Hindistan: Rewşenbîr, îdîaya maoîst û zordestî
Di dema pêleke prostestokirina bertîlxwariya hikûmeta serokwezîr Manmohan Singh de, operasyonên leşkerî yên li dijî gerîlayên maoîst û gelên eşîretî bûn sedema nerazîbûneke mezin. Heta Dadgeha Bilind mecbûr ma ku nirxên des-tûra bingehîn bi bîra dest-hilatê bixe. Tevî rêbazên pirr caran bişîddet, naksalît piştgiriya hejmareke di bilindbûnê de ya rewşen-bîrên çepgir distînin.
Nîqaşên li ser biryara Dadgeha Bilind
Ji ber qedexekirina hêza mîlîs Salwa Judum û bikaranîna şûngirên polîs yên ji xelkê xwecihî pêkhatî (Special Police Officers) û meaşên wan ên nizm, ku pirî caran ji hêla hikûmeta navendî ve tên dayîn, lewma biryara Dadgeha Bilind a 5ê tîrmeha 2011ê ji ber gazinceke biheyecan a li dij modela nûlîberal a pêşketinê bû sedema nîqaşan. Ew vê modelê weke sedema şerê navxweyî ya li Chhattisgarhê û xetereke piralî li ser welêt û nirxên destûrî nîşan didin. Li alîyê ekolojîk, ew "awayên êrişkar ên kapîtalîzmê" teşwîq dike û ji "talankirin û dizîna serkanîyên xwezayî" fayde digire. Ji alîyê civakî û mirovî ve, ew "perîşanîyeke mezin û bêhêvîbûna" xelkê saz dike û li Chhattisgarhê, bi rejîmeke binpêkirinên berbiçav ên mafên mirovan" bi dawî tê. Talîyê, ji alîyê siyasî û exlaqî ve, ew ber bi "têkçûna dewletê" li hember berpirsyarîyên wê yên destûrî ve diçe. Retorîka fermî û metna biryarê ya ku dibêje "paradîgmayeke pêşketinê ya bi vî rengî pêwîst e û encamên wê mecbûrî ne, nayê qebûl kirin. Destûra bingehîn bi xwe bi tarîfên zelal ji dewletê dixwaze ku ew bê navber biratîya hemû welatîyên xwe teşwîq bike".
Ji bilî rojnameyên herî pêşverû yên weke The Hindu an Tehelka, ku banga vegera li çarçoveya hiqûqê weke belgeyeke dîrokî silav kir, meyla giştî ya çapemenîya ingilîznivîs şermezarî bû. The Pioneer a pozîsyonên wê pir caran reaksîyoner in, xwe jê venade ku dadger weke întellektuelên ji rastîyên deverê qut û tênegihiştine ku mîlîs berî hertiştî "tevgereke gelî" ne, nirxandin; pirî nivîsarên din jî bikaranîneke xirab a fonksîyon û serdestîya exlaqî şermezar dikin. Seredaktorê The Indian Express henekên xwe bi dadgeha herî bilind a welêt dike û biryarê weke xwedîya "kûrahîya entelektuelî ya xwendekarekî masterê ya zanîngeha JNU" nîşan dide -Jawaharlal Nehru University (JNU) li Delhîya Nû, biprestîjtirîn zanîngeha ilmên mirovan e, bi rengekî sîstematîk dibe hedefa bangên bi vî hawî ya ji bo "nêçîreke cadûyan", ji ber ku ew di dîrokê de bûye cihê perwerdehîya rewşenbîrên çepgir.
Piştî serdemeke heyecana ji bo vê biryara ku weke manîfestoyê tê hesibandin, hin rewşenbîrên çepgir jî rexne lê digrin. Lekolîner Bela Bhatia weha nivîsarek di Economic and Political Weekly de weşand û derdibirî ku bi sedema ku bala xwe bi tevahî daye ser şeş hezar û pêncsed zilamên milîs, biryar behsa aktorên sereke yên şerî nake: Hêzên adetî yên polîs û çil hezar paramîlîterên di resmiyetê de berpirsyarên operasyona Green Huntê û tilîya wan di binpêkirinan de jî heye. Lê belê dadgerî li hemberî van hêzên hiqûqî dikare çi bike? Lewre jî, tevî ku qedexekirina bikaranîna mîlîs û Special Police Officers a di operasyonên weha yên ewlekarîyê de ji bo paşerojê qezenceke baş e, ew bi tenê "şermezarîyeke hin alîyên awayê şerkirinê ye, ne şermezarîya şerî bi xwe" ye. Li gor wê, Dadgeha Bilind ji aktorên zordarîyê re weha dibêje: "Bila AK-47 li cem we bin, lê hûnê bêyî sîlehên destan şer bikin".
N. J. - N. D.
Operasyona "Green Hunt" (Nêçîra Kesk) a ku wezîrê karên navxweyî Palaniap-pan Chidambaram di cotmeha 2009ê de îlan kiribû, armanca nehêlana serîhildana maoîst -ku herweha jê re naksalît jî tê gotin- a deverên daristanî û eşîretî yên naverasta rojhilata Hindistanê dabû ber xwe. Pêncî hezar paramîlîter di pênc eyaletên -kilît ên raperîna maoîst: Jharkand, Chhattisgarh, Bihar, Orissa û Bengala rojava de hatin belav kirin û li çar hezar Special Police Officers ên mîlîsa Salwa Judum (nêçîrvanên aştîyê) ya ku di herêma Chhattisgarhê de çalak e, hatin zêde kirin. Ev feraseta ewlehîperestîyê li axaftinên fermî yên li ser mezinbûna aborîyê tê û weha li helwêsta otorîter a ku di dîrokê de bûye taybetmendîyeke pêşketina hindistanî -pirî caran li hember xelk û demokrasîya xwecihî- zêde dibe.
Komunîkasyona hikûmetê ya ku medya bi berfirehî radigihîne, "Green Huntê" ji bo pêşketinê weke gaveke pêwîst a pasîfîzekirinê dide xuyan. Lê belê, helwêsta hin rewşenbîran, ber bi modeleke nûlîberal ve nîşanên vegereke baldarî û gumanê ye ya ku dibe sedema binpêkirinên giran ên mafên mirovan jî. Potansîyela kangehî ya herêmê ewqas mezin e ku hikûmet û derdorên aborî aniha dixwazin bi saya van projeyên derêxistina madenan bigihîjin armancên xwe yên mezinbûna duhejmarî.
Piştî daxuyanîya "Green Hunt"ê, bangên alarmê yên rewşenbîran, qulipîneke hêzên pêşverû ya ber bi naksalîtan ve dida hesandin, tevî ku terciha veşartîbûnê û radîkalbûna teze ya van, ew hîn zêde ji civaka sîvîl qût kiribûn. Sumanta Banerjeeyê dîroknasê naksalîzmê bi riya e-peyamê ji me re weha şirove dike: "Em gihîştin vê noqteyê ku rewşenbîrên hindî êdî mecbûr in alîyekî bigrin. Ji taktîka maoîstan razî nebin jî, divê ew li hember siyasetên êrişkar ên endustrîyalîzasyona hikûmetê rawestin, ji ber ku encama van siyasetan zeftkirina hektarên axa têrbereket, xirakirina çeman û koçberkirina bi hezaran gundîyan ji cihê wan e. (…) Berxwedana leşkerî ya maoîstan û ya dijşidetî ya gandhîperestan di dijberîyeke zelal de a li hemberî modela nûlîberal a pêşketinê ya hikûmeta hindî diparêze, digihîjin hev".
Lewre ku maoîst li holê nînin, medyatîzebûna mezin a vî şerî dike ku rewşenbîrên çepgir ên mêvanên medyayan bêhemdî xwe bibin berdevkên wan, tevî ku ew bi tenê têkoşîna eşîretan diparêzin û li dijî neheqîyan derdikevin. Ew xwe weke "welatîyên eleqedar" nîşan didin û bawerîya xwe ya ji bo modeleke wekhevîparêz a pêşketinê dîyar dikin. Xuya ye ku meraqên wan di sazûmanan de jî deng vedidin. Biryara Dadgeha Bilind a 5ê tîrmeha bihurî vê yekê piştrast dike: Wê bikaranîna Special Police Officers (şûngirên polîsê yên ji nav xelkê sîvîl hilbijartî) li dijî destûra bingehîn îlan kir, xwest tavilê endamên nû yên hêza mîlîs werin bêçek kirin û li hikûmeta navendî ferz kir ku hew alîkarîya pareyî bidiyê. Hikûmeta New Delhî bi "feraseteke tam xelet a berpirsyarîyên xwe yên destûrî" tê mehkûm kirin. Ev banga vegera li berpirsyarîyan bi xêra înîsîyatîva welatîyan çêbû, yên ku di 2007ê de ji ber zerara li berjewendîyên giştî gilîyê eyaleta Chhattisgarh kir. Li serê van welatîyan, Nandini Sundar a dîrektora ciwan a beşa civaknasîyê û seroka Zanîngeha Delhîyê, di hewldana xwe ya welatî de serkeftî bûye. Ev cenga hiqûqî ya ku niha ji çaralîyan tê silav kirin, bi hesteke îzolebûn û heta piçûkdîtina çepgirên radîkaltir ên heyranên têkoşîna çekdarî jî hat meşandin. Tevî ku ew ne ji projeya siyasî û ne ji rêbazên maoîst razî ye jî, nivîskar û mîlîtana jîngehparêz û pir medyatîk Arundhati Roy weha fikirên xwe yên dijşidetî yên berê guherandin û ew aniha minasibîya wan a di paşxaneke şerê navxweyî de red dike. Wê li adara 2010ê di Outlook a yek ji heftaneyên mezin ên welêt de nivîsareke sî û du rûpelî weşand û tê de sefera xwe ya di daristanê de li gel serîhildêran vegot û bi vî awayî bû sedema nîqaşan. (1) Nefretkara bi zimanekî tûj ya terza jîyanê ya serfkira sinifên navîn, ew li dijî xweperestîya wan a sinifî, îdealên siyasî yên serîhildanê nîşan dike û bi vî rengî neyarîya li hemberî rewşenbîran heyî, li ser xwe kom dike.
Tevî ku, di nivîsarên din de, ew rexne li naksalîtan jî digire -cotmeha 2010ê, hîn di Outlook ê de, wê modela siyasî ya otorîter û tunebûna bernameya jîngehparêzî ya dîyar şermezar dikir-, di "Walking with the comrades" de, ew mafê axaftinê dide gundîyên ku tevlî People's Liberation Guerilla Army bûne. Ev hewldana "rojnamegerîya li ser zemîn" cara yekem versîyona gerîlayan dide xuyan û dîtineke kalîtatîv a şerî pêşkêş dike; medyayên hindî dîtineke weha bi awayekî sîstematîk piştguh dixin û nêzîkatîyeke teknîkî bi kar tînin, li gel bîlançoya kuştîyan û pînekirineke tarîfên endîşeçêker ên ji semantîka fermî dertên ("deverên tûşîkirî", "imhakirin", "xetera maoîst", hwd). Tevî ku serokwezîr Manmohan Singh di 2004ê de maoîst weke "xetera herî mezin a li hember ewlehîya hindûrîn" nîşan dan, nivîskar bi romantîzmeke qebûlkirî û safbûneke xweşik portreya artêşeke feqîran diresimîne. "Gandhî, rahêje demançeya xwe!", ew bi jêhatîbûna xwe ya ji bo formulên îkonoklast dibêje û weha helwêsta xwe ya li hember piçûkdîtina fermî ya jîngehparêzî û mirovparêzîyê dîyar dike.
Himanshu Kumarê mîlîtanê gandhî-parêz koçî New Delhî bûye da ku ji qanûna ewlehîyê ya taybet a eyaleta Chhattisgarhê li 2005ê pesind kir, bireve, û wî jî bawerîyên xwe yên dijşidetî guherandin. Dê û bavên wî yên parêzvanên Mohandas Karamchand Gandhî ew di perestgeheke Hindistana Bakur de mezin kir. Ew di daristana Dantewada ya kela maoîst de bi cih bûbû da ku "bi rastî hêza dijşidetî biceribîne". (2) Li gulana 2009ê, perestgeha wî ya ku ji bo xelkê herêmê navenda civakî û tenduristîyê ye, ji hêla bi sedan polîs û paramîlîterên hikûmeta navendî ve tê xira kirin. Sedema muhtemel a vê êrişê: Alîkarîya hiqûqî ya ku rê da şeş sed adivasi (xelkê xwecihî yê hindistanî) ku li dijî binpêkirinên hêza mîlîs dozê vekin, û pêşwazîkirina endamên civaka sîvîl ên ku ji bo lêkolîna li ser binpêkirinan hatibûn. Tevî ku wî xwest di şer de bêalî bimîne, êriş birin ser wî û ew niha berxwedana leşkerî ya di vê paşxanê de rewa dibîne.
Piştî qonaxeke fraksîyonalîzma xurt, baska tundrew a tevgera naksalît, ya ku di dawîya salên 1960ê de piştî serîhildana eşîretî ya Naxalbarî çêbû, 2004ê dîsa di bin navê CPI (Maoîst) de û li dora bernameyeke têkoşîna çekdarî ji deverên eşîretî yên naverasta Hindistanê kom bû. (3) Di paşxana piştî-11ê îlonê de, desthilatê ew bi problematîka navneteweyî ya "terorîzmê" ve girêda: Awayekî minasib a ji bo rewakirina nêzîkatîya wan a xwerû ewlehîperest ji bo pirsgirêkeke tevnî ya ku hem aborî, hem civakî, hem jîngehî û hem jî siyasî ye. Li gor heman mantiqî, hin karbidestên fermî carina rewşenbîr û çalakvanên civaka sîvîl ên bi awayê herî dîyar alîgir in, krîmînalîze dikin û xwedêgiravî piştgirîya wan a ji bo "terorîstan" şermezar dikin. Mînaka herî navdar a "doktorê pêxwas" û çalakvanê mafên mirovan Binayak Sen e ku, tevî kampanyayeke navneteweyî ya mezin ji bo azadîya wî, du sal di zindanê de ma. Dadgeha Bilind nîsana 2011ê cezayê muebetê yê ku dadgeha mezin a Chhattisgarhê ji ber " cudaxwazî û komploya " bi maoîstan re lê birî, betal kir; ev ceza li ser bingeha ziyaretên pijîşkî yên ji bo girtîyekî maoîst li zindana Raipurê hatibû birîn.
Bi heman awayî, li New Delhîyê, adara 2010ê, serokê zanîngeha Jawharlal Nehru, navendeke xurt a çepa zanîngehî ku cihê perwerdehîya çalakvan û kadroyên marksîst ên pirhejmar e, hewl da ku hin çalakîyên çandî û siyasî yên li ser kampûsê sansûr bike û di dawîyê de li hember lêxwedîderketin û alozîya siyasî ya navbera pro û antî-"Green Huntê" ya li ser kampûsê têk çû. "Bi tenê destûra civînên vekirî, pêşkêşkirina fîlman û pêşangehên ku saxî, aheng û ewlehîya neteweyî naxin xeterê, wê werin dan", îlana ku Forum Against War on People ji xwe re dikir hedef, diyar dikir.
Di derdorên marksîst de, serîhildana maoîst tansîyoneke dîrokî ya li nav parêzvanên raperîna çekdarî û hiqûqparêzan dîsa radike. Ev çend sal in ku piştgirîya rewşenbîrên marksîst a ji bo komûnîzma parlamenî ya Partîya Komûnîst a Hindistanî (marksîst) - CPI (M) ji ber siyaseta wî ya piştevana sazkirina şirketên pirneteweyî li Bengala rojava, bi giranî kêm bû, ku ew li wir di hilbijartinên gulana 2011ê de têk çû, piştî ku ji sê dehsalan zêdetir li ser kar bû. (4) Adara 2007ê li Nandigramê, zordarîya aloz û ihlalên ku mîlîtanên partîyê û polîs bi hev re li hember dijberên devereke aborî ya taybet dan meşandin, bûne sedema mirina çardeh kesan û di raya giştî de pêleke nerazîbûnê rabû.
Divê radîkalbûna çepê hindistanî li gor hesta netewperest jî bê analîz kirin. Dijberîya li hember nûlîberalîzmê, dîsa dibe sedema hesteke antî-emperyalîst. Berxwedana çekdarî ya eşîran, îdealeke kevin a hikumdarîya xelkê, li dor xwe dicivîne, ya ku ji têkoşînên dijdagîrkerî û pê ve li Hindistanê rengê xwe dide raperînan. Serîhildana heyî dengê têkoşînên cotyarî yên serdema dagîrkerîyê vedide, yên ku mohra xwe li çepê zanîngehî xist û piştgirî da rexneyên wê yên li ser netewparêzîya hindistanî ya burjuwa, piştî ku ji hêla pêla hîstorîyografîk a Subaltern studies ve dîsa hatibûn keşif kirin. Parêzvanên doza eşîrî, ango adivasi (maneya wê ya gotin bi gotin, "niştecihên eslî" ye) herweha cudahîyeke bingehîn a li gel têkoşînên cudaxwaz ên dehsalên bihurî, ku di deverên sînorî yên weke Kaşmîr, Pencab an jî Bakur-rojhilatê de cih digirt, binxêz dikin. Berevajîya van daristanên Dandakaranyayê li dilê erdê neteweyî ne. Herweha, dewleta hindistanî ji serxwebûnê ve xwe weke parêzvana xelkê eşîrî da nîşan kirin, ku modernbûn terza wan a jîyanê dixe xeterê. Di pir alîyan de, xelkê eşîrî li ber çavên netewparêzan "yê din ê li hundir" bi gewde dikin, hem kevnare, nazik, eslî û li cem sinifên navîn ên bajarî di derbareya wan de hesteke tevlîhev a ji piçûkdîtin û êşa wijdanî peyda dike.
Şermezarkirina berdêla mirovî û jîngehî ya endûstriyelbûna bi darê zorê ya erdê wan, li ser deverên aborî yên taybet wezneke exlaqî ya nû dide rexnegirîya zagona 2005ê. Rexnegirên vê modela nû ya pêşketinê behsa ihlaleke hikumdarîya neteweyî dikin û bang li hestên raya giştî jî dikin. Ew devjêberdana modela sosyalîst a ku retorîka fermî ya dema serxwebûnê tijî dikir, weke xiyaneta li sozeke sembolîk nîşan didin: Soza ku ewê bi biryardarî rûpela rabihurîya mêtingerîya hêzeke bîyanî biqulipînin. Ew weha girêdana navbera mêtingerîya kapitalîst û dagîrker a ku berê li navenda rexnegirîya dijdagîrkerî û mêtina dewlemendîyan bû, xuya dikin. Siyaseta hikûmetê ya di herêmên eşîrî de, li sewîyeyên cihê nîşana ji rê derketina karbidestan e; li gor projeya neteweyî ya di serxwebûnê de hilbijartî. Sazkirina hikumdarîyeke otorîter a ku mêtingerîya serkanî û hêza xebatê bi xwe re tîne, tê maneya zeftkirina pergaleke demokratîk a hikumdarîya xwecihî. Ev jî di demeke weha de tê ku derdorên xizan xwendatir dibin û dest bi fêmkirina awayê xebatê yê sazûmanan dikin û wê ji bo parastina mafên xwe bi kar tînin.
Seferberîya rewşenbîrên bi rabûna sinifên navîn re rû bi rû mayî, herweha ji bo wan awayekî qûtbûna li gel serfperestîya derdorên wan û şermezarkirina dûrbûna wan a ji modela nehrûwî ye: Modela burjuwazîyeke neteweyî ya ronahîdar, li hember pirsgirêkên xelkî berpirsyarkirî û xemxwara pêşketina wî.
Ji bo ku mirov têkilîya van derdoran digel maoîzmê fêm bike, divê bizane ku komunîzma hindistanî di dîrokê de pir rayedar û kadroyên xwe ji nav burjuwazî û kastên bilind hilbijartin. Hevaltîyên li ser kursîyên zanîngehên herî nirxbilind çêbûyî, dikin ku tevgera maoîst bi awayekî xuya di beşên rewşenbîrî de û heta di sinifên birêveber de jî hîn weke xwedîyê niyeteke baş tê dîtin.
Wek muqayeseyê, tevgera dijkastan a dalitan ("dest lê nayê dan") tu carî ji dostanîyeke weha sûd wernegirt. Bêbawerîya dualî û kevin a li nav rewşenbîrên çep û dalitan, tevî hiqûqparêzîyeke kûr û piştgirîyeke bêqisûr a ji bo modela komarî jî, vê kêmanîya rewatîyê îzah dike. Ji salên 1990ê û pê ve, bawerîya bi entelîjensîya çepgir jixwe ji ber vê têkoşîna ku dalitan biryar da, ku bi xwe û ji bo xwe bimeşînin, kêm bû. Rewşenbîrên marksîst ji ber endametîya kastên brahmanî ji tevgerê dûr hatin hiştin û heta weke xwedîyên paternalîzmeke xirabniyetî û dijminên rizgarbûnê hatin nîşan dan.
Berevajîya wê, tevî ku xwe bi biryardarî weke tevgereke dijzagonî û bişidet nîşan dide, maoîzm ji hewayê rengekî devjêberdana ferdî ya di têkoşîna ji bo îdealan de sûd werdigre. Eger mirov bi çavên dalitan li meseleyê binihêre, zihniyeteke paternalîst bi rihetî di binê vê nihêrînê de tê dîtin, ji ber ku xelkê eşîretî bi qasî dalitan rêxistinkirî û polîtîzekirî nîne û wekî wan li dij rêbertîyeke ji derve dernakevin. Fikireke elîtîst a lêhaynebûyî jixwe di kampanyayên tevgera dij "Green Huntê" de heye û carina weha xuya ye ku têgiha welatîbûnê ji bo çalakvanên "civaka baş" a sîvîl veqetandî ye û xelkê eşîrî tenê weke "xelkê herêmê" tên danasîn.
Çawa ku aborînasê marksîst Biblap Dasgupta bi bîr dixe, têkoşîna naksalît a xwendekarên bhadralok ên li destpêka salên 1970yê ji elîta kevneşopî ya bengalî li Kalkûtayê derketî, faktoreke bihêz a rewakirina civakî ji bo maoîzma hindistanî pêk anîbû: "Wan nedikarî tevgerê weke di bin kontrola çete û marjînalan de red bikin, ji ber ku elît tê de xwedî roleke sereke bû". (5) Gelo dema ji bo tevlîbûna nav refên tevgereke veşartî zarokên esilzade yên xwedî îdealekê dev ji jîyaneke rihat û serkeftî berdidin, ev yek li ber çavên rewşenbîran têra pîrozkirina raperînê dike? Çîrokên maoîst ên pesna "şehîdên" serîhildanê didin, jixwe tevlîbûna altruîst û biîdeal derdixînin pêş, prestîjeke ku ji elîtan re veqetandî ye, li alîyê din gundî bi xwe bi tenê berjewendîyên xwe yên sinifî diparêzin.
Pirsa têkilîya bi şidetê re semptomeke vê fikira lêhaynebûyî ya elîtîst a çepê hindistanî ye. Parêzvanên adivasîyan li nav kesên ku şidetê mehkûm dikin û yên wê rewa dibînin dabeşkirî ne, herdu alî jî hev û du bi nêzîkatîyeke îdealîst û dûrî rewşa li cihê cih, mehkûm dikin. Dilip Simeon li Delhîyê, li zanîngehê profesor e û kevnemaoîstê bûyî gandhîst e. Ew derdibire ku naksalît ji bo rewakirina şidetê pêwendîyeke platonîkî ya bi îdealan ve derdixin pêş, ya ku qurbankirina gîyanên "jêrîn" (xelkê eşîrî) bi teorîyeke "jorîn" (marksîzm) meşrû dike. Lê belê, gelo piştgirîya wî ya bêşert a ji bo dijşidetîyê jî bi serê xwe pêwendîyeke wekî vê ya bi îdealên Gandhî ve nîne, ku rastîya zemîneke şideta rojane ji bîr dike? Piştî sefera xwe ya di kelehên maoîst de, Royê li ser kanala NDTVê fikireke weha diparast: "Ji bo ku dijşidetî bibe çekekî rasteqîn, divê rayeke giştî û guhdarên wê hebin. Lê dema ku hezar paramîlîter nîvê şevê tên gundekî, divê çi bê kirin? Gundîyên birçî dê çawa terciha greva birçîbûnê bikin? Di paşxaneke weha de, şidet jixwe dijşidetek e, ku bersivê dide şideta dewletê".
Nivîskar li dijî van kesên xweşfikir derdikeve ku ji prensîpa pozîsyoneke "alînegir" hildibijêrin û şideta dewletê û ya serîhildanê dişibînin hev. Ev "teorîya sandwîçê", bi gotina wê, jixwe rola xelkê herêmê kêm dike, heta tenê weke qurbanên nav çakûça zordarîyê û sindana maoîst vegirtî bên nîşan dan, ev yek jî ji destpêkê ve derfeta terciheke siyasî ya di angajmana wan de ji destê wan distîne.
Bertekên dijber ên li dij têkoşîna Royê nîşan didin ku medya bûye meydana bangkirina li rewşenbîrên muxalif da ku li gor terzeke fikir û rabûn û rûniştina "neteweyî" tev bigerin. Di sekvenseke televîzyonê ya dê bimîne de, rojnamevana IBN Liveyê, kaneleke ji grupa CNNê, ji nivîskarê re dibêje "yan ji Hindistanê hez bike yan wê biterikîne" Tehdîdên girtinê yên li ser Royê piştî axaftina wê ya piştgirîya mafê çarenivîsê ya Kaşmîrê, piştrast dike ku çi di sazûmanan û çi di derdorên rastgir de pêleke her diçe bêhtir dijberî azadîya îfadeyê di raya giştî de heye. Beşa jinan a Bharatiya Janata Party (BJP, neteweparêzên hindû) êriş bir ser îqameta wê û dadgeheke herêmî ev yek ji bo vekirina dozeke bi sedema cudaxwazîyê kir hincet. (6)
Ji bo bisporên serbixwe, çûyîna Chhattisgarhê jî zehmet bû. Sundar, Kumar û Roy ji hêla polîsê vê eyaletê ve weke kesên nexwestî hatin îlan kirin. Çalakvan û devjêberdêrê (7) hindû Swami Agnivesh jî, ku ji bo muzakereyên aştîyê înîsîyatîv dan dest pê kirin, bû hedefa çavtirsandinên bi vî rengî. Li dawîya adara 2011ê, girseyeke ji hêzên ewlehîyê û mîlîsan pêkhatî dema ku diçû yek ji sê gundên ji hêla paramîlîteran ve şewitandî ku li wan tecawuzî jinan hatibû kirin û sê mêr jî hatibûn kuştin, êriş bir ser wî û ew ji serî birîndar kir,. Ev êrişa zêde û hem jî li dij navekî di raya giştî de rêzdar pêk hat, helbet tesîra xwe li ser biryara dadgerên Dadgeha Bilind kir.
Bi awayekî giştî, têkoşîna ji bo xizanan, tevî ku berê ji hêla Gandhi, Jawaharlal Nehru û Bhimrao Ramji Ambedkar ên damezirînerên Hindistana serbixwe dihat meşandin, bû hedefa êrişên bênavber ên dewletê. Rewşenbîr dikarin bala beşeke ji raya giştî bikişînin, ji ber ku bi gotinên Sundarê yên di pirtûka wê Subalterns and Sovereigns (8) de cih digrin, hesteke weha heye: "Encama bûyerên li wir, wê Hindistana paşerojê tarîf bike". Biryara Dadgeha Bilind ev fikara gilîkerê di cih de dît, dema ku li ser helwêsta hikûmetê behsa "tarîtîya ku li ser biryardêrên me yên siyasî dikeve, yên her ku diçe bêhtir ji nirx û aqildarîya destûrî dûr dibin" kiriye. Sazîya fermî ya herî bilind weha guman li ser rewatîya exlaqî ya sinifa serdest çêkirin û got ku "çanda ezperestîya bêsînor û çavbirçîtîya ji ber îdeolojîya aborîya nûlîberal çêbûyî" ew xist bin bandora xwe.
Tevî serkeftina wê ya piştî dadgeheke zehmet a li dij eyaleta Chhattisgarhê çar salan dom kir, Sundar hê jî reşbîn e. Ligel ku guherandina wezîran a 12ê hezîrana 2011ê fersend dida jikaravêtina wezîrê karê navxweyî, Palaniappan Chidambaram, serokwezîr ew di karê xwe de hişt, lê wezîrê dadê Veerappa Moily şand ji bo wezareteke din, lewre ku wî nedikarî rê li ber biryarên Dadgeha Bilind bigre, yên ku hikûmet bi cihneanîna berpirsyarîyên xwe mehkûm kiribû. Ne bi tenê ji bo vê dozê, lê herweha ji bo dozên berîya demeke kurt ên bertîlxwarin û nedana bacê jî.
Xeta bi biryardarî zordar û nûlîberal a wezîrê karê navxweyî divê rê bide hikûmeta niha ku piştevanîya dengdarên sinifên navîn ên bajarî dîsa misoger bike, ku jixwe Partîya Kongreyê ew nû ji BJPê qut kiribûn û ber bi xwe ve anîbûn. Da ku hilbijêrên pêrîşan jî winda neke, partî herweha rûyekî "sosyaltir" bi saya Sonia Gandhi ya seroka wê û kurê wê Rahul nîşan dide. Bi axaftinên xwe, ew dixwazin bidin ji bîr kirin ku hikûmeta heyî berî hertiştî berjewendîyên kangehî diparêze.
Hinek aniha ditirsin ku piştî vê biryara dadê dawîya hêza mîlîs tê û dibe sedem ku dewleteke polîsî û heta desttêwerdana artêşê rû bide. Lê belê leşker bi xwe terciheke weha di warê siyasî de pir hesas dinirxînin: Operasyonên artêşê yên li dijî miletê xwe çawa dikarin bên rewa kirin? Maoîstan weha tevahîya sazûman û sinifên rayedar xistin nerihetîyê. Piştevanîya rewşenbîran ew xurt kirin û weha xuya ye ku ew hê jî xwedîyên avantajeke îdeolojîk û exlaqî ne, ji ber ku bi awayekî jêhatî xwe weke parêzvanên rasteqîn ên xwerû yên exlaqekî neteweyî yê berpirsyarîya li hember gel nîşan didin.
Naïké Desquesnes:
Bi dorê, yê pêşî antropolog û lêkolî-nerê Navenda Neteweyî ya Lêkolîna Zanistî (CNRS) li Enstîtûya Lêkolînên Navbeşî yên li ser Pirsên Civakî (IRIS) ye, ya duyem redaktora bispora Asyaya Başûr li Courier International e.
- "Walking with the comrades" ["Bi hevalan re meşiyan"], Outlook, New Delhî, 29 adar 2010
- "If Gandhi were alive today, he’d be in a jail in Dantewada: Himanshu Kumar" ["Heke Gandhi îro sax bûya, ewê di zîndaneke Dantewadayê de bûya: Himanşu Kumar"], hevpeyivîneke li ser Daily News and Analysis, Bombay, 23 gulan 2010, www.dnaindia.com
- Bixwînin Cédric Gouverneur, "En Inde, expansion de la guérilla naxalite" ["Belavbûna gerîlaya naksalît li Hindistanê"],
- Le Monde diplomatique, mijdar 2007
- Bixwînin Cédric Gouverneur, " "Didi", ou la politique du grand écart" [" ''Didi'', an siyaseta li herdu alîyan"], Le Monde diplomatique, tebax 2011
- The Naxalite Movement [Tevgera naksalît], Allied Publishers, Bombay, 1975
- Sucekî ku di Qanûna Cezayan de cih digre da ku "gotin, nîşan an jî temsîlên nefretê, piçûkdîtinê û heznekirina ji hikûmeta ji alîyê qanûna hindistanî ve saz kirî teşwîq dikin" ceza bike
- Kesê ku jîyana feqîrekî gerok dijî
- Nandini Sundar, Subalterns and Sovereigns. An Anthropological History of Bastar (1854-2006) [Subaltern û hikûmdar. Dîrokeke antropolojîk a Bastarê (1854-2006)], pêşgotina çapa duyem, Oxford University Press, New Delhi, 2007
Wergera ji fransî: Simko Destan


