Le Monde diplomatique kurdî
Malper Redaksiyon Naverok Galerî Arşîv Abonetî Têkilî
Gulan 2012 - Hejmar 30

Geşedana pîşesazîya çandinîya bîyolojîk

Mirîşkên di pîlan de tên xwedîkirin, bacanên sor ên her demsalê, bostanên ku dibin warên xwarina keda karkerên koçber… Erê, lê belê "biyo"! An jî, tevgereke mîlîtanên parastina cotkarên piçûk ji xwe re dikin xem, bi redkirina mentiqa hilberînkarîyê çawa dikeve nava rîska şeperzebûna li ser gondolên supermarketan.

Jîngehparêzan û nifşê 68ê cihê xwe ji profesyonelan re hişt" Di hezîrana 2009ê de, teknîsyenekî kooperatîva Terres du Sud [Erdên Başûr], li herêma Lot-et-Garonne rojeke "danasînê" li ser ajeldarîya întensîv ya mirîşkên bîyolojîk li dar xistibû, weha dipeyivî. Encamên baş ên van bingehan, ku kooperatîv bi awayekî "hazirkirî" pêşkêş dikin, digel hin kredî û alîkarîyên dewletî, diviyabû bi dilê cotyarên mêhvan bûna. Jixwe, kooperatîvên çandinî yên bi hêz û bi fîrmayên mezin ên pîşesazîya çandinî-xwarinî ve girêdayî, aniha ji bo bazara belavkirina fireh û restorasyona giştî (1), di warê xwedîkirina van mirîşkên xalîxeres de bi hev û din re ketine reqabeteke tund. Ew ji qanûnên nû yên ewropî sûdê werdigrin, yên ku serê her salekê rê didin xwedîkirina heftê û pênc hezar mirîşkên goştê bîyo û mezinîya ajeldarîya mirîşkên hêkker jî bi sînor nakin.

Ev kooperatîv tê gihîştin ku bi xêra çandinîya bi vî rengî -tevî ku wan ev bi salan rexne kiribû jî-, dikarin pareyekî baş qezenc bikin. Lê wan rêbazên xwe yên xebatê têde bi kar anîn. "Hilberîner bi peymanên teng ve girêdayî ne û xweserîya xwe bi temamî ji dest didin". Daniel Florentinê endamê Confédération paysanne [Konfederasyona Cotyaran] û kevnexwedîkerê mirîşkên bîyo, ku bi kooperatîva landî [herêmeke Fransayê] Maisadourê re xebitî, vedibêje. Ew bi kêmanî ji bo bîst salan bi giranî deyndar in û divê ew tevahîya berhemdarîya xwe bifiroşin kooperatîvê, kooperatîv jî mecbûr e ku wê bikire, lê bêyî ku buha ii berê ve bên dest nîşan kirin. Ev pergaleke entegrasyonê ye ku di ajeldarîya mirîşkan a adetî de pir belav e."

Ji 1999ê ve, pirsgirêkên tenduristî û jîngehê dikin ku xwarina berhemên bîyolojîk, li Fransayê salê %10 zêde bibe. Sala 2009ê, tevî krîzê, hatinên ji berhemên bîyo % 19 zêde bûn. (2) Ev bazar, ku ji bo demeke dirêj marjînal mabû, niha bû bazareke "rahêj" ji bo belavkirina fireh, ku % 45ê firotinan pêk tîne. Lê belê, sala 2009ê, tevî pêşketina ecibandina bîyoyê, bi tenê % 2,46 a erdên çandinîyê bîyo bûn. Ji bo ku bersivê bidin daxwaza bikiran, aktorên sereke yên bazarê du çareyên cuda hilbijartin: îtxalatên berfireh û bicihkirina çandinîyeke bîyo ya endustriyel û întensîv.

Bazareke ku têde simsar dibin qral

Têgeha çandinîya bîyolojîk li Ewropayê, weke berteka li dijî çandinîya kîmyayî û berhemperest a salên piştî şerê cîhanê yê duyemîn peyda bû û pêş ket. Di destpêka salên 1960ê de, toreke piçûk a cotyarên bîyolojîk û bikiran, komeleya Xweza û Pêşketin (bi fransî Nature et Découverte, N&P) ava dikin. Komele pareke mezin ya xelkê bajaran ber bi xwe ve dikişîne, ya ku bi vegerîna erdê û -weke tevgera dijnukleerî û Sendîkaya Cotyarên-karker di salên 1970ê de, û bi pişt re ji salên 1990ê ve, Konfederasyona Cotyaran û Tevgera Dij-GMOyan- digel tevgerên jîngehparêz û siyasî yên cihê têkilîyan deynin, bawer in. Di vê navberê de, Xweza û Pêşketinê hin rêç û rêbaz di destûra xwe de bi cih kirin: Redkirina berhemên sentezê, miameleyên xwezayî, cudakirin û zivirandina çandan, xweserîya zemînan, enerjîyên nûjen, parastina cotyarîya piçûk, cihêrengîya bîyo, tovên cotyarî, serbixweyîya xwarinî... Ji bo ku danûstandin ji nû ve watedar bibe û girêdanên civakî dîsa çêbibin, firotina berhemên bîyolojîk dikeve ser milê bazarên herêmî, fuar û kombûnên kirînê, ew ê jî şebekeya Biocoopan (3) ava bikin. Destûra Xweza û Pêşketinê ji destûra Federasyona Navneteweyî ya Tevgerên Çandiniya Bîyolojîk (Ifoam) re bûye îlham, ev yek jî sala 1972yê pesind bû û wê armancên ekolojîk, civakî û mirovparêz bi pîvanên agronomîk ve girêdan.

Lê tevgera cotyarî û civakî ya têkildara çandên bi vî rengî zehmetîyan dikêşe da ku bibe yek. Di salên 1980ê de, şertnameya Xweza û Pêşketinê, ku bi awayekî fermî hatibû nasîn, li cem panzdeh şertnameyên tevgerên din jî heye. Di 1991ê de, Brukselê ev tevlihevî ji xwe re kir hincet û şertnameya xwe li ser tevahîya Yekîtiya Ewropayê ferz kir û dewleta fransî ev şertname bi pêşkêşkirina etîketa YEyê jî bi cih kir.

Organîzmayên berpirsên kontrolkirina vê etîketê jî, çi ferdî û çi ticarî, li dijî çavdêrîya beşdar derdikevin, ku heta hingê komîsyonên berhemdêr, bikir û guherîneran ev bi hev re pêk dianî.

Xweza û Pêşketin dikeve nav krîzeke giran. Hin endam etîketê boykot dikin. Hinên din yên ku mezinîya bazara bîyoyê wan ber bi xwe ve dikşîne, ji komeleyê vediqetin. Jordy van den Akker kevneserokê Xweza û Pêşketinê şirove dike: "Etîketkirin bû sedem ku fîrma şebekeyên piştgirîyê tercîh bikin"... "Ekolojî û civakparêzî, ku ji bo me nirxên bîyo yên girîng in, êdî ji ekonomîyê hatin qut kirin". "Etîket û zagonên ewropî rê dan pêşketina bazareke navneteweyî û çûnûhatina azad a berheman, bazirganî û reqabeêt. Ev temsîla komeleya me nake."

Zagoneke ewropî ya nû, ku ji 1ê kanûna paşî û pê ve derbas dibe, dihêle ku di nav berhemên bîyo de % 0,9 GMOyan hebin û destûrên taybet dide miameleyên kîmyayî. (4) "Bîyo û GMO qet li hev nakin", Guy Kastlerê xwedîyê Heraultê û çalakvanê N&Pê dibêje. Em hê jî têgeha % 0 GMOyan diparêzin! Zagona nû hin qeydan nîşan dide û pratîkên çandinîyê ji xwe re nake xem. Em ji pêwîstîya rêbazan -em ê bi çi rengî biçînin?- derbasî pêwîstîya encaman bûn- di berhema dawîyê de çiqas bermayî hene? Ev rê dide giştîbûna çandiniyeke bîyo ya endustrîyel."

Di vî warî de, kooperatîvên çandinê li pêş in. Nemaze bi xêra alifa mirîşkan, ku ew bi xwe çêdikin û difiroşin cotyaran, qezenca wan pir zêde ye. Zagona fransî ya berê li ser xwedîkirên bîyo ferz dikir ku % 40 alifa heywanên xwe li ser erdên xwe hilberînin. Di zagona ewropî ya nû de, ev girêdana bi erdê ve nema. Xwedîkir tevahîya alifan, bi taybetî yek ji malzemeyên sereke, soyayê ji kooperatîvan dikire. Li 2008ê, li Fransayê, berhemdarîya mirîşkên bîyo % 17 zêde bû, lê di heman demê de ya soyaya bîyo % 28 kêm bû. Soyaya ku ji derve tê kirîn erzantir e û wê bazar bi dest xist.

Li çirîya paşî ya 2008ê, piştî ku rêjeyeke melamînê -berhemeke pir bijehr- a bilind tê de diyar bû, 300 ton bermayîyên tovên soyaya bîyo ya ji Çînê hatî, bi rêya şaxeke kooperatîva Terrana, ji bazarê hatin derxistin. Ji wê de, vê şîrketê dev ji ticareta digel Çînê berdaye, lê ew hê jî li ser bazara navneteweyî alifa ji bo mirîşkên bîyo yên rojavayê Fransayê distîne, ku komîsyoner xwedanên vê bazarê ne û operasyonên xwe bi awayekî zelal nameşînin. Soyaya bîyo ku ji Îtalyayê tê kirîn -lê dibe ku li Romanyayê an Polonyayê çêbûbe jî- digel soyaya Brazîlê reqabetê dike. Berhemdarên piçûk ên Eyaleta Paranayê ku wê diçînin, têkildarên fîrmayên ixracatê yên mezin in: Bi taybetî Mato Grosso û xwedanên wê ku fazendayên bîyo tê de dikarin bi qasî 5000 hektaran fireh bibin û ziyaretên çapemeniyê red dikin. (5) Tevî ku herî zêde destê vê eyaleta navbihurî di xirakirina daristanên Amazonê de heye. Li gor WWF-Fransa, hemû bi awayekî dîrekt an îndîrekt ji ber soyayê 2.4 mîlyon hektarên daristanê her sal li Amerîkaya Başûr tên tune kirin. (6) Tevî vê yekê jî, tu etîket tunene ku beşdarnebûna soyaya bîyo ya brazîlî a di vê bobelatê de misoger bike.

Digel ku çandina bîyolojîk pareke hûrik a çalakîyên kooperatîvên mezin be jî, ew hê jî dixwazin serdestîya xwe li ser vê bazarê pêk bînin. Terrenayê şirketa Bodîn a lîdera mirîşka fransî kirî; kooperatîva Le Gouessand niha xwedîya Yekîtîya Fransî ya Çandina Bîyolojîk e; Euralîs xwedana parên mezin ên Agribio Unionê ye... Hejmareke mezin a komeleyên navpîşeyî yên herêmî yên çanda bîyolojîk û piranîya odeyên çandinê -her ku diçe pêwendîyên wan bi çandina bîyolojîk re zêde dibin- di bin tesîra kooperatîvan de mane. Enstîtûya Neteweyî ya Navlêkirinên Resen (INAO) ya ku berpirsa bicihkirina zagonên ewropî li Fransayê ye, ji hêla Michel Prugue, serokê Maisadoura ku çend cureyên tovên GMOyan jî difiroşe, tê bi rê ve birin.

Van kooperatîvên çandinî tu carî bikaranîna berhemên kîmyayî ya ji bo çandiniya "adetî" red nekir û ev yek jî girêdanên wan bi şirketên navneteweyî yên lêkolîn û firotina GMOyan ve xurt dikin. Ji sedî çil para Maisadour-Semences [Maisadour-Tov] -şaxeke Maisadourê-, di bin destê şirketa swîsreyî Syngentayê de ye, ku bixwe jî mîratgira bizavên agrokîmyayî yên Novartîsê ye. Maisadour-Semences li piranîya welatên cîhanê xwedîya kargehên hilberînê ye. (7) Helbet, ev bandora mezinbûnê ya kooperatîvan, ku di beşa GMOyan de xwedîyên berjewendîyên fînansî ne, dikare biryara Komîsyona Ewropî şîrove bike, ya ku rêjeya GMOyan a qebûlkirî di berhemên bîyo de, tevî dijberîya Parlemena Ewropî, kir % 0,9.

Fransa bêhtirî % 60ê mêwe û sebzeyên xwe yên bîyolojîk ji derve dikire. Pro Natura lîdera fransî ya firotina wan di dukanên taybet û supermarketan de ye jî. Ji kêmtirî deh salan û vir de, vê şirketa başûr-rojhilatê Fransayê qezenca xwe deh qat zêde kir û çar şirketên din jî kirîn. Çaryeka berhemên wê ji Fransayê tên, lê yên mayî li Spanyayê (% 18), li Fasê (% 13), li Îtalyayê (% 10) û li çil welatên din jî tên kirîn. Pro Natura fîrmaya yekem bû ku fêkî û sebzeyên bîyo bêyî demsalê bifiroşe.

Heman rêbaz, lê belê "bi awayekî fermî mohrkirî"

Tevî vê yekê, damezrînerê wê, Henri de Pazzis, hê jî rêzgirtina ji bo erd, jîngeh, cotyar û bikiran derdixîne pêş. Lê belê rêbazên fîrmayên belavkirina fireh ji van qeydan pir dûr dikevin. "Ew ji bo bîyoyê weke ji bo çandina adetî, heman mekanîzmayên kirînê yên xiraker bi kar tînin, de Pazzis rave dike. Ew reqabetê bi awayekî hişk teşwîq dikin. Hin berhemên me ji referansê dadikevin ji ber ku buhayên hin şirketên din ji yên me pir kêmtir in". Pro Natura û şirketên din ên îtxalat-ixracatê tercîh kir ku beşdarî vî şerê buhayan bibin, lê ev ji civakparêzî û hawirdorparêziyê re cihekî pir teng dihêle. Ji duwanzdeh salan ve ye ku Pro Natura çîlekên bîyo yên spanyayî, berhemên şirketa Bionest, îtxal dike. Patronên vê şîrketê, Juan û Antonio Soltero, di herêma Huelvayê de xwedîyên pênc sed hektarên erdî ne, ku bi nihêrîna destpêkê ji hezaran serayên adetî yên deştê qet ne cuda ne. Ev deşt jixwe ji ber çandina yekcureyî ya çîlekan gemar dibe û karkerên wê erzan tên xebitandin. Wekî fîrmayên din, Bionest di nav parka xwezayî ya Donanayê de cih digre, ku li lîsteya mîrasa dinyayî ya Unescoyê qeydkirî ye. (8) Li gor WWF-Spanya, sera bi awayekî nehiqûqî li ser erdên parkê zêde dibin, rezervên avê dixin tehlûkê û bandoreke xirab li jîngehê dikin. (9)
Bionest ji cihêrengiya bîyo re rêzê nagire (hindikîya darçîlekên bikaranî heman darçîlekên serayên adetî ne), çandina yekcureyî dike, bi pergaleke avdana dilop bi dilop zibil bi sebzeyan de direşîne... Rêbazên wê yên çandinê ji yên serayên adetî yên Huelvayê tam cuda nînin. Tovên etîketkirî bi tenê, etîketa bîyo misoger dikin. Ji bo komkirinê, Bionest bi sedan jinên romanî, polonî û fîlîpînî di bin şert û mercên pir ne ewle de dixebitîne. Patronên Bionestê naxwazin bi rojnamevanan re biaxivin û vê mijara hestyar niqaş bikin.

Her sal, ev jinên hanê li welatên xwe ji hêla rêxistinên patronî yên spanyayî ve, digel peyman û vîzeyên demkurt tên xebitandin û bi "peymanên orîjîn"ê re tên Spanayayê. Ji ber ku ew mafên xwe nizanin, tam di bin destê xebitînerên xwe de dimînin, ku wan bi zanîn dikin kole. (10) Francis Prieto, endamê herêmî yê Sendîkaya karkerên çolteran (SOC) ziyareteke neplankirî ya lojmanên xebatkarên jin ên Bionestê li dar dixe. Ew di nav serayan de bi temamî îzole ne û mecbûr in ku li gor şertênpir zehmet tev bigerin: Ziyaret li wan qedexe ne, derketina derve tê kontrol kirin û carina dest li ser pasaporta wan jî tê danîn... "Patron wan pir ditirsînin, Francis Prieto şîrove dike û bi qasî karkerên demsalî yên din li Huelvayê dibin kole û di şertên xebatê yên pir zor de dixebitin."

Li Andalusê şirketên din ên weke Bionestê hene. AgriEco li derdora Almeria di bin 160 hektarên serayan ji meha îlonê heta dawiya hezîranê jî de bêhtir ji 11 000 ton bacanên sor, îsot û xîyarên " bîyo" hildiberîne, paket dike û difiroşe. Di van serayan de ku teknolojîyên herî pêşketî bi kar tînin, tov weke "bîyo" etîketkirî ne û karkerên demsalî jî, jinên romanî û fasî ne. Miguel Cazorla, serokê devliken ê şîrketê, bi serbilindî behsa belavbûneke nû dike. Fîloyên kamyonan sebzeyên AgriEcoyê li hemû supermarket û dukanên "bîyo" yên Ewropayê belav dikin. Û ji destpêka zivistanê ve, ew digel berhemên serayên "bîyo" yên Îtalya, Fas û Îsraîlê reqabetê dikin... Li peravên Deryaya Spî, şerê ticarî tund û tûj dibe û qezenca navbeynkaran jî zêde dibe.

Dûrî van nebaşîyên bîyoya endustrîyel, kooperatîva cotyarî ya piçûk La Verde, di Sieraya Andalusî ya Cadixê de, di salên 1980î de ji hêla karkerên rojane yên endamên SOCê ve hat ava kirin. Zevîyên ku di serdema dawî ya frankîzmê de bi dijwarî ji bo bidestxistina wan têkoşîn. Li wir, şeş malbat li ser çardeh hektaran sebze û darmêweyan diçînin û çend manga û mihan jî xwedî dikin. Ew tevahîya berhemên xwe li Andalusyayê bi rêya kooperatîveke din, Pueblos Blancosê difiroşin, ku 22 cotyarên piçûk an kooperatîvên bîyo vedihewîne. "Pêşîyê me bi çandina bîyolojîk dest pê kir", Manolo Zapata rave dike. "Ew li gor çandina bav û kalên me bû û bi riya têkoşîna me de jî diçû. Eger çandina bîyolojîk nayê wateya bicihanîna wekhevî, edalet, xweserî, debaraxwekirin û serbixweyîya xwarinî, ew jixwe bê wate ye. Lê etîketkir alîkarîya me nakin. Barê bacê yê li ser cotyarên ku çandina pircureyî dikin, dê ji yê cotyarên ku çandina întensîv ya yekcureyî dikin, girantir be."

Ji ber ku La Verdeyê li ber raya giştî piştgirîya organîzma etîketkirinê ya sereke ya spanyayî, Komîteya Andalusî ya Çandina Ekolojîk (CAAE), a ji bo şîrketên mezin ên "bîyo-businessê" aşkere kir, bû hedefa kontrolên bêsedem. Tevî ku wan banka tovên cotyarî ya herî mezin li Spanyayê saz kir: ku çandên wan misoger dike û tovên xwe difiroşe tevahîya berhemdêrên bîyo yên piçûk ên herêmê, endamên wê ji biserdegirtinan ditirsin. "Qanûn û qeyd hene ku mafê bavûkalî yê dubarekirina tovan bi sînor dikin û rê li pêşîya etîketkirina van cureyên kevin ku me parastine, digirin". Qanûnên ewropî yên çandina bîyolojîk jixwe bikaranîna tovên "bîyo" etîketkirî, li ser cotyaran ferz dike. Ku ew tov tunebin, ew mecbûr in ku tovên adetî yên bazarê bi kar bînin. "Heta niha, her tişt li ber sînorê hiqûqîbûnê derbas dibe, lê heke ew sibe firotina berhemên me qedexe bikin, ew ê bikaranîna tovên "bîyo" yên Monsantoyê li ser me jî ferz bikin. (11) Bi mînaka hin cotyarên Xweza û Pêşketinê, endamên La Verde lê difikirin ku xwe ji karê etîketkirina bîyoyê vekêşin.

Berxwedana li hemberî biyo-karsazîyê

Mînakên weke La Verde, çi li Kolombya, Bolîvya, Brazîl, çi li Hindistan, Îtalya, Fransayê be, zêde dibin ... Berxwedana li dijî bîyo-business li seranserê dinyayê gur dibe. Hejmara cotyar, civatên gundî û kooperatîvên piçûk ên berhemdêran a ku çandineke cotyarî û rêbazên çandina agroekolojîk û zemînên piçûk ku ji pirrengîya bîyolojîk û serbixweyîya xwarînî re rêzê digirin diparêzin, her ku diçe zêde dibe. Pir ji wan etîketkirinê red dikin û di pergalên beşdarîyê yên garantîyê de cihê xwe digrin, ku li ser esasê pevguherîn û pêbawerîya di nav berhemdêr û bikiran de dixebitin. Torên parastina tovên cotyarî bi pêş dikevin da ku mafê cotyaran a hilberîn û firotina tovên xwe bixwe, bê qebûl kirin.

Li Fransayê, Komeleyên ji bo Parastina Çandina Cotyarî (Amap) dixwazin bêyî ku li bazarê bialiqin bi awayekî dîrek têkilîyên navbera berhemdêr û bikiran deynin. Ew pêrgî elaqeyeke ewqasî mezin tên ku nikarin bersivê bidin daxwaza kirînê. Komeleya Terre de Liens (Erdê girêdanan) ji bo cîbicîkirina cotyarên bîyo yên ciwan bi awayekî serkeftî fonên piştgirîyê kom dike. Da ku ji qanûnên ewropî xilas bibe, Federasyona Neteweyî ya Çandina Bîyolojîk (FNAB) markeke nû çêkir: Bio-Coherence. Ew ê digel şertnameyeke pir dijwartir û pejirandina rêbazên ku îlhama wan ji qeydên Ifoamê yên 1972ê tê, etîketkirina fermî temam bike. Li derveyî qeydan, Xweza û Pêşketin şertnameya xwe ya ku çandina bîyolojîk a cotyarî misoger dike, diparêze.

Tevlîkirin an tevlînekirina nirxên civakî û ekolojîk li nav fikirên berhem-dêr, guherîner û bikirên bîyoyê wê siberoja wê nîşan bide. Gelo ew ê bibe aliyekî bazarê yê ji rêzê, ku teslîmî berjewendîyên lîberalîzma aborî bûye? An ew ê dîsa jî li hember vê lîberalîzmê alternatîvekê pêşkêş bike?

Çavkanî: 

Philippe Baque:
Rojnamevan û birêveberê projeya pirtûka De la bio alternative aux dérives du "bio"-business, quel sens donner à la bio? [Ji bîyoya alternatîv heta bi xeterên "bîyo"-business, em çi wateyê bidin bîyoyê?], ya ku dê di dawiya 2011ê de bê weşandin. Malpera alterravia.com.

  1. Ji bo gihiştina ku yek ji armancên "Grenelle" (Konferans) a Jîngehê, dewlet dixwaze berî 2012ê % 20 xwarinên ji çandina bîyolojîk di menuyên xwaringehên îdare û sazûmanên dewletî de bi cih bike
  2. Piranîya hejmarên venivîsandî ji ber dosyeya çapemenîyê ya Ajansa Bîyo "Les chiffres de la bio sont au vert" ["Hatinîyên Bîyoyê Geş Dibin"], beşa çapemenîyê ya Agence Bio, 2010, û ji berhema "Agriculture biologique, chiffres clés" [ Çandina Bîyolojîk, Çend Hejmarên Girîng"], Agence Bio, Montreuil-sous-Bois, çapa 2009ê, hatin girtin
  3. Pascal Pavie û Moutsie, Manger Bio. Pourquoi? Comment? Le guide du consommateur éco-responsable [Xwarina Bîyo. Çima? Çawa? Rêbera bikirê/a xwedî Ekoberpirsiyarî], Edisud, Aix-en-Provence, 2008
  4. "Bio/GMO: le vote des députés européens à la loupe" ["Bîyo/GMO: Dengdana nûnêrên gel ên ewropî di bin çavan de"], 21ê gulana 2009ê, www.terra-economica.info
  5. Binihêrin gotarên Cecile Leclere û Ben Hoppenstedt, "Mission en Amérique Latine" ["Mîsyona li Amerîkaya Latîn"], Biocontact, Gaillac, ji hezîranê heta îlona 2008ê
  6. Boris Patentreger û Aurélie Billon, WWF-France, "Impact de l'agriculture et de l'alimentation industrielles sur la forêt dans le monde - rôle de la France" ["Bandora Çandin û Xwarina Endustrîyel li ser Daristanên Dinyayê -rola Fransayê"], Parîs, nîsana 2008ê
  7. Di eyaleta brazîlî ya Paranayê de, cotmeha 2007ê, mîlîseke çekdar a ku Syngentayê xebitandibû, çalakvanekî Tevgera Bêerdan (MST) kuşt, dema ku wî digel nêzî sed cotyarên din zemînên lêkolîna GMOyan a şîrketa swîsreyî dagîr dikir
  8. Binihêrin "Importer des femmes pour exporter du bio?" ["îthalkirina jinan j ibo îxrackirina bîyoyê?"], Silence, hjm. 384, çirîya paşîn a 2010ê
  9. Daxuyanîya çapemeniyê ya WWFê, "Fraises espagnoles: exigeons la traçabilité" ["Çîlekên Spanyayî: Em dixwazin bizanibin ji ku tên"], 23ê adara 2007ê
  10. Emmanuelle Hellio, "Importer des femmes pour exporter des fraises (Huelva)" [" Ithalkirina Jinan ji bo Îxraca Çîlekan (Huelva) "], Etudes rurales, Parîs, tîrmeh-kanûna pêşîn a 2008ê
  11. "A qui profite la récolte ? La politique de certification des semences biologiques" ["Feydeyê komkirinê ji kê re ye? Siyaseta Etîketkirina Tovên Bîyolojîk", raporeke GRAINê, Barselona, kanûna paşîn a 2008ê; www.grain.org

Wergera ji fransî: Simko Destan