên ciwan dikana zincîr a navdar a Swêdî Hennes & Mauritz bi kar tînin, cil û bergên vê dikanê erzan in, li gorî ciwanan û modê ne. Keçên misilman bedenekê ji bejna xwe mezintir dibijêrin û bi vî awayî xwe ji qutik û kirasên ku mumkin e’zêde teng’ xuya bikin jî dûr digirin. Û hemin, dema mirov kirasekî heta bi kabokan dirêj yê li gorî rengên modeya demsalê, bi ser de li xwe bike, mirov dikare şalên jeans jî bide ‘qebûlkirin’. Şortên mildirêj bi qutikên bêmil ve weke bedil li dikanên misilmanan tên firotin. Cihê ku xwe disipêrinê sitîlên Alman (ewrûpî) û yên îslamî bi hev re ne, ku ji televizyonên kabloyî yan jî tevna înternetê girtine. Di vê pêvajoyê de ev ciwan sîstemeke modeyê ya alternatîf diafirînin, ku hem ji bazara girseyî ya modeyên rojava û hem jî ji modeyên misilman yên ji deverên din ên cîhana îslamî tê.
Sitîlên ciwanan parçeyek ji berxwuriya dînî ye ku nasnameya wan a dînî û di heman demê de jî nasnameya wan, ciwanbûn û bajarîbûnê jî xurttir dike. Ciwan bawer dikin ku kalîteya estetîk ya tiştên ‘îslamî’ dikare bi ya ‘modern’ re were lihevanîn û bi vî awayî bibe li gorî modeyê. Bi modeya ku jêre tê gotin ‘li gorî îslamê rast e’ ciwan hem dikarin rûmeta xwe ya exlaqî biparêzin û hem jî wêneyekî xwe bi xwe yê ‘modern’ biafirînin.
Ciwan estetîkê bi exlaqê dînî re li hev tînin – di vê pêvajoyê de ew formekî taybet ê sitîla ciwanan diafirînin. Ev ciwanên misilman ne weke pirraniya (jêre) çandên ciwanan e. Ev ciwan didin dûv hin îdeal û pîvanên ji nîqaşa dînî tên ya ku rewşa wan a weke ciwanên misilman marjînal, derdixe holê. Rê û rêbazên berxwuriya wan a ji bo ku ciwantiya xwe bijîn, timî û dewamî di nava têgihiştineke rêzik û pîvanan de ye û Îslam van rêzik û pîvanan diyar dike. Berevajî pirraniya çandên ciwanan, di nava otoriteyên nirxan ên vê çanda ciwanan de ji bilî otorîteyên nûtir yên ciwan û ‘modern’ yên weke Tariq Ramadan, referansên ji derve yên weke rûspiyan (kalên dinyadîtî û zane) yên weke îmaman jî hene – û hemin çavkaniyên dînî yên mîna Quranê jî hene. Bi riya bihêzkirina girêdanên xeyalî yên di navbera mirovên xwedî dewr ên îslamî de li seranserê dinyayê, dibe ku berxwuriya transnasyonal (di gelek netewan re) a îslamî ne bi tenê vîzyona ummeteke gerdûnî xurt bike. Tecrûbeya hisa endametiya ummeteke ku weke gerdûnî tê fikirîn, destêpêka xwe-dîtina weke parçeyekî hêzeke mezintir û xurttir e jî. Û xwe îfadekirina bi civateke bi vî rengî, dikare bibe riyeke çêkirina wêneyekî xwe bi xwe yê erênî di nava civakeke ku Îslamê bi awayekî neerênî dinirxîne. Di heman demê de lêgerîna li jiyana Îslameke ‘gerdûnî’ di pratîkê de pêk tê, lewma pêdiviya ciwanan pê heye ku rênan peyde bikin da ku di civaka di navê de ne Îslamê bijîn.
Nûneriya Îslamêv
Perwerdebûna di Îslamê de û xwedanederê, ev ciwan di afirandina ‘misilmanê baş’ de weke esasî dinirxînin. Ji bo başkirina îmaja Îslamê û misilmanan li nav civakên Ewrûpayê, di raya giştî de nîşandana ‘misilmanê baş’ pêwîst tê dîtin. Bi taybetî jî sergirtin bû nîşaneke ‘jina misilman’ û ciwanên sergirtî jî di raya giştî de weke ku ‘nûneriya îslamê’ bikin, hem ji aliyê misilmanan û hem jî ji yê ne misilman ve tê qebûlkirin. Encameke ku nehatî plankirin a vê rewşê zexta civakê ya li ser rabûnûrûniştina wan a di nava civakê de ye. Ciwan vediguherin aktorên civakî yên xwe bi xwe kontrol û eyar dikin – bi maneya ku gelek ji wan bi şêla xwe, bi cil û berg û rengên li xwe dikin, li xwe bi xwe vedigerin – weke li xwenekirina cil û bergên reş ji bo ku weke dîndarên hişk û fûndamentalîst neyên dîtin. Bi ser vê de jî, ciwan gelek caran li ser diponijin, ka ji derve dîtina wan ‘li gorî îslamê rast e’ yan na û hewl didin bi riya tevger û rabûnûrûniştina xwe ya di nava civakê de bi awayekî erênî fikra pirraniya raya giştî ya Almanyayê der barê Îslamê de biguherin. Ji vê û wê de, gelek ciwanên ez bi wan re xebitîm, bi awayekî neerênî behsa keçên sergirtî kirin yên ku cil û bergên ‘seksi’ li xwe dikin, di nav civakê de cixareyê dikişînin yan jî bi ‘kurikên nebaş’ re digerin. Ev nîşandana ‘çewt’ a van jinên misilmanan ji aliyê hinan ve bi vî awayî hat nirxandin: “felakete ji bo me!” Ciwan nêrîna xwe weha diparêzin; der barê fikra ‘jineke sergirtî ya misilman çi ye’ û ‘çi parçeyekî vê sergirtîbûnê ye’, ev jinên ku ‘nerast’ sergirtî ne, nîşanên çewt û şaş didin derve, ango didin hem misilmanan, hem jî ne misilmanan.
Weke encameke giştî, ciwan ne bi awayekî ji xwe re lêhato bersivê didin nîqaş û agahdariyên dînî û ne jî mexdûrên pasîf ê bêdoktrînhiştinê ne. Dîsa jî di lîstik yan jî têkoşîna ciddî ya li ser manedaneke erênî ya misilmanbûnê de û girêdana di navbera sergirtin û misilmana ‘rast’ de ku otorîteyên dînî datînin, jinên ciwan di tehlûkeyê de ne ku bibin piyonên lîstika kişikê.
*Li Ecole des Haute Etudes en Sciences Sociales û di beşa antropolojiya civakî ya zanîngeha Humboldtê de xwendekara doktorayê ye. Li Zanîngeha Kurdistanê ya li Hewlêrê dersên civaknasiyê dan (2008-2009) û berê li ser mijarên penaberiyê li UNESCO’yê şewirmend bû.
- Zehmet e mirov hejmara kurdên li Almanyayê dijîn texmîn bike. Lewra li gorî prosedûra fermî ya li Almanyayê li koka etnîk nayê pirsîn, bi tenê li netewe (dewleta mirov welatiyên wê) tê pirsîn, statîstîkên fermî der barê kurdên li Almanyayê de nînin – bi tenê texmîn hene. Rêjeya ji çar paran yekê nêzî du milyon penaberên ji Tirkiyeyê yên di salên nîvê 1990’î de li Almanyayê dijîn, kurd in yan jî 500 000’ê wan kurd in, ji aliyê gelek lêkolînvanan ve tê bikar tînin. Hejmara kurdên ji Îran û İraqê yên ku ji salên 1990’î ve li Almanyayê dijîn jî li vê zêde dibe. (Faist, Thomas 2000. The Volume and Dynamics of International Migration and Transnational Social Spaces (Hecm û dînamîkên koçberiya navneteweyî û qadên civakî yên transnasyonal), Oxford: Oxford University Press).
- êgîna ‘nifşê diduyan’ têra xwe tê nîqaşkirin. Dîsa jî ev têgîn, ji bo bi navkirina nifşekî xwediyê heman xisletên biyografîk, weke yên ku dê û bavên wan li derveyî welatê lê ji dayik bûyîn, peyveke sîwan a kêrhatî ye.
- Weke mînak binêre li Roy, Oliver 2004. Globalized Islam (Îslama gerdûnîbûyî). Weşanên Colombia University Press. New York; Cesari, Jocelyne 2000. La querelle des anciens et des modernes: le discours islamique en France (Qayîşkişandina kevneperest û modern: Li Franseyê nîqaşên îslamîk), in Dassetto, F. (edîtor), Paroles d’Islam: Individus, sociétés et discours dans l’islam européen contemporain (Gotinên ji Îslamê: ferd, civak û nîqaşên di nava Îslama ewrûpî ya hevdem de), Paris: Maisonneuve-Larose, rûpel 87 – 100 û Cesari, Jocelyne 2003. Muslim Minorities in Europe: the Silent Revolution (Hindikahiyên misilman li Ewrûpayê: Şoreşa bêdeng) , in Esposito, J. û Burgat, F. (edîtor.), Modernizing Islam: Religion in the Public Sphere in the Middle East and in Europe (Modernkirina Îslamê: Li Rojhilata Naverast û Ewrûpayê di nava qada gelemperiyê de dîn), New Jersey: weşanên Rutgers University Press, rûpel 251 – 261.
- Li ser jinên ciwan ên endamê rêxistineke dîndar a ciwanan ya bi navê Ciwanên Misilman ên Almanyayê, di çarçoveya xebata min a doktorayê de ya li ser antropolojiya civakî, min xebateke lêkolînê ya demdirêj (18 mehan kişand) li cihê cih kir. Dê û bavên ciwanan (temenê wan ji 13salan heta bi 30 salan bû) ji Misr, Tirkiye û Filistînê bûn, ev yek ‘qadeke pirrçandî’ diafirîne, rêxistina dînî a ciwanan jî vê pirsê derdixe pêş; weke misilman miorv çawa di civaka Almanyayê û bi zimanê Almanî bijî. Awusturya, Fransa, Îtalya, Norwêc û Swêd jî di nav de rêxistina ciwanên misilman a ji bo ciwanên misilman, li gelek welatên Ewrûpayê heye. Di kare xwe yê doktorayê de ez hewl didim fêm bikim, çawa nasnameyeke dînî ya taybet pêk tê. Dema min ev kir jî min berê xwe da nîqaşên îslamî yên di nava qada dînî de tên hînkirin.
- Roy, Oliver 2004. Globalized Islam (Îslama gerdûnî bûyî). Weşanên Colombia University Press. New York.
- Eick Alman, Dale F. 1992. Mass Higher Education and the Religious Imagination in Contemporary Arab Societies (Perwerdeya bilind a girseyî û hêza xeyalê ya dînî ya civakên îro yên ereb). In: American Ethnologist (Etnologê emerîkî), berga 19’an, hejmara 4’an, rûpel 643-655.
- Tariq Remezan, neviyê damezrînerê rêxistina Birayên Misilman, di Nîsana 2006’an de ji aliyê Time Magazine ve weke yek ji sed mirovên herî bi hêz û xwedî bandor ên cîhanê hat nîşandan û weke fikirkarê pêşeng di nava nifşê diduyan û sisiyan ên misilmanên koçberî Ewrûpayê bûyî, da nasîn. Yûsif el-Qeredawî weke yek ji întellektuelên sereke yê Vejîna Îslamî ya niha tê dîtin.
- Otorîteya Elî Ardekanî xwe disipêre jêhatîbûan wî ya bi awayekî zelal ragihandina gelek pirsgirêkên hemdem û mijarên divê bi lezgînî mirov bi wan re mijûl bibin e ku di jiyana rojane de tên serê ciwanan. Dema vê dike jî valahiya neqeba di navbera nifşan de û têkirliyên bi ne-misilmanan re derdixe pêş. Di peyamên xwe û nîqaşên xwe de ‘rêûresmê’ û ‘Îslama rast’ ji hev dike û kesên ku xîtabî wan dike jî bi taybetî ciwanên li welatên ne-misilman in. Ciwanên li Berlînê hez ji dîmenên wî yên li ser YouTubeyê dikin, bi vî awayî ew dibin parçeyeke ji tevgereke dînî ya ciwanan a ji ya li Berlînê berferehtir, ev jî çandeke transnasyonal a dînî ya ciwanan e. Binêre li youtube.com/ummahfilms.
* Ev gotina ku di destpêkê de li karkerên ji welatên din yên li Almanyayê bi cih bûn hatî kirin, îro gelekî tê nîqaşkirin û bi ti awayî ne peyvek e ku ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin (jêrenota wergêr).
**Li vir ez peyva îmam bi kar tînim, lewra ez bi vî awayî kadroyên dewletê û meleyên ku ji medreseyên kurdî îcaze stendine, ji hev bikim (jêrenota wergêr).


