Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Hikûmeta tirk û gefên li ser kurdan

Piştî zelzeleya ku li Wanê û der û dora wê xist, Partîya Demokrasî û Aşitîyê (BDP), alîgira kurdan, destek da "Tevkarîya Neteweyî" li gel ku li alîyê din, artêşa tirk bersiva êrişên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dida. BDP, wek Ankarayê, dixwazê şansê diyalogê biparêze û bibe terefgira avakirin û guhertinên makezagonî.

Recep Tayyip Erdoğan ji xwe re digere: Di du mehên çûyî de serokwezîrê Tirkîyeyê çû seredana Misir, Tûnis û Lîbyayê û ew herweha li Washingtonê jî hat pêşwazî kirin. Wî berdewam kir û bi ser Îsraîlê ("Zarokê serxwereçûyî yê Rojavayê") de çû, piştgirî da serhildanên ereban, ji Cema'ata Cîhanê ya Ereban re got ku li cem Neteweyên Yekgirtî (NY) deng bidin ji bo dewleta Filistînê ("ne wekî alternatîf, lê belê wekî mecbûrîyet"), kêfa kolanên ereb anî û bi piştgirîya xwe ya ji bo sekularîzmê, îslamîyên Misirê aciz kirin. Mebesta liv û tevgerên wî berîya hertiştî ji zexmkirina siyaseta xwe ya herêmî bû ku li welêt xelk piştgirî didê.

Lê belê li paş van dîmenan, hesab û berjewendîperestî hene: Erdoğan bi pejirandina mazûvanîya mertala mûşekan a NATOyê, li dij Îranê temînatek da Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA); wî herweha têkilîyên xwe yên digel Beşar Esed ê Sûrîyeyê birîn, ku Esed guh nedabû şîretên Erdoğan ên ji bo reforman. Û herçend Tirkîyeyê têkilîyên xwe yên leşkerî yên digel Îsraîlê dabe rawestandin jî, Erdoğan têkilîyên xwe yên aborî yên digel vî welatî ranewestandin. Erdoğan hetta di gotûbêjên digel Hamasê yên li ser serbestberdana leşker Gilad Shalit de beşdar bû û xêrhatina 11 dîlên filistînî bo Tirkîyeyê kirin, ku ji alîyê Îsraîlê ve hatin serbest berdan, lê belê vegera wan a bo herêmên dagirkirî hatibû qedexe kirin.

Her weha, Erdoğan bi lidijderketinên navxweyî re jî rû bi rû dimîne, ku doza heman hesab û berjewendîperestîyê dike. Di çend mehên çûyî de Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) şideta xwe zêde kir, revandin, bombekirin û kuştina sivîlan pêk hatin, ku maqamên tirk bi destgîrkirinên komî bersiv da wan. Her çiqas ev yek, ji bo niha, ne vegereke bo wan rojên kujer ên salên 1990ê be jî, ji meha hezîranê û vir ve nêzîkî 180 kes hatin kuştin.

Bêdilîya gelêrî

Ev pêla şidetê piştî "vekirina demokratîk" a sala 2005ê hat, ku wê demê hikûmeta Partîya Dad û Geşedanê (AKP) şert û mercên kurdan (ku % 15-20 a gelheya Tirkîyeyê pêk tînin) siviktir kirin û di refaha nû ya welêt de parek da wan. Li dû geşedana li herêma Başûrê Rojhilat, bi bernameyên televîzyonî yên 24 saetî, pişkivîna çandî, kampanyayên hilbijartinê yên bi kurdî û bi teşwîqkirina çandê, qedexeyên li ser kurdî bi awayekî qismî hatin rakirin (heta vebûna demokratîk hat wê merheleyê ku di vê cotmehê de di Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê de beşa ziman û wêjeya kurdî hat vekirin). Dawî li êşkenceya li girtîgehan hat û hikûmet bi awayekî dizî bi PKKyê rûnişt da ku mijarên wekî dawîlêanîna pevçûnê, ragihandina efûyeke giştî û baştirkirina rewşa zindanê ya serokê PKKyê Abdullah Öcalan (yan jî hefsa li malê) nîqaş bikin.

Di cotmeha 2009ê de pêngaveke sembolîk hat avêtin û heşt gêrîlayên PKKyê û 26 dilxwaz ji Iraqê vegerîyan. Lê belê, ew lehzeya ku divîyabû ji bo aştîyê bibe fetilokek, veguherî karesateke têkilîyên raya giştî: Bi deh hezaran kurd bi çoş vegera lehengan, ku bi cil û bergên xwe yên gelêrî yên şer hatibûn, pîroz kir. Raya giştî ya tirk, ku ji bo tiştekî weha ne amade bû, ev dîmen bi awayekî matmayî ji televîzyonê temaşe kirin.

Erdoğan ji ber tirsa wendakirina piştgirîya xelkê, kir ku însîyatîf were rawestandin, lê belê gotûbêjên navbera hikûmetê û PKKyê heta 2011ê berdewam kirin, wekî ku ji tomarên dengî yên 13ê îlonê, ku di çapemenîyê de cih girt jî dîyar dibin navbera 2009 û 2010ê de li Osloyê gotûbêj pêk hatine. Serokê parlamentoyê Cemîl Çîçek gotûbêj piştrast kirin û got: "Komara Tirkîyê wekî Brîtanya, Îspanya û wekî welatên, ku ji terorê bêzar in. Ev welat jî di rabûrdûyê de digel ETA û ÎRAyê rûniştibûn.". (1) Çend roj piştî wê, parlamenterê temen mezin ê BDPyê Şerafettin Elçi dîyar kir ku protokolek, ku tê de hemû daxwazên sereke yên kurdan cih digirin, him ji alîyê Öcalan û him jî ji alîyê MÎTê ve hatiye erê kirin û ji bo îmzekirinê pêşkêşî Erdoğan hatiye kirin. (2) Lê belê çend rojan piştî tomarên dengî, êrişên nû yên PKKyê pêk hatin (ku êrişeke bi makîneyeke bombebarkirî li navenda Enqereyê jî tê de bû)

Sedem çi bûn: Gelo Tirkîyeyê jidil muzakere dikir? Gelo komeke tundrew a nav PKKyê muzakere sabote kirin? Yan jî gelo careke din Sûrîyeyê li hember neyartîya Tirkîyeyê ya li dij rejîma Essed, ku her ku diçê mezintir dibe, karta kurdî bi kar anî? Sedem çi bin jî, Erdoğan gotûbêj dan rawestandin. Û roja 19ê cotmehê, li Colemêrgê di êrişekê de, ku ji 1980yê û vir ve êrişa herî cidî û baş koordînekirî bû, 24 leşker û polîs hatin kuştin. Piştî ku komandoyên tirk sînorê Iraqê derbas kir, Erdoğan banga sikûnetê kir. "Em dizanin ku panzehîra terorê mafên mirovan û demokrasî ne." Wî herweha got: "Em sebr û aramîya xwe ji dest nadin."

Gelek kes hîna jî ji bo xweserîya kurdan ne amade ne. Hevgirtina kambax a leşker û mafyayê, -ku wekî "dewleta kûr" (3) tê nasîn- û tirk wê bi zêdekirina tengezarîya siyasî û aborî tewanbar dikin, hîna di cihê xwe de ye û ji her du alîyên vê pevçûnê sûdê werdigire. (çek, hişbir ûhwd). Hin kesên nav PKKyê jî normalîzasyonê naxwazin, ku gelek kurd dixwazin pêk were, heger pêk were êdî ew nikarin dewleta tirk bidin rawestandin û kontrola xwe ya li ser gelheya kurd wenda bikin.

Ümit Firat, rewşenbîrekî kurd ê nermrew ku bi tu tevgerên siyasî re ne girêdayî ye, veguherîna kurdan weha vedibêje: "Berê me digot self-determînasyon tenha çareserî ye. Lê belê, di dema Turgut Özal û demokratîkbûnê de me got, em çima nabin parçeyeke demokratîkbûna Tirkîyeyê? Bi mebesta endametîya Yekîtîya Ewropî, ev yek bû faktoreke berbiçav. Utopyaya Kurdistaneke yekbûyî êdî ne ewqas cazîb bû û herweha mimkûn xuya nedibû. Bi rastî, Tirkîyeyek, ku di pêvajoya demokratîzasyonê re derbas dibe, ji bo cîranên li Kurdistana Iraqê rehetîyek e."

Ew lê zêde dike: "Kurdên me niha dixwazin berê xwe bidin rojavayê" û weha dirêjahî pê dide: "Him ji ber berjewendîyên aborî û him jî ji ber xaçerêya herêmî, kurd dahatûya xwe di Tirkîyeyeke demokratîk de dibînin, ku mafên wan nas bike." Ev maf tên wateya dawîlêanîna cudagerîya etnîk, naskirina nasnameya kurdî bi awayekî giştî -ku mafê xwendina kurdî ya dibistanan jî tê de- û adem-î temerkuz, ku dê rê li xweserîyekê veke. Ji bo wan hemû reformên destûrî divên.

Hevseroka Partîya Aştî û Demokrasîyê BDP ya kurdperwer û parlamentera berê ya Dîyarbekirê Gülten Kışanak dibêje: "Me destûreke nû divê ku tê de gotinên hemwelatîyan û demokrasî hebin, lê belê tê de tu referansên nasnameya tirkî nebin." Wê lê zêde kir: "Nasnameya me ji destûra pêşîn a sala 1924ê û vir ve her tim hat paşguh kirin û ev yek sedema nebûna aştîyê dîyar dike."

Kışanak jî wekî kurdên din bawer dike ku reformên destûrî divê ji bêçekkirinê bi awayekî serbixwe pêk werin. Ew dibêje bi tenê bi destûreke nû pirsên dijwar ên wekî xweserî dikarin werin nîqaş kirin. Weha dirêjahî pê dide: "Divê herkes bikaribe fikr û ramanên xwe derbibire, herçend ew bibin sedema lihevnekirinan jî. Li Tirkîyeyê ne hêsan e ku mirov tiştan nîqaş bike; lê divê weha nebe." Destûra heyî ya Tirkîyeyê piştî darbeya leşkerî ya sala 1980ê hatiye nivîsandin û heta niha gelek caran hatiye guherandin, divê an ji nû ve were nivîsandin û heger ev yek nebû divê bi awayekî berfireh were guherandin.

Serkeftina 12ê hezîranê ya AKPyê, ku deng vedabû, rê li pêşîya wê vedike ku bikaribe di rêya reforman de bixebite. AKPyê bi rêjeyeke 50 dersedî (an ku bi 326 kursîyên parlamentoya 550 kursî) ku ev yek ji rêjeya beşdarîya hilbijartinan ya sala 1987ê (86.7 dersed) û vir ve bilindtirîn rêje ye. Ji destpêka jîyana pirpartîyî ya sala 1946ê û vir ve AKP yekemîn partî ye ku sê serdeman li ser hev dengên xwe bilind dike.

Lê belê, ev yek jî heye ku serkeftina Erdoğan li jêr "piranîya super" -330 kursî- de ma ku heger bi dest xistibaya Erdoğan dê bikaribaya bêyî ku bi parlamentoyê bişêwire, destûreke nû binivîse û bikaribaya pergala serokatîyê, ku wî dixwest, ava bike. Lê belê, wî tirk temîn kirin ku partîya wî dê "dilnizm be" û hewlê bide ku ji bo reformeke destûrî li lihevkirineke berfireh bigere. Heger AKP nikaribe digel partîya herî rastgir a Partîya Tevgera Neteweyî (MHP) li hev bike, ku 13 dersedê dengan wergirt û xwedî 54 kursîyan e, wê demê naçar bimîne ku digel partîya sereke ya muxalefetê an ku digel Partîya Komarî ya Gel (CHP) ya sekuler tevkarîyê bike, ku 26 dersedê dengan wergirtibû xwedî 135 kursîyan e. (4) BDP jî parlamentoyê xwedî 36 kursîyan e.

Le belê ji hezîranê û vir ve BDPyê ji bo protestokirina di çarçoveya qanûna li dij terorê de destgîrkirina şeş endamên xwe yên hilbijartî, rûniştinên parlamentoyê boykot kirin. Li hember şidetê, ku her berbelav dibe, vegera BDP ya parlamentoyê ya 1ê cotmehê ji bo hêvîyên reformên destûrî xwedî girîngîyeke jîyanî bû, ku pevajoyê reformê dikare rê lê veke ku hikûmet û kurd dawî li pevçûna salan bînin, ku ji 1984ê û vir ve tê de 30 hezar kes hatin kuştin.

Dawîya hêza milan ya li hember artêşê

Derbasbûna Tirkîyeyê bo dewleteke demokrat û rêveberîya sivîl bi piranî vê havînê pêk hat. Di 29ê hezîranê de serfermandarê giştî û fermandarên artêşê, hêzên asmanî û deryayî ji nişkan ve dest ji kar kişandin. Ev yek dikarîbû wekî krîzeke mezin were têgihiştin, lê belê pir bi aramî hat pêşwazî kirin, heta bêjin bi xemsarî. Erdoğan bi lezgînî serfermandarekî nû û apolîtîktir tayîn kir. Di marketan de tu pêl ranebûn.

Destjikarkişandin mohra xwe li hemleya dawî ya Tirkîyeyê bo demîlîtarîzasyonê da. Di navbera artêş û AKPyê de ev çendîn sal in ku têkoşînek hebû. Hewldanên ji bo qedexekirina AKPyê ji ber xebatên ji bo avakirina desthilatdarîyeke olî berevajî bandor kir û populerbûna wê di nav xelk de zêde kir. Ji ber tawanbarîyên ji ber beşdarbûna planên darbeyê û komployên li dij AKPyê artêş jî qels bû, ku niha di çarçoveya dozên Ergenekon û Balyozê de darizandin pêk tên. (5) Hevdem, li Tirkîyeyê veguherîneke siyasî jî ji zû de dest pê kir: Ji bo endametîya YE diviyabû "Lijneya (metna îngîlîzî de 'state' an ku dewlet/rewş hatiye bi kar anîn lê bawer im mebest lijne ye an ku MGK) Ewlekarîya Neteweyî" were belav kirin, ku pê artêşê hêza xwe datanî, nemaze di dema serokatîya siyasî ya qels a salê 1990ê de.

Fermandarên artêşê çima dest ji kar kişandin? Serfermandar Işık Koşaner, ku serdema wî ya fermandarîyê dê di tebaxa 2013ê de biqedîya, dîyar kir ku ji ber destgîrkirina "neheq" a hevkarên wî, ji bo wî êdî "ne mimkun e... ku bikaribe xizmeta xwe berdewam bike." Gotinên wî fikareke berfireh a Tirkîyeyê nîşan dida, ku li gor vê fikarê meşrûbûna doza Ergenekonê ji ber delîlên têrnekir û destgîrkirinên çawalêhato (ku gelek rojnameger jî hatin girtin) û hêdîbûneke bêdawî tê kêm kirin. Piştî ku nêzîkî ji sisiya yek a hemû generalan û gelek efserên teqawît hatin girtin û darizandin, Koşaner xwest ku rutbeya 250 efseran, ku tên darizandin, bicemidîne; lê belê hikûmetê xwest ku wan teqawid bike.

Niha weha xuya dike ku hêzên çekdar ên Tirkîyeyê bi yekîneyên kêmtir profesyonel ji nû ve werin saz kirin da ku pêdivîyên Tirkîyeyê bi cih bîne, da ku bibe xwedî rêvebirîyeke sivîl ku di rêya modernîzmê de ye. Dibe ku di statuya serfermandar de, ku li hember serokwezîr berpirsîyar e û herweha di statuya hin wezîrên hikûmetê de hin guhertin pêk werin. (6) Di meha tebaxê de, sê rojan piştî destjikarkişandina fermandaran, di dumahîya kombûna Şûreya Bala ya Leşkerî (YAŞ) de Erdoğan sînyalên pêwîstîya bi guhertinê dan. Bi awayekî sembolîk, Erdoğan wekî berê li kêleka serfermandar rûnenişt û di şûna wê de bi tena serê xwe li ber masê rûnişt.

Dadgehên leşkerî dikarin bi dawî werin û budçeya leşkerî dikare ji bo çavdêrîya parlamentoyê were vekirin. Reforma herî girîng guhertina madeya 35 a Qanûna Xizmeta Navxweyî ye, ku hîmê qanûnî yê hemû darbe û hewldanên darbeyê pêk tîne û "peywirê" dide artêşê ku komarê li hember xeteran biparêze. Partîyên siyasî jî piştgirî didin guhertina vê madeyê ku êdî artêş nikare "xetereke" weha bi nav bike, lê belê heger jê hat xwestin alîkarîya hikûmetê bike.

Piştî deh salên wekî serokwezîr, Erdoğan û AKP niha di dîyarê hêza xwe de ne. Ew çavdêrîya derbasbûna Tirkîyeyê bo demokratîzasyonê û desthilatdarîyeke sivîl dikin û welatekî refahê ava dikin, ku xwedî azwerîyeyê ku li Rojhilatê Navîn bibe hêzeke sereke. Herçend ev yek ne hêsan e jî, reformên destûrî û naskirina mafên kurdan -ev yek du xal nabin ku ji hev werin cuda kirin- ji bo wan gavên herî girîng in, ku di rêzê de ne.

Çavkanî: 

Wendy Kristiansen, gerînendeya edîtorî ya Le Monde diplomatique îngîlîzî ye û nivîskara pirtûka Rêwîtîya bo Dilê Cîhana Îslamî: Civakên îslamî yên cur bi cur, Editions du Cygne, Paris, 2011

  1. "Çiçek li ser gotûbêjên digel PKKyê wekhevîyên IRA, ETA nîşan da", Hürriyet Daily News, Istanbul, 15 îlon 2011
  2. Fikret Bila, "Asta ku PKKyê danî ", Hürriyet Daily News, Istanbul, 27 îlon 2011
  3. Binihêre Wendy Kristianasen, "Serkeftina hêza nerm a Tirkîyeyê", Le Monde diplomatique, îngîlîzî, sibat 2010
  4. Serokekî nû, Kemal Kılıçdaroglu, şûna Deniz Baykal girt. Lê belê herçend wî soza reforman dabû jî parçebûna navxweyî ya CHPyê nehişt ku partî xwe ji rabirdûya xwe ya dewletparêz dûr bixîne
  5. Ergenekon û Balyoz rêxistinên dizî ne ku ji 2003ê û vir ve bi komployên li dij dewletê tên tewanbar kirin. Ew versîyona tirk a Gladyoyê ye, toreke nepenî ye ku li hember dagîrkerîya Sovyetan ji alîyê NATOyê ve li Ewropaya Rojava hatiye bi cih kirin, lê belê li Tirkîyeyê wê piştî dawîlêhatina şerê sar jî berdewam kir
  6. Da ku di civînên NATOyê de pirsgirêkên protokolê rû nedin wezîrê berevanîyê di heman demê de digel serfermandar nakeve kombûnan

 Wergera ji îngilîzî: Celîl Kaya