Hevkarîya ji hemû rexan ve
Ji cerga ku di civîna bilind ya Evianê de (hezîrana 2003yê) hate pêşnîyaz kirin ku endamên G8ê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Japonya, Almanya, Fransa, Brîtanya, Îtalya, Kanada û Rûsya) "dîyalogeke berfirehtir" digel dewletên din (Çîn, Hindistan, Malezya, Cezayîr, Erebistana Suûdî, Misir, Afrîkaya Başûr, Nîjerya, Senegal, Brezîlya, Meksîka) bi rê ve bibin, ji bo nûkirina awayê birêvebirina cîhanê prosedurên şêwra di navbera dewletan her ku çûye komplekstir û fermîtir bûne. Dewletên G8ê û dewletên li ser rêya geşepêdanê, yên ku tûşî krîza aborî bûne, ji bo guftûgokirina kêşeyên dinyayê ketine dû birêkxistina sehne û platformeke munasib.
Dewletên bira yekem danûstandina xwe digel "hêzên mezin ên pêş dikevin" berfireh dikin. Sala 2007ê, pêvajoya bi navê Heiligendamm (G13) têkilîya G8ê bi G5ê re danî û G5 ji welatên Afrîkaya Başûr, Brezîlya, Çîn, Hindistan û Meksîka pêk tê; Hezîrana 2009ê, heynê civîna bilind ya Aquîlayê, G13 bi beşdariya Misirê bû G14.
Heçî dewletên bira duyem in, ew dixwazin xwe rêk bixin da ku cîhana mayî bikare rojekê bi yekdengî biaxive û bibe blokek li hember DYA, Yekîtiya Ewropayê û Japonyayê. Hewlên wan ji bo vedana rêya xwe û bihêzkirina hevkarîya Bakûr-Başûr ji mêj ve dest pê kirine: ji cerga avakirina Tevgera Bêalîyan a 1966ê, li dû konferansa Bandungê ya sala 1955ê, dîsa di sala 1964ê de pêkhatina Koma 77an, avabûna G15ê di sala 1989ê de, G20ê sala 1999ê de (digel guftûgoyên ticarî yên navneteweyî li Uruguayê)… Lê belê bi çerxên guftûgoyên di çarçoveya Rêxistina Cîhanî ya Bazirganîyê (RCB) û bi pêvajoya Dohayê (bi taybetî G33 û G90 sala 2003yê, G110 sala 2005ê) hêz û lezeke taze kete nav van hewlan.
Sala 2003ê, serneketina konferansa RCByê ya li Cancûnaya Meksîkayê –ji ber ku welatên li ser rêya geşepêdanê maseya guftûgoyê terikandibû- bû sedem ku li welatên başûrî siyaseteke kombûn û hevpeymanîyê li dar bikeve, ku awa û aliyên wê siyasetê her diguherin. Herçend çapemenî û hindek rêxistinên nehikûmî (RNH) bîr û qenaetek durist kir ku koalîsyoneke nû ya van dewletan pêk hatiye, zû bi zû aşkere bû ku G20+ (1) dê bi tenê li dor yek armancê wek hevpeymanîyeke navdewletî ya mercî bimîne –azadkirina meydana ticareta ziraî– herweha xuya bû ku li gor guftûgoyên di rojevê de koalîsyon û rêkeftinên din jî dê bihatana durist kirin. IBSA (Hindistan, Brezîlya, Afrîkaya Başûr) û BRIC (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn) nimûne û nîşaneyên vê yekê ne.
- Di roja 20ê tebaxa 2003ê de, komeke 20 welatên di pêşketinê de, bi fersenda civîna wezîrî ya RCBê ya pêncemîn (Cancûn) pêk hat. Ew weke bersiva pêşniyazên ewropî û amerîkî pêşkêş bû. Blok bere bere bi 21 û 22 endaman (G21 - G22) berfireh bû. Hejmara welatên endam hertim diguhere ji ber ku hin welat ji pevajoyê vedikişînin, hinên din jî lê zêde dibin: Arjentîna, Bolîvya, Brezîlya, Çîn, Afrîkaya Başûr, Ekvador, Endonezya, Fîlîpîn, Guatemala, Hindistan, Kuba, Meksîka, Misir, Nîjerîya, Pakistan, Paraguay, Peru, Şîlî, Tanzanya, Tayland, Uruguay, Venezuela, Zîmbabwe
Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn

