Hindistan-Çîn; lihevnekirin, dubendî û cudayetî
Nîsana çûyî, cara yekem, grûba ku Brezilya, Rusya, Hindistan,Çîn û ji nuha pêve jî Afrîka Başûr jî têde -BRICS- enîyeke yekitîyê ava kirin û mudaxela li hember Libyayê û dolarê rexne kirin. Di hevdîtinên navnetewî de, bi hev ve girêdayî, Hindistan û Çîn, dema herdû bi hevre ne, dengê wan bilind û cengawerane dibe.
Bi navbereke şeş mehan Hindistan û Çînê hem sar û hem germ vexwarin.Kanûna 2010ê serokkomarê Çînê Wen Jiaobo çû serdana Delhiya Nû û di vê serdanê de sarbûneke diyar xwe dida der: Di danezana encamê de behsa "Çîna bi tenê (one China)" nedihat kirin; ev peyv li gor adetê tê bi kar anîn daku îşaret bi qebûlkirina serwerîya Çînê li ser Tîbet û Taywanê were kirin. Çîn red dike ku Arûnaçal Pradeş, û Jammu û Kaşmîr di nav yekparetîya Hindistanê de ne û ev behsnekirina "Çîna bi tenê" bersivdayîneke vê reda Çînê bû. (1) Di nîsana 2011ê de li hemberî vê di sêyemîn civîna bilind a BRICSyê (2) ya li Sanyayê (Çîn) de, Pekîn û Delhiya Nû li ser parastina berjewendîyên welatên aborîya wan bi pêş dikeve û rûreşkirina desttêwerdana Lîbyayê –ya ku weke desttêwerdaneke rojavayî hatiye bi nav kirin– hemfikir bûn. Di vê navberê de alîkarîya Çînê di mijara çekdarîkirina bi taybetî jî serhildêrên li Bakurrojavayê Hindistanê û eşîrên bi dehsalan e di nav şerekî cihêxwaz de dane, di çapemenîya hindistanî de deng veda. (3)
Di qada herêmî de Hindistan û Çîn sala 1995ê bûn hevkarên diyalogê yên Yekîtîya Neteweyên Başûrrojhilatê Asyayê (ASEAN) ku deh welat endamên wê ne : Bîrmanya, Bruney, Kamboçya, Îndonezya, Laos, Malezya, Filîpîn, Sîngapûr, Tayland û Vîetnam. Deh salan paşê Hindistan bû xwediyastatuya çavdêr li Rêxistina Hevkar ya Şangayê (Çîn, Rûsya, Kazakistan, Kirgizistan, Tacikistan û Ozbekistan). Dîsa sala 2005ê, Çîn bû xwediya heman statuyê li Yekîtiya Asyaya Başûrî ji bo Hevkariya Herêmî (SAARC); Bangladeş, Bhûtan, Hindistan, Komara Maldîv, Nepal, Pakistan, Srî Lanka û Efganistan endamên vê rêxistinê ne.
Ji bo pêşîgirtina li pêngava Hindistanê ber bi rojhilat ve, Çîn hê jî li hember ketina wê ya nav Asia-Pacific Economic Cooperationê (APEC) radibe. Di APECyê de ji niha ve bîstûyek endam hene. Lê belê, Civîna Bilind a Rojhilatê ya Asyewî jî di navê de, li gelek civînên asyewî berpirsiyarên her du welatan tên cem hev –ev yek jî piştrast dike ku Çîn herweha hewl nade berdêla wê çi dibe bila bibe Hindistanê li Asyaya Başûr jî asê bike.
Di nîvê dehsala yekem a salên 2000ê de endamê bijarte yê hikûmeta Hindistanê yê ji pirsgirêkên hawîrdorê berpirsiyar, Jairam Rameş konsepta "Çîndistanê (4)" derxist holê. Bi vî rengî em şahidîya germbûneke têkilîyên di navbera herdu welatan de dikin. Ji serdana Pekînê ya dîrokî ya serokwezîrê Hindistanê Rajiv Gandî ya sala 1988ê ve bibîranîna şerê sala 1962yê yê ku herdu welat anîn dijberî hev, êdî bêtêsîr bû û rîtma hevdîtinên fermî jî kêm nebû. Peymanên girîng ên weke India-China Strategic and Cooperative Partnership for Peace and Prosperity (2005), hatin mohrkirin. Di warê dîplomatîk de Hindistanê ji nû ve îdîa kir ku Tîbet parçeyekî Çînê ye –çawa ku wê sala 1954ê jî gotibû– û Pekînê jî qebûl kir ku Sîkkîma Hindistanê sala 1974ê îlheq kiribû, parçeyek ji erdê Hindistanê ye. Di warê aborî de sala 2010ê pevguherînên di qada bazirganîyê de bi carekê zêde bûn û gihiştin 61.7 mîlyar dolaran, ev mîqdar sala 20003ê mîlyar dolar bû. Di bazirganîyê de Çîn veguherî hevkara sereke ya Hindistanê.
Bi her halî, pirsgirêkên sînor ji sala 1988ê ve mijara hevdîtinan in, heta hevdîtinên pir zehmet in jî, van salên dawîyê dîsa derketin holê. Sala 2009ê Pekînê hewl da kredîyeke 2.9 mîlyar dolaran a ji Bankeya Asyewî ya Pêşketinê (BAP) asteng bike, lewra beşeke vê kredîyê (60 mîlyon dolar) ji bo projeyeke li Arunaçal Pradeşê bû. Çîn serwerîya Hindistanê li ser vê herêmê qebûl nake. Çîna ku berevajî Hindistanê xeta Mac Mahonê –sala 1913ê ji alîyê brîtanîyan û hikûmeta hingê li Lhassayê ve di encama hevdîtinan de hatibû diyarkirin– hîç qebûl nekiriye, vê herêmê weke "Başûrê Tîbetê" dibîne û weke erdê xwe qebûl dike. Heman salê Pekînê hewl da bike ku serokwezîrê Hindistanê Manmohan Singh ji serdana xwe ya Arunaçal Pradeşê bigere. Bi îhtîmaleke mezin sedema van fikarên ku bi carekê xwe dan der, hebûna manastireke bûdîst a tîbetî li Tawangê ye. Dalay Lamayê şeşan li vî bajarî ji dayik bûye û weha xuya ye ku çînî ditirsin ku xelîfê Dalay Lamayê niha ji wir were.
Desteka xurt a Çîn dide Îslamabadê fikaran bi Hindistanê re çêdike
Bi ser de jî rayedarên Çînê sala 2009-2010ê biryar da ku vîzeyên xwe ne li ser pasaportên Hindistanî, belê li ser pelên jêkirî bidin şênîyên ji Jammu û Keşmîrê –awayek e ku pê serwerîya Delhiya Nû li ser vê herêmê red dike. (5) Dema ku tîrmeha 2010ê rayedarên çînî heman muamele bi korgeneralekî fermandarê herêma eskerî ya bakur re kir, Delhiya Nû serdana fermî ya Çînê ya ku ev korgeneral wê tevlî bibûya, betal kir.
Ev lihevnekirin di çarçoveya ji nû ve derketina holê ya tansîyonên hindo-pakîstanî de ne. Piştî êrişên cîhadistan çirîya paşî ya sala 2008ê birin ser Bombeyê, ev yek qewimî. Desteka xurt a Çîn dide Îslamabadê fikaran bi Hindistanê re çêdike, nexasim avakirina bendera Gwadar li Belûcistanê (6) yan jî hevkarîya wan a eskerî, bi hev re hilberîna balafirên şer ên nêçîrê JF-17 di çirîya paşî ya sala 2009ê de tesîrê li Hindistanê dikin, fikaran pê re çêdikin. Firkateynên Sword (F-22P), panzerek jî û herweha santralên nukleer wê paşê bi hev re werin hilberîn. Hindistan gumanan dike ku ev santral wê ji bo armancên eskerî werin bi kar anîn. Dibe ku pirsgirêkeke li ser ava derdora çemê Brahmapûtrê jî li van zêde bibe. Çîn li ser çemê ber bi Hindistanê ve diherike santraleke hîdroelektrîkê ava dike, ev santral dibe ku tesîrê li mîqdara ava diherike Hindistanê bike.
Herdu reqîbên li ser erdê ango Hindistan û Çîn, di Okyanûsa Hindê de bêhtir reqîbên hev in. Delhiya Nû tevgav e, ji ber dorlêgirtina tevlîhev a ji ber pêşketina "gerdenîya ji durran" a Çînê (avakirina benderan heta bi tengava Hurmuzê) û bicihkirina fuzeyên li platoya tîbetî. Li alîyê xwe Çîn pê bawer e ku ji Hindistanê têgihiştina mare nostruma wê (Derya Çînê) asteng bike, nexasim bi riya dîwarê ku koma giravan a Andamans wî pêk tîne. (7) Fikar li her du alîyan zêdetir dibin, lewra pêdivîya petrolê ya her duyan ji Rojhilata Nêzîk tê temîn kirin û di Okyanûsa Hindê re derbas dibe. Ji ber vê yekê tu kes matmayî namîne ku her du dewlet berîya her tiştî artêşa xwe ya deryayî bi hêz dikin –bêyî ku dev ji sîlehên din berdin, çawa ku em ji budceyên eskerî yên her mezin dibin jî fêm dikin. (8)
Ev berberî dibe sedema avakirina koalîsyon û hevgirtinên herêmî. Çîna nêzî Pakistan, Bîrmanya û Srî Lankayê bi dor wan hevkaran jî ketiye ku Hindistan wê hez bike têkilîyên xwe yên baş bi wan re dewam bike, yan jî bi pêş bixe, yên weke Îran, Nepal û Bangladeşê. Delhiya Nû li alîyê xwe hewl dide sûdê ji tirsa ji hêza Çînê ya welatên cihê bigire, welatên weke Vîetnam, Sîngapûr û Japonyayê –Hindistanê bi van welatan re sala 2006ê peymaneke girîng a hevkarîya stratejîk mohr kir. Ew li alîyê din xwe nêzî Dewletên Yekbûyî dike û Pekîn bi xwe bi tenê dikare hêrs bibe li dijî hevkarîyeke ku li mîhwera japon-amerîkî zêde dibe û rola hêza asyewî ya Dewletên Yekbûyî xurt dike.
Têkilîyên dualî yên tevlihev li pêşîya hevkarîyan ne asteng e
Ev têkilîyên dualî yên tevlihev li pêşîyê ne asteng e ku her du welat her diçe bêhtir di merciyên piralî de werin cem hev –û berê xwe bidin heman alîyî. Pirhejmarîya dezgehên ku welatên asyewî yan jî bi awayekî giştîtir welatên bi pêş dikevin tînin cem hev, gurayî û têrûtijîbûna van danûstendinan jî zêde dike: Hindistan û Çîn îro di qada herêmî (li nivîsa di çarçoveyê de binêre) yan jî navneteweyî de endamên nîv duzîneyeke rêxistinên bi vî rengî ne.
Ji bilî Sêgoşeya Stratejîk a ku Rûsya, Çîn û Hindistanê tîne cem hev, bêguman koma herî derdikeve pêş koma jê re "BRICS" (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn, Afrîkaya Başûr) tê gotin e. Danezana encamê ya yekemîn civîna bilind a hezîrana sala 2009ê li Ekaterînbûrgê (Rûsya) ji nav daxwazên wan, peydabûna dinyayeke pirqutbî bi nav kir. Civîna bilind a diduyê ya nîsana 2010ê li Brasíliayê bi awayekî zelaltir behsa mijarên jeostratejîk ên weke Îranê kir: BRIC –hingê Afrîkaya Başûr hê ne endama vê "klub"ê bû– wan li ser wê nêrînê li hev kir ku mueyîdeyên cezayî yên ku rojavayî pêşniyaz dikin, çareserî nînin. Di dawîyê de bi rasthatina civîna xwe ya bilind a sisiyê li Sanyayê (Çîn) ku nîsana bihurî pêk hat, bi kirina nav xwe ya Afrîkaya Başûr, ev klûba hêzên nû veguherî merciyeke tam a siyasî. Lewra Afrîkaya Başûr di warê performansa xwe ya aborî de ne xwedîya wan wesfan bû ku bibe endama vê klûbê, Çîn û Hindistan hem fikir in li ser parastina berjewendîyên welatên bi pêş dikevin, çawa ku wan li Rêxistina Bazirganîyê ya Cîhanê (WTO) di tevahîya dewra ji Doha heta bi Kopenhagê de jî kiribû. BRICSyê ne bi tenê rexne li desttêwerdana Lîbyayê girtin, wê herweha doza cihekî bilindtir di nav sîstema Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de jî kir. Di nav vê daxwazê de her yekê kursiyekî endametîya daîmî di Konseya Ewlekarîyê de ji bo Brezîlya û Hindistanê hebû û eşkere doza meqamên berpirsîyarên Fona Pereyan a Navneteweyî û Bankeya Cîhanî jî kirin; amerîkî û ewropî weke ku bûbe adet van meqaman di nav xwe de parve dikin. Ev hişkbûn û tahlbûna nisbî ya têkilîyên dualî yên di navbera Çîn û Hindistanê de bi gurayîya danûstendinên wan ên di çarçoveyên piralî de telafî dibe. Di van çarçoveyên piralî de her du dêwên asyewî kêfxweş in derkevin hemberî Rojavayê. Ev dijminahî li alîyê Çînê pir matmayî nehêle jî, li alîyê din nediyarî û şîlobûna hin helwestên Hindistanê dibin sedema şaşmayîn û metelmayînê. Weha xuya ye ku welat ji ber tansîyoneke xurt a di navbera "rojavayîparêz" û "rojhilatparêz"an de êşiyaye. "Rojavayîparêz" Hindistanê weke welatekî-pir (bridge power) dibînin ku jê tê xeteke yekîtîyê di navbera Bakur û Başûr de çêke; "rojhilatparêz" amade ne bi dilê xwe "Konsensuseke asyewî" –heta Konsensusa Pekînê ya navdar a ku lîberalîzma aborî û otorîtarîzma siyasî tîne cem hev- deynin şûna Konsensusa Waşîngtonê. (9) Mezinbûna aborî ya Çînê elîtên Hindistanê heyranî xwe dihêle û ev yek wan ber bi vî alî ve daf dide. Birêveberê Federasyona Odeyên Bazirganî û Pîşesazîya Hindistanî Rajiv Kumar ji civîna li Sanyayê bi rengekî efsûnkirî vegeriya: "Tişta herî balkêş a di kapîtalîzma Çînê de bi tevahî ji holêrabûna cihêtîya di navbera qada dewletê û ya taybet de ye. Her du jî bi awayekî şefaf û zelal di bin serwerîya Partîya Komunîst de kar dikin." (10)
Weha xuya ye ku Hindistan bi curekî nexweşîya şîzofrenîyê ketiye
Ji bo hin berpirsiyarên hindistanî demokrasî di siyaseta derve de êdî îdealek nîne, bi tenê amûreke siyasî ye: Bi vî şêwazî desttêwerdana Efganistanê li ser navê demokrasîyê –ya ku dike Pakistan lawaz bibe– rewa xuya dike; lê belê tevlîbûna protestoyên rojavayî yên li dijî dagîrkirina Gurcistanê ji alîyê Rûsyayê ve yan jî biryara Neteweyên Yekbûyî ya hejmara 1973yê –destûrê dide desttêwerdana Lîbyayê– hewce xuya nakin.
Weha xuya ye ku Hindistan bi curekî nexweşîya şîzofrenîyê ketiye. Pêşdeçûna cîrana wê a mezin bi rastî jî ji bo berpirsiyarên mijarên ewlekarîyê bûye fikrekesabit, lê belê li dijî Rojavayê ew li alîyê wê ne, derdorên wê yên kar û pîşesazîyê amade ne li ber heyranmayîna "Konsensusa Pekînê serê xwe bitewînin".
Li kevîya Civîna Bilind a Sanyayê, Delhiya Nû û Pekînê biryar da ku hevkarîya xwe ya qada parastinê ji nû ve dewam bikin –di encama bûyerên tîrmeha 2010ê de ev hevkarî hatibû cemidandin–, lihevderneketinên xwe yên bazirganîyê kêm bikin (di vî warî de lihevderneketina budceya Hindistanê 25 mîlyar dolar bûn), û bipêşvebirina mekanîzmayeke nû ya karkirina ahengdar a der barê pirsgirêkên sînor de. Ev germbûn nîşana daxwaza konjonkturî ya Hindistanê ye ku dixwaze zextê li Dewletên Yekbûyî bike ku li gor wê hê jî zêde nêzî pakistanîyan e; gelo ev germbûna têkilîyan wê hê çiqasî dewam bike? Tu kes pê nizane. Ya strukturel ew e ku hindistanî û çînî dikarin ji hev cuda bikin, têkilîyên xwe yên bi pirsgirêk ên dualî û yekbûna xwe ya li dijî Rojavayê ya di merciyên piralî de.
Christophe Jaffrelot:
Birêveberê lêkolînan li Navenda Lêkolînên Navneteweyî (CERI) –Zanistên siyasî/Navenda Neteweyî ya Lêkolîna Zanistî (CNRS), wî ev lêkolîn bi rê ve bir: New Delhi et le monde. Une puissance émergente entre realpolitik et soft power [Delhiya Nû û Dinya. di navbera siyaseta reel û soft power de hêzek peyda dibe], Autrement, Parîs, 2008.
- Binêre li Sujit Dutta, "Managing and engaging rising China: India’s evolving posture (Birêvebirin û teswîqkirina Çîna bilind dibe: Helwêsta diguhere ya Hindistanê ye)", The Washington Quarterly, berg 34, hejmar 2, bihara 2011ê, r. 133
- Kurteya bi îngilîzî ji bo Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Basûr
- Binêre li Saikat Datta, "The great claw of China (Lepê mezin ê Çînê)", Outlook, Delhiya Nû, 7ê sibata 2011
- Jairam Ramesh, Making Sense of Chindia : Reflections on China and India (Manedarkirina Çîndistanê: Hizrên der barê Çîn û Hindistanê de), India Research Press, Delhiya Nû, 2005
- Hindistan û Pakistan ji sala 1947ê ve li ser Kasmîrê ne li hev in
- Binêre li Christophe Jaffrelot "A Tale of Two Ports. Gwadar and Chabahar display Chinese-Indian rivalry in the Arabian Sea (Çîroka du benderan. Gwadar û Çabahar hevrikîya Çîn û Hindistanê ya di Deryaya Erebî de nîsan didin )", Yale Global, 7ê çileyê 2011ê, http://yaleglobal.yale.edu
- Binêre li Mathieu Duchâtel, "The PLA Navy in the Indian Ocean (Artêsa deryayî ya PLAyê di Okyanûsa Hindistanê de)", di "China’s sea power, reaching out to the blue waters (Hêza deryayî ya Çînê digihîje deryayên dûrî peravan)", China’s Analysis, adara 2011ê, r. 3-5
- Budceya eskerî ya Çînê ji 30 salan û vir ve salê % 10 zêde dibe û sala 2011ê bi awayekî fermî gihîste 91 mîlyar dolaran (International institute for security studies, The Military Balance, 2010, London, 2011). Ya Hindistanê li gor sala derbas bûyî ji sê paran yekê zêde bû û di 2009/2010ê de gihîste 32 mîlyar dolaran. Lê belê rastî ne hertim weke van hejmarên fermî ye
- Tevahîya tedbîrên lîberal yên ku li ser welatên deyndar di navbera salên 1980 û 1990ê de hatin ferz kirin
- Rajiv Kumar, "Chinese capitalism: some lessons for us (Kapîtalîzma Çînê: Çend dersên ji bo me)", Businessline, 16ê nîsana 2011ê
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê


