Herêmeke ku dikele
Raperîna ku cîhana ereb dihejîne lawaz nabe û li welatên nû belav dibe, bi taybetî jî li Sûriyê. Li Fasê tawîzên melikî xwepêşandan bêtesîr nekirin (Ignace Dalle, rûpel 10). Ev serhildan hemû berê xwe didin elîtên xwe di ser dewletê re bi cih kirine û welatê wan talan dikin (Samir Aïta, rûpel 11). Li Lîbyayê Albay Qedafî petrola xwe pêşkêşî şirketên rojavayî kir û dema ev dikir jî xelkê Lîbyayê ditepisand (Jean-Pierre Séréni û Rachid Khechana, rûpelên 8 û 9ê). Destwerdana leşkerî ya ji derve rewşê tevlîhevtir bike jî (Serge Halimi, rûpel 20), herêm pêvajoyeke nû ya dîroka xwe dijî û weha xuya ye ku ji nû ve bi Nahda ya ("ronesans") sedsala 19ê ve hatiye girêdan (nivîsa li jêr bixwîne)
Cezayîr
Tedbîrên aborî û civakî
-Veqetandina 20 mîlyar euroyan ji bo tedbîrên civakî yên cur bi cur, nemaze ji bo deynên ciwanan yên faîza
wan % 0.
-Devjêberdana hemû tevdîrên kontrolkirina bazir-ganîya nefermî.
-Meaşê profesorên zanîngehê nêzî çar qat bilind bû, ji 50 000an gihişt 200 000 dînaran (ji derdora 500 euroyan gihişte 2 000an). Soza alîkarîyên rasterast ji bo ciwanên bêkar hat dayîn. Wekî din, 120 000 jinên malê yên mezûnbûyî wê ji kredîyên sazkirina şirketan feydayê wergirin.
-Zabitnivîs, ku li sibatê di grevê de bûn, zêdebûneke meaşî ya % 110ê bi dest xistin.
-Li gor wezîrê karên hindûr, Daho Ould Kablia, ji çardeh daxwazên zêrevanên şaredarîyan (ku hevkarîya cendirmeyan dikin) heşt hatin bi cih anîn, bi taybetî zêdebûna meaş û prîman û dana pereyên betlane û saetên xebata zêde.
-Bacên li ser şekirî kêm bûn.
-Sermaye guzarîya binesazîyê ya ku wê bi qasî 112 mîlyar euroyan lê bê xerc kirin, wê dest pê bike.
Tedbîrên siyasî
-Rewşa awarte ya ji 19 salan ve heye, betal bû.
-19ê adarê serokdewlet Bouteflîka bêyî ku agahîyên kite bi kite bide, "reformên siyasî yên berfireh" îlan kirin.
Erebistana Suûdîyê
Tedbîrên aborî û civakî
-Planeke pêşî ya 25,6 mîlyar euroyan li sibatê hat diyar kirin. 18ê adarê, melik planeke duyem îlan kir, ku dê bi dehan mîlyar dolaran bibe mal (bêyî ku em karibin tedbîrên li sibatê xuyakirî ji yên adarê veqetînin): Prîmên bi qasî meaşê du mehan didin hemû memûran; alîkarîyeke 375 euroyan ji bo hemû bêkaran; bilindkirina meaşê asgarî yê welatîyan ji bo 560 euroyan; veqetandina kredîyan ji bo înşakirina 500 000 lojmanan; zerfeke 3 mîlyar euroyî ji bo beşa tenduristîyê.
-Avakirina komîsyonekê ji bo têkoşîna li dijî bertîlxurîyê.
-Îstîhdama 60 000 nûmemûrên polîs.
Tedbîrên siyasî
-Tunene.
Bahreyn
Tedbîrên aborî û civakî
-% 25ê kêmkirina mîqdara paşvedana deynan ji bo beşdarên bernameyên lojmanê (35 800 malbat).
-Wezîrê karên hundir peydakirina 20 000 karan îlan kir, melik subvansîyoneke 1 790 euroyî ji bo her malbatê diyar kir. Herweha, 120 mîlyon euro dê ji bo alîkarîya malbatên herî xizan bên veqetandin.
Tedbîrên siyasî
-Azadkirina bêhtir ji sê sed girtîyên siyasî.
-Vegera surgûnîyê herî navdar, Hassan Muşayma.
-Ji karderxistina pênc wezîran ji ber suîstîsmala desthilatê.
-Mîrê waris, Salman Bin Hamad El-Xelîfe, bingehên guftûgoya di gel muxalefetê weke "parlamentoyeke pirhêzî" û "hikûmeteke ku temsila gel dike" qebûl kir.
Taloqkirina tedbîrên wek rewşa awarte û 15ê adarê hatina leşkerên suûdî û yên welatên desteya Hevkarîya Kendavê.
Lîbya
Tedbîrên aborî û civakî
-Serifandina subvansîyoneke 324 euroyan ji bo her malbatê û zêdekirina % 150 ya meaşên hin kategorîyên sektora dewletê.
-Betalkirina bac û mafên gumrikê yên li ser berhemên xwarinê.
Kuweyt
Tedbîrên aborî û civakî
-Dana xerciyeke 2 647 euroyî ji bo her welatîyekê/î.
-Belavkirina belaş a xwarinê ku buhayê wê yê liserhev 600 mîlyon euro ye.
Urdun
Tedbîrên aborî û civakî
-Zêdekirina meaşê xebatkarên qada sektora dewletê û leşkeran.
-Peydakirina 21 000 karê sektora dewletê, 6 000 polîs û cendirme jî di nav de.
-Kêmkirina bacên li ser benzîn û berhemên xwarinê.
-Zêdekirina kredîyên ji bo projeyên bi armanca pêşdebirina herêmên herî xizan veqetandî.
Tedbîrên siyasî
-1ê sibatê, melik Abdullahê Urdunê, Marûf Bexît weke serokwezîr wezîfedar kir, da ku şûna Semîr Rifaî bigire -Yê ku xwepêşandêran dixwest îstîfa bike.
-20ê sibatê, li hember berfirehbûna tevgera protestoyê, wî bang li hikûmet, parlamento û dadgerîyê kir ku "reformên siyasî yên rasteqîn" pêk bînin, "guftûgoyeke giştî" bidin dest pê kirin û li dij bertîlxurîyê têbikoşin.
Fas
Tedbîrên aborî û civakî
-15 mîlyar dîrhemên zêde (nêzî 1.5 mîlyar euroyan) dê ji bo kaseya berpirsa subvansîyonên malên kiryarî, nemaze petrol û gazê, bê veqetandin. Budceya vê sazîyê weha nêzî du qatan zêde dibe.
Tedbîrên siyasî
Di axaftina xwe ya 9ê adarê de, melik Mihemed VI pêkanîna reformeke destûrî diyar kir, li gel xurtkirina statûya serokwezîr, dewleta hiqûqê, serxbixweyîya dadgerîyê û di destûra bingehîn de qebûlkirina elemanê berber amazîgh.
Uman
Tedbîrên aborî û civakî
-Siltan Qabûs soz da ku dê 50 000 kar bên peydakirin û alîkarîyeke mehane ya 350 euroyî wê ji bêkaran re bê veqetandin.
-Zêdekirina meaşê asgarî ji 261 euroyan bo 373 euroyan.
Tedbîrên siyasî
-Deh wezîr ji kar hatin avêtin. Ji wezîrên nû, çar ji Desteya Şêwirmend a Hilbijartî tên.
-Wî her weha îlan kir ku hin îmkanên qanûnçêkirinê veguhêzîne desteya duodeyî (odeyeke ji van ne hilbijartî ye), berfirehîya van îmkanan dê bi riya madeyekê li Destûra Bingehîn zêdekirî diyar bibe, ya ku komîsyoneke di bin çavdêrîya siltan de wê binivîsîne.
Sûrîye
Tedbîrên aborî û civakî
-187 mîlyon euro ji bo xelkê xizan hatin veqetandin. Wekî din, alîkarîya mehane ya mazota malê wê ji 14.70ê bo 23.50 euroyan zêde bibe: Ji 2001ê ve, cara yekem e zêdebûneke weha pêk tê.
-Kêmkirina bacên li ser qehwe û şekir.
-Kêmkirina mafê gumrikê li ser berhemên xwarinê.
Tedbîrên siyasî
-Rakirina qedexeyên li ser torên civakî Youtube û Facebook.
- Kêmkirina sê mehan ji dema leşkerîyê.
Yemen
Tedbîrên siyasî
-Serokkomar Elî Abdallah Salih diyar kir ku ew ê 2013ê di hilbijartinê de nebe namzed û ew ê desthilata xwe teslîmî kurê xwe neke.
-Heta dawîya 2011ê dê referandumek li ser Destûreke Bingehîn a nû pêk were û rê li ber rejîmeke parlementer veke.
-Kabîneya serokkomar 20ê adarê fesih bû.
Ji 18ê kanûna 2010ê –dema ku Mihemed Bûazîzî xwe li bajarekî piçûk ê navenda Tûnisê şewitand– û vir ve, aktorekî ku weha xuya bû ku ji ser sahneya siyasî ya ereban ji dehsalan û vir ve winda bûye, xwe ji nû ve da der: pankartên ku li Tûnis, Qahîre, Bexda, Manama, Bingazî, Sana‘a, Rabat, Cezayîr û li deverên din bi sedhezaran xwepêşandêr li ba dikin, daxwaza "gel" nîşan didin. Ya ku heta îroj me bi pozbilindî jê re "rêya erebî" digot, veguherî "gel", tevahîya çînên civakî û tevahîya nifşan di nav hev de. Daxwaz hêsan û zelal in, dûrî tevahîya jargonên îdelojîk û meylên demagojîk, dînî û partîkularîst [serxwebûnxwaz] in. Bi zimanekî bê alî û yekser, sloganên xwedî wateyeke bi cewher li her deverî tam cihê xwe digirin: Li alîyekî daxwaza azadîya siyasî, dorguhertina desthilatdarîya siyasî, dawîlêanîna bertîlxurîyê, jihevxistina sazîya ewlekarîyê; li alîyê din daxwaza rûmeta civakî û helbet derfetên kar û mûçeyên dikarin werin qebûl kirin.
Gelo ev "bihara erebî" ya nû ye, ku demeke dirêj e, ji dema serketinên li dijî hêzên kolonyalîst ên brîtanî û fransî ve mirov li bendê ne? Van hêzên kolonyalîst bi Îsraîlê re êriş birin ser sembola berxwedanê ku hingê di 1956ê de Misira Cemal Ebdulnasirê dij-emperyalîst û parêzvanê dunyaya sêyem bû. Ev serdem bi awayekî dijwar sala 1967ê bi şikestina artêşên Misir, Sûrî û Urdinê li hemberî Îsraîlê bi dawî bû û paşê lîderê karîzmatîk Nasir berîya wextê xwe di îlona 1970ê de mir. Di navbera 1975 û 1990ê de, Libnana ku kete ber destê kaosê û şîddetê veguherîbû yekemîn welatê mînaka neyênî, tevî hebûna zêde ya milîsên çekdar û artêşên bîyanî û herweha dagirkerîya îsraîlê. Rewşên din ên pir xwîn di wan de hat rijandin ên li Cezayir û Iraqê jî diviyabû biqewimin. Vê yekê destûr da rejîmên heyî weke misogerîya îstîqrara siyasî derkevin holê û xwe her diçe bêhtir otorîter nîşan bidin. Fantoma "libnanbûn" û paşê "iraqbûnê" li her deverî peyda dibû.
Bûyerên din ên mezin li ser civakên ereb weke risasê giran bûn. Îdeolojîyên nasnamexwaz ên xwe dispêrin Îslamê şûna neteweperestîyên dij-emperyalîst û laîk girtin. Heke mirov li koka wan bigere, divê mirov li teşwîqa pir çalak a selefîzmê binihêre, ku mîrnişînên petrolî yên Kendavê û bi taybetî jî wahabîzma suûdîyê ew belav kir. Neteweperestîya ereb weke dayika tevahîya xirabîyan hat gunehbar kirin û hevgirtina pan-îslamî jî weke çareserîya tevahîya xirabîyan hat nîşan dan. Ya ku Rêxistina Konferansa Îslamî (RKÎ) hewl da di salên 1970yê de pêk bîne ev bû. RKÎ bi pêşengîya Erebistana Suûdîyê û Pakîstanê hat damezrandin. Wê dê Tevgera Bêalîyan û herweha Lîga Dewletên Ereb a ku ji ber lihevnekirinan tevizîbû, di bin sîya xwe de bihişta. Ber bi dawîya dehsalê ve ji Riyad û Îslamabadê hat ku beşên ciwanan di cîhadîzma li dijî artêşa sovyetî li Afganîstanê seferber bike. Vê cîhadîzmê wê paşê berê xwe bidaya Bosnayê, piştre Çeçenîstanê û herî dawî Qafqasyayê. Beşek ji vê tevgerê wê veguherîya takfîristan ango wê li dijî misilmanên ku weke bê îman [kafir] tên dîtin,çalak bibûya. Lehengê wê yê entelektuel wê Seyid Qutb (1) bûya; lehengê wê yê eskerî û şervan jî Osama Bin Ladin.
Di vê rewşa tarî û maskekirî de, me çawa dikarî pêşbînîya serhildanên gel ên di vê astê de bikira?
Îdeolojîyeke din a nasnameyî, ya şoreşa îranî jî wê bandor li cîhana ereb bikira. Bi rengê xwe yê şîa û qebûlkirina hin têgihên destûra bingehîn ên hevdem ew ji wahabîzmê bi gelekî cihê ye û xwe weke mîrasgira dij-emperyalîzmê û sosyalîzma serdema bihurî nîşan dide, lê belê bi zimanekî îslamkirî. Xisleteke wê ya din jî dij-sîyonîzmeke pir hişk e. Şerê ku Sedam Huseyn li dijî Îranê sala 1980yê ji bo kêmkirina bandora nû ya Tehranê, li Rojhilata Nêzîk daye dest pê kirin, veguherî lebikandineke din a mezin ku heta îroj dewam dike. Di encamê de wê kir ku Kuwêt ji alîyê Iraqê ve sala 1990ê bê dagîr kirin, ji alîyê koalîsyoneke eskerî ya rojhilatî ve bê azad kirin, piştre, duwanzdeh salan paşê sala 2003ê kir ku Iraq were dagîr kirin. Civaka iraq ji hingê ve di navbera civatperestîyeke pir hêrs rabûye, bertîlxurîyeke bi gelek rengan û dêstrukturasyoneke [ji destdana yan jî xirakirina strukturan] bi şîddet de diçe û tê, li ba dikeve.
Paşveçûna nasnameya dînî li gelek welatên cihê ên ereban bû sedema alozîyên xurt. Bûyera herî radîkal wê bibûya ya Cezayîrê, ya di navbera 1991 û 2000ê de. Li her devera cîhana ereb, reşeyê îslamperest desthilatdarîyên heyî û hêza mutleq a polîsê wan xurt dike. Dewletên ewropî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê baş bi wan re li hev dikin. Êrişên bi bandor û xwînrij ên li New York û Waşîngtonê yên ku berpirsiyarîya wan li Bin Ladin û rêxistina wî El Qaîdeyê tê bar kirin, yên îlona 2001ê lebikandineke mezintir afirand. Van êrişan kir ku rejîmên weke "nerm" tên dîtin, xurt bibin. Heke siyaseta van rejîman a derve biherike birkê tirs û hêvîyên ewropî û herweha amerîkîyan û xwe ji her şêwaz rexnekirina şiddeta îsraîlî ya li dijî filistînî û libnanîyan bidin paş, hingê weke "nerm" tên dîtin. Yekane hedefa dîplomasîyên rojavayî dibe tewereya îran-sûrî; ev tewere ji bo Waşîngtonê serîhildêr e û destekê dide du berxwedanên li dijî Îsraîlê: ya Hizbullaha li Libnanê û ya Hamasa li Filîstînê. Di vê rewşa tarî û maskekirî de, me çawa dikarî pêşbînîya serhildanên gel ên di vê astê de bikira?
Dewlemendîyên pêk tên bi berhemdarîya qels a aborîyên van welatan re hîç li hev nake
Korbûna çavdêrên li cîhana ereb û herweha li Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi tevahî li ser pirsgirêkên aborî û civakî bû. Heta ku şirketên mezin ên pirneteweyî dikarîbû karên pir pere dianîn, pêk bînin di çarçoveya her diçe bêhtir serbestkirina aborîyên ereb de, ya ku ji sê dehsalan ve dewam dike û heta ku birêveberên herêmî û hevkarên wan karîbû dewlemendîyên pir mezin kom bikin, ya ku bi kêrî îndustrîya malên luks a li Ewropayê û deverên din û herweha bi kêrî bazara milk a li paytextên mezin dihat; ma mirovî dikarî ji çi gazinan bike? Dogmayên nûlîberal yên tetmînkirî, karsazên nû yên ereb, mîlyardarên ku encama destbelavîya karê petrolê ye, yên di qesrên hukûmetan de hatine xwedî kirin, weke nîşanên herî baş ên "hevdembûna" aborîyên ereb dihatin dîtin. Kevnemilîtanên ereb ên neteweperest û marksîst diqulibin nûlîberalîzm û nûmuhafezekarîya bi terzê amerîkî. Pereyên ji petrolê tên li ser çapemenîyên erebî serdest in.
Her tiştê mayî, hat paşguh kirin: Statîstîkên bêkarîyê yên ku li defa hewarê dixist yên ji rêjeya navincî ya dinyayê zêdetir, nexasim jî di nav ciwanan de, koçberîya mejî, tevgerên koçberîyê yên her diçe zêde dibin, hebûna hejmarên mezin a nexwendewarîyê, kevîyên bajaran ên pir mezin û xizan, di nav tebeqeyên pir mezin ên civakê de hêza kirînê ya ji lawazê jî xirabtir, di heman demê de tu misogerîya civakî ya van beşên civakê nîne, bertîlxwarina giştîbûyî û jimoralketina xelkê, dilxelîn û bêzarîya çînên navîn, û birêvebirîya anarşîk a beşa taybet ku bi xwe bertîldêra mezin e û çawa ku li Tûnisê jî weha bû, pirî caran hedefa êrişan kesên herî payebilindên desthilatdarîyê ye. Li pişt rêjeyên van salên dawîyê nisbî zêdebûyî û reformên ku armanca wan ew bû ji sazîyên malî yên navneteweyî û Yekîtîya Ewropayê notên baş bistînin, rastîya civakî û aborî bi tevahî guhertî ye. (2)
Sermayeguzerîyên taybet ên herêmî yan jî yên mîlyardarên ranta petrolê xwe davêjin sektorên milkên luks yan jî tûrîzmê û herweha ji belavkirina bazirganîyê heta bi banka û telekomunîkasyonê ku gelek taybetkirin lê pêk tên (nivîsa Samir Aïta ya di rûpela 11ê bixwîne). Borsa û bûhayên milk û xanîyan pir zêde dibin, bi vê jî komên taybet yên malbatî û muşterîperest [aborîya ku berjewendîyên nas û dostan li pêş digire] hê dewlementir dibin. Dewlemendîyên pêk tên bi berhemdarîya qels a aborîyên van welatan re hîç li hev nake; ji potensîyala van aborîyan yan kêm sûd hatiye wergirtin yan jî qet sûd nehatiye wergirtin. Sermayrguzerîya di çandinê, pîşesazî yan jî sektorên nirxê wan ê lêzêdebûyî pir (înformatîk, elektronîk, lêkolîn û pîşesazîyên tibbî, enerjîya tavê, çopan, jîngehê, birêvebirina avê û hwd.) de gelekî kêm e. Laboratuwarên lêkolînê û pêşketinê di sektora taybet de hema bêje nînin; sektora taybet pereyan bi tenê li çalakîyên aborî yên nirxê wan ê lêzêdebûyî kêm radizînin ku kara wan pir e û rîska wan a malî nîne.
Gelo bihara ereb wê piştî Tûnis û Misirê bisekine? Gelo Lîbya wê veguhere mînakeke neyênî...
Kalîteya beridîna aborîya rastî tu cara bala hukûmetên herêmî yan jî dewlet û sazîyên ku alîkarî da wan, nekişand ser xwe. (3) Koçberî weke çareserîya zêdebûna serjimarê û bêkarîyê tê teşwîq kirin. Tevahîya nivîsên rêxistinên navneteweyî pesnê wê didin weke ku çareserîya mucîzeyî ya pirsgirêka xizanîyê be, tevî ku tu delîl nînin yên ku tesîra vê koçberîyê ya erênî ya li welatên karkeran dide derve, piştrast bike. (4) Mirov pê razî ye ku mîkro-kredîyan bide; hemin ev kredî ji bo bipêşketina xizanîyê rawestînin, bi kêr tên, lê belê tu cara ji wan nehat ku bikin xizanî bi awayekî ciddî kêm bibe.
Pirs ew e ku mirov zanibe, çawa tevgerên niha heyî dikarin xwe li ber her şêwaz ji nû ve xurtbûnê û heta dij-şoreşan bigrin. Riya cîhana ereban ber bi azadî û rûmeta ji nû ve peydakirî ve, wê hem li qada hundir û hem jî li ya navneteweyî dirêj û zehmet be. Tepisandin mumkin e dijwar bibin û tehlûke heye desttêwerdanên ji derve jî zêdetir bibin, çawa ku li Lîbya û Bahreynê qewimî, li her du welatan jî dîmenên şerê navxweyî xwe didin der. Gelo bihara ereb wê piştî Tûnis û Misirê bisekine? Gelo Lîbya wê veguhere mînakeke neyênî ya ku wê bike mirov ji şerên navxweyî yên dirêj û desttêwerdanên ji derve yên mezin bitirsin?
Tehlûkeya pêşî ya ku li pêşîya van destpêkên şoreşan kemîn vedayî, daxwaza ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Ewropayê bi rengekî xurt îfade dikin, ya pê re pêkanîna reformên demokratîk xwe dide his kirin. Wateya "pê re pêk anîn" li vir bi alîkarîya dolar û euroyan bi dest xistina mişterîyên nû ye. Ma nexwe êdî ne wext e ku gelên dest bi meşê kirin bi xwe çarenûsa xwe bigirin dest, bêyî ku rê ji wan re bê nîşan dan û mirov têkilî nav karên wan bibe? Ji salên 1820ê û pê ve bi rêya nivîsên cihê yên entelektuelan, mirovên dînî yên rohnîbûyî, mîlîtanên destpêkê yên mafên mirovan, têgihên komarxwazî û welatîbûnê yên ku encama şoreşa fransî ne, di nav elîtên cîhana erebî de belav bûn. Tevahîya mirovên fikr ên vê ronesansê di danasandina pêşketinên azadîyê yên li Ewropayê pêkhatî de xwedî par in. Di bin banê mîrnişînîyê de li Misirê jîyaneke parlemanter a zindî hebû, Iraq jî bi heman rengî bû û berîya ku sûbayên baasîst desthilatdarîyê bigirin destê xwe li Sûriyê jî. Baş e, em ji bo Tûnisê çi bibêjin ku entelîjensîya wê ji sedsala 19ê ve bi awayekî xurt destek da danasîna têgihên destûrên bingehîn ên modern? Êdî karekî lezgîn e ku mirov ji bo îhtîmam û dahênana wan, malavahîyê li ewropî û amerîkîyan bike.
Dînamîzmeke nû ya aborî dikare rê li ber dubendîyan bigire
Tehlûkeya duyemîn di lawazîya aborîyên herêmî de û di girêdana wan a piralî ya hilberînên xwarinê û pêdivîyên sereke de ye. Nakokî ew e ku kêmasîya yek aborîyê ji van nîne ku pereyan li dînamîkeke nû ya aborî xerc bike; li hemberî vê, ji bo ku ev dînamîk bê pêk anîn şert e ku kokên aborîya ranta nirxê wan ê lêzêdekirî qels e, bibe hedef, ev rant li her deverî serdest e. Ji bo ku mirov derbasî aborîyeke bi tevahî berhemdêr bibe, ya ku ji çavkanîyên heyî yên xwezayî û mirovî sûdê werdigire, divê dînamîka aborî ya nû bê bi cih kirin. Ji lêgerîna alîkarîya ji derve bêhtir, divê mirov gelek jîr û jêhatîyên li derveyî welêt bikişîne ku dema hêzên xwe bi hêzên li welêt mayî re bikin yek, hingê dikarin pêşîyê li birêveberîyeke nû ya siyasetên dewletê veke ku wê îlhamê ji siyasetên pilingên asyayî bigirin û bi alîkarîya ji derve hîç şert li ser nehatibin danîn. (5)
Tehlûkeya sêyem di navbera çînên navîn ên bajarî û tebeqeyên xelkê û xizan, gundî û bajarî de derketina nakokîyên civakî ye, ku yekîtîya heta nuha biserketina tevgerên daxwazdar bû. Koalîsyoneke berjewendîyan ya di navbera komên aborî yên taybet û çînên navîn de ji bo kêmkirina hêvîyên çînên herî xizan –mûçegir jî di nav de– dibe ku bi taybetî bi tehlûke be. Bi hevkarîya bi berjewendîyên siyasî û aborî yên ji derve re ew dikare bibe sedem ku hêdî hêdî tevahîya destketîyên heta nuha bi vegera ser dika siyasî ya gel re hatî bi dest xistin, ji dest biçin. Daxwazên adil ên mûçeyan divê bê guman bên razî kirin, lê belê ew dikarin dîsa jî ewqasî baş bin, heke sazîya hilberînê bi lez ji aborîya rantxwarinê ya kêm berhemdêr û nirxê wê yê lêzêdekirî kêm e bi dûr bikeve û berê sermayeguzarîya dewletê û ya taybet ber bi sektorên nûçêker, lêkolîn û pêşketinê, piralîkirina aborîyê li derveyî sektora milk, malî û bazirganîya belavkirinê ve bê guhertin. Divê pergala bacê bi awayekî ji serî heta binî were sererast kirin da ku ne bi tenê wekhevîya adil a bacê pêk were, belê herweha berîya her tiştî ji bo wekhevkirina rêjeya kar ya di navbera sektoran de weke hev bike; sektorên bê rîsk û nirxê wan ê lêzêdekirî kêm û sektorên ji bo wan divê mirov rîskê bigire, lê belê îmkanên wan ên lêkolîn û pêşxistinê hene.
Tehlûkeyeke dawîyê jî ku tevahîya serokdewletan xwest heta niha siyasetê li ser bimeşînin ev e: Herêmperestî û eşîretperestî, heta dubendîya di navbera sunî û şîiyan de yan jî di navbera xirîstîyan û misilmanan de. Ev meylên li dor navendê, bêhtir encama nearamîya ji ber bipêşketineke aborî û civakî ya newekhev e û ne ji ber muxalefetên nasnameyî ne ku ji ber xwezaya antropolojîk û esensîyalîst têk naçin. Di vê qadê de jî, bi tenê dînamîzmeke nû ya aborî bê pêk anîn, tevahîya hewldanên bikaranîna wan dikarin bên pûç kirin.
Georges Corm*: Aborînas û dîroknasê Rojhilata Nêzîk; nivîskarê pirtûkên Proche-Orient éclaté [Rojhilata Nêzîk a Teqiyayî], weşanên Folio/dîrok, Paris, 2010 û Le Nouveau gouvernement du monde [Birêveberîya Nû ya Dinyayê], weşanên La Découverte, Paris, 2010.
- Birêveberê Birayên Misilman ên misirî, li ser fermana Nasir sala 1966ê hat bi dar vekirin
- "L’aggravation des déséquilibres et des injustices économiques au Proche-Orient" [Xirabbûna Newekhevî û Bêdadîyên Aborî li Rojhilata Nêzîk] bixwîne, Le Monde diplomatique, îlona 1993ê
- Binihêre li "L’ajustement structurel du secteur privé dans le monde arabe : taxation, justice sociale et efficacité économique dans le monde arabe" [Sererastkirina tevnî ya sektora taybet di cîhana ereb de: Ferzkirina bacê, edaleta civakî û bibandorbûna aborî di cîhana ereb de], in Rémy Leveau (birêveber), L’Economie de la paix au Proche-Orient [Aborîya Aştîyê li Rojhilata Nêzîk], berg II, Maisonneuve û Larose, Parîs, 1995
- Binihêre li Le nouveau gouvernement du monde. Idéologies, structures et contre-pouvoirs [Birêveberîya nû ya dinyayê. Îdeolojî, tevn û dij-hêz], La Découverte, Parîs, 2010
- Di navbera 1970 û 2000ê de hatinîya koçberan bi tenê ji bo welatên ereb ên li peravên Derya Sipî 359 milyar dolar bûn û alîkarî jî bi qasî 100 milyar dolaran (alîkarîya eskerî jî di nav de) bû. Çavkanî: Bingeha daneyên Bankeya Cîhanê li ser koçberîyê û bingeha daneyên CAD-OECD
Wergera ji fransî: Luqman Guldivê


