Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Împarator çawa têk diçin?

Serpil Odabaşi: Penaber, 50 x 70 cm, teknîka tevlihev li ser kaxizê

Kongreya Amerîkayê û Qesra Spî cara yekem e ku wek hev difikirin, li hember Çînê tedbîrên wisa digirin ku ev îş dikare şerekî bazirganîyê peyda bike. Li gel zahmetîyên îroyîn yên konjukturel yên Washingtonê, DYA bi zahmetî kêmbûna şiyana xwe qebûl dike û vê rastîyê danaqurtîne. Bi taybetî li herêmeke wisa ku welatên Rojava, wek baxçeyên mala xwe dizanîn.

Şiyana Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê, di çi şertan de, çawa durust bû? Çawa di nava sed û pêncî salan de kolonîyên kevin yên brîtanîk, di warê aborî, leşkerî û çandî de ewrûpî derbas kirin? Bi awayekî du alî, tevgera belavbûn û pêşketina aborî û kolonyalîst; Ewrûpaya Rojava, di sedsala 19an de, dibe navenda biryarên girîng yên navneteweyî û newekhev: sîstema cîhanê ya berê ku ne sentralîze û bê hiyerarşî bû, sîstema wan ya cîhanî bêtir otonom bû, (Împeratorîya Osmanî, Ewrûpaya Rojava, Çîn, Împeratorîya Moxolî...) Sewîyeya wan ya pêşketina aborî kêm hindik wek hev bû, li Ewrûpaya Rojava, sanayî û kombûna şiyan û dewlemendîyê sîstema aborî ya cîhanê bi temamî karakter guhert.

Berfirehbûna aborî û ya fezayê ya Ewrûpaya Rojava û yên berdewamên wan kolonîyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), bi hev re beşdarî dînamîkeke kollektif dibin. Bi rengekî gelemperî ev herdû babet berfireh bûn, di pêvajoya vê sedsalê de xwe dikin yek, ji bo bikaribin struktureke hiyerarşîyeke nû ya têkilîyên navnetewî ava bikin, ku ji alîkî ve dabeşî li du waran dibin: yên "navend" dagirker, serkar û serdest, Ewro- Atlantîk dagirker, ji alîyê din yên li qiraxan dimînin yanî yên li "periferîk"ê, kesên bindest û hewcedar.

Bi taswîra wan ya ronakî ya li ser dahatûya dinyayê û globalîzasîyonê, Karl Marx û Friedrich Engels di wê demê de, di salên 1848ê de bi zanebûn digotin: "Berfirehbûna bazara cîhanî karakterek navnetewî û kozmopolit dide malên tên avakirin û xerckirin û bikaranîna wan. Vê yekê karaktera bazara sanayî ya neteweyî şkand û ew anî hola navneteweyî." Disa weha dibêjin: "Ji cîhê ku îhtiyacên kevn ku ji bo pêwistîyên neteweyî dihatin avakirin, ji îro pê ve pêwîstiyên nûjen tên holê û însan berhemên ji welatên dûr û cûda, ji îklimên cûr be cûr dixwazin. Ji cîye ku sînorên teng û girtî, yên tenê ji bo xwe û di nav xwe de dijîn, tixûb vedibin, netewe xwe vedikin, têkilîyên cîhanî û peymanên navnetewî dest pê dikin. Pêwîstîya insanan dibe pêwistîyeke ku her kes û her netewe pê ten girêdan, unîversalîzm dertê holê". (1)

Lê belê, ev sîstema global ku berfireh dibe, ne bi qayde û dûzen e û bê aheng e. Welatên nû sanayî, di destpêkê de bi avantaj bûn; zengînî li cem wan dicivîya, zanîn û bikaranîna zanînê di xizmeta wan de bû û nedihîştin ev zengînî here cîhekî din. Wek ku Fernand Braudel bi kurtayî dinivîsand "Merkez noxteya herî serhukum e, yanî struktura herî qewî ya kapîtalîst ya hemû avahîyê ye. Wek ku perspektifên wan hevdû temam dikin pêwistîyên wan mecbûrî hev in, ger pêwistîya merkezê bi jêrê hebe, dê ji perîferîkan peyda bike, her weha neteweyên dûr jî bi pêwistîyên xwe bi merkezê ve girêdayî ne û ev qanûn ji alî merkezê ve tê tayîn kirin)." (2)

Herweha yekîtiya aborîya cîhanê di nav zor û şidetê de damezirî. Bi berdewamîya şer û êrişan, îşxalên her dayîm, piranîya herî mezin ya cîhanê kete bin tora berhem û malguhertinên împaratorên metingehkar. Di sala 1750ê de hîn gelek zehîf bûn, (27 milyon) kes di bin hukmên dewletên Ewrûpî de, ev tişt di sedsala 19ê de, di 1830ê de, 205 milyonî derbas dike, 312milyon di salên 1880ê de û 554 milyon di sala 1913ê de. Ji derveyî miletên ku li ser axa van imparatoran dijîn, miletên din yên ku di gotinê de serbixwe ne jî zêde dibin. Lê di bin sîstemek mecbûrî û di bin kontrola derveyî û disiplîna emperîyal, lê ne zêde bi qaîde û rê û rêbaz dijîn. Di destpêka sedsala 20ê de, nêzî nîvîyê miletên dinyayê xwe bi zor û mecbûri di bin nîrê sîstema kar ya bersîva pêwistîyên welatên nûjen- sanayî de didîtin.

Efsaneya tecrîta amerîkî

Brîtanyaya Mezin, ji derheqê vê sîstemê baş tê û baş nas dike. Di dema xwe de, wek malbata şoreşa sanayî û teknîkî, welatê ku herî pêşketî yê vî warî, heta salên 1890ê, Brîtanyaya Mezin, hakimî deryayê ye û îmalat, bazar û belavkirina wê jî di destê wê de ye. Di nîvê sedsala 19ê de, bi nifûsa xwe ya % 2yê dinyayê Brîtanyaya Mezin, % 53 hesin, % 50 komir û lînyîtê diafirîne û % 50ê pemboyê dinyayê ji bo sanayîya xwe ya tekstîlê bi kar tîne. Bikaranîna wê ya enerjîyê ya wê demê pênc caran ji ya Amerîka an jî Prusyayê zêdetir bû, herweha şeş caran ji ya Fransa û sed û pêncî caran ji ya Rûsyayê zêdetir bû. Bi tena serê xwe, ji sisîya yekê zêdetir bazirganîya dinyayê di destê wê de bû, herweha ji sisîya duduyê afirandinên manûfaktorî; ji sisêya yek bezirganîya deryayê ya dinyayê dîsa di destê wê û bandora wê de bû.

Her çiqas ku di salên dahatû de, Almanyayê paşê di warê sanayîyê de ew qefalt û Amerikayê jî derbas kir, Împaratorîya axa Brîtanîk ji Pasîfikê heta Atlantîka ku di Asyaya başûr re derbas dibû, digîhîşt Afrîka û Rojhelatê Navîn, di wê demê de di salên 1913ê de, ji sisêya yekê gelê cîhanê di bin hîmayeya xwe de dicivand. Di bin vî navê resmî de, Împaratorîyek gelek stûr ya pera ku ji yê xwîyayî gelek mezintir dîyar dibe. Ew nuxteyeke herî hesas ya sîstema dan û stendinê ya tîcareta navnetewî ku navenda wê li Ewrûpayê ye. Londra dilê finans û sermayeguzarîyên navneteweyî ye. Bi pêşketinên berdewam, ev sermayeguzarîyên global ku bi taybetî li navçeyên Amerîkaya Latînî û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA), di sala 1914ê de, %10ê hatinên cîhanê bi dest dixist.

Berî vê dîrokê, ekonomîstê navdar, John Maynard Keynes ji bo ku rewşa aborîya cîhanê ya dawîya sedsala 19ê karibe tehlîl bike, weha digot: "Mirovekî londonî, dema ku çaya xwe ya sibê vedixwe, dikare di eynî wextê de, bi telefonê ji her derê dinyayê berhem û malzemeyên cûda cûda yên bi qasî ku jê re pêwîst in bi dest xe (...); her weha dikarê malê xwe li her der, di hemû çavkanîyên xwezayî û di hemû şirketên cîhanê de bi kar bîne (...) dikare xizmetkara xwe bişîne bankaya cîran û kannên gelek giranbuha bi qasî ku jê re lazim be peyda bike; û her weha dikare ji dîyarên xerîb jî, bêyî ku ziman, dîn û ededên wan binase, dikare bi xêra zengînîya pereyan hemû tiştên dilê xwe bi dest xe". (3) Ger hemû rûniştevanên Londonê karibana ji xwe re xizmetkar bigirtana, ev gotina navdar, ku ji pirtûka wî derketîye -Encamên aborî yên aşîtîyê- bi awayekî eşkere ramanên imtîyazkaran diyar dike, ev e ku cara yekem cîhanîbûnî (mondialisation) ava dibe.

Ev rewş, bi carekê de di sala 1914ê de, dawî lê tê, di dema ku yekîtîya nîjadperestî û qaweta leşkerî derbeyeke mezin ya dawîn li pergala navneteweyî ya ji alî Ewrûpayê ve îdarekirî ya sedsala 19ê da. Herba cîhanê, dubendîyên di navbera mantiqa neteweyî ya êrîşker û belavker û ya mantiqa navneteweyî ya kapîtalîzmê. Vî tiştî împraratorên Ewrûpî hejand, wek ku dibêje serokê konservator û muhafezekar yê brîtanî Lord Cruzon, "pêşveçûnek ku zor tê bawerkirin" yê qawet û bawerîyên li hember kolonîyalîzmê. Ji alîkî ve li Rûsyayê rê li şoreşa Bolşevîk vekir, ji alîyê din de jî meydan ji faşîzmê re vekir. Ya herî girîng jî, bi taybetî ku Ewrûpa, axa kevin bi vêya gelek westîya û ecele ecele xwe avêt hemêza Amerîkayê (DYA).

Ev mesele li vê derê dibe destpêka xelekeke girîng ya zencîra mondîalizasyona yekem. Tew berî serxwebûna 1776ê, kolonîyên brîtanîk li bakurê Amerîkayê wek şaxên bingehîn yên sîstema aborî ya alîyê din yê Atlantîkê, ku li ser bingeha ku ji mal û bazirganîya çavkanîyên kolonîyan dihatin avakirin. Piştî serxwebûnê, Amerîkayê roleke gelek mezin di çûn û hatinên wî alîyê Atlantîkê de leyîst.

Endustrîya navneteweyî ya pembo vê pêşketinê gelek xweş dîyar dike. Ber bi 1850ê, ev sewîye hatibû % 20ê temamîya net ya îxracatê û % 50 qîmetên îxracata brîtanîk. (4) Di eynî demê de, Amerîka bi xêra çandina pembo li hêla başûr bû welatê yekem yê gîhandina pembo. Di salên 1820ê de, bû çavkanîya % 20 ya cîhanê di warê gîhandina pembo de. Çil sal bi şûn de, ev hêjmar bû ji sisêya dudo, berî ku şerê sivîl yê hundurîn sîstema koletîyê ji holê rake: li gor dîroknas Morton Rothstein, ji alî debarê ve, ji alî beşên afirarandinê ve û ji alî karkerên ku bi zorê tên xebitandin ve, başûrê Amerîkayê di wexta xwe de, ji alî aborîya çandina pembo ve, yê herî girîng bû, lê ji ber vê rewşê, ev tespît hinekî bi guman e.

Ji sedsala 19 an ve, têkilîyên Amerîkayê û Ewrûpayê bê şik bi hev ve girêdayî ne, ên tenê bi têkilîyên bazirganî, her weha bi çûn û hatinên sermaye û mirovan yên navnetewî jî, bi hev re girêdayî bûn. Heta destpêka nîvîyê sedsalê, ev çûn û hatin ji bicîhbûnên bi zordestî û bo rêk û pêkirina kolonîyan rê vekirin. Ev dema dagirkarîya erdan bê sekin, pêwist e bê zanîn wek dagirkerek kolonîyalîst yê ji hêla ewrûpîyên trans-osyanîk, yanî ewrûpîyên ji alîyê din yê Okyanûsê. Ev tişt reha xwe di nav temsîlkirina çand û hemnîjadîya kolektîf ya hemû civatên dagirker ya tevgera global û dagirker ya wê demê de dibîne.
Tevayî ku Amerîkayê bi îzolasyonîzma xwe dihat nasîn, Amerîka (DYA) di bilindbûn û pêşketinê de cîhekî gelek mezin di warê navnetewî de girt: Ew gelek caran ketin nava operasyonên bêyî ku kes wan dawet bike, li hember kolonîyên nû, gelek caran li kêleka hêzên leşkerî yên ewrûpî: Di navbeyna 1846ê û 1898ê de, Amerîkayê (DYA) 28 mudaxeleyên lêşkerî li Amerîka Latînî pêk anîn û 19 caran dîsa mudaxeleyî herêmên Asyaya Pasîsîfîk, herweha di nav xwe de jî li hember çermsoran li ser axa xwe, li parzemîna Amerîkayê ev tişt dimeşandin.

Şerê li hember Îspanyayê, di sala 1898ê de, dagirgehîya Kuba û Filipîn, wek rêvekirinek ji bo dagirkirinê tê hesabkirin, ji ber ku piştî sala 1945ê ev tişt gelek berfireh bû. Di nîvê sedsala 19ê de, dagirkerên amerîkî îşgal û berfirehkirina erdan ji xwe re wek bexşa Xwedê dihesibandin. (5) Ev tişt, ji bo mezinbûna xwe li parzemînên cîhanê şanî bidin û jê zêdetir vê li hemû cîhanê bela bikin û bi herkesî bidin zanîn. Ev fikirê dagirker, ji alî rojnamevanekî başûr, John O`Sullivan, ji bo ku karibin vegirtina Teksasê wek heqê xwe bidin nîşandan, ku paşê di salên 1845ê de bû dewletek koledar û her weha bikaribe şerê li hember Meksîkayê ya sala 1846ê biheq derxe, ev raman û stratejî ji wan re bû fersendek ku piştî şerê sivîl yê hundurî, di salên 1890ê de, karibin erdên nû di çarçeveya navneteweyî de dagirin.

Piştî ku Amerîkayê di warê manufaktorîyê de serdestî girt destê xwe, (% 23,5ê berhemdarîya cîhanê, ev tişt % 18 bû li Britanîya yê di salên 1900ê de) dest pê kirin dîroka cîhanê li gor hêza xwe ya nû, ji nû ve tercûme bikin û ev fikir ji alîyê hemû dagirkeran ve wek pêvajoyeke dirokî û berdewam û cîhgirtina împaratorên demê berê ji alî Amerîkayê dihat qebûlkirin .

Di wexta xwe de, hevalekî Theodore Roosvelt ku terafdarekî bê şert yê ekspansyonîzmê bû û serkevtina mezinbûna Amerîkayê ji wexta xwe zûtir beyan dikir, di sala 1900ê weha digot : "Tu sebeb tune ku Amerîka (DYA) rojekê bibe navendeke zengînîyê û bi hêza xwe ji Romayê, ji Konstantînoplê û ji Brîtanîyayê bi qûdrettir û mezintir nebe". (6)

Herdû şerên cîhanê, ku bi wan Amerîka (DYA) bi ser ket û zengîntir bû, ji alîkî ve vê fikra jorîn teyîd dike. Çend roj piştî şer, elîtên Brîtanya Mezin dest pê kirin fikra "Pax anglo-saxonica" parastin, yanî raste rast parvekirina "berpirsîyarîya" cîhanî bi Yekîtîya Amerîkayê re. Lê belê Amerîkî ku dest pê kiribûn bibûn navenda fînans, dirav û fabrîkeyên cîhana Rojava, ji nuha ve xewna "Pax Amerika"yê didîtin.

Di sala 1939ê de, enternasyonalîstê mezin Walter Lippman weha digot : "Di dema neslê me de, bûyerek herî girîng ya diroka însanîyetê pêk hat. Hêza herî mezin ku medenîyeta rojava temsîl û kontrol dike, ji Atlantîkayê derbasî alîyê din bû" "Roma di dema antikîyê de çi bû, Britanya Mezin di dema modern de çi bû, Amerîka jî, ji bo dinya siberojê ew e ". (7)

Sala 1940ê, berî ku Amerîka (DYA) têkeve şer, weşangerê amerîkî Henry Luce dîyar dikir ku "ku ev bûyer, ji bo Amerîkayê bûyereke sedsale ye". Her weha serokkomar Harry Truman di sala 1946ê de, eynî fikrê diparêze û dibêje ev bûyer, nîşân dide ku Amerîka bû berdewama împaratoran. "Ji dema Îrana Darîusê 1., Yûnana Îskenderê Mezin, ji Brîtanya Mezin ya Viktorîa, tu netewek an jî grûbek netewe, berpirsyarîya ku li ser milê me ye ne girtîye ser milê xwe". (8)

Piştî sala 1945ê, Amerîkayê (DYA), di navenda dunyayê û li zîrweya bilindbûnê de xwe dibîne: wan Ewrûpa qat qat derbas kirin, aborîya kapîtalîst ya cîhanê modernîze kirin û ji nû ve strukture kirin. Herweha sîstema yekîtî û hevalbendîyên navneteweyî û ewlekarîyê qewîn kirin û dezgeh ava kirin . Wek mînak NATO, ku îro jî tesîra xwe berdewam dike. Li gel ku cîhan bibû du beş, di navbeyna blokên sosyalîst û komunîst de jî, salên piştî şerê cîhanê, Amerîkayê dîsa bandora xwe domand û serdest derket. Ev her weha heta salên 1960ê û zêdetir jî dewam kir. Raymond Aron (sosyologê mezin) di vî warî de : "wan xwe mezinên dinyayê didîtin û ji vîya jî gelek haydar bûn". Tam tersê bawerîyên zû îfadekirî "ketin" a salên1970ê û 1980ê, piştî şerê sar, îro xwe dîsa di dema duwem ya mondîyalîzasîyonê de dibînin. Tenê bi serê xwe, wek "hêza super" di aborîyeke kapîtalîst ya global de, cîhe xwe digire.

Amerîka (DYA), "wek hêza super ya aborîya kapîtalîzma global", elîtên wê, ji nuha ve xewna "sedsaleke nû ya Amerîkayê" dibînin. Di sala 1998ê de, Zbigniew Brzezinskî beyan dikir ku: îro bi qaweta xwe li dinyayê tu cîh tuneye ku Amerîka li wir ne amade be û ew di vê warê de qaweta tenê ne. (9) Sê sal bi şûn de, di sala 2001ê de, Henry Kissinger weha digot : "tesîra Amerîka eynî wek împaratorên berê berjêr dibe." ev bawerî ji alî gelek kesan ve dihat parastin. (10) Di sala 2003ê de, profesor John Ikenberry, weha digot : "Ferqek bê sînor, mezin ket navbeyna qawetên mezin, ya Amerîka û hemû dewletên din, piştî salên 1990ê, Amerîka di diroka dunyayê de bû hêzeke wisa ku tu hêz hewqas mezin nebû ". Ji alîyê xwe ve, "Neo konservator weha difikirin ku ew seroketîya dewletekê normal nakin, lê ew li ser împaratoreke dinyayî ne". Vê dema serkevtinê zêde neajot. Di wir de du şer û krîzek aborî û finansê derbas bû. Barack Obama, dixwaze vê yekê ji nû ve îdare bike û "sedsaleke Amerîkayê" (11) li dar xe, berpirsyarên emperiyal xwe li ser vê ramanê dikin yek. Hemû bawer in ku ev sedsal dê bibe sedsaleke nû ya Amerîkayê.

Wek du dîrokzanên navdar yên împaratorîya Brîtanîk weha digotin: "berpirsîyarên împratorên mezin, nikarin bifikirin ku dema ku dawîya împaratorîya wan tê, pê re dawîya dinyayê nayê, nikarin bifikirin ku vê qawetê bi kesên din re parve bikin". Halbûkî pêvajoya îro, bê şik ber bi sîstemeke dinyayê ya piranîya qawetan û polîsentrîzmê ve diçe. Di van deh salên dawîn de, derketina holê ya welatên Asya û hinek welatên paş kolonyalîzmê û welatên wek Çînê rewşa sîyasî ya cîhanê guhertin, rolek din di sîyasetê de peyda kirin, ev rol jî, mirov dikare jê re bibêje "navenda nîv otonom ya kapîtalîst a cîhanê". Vê sîstemê hesab û şêweyên xebata sîyasî ya navnetewî dan guhertin. Ev navend, ji du sed salan û vir de, li Ewrûpa û Rojava bû, lê dest pê kirîye hêdî hêdî cîh diguhere. Dinya ji nuha pê ve dê bibe sîstemeke bi gelek navend. Amerîka (DYA), bê guman ji nuha pê ve jî dê wek welatekî bi qudretek gelek mezin berdewam be. Lê ji nuha de, di nav sîyeseta navnetewî de pêwîst e hesabên welatên din jî bike û haya wî ji rola wî ya ku biçûk dibe hebe, mecbûr e fêrî parvekirina qudret û şiyanê bibe.

Çavkanî: 

Philip S. Golub:
Profesorê Universîteya Amerîkî ya Parîsê (AUP), nivîskarê gotara "çîrokeke din a şiyana amerîkî" (Seuil, Paris, 2011), ku em beşek ji wan rûpelan  diweşînin.

  1. Karl Marx û Friedrich Engels, Manifeste du Parti Communiste (Manifestoya Partîya Komunîst), 1848
  2. Fernand Braudel, La Dynamique du capitalisme (Dînamîzma Kapîtalîzmê), Arthaud, Paris, 1985
  3. John Maynard Keynes, Les Conséquences économiques de la paix, (Encamên ekonomîk yên Aştîyê) Gallimard, Paris, 1919
  4. Eric J. Hobsbawm, Industry and Empire : From 1750 to Present Day, (Endustrî û împeratorî, ji 1750 heta Roja îro) Penguin Books, Londres, 2000
  5. Lire Reginald Horsman, Race and Manifest Destiny. The Origins of American Racial Anglo-Saxonism, (Eslê amerîki yê nijadî anglo-saksonîzm) Cambridge, Mass., Harvard University Press, 1999
  6. Brooks Adams, America Economic Supremacy, (Serdestîya Amerîkayê ya Ekonomîk) The Macmillan Company, New York, 1900, p. 51
  7. Walter Lippmann, "The American Destiny" (Qedera Amerîkayê), Life Magazine, New York, 1939
  8. Cité par Donald W. White, " History and American Internationalism. The Formulation from the Past After World War II ",(Dîrok û enternasyonalîzma amerîkî. Şekildayina piştî şerê cîhanê yê duwem) in Pacific Historical Review, vol. 58, nf0 ‹ 2, mai 1989
  9. Zbigniew Brzezinski, The Grand Chessboard. American Primacy and its Geostrategic Objectives,(Textê mezin yê setrencê. Pêştirîyetî yên Amerîkayê û armancên wî yên jeostratejîk) New York, Basic Books, 1998
  10. Henry Kissinger, Does America Need a Foreign Policy? (Gelo pêwîstîya amerîkayê bi siyaseta derve heye?) Simon & Schuster, New York, 2002
  11. Remarques du président Barack Obama devant une séance conjointe des deux chambres du Congrès le 24 février 2009. (Balkişandina Serok Barack Obama, li pêşberî rûnishtina herdu alîyan di Kongreya 24ê Sibata 2009ê de.)

Wergera ji fransî: Vehbi Aydin