Hizrên nû li ser koçberîyê
Pirsa koçberîyê" yek ji mijarên bingehî ya rojeva hemû civînên navneteweyî ye ku van heyamên dawî têne rêkxistin. Rehendên wê yên serekî ku têne behskirin: wergirtina koçê, koçberîya asayî, koçberîya bi dizî, pena xwastin û penaberî. Gelek caran, kesên ku di asteke bilind de berpirsên "birêvebirina" van diyardeyan in, bes xwedanê boçûneke bilez û siyasî ne, tew carinan bes yeke siyasetmedaran e. Digel vê, xebatên kûr û berfireh qet kêm nabin ji meydanê, ku aloziya diyardeyan, meyla wan a berdewamkirinê, û herwiha rûyê wan ê gerdûnî nîşan didin bi rengekî cuda ji şiklên serbixwe ku tê heye li dem û heyamên cuda û li cihên cuda bêne dîtin.
Gilda Simon (1), ku tehlîlên wî hem li Bakur û hem jî li Başûr di asteke bilind de têne nirxandin, bala xwe dide vekolîna binecihbûna diyardeya koçberîyê wek hêmanekê di proseya cîhanîbûnê de. Ji pêwendiya meydanên deverî û gloabal, an jî ji pêwendiya prêzeyên tak bêtir, hewl dide babetên kêmtir destxweş vekole, "bo numûne wek mekanîzmayên girêdayî nirxên rastî û nirxên xeyalî". Lê herçend hereketa komên xelkî "kêşeya tertîba koçberîya di rista cîhanî de" dixuliqîne, lêkolînên hûrtir û bêtir binecih di zeman û mekanî de dikarin hem têgihiştina cîhana îro hêsantir bikin û hem jî hindek fikrên wergirtî yên baw û belave daşikînin.
Philippe Rygielê (2) dîroknas dide dû vekolîna gaveke gelek muhîm a dîroka Ewropayê: dîroka koçên ku ji nîvê sedsala 19ê heta nîvê sedsala 20ê li Amerîkaya bakurî û li Ewropayê, bi taybetî li Ewropaya bakur-rojavayî. Nivîskar, piştî berpêşkirina kurteyeke edebiyata li ser mijarê ya bi zimanê îngilîzî, mentiq û hêmanên koçberî û koçwergirtinê di nava çarçoveya cîhana rojavayî de (ku ew jê re dibêje "koçberîya spî") li dora "du veguherînên bingehî yên serdema hevçerx, anku endûstriyelîzasyon û avabûna netewe-dewletan" bi cih dike, "ne tenê ji ber ku diyardeyên koçberîyê berhemê van du guherînên hevçerx in, belku herwiha ji ber ku hêmanên wê yên avaker in jî".
Herçend ev du pêvajo bi awayekî hem temamker û hem nakok karîger bûbin di hereketên geriyan û cîguhastina serbest a kom û birrên xelkan de, îro rewş nema wisa ye. Îro netewe-dewlet bi aşkerayî "amraz"ê bingehî ye ji bo rêkxistin û diyarkirina reng û qaîdeyên koçberîyê û, her ji ber vê yekê jî, diyarker û biryarder e ji bo azadiya cîguhastina kesan û ya komên xelkan.
Ev e xala ku antropolog Michel Agier (3) bi rengekî qet’î dixe bîra me. Lewre nivîskar ji me re dibêje ku bi taybetî li Rojavayê, yasa, asteng, dîwar û kamp rê li ber bi sedan hezar kesan digirin da ku nekevine nav meydaneke eminî û ewleyiyê de. Herwisa nivîskar dest nîşan dike ku dîsa li "van deverên ‘heterotopîk’ e ku ‘nexwastiyê cîhanê’ li rex têgihiştineke nû ya ‘biyanî’yî diyar dibe û şikl digire".
- Gildas Simon, La planète migratoire dans la mondialisation, Armand Colin, Paris, 2008
- Philippe Rygiel, Le Temps des migrations blanches, éditions Publibook, Paris, 2010, 155 rûpel, 23 euro
- Michel Agier, Le Couloir des exilés, éditions du croquant, Bellecombe-en-Bauges, 2011, 117 rûpel, 13 euro
Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn

