Huner çi ye?
Platon, gava Bajarê Îdeal teswîr dike, dixwaze ku helbestkar tê de nebin, ji ber ku ji bo tehrîqkirina hestan behreyeke wan ya nebixêr heye, lê ne ji bo bihêzkirina mentiqê. Jean-Jacques Rousseau, teorîsyenê Contrat social [Peymana Civakî] ya berî şoreşê, di Lettre à d’Alembert sur les spectacles [Nameyek bo d’Alembert Derbarê Numayîşan de] ya xwe de piştgirîyê dide qedexekirina şanoyê li Cenevreyê û pêşniyaz dike ev hunera gendel nemîne ku "ruhên xayîn pîj dike". Di her du nimûneyan de, hewl ew e ku rola hunerê li gor bikêrîya wê ya siyasî an jî exlaqî bê dest nîşan kirin. Bê guman di cîhana îro de ev fikir dê gelek reaksîyoner û bê palpişt bêne dîtin: Kî dikare azadîya tekmîl a hunerê bixe jêr pirsiyaran, çawa dê were qebûlkirin ku krîterên derveyî krîterên hunerî nirxê berhemekê dest nîşan bikin? Nirxandin û hukimpêdana hunerê li ser bingehê peyama wê û qencîyên wê yên civakî, ne tenê dê bibe sebebê jêstandina azadîya wê ya bingehîn, belkî dê wê ji rih û binetarên wê ve xerab bike: Huner hesabê bi tenê dide xwe, wekî din tu hesabên wê yên danê nîne.
Di zahir de ev munaqeşe bi dawî hatiye, lê qet wisa nîne: ji bilî sansûra vir de û wê de ji bo gihiştina bi bawerîyan, gihiştina bi exlaqekî qenc û hwd., pirsiyarên li ser rola hunerê hene û bi awayekî kêmrengtir di wan daxwazan de xuya dibin ku arasteyî wan sazîyên "çandî" têne kirin ku heta duhî, piştgirîya li wan, ji ber rola wan a di bidestxistina azadî û demokrasîyê de meşrû dihate dîtin û îro bendewarî û rêya meşrûkirina wê piştgirîyê kartêkerîya wan a li ser "têkilîya civakî" ye, êdî tiştê em ji vê çemkê fam dikin her çi be. Helwêsta "elîtîst" an helwêsta "popûlîst"? Huner bo hunerê, an huner bo yê din? Tenê tercîhên mumkin di vir de ne. Lê belê ewqas ron û teqez nîne ka ev delîl û têgihiştina dualî ji mentiqekî qetî û bê reqîb tê, an berhemê avakirineke tarîxî û lêkdaneke îdeolojîk e.
Gengeşeya li dora berhemên Gustave Courbetê bû sebeb ku Emile Zolayê ciwan dijayetîyê li berhema (ku piştî mirina nivîskarî çap bûbû) Pierre-Joseph Proudhon bike, gelek alîyan dixe ber ronahîyê. Courbet ji Proudhon dixwaze ku jê re deqa kataloga pêşangeheke wî binivîse. (1) Di katalogê de pesnê Courbet hatiye dayîn û hunermend hatiye pîroz kirin ku huner aniye nav amê: bi gotinên Aragon zêde "realîst" û "materyalîst"e. Proudhon berê xwe dide pênaskirina huner û hunermendîya rastî. Bê tirs û bisteh e di gotinên xwe de. Gêzikekê dide ser dijîtîya di navbera realîzm û îdealîzmê de, lewre cextê lê dike ku mirov nikare rastîyê ji îdealê, objeyê ji nêrîna ku maneyê dideyê cuda bike. Ew pê de jî diçe ku hunermend "pêwîst e di avakirina cîhana sosyal de beşdarîyê bike", bi rêya pêşkêşkirina temsîleke îdealîst a xweza û mirovî, "bi armanca duristkirina mukemelîya fîzîkî, entelektuelî û exlaqî ya mirovatîyê, meşrûkirina wê ya ji wê bi xwe û axirî pesindan û berzkirina wê". (2) Bi pênavê sosyalîzma şoreşger, bi dilniyayî raya xwe dide ku têgihiştina huner-bo-hunerê ne tu tişt e. Pêwîst e bedewîya berhemê xeyala hunermendan xemil û xêzê li mirovî bike, û behre tu caran malê ferdan bi xwe nîne, belkî "berhemê aqilekî cîhanî û zanisteke giştî ya danheva hejmareke mezin a hosta û şarezayan e, ku herweha xwe dispêre hejmareke warên din ên afirandinê yên xwartir". (3) Hunermend jî, herçend xwedî wesfên cuda be, bi tu awayî ji karkerekî sertir nîne. Bê guman ev awayê bîrkirinê seyr û tûj e. Bersiva Zola qure ye, bi hêz e û bê guman pirtir nêzîkî seqaya roja me ye: "îdeala me bi xwe, evîn û hestên me ne" (4), ya girîng orîjînalî û derbirîna azad a ferdî ye, neku bikêrîya wan. Théophile Gautier ji mêj ve, di pêşekîya "Mademoiselle de Maupin" de diyar kiribû ku "di rastîyê de tu tişt bi qasî wî tiştî xweş nîne ku bi kêrî tu tiştî nayê –devera herî kêrhatî di malekê de qedemgeh e"... Dima dest nîşan bike ka orîjînalî di çi cîhetekê re dibe xisletekî hunerî. Di vê bareyê de cextê lê dike ku nabe nêrîn û nirxandina nîgarê bi mijara wê re bê bi sînor kirin. Lê, di wê heyama dawîya sedsala nozdehê de ku kapîtalîzmê şax vedidan û nirxên bûrjuwazîyê û tirsa cemaweran berbelav dibû, berî her tiştî ferdperwerîyê dide pêş. Lê belê, dixwast çi biçespîne gava beyan dikir ku ew, wek hunermend, hatiye ku "[ya] herî berz bijî"? Mafê rewnaq ê takîyê, ku beramber yeksanîperwerîyê dê meşrûiyetê bide hunerê, an bikêrîya nihênî ya krîstalîzasyona jiyanekê ku xemgînî û mezinîyan, hesas bidêre? Gelo ev neyartîyeke mutleq e, an jî, bîr û delîlên nivîserê wê her çi dibin bila bibin, berhem bi xwe nikare vê dijberîyê derbas bike? Lewre, her wekî Baudelaire digot, her estetîk di heman demê de exlaq û siyasetek e, cîhanbînî û hiyerarşîyeke nirxan e...
- Courbet Proudhon, l’art et le peuple [Courbet Proudhon, Huner û Gel], Sekoya, Besançon, 2010, 131 r., 24 euro
- Pierre-Joseph Proudhon, "Du principe de l’art et de sa destination sociale (Extraits)" ["Ji Rêbaza Hunerê û Hedefa Wê ya Civakî (Nivîsên Bijarte)"], di Pierre-Joseph Proudhon, Emile Zola, Controverse sur Courbet et sur l’utilité sociale de l’art [Pierre-Joseph Proudon, Emile Zola, Nîqaşa li ser Courbet û Feydeya Civakî ya Hunerê] de, Mille et une nuits, Parîs, 2011, 175 r., 3,50 euro
- Pierre-Joseph Proudhon, Qu’est-ce que la propriété? [Mulkiyet Çi ye?], Le Livre de Poche, Parîs, 2009, 448 r., 7, 50 euro
- Pierre-Joseph Proudhon, Emile Zola, berhema li jorê dest nîşankirî
Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn


