Girtîgeha ewlekariyê, warekî nebûna mafan li Amerîka’yê
Special Commitment Center (SCC), navendeke girtina ewlekariyê ya Eyaleta Washington’ê (DYA) ye ku li ser Girava McNeil’ê, li nêzîkî Takoma’yê ye ku ew jî ji rêya Seattle’yê saet û nîvek e. Ji bo çûyina navendê, divê mirov bi ferîbota ku birêvebiriya girtigehê daye biçe giravê û ji wira jî, bi otobusekê bigihîje kompleksa ku ji bo asêkirina ”dirindeyên seksuel” hatiye avakirin. Ev kes, piştî kişandina cezayê ku li wan hatiye birrîn, ji ber ku ji bo serbestberdanê zêde xeternak hatine dîtin li vira tên bicîhkirin.
Avakirina vê navendê weke reaksiyonekê li pey bûyereke trajîk pêk hat. Sala 1989’an, sûcdarekî dubarekir yê bi navê Earl Shriner, digel ku dabû zanîn ku ew ê dîsa sûcan li ser zarokan pêk bîne, serbest hate berdan û bi dû re, tecawuzî zarokekî 11 salî kir û ew brîndar jî kir. Komîsyeneke ku li ser daxwaza waliyê eyaletê hate avakirin, qelsiyên sîstemê destnîşan kirin: Rejîma cezayan ya nû ku ji sala 1981’ê ve ye ku ketiye şûna ya kevn ku bi xêra wê dema cezayan dikarîbû bihata guhertin êdî wê derfetê nade ku dema serbestkirina girtiyan li gora işaretên rehabilîtasyona wan were guhertin. Şandina girtiyên ku tevgerên wan xeternak in ya ber bi nexweşxaneyan ve jî êdî nikare were bikaranîn ji ber ku him gellek nimûyên wê pêk hatine û him jî, ji dema nefermîkirina nexweşxaneyan ya salên 1970’îi ve pîvanên ketina nexweşxaneyên psîkiyatrîkii jî gellekî hatiye dijwarkirin.
Hingê rêyeke sêyem hate hilbijartin û ew jî navendeke girtî ya çareseriyê bû. Ev fikir zû bi zû li eyaletên din jî belav bû û nuha li bîst eyaletan navendên girtinên ji ber ewlekariyê hene. Herçend ev têgihiştin ji binî ve li kesên ku behsa wan dibe xwedî derdikeve jî, ev tedbîr berî hertiştî tedbîrên li hember wan kesan in û bi awayê fermî jî tedbîrine weha ne ku nakevin nava şiklê cezakirinan. Biryareke Dadgeha Bilind jî di sala 1996’an de li ser van navendan hate dayin û piştgiriya vê nirxandinê dike. Dadgerê konservator Clarence Thomas di nava sedemên biryara xwe de dida zanîn ku girtina wan ne li dijî destûra bingehîn e, lewre ew ne cezayekî duyem e, lê belê ew tedbîreke weha ye ku dikare bê pejirandin (Kansas v. Hendricks). Navendên girtî bi vî awayî dibin cihên binçaviya girtiyan ku ji qeydkirina wan heta girtîbûna wan ya daîmî dibin dewama girtîxaneyan.
Sala 2009’an, li SCC’ê, li beşê wê yê girtî, du sed û heftê û şeş kes diman. Nozdeh kesên din jî hebûn ku li beşekî piçekî serbesttir diman û neh ji wan kesan jî li du navendên nîv-vekirî hatibûn belavkirin. Ji cerga ku qanûna li ser sûcên seksuel derketiye, bi tenê kesek ji bin nîrê çavdêriya bilind û astengên din serbest hatiye berdan. Gellek ji wan ku kal bûbûn li navendê an jî li nexweşxaneya nêzîk mirine. Mayina demeke dirêj ya van “niştecîhan” ya li navenda girtî, êdî dibe sedema nebûna cihî. Ji ber wê, berfirehkirina navendê di nava bernameyê de ye. Lê, heta ku bûyereke mezin dîsa pêk neyê û nekeve rojevê, fînansmana wê ne hêsan e.
Lewre, dezgehên bi vî rengî gellekî buha ne. Butçe ya SCC’ê ya salane dike 50 milyon dolar, yanî, serê şexsekî, salê 171 hezar dolar li navenda ku lê dimîne tê xerckirin ku li navendên nîv-vekirî dibe 399 hezar dolar. Zêdebûna hejmara girtiyan û mecbûriyetên terapotîk dê fatoreyê girantir bikin. Ji xwe ji bo ku hêla wê ya ku dişibe “girtîxaneyan”, ku ji aliyê dadgehan ve dihat rexnekirin, were veşartin, gellek mesref hatibûn kirin.
SCC dezgeheke weha ye ku gellek beşên wê yên jiyanê hene û di nava wan de gîha û baxçe hene; bernameya çandiniyê yek ji serbilindiyên vê dezgehê ye. Her avahiyek, navê darekê lê hatiye kirin. Hin pano jî hene ku didin zanîn ku gerek mirov xwarinê nede cerdonên ku li ser giravê gellek in. Lê belê kirasê kubariya ku ji derve xuya dibe, nikare xwe li betonan û deriyên otomatîk ragire. Ev der rast û durust girtîgehek e.
Beşên jiyanê li gora astên ewlekariyê hatine diyarkirin. Beşê Gingko, weke nimûne, cihê berxwedêrên tedawiyê ye, yanî, ji qewla Mark Davis’ê yek ji berpirsên navendê, “mêrikên ku bi hêrs in û baweriya xwe bi terapiyê naynin.” Beşê Sequoias cihê kesên ku ziyana wan nagihije kesî û li dijî tedawiyê dernakevin : ji ber wê, destûra wan heye ku bigerrin û di nava beşan de biçin û bên. Beşê A cihê “xerabtirînên xerabtirînan” e, ewqasî xerab e ku navê dara wê jî hatiye jibîrkirin. Girtiyên vî beşî bi tûndrewiya xwe tên naskirin û pirraniya dema xwe li odeka xwe li pişt hesinan û girtî derbas dikin û bi tenê destûra bikaranîna kêm alavên navendê ji bo wan heye.
Laboratûwareke analîza dermanî ya ku li dermanxaneya wê hatiye bicihkirin karê tespîtkirina esrarê dike. Komeke îstixbaratê dide pey alavên qedexe ku dikarin bikevin hindur. Bi taybetî govarên pornografîk, lê herweha katalogên kincên jinan jî û bi giştî hemû wêneyên ku jin û zarok di wan de xuya dibin, dikarin ji bo armancên erotîk bên bikaranîn.
Girtiyekî navendê wiha dibêje ; “Ez ne ji bo kişandina cezayekî li vira me, ez ne mehkûm im. Lê belê, fikra ku herroj bi min didin hîskirin mehkûmiyet e. Tedawiyê bi xwe jî weke cezayekî kollektîf li ser me ferz dikin.” Li vê navenda di navbera girtîgeh û nexweşxaneyê de, atmosfera ewlekarî û cezakirinê dibe sedema şerrên daîmî. Ji cerga ku hatine avakirin, li dijî bi dehan navendên girtinê doz li hember dadgehên federal hatine vekirin ku êdî hin eyaletan ji bo kêmkirina mesrefên hiqûqî, li navendan dezgehên navbênçîtiyê û hiqûqê dane bicihkirin, lewre mesrefên dadgehan carinan gellekî bilind dibûn.
Navnokiyên li ser navendê, bêtir li derdora pirsa terapiyê kom dibin. Her tiştê navendê li gora tedawiyê hatiye binavkirin: heta dijayetiya li zagonên navendê bi xwe jî ne weke sûc, lê belê weke mijareke ”raporên birêvebiriya rabûn û rûniştinê” tê hesibandin. Lê belê, di bingeha dezgehê de ew fikir heye ku girtiyên wê nexweşên seksê yên bê tedawî ne. Ji derveyî rehabilîtasyonê ne: ew ne ”nexweş” in, lê belê ”canawar” in.
Anormalbûn ji bo hatina navendê pîvana sereke ye. Li Eyaleta Washington’ê, heçî kesên ku ji ber sûcên seksuel hatibin girtin û ceza li wan hatibe birrîn, ji bo diyarkirina xeternakbûnê û serbestberdanê derdikevin hember lijneyekê. Hiqûqnaseke ji buroya Attorney General (Dozgerê sereke) ya eyaletê ku bi birêvebiriya van karan re alaqedar dibe, bi me dide zanîn ku ”Divê were îspatkirin ku kesê girtî ji hişê xwe ve derb xwariye û ew xeternak e û îhtimaleke mezin tê de heye ku sûcê xwe dubare bike.” Di pey re, balê dikişîne ser ku, ”raporên (pisporan) yên li ser wan li gora îstatîstîkên zanistî hatine amadekirin.” Li gora metodên ku di vî warî de rêjeya rîskan dihesibînin, kesên ku êrîşên xwe dibin ser kesên ku nas nakin, dikevin nava kesên ku îhtîmala dubarekirina sûcî li cem wan herî zêde ye.
Kesên ku lêkolîna wan ya psîkiyatrîk bal kişandiye ser anormaliyeke di hişê wan de dibin pêşiya lijneyê ku ji dadgeh û juriya xelkê ve pêk tê. Her tişt li gora dozeke cezakirinê pêk tê, lê belê behsa bûyerên bûyî tê de nabe. Lijne bi tenê îhtimala xeternakiyê diyar dike û li ser tedbîrên ku dikarin bên girtin disekine.
Psîkiyart û birêvebirê SCC’ê, doktor Henry Richard di wê baweriyê de ye ku bi rastî jî beşekî sûcdaran heye ku ji binî ve xeternak in û dikarin sûcên xwe dubare bikin û ev beşê sûcdaran dikare bi rêya lêkolîneke psîkiyatrîk were naskirin ku semptom û diyardeyên rewşa wan dikare li cem kesên ku bêhawebûyinên seksuel (parafîlî) û pirsgirêkên şexsiyetê jî li cem wan hene (weke mînak, antîsosyal û narsîsîk) were dîtin. Ew bawer dike ku bi tenê beşekî sûcdarên seksuel dikevin nava vê mijarê –lewre sûcdarên vî celebî li gora sûcên ku bi kiryarine din ve têkildar, îhtimala dubarekirina wan hindiktir e- û mirov dikare bi rêya testên psîkiyatrîk yên li gora rewşa wan vî beşê hindik yê xeternak ku di nava wan de ye gbi hêsanî nas bike. Ew dibêje ku; ”Ev, ew kes in ku li cem wan tevliheviyên tûn hene. Parek ji sê parên wan pîskopat in. Ew, kesine tûndrew in, ne mîna sûcdarên ji rêzê ne."
Di heman demê de, ev kesên ku behsa wan dibe, mirov nikare bi temamî bibêje ku nexweşên hişî ne, lewre dikarin bên tedawîkirin – ji ber wê ye ku ew nakevin nexweşxaneya psîkiyatrîk. Gava ku ji warê tedawiyê derdikevin, ew dikevin warê cinawiriyê, yanî dibin ”dirindeyên seksuel.”
Gellek nivîskaran behsa ”panîka axlaqî” kir ku Amerîka ji binî ve da ber xwe. Sala 2007’an, New York Times’ê bîlançoyeke ecêb derxist holê: Piştgirên wan navendên girtî weke çareseriyeke mûcîzeyî dinirxînin, lê belê van navendan tu encamên berbiçav bi dest nexistine. Heta nuha kesekî nikariye bibêje sîstemeke ewqasî buha di warê terapiyê de bi kêrî çi tê, digel ku hefteyê bi tenê çend saetan dide terapiyê, û çi feydeya wê heye ku kesên ku gellekî kal bûne û êdî tiştek ji wan nayê di navendan de girtî bimînin, û tew di sîstemeke weha de carinan pîvanên ecêb datîne ber xweiii.
Eric Janus’ê ku xwediyê berhemeke li ser vê pirsgirêkê yeiv, di wê baweriyê de ye ku têgeha dirindeyên seksuel balê ji ser şîddeta dezgehî dide alî (şîddeta seksuel weke bûyer ji aliyê dezgehên civakî û çandî ve tê peydakirin) û dikişîne ser şîddeta şexsî (şîddeta seksuel weke diyardeya anormaliyeke kesan e û ya perversîteyeke bêtedawî). Ev tedbîr di eslê xwe de bi tenê ji bo rewşa hin sûcên ku hejmara wan gellekî kêm e tê tedbîqkirin û şîddeta seksuel ya herî berbiçav ku jinan, zarokan û nasan dide ber xwe ne di navê de ye – lê, tedbîrên rêlibergir dikare bêtir li gora şîddeta bi vî rengî were bikaranîn.
Berhemandar destnîşan dike ku, herçend bi xêra tevgerên femînîst ve bal bi giştî bêtir ket ser şîddeta seksuel jî, ya ku di navenda siyaseta têkoşîna van ”dirindeyên seksuel” ya nû de ye jî ew reaksiyona kevneperest e ku jî li dijî van tevgeran pêk hatiye. Li derveyî tercîheke maqûl, ev tedbîrên girtina xelkê di eslê xwe de bi pîvan û nirxên îdeolojiyeke weha hatine sazkirin ku ji nirxên civaka konservatoran tên.
Tedbîr û dezgehên taybetî yên bi vî rengî ne bi tercîhên li ser kêrhatîbûna wan û hesabekî aqilane yê mesref û kara wan hatine sazkirin, lê belê li ser hesabê axlaqî yê felaketê ava bûne: bûyera ku dixwazin rêyê li ber bigirin û tedbîran wê deynin ewqasî xerab e ku mesrefa zêde ku ji bo wê tê dayin û avakirina van dezgehên ku Janus ji wan re dibêje ”warê mafên bisînorkirî” mafdar dike.
Bi vî awayî, heger prosedura girtinê deştnîşan dike ku, bi awayê teorîk, dozger divê delîlên xwe nîşan bide û bide zanîn ku ew kes xetereyeke ciddî ye û îhtîmaleke xurt heye ku sûcê xwe dubare bike, bi awayêkî pratîk, divê sûcên ku ew ji bo wan hatibû girtin (û wî cezayên wan kişandiye) têrî îspatkirina xeternakbûyina wî bikin. Piştî ku biryara girtina daîmî hat dayin jî, divê salê carekê rewşa wî ji nû ve were nirxandin da ku bizanin gelo hê jî rîska xeteriyê tê de heye an ne. Lê, di eslê xwe de, heger tu sedem nîn bin ku em bawer bikin ku sûcdarekî seksuel êdî guheriye, hingê tê wateya ku ew tim xeternak e. Birêvebirê SCC’ê, Doktor Richards, dide zanîn ku ”nîştecîhên vira di dema tedawiyê de çi bikin jî, pêşeroja wan tim derdikeve pêşberî wan.”
Li gora piştgirê mafên girtiyan yê navenda SCC’ê, William Bailey, bi heman fikrê, ”biryara şandina wan ya vê navendê di heman demê de tê wateya ku divê ew ji vira dernekevin” û dibêje ku tedawî, di eslê xwe de bi tenê formalîteyeke weha ye ku ji bo aşkirina dadgehan e. Dezgeh karê xwe dike, bi awayekî pratîk, ji dêleva prensîbên terapotîk, bêtir li gora prensîbên dîsîplînê tev digerre. Baile’yê ku berê karkerekî karên civakî bû, di wê baweriyê de ye ku bi tenê beşekî piçûk ji van girtiyan dê nikaribe di nava civatê de bijî. Ji bo yên din jî, tedbîrên girtinê û yên ewlekariyê ku tên pêkanîn zêde ne û çareseriyên piçekî sisttir, yên weke binçaviya li derdora nîv-vekirî divê ji bo wan bêtir were bikaranîn: ”Di eslê xwe de, qanûn dibêje ku şexs azadiya xwe wenda dike, lê mafên wî dimînin. Lê gava ku hûn bala xwe bidin dezgehê, hûn ê bibînin ku girtiyan li vira hemû mafên xwe wenda kirine.”
Gava ku prensîba tedbîran pêwîst dike ku mirov li senaryoya herî xerab bifikire, ev pirsgirêka dengeya di navbera azadî û ewlekariyê de jî hingê ji binî ve hessastir dibe. Heger xerabiya bûyerên ku mirov dixwaze rêyê li ber bigire mirov mecbûrî tedbîrên radîkal dike, divê mirov ji derveyî heyecana xwe tev bigerre û lê binere ka gelo tedbîrên me bi rastî jî dikarin rêyê li ber sûcan bigirin an ne, û ji hêleke din ve jî, ka gelo bi awayekî axlaqî ve jî û siyasî ve jî, ji bo hemwelatiyên ku di nava van herdu rêyên ku nikarin bên ba hevdu de asê mane, mirov dikare qebûl bike ku deverên îstîsnaî bên avakirin an ne.
Werger ji fransî
İbrahîm Seydo Aydoğan


