Heyfa mezin a çepê Îsraîlê
Drama bi rastî ya çepgirên karkir yên Îsraîlê -û ji ber wê jî ya tevahiya civaka Îsraîlê- bêhêziya wê ye. Sedemên vê yekê di bibinketina hilbijartinên 2009’an de jî tên dîtin, belê ev sedem ji yên derba dîrokî ku 1977’an li çepgirên karkir ketî ne bi gelekî cihê bûn. Hingî rastgir cara pêşî bûbûn desthilatdar. Ev sedem beriya her tiştî bi pêkhatina îdeolojîk a tevgerekê ve girêdayî ne ku jê nayê perspektîfeke paşerojê ji bo rizgarbûna ji du asêbûnan pêşniyar bike. Mijarên têde asê dibe jî neo-kolonyalîzm û neo-lîberalîzm in. Ji gelek Îsraîliyan we ye ku ew li ber serê nexweşekî giran in, heta li ber sere nexweşekî li ber mirinê ne.
Ev berjêrçûna ber bi dojehê ve, mirov nikare bi tesîra desthilatdarbûnê ve yan jî beridîna civakê ya giştî rave bike; lewra bêtaqetiya çepgiran, serê pêşî ji serketina Hezîrana 1967’an tê û paşê jî ji lihevhatinên dîrokî yên Osloyê yên sala 1993’an1. Dema bi vê erka dêw re rûbirû ma, çepê Îsraîlê ne bi tenê konformîzm (rihetîparêzî) û muhafezekariya xwe nîşan da, her wiha lawaziya xwe ya întellektuel û exlaqî jî.
Tevgera neteweperest a cihû berê xwe hişk daye armanca ku Filistînê bi awayekî bêsînor bike cihê wargehên cihûyan, wê bike kolonî û di dawiyê de jî serxwebûnê jê bistîne. Di 1929’an de Berl Katznelson ev îdîa kiribû: “Kar û emelê siyonîst, kar û emelekî dagirkirinê ye. Û ez dixwazim ku baş were fêm kirin, ji bo min terîfa eskerî ya vî karî, ne bi tenê hevokeke xîtabetê ye2.”
Ji bo ku vê dagirkeriyê rewa bike, tevgera siyonîst xwe spart mafên dîrokî yên cihûyan yên li ser welatê pêşiyên wan. Ji dawiya sedsala 19’an û vir ve, tevahiya tevgerên siyonîst bawer dikirin ku cihûyên Ewrûpayê li ber bobelatekê ne. Şerê Duyemîn ê Cîhanê wê ew mafdar bikira. Ji serketina 1948-1949’an re wê nîv sedsal amadekariyên gelekî zehmet biviya yên ku karkirên ji 1930’î ve desthilatdar ew bi rê ve birin.
Dengê teqîna guleya Hezîrana 1967’an veda: Çawa şîrove bikin û çi jê bikin? Gelo ev berhemên hesabekî şaş ê misriyan bû, ku ji tevgera karkir a Îsraîlê hat van berheman kom bike; erdên dagirkirî ji bo aştiyê weke pereyên hûr bi kar bîne, yan jî berovajî vê, ev encameke mantiqî ya şerê serxwebûnê bû? Gelo diviya ev weke derfeteke temamkirina karê di sala 1949’an de nehatî bi dawîkirin bihata dîtin, yan jî berovajî vê, li beramberî cîhana ereb bihata eşkere kirin ku siyonîzm di çarçoveya agirbesta 1949’an de gihîştiye armancên xwe, dagirkirina erdê û kolonîkirina wê ku heta avakirina dewletê ji bo man û nemanê diyarker bûn, êdî rawestiyane? Li ser serê cihûyan êdî banek hebû û dikarîn weke miletên din bibûna miletek.
Ji bo ku vê prensîba bi rastî jî şoreşgerane bi lev bikira û “xeta kesk” a 1967’an weke sînorê dawî yê erdên netewî qebûl bikira, diviyabû çepê Îsraîlê li ser koka nirxên gerdûnî heşîn bibûya, û ne bi tenê li ser taybetmendîparêziya çandî û siyasî ya neteweperestiyê. Û çend îstîsnayên kêm ne têde, elît û giregirên siyaseta karkir ne xwediyê wê hêz û kapasîteyê bûn ku li gorî vê prensîba gerdûnî tevbigerin.
Çend întellektuellen ku piştî 1977’an ji bo ku partiyê li ser hîmên nû ji nûve ava bikin, hewl dan bikevine nava siyasetê, neçar hatin hiştin ku îstîfa bikin, yan jî piştî şerê pêşî yê Libnanê (1982) dev ji siyasetê berdan. Li gorî dengqewînên tevgerê, ew ê tiştekî din ê nû neafirînin û bi şopandina riya ku du îdeologên çepê cihû yên sedsala 19’an, Aharon David Gordon û Berl Katznelson danî, razî bin.
Nîqaşa ku tevahiya hikûmetên karkir di navbera 1967’an û 1977’an de û paşê di salên 1990’î de kirî, ti carî armanca wê nebû sererastkirina doktrîna kevin a dagirkirina erdê, ne jî bû hewcedariya bi danîna hîmê paşeroja welêt êdî ne li ser mafên dîrokî yên cihûyan li ser erda Îsraîlê, belê li ser mafên xwezayî yên gelan hemûyan yên diyarkirina çarenûsa xwe bi xwe. Ev yekane nîqaş bû – û hê jî wisa ye – ku pêwendiya wê bi baştirîn şêwazê bikaranîna rewşa ji lawaziyan ereban pêk tê, heye.
Prensîba, ji bo ku em li beramberî hêzeke ji ya me mezintir, hindiktir bitirsin, em dev ji erdê bernadin, hê jî xurt e. Çêkirina wargehên cihûyan li nav erdên filistîniyan bi metodên îro dewam dikin, di bin desthilatdariya hikûmetên karkir ên di navbera salên 1967 û 1977’an de li ser hev hatî de dest pê kir: Çawa lê were, bi bahaneyekê erd tên desteserkirin, qanûn tên zîvirandin û qulibandin wan bi vir ve û wê de dibin û tînin, di navbera cihû û ereban de newekheviyê saz dikin. Tevî Lihevhatinên Osloyê jî, dema karkir hatin ser hukum di navbera 1992 û 1996’an û 1999 û 2001’ê de di pratîkê de ti tiştê esasî neguherî. Berovajî: Wan her tişt kir da ku bi hêrsa cihûyên wargehan û tevahiya rastgirên Îsraîlê re rûbirû nebin. Hêrsa van derdoran jî ji vê “xiyanetê” bû, ango li ser beşeke Filistînê li Rojavayê Urdunê qebûlkirina hin mafên ereban. Lê belê yekane rêbaza kêmkirin û hedinandina liberrabûna cihûyên wargehan û rastgiran hêsankirina dagirkirina erdê ye.
Di warê exlaqî û aqlî de karkirên ku bi kêra kêmkirina leza kolonîkirinê nehatin, belê ji wan hat bi lihevhatinên Osloyê re pêngaveke nû biavêjin. Îmzekerê lihevhatinan ê îsraîlî, Serokwezîr Îzak Rabîn, serketiyê şerê 1967’an, yê ku di 1995’an de ji aliyê neteweperestekî dîndar ve hatî kuştin, di nava nîv sedsalê de wê yekane lîderê siyasî yê ku ji fikr û ramanên dema xwe bihurî, bimaya. Lê ji bo wî jî diviyabû 20 sal derbas bibin û her wiha serhatiya 1982’an a li Libnanê di ser re bibihure, ji bo ku têbigihije, eger her du gel mafên hev ên netewî dualî qebûl nekin, dawî li şerê di navbera Îsraîl û filistîniyan de nayê.
Rabîn di vê gihişt, lê berdêla wê jî bi jiyana xwe da. Lihevhatinên Osloyê ku nebaş li wan hatibû fikirîn û nebaş pêk hatin, dibû ku bi hebûna wî bihata sererastkirin: Ji bo bê şert û merc xwe bisipêre argumanên qalibgirtî ew zêde biaqil û pragmatîk bû: Mafekî milkaniyê yê sêhezar salî ku di yekemîn pirtûka mezin a nifşê mirovan de nivîsî.
Yek ji navdartirîn rojnamevanên Îsraîlê Yoel Markus carekê banga “Obama, berê xwe bide Încîlê” kir. Yoel Markus ev bêhtirî nîv sedsalê ye ku nêzî aliyê rast ê Partiya Karkir e3. Beramberî siyaseteke Amerîkî ku xwe li felaketa kolonîkirinê hindiktir radigire, wezîrê niha yê parastinê û yên nêzî wî hê jî bi ser prensîba li dijderketina cihûyên wargehan ve nebûne – tevî ku carinan hewl didin hin wargehên piçûk ên ji wan re “kovî” tê gotin xirabikin û carinan jî vê hewldanê bi ser dixin jî. Lê dîsa jî her cara ku mirov diwêrin behsa paşvekişîna artêşê ji erdên dagrikirî bikin, li hemberî gefxwarinên şerê navxweyî zû gava xwe paş ve diavêjin. Di destê wan de ji ferz û pêwîstiyên siyaseta navnetewî pêve tiştek namîne û navê vê yê din jî zextên Amerîkayê ne.
Bi qasî protestanên Alabamayê û cihûyên wargehan ên li Şerîa Rojava, kêfa Partiya Karkir a Îsraîlê ji serokê Amerîkayê George W. Bush û îdeologên wî yên neo-muhafezekar re dihat. Lewra binketina Partiya Karkir a 2009’an ne siyasî bû, belê exlaqî û întellektuel bû. Û hilbijêrên çepê Îsraîlê xweş hîs kirin ku bi nebûna fikrekî nû, sedema hebûna partiyê nemaye. Lewra eger tişta ku fikrê Partiya Karkir pêşniyar dikir hemû bi zorê îstîhdamkirin û bibîrxistina dîrokê be, hingî ti sedem nîne mirov berê xwe bide kopiyeke bêreng, eger orjînal di şexsê Benyamîn Netanyahû de li ber destê mirovî be. Barak hêvî dikir xêr û bera “serketina” xwe ya piştî operasyona zivistana bihurî li dijî Xezeyê kom bike, û berdêla vê biryarê da.
Aliyê din ê pûç û kavilbûna îdeolojîk jî lê dihat: Siyaseta aborî û civakî. Ya rastî, Partiya Karkir, weke ‘Mapaî’ ya kevin a di 1930’î de hatî damezrandin4, ti carî weke xwîşkên xwe yên ewrûpî nebûbû partiyeke sosyalîst. Şertên netewî yên li pêş, kirin ku ew hê di destpêka xwe de bibe saziyeke têra xwe taybet. Ew ne bi tenê dûrî partiyên Léon Blum, Rudolf Hilferding5 û marksîstên awusturyayî yên mîna Otto Bauer bû, ji Partiya Karkir a îngilîz a ku 1931’ê dest pê kir berê xwe da fitlonekeke ber bi sosyalîzmê ve jî dûr bû.
‘Mapaî’yê, ya herî nerm jî têde, timî marksîzm li derveyî xwe hişt, kapîtalîzm û milkiyeta ferdî bi tenê li gorî pîvanên avakirina netewî, şîrove kir. Ji bo Barak jî, ji bo Şîmon Perez ê beriya wî jî modela mezin Antony Blair bû. Neo-muhafezekarên Amerîkî wî ji bo xwe weke model dibînin6. Û pêşengên Partiya Karkir bi rihetiyeke ku mirovan matmayî bihêle ber bi neolîberalîzmê ve şemitîn, ango ber bi fikra dibêje azadiya bazarê azadiya ferdî misoger dike. Armanca wê ya sereke ji destê dewletê azadkirina sermayeyê ye.
Hemin, karkir hemû prensîbên teorîk ên neolîberalîzmê qebûl nakin. Lê piraniya wan di pratîkê de wê erê dikin. Ji bilî hindikahiyekê, ew edaleta civakî weke yek ji xalên sereke yê azadiyê yên di destûra bingehî de nabînin. Ya rastî, tevahiya çepê Îsraîlê ji berê ve berhemên xirabe yê lipêşbûna mutleq a nirxên netewî kom dike, û ev yek jî xwe di çanda wan a siyasî de dide der: Îsraîlî hemû ji sê nifşan û vir ve fêr bûn ku nasnameya netewî û çandî timî li pêşiya berjewendiyên maddî ne.
Civaka Îsraîlê ne civaka pêşî bû ku ev fenomen dihat serê wê, lewra em ê grîngiya wê ya dîrokî nenepixînin: gelek komên civakî li ser navê nirxên netewî, çandî yan jî dînî dengê xwe li dijî berjewendiyên xwe yên aborî û çînî bi kar tînin7. Jixwe ev pîvan ji aliyê damezrênerên Îsraîlê bi xwe ve weke xala hevpar a tevahiya fatihên erda Îsraîlê -statûya wan a civakî çi dibe bila be- hat danîn: Dîroka wan, dînê wan û armanca wan a siyasî ya sereke; dewleta neteweya cihû.
Eger carekê berjewendiyên çînî li ser navê yekîtiya netewî hatin redkirin, tiştekî jê hêsantir nîne mirov yên ku li herî jêra pêlika civakî ne îqna û razî bike ku her başkirina asta jiyanê neçar bi azadiya bazarê mumkin e; taybetkirin û serbestkirina bihayan, mirov divê kêmkirina baca hatina maddî jî ji bîr neke. Mirov bi vî awayî piraniya îsraîliyan razî dike ku kar jî bazarek e weke yên din e û “qayîşokîtî” jî sira serketinê ye.
Li beramberî van fikrên klasîk ên neolîberalîzmê, fikrê karkir ê Îsraîlê bêtaqetiya xwe dide nîşan. Beyî ku karibe rexneyeke gerdûnî li kapîtalîzma bazarê bigire, berê xwe dide hilbijêrên kal û bêmoral. Ev hilbijêr jî ne ji ber ku bawer dikin, lê belê ji ber ku weha fêr bûne dengê xwe didin Partiya Karkir. Bi demê re hejmara van hilbijêran jî weke bedeneke bi kul û janan jê kêm dibe, kêm dibe: Di Sibata 2009’an de dakete % 10’ê dengan, û di parlemanê de jî bi tenê 13 parlemanterên wê hene. Ciwan ji partiyê reviyan. Filistînî, niha jî çînî û taylandî ev demeke dirêj e dikevin şûna karkerên ku berê dora wan ji aliyê sendîqe (Histadrout) û ‘Mapa§ä’yê ve girtîbû. Di zanîngehan de êdî ti qîmeta milîtantiya karkiran nemaye.
Serkêşê berê Peres, dema ku sendîqevan Amîr Peretz ew di destpêka 2005’an de bir, dev ji partiya xwe berda û di bereya Kadîma de cihê xwe girt. Gelek hilbijêrên Partiya Karkir gihiştin wê encamê, eger piştî nîv sedsala di nava partiyê de, serokwezîrekî berê, hînê şev nequlibî sibehê, dikare cihê xwe di nav bereya dijber de bigire, hingî dev ji şerkirinê berdin, ev partî % sed ne xwediyê wan fikr û armancên stratejîk e ku hêja ye mirov ji bo wê deng bide. Dîsa jî di Adara 2006’an de Partiya Karkir % 15’ê dengan stendibû û 19 kursiyên di parlemanê de kiribû ku Peretz di hikûmeta Ehûd Olmert de bibe wezîrê parastinê – Olmert navendparêzekî ji Likûdê veqetiyayî û xelîfê Arîel Şaron bû, ji ber ku xwîn rijiya ser mejiyê wî ketibû komayê.
Berdevkê karmendên mûçeyê wan kêm û yên mûçeyên navî, nêzî civaka ku berê tevgera ‘Aştî Niha’ pêk dianî, yek ji şêniyên bajarê piçûk Sderotê, li beramberê Xezeyê, ji derdora ku fikrê Partiya Karkir qet nikarîbû bikeve navê, Rêzdar Peretz jinûve ruhberbûna hêviya sosyal-demokrasiyeke nû bû. Penaberên destpêka 1950’î ji Bakurê Efrîkayê hatî û nifşên li pey wan hatî, dikarîbûn xwe bi wî ji nû ve nas bikin. Ji Menahem Begin heta bi Arîel Şaron, ev mirov demeke dirêj heyranên figûrên mezin ên rastgirên neteweperest bûn.
Piştî ku Serokwezîr Ehud Olmert red kir wezareta maliyê, wezareta ji bo siyaseta aboriyê ya hinekî din li gorî çepgiran, bide wî, Rêzdar Peretz wezareta parastinê qebûl kir. Çend hefteyan paşê, duyemîn şerê Libnanê ew malişt. Barak ê ku di vê navberê de bûyî karsazekî serketî cihê wî girt. Barak bi awayekî eşkere li salonên bakurê Tel-Avîvê rihettir e, ne li taxên xizan ê li başûrê bajêr, jixwe em li vir behsa bajarên piçûk ên dûrî navendên bajarên mezin nakin.
Binketina Partiya Karkir a 2009’an çi dibe bila bibe ji bo paşerojê elementeke erenî ye. Binketina partiyeke eskerên dewlemendbûyî serkêşiya wê dikin – roja piştî “serketina” Xezeyê ku gelek Îsraîlî ji ber wê şerm dikin – yan jî serketina Kadîmayê, pêkhatina ku jinek, canik Tzipi Livni serkêşiya wê dike (û ne hevrikê wê yê hişk, generalê berê Şaul Mofaz), îşaret bi aqlîselîmbûna gowdeyê hilbijêran dike: Eskerên xurt êdî bi awayekî otomatîk di hevrikiyeke siyasî de bi ser nakevin.
Pirsgirêkeke din heye ku her wiha partiyên sosyal demokratên Ewrûpayê jî dikeritîne: Nebûna serokatiyeke mezin. Nebûna hem fikr û hem jî mirovdewletên mezin ne nîşana hêviya siberojan e. Ev pirsgirêk ne ya Îsraîliyan bi tenê ye, lê belê ji bo wan ji her deverên din hindiktir dem maye.
Nota wergêr:
Di wergerê de karkir (travailliste) û karker (travailleur) ji hev hatine derxistin. Lewra li Îsraîlê berê Partiya Karker hebû û niha jî Partiya Karkir heye. Ji bo ku ev herdû ji hev werin derxistin, di wergerê di navên cihê hatin bikaranîn.
- Şerê 6 rojan û Lihevhatinên Osloyê.
- Di ‘Zeev Sternhell, Koka Îsraîlê: Di navbera neteweperestî û sosyalîzmê de (Aux origines d’Israël : entre nationalisme et socialisme), koleksiyona ‘’Folio Histoire’’, weşanên Gallimard, Paris, 2004, rûpela 312.
- Haaretz, Tel-Aviv, 17’ê Tîrmeha 2009.
- Ji aliyê Ben Gourin û Golda Meir ve hat damezrandin, Mapaî – Partiya Karkeran a Eretz Îsraîlê – heta 1968’an desthilatdar bû.
- Sosyalîstê elman ê bi eslê xwe awusturyayî.
- Binêre li para wî ya di pirtûka The Neoconreader, di bin rêveberiya Irwin Stelzer de, New York Grove Press, 2004.
- Ji bo mînaka Emerîkayê bixwpine: Thomas Franck, Ji bo çi xizan dengê xwe didin rastgiran (Pourquoi les pauvres votent à droite), Agone , Marsîlya, 2008.


