Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Gladyatorên mîlenyûma sêyem

Şûrê gladyatoran hîn jî tûj e! (Swords of Fantasy)

12 Mijdar 1993’an, Gerard Gordeau yê holendî, kîk-boksor (kick-box: hunereke şer e ku boks û karateyê têkel dike) û karatekayê (yarîkerê sporta karateyê) fullcontact (temasa temamî), ji bo “şerekî nihayî” li dijî Teila Tuliyê palewanê sumoyê yê ji Hawai’yê dikeve nav qefesa heştgoşe, ku di nav McNicholas Meydana Sportê li Denverê (Colorado) de hatiye bicihkirin. Her ji destpêka berêkaneyê, palewanê sumoyê ku nêzîkî 80 kîloyan ji reqîbê xwe girantir e, hemleyan dibe ser Gordeau. Grodeau vedikişe, xwe ji êrîşan diparêze û bi vî awayî berî ku bihêle reqîbê wî lê nêzîk be hêz û taqeta wî dibire. Tuli dilikume û dikeve ser berrikê û rûniştî disekine. Hinekî muşewiş bûyî, li jorê dinihêre. Gordeau bilez pehînekê bi piştpêyê xwe li nav çavên wî dikute. Diranek ji nav tîrikên qefesê difire û di nav temaşevanan de berze dibe. Çengek xwîn ji çeneya Tuli dirije. Ji nişkê ve, û li derveyî rêzika ku dibêje “ti rêzik” nîne, hakem şer radiwestîne. Şerê wan bîst û şeş çirkeyan kêşabû.

Şerê nihayî qediya. Bi xêra kanalên xwe yên Pay Per View (PPV, sîstema ku temaşevan serê bernameyê pere didin) heştê hezar malên amerîkî hazir bûn li pêş şerî. Piştî hingî, ew wê bibînin ku Gordeau careke din qazanc dike, tevî destekî şikestî û brîneke li pêyê xwe, û paşî wê têk biçe di fînalê de li hemberî jujitsukayê (yarîkerê jujitsuya kevne-sporta japonî) brezîlî Royce Gracieyê ku 50.000 dolaran (34.000 eruo) werdigire beramber serkeftina xwe ya di yekem şampiyonaya şerê nihayî de (Ultimate Fighting Championship, UFC).

Di van cûre şeran de, ji bilî gezkirin û çavderxistinê, her tişt serbest e; derbên mist û pehînan, xwe gava reqîb li erdê û bêparastin be jî; fetisandin, porkêşan; cot-qufil (teknîkeke şer ye ku şervan bê derban bi rêya zeftkirina movikeke reqîbê xwe wî bêtesîr dike), derbên enîşkê, serlêdan… Mêr bi destên rût şer dikin –bê senifandina li gorî giraniyê, ne raund (her dewreke boksê), ne sînoreke wextî, ne lijne, ne xal. Tenya rêya derketinê knock-out (KO) (nakawt) an jî ji reqîb re serşorkirin e. Boksor, palewan, judoka û kîkboksor radibin têne hember hev da ku bersivê bidine pirseke bi qasî dinyayê kevn: Kî, ji wan ên ku di vê an wê dîsîplînê de hosta ne, bi rastî bihêztirînê herî bihêzan e?

Di pêşkêşkirina van berêkaneyan a bo cemawerê de ti pêwendî digel cîhana sportê an jî digel her çi berêkaneyeke birêzik nayê danîn. Wekî ku bergên vîdeo kasetên tûrnûwaya yekem eşkere dikin, “ti rêzik nînin”; “mirovên herî xeter ên cîhanê şerê hev dikin da ku sax bimînin li ser rînga mirinê ya heştgoşe. Ti rêder nîne. Li ser rîngê, ti cihê xweveşartinê, ti cihê xwespartinê nîne.”

Şerê nihayî an jî “şerê di qefesê de” tavilê ji xwe re ciheke baş peyda kir di nav qada hunerên şerî yên full-contact de. Belavbûn û navdarbûna wî ya ji nişkê ve kir ku gelek cûreyên wê derbên li dinyayê. Wekî di mînaka vale tudo’ya (“bedela her tiştî”) brezîlî de, ev tûrnûwa bi xêra rêzeke biwêjan gelek binavûbang lêhatin, ku berêkaneya wan biwêjan di qada navneteweyî de bi rê ve diçe: absolute fighting (şerê mutleq), extreme fighting (şerê tund), cage fighting (şerê di qefesê de), world combat (şerê cîhanî), free fight (şerê serbest), warrior combat (şerê şervanan), pancrase, cage wars (şerên qefesê), millenium brawls (qirênên mîlenyûmê), ultimate combat (şerê nihayî). Biwêja “no holds barred” (NHB) –”hemû derb serbest”– pareke hevbeş a hemûyan e.

Gava ku ev diyarde ji çarçova kovarên hunerên şerî û kovarên mêrane yên wekî Playboy û Penthouse derket, gengeşeyeke giştî/cemawerî gurr bû: “Wan heyamên dawî min kurê xwe li pêş bernameyeke telewîzyonê dît ku navê wê “Ultimate Fighting Championship” bû; ez pir heyirîm. Mirov hema bêje ji bo kuştinê şerê hev dikin. Çima destûr didin belavkirina bernameyeke wiha li ser telewîzyonê? Gelo ma qanûnî ye?”, dipirsin bihêrsane gelek kesên ku nameyên gazindan ji Kovareke emerîkî re dişînin (1). 1996 û 1997’an, rêxerên wan tûrnûwayan tûşî kêşeyeke mezin dibin gava ku gelek ji wan kanalên bikablo, ji ber fişara siyasî, nema şeran belav dikin; hingî bazara bixêrûbêr a PPV dike îflas bike.

Li Hollandayê, welatê nisbeten girîng di warê sportên şerê full-contact de, sekretera dewletê ji bo karûbarên sportê Erica Terpstra, di bihara 1995’an de, eşkere dike ku nabe navê sport li van “berêkaneyên kirêt” bê kirin û herwiha diyar dike ku ew bi xwe rê nade wan. dndamên parlamenê banga reaksiyonên hişk dikin li hemberî berêkaneyên NHB’yê; federasyonên sportê xwe mecbûr dizanin dijayetiyê lê bikin; şervan û rêxer bi xwe jî qebûl dikin ku tundiyeke zêde heye di karê wan de. Dotira roja şîroveya stî Terpstrayê, Gordeau şerê di qefesê de wek “qira bimerasîm” wesf dike. Thom Harinck, rahênerê kîk-boksê yê pir binavûbang, di wê derê de “sergermiyeke cemawerî ya barbar” dibîne. Lê belê, herdu jî li dijî qedexekirinê derdikevin.
“Karate têra xwe aksiyonê nade”

Çawa ev mesele gihîşte vê qonaxê? Hemû vedigere salên 1970’an. Heyamên ku di nav cîhana hunerên şerî yên naskirî de –judo, karate, tekwando, hwd.- hesta nerihetiyê mezin dibe beramber şert û mercên hişk ên ku federasyonên sportan li ser wan ferz dikirin, herwiha dîsa di wan heyaman de dîsîplînên şikûdartir, wekî kîk-boks û tai-boks (2), pêş diketin. Kovarên pispor rexneyên xwe zêdetir dikin li ser sportên heyî: “Karate têra xwe aksiyonê nade ji bo cezbkirina bala mirovan (3).” Li ser vê yekê, çend hostayên hollandî şêwazeke berwext a hunera şerî ya têkel durist kirin, navê “barokai” lê kirin: Terkîbeke rewtên cihê, û ne şêwazeke bi çêja şerê kolanan: “Em hîç naxwazin navê me digel pankras (4) an jî ‘sportên’ şerî yên manend bê hildan, ji ber ku armanca wan birêkirina reqîb bo nexweşxaneyê ye di rêyeke kirt re. Di her hal û karekê de divê em rê li ber vê hindê bigirin. Barokai divê heta heta wekî sporteke baş û dilsoz û bêkêmasî bimîne (5).” Lê belê, dawiya çîroka hewla wan dibe têkçûn.

Demeke dirêj rêzik û nîzama piraniya hunerên şerî li gorî elaqe û hêviyên tevahiya yarîkeran dihatine diyarkirin. Lê belê, berev dawiya sedsala XX’an, berêkaneyên sportê her zêdetir qerebalixan li dora xwe berhev dikin, lewma birêkxistina wan jî bêtir li gorî daxwaz û elaqeya temaşevanan çêdibe.

Di salên 1990’an de, bazara telewîzyonê, bi xêra dahênana kablo û peykan ji bo weşanan, şahidiyê li berfirehbûneke bilez dike. Mezintirîn torên emerîkî (ABC, NBC, CBS, FOX û ESPN) mafê xweşdivîtirîn rûdanên sportê di destê xwe de digirin; şîrketên herî biçûk, wekî SEG, li bazarên nû digerin. Yên ku herî zêde tesîrê li ser şêweyê şerên qefesê bike ew şîrketên telewîzyonê ne. Ji ber ku armanc ew e ku her çi zêdetir bala xelkê bikêşin, teknîk û şêwaz nema têne pêş çavan, ya girîng ew e ku hest û heyecan bilind bibe bi xêra numayişa wan şeran –ew hest û heyecan jî bêguman bi xêra berçavkirina tundî û şideteke her zêdetir û qestî pêk tê.

Çawa ku di salên 1980’an de derketina manyetoskopê belavbûna pornografiyê hêsan kir, telewîzyona PPV jî vê şêwaza nû ya bezm û sergermiyê tîne. Coş û peroş bi rêya derbaskirina sînorên asayî dixuliqe, bi rêya nakawtên dramatîk, bi tundiya “rasteqîne”, anku bi rêya wî tiştê ku gelek caran dûrîdest û qedexe ye.

Li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê, şampiyonayên şerê nihayî tavilê cihê xwe digirin di nav bernameyên PPV’yê yên herî navdar de; her berêkaneyek di nav kurtedemekê de zêdetir ji 10 milyon Dolaran (6,7 milyon Euro) tîne. Yekem şampiyonaya şerê nihayî ya li derveyî Dewletên Yekgirtî li Japonyayê hate birêkxistin, û li wê derê, mezintirîn qerebalixa ku heta niha ji bo tûrnûwayeke hunerên şerî hatiye tomarkirin berhev bû. Vîdeokaseta yekem UFC’ya bi îngilizî, ji hemû kasetan zêdetir tê kirêkirin. Serkeftina wê ya tucarî eşkere ye, lewma şîrketên din ên medyayê hespê xwe dixurin û ji formûla UFC’yê berhemên nêzîkî wê durist dikin. Pêşî, Peters Entertainment Group, World Combat Championship’ê belav dike. Battlecade, ku şaxeke General Media Internationalê û çêkerê Penthouse’ê ye, berêkaneyeke din bi navê Extreme Figthing belav dike.

Birêxistina wan, motîvasyonên tucarî bi eşkereyî nîşan dide. Hakem, dawer û yên ku xalan dihejmêrin, bi kesên ji endûstriya medya û entertainmentê (bezm û şahî) hatine guhertin: Serokê yariya UFC’yê reklamkarekî kevn e; dîrektorê hunerî John Millus derhêner e; produktor û belavkar ne rêxistineke sportîf e, lê şîrketeke telewîzyonên PPV ye.

Herçend serê pêşî şampiyonayên şerê nihayî wekî berêkaneyên stîl û şêwazên cihê hati - bûne sêwirîn jî, berpirsên belavkarî û pêşxistinê zû pê hesiyan ku ti girîngiya vê nîne li ber çavên muşteriyên temaşevan. Bi ya serokê UFC Art Davie’yê piraniyeke zor a cemawera PPV’yê pêk tê ji “zilamên ku hez ji fûtbola NFL’yê (National Football League) dikin, les truck pulls (6) û palewanên pîşeyî –ew aksiyonê dixwazin. Zêde rengê wê hindê nade ku ew dê bala xwe bidine ciyawaziyên hunerên şer û stîl û şêwaza şervanan qet li ber guhê wan nabe (7)”.

Ew kesên ku dikevine ber cezabeta wê tundiya ku ji jiyana rojane vederkirî ye, hez ji wê coş û peroşê dikin ku bi rêya derbaskirina rêzikên asayî û bi temaşekirina wan berêkaneyan digihinê, lewre ji bo wan ew berêkane zêde ne dûr in ji rastiya şerekî kolanan.

Palewanên ku hemû çav li ser wan in, bêguman xwedanê vîzyoneke din in. Ji bo wan maç têne wateya qazanca ji rîsk û xeterên rasteqîne lê diyarkirî. Çima xwe li wê xeterê didin? Ji bilî perewergirtina ji beşdarîkirinê, û di dawiyê de bidestxistina pereyê xelatê, berêkanekirin wan navdar dike û ji wê derê re jî serkaniyên din ên dahatê bi dest dikevin: ders, numayiş, girêbestên ji bo şerine din, rol di fîlm û reklaman de (ji bo navendên hunerên şerî ku ew digel dixebitin jî wan karan dikin). Atletên herî ciwan û yên di lûtkeya kariyera xwe de, ku haydar in ji rîsk û xeteran, xwe ji berêkaneyên wisa diparêzin. Brînek dikare wan malwêran bike.

Hema bêje hemû palewan kevne-şampiyonên wan sportan in ku tê de kêm pere heye. Kariyera wan nêzîkî dawiya xwe dibe, lewma wextê wê hindê ye ku sûdê ji “sermiyanê xwe yê fîzîkî” wergirin. Berêkane paye û rêzdariyê dide wan di nav cîhana hevpîşeyên xwe û cemawera hunerên şerî de. Çûna nav qefesê de hereketeke pir dilêrane ye û fîzîka wan a sersûrker, hêza ku ew didin ber projektor û kamerayan ditirsîne û diheyirîne.

Yek ji wan hestên xwe yên têkel wiha derdibire: “Ji her çi hunera şerî bêtir, ev şerê kolanan e. Min jî ew şer kir. Ez di wê qefesê de bûm. Min dorrand lê min tiştek ji dest neda, rast e. Lê ez dibêjime we: Rojekê yek wê xwe bide kuştin. Ewê li vir be, dirêjkirî li ser rîngê, mirî. Wekî sportkarekî, ev ezmûneke seyr e ku mirov divê carekê bijî. Ji ber ku tu dixwazî bizanî. Ev dike ku tu bi paş ve vekişî, lê te serbilind jî dike. Tu dikarî ji xwe re bêjî: ‘Min carekê kir.’ Lê, wekî sportkar û wekî mirovekî, ez ji we re dibêjim, şerê nihayî bi rastî gelek xeşîm e. Bi min ev ne heqê ti kesî ye ku pehînan li serê zilamekî li erdê bide. Me divê bêjin: ‘Baş e, zilamno, em bi tenê dikarin ji xwe re şerekî kolanan derxin’ “.
Bêtir atletên li dawiya kariyera xwe

Beramber kampanyayên qedexekirinê yên li hinek dewletên Amerîkayê, Kanada û li Brîtanyayê, berpirsên şîrketan stratejiyên xwe diguhorin. Rêxerên ji şîrketên herî biçûk, bi dizî ve, dûrî çavên medya û meydana siyasî, bi awayekî hema bêje deryasayî berêkaneyan amade dikin. Bo nimûne, rêxerê şeran yê li Hollandayê, “cihê xwe diguhore” ji bo birêvebirina bernameya xwe bêyî ku bala rayedaran bikêşe ser xwe; ji bo wê hindê diçe dûrgeya hollandî ya bi navê Aruba li Karayîban, û Saint-Petersbourgê li Rûsyayê. Komeke din hewl dide ku şeran bi awayekî cihê û nermtir bi rêk bixe da ku wan wekî “sport” bide qebûlkirin, destûra birêkxistina wan wergire û mafê têketina nav bazara PPV’yê dîsa bi dest bixe. Ev rêya berpirsên UFC’yê li DYA’yê.

Di her hal û karekî de, telewîzyona bipere, bazara DVD’yan, dabarkirina li ser înternetê û herwiha streaming (debarkirin û temaşekirina hevkat) rê didine firotin û belavkirina wan berêkaneyên ku mekanîzmayên kontrolê yên netewî û navnetewî jê re nema bi kêr tên. Li vir, mîna warên din ên jiyana sosyal ku hest û xeyal lê li kar in, ti tişt bi qasî tiştê ku wekî rastiya nihayî tê pêşkêşkirin peroşîner nîne.

Çavkanî: 

Gelek dewr û dewran buhurîn di ser wê çaxê re ku li Romayê gladyatoran ji bo kêfa dilê qerebalixan bi rêwresmekê heta kuştinê şerê hev dikirin. Piştî rabûna van pratîkan, şêwazên şer yên birêzik û bisîstem derhatin. Ji palewaniyê heta boksê û di wir re heta digihe hunerên şerî (judo, karate, kendo). Heta ku di salên 1990’an de, şîrketên medyayê, çav li sûdwergirtina ji bazarên nû, yariyên meydanî dîsa dadihênin: Şampiyonayên şerê nihayî dîsa li meydanê ne.

  1. Parade Magazine, 10 kanûn 1995, raguhestina Lawrence A. Wenner, Media-Sport, Routledge, Londres, r. 252.
  2. Sportên şerî yên edetî, her wekî palewanî an boksê, xwedanê rêzikên xwe yên hişk in, û tundûtîjî jî sînordar e.
  3. Zendokhan, n° 4, Amsterdam, 1985.
  4. Sporta ku di Antîkîteya Yûnanan de dihate kirin û, derbên kujende jî tê, de hemû derb serbest bûn.
  5. Zendokhan, n° 4, Amsterdam, 1985.
  6. Numayişên ku tê de kamyonên pir mezin barên giran dikêşin.
  7. Clyde Gentry, No Holds Barred: Ultimate Fighting and the Martial Arts Revolution, Milon