Hevkariyeke nedîtî û nixumandî
Lutkeya Hindistan-Afrîka nîsana sala 2008’ê li New Delhiyê pêk hat. Lutkeyeke din jî di navbera Amerîkaya latin û cîhana erebî, adara 2009’an li Dohayê (Qatar) çêbû. Lutkeya sêyem di navbera Amerîkaya latin û Afrîkayê de li girava Margarîtayê (Venezuela), îlona 2009’an hat lidarxistin. Gelo kesî behsa van civînan bihîst? Çîn êdî di kirrîna petrola suûdî de, di pêşiya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê de, bikirê yekem e. Hevkariyeke aborî û politîk di nava Hindistan, Afrîkaya Başûr û Brezîlyayê de heye. Gelo kê behsa wê bihîstiye?
Bê guman, DYA û Yekîtiya Ewropayê di cîhanê de aktorên sereke ne, lê êdî hin welat hene ku bi daxwazine weha li pêşiya wan in ku heta nuha nedîtî bûn û xurttir bûne. Rêyên nû vedibin, hevkariyên nû ava dibin, peywendiyên nû çêdibin ku êdî tu hikumê îdeolojiya sosyalîst an jî welatên cîhana sêyem li ser wan nîne, lê belê divê bi çavekî weha werin nirxandin ku ji xwendinên berê yên dema şerrê sar rizgar bûbin. Analîza têkîliyên nedîtî yên di navbera Hindistan û Îsraîlê de ku di vê nivîsê de hene, balê dikişînin ser vê hevkariya ku heta nuha zêde nedihat naskirin.
Kronolojiya Hindistanê
Di destpêka sedsala 20’an de
Netewperestên hindistanî bi Erebên Filîstînê re, li dijî emperyalîzma brîtanî hevkariyê dikin.
Salên 1930'î
Siyonîst nikarin piştigiriya netewperestên hindistanî werbigirin.
15'ê tebaxa 1947'ê
Serxwebûna Hindistanê.
29'ê çiriya paşîna 1947'ê
Hindistan, digel welatên ereb, dijberiya xwe ya li hemberî plana dabeşkirina Filîstînê, ya ku ji hêla Meclîsa giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatibû pêşkêşkirin, kifş dike. Heyeta hindistanî avakirina Filîstîneke federal, digel xweseriyeke hindurîn ya ji bo Cihûyan, pêşniyaz kiribû.
14'ê gulana 1948'ê
Daxuyaniya damezrandina dewleta Îsraîlê.
Gulana 1949'ê
Hindistan li dijî ketina Îsraîlê ya NY'yê raya xwe dide.
18'ê îlona 1950'ê
New Delhî bi fermî dewleta Îsraîlê dinase, bêyî ku têkiliyên dîplomasiyê pê re deyne.
Hezîrana 1953'ê
Konsolosxaneya israîlî ya pêşî li Hindistanê vedibe, lê belê li Bombayê ye û ne li New Delhiya paytext.
Hezîrana 1967'ê - çiriya pêşîna 1973'ê
Di her du şerrên israîlî-ereb de, Hindistan alîgira Ereban e.
Çileya paşîna 1975'ê
Hindistan piştgiriyê dide pêşniyaza 3379'ê ya NY'ê ku siyonîzmê weke şikleke nijadperestiyê şermezar dike; ew destûrê dide heyeta Rêxistina rizgariya Filîstînê (RRF) ku dezgehekê li New Delhiye veke û dibe welatê pêşîn yê ne-ereb ku statuyeke dîplomatîk bidiyê.
1988
Naskirina dewleta filîstînî, bi pey îlana serxwebûnê ya Desteya neteweyî ya filîstînî (DNF) re.
16'ê çileya pêşîna 1991'ê
Hindistan ji bo betalkirina pêşniyaza 3379'ê ya NY'ê raya xwe dide.
29'ê çileya paşîna 1992'ê
Serokwezîrê hindistanî Narasimha Rao (Partiya Kongreyê) têkiliyên dîplomasiyê yên di navbera Hindistan û Îsraîlê de dike fermî.
1994
Îsraîl alîkariya xwe ya ji bo serdestiya eniya Kaşmîrê pêşkêşî Hindistanê dike.
1998-2004
Bharatiya Janata Party (BJP, Partiya gelê hindistanî) ya li ser kar, dostaniya xwe ya digel Îsraîlê diyar dike.
1999
Şerrê Kargîlê ya hindî-pakistanî têkiliyên Hindistanê yên digel Îsraîlê xurt dike, ji ber ku Îsraîl çekan pirr dide Hindistanê.
Hezîran û tîrmeha 2000'ê
Lal Krişna Advanî, wezîrê karên navxweyî yê hindistanî û îdeologê tundrew yê bizava neteweperest a hindû, Îsraîlê ziyaret dike. Di meha tebaxê de, Jaswant Singh, wezîrê karên derve, dide ser şopa wî.
8'ê gulana 2003'ê
Di şîva galaya salane ya Desteya Cihûyên Amerîkayê de, Brajesh Mîşra (alîkarê sereke yê serokwezîrê Atal Bihari Vajpayee, endamê BJP'yê) piştgiriyê dide xurtkirina têkiliyên Hindistan û Îsraîlê - û DYA'yê.
Ji 8 heta 11'ê îlona 2003'ê
Bi hatina Ariel Sharon re, cara yekem e ku serokwezîrekî israîlî ziyareteke fermî li Hindistanê dike.
Hindistan û Îsraîl di navbera salekê de, yanî di 1947 û 1948’ê de, li ser bermayiyên Împeretoriya brîtanî û bi encama pêvajoyeke cudakirinê ya aloz, ava bûn. Her du jî di şerrên dijwar de ku sedema pevçûnên çekdarî yên dubare ne, asê man. Lê belê, ev aliyên hevpar ji bo pêywendiyên dostanî yên taybet yên di navbera van her du welatan de nebûn alîkar, heta berevajî vê yekê ye jî.
Ji salên 1920’î ve, serokên tevgera neteweparêz a hindistanî li dijî Împeretoriya brîtanî bi Erebên Filîstinê re hevkariyek danî û li hemberî viyana siyonîst ya damezrandina dewleteke cihû derketin. Hindistanê, di 29’ê çiriya paşîna 1947’ê de li Meclîsa giştî ya Neteweyên Yekbûyî li dijî plana avakirina Filîstînê raya xwe da, û bi tenê di sala 1950’î de Îsraîl nas kiriye. Heta salên 1980’ê, wê bi welatên ereb re hevbendî kir, di nava Neteweyên Yekbûyî de, bi navê Tevgera welatên derve, û wan mafê Filîstîniyan a dewleteke serbixwe parast.
Sêgoşeya stratejîk bi Dewletên Yekgirtî re
Di bijartina vê dêlivê de ramanên vêşartî jî hebûn. Hindistan, ji ber xetta pêkaniya cîhana misilman, daxwazên pakistanî yên li ser Kaşmîrê re miraq dikirin, û sedemên din jî rol leyistin, bi taybetî di warê ewlehiya enerjiyê de: ji bo peydakirina neftê, New Delhî bi giranî muxtacî welatên Rojhilata Navîn bû. Weke din, Hindistanê dixwast, bi alîkariya pereyê hemwelatiyên xwe yên di welatên Kendavê de, nehevsengiya xirab a hevkêşeya mesrefên xwe di dawiya salên 1980’î û destpêka salên 1990’î de kêm bike (1).
Lê belê, bi derbasbûna salan re, Hindistan û Îsraîl nêzîkî hev bûn. Ji salên 1960’î ve, her du welatan têkiliyên vêşartî di warê leşkerî û istixbaratî de danîn. Îsraîlê jî, li hemberî Çînê (di sala 1962’ê de), û li dijî Pakistanê (di salên 1965 û 1971’ê de) alîkariya artêşa hindistanî kir. Heta wezîrê parastinê Moşe Dayan jî, di sala 1978’ê de bi dizî ziyareta birêveberiya hindistanî kir, bi armanca nîqaşkirina hevkariyeke siberojê. Di dawiyê de, New Delhiyê di sala 1992’ê de têkiliyên dîplomasiyê yên resmî bi Tel Avîvê re danîn. Di paşxana navneteweyî de jî, dawiya şerrê sar û perspektîfên aştiyê, yên ku ji konferansa Madrîdê ya li ser Rojhilata Navîn ya çiriya pêşîna 1991’ê derketin, girtina vê biryarê hêsan kir. Lê belê şikestina hêviyan a ji ber lawaziya encamên siyaseta Hindistanê jî ev biryar bi xwe re anî: Hindistanê ji xwe tu carî nekarî bandora Pakistanê ya li ser welatên ereb tune bike, lê belê hîn jê xirabtir, Rêxistina Konferansa Misilman (RKM) gellek caran pêşniyaznameyên weha pejirandin ku helwêsta Hindistanê ya li ser Kaşmîrê şermezar dikir. Tevî ku Partiya Kongreyê (çepa naverast) pêşî têkiliyên dîplomasiyê bi Îsraîlê re danîbû, hevkariya her du welatan di dema desthilata partiya tundrew a Hindûyan, Bharatiya Janata Party (BJP) de (1998-2004) bi watedarî dest pê kir. BJP’ya ku bi şikdarî û heta bi dijberî li dunyaya misilman dinihêrî, dudilî nekir û piştevaniya xwe ya ji bo Tel Avîvê aşkere kir. Ev jî rast e ku di warê siyaseta hindurîn de, ne weke Partiya Kongreyê, BJP’yê tu carî fikrên kêmmilleta misilman a hindistanî li ber çavan negirt. Paşxana pişt-11’ê îlonê ev girêdana nû xurt kir jî, ji ber ku hikumeta hevpeymanê ya BJP’yê boçûna eniyeke demokrasiyên lîberal a li hemberî metirsiya terorîzma misilman hilbijart û pêş de xist. Di kiryareke nîşanî de, hikumeta BJP’yê di meha îlona 2003’ê de serokwezîrê israîlî Ariel Şaron eziband, bi mebesta bibîranîna bûyerên 11’ê îlonê yên li DYA’yê.
Xewna sêgoşeyeke stratejîk a di navbera Îsraîl, Hindistan û Dewletên Yekgirtî de jî, encameke vê têgihîştina siyasî ye (2); ev fikir, cara yekem ji hêla Brajeş Mîşra’yê şêwirmendê neteweyî yê parastinê yê Hindistanê ve, di 8’ê gulana 2003’ê de, li şîva galaya salane ya Desteya Cihûyên Amerîkayê hat pêşkêşkirin:
"Li vira, mijara me ya sereke ew e ku em bi hev re erjengiya terorîzmê bi bîr bînin û hevkariya civakên azad, yên ku li dijî vê tofanê têdikoşin, pîroz bikin. Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê, Hindistan û Îsraîl ji êrîşên terorîst re hemû bûne hedef. Lewre jî, divê ew digel hev li dijî xuyana kabûsî ya terorîzma demên hemdem rawestin (3)."
Bi pey re, nûnêrên her sê hikumetan hatin cem hev û bi taybetî pirsên parastin û dij-terorîzmê nîqaş kirin, û di heman demê de, li paşxanê, komên bandorker ên hindistanîparêz û israîlîparêz nêzîkahiyeke bingehîn pêk dianî.
Di 2004’ê de, Partiya Kongreyê weke serkêşê hikumeteke hevpeymaniyê vegeriya ser kar û aliyê ideolojiyê kêm kir; lê belê esasiya têkiliya israîlî-hindistanî neguherî, ji ber ku ev têkilî li ser bîngehên sereke yên parastin û ewlehiyê hatiye avakirin.
Rast e ku têkîliyên di navbera her du welatan de şiklên cuda wergirtin û di beşên cotkarî, turîzm, zanistî û teknolojiyê de hevkarî çêbûn. Tevî ku bi giranî bi pîşesaziya duriyê ve girêdayî bimînin (di sala 2008’ê de, nêzî % 50 tevahiya îtxal û îxracên di navbera her du welatan de), pevguherînên bazirganî ji asta 1992’ê ya 200 mîlyon dolarî, di 2008’ê de gihîştin 4 mîlyar dolarî (4). Lê belê parastin hê jî xala sereke ya hevkariyê ye.
Saxbûna pîşesaziya çekan a israîlî bi îxracên xwe ve girêdayî ye. Heta dawiya salên 1990’î, wê pirraniya çekên xwe difiroşt Çînê. Lê belê dema ku DYA’yê veguhastina teknolojiyên metirsîdar a ji bo Pekînê red kir, Tel Avîv neçar ma ku li bazarên din, Hindistan jî di nav de, bigere. Ev rêya nû berhemdar bû, ji ber ku di heman demê de, mezinbûna aborî taliyê rê da New Delhî’yê ku ji bo pêwîstiyên xwe yên giran ên di warê parastinê de pereyan qezenc bi dest bixe. Hindistan jî li firoşkarên nû digeriya, ji ber ku sîlehçêkerên rûsî valahiya ku kevnehevkara sovyet hiştibû, bi temamî tijî nedikir (lewre ku piştî 1991’ê, di pîşesaziya çekan a sovyet de, gellek zincîrên berhemdanê hatin xirakirin an jî bi awayekî mayinde rêkûpêkiya xwe wenda kir). Weke din, DYA jî nêzîkî Hindistanê dibû, û vêya jî veguhastinên teknolojiyê hêsan dikirin.
Radarên Phalcon ên israîlî, pergalên radar ên ku ji hêla Israel Defence Industries ve ji bo artêşa hewayî ya hindistanî hatin çêkirin (5), mînaka vî tiştî ne. Piştî ku di sala 2000’î de, Washingtonê firotina ji bo Çînê qedexe kiribû, destûr da ku Îsraîl bifiroşe Hindistanê. New Delhî’yê ji vê tecrubeyê encameke diyar derxist: bi riya nêzîkbûna Tel Avîvê re, wê dikarî teknolojiyên herî pêşketî bistîne ku DYA’yê nedixwast bifiroşe.
Di deh salan de, Tel Avîvê di nava firoşkarên çekan yên ji bo Hindistanê de cîhekî mezin girt, û Hindistan jî jê re bûye bazara îxracê ya yekem. Tê texmînkirin ku buhayê peymanên ku di van deh salên dawîn de hatine îmzekirin li derdora deh mîlyar dolaran e (6). Guncawî û qabiliyeta bertekdayînê nirxên sereke yên Îsraîlê bûn. Guncawî, ji ber ku Îsraîlê ji destpêkê ve li gorî taybetmendiyên artêşên hindistanî tev geriya ku pirraniya çekên wê rûsî-sovyetî ne - û peymanên berhemdar ên ji bo hemdemîkirina malzemeyên rûsî hatin îmzekirin: tanq, keştiyên balafiran, helîkopter û balafirên şerrî hemû bi aletên elektronîk ên Îsraîlî teçhîz bûn. Qabiliyeta bertekdayînê jî, bi tedarîkkirina acîl a posatan a ji bo artêşa hindistanî, di dema şerrê digel Pakistanê de li Kaşmîrê, di sala 1999’ê de ku bi navê "qeyrana Kargîlê" (7) tê naskirin.
Hevkariya pîşesazî li ser du beşên girîng pirr sekinî: radarên çavdêriyê û dron li aliyekî, pergalên mîsîlan li aliyê din. Ji bo radar û dronan, peymaneke 1,1 milyar dolarî di sala 2004’ê de, ji bo firotina 3 Phalconan hat îmze kirin.
Herçî mîsîlên Barak in, hevkarî di sala 2001’ê de, bi peymaneke 270 mîlyon dolaran ya ji bo firotina pergaleke parastina dij-keştiyan dest pê kir. Di çileya paşîna 2006’ê de, ew derbasî qonaxeke nû bû û her du welatan biryar da ku bi hev re nifşekî nû ya mîsîlan çêbikin. Dema ku dest bi veguhestinên teknolojiyê kiriye, Îsraîl weke reqîbê Rûsan bi cîh bû ku ew jî digel Hindistaniyan li ser pêşdexistina mîsîlên seferê dixebitin. Taliyê, di sala 2007’ê de, her du dewletan projeya peymaneke bi nirxa 2,5 milyar dolaran îmze kir, ji bo pêşdexistina pergaleke têkoşîna dij-hewayî ku dê li ser bîngeha Barakê bê çêkirin, lê belê dê vê gavê ji bo artêşên hewayî û bejayî bê veqetandin.
Wênekêşiya peykî warekî din yê hevkariyê yê girîng e. Di çileya paşîna 2008’ê de, Hindistanê ji bo Îsraîlê peykeke îstixabaratê ya nifşê dawîn avêt fezayê, da ku bikare agahiyên li ser bingehên stratejîk ên îranî bi dest bixe. Di nîsana 2009’ê de, wê ji bo xwe peykeke din avêt ku bi eceleyê kirrîbû, paşê bûyerên Mumbayê ku di çiriya paşîna 2008’ê de bûbûn sedema kuştina 170 kesan û kêmaniyên giran ên di warê çavdêriya axê de derxistibûn holê. Di paşxana "pişt-Mumbayê" de jî, Hindistanê bi 600 mîlyon dolaran radarên îsraîlî kirrîn, da ku mekanîzmaya şiyarkirinê li dirêjiya qiraxên wê yên rojavayê welêt xurt bike. Îsraîl bê guman xwedan cîhekî bijarte ye ji bo ku alîkariya Hindistanê bike, di hewldanên xwe yên başkirina sazgêriya ewlehîkirina axa xwe de û, bi giştî, ji bo ku digel wê, di warê dij-terorîzmê de, hevkariya heyî ya nêzîk hîn kûrtir bike. Îsraîliyan destek da çêkirina bariyereke di dirêjiya xeta kontrolê ya digel Pakistanê de; wan pergalên çavdêriyê yên cîhê, ji bo rawestandina ketina mîlîtanên îslamperest firot, û berî her tiştî, ne weke pirraniya lîstikvanên biyanî man û heta çûn qada şerrê li Kaşmîrê jî.
Anuha, New Delhî, digel tevahiya civata navneteweyî, piştgiriyê dide avakirina dewleteke filîstînî ya serbixwe ya ku dê bikare bidebire. Lê belê, digel qeyranên dubare yên di navbera Îsraîl û cîranên wê de, dîplomasiya wê hînî parastina berjewendiyên xwe jî bûye. Boçûna hindistanî ew e ku têkiliya dualî ji zehmetiyên rewşa Rojhilata Navîn veqetîne, bi gotineke din, ew di serî de hevkariya digel Îsraîlê diparêze lê haydar dimîne ku welatên ereb ji xwe re neke dijmin. Lewre daxuyaniyên resmî yên Hindistanê bi nuans in û bi dorê, weke waneyeke hevkêşeyê, tundrewiya êrîşên terorîstî li dijî Îsraîlê û şîddeta "êrîşên bertek" şermezar dikin. Dîplomasiya hindistanî ji xwe fêrî akrobasiyên dîplomatîk jî bûye, lewre jî di heman dema nêzîkbûna xwe ya digel Îsraîlê de, Hindistanê di destpêka salên 2000’î de têkilî digel Îranê jî danîbûn. Weke mînak, berî ku di îlona 2003’ê de pêşwaziya Arîel Şaron bike, di çileya paşîna heman salê de, Delhîyê pêşwaziya serokkomar Muhammed Xatemî kiribû. Paradoks jî ev e ku nêzîkahiya digel Îsraîlê ji bo siyaseta Hindistanê ya di Rojhilata Navîn de bû destek: ji ber ku piştgiriya wê weke berê misoger nebû, dewletên herêmê ji berjewendiyên wê bêhtir haydar bûn.
Tengezariya New Delhiyê di dema şerrê Lubnanê de
Zêdetir ji ber sedemên hindûrîn e ku têkiliya bi Îsraîlê re dijwar dimîne, lewre divê dilê kêmmilleta misilman (% 14 nifûsê) nayê hiştin. Divê hesabê tevgerên siyasî yên çepgir jî were kirin ku mîrasên adeta dij-emperyalîst in û li hemberî hemû siyasetên pro-îsraîlî derdikevin. Lewre jî, rayedarên hindistanî zêde dilxwaziya hevkariya Îsraîlê nakin. Ji xwe, ev xet herî zêde di demên qeyranê de New Delhiyê dixe tengezariyê, weke ku şerrê Lubnanê yê 2006’ê nîşan kir ; rayedarên hindistanî di destpêkê de bi dilxwaziyê kiryara îsraîlî şermezar kiribû, berî ku ji ber zexta partiyên komunîst û dengdêrên misilman, dengê xwe bilindtir bike. Di dawiyê de, meclîseke acizbûyî bi yekdengî, pêşniyaznameyeke şermezariya êrîşê pesend kir.
Em ji dudiliyên Hindistanê yên li ser Rojhilata Navîn fêrî pirr tiştan dibin. Di warê dîplomasiyê de, ji ber dubendiyeke pêşbînî a di navbera piştgirên helwesta adetî, alîgiriya Ereban, û parêzvanên hevkariya digel Îsraîlê de agahiyên xurt derdikevin holê. Lê belê, di kûrahiya xwe de, ew nakokiyeke navxweyî jî didin xuyandin ku ji ber pêwîstiya rehetkirina kêmmilleteke 160 mîlyon kesî - Hindistan di dunyayê de dewletê sêyemîn e ku misilman herî pirr lê dijîn - û, di heman demê de, heyraniyeke vêşartî ya ji bo rêbazên lezgîn ên Îsraîlê pêk tê. Ji xwe hin kes li Delhiyê amade ne ku heman rêbazan li dijî bizavên terorîstî yên li Pakistanê bicerribînin.
Isabelle Saint-Mézard:
Pispora pirsgirêkên stratejîk ên li Asyaya Başûr, ew li Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya Parîsê û li INALCO’yê (Enstîtuya Neteweyî ya Ziman û Çandên Rojhilatê) mamoste ye û hevnivîskara pirtûka Dictionnaire de l’Inde contemporaine (Ferhenga Hindistana hemdem), di bin birêveberiya Frederic Landy de, Armand Collin, çiriya pêşîna 2010’ê.
- Hezîrana 1991’ê, ji ber ku nema karîbû teqsîdên deynê xwe bidaya û sedem jî ew bû ku karkerên wê yên welatên Kendavê şandina pereyên xwe rawestandibû, Hindistan mecbûr ma ku bernameyeke berfireh bi Banqeya Cîhanî IMF’yê deyne ku sazûmaniya xwe ya aborî sererast bike.
- Louise Tillin, "US-Israel-India: Strategic axis?", BBC News, Londres, 9’îlona 2003’ê
- Ev axavtin li ser malpera AJC’yê jî heye: www.ajc.org
- çavkanî: beşê "Bilateral Trade Relations" yê malpera balyozxaneya hindistanî ya Tel Avîvê: www.indembassy.co.il
- Radara yekem bihara 2009’an hate şandin, da ku li ser balafirên Lliochine yên ku Rûsyayê nû kirine were sazkirin. New Delhî xwe amade dike ku di demeke nêz de sê Awacsên nû bi buhayekî baş sîparîş bike
- Siddharth Srivastava, "Israel rushes to India’s defense", Asia Time Online, 2’ê nîsana 2009’ê
- Bixwîne: Ignacio Ramonet, "La menace Pakistan", Le Monde diplomatique, çiriya paşîna 1999’ê
Wergera ji fransî: Simko Destan


