Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Hişyarîya bi xwe, di navbera nasnameya niştimanî û neteweyî de

Navendîbûna nebeşdarîyê, asoyeke giştîyane

Di bin sîwaneke siyasî a berfireh de, ku wan velû dike, dijîn. Sîwan, weke gumanekê, xwe li ser hebûna wan a dîrokî vedigire. Di gumana hebûna xwe de, kurdên Sûrîyê dixwestin ku xwe li qada siyasî û qanûnî peyda bikin. Dergeh girtî bûn. Hişyarîya xweyînî, ya "bi xwe", di hokar, merc û pêvajoya afirandinê de pirsgirêkane bû.

Ji damezirandina dewleta Sûrîyê ta roja îro xweyîna kurdên Sûrîyê ya rewa û zagonî pêk nehatîye an wan nedikarîbû pêk bînin. Tarîtîyeke mezin li ser wan hatibû vegirtin an nikarîbûn şanên hebûna xwe diyar bikin. Çavên wan li alîyên din ên sînoran diman. Bi qasî ku sînor li ba wan dibûn nêrgizên hêvîyan, ji bo hêz û navendîkirina qad û asoyê karê wan re jî dibûn herifandinek berdewan. Nasnamene firehalî û heya radeyeke mezin li dij hev û pirsgirêkane ew dorpêç dikirin. Bi qasî ku ew nasname gerekîya xwe ya dîrokî-komelayetî di nîr û hoyên hebûna wan de didîtin, ew qas jî qelsî û kêmbandorî davêtin nav liv û tevgera wan. Nasnameya xwe bi sînoran re dihûnandin û sînor, di bendewarîyên wan de, dibûn spîdeya hilatina dîrokeke nû.

Gava ku kurdên Sûrîyê nikarîbûn xwe bi xwe bibînin, xwe di birayên xwe yên li alîyên din ên sînoran de didîtin. Gava ku wan nikarîbû hebûna xwe ya siyasî di cografyeke siyasî a nû tête damezrandin de, bi dest xin, bi awayine dastanî hebûna xwe ya neteweyî parastin û heya radeyeke mezin hebûna xwe ya xwezayî di herêmên xwe de berdewam kirin.

Komelgeha navxweyî û nasnameya neteweyî

Desthilatdarîya komelgeha navxweyî li Rojhelata Navîn, bi gelemperî li ser bingeh û binyadên ol, êl û malbatê û li gor pêdivîyên wan tê ava kirin. Dema ku dewlet bi sazî û dezgehên xwe ve tunebe an kêm hebûn û bandor be, rola serekî di komelgehê de dibe a komelgeha navxweyî. Ev yek dibe sedem ku bîr û boçûn li gor vê pêkhatina civakî-siyasî ya serdest werin bi sînor kirin an – bi awayekî ji awayan- rengvedana vê pêkhatinê bin.

Herêmên kurdan li Sûrîyê, berî herifîna Împeratorîya Osmanî, bi herêmên kurdên bakur ve girêdayî bûn. Ji ber hemû herêmên kurdan li Sûrîyê dirêjahîya heremên bakur in û em dikarin koçberî û cihguhertina kurdan ji navçeyekê bo yeke din tê bigihêjin û em dikarin bandora mezin û dîrokî ya ku serkirde û ronakbîrên bakur (1) li kurdên başûr kirine, şirove bikin. Berî ku sînorên avakirî di nav herêmên kurdan de, akamdar bibin, civaka kurd li Sûrîyê, bi hemû nirx û bingehên xwe ve wêneyek ji komelgehên beşên din ên Kurdistanê bû.

Komelgeha kurd, heya destpêka sedsala 20ê di bin bandora hizir û ramanên ol û êlperestîyê de bû û dam û dezgehên navxweyî ji yên hikûmeta navendî desthilatdartir bûn, tevî ku -gelek caran- ew dibûn destê navxweyî yê desthilatdarîya hikûmeta navendî.

Di dawîya sedsala nozdehê û destpêka sedsala bîstê de, hîn jî jîyana civakî li piranîya navçeyên kurdî li Sûrîyê -ya ku dûv re wek welat û dewlet hate damezirandin- xwedî taybetmendîyên komelgeha koçerîyê bûn. Tevî ku hin navçeyan jîyana koçerîyê ji mêj ve derbas kiribûn jî, lê bandor û akama wan li ser komelgehê kêm bûn.
Ji vir mirov dikare hin nîşanan li ser bingeh û xweristîya nasnameya neteweyî ya wê qonaxê bide; rast e di hicrik (2) û mêvanxaneyan de, kurdbûn wekî hest û hiş dihate gotin û pêkoline lerzdar jî bo bikaranîna zimanê kurdî dihatin kirin, wek yek ji stûn û rahêjerên hestê netewebûnê, lê rola bingehîn di hicrikan de ya nasnameya olperestî û di mêvanxaneyan de jî ya êlperestîyê bû.

Di dawîya Şerê cihanê yê yekemîn de û piştî şikestin û têkçûna serhildan û şoreşên bakûr li dijî dewleta tirkî, ya ku şûna Împaratorîya Osmanî hatibû avakirin, jimareke mezin ji ronakbîr, sîyastmedar û pêşawerên kurd ber bi alî Sûrîyê ve çûn. Ji xwe beşekî mezin yê herêmên kurdî, bi destê Fransayê, li gor peymana Sykes–Picot (1916) tevî nav dewleta Sûrîyê - ya nû çêbûyî - bûbûn. Wan kesayetîyên xwedî serpêhatî û ezmûn, karîn roleke mezin di avakirina nasnameya neteweyî di nav kurdên Sûrîyê de bilîzin. Rola wan li nav kurdên Sûrîyê bû sedem û bingehê serekî yê avakirina sazî, rêxistin û dezgehan (3). Ew komên rewşenbîrî û siyasî yên ku hatin avakirin, di civata kurdan de sînorên dam û dezgehên klasîk derbas kirin û hişyarîya neteweyî berfirehtir bû. Li vir nasnameya neteweyî hin rol ji nasnameyên din stand û mirov dikare -heya asteke destnîşankirî- bibêje nasnameya neteweyî bû nasnameya serekî.

Li alîyekî din ew sazî û rêxstinên neteweyî li ser asta destnîşankirina bazina navendî ji bo têkoşîna neteweyî hatibûn avakirin û bazina navendî ew bû ku hemû hêz, xebat û çalakî li dijî dijminê serekî werin terxan kirin û dewleta Tirkîyê wek dijminê serekî hatibû destnîşan kirin.Ev yek di daxwazên Xoybûnê (4) de bi zelalî hatibû eşkerekirin. Di wê demê de Xoybûnê xwestibû ku tu karê dijminayetî ne li dijî Îranê û ne li dijî Sûrîye û Îraqê werin kirin. (5)

Mirov dikare mebesta Xoybûnê weha şirove bike:

1.Fransaya ku çarenivîsa gelên Sûrîyê di destê wê de bû tu rêbaz û siyasetên awarte li dijî kurdan neajot. Kurdan dikarîbûn sazî û rêxistinên xwe bi serbestî ava bikin. Ango berjewendîya neteweyî pêwîst dikir ku li Sûrîyê di paşeroj (musteqbel) a nêzîk de tu çalakî li hember Fransayê neyên kirin. Di belgeya damezrandina Xoybûnê de ji kurdan hatibû xwestin; ku tu mafên dîtir ji dewletên Sûrîye û Iraqê nexwazin (6) Lê berevajî vê yekê kurdan roleke mezin di çalakîyên li dijî Fransayê li Sûrîyê lîstin (7).

Di sala 1919ê de bi destên kurdan yekemîn gulleya yekemîn serhildanê hemberî Fransayê li Sûrîyê hate teqandin (8).

Di heman salê de şoreşa Îbrahîm Henano (9) yê kurd, wek mezintrîn Şoreş li bakurê Sûrîyê li dar dikeve. Û jimareke mezin ji çalakvan û şervanan kurd bûn.

Di sala 1920an de şerê Meyselûnê bi serdarîya general Yusif El-Azma yê kurdnijad (10) diqewime û di encamê de jîyana xwe ji dest dide. Ji evan herdu nimûneyan mirov dikare wêneyekê li ser rola kurdan a haykêş di çalakîyên li dijî dagîrkirina Fransayê ji Sûrîyê re wergire. Ji bilî van nimûneyan, kurd di hin dever û navçeyên xwe de, bi gellek çalakî û serhildanan li dijî hêzên Fransayê rabûn wek serhildana Amûdê 1926ê de û Toşa Amûdê (11) ya 1937ê de, bi serdarîya Seîd Axayê Deqorî (12). Di sala 1923ê de şerekî mezin li gundê Beyandûrê li dijî hêzên fransayê rabû. Beşdarîya kurdan di hemû şoreş û serhildanên ku li hemû deverên Sûrîyê li dijî Fransayê haykêş bû. Ev jî vedigere bandorên nasnameyên berî nasnameya neteweyî yên ku hîn di hişmendîya kurdan de beşdar bûn; wek nasnameya olperestî (13), û nasmameya êlperestî (14). Ji alîyekî din ve; kurdên ku di herêmen ereban de, ji mêj ve (15) niştecî bibûn, xwedanên roleke mezin di wan herêman de bûn (wek kurdên Şamê, Helebê, Humsê, Hemayê û hin deverên din) rol û cigehên wan ên civakî û abûrî ji wan dixwestin ku serkêşî an beşdarîyê di çalakîyên li dijî Fransayê de bikin. Ango hest û arezûyên olî, êlî û hokarên civakî û aborî xwedan akamdarîyeke haykêş li ser gellek beşên kurdan bûn.

2. Hin rewşenbîr û serkirdeyên kurdan dixwestin têkilî û peywendîyan bi Fransa û Britanyayê re xurt bikin da ku li dijî Turkîyê alikarîyê bidin kurdan bo avakirina dewleteke Kurdî. Nemaze Fransa û Britanya, piştî yekemîn şerê cihanî, di bin çavdêrî, serdestî û dagîrkerîya xwe de, bi hin awayan, bûn alîkar di avakirina dewletan ji ereban re (16).

Mebesta kesayetîyên welatperwer ên kurd ên ku daketin Sûrîyê, berdewamîya şerê li dijî dewleta trik û kirîyarên wê yên dirrinde li hemberî gelê kurd bû. Li vir xuya dibe çima rejîma Tirkîye weke dijminê sereke hatîye destnîşankirin (17).

Bi rastî ev hizra neteweyî ku di dema Xoybûnê de peyda bû, pêdivîyeke dîrokî bû –ger mirov bi dûrbîna kurtedemî lê binere-. Lê bi dûrbîna dirêjedemî ev hizira neteweyî yekalî û hinek seqet bû. Nîr û mercên nû ku bi avakirina sînoran re derdikevin, li ber çavan nehatin girtin, û ev yek jî bû sedem ku kurdên Sûrîyê bi çavên koçeran li xaka xwe binêrin an cudakirin û jihevdûrbûn, bi wateya abûrî, civakî û siyasî, ên ku di navbera herdu alîyên sînor- serxet û binxet de çêdibin an di pêvajoya çêbûnê de ne nebînin. Cudakirin û jihevdûrketin di navbera miletekî de ku di bin sîwana bêhtirî dewletekê de dabeş dibe, bi hêzbûna dewletê, wek desthilat û dezgeh, akamdar dibin. Ango gelê kurd li Sûrîyê û li Tirkîyê, di demên fermandarîya Osmanî de, di bin sîwana yek dewletê de dijîyan ji vê yekê di bin bandora yekrist- zagonî de diman û bi yekbazarê ve girêdayî bûn. Bi parçekirina Imaperatorîya Osmanî û avakirina dewletên nû wek Sûrîyê, Iraqê û htd. serdemeke nû ji herifandina komelgehên berê û avkirina komelgehên nû dest pê kir. Kurdan –Xoybûn û rêxistin û kesayetîyên dî- nikarîbûn li encam, akam û berhemhênanên serdema nû xwendineke hevgirtî bikin.Weha hişyarîya neteweyî li bal kurdên Sûrîyê nikarîbû bibe firehdîtin û firehaso û nikarîbû bandor û encamên avakirina sînoran di pêvajoyeke kiryarane de bingehdar bike. Ev hizir tevî hin mercin din, bû alîkar ji bo avakirina dîyardeyeke kambax ku heya îro jî bandora wê di nav kurdên Sûrîyê de xuya ye. Ew dîyarde jî bendemanîya ´siwarê hespê spî` yê rizgarker e, ku ji alîyê din ê sînor tê.

Qonaxa Xoybûnê, qonaxa peydabûna hişyarîya neteweyî, wek bingehê nasnameya neteweyî li ba kurdên Sûrîyeyê, heya asteke berfireh nasnameyeke "bejî" bû. Li ser bingehên arezû, hest û hin regezên hevdij hatibû damezirandin. Nasna-meyê şêwene taybetmend standibû di avakirina dîtineke bîrdozî û praktîkî de nedikarî bibe rêbazeke hevgirtî û pêdivîyên qonaxê pêk bîne.

Gevizîna di nav evê nasanameya neteweyî de, nehişt ku kurdên Sûrîyê bi guhertinên di nav sînorên Sûrîyê de çêdibin, hestyar bibin û di wan guhertinan de kêrdar bin. Ne di bîra kurdan û xoybûnê de bû, ku hebûneke makzagonî û zagonî, ji xwe re, di damezrandina Sûrîyê, wek dewlet, di bin întîdaba Fransayê de bi dest xînin. Rast e kurdan li herêma Cezîrê di sala 1932an hewil dan ku dewleteke kurdî, di bin intîdaba fransî de, were avakirin, lê hewildana ji dervî daxwaznameyê pê ve derneket (18).

Pîşti derketina Fransayê, dewleta sûrî hate dizîn û di çarçoveyeke yekalî, yekdîtin, yekbawerî û yeknetewe de û bêyî beşdarîya kurdan ji nû ve hate danîn.

Herifîna nasnameya hevwelatîyê, ya ku negiha were tekûzkirin

Ramana neteweyî, di nav bijarteyên siyasî, rewşenbîrî û leşekerî yên ereb de pir xurt bû û karî bi mejîyekî makyavelî peywendîyên bi beş û hêzên komelgehê re girêbide. Komelgeha sûrî xwedan rewşeke taybetmend bû; Fransayê dewlet û komelgeha sûrî ji çend komelgehên neyeksan ava û pîne kiribû, lewra jî komelgeha Sûrîyê, bi hesanî û kurtedemî, nikarîbû hevguncîneke niştimanperwerî di hundirê xwe de ava bike. Ev bû sedem ku nikaribe hêzên şaristanî yên xurt di nav xwe de ava bike.

Ev ji alîyekî ve. Ji alîyekî din ve raman, hizir û boçûnên çepgir di heman qonaxê de bi xurtî bandora xwe li bijarteyên siyasî û rewşenbîrî dikirin û gelek têgehên mîna; "derbaskirina qonaxan, çemkirina di ser qonaxan re" û "rewatîya şoreşgerî" wek hizir ketibûn nav piranîya kesayetî û rêxistinên siyasî de. Derfet li pêş avakirina komelgehekê, li Sûrîyê, bi awa û pêvajoyên dîrokane yên xweristî û normal hate tengkirin. Derfet nema hate dayîn ji wan dam û dezegehên –Perleman, makzagon û hemû dezgehên fermî-komelgehê re, yên ku bi avakirina dewleta Sûrîyê ve ava dibûn. Ew dam û dezgeh, heya radeyeke pejirandî, rewatîya xwe ji gel distandin, di pêvajoya demê naçar dê bûba ku karibe nûnerîya hemû beşên pêkhatîyên Sûrîyê bikin. Lê birrîna pêvajoyê di sala 1949an (19) de rê li pêşîya avakirina komelgeheke hevgirtî li ser bingeha hevwelatî û wekhevîyê girt.

Ji ber van sedeman û ji ber taybetmendîyên komelgehê, netewe perestên ereb tê gihiştin ku artêş hêza yekemîn e, ya ku dikare bi leztirîn dem guhertinên bingehîn di civakê de bi cîh bîne.

Neteweperestên ´ereb berê xwe dan artêşê û di nav rêzên efser û leşkeran de bîr û boçûnên xwe belav kirin, daku karibin bi hêza artêşê boçûnên xwe li ser siyasetmedaran ferz bikin. Hêzdarîya artêşê li dij hêzdarîya komelgeha sîvîl. Ango her ku artêş bihêztir û karîgertir dibû, rêxistin û sazîyên sîvîl qelstir û lawaztir dibûn.
Di 30/03/1949ê de general Husnî El-Zaîm bi yekemîn rêjîmguherîna leşkerî rabû. Piştî çend mehan, ango di 19/12/1949ê de general Edîb El-Çîçeklî li dijî general H. El-Zaîm bi inqîlabeke leşkerî rabû. Di wê qonaxê de makzagona (destûr) sala 1950ê wek yekemîn makzagona piştî derçûna Fransa ji Sûrîyê (1946) derket û bi awayekî zelal erebkirina dewlet û sazîyên wê hate aşkere kirin. Di seretaya makzagonê de hatîye gotin ku "bi erêkirina Xwedê û daxwaza gel a azad em nûnerên gelê Sûrîyê yên ereb, yên ku di komela bingehdanînê de civîyane..." "Em radigihînin ku gelê me, bi dîrok û îroroj û siberoja xwe, beşek ji neteweya ereb e, çavnêrî wê rojê ku neteweyê me ê ereb di dewleteke yekgirtî de bicive (20) û di benda yekem de weke danasîn jî: "Sûrîye, komareke ereb, demokrat û parlemanî ye " (21) hatîye nivîsîn.

Makzagona 1950yî, di nav Sûrîyê de bû bingehekî seretayî ku destlatdarî û dezgehên dewletê bibin alav jibo erebîkirina her tiştî. Makzagonên ku li pey makzagona 1950yî hatin, ji makzagonên dewletan zêdetir wekî programên partîyên nijadperest bûn. Nexasim makzagona 1973ê, ya ku heya roja îro serdest e (22). Di pêşgotina makzagona 1973an de hatîye (23): "Cemawerên ereb serxwebûn wek aramanca dawî,… ji xwe re nedîtin,, lê wek alava hihêzkirina têkoşîna xwe û weke qonaxeke lipêş, bi serdarîya hêzên welatperwer ên pêşverû, li dijî hêzên koledar, siyonîst û kedxur ji bo pêkanîna armancên neteweya ereb di yekîtî, azadî û sosyalizmê (24)de." Û li ser rêjimguherîna leşkerî ya ku partîya El-Baas, di sala 1963an pê rabû, di pêşgotina makzagonê de weha hatîye:" Û di herêma Sûrîyeya ereb de cemawerên gelê me têkoşîna xwe berdewam kirin û di pêvajoyeke ber bi pêş ve çûyî de, serkeftina xwe ya mezin, bi rêberîya Partîya El-Baas a Erebî a Sosyalist, di şoreşa 8ê adara 1963ê de pêk anîn, ya ku desthilat kir alavek ji têkoşîna avakirina komelgeha erebî ya sosyalist a yekgirtî re."

Erebkirin, wek bîr, netewe û hebûn bi tunekirina kurdan ve hate girêdan. Nemaze piştî gurbûna tevger û çalakîyên haykêş li Kurdistana Iraqê, yên ku bûn sedema balakişandina kurdên Sûrîyê.

Dibe dema ku ber û hêvîyên kurdan ber bi Kurdistana Tirkîyê ve bûn, berjewendîyên hevbeş di navbera neteweya kurd û ereb de dihatin sazkirin. Piştî têkçûna tevger û çalakîyên li hember rêjîma Turkîyê û geşbûn û gurbûna tevgera neteweyî ya ereb û karîna wê ku bi rêya hêzên artêşê, fermandarîya hin dewletên ereb, wek Mesir sala 1952an (25), bixe bin destên xwe. Neteweperstên ereb hewl dan ku kêmneteweyan di deverên ku ew tê de serdest in, tune bikin.

Hin biryar, ferman û zagonên awarte yên ku li Sûrîyê li dijî kurdan derketine

•Zagona serokkomarî, hejmar 193 ya sala 1952yê ya ku parêzgeha Hisiça -para mezin ya niştecîyên wê kurd in- wek herêmeke sînorî bi nav dike, tevî hebûna hemû herêmên din ên sînordar. Ji bo herêmên sînordar rewşeke taybet ya qanûnî heye.

•Di 16/11/1953ê de zagoneke din ya serokkomar bi hejmara 1939, ji bo qedexekirina navên ne bi erebî yên hotel, xwaringeh, yane û firoşgehan derket.

•Di 23/08/1962an de zagona serokkomara hejmar 93 ya pêkanîna serhejmareke awarte li parêzgeha Hisiça "El-Heseke, berê nave fermî Parêzgeha Cezîre bû" serhejmara awarte di 05.10.1962an de hat kirin, di encama wê de nasnameya Sûrîyê ji 125-150 hezar kurd hate standin.
•Di sala 1964an li gor agahnameya wezîrê navxwe, hejmar 1360, "di parêzgeha Hisiça de, bê pejirandina wezareta berevanî-bergirî-yê kirrîn û fortina zevîyan qedexe ye."

•Di sala 1966an rêjîma Sûrîyê dest danî ser zevîyên kurdan ên seranserî sînorê dewleta Tirkîyê, bi dirêjahîya 375 km û pahnbûna 10-15 km (26).

•Di 24.06.1974´ê de serkirdeya beşê Sûrîyê "القيادة القطرية" ya partîya ba’as biryara bicihanîna projeya kember -zinar-a erebî li navçeya Cezîrê –bi pirranî, kurd e- derxist. Û dest bi avakirina 41 nişticîgehan li seranserî sînorê Tirkîyê bû, ta ku ereban ji parêzgehên Reqa û Helebê bînin û li wir niştici bikin. Ji xwe ev proje hate pêkanîn.

•Di 10.09.2008an de zagona serokkomarê, hejmar 49 derket bo bendkirina kirêkirin, kirrîn û firotina zevi, xanî û avahîyên herêmên sînordar. Zagonê ziyanên pirr mezin û kêrdar gihand herêmên kurd li Sûrîyê ji hêla çalakîyên abûrî û derfetên jîyanê ve. Ji ber ku, ji berê de herêmên kurd li Sûrîyê, li berevajî hemû herêmên Sûrîyê yên ku li ser sînoran e, rewşeke taybet ji wan re hatîye standin. Wek encamdan ji vê zagonê re, çalakîyên abûrî di herêmên kurd de gihan asteke pir nizim. Kirrîn, kirêkirin û firotina zevî û avahîyan, bi gelemperî dijwar bûye û bi taybetî ji kurdan re dijwartir bûye.

Û bi dehan ferman û zagonên awarte û nijadperst dijî ziman, çand û hebûna kurdan derketine û têne bikaranîn. Wek guhertina navên gund û bajaran, qedexekirina navên kurdî û qedexekirina ziman û çanda kurdî (27).

Mirov bi kurtî, dikare li ser van kiryaran nerîneke gelemper ji pirtûka Mihemmed Teleb Hilal (28)a bi navê Lêkolinek li ser parêzgeha Eljazîreh ji alîyên siyasi-civakî-neteweyî bistîne. Pirtûka ku bi rengê proje ji 12 pêşnîyaran pêk hatîye, bi rêyên bêparkirina ji kar, perwerde, nasame û hemwelatîbûnê, şêweyên koçberkirin û biderkirina kurdan ji herêmê pêşnîyar dike.

Ev proje û siyasetên bipaln û program, yên ji salên pêncîyan de li dijî kurdan hatine bikar anîn bûn sedem ku kurd ji jîyana siyasî ya Sûrîyê bi dûr bikevin. Û ew nasnameya nû ya niştîmanperwerane, ya ku hîn di gavên xwe yên pêşîn de bû, hate herifandin.

Kiryarên ku rejîma Sûrîyê li dijî kurdan ajotin, bandoreke mezin li asoyên hişyarîya neteweyî û niştimanî ya kurdan kir. Ew bandor di programa yekemîn ya partîya siyasî ya kurd a ku di sala 1957ê de hate damezirandin de, eşkere bû: Partîya Demokrat a Kurdistanê di destpêka damezirandina xwe de serxwebûn û yekîtîya parçeyên Kurdistanê ji xwe re kir armanc. Ev armanc, wek bersiveke bêçaretîya li hemberî wan kiryaran bû, ne wek xwendineke rastbînîya dorhêl û terazûya hêzan bû.

Li yekemîn rasthatina hemberî rêjîmê, serkirdeyên Partîya Demokrat a Kurdistanê nikarîbûn bersiva aramancên xwe bidin û pirranîya wan ji "azadkirin û yekkirina Kurdistanê" vegerîyan. Di 12.08.1960î de, gellek serkirde û kadroyên Partîya Demokrat a Kurdistanê hatin girtin, 32 kes ji wan radestî dadgeha leşkerî ya Helebê bûn. Siyasetmedar û nivîskar Mihemmedê Melle Ehmed, wek yek ji girtîyan, dinivîsîne: "Dr. Nûredîn Zaza, serokê partîyê, yekemîn kes bû, ket oda dadwer de. Piştî demekê derket,( ...), got: ne bêjin ku armanca me azadkirin û yekkirina Kurdistanê ye weke çawa di pirograma me ya siyasî de heyî. Osman Sebrî, lê vegerand û got: Na, ez nabêjim nîne, ez ê bêjim di pirogramê me de heye. Ji vê dê çirûska agirê nelevkirinê, di nav girtîyan de pêket (29) û girtî bûn du alî; yek bi serokatîya Dr. Nûredîn Zaza û alîyê din bi serokatîya Osman Sebrî. Lê herdu alîyan, wek ku dû re, di parçebûna 1965an de hate xuyakirin, ji diruşma azad û biyekkirina Kurdisanê xwe dûr xistin (30). " Ji bo durişma (azadkirin û yekirina Kurdistanê) herdû alî gihan, bê goftûgo li ser çêbê, ku serdarî kete şaşîyekê de, dema ev durişma he di rêzana xwe de nivîsand û herdû alîyan dîtin ev duruşma he bê guhertin. (31)‘‘

Ji ber kiryarên rejîma Sûrîyê, nasnameya nîştimanî ya kurdî nikarîbû di hişmendîya giştî ya kurd de cihê xwe yê haykêş bigre. Û herweha nasnameya neteweyî ya ku di hişmendîya kurdî de bihêz diket, nikarîbû wek dezgeh xwe bi gewde bike. Bi awayekî ji awayan, dîsa hişyarîya neteweyî ya kurd li Sûrîyê ji bo ku xwe li ser xakê pêk bîne, ket bendewarîya "siwarê hespê spî" yê ku -vê carê- wê ji hêla rojhelatê sînor ve were.

Ew rêbaza ku rêjimên Sûrîyê yên neteweperest dan ber xwe, ne tenê ziyan gihand avakirina nasnameya niştîmanî li ba kurdan. Bi gotineke gelemper, kişandin û ji holê rakirina jîyana siyasî ji komelgeha Sûrîyê bi tavayî bandoreke pir dijwar li ser nasnameya niştimanî ya hemû hevwelatîyên Sûrîyê kir. Ev yek bû sedemeke bingehîn bo vegerîyan û bihêzbûna nasnameyên kevin.

Çavkanî: 

Marwan Othman:
Nivîskar û Siyasetvan

  1. Wek: Celadet Bedirxan (1897-1951), Nûreddîn Zaza (1919-1988), Dr. Kamûran Bedirxan (1895-1978), Cegerxwîn (1903- 1984), Osman Sebrî (1905-1993) û hinin din
  2. Ew ode û tekiyeyên pîr û şêxan yên olî bûn
  3. Xoybûn (1927), Komela Civata Alîkariya Belengazên Kurd li Cezîrê, 1932. Civata Azadî û Yekitiya Kurdan, 1937. Nadî Ciwanên Kurd li Amûdê, di navîna 30î de, bi serokatiya Mihemmed Elî Şiwêş.Yekîtiya Xortan 1938, dû re bû Nadî Kurdistan, bi pêşaweriya Osman Sebrî û Dr. Nûredîn Zaza û hin komelin din
  4. Xoybûn wek derbirîneke hevgirtî ji nasnameya neteweyî re, ku dikarîbû li pirraniya deverên Kurdistanê xwe bide nasîn. Di sala 1927an de li Libnanê/ Bihemdûn hate damezrandin
  5. Heman çavkanî, Dr. Bilec Şêrko, rûpel 109
  6. Di benda çarê a armancên komeleya Xoybûnê de weha hatîbû: ``Damezirandina peywendiyên biratî yên dayimî û xweş bi ´hukûmeta Îranê û gelê faris yê bira re`. Û di benda pêncê de: ``Damezirandina peywendiyên biratî û xweş ´hukûmetên Îraq û Sûriyê re, besbûn bi mafên ku di belgeyên intidabê û peymanên navneweteyî de ji kurdên wan herdu welatan re hatine dayîn û ji bilî wan nexwestina ti mafên dî yên siyasî `. Ji xwe xuya ye mebest ji Iraq û Sûriye , Birîtanya û Fransa ye. Ji ber her du dewlet bi destên Birîtanya û Fransayê hatin ava kirin û wan desthilatdariya her du dewletan dikir
  7. Rola kurdan, li gor rêjeya hejmara wan, di çalakiyên ku li dijî hebûna hêzên Fransayê li Sûriyê mezintirîn rol bû
  8. Di buhara sala 1919ê de li bajarê Cendirêsê, li Çiyayê Kurmênc (Kurddax) nişteciyên navçeyê li dijî fransiyan, bi serokatiya Miho Îbo Şaşo û hevkariya Elî Îbo Şaşo, Seydo Dîko û Mistefa Çolaq bi çalakiyên dijwar rabûn û gelek şer bi hêzên Fransayê re kirin. Di sala 1921ê de Ibrahîm Henano yê kurd, serwerê mezintirîn raperîna li bakurê Sûriyê, serdana wan kir û têkiliyên her du aliyan ta demeke dirêj berdewam kirin
  9. Îbrahîm Silêman Axa Henano, 1869–1935
  10. General Yusif El-Azma, 1884-1920 di hikumeta ku şah Fêsel damezirand de bû wezîrê şervaniyê
  11. Hemberî çalakiyên ku li bajar û gundên dora Amûdê dihatin kirin, Fransayê êrîşeke mezin, bi tang, top û balafirran bire ser Amûdê, di encamê de gelekan jiyanên xwe ji dest dan û gelek ji Amûdê û gundên li dorê mişext bûn, li nav gel û di hin çavka- niyan de bi navê Toşa Amûdê bi nav dibe
  12. Seid Axa yê Deqorî, serokê eşîra deqoriyan bû, serdariya hemû çalakiyan di herêma Amûdê de dikir
  13. Wek serhildana Mirîdan (Feqeyan) li Çiyayê Kurmênc û hejmareke mezin ji çalakiyên din ên kurdan li dijî Fransayî di bin bandora hest û arezûyên olî de bûn, ji ber ku li Fransayê wek dewleteke gawir dihat nihêrtin ku hatiye xaka musilmanan dagîr kiriye. Û kesayetiyên oldar di hemû herêmên kurd û deverên ku kurd li wan dijîn de bi roleke mezin rabûn
  14. Dema ku xwestek li herêmen kurdî dihate kirin ku dewletek taybet were ava kirina mîna dewleta Helebê, Çiyayê Durziyan li Siwêdayê û dewleta Elewiyan, dijberiya serokêlên kurdan bû sedemeke bingehîn ku ew dewlet neyên ava kirin
  15. Ji dema fermanrewayiya Eyubîyan
  16. Li gor peymana Sykes-Pikot, herêma ku îro Iraq, Sûriye, Libnan, Urdun, Israel û herêmên felestiniyan tê binavkirin, li ser 3 beşan hate dabeşkirin: beşa A. di bin serdestiya Fransayê de û a B. di bin serdestiya Birytanya de û C. rewşêke wê ya navnetewî taybet hebe. Bend 1 ji peymanê: "Fransa û Brîtanya amade ne ji pênasîna û parastina dewleteke ´erebî serbixwe an hevbendiya dewleteke ´erebî di bin serokatiya serokekî ´ereb de, li herêma A.(navxweyî ya Sûriyê) û herêma B. (navxweyî ya Iraqê)yên ku di nexşeya pêvekê de hatine diyarkirin. Di herêma A. De ji mafê Fransa ye- û di herêma B. de ji mafê Brîtanya ye ku ew pêşdetir bin di proje û qerzan de." Li gor vê peymanê dewletên Sûrîye û Iraqê hatin avakirin
  17. Di belgeyên Xoybûnê de ev yek eşkere xuya dibe
  18. Di daxwaznameya sala 1932ê ya ku ji desthilatdariya fransî re hati bû şandin, ji hêla gelek kesayetiyên herêma Cezîrê, misilman û file, hatibû imze kirin, tê de avakirina dewletek kurdî li Cezîrê, mîna dewleta elewiyan û dewleta durziyan hatibû xwestin. Biner: Kurdische Studien, No. 1, Berliner Gesellschaft zur Förderung der Kurdologie
  19. Di vê salê de yekemîn inqilaba leşkerî di Sûriyê de çêbû û bû seretaya gelek inqilabên din
  20. Seretaya makzagona Sûriyê ya 1950yê
  21. Benda 1ê ya makzagona Sûriyê ya 1950yê
  22. Pêşgotin û bendên makzagona 1973ê û nemaze benda 8an a ku dibêje: Partiya Baas a Ereb a Sosyalist serwera dewlet û komelgehê ye
  23. Benda 150ê ji makzagonê: "Pêşgotina vê makzagonê beşek jê ye, jê nayê parçekirin."
  24. Yekîtî, azadî û sosyalîzm: Slogan û armancên partiya El-Ba’as ya ku ji 1963ê li Sûriyê serdest e. Mebest ji yekitiyê Yekitiya neteweyê ereb di bin sîwana dewletek yekgirtî de ye
  25. Tevgera Efserên Azad, bi serokatiya Mihemmed Necîb û Cemal Ebdil-Nassir
  26. Di sala 1974ê de zeviyên destliser, di pêkanîna projeya kembera erebî de, li ser ereban hatin belav kirin
  27. Bi dehan biryarname û zagonên li dijî hebûna kurdan wek netewe, salane, derdikevin; çi bi çandê û zimanê kurdî ve û çi bi tengkirina derfetên jiyanê li pêş kurdan ve û çî bi qedexirina çalakiyên kurdan ve girêdayî bin
  28. Nivîskarê pirtûkê Mihemmed Teleb Hilal e, Hîlal di salên 1955-1956ê efserê ewlehiyê bû, paşê bû parêzgerê parêzgeha Hisiça (El-Hesekeh) dû re bû wezîr û rawêjerê serokê komarê. Di pirtûka xwe de bi awayekî nijadperest li ser qirkirina kurdan li Sûriyê pêşniyaran dide. Planên ku wek pêsniyar di pirtûkê de hatine bihtirê wan hatine li hemberî kurdan hatine bikaranîn
  29. Mihemed Mela Ahmed, Dîroka Partî li Sûriyê, Qunaxa Yekê 1957-1965, çapa 2., Evra Verlag, R. 46-47
  30. Di programên her du partiyên ku di sala 1965ê de piştî parçebûnê hatin damezi- randin û dû re di programên hemû partiyên din de slogana "azadkirin û biyekkirina Kurdistanê" nema hate dîtin
  31. Mihemed Mela Ahmed, Dîroka Partî li Sûriyê, Qunaxa Yekê 1957-1965, çapa 2.,Evra Verlag. R. 47