Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Hrant Dînk - Sohbetên me yên dawîn bi hev re

Hrant Dink

Herkes bi awayekî li ber windahiyên xwe dikeve. Çawa ku em bi awayekî li ber windahiya Hrant dikevin. Ez herî zêde li ber dikevim ku min xizmekî xwe, birayê xwe winda kiriye. Ez niha li ber dikevim ku dema Stenbol tê gotin, ji nêvî zêdetir tiştên dihatin bîra min ji holê rabûn. Ji bo mirov ji Stenbol`ê were Minneapolis’ê divê mirov saet li dora çarê sibê li balafirgehê be. Min jê re digot, “Hrant, amade be ji sibê re, ezê dîsa te bê xew bihêlim.” Em li mala wî heta sibê diman, ez li qoltixekî, ew li qoltixekî geh xilmaş dibûn geh li televîzyonê dinerîn, çi tiştên me nikarîbûya bi axivin hingî em li ser dipeyivîn.

Ewî min hînî masîgirtinê kir. Bi saetan li ser qayikê, geh di avê werdibûn geh jî me qerf diavêtin birayî wî Orhan an jî heval û hogirê wî yê girtîgehê Necdet, me roja xwe bi henekan derbas dikir ka kî zêdetir hosteyê masîgirtinê ye. Ya herî xweş, masiyên me digirtin êvarî me dibirin loqintê, me diqijiland û serê xwe hinekî xweş dikir. Bi Etyen (Mahçupyan) re evîna pêşbirka hespan û bi zorê dixwest min jî bixe nav vî karî de, hingî ew kêfeke cûda bû. Niha ezê van gişan bi kê re bikim? Ez ji valatiya ku windahîtiya wî di jiyana min de afirandiye û ji şoqa ketimê de nekarîm rizgar bibim. Gava ez ji merasîma cenazê wî vegeriyam, hinek rojan 24 saetan ji nav ciyan derneketim; hinek rojan ji 12 saetan zêdetir razam. Beriya mirina Hrant, carê destê sibê saet li dora 3`an radibûm û diçûm kar. Niha jî ez êdî nikarim rabim. Min dev ji gelek tiştan berda... Nexasim meha borî gava ku Orhan di telefonê de got ku wê Arat (kurê Hrant) here Belçîka`yê (bi cîh bibe), hingî ti tiştî nema tam dida min...

Dibêjin ku nivîsandin, rêyeke baş a rehetbûnê ye. Ez jî wiha bikim. Ez qiseyên me yên dawiyê binivîsim. Tiştên ku di dema dawî de di serê wî re derbas dibû û tiştên bi min re parve dikir binivîsînim. Belkû ez jî hinekî rehet bibim û qenebe bi vî awayî qismek tiştên wî dixwest bike, were zanîn.

Ezê behsa projeya me ya ku me dixwest li ser navê kovara AGOS`ê weşanxaneyekê ava bikin û hin rêze pirtûkan çap bikin, nekim. Ezê behsa wergerên me dane kirin ên ji pirtûkên bîranînan ên ermenî ku piraniya wan di salên 1930 û 1940`an de, derbarê 1915`an de hatiye nivîsandin, nekim. Ewî ji bo AGOS`ê beşeke zêde ya ji 4 rûpelan difikirî û di van 4 rûpelan de tenê dixwest li ser 1915`an û bûyerên li derdora vê salê re mijûl bibe. Lê ezê behsa vê jî nekim. Ewê ne bi nivîsên kûr, bi pirs û bersivên hêsan tijî bûba ev çar rûpel. Bi pirs û bersivên hêsan...

Ezê behs nekim ku dixwest ez berpirsyariya beşeke wiha bigirim ser xwe û min dixwest ez xwe jê bidim alî. Hingî min gotibû, “Wextê min tine Hrant, ez ne rojnamevan im, ez nikarim bikim” û ew jî wisa razî bibû. Lê min soz dabû ku ezê bersivan binivîsînim ji bo pirsên werin amadekirin. Min topê avêtibû ser wî û gotibû, “Pirsan tu amade bike û ezê jî bersivan binivîsînim”, û ez bi vî rengî jê xelas bibûm. Jiber zêdebûna karê wî ewî nekarî 100 pirsên di serê xwe de derbasî nivîsê bike. Na nexêr ezê behsa van nekim; ezê tenê ji were hinek qiseyên me di sala 2007`an de di 4 û 5`ê Çile’yê de kiribû ragihînim. Bi vî awayî belkû hûn Hrant hinekî din ji nêz ve nas bikin. Em li ser mijarên weke serîlêdana wî ya ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa’yê, parêznameya wê di dadgehê de bike; tehdît û gefên li dijî wî, tabloya reşbîn a derbarê ku wê sala 2007`an gelekî xirab derbas bibe, her wiha pêwîstiya derketina wî ya dervehî welat axivîbûn. Em li ser sê mijarên girîng axivîbûn. Em dikarin ji van re bêjin sê fikrên girîng, sê projeyên Hrant. Wateya Hrant a ji bo Tirkiye`yê, ji bo xelkên tirk û ermenî, di van projeyên wî de veşartiye. Bi mirina wî re piraniya van projeyan ketin paşerojeke ne diyar. Ev nivîs, wê hinekî ji me re qala wateya Hrant ji bo me çibû û bi mirina wî me çi winda kir, bike.

Konferansa diyasporayê

Mijara vê konferansê, wê polîtîkayên rêxistinên ermenî yên li diyasporayê yên derbarê Tirkiye`yê de baya. Digot “Divê ji sedî sed em hesab ji hevûdin bixwazin.” Ew ji siyaseta ku rêxistinên diyasporayê derbarê Tirkiye`yê de dişopandin, gelekî nerazî bû. Min jê re digot “Hrant, hebûneke giştî ya bi navê diyasporayê tine. Lewma ne rast e ku tu vê peyvê bi yekalî ve bikartîne, tu şaş dikî”, ewî jî digot “ez dizanim.” “Tu fam dikî ez dixwazim bêjim çi. Gava ez dibêjim `diyaspora` ez qesta zîhniyetekê, qesta ferasetekê dikim. Zîhniyeteke ku bi giranî li cem Taşnak`an heye û zîhniyeteke ku tu jî nikarî înkar bikî desthilatdar e. Ev zîhniyet gelekî şaş e û di çareseriya pirsgirêkê de ti feda wê tine, heta ez îdîa edikim ku bûye weke bingeheke pirsgirêkê.”

Xala bingehîn ku ew jê pê nexweş bû, çima rêxistinên li diyasporayê li hemberî bûyerên li Tirkiye`yê rû didin bê eleqedar û sersarin. Ew Tirkiye û mirovên vî welatî weke yekpare, weke bloqekê didîtin. Bi çavekî “neyarên li dijî me” li Tirkiye`yê û li mirovên wê dihate nêrtin. Ewî digot “Taner, ev mesele li vê derê, li Tirkiye`yê wê were çareserkirin; ew vê yekê nabînin; vê meselê nikarin li ti deverên din çareser bikin. Bi pişt-spartina Amerîkiyan, Fransiyan, bi alîkariya wan nikarin ti tiştî bikin. Wê mesele li Tirkiye`yê biqede.” Ew gelekî hêrs dibû ku rêxistinên diyasporayê, li hemberî pevçûna demokrasiyê ya li Tirkiye`yê bê xem nêzîk dibin û pişta xwe gelekî bi aliyê sêyemîn ve girê didan. “Rewşeke gelekî bê rûmet e ku mirov bixwaze pirsgirêkên mirov ji aliyê hukumeta Amerîkî an jî ji aliyê dewletên Ewrûpî ve were çareserkirin. Ne nêrîneke tekûz e ku mirov ew çend pişta xwe bide hineke din.”

Hrant, tim û dayîm heman gotinan ji min re dûbare dikir: “Divê ez qala vê yekê ji wan re bikim. Divê bibînin ku afirandineke Tirkiye`yeke demokratîk xala çareseriya bingehîn a pirsgirêkê ye. Divê ew bi têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiye`yê re polîtîkayên ahengdar pêş bixînin. Divê ew bibînin ku Tirkiye`yeke ne demokratîk, rêz û rûmetê ji kêmeneteweyên xwe re nagire, dibe ku bi saya zexta derve neçar bimîne stûyê xwe deyne û lêborîneke hêsan ji bo rabirdûyê bide. Gelo tenê ev e xwesteka wan? Tirkiye`yeke ne demokratîk, rêz û rûmetê ji mafê mirovan re nagire, azadiya raman nas nake, Tirkiye`yeke wiha ji bo rabirdûyê lêborînekê bixwaze yan jî bêje `belê ev jenosîd e`, hingî wê çi bigûhere? Ev e tişta dixwazin?”

Hrant bendewariyên xwe yên ji rêxistinên diyasporayê jî bi eşkereyî digot: “Divê ew dev ji xeteke wiha hêsan a dijbertiya Tirkiye`yê berdin. Divê dev ji nêrîna xwe ya Tirkiye`yê weke bloqekê dibînin berdin. Divê dev ji wê zîhniyeta ku dibêje `her tişta zerarê dide Tirkiye û tirkan di fêda me de ye` berdin.” Gava min jê re digot, “Hrant, ger konferanseke wiha çêbibe jî, ewê werin biaxivin û biçin, bawer nakim ku siyaseta xwe bigûherînin”, digot, “na nexêr, divê ew fam bikin, divê ez ji wan re bidim famkirin. Di navbêra me de hesapxwestin û hesapstendineke cidî şert e. Ew ne di ferqa girîngiya têkoşîna li Tirkiye`yê de ne. Şert e ku mirov bi ermeniyên diyasporayê re pir eşkere biaxive û şert e mirov hesab ji hev bixwaze.”

Hrant ew çend jixwe bawer û zexm diaxîvî ku... Ew wisa bawer dikim ku yek ji taybetmendiyên wî yên girîng ên divê were zanîn ev bû. Gelekî lê gelekî baweriya wî bi wî hebû. Ewî bawer dikir ku xwedî kapasîte û behremendiya gûherandinê ye. Tiştên ku dikir, weke garantiya tiştên dikariya bike didît. Kî dizane belkû jî di vê mijarê de ne neheq bû.

Hrant, di cûreyekî ku dixwaze de hewil da konferanseke Ermeniyên diyasporayê were lidardixstin. Ewî bi hin ji parlementerên Parlemena Ewrûpa’yê re axivîbû û ji wan xwestibû malovaniyê ji konferanseke wiha re bikin. Di axavtina me ya dawî de ji min re careke din got ku konferanseke wiha ji bo wî gelekî girînge û diyar kir ku ew di mijara amadekariyên teknîkî de gelekî pêş ve çûne. Bi mirina wî re ev hewildana konferansê jî di nêvî de ma. Dibe ku careke din wê qet nebe. Jiber ji bilî wî kesek din tine ku bi dengekî bilind bîne ziman ku divê rêxistinên diyasporayê polîtîkayên xwe yên derbarê Tirkiye`yê de di ber çavan re derbas bikin.

Eger mirov bipirse, wateya Hrant û têkoşîna wî ji bo me çiye, hingî bersiva herî baş a mirov bide, ew nîqaşa ku ew difikirî mirov ji nû ve bide destpêkirin. Ezê pêşniyaz bikim ku rêxistinên cîhêreng ên aktîf ên li diyasporayê vê pêşniyaza wî cidî bigirin. Di encamê de Hrant kaniyeke bi xûm xûm diherîkî û şaxekî ji xakên Tirkiye`yê dirêj dibû ku dixwest xelkên tirk û ermenî bîne cem hev. Şaxê me qût kirin, kaniya me çikandin. Ji bo rêzgirtina bîranîna wî baştir be konferanseke wiha were lidarxistin. Dikare di mijara polîtîkayên derbarê Tirkiye`yê de nîqaşên cidî were pêşxistin. Dane-jînkirina bîranînê belkû jî tişteke wiha be: mirov ala ketiye erdê ji cîhê mayî berdewam bike!

Hewildana normalkirina têkîliyên ermenî û tirkan

Dibe ku gelek ji me sosret bibîne lê Hrant, bawer dikir ku di aloziya tirk û ermeniyan de, bûyerên 1915`an, ne pirsgirêkeke esasî û bingehîn e. Bila şaş neyê famkirin, ewî ne digot ku mijara nijadkujiyê ne pirsgirêke. Ewî bawer dikir, aloziya ku niha di navbêra tirk û ermaniyan de heye, ne ku jiber alî bi awayekî cûda li bûyerên 1915`an dinêrin, di radeyeke bilind de ji awayê jihev-famkirin û jihev-têgîhiştina aliyan çavkanî digire. Nîqaşa wî, ne nîqaşa mirîşk û hêkê bû. Bê guman, ewî didît ku têgihiştîna roja îro, li ser hinek hîmê dîrokî disekine û vê yekê jî bilêv dikir. Lê li gora wî efsûna ku wê girêka Gordiyanê veke, ne di dîrokê de, lê di têkîliyên roja îro de veşartiye. Li gora wî, li her dû aliyan jî derdorên naxwazin bi hevûdin re têkîliyê deynin, dijmanatiyê bi hevûdin re bikin û derdorên ku li serê vê yekê xwe bi xwedî dikin hene. Ev derdorana li ser civakên xwe zextên cidî yên psîkolojîk çêdikin. Li gorî wî ev derdorana, bi qestî dîrokê jî di vê çarçoveyê de bikartînin û li dîrokê weke navgîneke ku neyartiya heyî xûrtir bike nêzîk dibin. Bi taybetî digot ku li Tirkiye`yê hin derdorên siyasî, heta dawî bi qestî polîtîkaya antî-ermeniyan dişopînin û bawer dikir ku çareseriya bingehîn di gûherandina van polîtîkayên heyî re derbas dibe. Ango mifte di roja me ya îro de ye, ne di dîrokê de.

Ji bo Hrant pirsgirêka navendî girtina sînor bû. Wî bawer dikir ku diviyabû hemû hewildan û giranî ji bo vekirina sînor were dayîn. Ew difikirî ku eger di navbêra Tirkiye û Ermenîstan`ê de têkîliyên normal ava bibe, hingî pirsgirêkên çavkaniya xwe ji dîrokê distîne jî di radeyeke mezin de çareser bibe, herî kêm wê alîkariyê bide afirandina şert û mercên çareseriyê.

“Her du xelk jî baş dizanin di dîrokê de çi bûye. Eger sînor vebe û mirov bikevin nav têkîliyên normal de, karibin hevdû nas bikin, hingî wê karibin li ser dîrokê jî bipeyivin. Pirsgirêka bingehîn derdorên polîtik in ku naxwazin her dû xelk raste-rast bikeve nav têkîliyê de. Ev derdorên polîtîk, jiber ku têkîliyê naxwazin dîrokê bikartînin. Naxwe teza ku dibêje dîrok dibe astengê têkîliyên roja îro, ne raste. Nêzîkatiyeke ku têkîliyên îro esas bigire şerte, ne ku nêzîkatiyeke dîrokê esas bigire. Tişta divê were kirin ewe ku însiyatîfeke sîvîl a ku dixwaze têkîliyên bi Ermenîstan`ê re were normalkirin, dest bi kar bike.”

Bi taybetî di mehên havînê yên 2006`an de em li ser vê mijarê gelekî dirêj axivîbûn. Di wan mehan de pêşniyazeke Tayyîp Erdogan a weke “em komîsyona dîroknasan saz bikin” hebû, dibe ku ev pêşniyaza wî tenê şeklîbe jî, lê ez di wê nêrînê de bûm ku diviyabû ev pêşniyaza wî derbasî pratîkê bûba [ hîn jî di wê nêrînê de me]. Me bi Hrant re ji bo avakirina komîsyoneke wiha nîqaş dikir ka weke civaka sîvîl em hewildanên weke çi dikarin bikin. Min jê re digot, eger ji jêr ve zexteke wiha çêbibe, ev yekê bi kêr were. Lê Hrant li pêşniyazên min ên ji bo piştgirîdayîna fikra komîsyona dîroknasan û ji bo pêkanîna vê yekê çêkirina hewildanên sîvîl, germ nenerî. Di vê mijarê de serî wî gelekî vekirî bû, digot: “Hûn ez dizanim ku xebata we ya akademîsyenan a derbarê dîrokê de, girînge lê belê ez bawer nakim ku komîsyoneke dîrokê karibe pirsgirêkê çareser bike.” Ew difikirî, xebateke li ser dîrokê kûrbûyî, xebateke dixwaze di dîrokê de çi bûye derxîne holê, ewê zêde nikaribe gûhertinên mezin çêke. Ji ber vê çendê li dijî pêşniyaza Komîsyona Dîrokzanan derdiket. Digot: “Pêwîstiya heyî ne eve.” Bi karê komîsyona dîroknasan re mijûlbûn jê re weke windahiyê dihat. Di vê mijarê de ew gelekî zelal bû: “Pêwîstî ewe ku însiyatîfeke sîvîl were damezirandin ku li Tirkiye`yê karibe rojane raste rast dest bavêje siyasetê, sererastkirina têkîliyên tirk û ermeniyan ji xwe re bike hîm û navendek, divê em tiştekî wiha biafirînin.”

Di dirêjahiya mehên payîz û havîna 2006`an de me hin rêze-hevdîtin çêkiribûn. Bi gelek mirovan re yek bi yek, kom bi kom em dihatin cem hev, me ev hevdîtin ji hevûdin re radigihand, li ser ramanên derdiket holê me danûstendin çêdikir. Di destpêka meha çile`yê de me careke din dest bi nîqaşa vê mijarê kir. Daxwaza wî ew bû ku bi tevlîbûna raste rast yan jî îndîrekt a nûnerên saziyên civaka sîvîl a Tirkiye`yê însiyatîfek were destpêkirin. Daxwaza herî mezin a Hrant ew bû ku rêxistinên civaka sîvîl a tirk û ermeniyan were cem hev û însiyatîfeke polîtîk ku ji xwe re başkirin û normalkirina têkîliyên navbêra herdû welatan dike navend bidana destpêkirin.

Li gorî wî diviyabû di navbêra her dû civakan de destpêkê de zimanê axavtinê bihata sazkirin, axavtin bihate normalkirin. Wî digot ku divê deriyên diyalogê werin vekirin û li dijî siyaset û siyasetmedarên dixwazin qanalên diyalogê bigirin da ku xelk bi çavê dujminan li hevûdin binêrin, helwest were danîn. Dîrok incex, di nav “zimanekî normal û têkîliyên normal de” dikare bi hêsanî çareser bibe. Karê destpêkê were kirin ewe ku dawî li desthilatdariya mantiqê ku dîrokê dike pirsgirêk û vê yekê bi qestî bikartîne, were dayîn. Daxwaz û azweriya Hrant a hewildaneke sîvîl ji bo normakirina têkîliyên roja îro û vekirina sînor, di nêvcî de ma. Em di destpêka meha çile ya 2007`an de vê mijarê cardin axivîbûn. Ji destpêka havîna 2006`an û vir ve, hewildanên wî yên domandibû encam nedabû. Ew li dîwarekî gûhnedar, bêxem û bê deng qelibû. Me herdûyan li hember hev ji bê xemiya rewşenbîr û saziyên civaka sîvîl ên li Tirkiye`yê yên derbarê mijarê de, gazinc dikir. Gûhnedariya rewşenbîran a derbarê mijarê de, pirsgirêka bingehîn bû ku Hrant aciz dikir. Her ku min digot: “em tenê ne Hrant, tenê ne”, serê xwe dihejand. Ew di nav qelebalixiyê de tenê bû. Gelek kesên hes jê dikir hebûn, wî weke “mirovekî delal ku dixwaze tiştên baş bike” didîtin lê belê gava digot “heydê”, wî li cem xwe kes zêde nedidît ku bikeve nav liv û tevgerê de.

Pirseke ku gelek kes di bersivdîtina wê de zoriyê dikşînin heye: Çawa dibe ku girseyeke girsegir ku ew çend nedihate payîn, tevlî merasîma cenazeyê Hrant bibûn. Yek ji bersiva vê pirsê di hevokên min ên jor de cîh digire. Li Tirkiye`yê dîwarê bê xemiyê yê li ser rewşenbîran desthilate û hestê tenêtiyê ya Hrant, qelebalixiya cenazeyê eşkere dikir. Li gorî min, xelk ji bo lêborînê kolanan tijî kirin. Wan dizanîbû ku wan vî mirovê delal ê her roj di televîzyonan de didîtin, di rojnameyan de nivîsên wî dixwendin tenê û bê parastin hiştibûn. Bi diltezîn û janeke kûr û bi stûxwariya tenê hiştina wî, bi hestê xwe-rexnekirinê me kolanan tijî kiribû. Eger emê behsa ji bo me wateya Hrant Dink, behsa mîrasa wî bikin, ez hingî dibêjim ku em ji bo afirandina însiyatîfeke sîvîl a ku wî dixwest bixebitin. Însiyatîfek bi navê wî, Însiyatîfa Hrant Dînk. Erkê yekemîn ê însiyatîfa Hrant Dînk jî ewê normakirina têkîliyên navbêra Tirkiye û Ermenîstan`ê be. Ez dixwazim ji vir bang li rêxistinên civaka sîvîl ên li diyasporayê, ên li Ermenîstan`ê, ên li Tirkiye`yê, rewşenbîrên li ser rayagiştî bi bandorin bikim. Ji kerema xwe re, pêşniyaza Hrant cidî bigirin. Ji bo însiyatîfeke wiha em dest bi hewildanan bikin.

Ji ber 301`an darizandina wî û fikrên wî yên derbarê parêznameyê

Derheqê Hrant de ji bo peyva `nijadkujî` bikaranîbû, doz hatibû vekirin. Wê rûniştina yekemîn a dozê di meha adarê de bihata kirin. Girîng e ku mirov bizane Hrant di vê dozê de dixwest parêznameyeke çawa bike. Ji ber ku gelek kesan îdîa kirin ku Hrant di bikaranîna peyva `nijadkûjiyê` de pirsgirêka wî hebûye, vê peyvê bikarneaniye, heta ji ermeniyên diyasporayê xwestiye vê peyvê bikarneyînin. Evana giş, pêşbiryar û ramanên ne rast û neheqin.

Wer xûya dike ku ez pêşî helwestê Hrant ê ji bo bikaranîn an jî bikarneanîna peyva `nijadkûjî`yê ji nû ve bi bîr bînim. Raste, Hrant, di nivîsên xwe de û di axavtinên xwe de peyva nijadkûjiyê bikarnetanî, çêtir didît bikar neyîne. Bi taybetî wî çêtir didît ku li Tirkiye`yê ji nîqaşên `1915`an de nijadkûjî bû yan jî na` dûr bisekine. Nêvî bi tinazî û henekî digot, “Ez serhatiyên gelê xwe dizanim, hûn çi dibêjin bêjin.” Her wiha wî digot: “Ez naxwazim peyvê yan jî peyvan nîqaş bikim, ez dixwazim aliyê însanî ya pirsgirêkê derxim pêş.” Fikra wî bi cewherî wiha bû: “Li ser van xakan neteweyek dijiya û niha tine. Ew netewe ji kokên xwe hatin qetandin weke darek ji koka xwe were qetandin. Dawî li jiyana wan a li van deran hate dayîn. Ji holêrakirina jiyanekê, drama mirovekî ez nikarim di peyvekê de bi cîh bikim, pêşî vê yekê fam bikin. Ez wisa difikirim ku ti peyveke hûn bibînin wê têra ravekirina vê drama mirovî neke.”

Ez ji sohbetên me yên taybet dizanim. Ji ber ku peyva nijadkûjiyê mirovan sor dikir, ji ber ku bi kêrî çareseriya pirsgirêkê nedihat, ewî çêtir didît ji vê peyvê dûr bisekine. Jixwe wî di gotareke xwe de jî vê yekê bilêv kir; “Ez di rastiyê de dibêjim ku navê tişta qewimiye ne ewqas girînge, a zêdetir girîng tişta qewimiye bi xwe ye. Ti derdê min tine ku hûn ji vê re bêjin `nijadkûjî`! Ya rastîn sepandinên bi vî rengî di civaka tirk de gelekî xeletin. Ev civak divê têbigîje, nîqaş bike û hîn bibe.”1

Çawa ku li Tirkiye`yê jibo danasandina bûyerên 1915`an tevî kesî nedibû, fetwa nedida kesî, heman helwest li diyasporayê jî nîşan dida. Wî ti carî ji diyasporayê nexwest ku dev ji bikaranîna peyva nijadkûjiyê berdin. Ya rastîn di vê mijarê de helwesteke me ya hevbeş hebû bi wî re, ew jî ew bû ku herkes bila têgeha dixwaze bikar bîne, kes ji bo bikaranîna têgehan tevî ti kesî nebe. Ji bo Hrant, moral û helwest, ji têgehan girîngtir bû.

Di hevpeyvîneke xwe ya dabû ajansa Reuters`ê, jiber ku rojnamevan bi pirseke weke “nijadkûjiya yan na” gelekî tengijand, Hrant jî gotibû, “erê, nijadkûjî ye.” Lewra derheqê wî de doz hate vekirin. Di doza hate vekirin de wê parastineke çawa bikira? Di 4 û 5`ê Çileyê de wî çend carî bi xwe mijar vekir, di mijara parastina xwe de axivî. “Ez dixwazim dozê vegûhezînim kursiyeke dîrokî. Taner, ji kerema xwe re amade bibe û em bi hev re xwe amade bikin. Tişta ez difikirim ev e: ezê bêjim belê nijadkûjî ye û ezê xal bi xal rêz bikim û parastina xwe bikim. Nijadkûjî ye jiber ku, nijadkûjî ye jiber ku...ezê parastineke wiha bikim ku ewê bi xwe jî bibînin ku ew di rastiyê de dîrokê li vir dadgeh dikin.”

Eger nehata kuştin wê bigota “Belê, bûyerên di 1915`an de nijadkûjiyek bû û bilêvkirina vê yekê jî nabe tewan û suç.” Wî ev parastina xwe nekarî bike. Kesên nikarîn Hrant dadgeh bikin, Arat Dînk û Sarkî Seropyan dadgeh kirin û ji ber bikaranîna peyva nijadkûjiyê wan mehkûm kirin. Arat Dînk û Sarkis Seropyan û parêzvanên wan didin zanîn ku cezayê hatiye dayîn di rastiyê de ji Hrant re hate dayîn û ew bawer dikin ku ji bo bîranîna Hrant, parastina wî dixwest bike, şert e were kirin. “Belê bûyerên di 1915`an de hatin kirin nijadkûjî û jenosîdek bû; derdekî we heye?”

Çavkanî: 

1. Hevpeyvîna wî ya di 2 Cotmeh 2006’an de di rojnameya Akşam`ê de kir: www .aksam.com.tr/haber.asp?a=65239,12