Hevpeyvîn bi Kanat Saudabayev re
Gaël Guichard-Sherbina: Ji bo Qazakistanê, serokatiya demkî ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (REHE) di sala 2010’an de tê çi wateyê?
Birêz Kanat Saudabayev, wezîrê karên derve yê Qazakistanê:
Biryara 56 welatên endamên REHE’yê ya li ser emanetkirina serokatiya demkî tê wê wateyê ku ev welat encamên ku welatê me ji dema serxwebûnê û vir ve di warê pêşketina aborî, civakî û siyasî de bi dest xistine, nas dikin. Serokatiya demkî ya vê rêxistinê, ji bo welatekî post-sovyetîk û asyayî berpirsyariyeke pirr mezin e. Ji roja destpêkê û bi şûn de me li gorî krîterên bingehîn ên vê rêxistinê helwêst girt û bi alîkariya welatên endam û tevlêbûna wan ve, me kar kir.
Ji bo Qazakistanê mijara herî girîng çi bû?
Afganistan yek ji mijarên herî girîng e. Herçend ev dewlet di nava sînorên coxrafîk ên REHE’yê de nebe jî, zêdetirî 43 welatên endam bi wê re aleqadar in û dixwazin ji pirsgirêkên wê re çareseriyekê bibînin. Herweha, digel ku di demeke nêzîk de leşkerên hêza hevpeyman dê ji Afganistanê derkevin, me hemû derfetên xwe bi kar anîn ku ev rêxistin di çareseriya Afganistanê de zêdetir bibandor be. Pirr girîng e ku ji vir û bi şûn ve pêvajoya alîkariya însanî were destpêkirin. Û di vî warî de REHE dikare pirr tiştan bike. Ji aliyê din ve, dema ku me serokatiya demkî ya REHE’yê hilgirt ser xwe, me hêvî nedikir ku li Bîşkekê bûyer biqewimiyana, û di meha nîsana bihurî de ev welat biketaya nava qeyraneke siyasî. Di karê me de ev pirsgirêkên ewlekariyê bûn mijarên herî girîng.
Hûn çawa dibînin, gelo pirsgirêkên li Qirgizistanê dikarin weke kêmasiya REHE’yê werin dîtin, an jî di rûdana wan pirsgirêkan de çi kêmasiyên rêxistinê hene?
Heger hûn ji min bipirsin, ez mijarê wisa formule nakim. Tu kesî hêvî nedikir ku qeyraneke weha biqewi-miyaya, ne REHE’yê, ne Qirgizistanê bi xwe, ne rêxistinên din ên navneteweyî û ne jî welatên cîran. Dîsa jî, REHE’yê hemû derfetên xwe kirin xizmeta hewldanên ji bo dîtina çareseriyekê. Ji roja 7’ê nîsanê û bi şûn ve, yanî rojek piştî destpêka bûyeran, Qazakistan, weke serokê demkî yê vê rêxistinê, ket nava hewldanên girîng. Beriya her tiştî bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, birêz Ban Ki-moon, bi nûnera payebilind a Yekîtiya Ewropayê birêz Catherine Ashton re ku bi karê derve û siyaseta ewlekariyê re wezîfedar e, me diyalogeke baş meşand. Heman rojê nûnerên me yên taybetî çûn Bîşkekê.
Em hertim bi rayedarên nû yên Qirgizistanê re di nava têkîliyan de bûn, nuha jî em bi wan re heman diyalogan dimeşînin, da ku tansiyon bikeve. Ji van zêdetir, serok Nûrsultan Nazarbayev, serokê amerîkî Barack Obama û serokê rûs Dmitri Medvedev hertim di nava diyalogeke nêzîk de bûn. Armanca wan ew bû ku qeyran zêde kûr nebe û Qirgizistan nekeve nava pêvajoyeke tarî ya şerrê sivîl.
Me komek ji polîsan çêkiriye ku, ew bi armanca şêwirmendiyê biçin Qirgizistanê da ku hilbijartinên ku divê di nîvê çiriya pêşîn de pêk werin, baş derbas bibin. Bi armanca çavdêriya hilbijartinên li Qirgizistanê, me komîsyonek di bin berpirsiyariya endamê Civata Giştî ya REHE’yê birêz Kimmo Kuljinen de tenzîm kiriye. Di derbarê pêvajoya hilbijartinan de REHE di pirr aliyan de alîkariya şêwirmendiyê daye Qirgizistanê. Bi awayekî din em dikarin bibêjin ku REHE’yê hewl daye ku ew bi rêxistinên din ên navneteweyî re û bi taybetî bi yên weke Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê re, karekî bi bandor bimeşîne û li vî welatî nirxên demokrasiyê biparêze.
Hûn dibêjin REHE jî tê de kesî nedît bê ev qeyran çawa qewimî. Gelo ev rewş bixwe kêmasiyeke pêşbîniyê dernaxîne holê?
Divê pirs bi van gotinan were kirin. REHE neçar e ku mekanîzmayên xwe yên li ser pêşbîniyê û herweha yên li ser çareseriya qeyranan, di ber çavan re derbas bike. Hebûna ewqas pirsgirêk û rewşên aloz diyar dike ku di mekanîzmaya rêxistinê de kêmasiyeke bibandorbûnê heye. Em hêvî dikin ku ev pirsgirêkên ku hatine "cemidandin" dê bikevin rojeva kombûna bilind ku divê di rojên 1 û 2’yê çileya pêşîn de li Astanayê pêk were.
Tê zanîn ku Qazakistanê, çareseriya van pirsgirêkên ku hatine "cemidandin" kiribû wezîfeya herî girîng a dema serokatiya xwe. Roja 7’ê çiriya pêşînê, we îşaretek dabû ku hûn mijara rêhesina navbera Chisinau û Odesayê bikin rojeva xwe. Ew rê di nava axa Transnistreyê de derbas dibe ku daxwaza serxwebûna xwe dike.
Di rastiyê de ev gaveke baş e. Em li ser vê mijarê kar dikin û hewldanên me jî dewam dikin. Piştî ku rewşa Moldovyayê hinekî baş bû, ev pêvajo dê bikeve asteke din. Ez jî çûm herêma mijara gotinê, li wê derê min bi hin nûnerên her du aliyan re hevdîtin pêkanîn. Lewre, ez bawer im ku em dê bikarin di derbarê çareseriya pirsgirêka Transnistreyê re xweşbîn bin.
Ji wê derê hûn hêvî dikin ku dê çareseriyek were dîtin?
Ez dixwazim bibêjim ku divê gav bi gav em bi pêş de herin. Beriya her tiştî, pêwîst e ku em ji hemû derfetên baş sûdê werbigirin da ku em bikarin bigihîjin asteke çareseriya pirsgirêkan. Lê belê, ez bi taybetî dixwazim bibêjim ku kilîta çareseriyê di destê aliyên pirsgirêkê bi xwe de ye. Em bi tenê dikarin navberkariyê û ji pêvajoya çareseriyê re jî alîkariyê bikin.
Gelo hûn difikirin ku di pêşketina rêxistinê de alîkariyeke we gihiştiyê?
Di nava wî karê ku me daye pêşiya xwe de, beriya her tiştî mijara nêzîkkirina welatên li rojavayê Viyanayê û ên li Rojhilatê xwedî cîhekî girîng e. Herweha, em dixwazin baweriya di navbera welatên endam de jî xurttir bikin. Dîsa, herçend demeke direj e ku pêvajoya şerrê sar derbas bûbe jî, em dixwazin sedemên ku dikarin bibin bingehên pirsgirêkan ji holê rakin. Di hin aliyan de em dikarin bibêjin ku piştî wan 11 salan ku di bin însiyatîfa Serok Nazarbayev de derbas bûne, gellek karên serkeftî ji aliyê welatê me ve pêk hatine, serokatiya demkî ya REHE’yê û destpêkirina amadekariyên kombûna wê jî yek ji wan e. Em bi hêvî ne ku ev kombûna Astanayê dê bibe sedema bihêzbûneke rast a rêxistinê, da ku civakên ewle yên ewro-atlantîk û ewro-asya bikarin bi hev re di nava têkîliyên baş de bin û bi ewlehiyê bijîn.
Bi gotina "civakên ewle" hûn dixwazin çi bibêjin ?
Cudahiya sereke ew e ku di navbera herêman de astên curbicur yên ewlekariyê hene. Hin herêm ji yên din zêdetir ewle ne. Dema ku em di derbarê civakan de diaxivin, ev tê wê wateyê ku em dixwazin ku hemû herêm bibin xwedî asteke ewlekariyê ya weke hev û pirr baş.
Di domahiya van yanzdeh salên bihurî de gellek pirsgirêk li hev zêde bûne, vê yekê jî berpirsiyariya REHE’yê mezintir kiriye; cîhan guheriye, lê belê hemû dever weke hev bi pêş ve neketine. Lewre, divê berpirsiyarên neteweyî yên welatên endamên REHE’yê bi awayekî pirr ciddî gengeşiyê bikin û biryaran werbigirin.
Însiyatîfa ku di derbarê peymana ewlekariya Ewropayê de dikeve ser Federasyona Rûsyayê dê bibe mijareke sereke ya kombûnê. Di derbarê ji nû ve formulekirina sîstema ewlekariya Ewropayê de, pirr pêşniyar hatine kirin. Pirraniya van pêşniyaran li gorî rewşa reel a dema pêş in. Em hêvîdar in ku ev kombûn dê ji van mijaran hemûyan re bibe bersiv.
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê


